Gelo Valonya dê heta hetayê sosyalîst bimîne?
27’ê Gulana 2009’an, roja çarşemê. Bûyer di weşana bernameya siyasî "Huis clos" (ji raya giştî veşartî) ya saziya Radyo û Televizyona Belçîkî ya Fransewîaxêv (RTBF) qewimî. Di nava deh rojan de hilbijêrên valonî dê hikumeta xwe ya herêmî hildibijêrin. Li gorî anketan rêjeya dengan a Partiya sosyalîst (PS) û ya Tevgera reformator (MR, lîberal) weke hev bûn.
Di bernameya zindî de him serokê PS’yê Elio Di Rupo û him serokê MR’yê Didier Reynders gellekî êrîşkar û heta qure bûn. Di Rupo tîra xwe ya êrîşa devkî tûj kir: "ji bo birêvebirina Bruksel û Valonyayê, ez bi MR’yê re nabim yek." Di sîstemeke hevgirtî ya belçîkî de ku ji bo dijberiyên îdeolojîk kêm meyildar e, peyama ku vê yekê dayî hilbijêran zelal e. Yekî ji me tercîh bikin!
"Hemleya" Di Rupo yê bi rastî ne di rewşeke xurt de ye, Têra xwe wêrek xuya dikir. Li navenda PS’yê birêvebiriya kampanyaya hilbijartinan êdî hêdî hêdî bi bayê têkçûnê hisiya. Çarçoveya siyasî ji bo wan xwe bi rengekî dramatîk da der. Ji sala 2005’an û vir ve skandalên li ser hev ên rayedarên payebilind derb li PS’yê dan. Lîsteya "skandalên" nû li Charleroi’yê dest pê kir; li vî bajarî jêxwarin û dizîna fonên dewletê kir ku gellek endamên meclîsa şaredariyê, kevnesenatorek, berpirsiyarên sazi-yên dewletê û heta serokwezîrê herêma Valonyayê Jean-Claude van Cauwenberghe ji wezîfe û erkên xwe bên bidûrxistin (2005). Piştî çar salan xelkê ev yek pirsî. Kîjan partî dikare xwe li ber demeke evqasî reştarî bigire, bêyî ku hilbijêrên wê kêm bibin?
Bersiv: Partiya Sosyalîst a valonî. Di encama hilbijartinên 7’ê hezîrana 2009’an de % 32.77’ê dengan bi dest xist, MR’yê % 23.41’ê dengan stend. Heta PS ji 97 kantonan li 53’an bi ser ket. Gelo herêma valon û PS wê heta hetayê bi hev ve girêdayî bin?
Dîrok dibe ku mirovan bixapîne jî. Ji destpêka pêkhatina herêma valon ango ji 1980’yî û vir ve PS di hikumeta federal de muxalefeta siyaseta rast e, lê herêmê bi rê ve dibe. Di dirêjahiya van salên 1980’yî de jihevdeketina sektora pîşesaziya hesin bû sedema pirsgirêkên ciddî yên civakî. Hevnivîskarê l’Encyclopédie du Mouvement wallon (Ansîklopediya tevgera valonî) dîrokzan Philippe Destatte ji bo van salan dibêje "Valonya weke cîhê liberxwedana li dijî zexteke lîberalîzasyona aboriyê xuya dikir. Ev serdema bi grevan têrûtijî, Valonyayê bi PS’yê re dike yek."
Hêmanekî din ku para wî di têkilhevbûna herêma valon û PS’yê de heye ev e: birêxistinkirina desthilatdariya siyasî û saziyên dewletê li Belçîkayê rolekî mezin didin partiyan. Ev jî dike ku siyasetzanê Navenda Lêkolîn û Agahiyên Civakî-Siyasî (CRISP) Jean Faniel bibêje, "serokên partiyan xwediyê hêza siyasî ne". Di Rupo erk û pozîsyonan li tevahiya qonaxên desthilatdariyê koordîne dike. Ew bazara hevgirtin û lihevkirina hikumetê dike, birêvebirên kabîneyê, konseyan û wezîran pêşniyaz dike... û heta navê serokwezîrê herêmê jî. Ji bo bersivê bide pirsa ka siyasetvanê herî xwedî bandor yê li Valonyayê kî ye, Faniel di navbera serokê PS’yê (Di Rupo) û serokwezîrê herêma valon (Rudy Demotte) de qet bêyî ku zêde dudil bibe dibijêre: "Elio di Rupo ye. Di Rupo bi xwe Demotte wezîfedar kir û Di Rupo dikare wî ji wezîfeyê dûr jî bixe." Ev girêdana ji nêz ve bivênevê dike ku pirsa tevlihevbûna şêwazan bê kirin. Destatte piştrast dike ku "mirov timî ji xwe dipirse ka motîvasyona serokwezîr çi ye. Rudy Demotte xwedî hişdariyeke bi rastî ya berjewendiya gelemperî ye, lê belê çi pê tê dema ku berjewendiyên herêmê û yên partiyê li rastî hev tên an jî bi hev re nakok in? Êdî ya dimîne, tercîha di navbera du wateyan de ye. Tu serokwezîr ji partiyê azad nîne".
Sedema îmaja Valonyayeke heta hetayê sosyalîst ew e ku bi rengekî mirovan ecêbmayî bihêle, demeke dirêj PS li başûrê Belçîkayê desthilatdar e. Di nava çil salan de ku herêm bi awayekî fermî heye, PS’yê sîh û heft salan di nava hikumeta koalîsyonê de cîhê xwe girt. Û heke bobelatek neyê serê wê, ew ê herêmê heta sala 2014’an bi rê ve bibe. Naxwe, gelo li ser erdên welatê valonan nabe ku dengê partiyên desthilatdar kêm bibe?
PS li Belçîkayê di qonaxên desthilatdariyê hemûyan de cîhê xwe digire (herêmî, federal û şaredarî). Ji heft bajarên mezin ên Valonyayê bi tenê li Namurê (paytext) bi ser neket. Çaryekê hilbijartiyên herêmî (endamên meclîsên şaredariyan) endamên PS’yê ne. Hema hema ji pênc şaredariyan yek bi pirraniyeke mutleq a sosyalîst tê birêvebirin. Ev qada fireh a ku PS tê de çalak e, dibe ku bibe sedema peydabûna sîstemeke bertîlê û kurtêlxwariyê, lê ew di heman demê de nêzîkbûneke gel a bi rastî jî xurt dike. Rojnamevan û çavdêrekî xwe dayî qebûlkirin ê cîhana siyasî Luc Deval weha rave dike: "gellek mirov dengê xwe didin kesekî ku nas dikin. Û li gorî mentiqa têkiliya yekser a bi gel re, PS hê jî rêxistineke tekûz e. Ew bi rengekî li ser qada siyasî ye ku pêkhatinên din, ji ber sedemên hesabê hejmara jî mabe, nikarin weke wê bikin. Di mijara têkiliyên bi xelkê welêt re kezeba mirovî ji wