Gerstêrkeke serjimara wê zêde?
Demeke dirêj birêveberên siyasî ji nêz ve li beridîna serjimara xwe koliyan, dema ev dikirin jî hejmar û hêz tevlîhev dikirin. Pirsa pîrûkalbûnê wê mohra xwe li sedsala 21ê bide û di heman demê de çîroka hezarsalî ya serjimara pir zêde dîsa derdikeve holê.
Xeyaletê nifûsa zêde, bi saya kêmbûna stokên xwarinê ji bo demekê û xerabûna bilez a jîngehê, di 2008ê de, ji nû ve derket holê. Nêrînek li hin jimaran mirov qet jî piştrast nake: Li dinyayê her roj 218 000 zikên divê werin têr kirin, zêde dibin, di salekê de dike 80 mîlyon, jimareke bi giştî çi bigire 7 mîlyar nifûs, serfkarîyeke ku her diçe zêdetir dibe... Bi nisbet çavkanîyên dinyaya me, diyar e ku nifûs pir girantir dibe.
Mirovayetî, dîsa jî ji ber metirsîya ji nifûsa zêde li benda destpêka sedsala XXIê nema. Çar sedsal berîya serdema me, gava ku nifûsa diyayê ji 200 mîlyonan kêmtir bû, Eflatûn û Arîsto ji dewletan xwestiye zarokanînê bihişkî kontrol bikin: Ev tê wê maneyê ku têgeha nifûsa zêde ji jimarê bêtir meseleyeke çandî ye. Ji destpêka peydebûna Incîlê ve, ku dibêje "Pêş bikevin û pir bibin", em dibînin ku yên dixwazin nifûs zêde bibe û partîzanên kontrolkirina zarokanînê şerê hev dikin. Yên yekem pirsa nifûsa zêde weke xapînokekê diyar dikin; yên duwem balê dikşînin ser encamên wê.
Heta demeke dirêj jî, di destê me de statîstîk tunebûn. Ji ber ku nedibû mirov xwe bisipêre jimarên pêbawer, minaqeşe berîya hertiştî felsefî, dînî û siyasî bû. Lê hîn îro jî, tevî hebûna lodên doneyên ku li ber destê me ne, her dem bi awayekî pir berfireh bîrûboçûnên îdeolojîk û dînî ne, yên ku rêberîya alîyên minaqeşê dikin. Behskirina nifûsa zêde, bandora xwe li bawerîyên bingehîn dike; ên ku pêwendîya wan bi jîyanê û nirxê wê ve heye. Ji ber vê ye, ku mijar bi awayekî gur û geş tê gotûbêj kirin.
Bi dirêjîya hezar salan, em bi taybetî jî ji jimareke pir hindik a zayînê ketin şikê. Tevî vê jî, di hin deman de, li herêm û welatên weke yên Ewropaya di dawîya sedsala XIII û destpêka ya XIVê de, ku bi zêdeyîyeke nifûsê ya girîng re rûbirû bûn –helbet nisbî ye–, heta kir ku mirovên dînî jî helwesta xwe bihêztir bikin. Her wiha, weke qanûnîbûna tedbîrên ji bo ducanîbûnê fikrên exlaqî yên li ser îfetê yan jî li ser "raserîtiya bakîrebûnê" jî weke qanûnîbûna tedbîrên pêşiyê li ducanbûnê digirin, ketin nav nîqaşan. Di encamê de, qedexeyên Incîlê yên li ser lixwexweşanînê ("sûcê Onan"*, ku tuxmê xwe bi erdê de dirijand) demeke dirêj bûye mijara gotûbêjan.
Berîya niha bi çil hezar salan, bi nîv mîlyon niştecîyên li ser rûyê hemû dinyayê, metirsîya nifûsa zêde dikare pir dûr xwiya be. Û tevî vê jî, pêdivîya nêçîrvanan bi qadeke jîyanê hebû, ya ku pêdivîya wan a nêçîrê misoger bike: Bi kêmanî ji 10 heta 25 kîlometer kare ji bo kesekî, ku vê yekê jî bi awayekî cidî qada her grûbekê tengtir dikir. Wê demê, kêm zêde komên ji bîst û pênc heta pêncî kesan, debara xwe bi tenê bi nêçîrê û berhevkirina xwirekan dikir, ew neçarî alozîyên mezin ên peydakirina pêdivîyan dibûn. Helbet, nifûsa zêde xwedî têgeheke guherbar e ku têkilîya wê ji nêzîk ve bi çavkanîyên berdest heye. Tevî vê jî, pêşkêşkirina wê ya di rewacê de her ya mirovên weke masîyên sardînya di ciyekî teng de ye.
Jimar pir zû dibe weke fikreke sabit. Di sîteyên yûnanî yên wê demê de jî, diviyabû zevî bihatana dabeş kirin: Her beşekî xwe weke sîteyeke serbixwe bi rêk dixist, ewinde jî hucreyên girtî yên ebatên wan piçûkkirî; ku zexta mirovî lê bi awayekî pir bihêz dihate hîs kirin; û vê rewşê jî şiûra faktora demografîk bihêztir dikir. Bayê siyasî jî, pir ne li berjewendîya zarokanînê ye.
"Dema ku hejmara welatiyan pir e, êdî nikare were kontrol kirin"
Di her du dîyalogên wî yên serekî, Komar û Qanûn de, Eflatûn li gor çavkanîyên heyî û jîngehê nifûsa zêde rave dike, awayên rêxistin û tevgera civakî –gelek caran heta bi serbiserê sînorên realîst- ku divê mirov xwe bigihîniyê. Heman lêhûrbûn li cem Arîsto jî, di Siyasetmedarê de heye: "Mezinahîya sîteyekê, ne bi nifûsa wê ya zêde ye". (1) Li gor wî, di her hal û karî de "jimareke pir mezin nikare pergalê qebûl bike: Gava gelek welatî hebin, ji kontrolê derdikevin, mirov hev nas nakin, ev jî rê li ber tawanê xweş dike. Wekî din, ji bo bîyanîyekî û awareyekî binpêkirina mafê sîteyê hêsan e, ji ber ku ew bi saya jimara xwe ya pir zêde nayên dîtin". (2) Herwiha, piranîya mirovan tê wateya piranîya feqîrîyê û ev jî xetera serîhildanê bi xwe re tîne. Metirsîya Arîsto ne ji ber ew çend çavkanî yan jî xwirekê ye, lê ji ber parastina sazûmanê ye. Fikra demografîk a yûnanî hîn ji hingê ve, termên gotûbêja ku em niha di dema modern û hevdem de ji nû ve dibînin, diyar kiribû. Ew fikir ojenîst, malthusî [li gor fikra aborîzanê ingilîz Thomas Mathus, ê ku pêşniyar dikir zêdebûna serjimarê were kontrol kirin]... ksenofob [tirsa ji tişta/kesa bîyanî] ye!
Bi berfirehbûna serdestîya romayî, pîvan tê guhertin, lê bi awayekî pêwîst, zihniyet nayê guhertin. Siyaseta hikûmetan bêtir alîgira zarokanînê ye. Weke ku Tite-Live jî şahidîya vê yekê dike, tiştê ku him nûjen e û him jî dibe sedema biserneketinê ew e, ku bi nisbet şaristanîyetên din zarokanîna romayîyan dê her kêm bûya: "Galya ewinde dewlemend û ewinde nifûsa wê zêde bû ku îdarekirina nifûsa wê ya pir, zor xwiya bû. Qiral, êdî kal bûbû û dixwest qiralîyetê ji vê pirjimarîya ku ew dipelixand pak bike. Ji bo wê, du birazîyên xwe bi çolan xistin ku jê re erdên nû peyda bikin". (3) Propagandaya siyasî: Jimara wan pir zêde ye, ew êrişê dibin ser cîranên xwe romayîyan, û bi vê jî bersivdana bi rengê dagîrkirina Galyayê, rewa kirin.
Bi xaçparêzîyê re, di navbera sedsala IIIyê û Vê ya serdema me de, birêveber dev ji her cûre desttêwerdanê berdidin. Pirsa zarokanînê ji qada civatî û siyasî derbasî tomarkirinên dînî û exlaqî dibe. Gotûbêj li dora nirx û meziyetên bekaretê gur û geş dibin, ku weke rûmeteke bilind tê teşwîq kirin, yên zewaca ku mirov pê wê dîskalîfîye dike û sedaqetê derdixe pêş û yên ji nû ve zewaca ku mirov wê ceza dike. Di nav vê atmosfera cidî de, disa jî mirov dipirse: Gelo divê mirov nifûsa xwe zêde bike, yan kêm bike? Zarokan çêke yan parêzê bike? Ji bo xiristîyanan, bersiva vê pirsê tenê dikare di peyva pîroz de hebe. Lê nivîsên di Incîlê de jî bi hev re di nakokîyê de ne… Xebata Bavên Dêrê dê ew be ku bi zora canbazîyan û xîtabên çivanokî nîşan bidin ku peyva Xwedê yek e û nakokîyên heyî ne yên Wî ne, her çend ferman dabe Adem û Hawa ku nifûsa xwe zêde bikin jî, paşê di Peymana Nû de, bi Saint Paul daye gotin: "Ji bo mêr baş e ku ew xwe ji jina xwe biparêze". Kar nehêsan e, lê ji bo mirovên ayînî, tiştekî ku nebe tuneye. Tewrat bixwe, bêtevlîhevî ye: "Mezin û pir bibin, ber bigirin" Û berdar...
Bi nisbet yên din, nifûsa zêde ya Serdema Navîn xwedî bandorên pir eşkere ye. Ji dawîya sedsala XIyê ve, rojavayîyan zanîbûne ji giranîya jimarê îstifade bikin. Tê digihên ku ji alî jimarê ve serdest in û jê sîlehekê çêdikin. Papayê wan Urbainê IIyê, di 1095ê de, cerdeyên siwarî dişîne ser Qudisê. Hemî destana xaçparêzan ya li ser bingeha , ji rojava ber bi rojhilat ve pêleke berdewam, dê bêyî nifûsa zêde ya navenda xiristîyanan nikaribûna pêk bihataya.
Cîhana rojavayî, bi vî awayî dê xwe bigîhanda destpêka sedsala XIXyê. Mirovên dêrê, rewşenbîr, zanayên ayînî, fîlozof û nivîskar, bi çûnûhatina di navbera tirsa ji nifûsa pir zêde û trawmatîzma ji ber valahîya mezin, utopyayên alîgirên nifûsa zêde û îmana tam a bi hêza pîroz weke sazkerê hebûna mirovî li ser rûyê erdê, dê li ber hev bibedilin ku pirsa demografîyê teorîze bikin. Vulgum pecus, xelk bi dorê him weke webayê û him jî weke dewlemendîyekê tê dîtin. Tevî ku pir kêmasîyên navgîna statîstîkan hene jî, her kes daxwiyanîyên xwe bi pêş ve dibe û pêşniyazên xwe îfade dike. Nifûsa kêm û ya zêde: bi dirêjayîya sedsalan e, di navbera wan kesan de ku difikirin, ji bo berdewamîya jîyana mirovî, yek ji ya din birîsktir e, minaqeşe gur û geş dibe.
Bi Malthus jimartina ferdan yan jî bi Marx levakirina dewlemendîyan?
Berhema Thomas Malthus (4), di navbera sedsala XVIII û XIXyê de, di dîroka teorîyên demografîk de qonaxeke girîng dest nîşan dike. Aborînas û keşeyê brîtanî piştrast dike ku nifûs ji hilberîna xwirekê gelekî bêtir zêde dibe, ev jî bêşik dê bibe sedema nifûsa zêde û xelayeke mezin. Yan em ê bihêlin ku ev tişt bibe, ku dê encamên wê biêş û azar bin, xweza dê wan "mirovên zêde" ji nav bibe; yan mirov dê zarokanînê kontrol bikin, bi destpêkirina jinavrakirina hemî alîkarîya ji bo hejaran û mirov wan "berpirsiyar bike" -reftarê "berpirs" heta ku îmkanên wan ên xwedîkirin û perwerdekirinê tunebin, jinê neynin û zarokan jî çênekin. Li gor Malthusî, belavkirina bilez a hejarîyê ji bo mirovayetîyê xeterek e; wê gavê divê ji holê bê rakirin.
Pierre-Joseph Proudhon bersiva wî dide, dibêje ku pirsa nifûsa zêde tuneye. Heke hejarî belav dibe, ew ji ber nîzama neheq a milkiyetê ye ku desthilateke nerewa li ser yên din dide hinekan. Karl Marksê, ku êdî ew bixwe jî hinekî bi pirsa demografîyê eleqedar dibe, Malthusî weke dijminê çîna karker dihesibîne û wî tawanbar dike bi "zimandirêjîya kurtêlxwera çînên birêvebir ku gunehkarê tawanê li dijî zanyarîyê û bêbextîya li dijî nijada mirovî ye". (5) Ew, wî ji ber ku bawerîya xwe bi "prensîpê nifûsê" aniye tawanbar dike, qanûna xwezayî ya neguherbar, li herderê û herdem derbas dibe, ew wiha dike ku nifûs her gav ji çavkanîyan zûtir bi pêş bikeve: "Ev qanûna nifûsa nenêrbar, heta ku midaxeleya dîrokî ya mirovî nebe, tenê ji bo nebat û heywanan derbas dibe. Ya girîng, ne jimara mirovan e, lê parvekirina dewlemendîyê ye". (6)
Ev minaqeşe li pey hev heta nîvê sedsala XXê, tarîxa ku mirovayetî dikeve riya mezinbûneke bêkontrol dom dikin: 3 mîlyar kes di 1950yê de; 6 mîlyar di 2000ê de. Ev êdî ne mezinbûn, teqînek e. Demograf, aborînas, erdnîgarînas û helbet siyasetmedar, li ser şirovekirina bûyerê qirik li xwe qetandin. Realîst bi kontrola pêwîst ya zarokanînê dijberîya berevanên jîyana bizêdeyî, ji kalîteya wê ya serbixwe dikin. Hin hene ku behsa newekhevîya pêşketinê dikin, heta bi têgeha nifûsa zêde jî inkar dikin: Hinên din dînîtîya kujer a hevalbendên zarokanînê rûreş dikin, ku bi sedan mîlyon mirovan mahkûmî ji nêza mirinê dikin. Ji 1980yê bi vir ve, êdî hisabê rîskên jîngeh û ekolojîk jî tê kirin.
Di destpêka sedsalê de, yên li dijî malthusîyan, bi xwe sipartina bûyerên derbasbûna demografîk ên wê demê (li ferhengokê binêre), dixwazin xwe piştrast bikin: Welatên pir hejar jî di nav de rêjeyên zarokanînê, li her derê kêm dibe. Ev bitenê dibe sedema teyidkirina "şoreşa demografîk" ku di 1934ê de, ji alî Adolphe Landry ve hatibû rojevê; wî nîşan da ku êdî, bi mezinbûna bêserûber a hilberîna mal, pirsgirêka nisbeta nifûs/çavkanîyê derbas bûye û nemaye. Ji niha û pê ve, nifûsa herî baş, divê têgeha çandî ya "bextewerî"yê, ya kalîteyê bike armanc.
Bi vî awayî, ber bi 2050yê ve nifûs dê li dor 9 mîlyaran û ber bi 2150yê ve jî li dor 10 milyaran stabîl bibe. Piştî ku dinya me, weke ku piranîya demografan piştrast dikin, dê karibê 10 mîlyar niştecîyan xwedî bike, îcar bi 7 mîlyaran çawa dibe ku nifûs "zêdeyî heddê" xwe be? Heke li dinyayê mîlyarek kesên ku weke pêwîst xwedî nabin û du qatê wê zêde hejarî heye, ev yek belbî jî, tevî her tiştî, bi tenê ji ber sedema dabeşkirineke xirab a çavkanîyan be. Lê belê gelo tiştekî li ber dil e ku em bigihijin vê hejmarê? Di encamê de, kombûna 10 mîlyar mirovan, heke ku baş bên xwedî kirin jî weke lodeke mirovan e...
Nameya Salman Ruşdî
Di 1997ê de, Salman Ruşdî (Salman Rushdie) nameyekê ji welatîyê şeş mîlyaremîn re (7) ku divê di wê salê de ji diya xwe bûbe, dinivîse: "Weke endamê herî nû yê cûrekî bitaybetî mereqdar, tu yê di nêzîk de van du pirsên bi 64 000 dolaran bikî [nota redaksîyonê: Li Amerîkayê, kêm zêde serê mirovî Hilberîna Hundir a Nesafî (HHN)] yên ku 5 999 999 999ên din ev demek e ji xwe nakin: Em çawa gîhaştin vê derametê? Û niha piştî ku em gîhaştinê, em ê çawa lê bijîn? Bê guman ew ê ji te re pêşniyaz bikin ku bersiva pirsê binyatan ferz dike ku tu bawer bikî ji Hebûneke nedîtbar, nayê tarîf kirin, "li esmanan", gîyandarek dikare her tiştî bike û em rihberên belengaz nikarin bibînin û tiştekî jî di wî nagihên … Ji ber vê bîr û bawerîyê, li gelek welatan mumkin nebû ku rê li ber pirbûna bixeter a jimara mirovan bê girtin. Nifûsa zêde ya dinyaya me, bikêmanî bi awayekî qismî ji ber dînîtîya rêberên ayînî yên mirovayetîyê ye. Bi dirêjîya jîyana xwe, bêşik tu yê hatina welatîyê neh mîlyarem ê dinyayê bibînî. Û ger gelek mirov ji dayik bibin biqismî ji ber rikeberîya dînî ya li hember kontrola zarokanînê ye, gelek mirov jî ji ber hebûna dînan dimirin… "
Piştî 13 salan, di 2011ê de, yan, herî dereng, di destpêka 2012ê de, em li hêvîya hatina welatîyê heft mîlyarem ê dinyayê ne. Îhtîmala ku ev pitika dawîn li welatekî hejar, di malbateke belengaz de bê dinyayê, ji dehan heft e. Gelo, divê em jê re pîroznameyeke bixêrhatinê yan nameyeke lêbûrînê bişînin?
Ferhengoka dosyaya demografîyê
Temenê (jîyê) navsere
(Age médian)
Temenê ku ferdên welatekî (yan jî herêmekê) li du komên hejmara endamên wan weke hev dabeş dike. Li Fransayê temenê navsere di sala 2010ê de 40.1 e; nîvê nufûsê ji 40.1 salî ciwantir e; nîvê din jî ji 40.1 salî mezintir e.
Çînên hevtemen
(Classes creuses)
Nifşên ku hejmara endamên wan kêmtir e ji ya çînên temenê berîya wan û ya piştî wan jî. Sedema vê yekê mumkin e şer be, yan jî /û herweha kêmbûneke zarokanînê be.
Gurayî
(Densité)
Gurayî bi hejmara şênîyên serê kîlometre kareyekê (şênî/km2) tê îfade kirin. Gurayîya (nîsbet) herî zêde bi 16 235 şênî/km2 li Monakoyê ye, ya herî kêm jî bi 1.8 şênî/km2 li Mongolistanê ye; li Fransayê 114 şênî/km2 ye û li Dewletên Yekbûyî 31.
Kêmbûna şênîyan
(Dépeuplement)
Kêmbûna hejmara şênîyên li ser erdekî.
Lihevderneketina nufûsê
(Dépopulation)
Li gor mirinê, kêmbûna zarokanînê ye. Ji ber ku hejmara zarokanînê ji ya mirinê kêmtir e, behsa rêjeya mezinbûna xwezayî ya neyênî jî tê kirin. Heke mîqdara koçberîyê wê bi ser ve temam bike jî, lihevderneketina nufûsê nabe sedema kêmbûna şênîyan.
Hêvîya temenê navincî
(Espérance de vie à la naissance)
Hejmara salên ku komeke mirovan dikarin hêvî bikin ku wê bijîn. Bi vî rengî li Fransayê hêvîya temenê navincî sala 1900ê 45 bû, sedsalekê paşê 79 û sala 2010ê 81.6.
Hêvîya temenê navincî yê siheta baş
(Espérance de vie en bonne santé)
Hejmara salên ku komeke mirovan dikarin hêvî bikin ku wê navsere bêyî ku astengîyeke wan a mezin a tenduristîyê hebe, bijîn. Li Fransayê hêvîya temenê navincî yê "siheta baş" weke 63.3 tê texmîn kirin (ji bo jinan 64.3 û ji bo mêran 62)
Mezinbûna para pîr û kalan
(Gérontocroissance)
Di nav şênîyeke diyar de zêdebûna hejmara mirovên pîr û kal.
Zivistana demografîk
(Hiver démographique)
Rewşa welatekî ku lê rêjeya zarokanînê di dawîya derbasbûna demografîk (li maneya vê peyvê binihêre) de jî her kêm dibe, tevî ku rêjeya mirinan bi îstîqrar dibe –ev yek îşaret bi pîr û kalbûna serjimaran bi rîtmekî kêm û zêde bi lez dike.
Nîşandera sentetîk a zarokanînê (Indice synthétique de fécondité)
Nîşandera statîstîk (bi hejmara zarokan a serê jinekê tê derbirîn) e ku bi mîqdara rêjeya zarokanînê li gor temen tê hesab kirin. Ji bo Fransaya ewropî sala 2008ê ev nîşander serê jinê 1.98 zarok bû yan jî em bi awayekî zelaltir îfade bikin, serê 10 000 jinan 19 882 zarok dikevin. Ev hejmar bi komkirina serhev a rêjeya zarokanînê ya jinên 15 salî (di vî temenî de 5 zarokanîn serê 10 000 jinê), ya jinên 16 salî (19 zarokanîn serê 10 000 jinan), ya yên 17 salî .... heta bi rêjeya zarokanînê ya jinên 49 salî (1 serê 10 000 jinan) tê hesab kirin.
Koçberîya muteşebbisî
(Migration entrepreneuriale)
Koçberî ye ku sedema wê biryarên muteşebbisî ne ku dikin hevkarên wan koçber bibin, yan jî mirovên karkir-çalak in yên ku dixwazin sûdê ji wan erdan bigirin ku bêhtir wan di warê pîşeyî de razî dikin.
Koçberîya aborî
(Migration économique)
Cihguhertina navneteweyî ya wan mirovan e ku hez dikin li derveyî qada xwe ya neteweyî kar bikin, pirî caran newekhevîyeke şert û mercan yan jî hêvîya awayê jîyanê ya di navbera welatê jê tên û welatê berê xwe didinê de dibe sedema vê koçberîyê. Ew para bêhtir çareserîya dawî ya wan mirovan e ku ji perîşanîyê direvin, lê herweha her diçe bêhtir ya wan kesan e jî ku ketine dûv hêvî û asoyên nû yên pîşeyî.
Koçberîya malbatî
(Migration familiale)
Bi çûna cem kesekî yan jî gelek kesên berê koçber bûyî, cihguhertina malbatan yan jî hin endamên wan. Jê re herweha anîna cem hev a malbatî jî tê gotin.
Pîramîda temenan
(Pyramide des âges)
Temsîla li gor temen û cins dabeşbûna serjimarekê ye. Bi giştî du şemayên ku li pey hev in ku jin û mêran ji hev dikin. Ji jor ber bi jêr ve qismên temen hene û berwarî jî hejmara endamên serjimarê di her qismê temen de hene. Dema ku hejmara zarokan ji ya mirovên bi emr kêmtir e behsa pîramîda temenan a serberjêr tê kirin (lewre jêra pîramîdê ziravtir dibe û jora wê stûrtir).
Rêjeya hewcedarîya giştî
(Rapport de dépendance totale)
Hejmara ciwan (zarok û ciwanên nû digihîjin) û mirovên pîr û kal e, li gor serjimara mirovên gihiştî yên di temenê karkirinê de. Yên pêşî behsa wan hat kirin hewceyî yên paşê behsa wan bûyî ne, ji bo misogerkirina sihet û başîya xwe û hwd...
Rêjeya mêrtîyê ya navincî
(Rapport de masculinité moyen)
(bi ingilîzî: sex ratio)
Hejmara endamên mêr yên nufûsekê li gor sed mirovên ji zayenda mê.
Rêjeya mêrtîyê di jidayikbûnê de
(Rapport de masculinité à la naissance)
Hejmara kurên nû jidayikbûyî li gor keçên nû jidayikbûyî di nav serjimareke diyar de. Bi giştî ev pêwendî serê 100 keçan 105 kur in. Li gelek welatên asyewî (Çîn, Hindistan ... ) tercîha ji bo kuran tewazûna vê pêwendîyê xira kir.
Rejîma demografîk
(Régime démographique)
Tevahîya xisletên zarokanînê û mirinê yên welatekî û awayê ku ev her du li welatekî xwe bi rêkûpêk dikin. Weke mînak dema ku hem rêjeya zarokanînê û hem jî ya mirinê bilind bin, behsa "rejîma sereke" tê kirin.
Sînorê şûngirtina besît a nifşan
(Seuil de simple remplacement
des générations)
Nîşandera zarokanîna pêwîst e, ji bo ku şûna jinên nifşekî bi hejmareke wekhev di nifşê bê de were girtin, ango sîhsalek paşê. Li welatên ku rêjeya mirina zarokên nû jidayikbûyî, ya zarok û ciwanan û ya dayikan pir kêm e, ev sînor serê jinê 2.1 zarok in yan jî weke li Fransayê piçekî ji vê hindiktir e. Dema ku rêjeya van mirinan bilind e, hingê ev sînor jî bilind e; weke mînak li Komara Domînîk ev sînor 2.2 zarok in, li Yemenê 2.4, li Gîneyê 2.7 û li Zîmbabweyê 3.1.
Rêjeya mezinbûna xwezayî
(Taux d’accroissement naturel)
Cudatîya di navbera hejmara zarokanînan û ya mirinan de li gor serjimara sala ku li ber çavan tê girtin.
Rêjeya mirinê
(Taux de mortalité)
Hejmara mirinan di peryodekê (bi giştî sal) de li gor serjimara heman peryodê.
Rêjeya mirina zarokên nûjidayikbûyî
(Taux de mortalité infantile)
Hejmara zarokên berîya ku sala xwe temam bikin dimirin, li gor hezar zarokên sax yên heman peryodê.
Rêjeya mirina zarokên temenbiçûk
(Taux de mortalité juvénile)
Hejmara zarokên ku berîya 5 salîya xwe temam bikin dimirin, li gor hezar zarokên sax yên heman peryodê.
Rêjeya mirina zarok û ciwanan
(Taux de mortalité infanto-
adolescente)
Hejmara mirîyên nifşê temenê wî di navbera saleke temamkirî û temenê gihiştîbûnê de, ango zarok û ciwan (bi giştî berîya 20 salî), li gor hejmara jidayikbûnên heman nifşê.
Rêjeya mirina dayikan
(Taux de mortalité maternelle)
Hejmara jinên ku ji ber zarokanînê yan jî di encama wê de dimirin, li gor 100 000 zarokanînên sax yên di nava saleke diyar de.
Rêjeya zarokanînê
(Taux de natalité)
Hejmara zarokanînên sax di nava peryodekê (bi giştî sal) de li gor serjimara navincî ya heman peryodê.
Derbasbûna demografîk
(Transition démographique)
Perîyoda ku tê de nufûsek ji rejîmeke rêjeya mirinan û rêjeya zarokanînê bilind, derbasî rejîmeke rêjeya mirinan kêm û ya zarokanînê lawaz dibe. Ev peryod dikare dema wê û gurayîya wê guhertîbe. Weke mînak derbasbûnê li Swêdê sala 1815ê dest pê kir û sala 1965ê bi dawî hat, di nav vê peryodê de nufûsa Swêdê 3.5 caran ji berê zêde bû. Li Meksîkayê derbasbûnê 90 salan dewam kir, ji 1920ê heta 2010ê, di vê peryodê de nufûsa welêt bêhtirî 8 caran ji berê zêde bû.
Pîrbûna nufûsekê
(Vieillissement d’une population)
Zêdebûna nisbeta hejmara pîr û kalan di nav nufûseke giştî de.
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê
Georges Minois:
Demograf. Ev tekst ji pirtûka wî ya dawîn Le poids du nombre / Giranîya jimarê hatiye girtin, Weşanên Perrin, Paris, 2011
- Aristo, Les politiques / Siyasetmedar, VII, 4, 1326a
- Berhema navbihurî
- Tite-Live, Dîroka Romayê
- Thomas Malthus, Essai sur le principe de population / Li ser prensîpa nifûsê ceribandin, 1803
- Karl Marx, Kapîtal
- Heman berhem
- Salman Rushdie, "Imagine there’s no Heaven /Bifikire ku bihişt tunebe", jêgirtina di Christopher Hitchens, The portable atheist/Kompîtura mobîl a xwedênenas, Da Capo Press, Philadelphia, 2007
Wergera ji fransî: Yakûb Karademir


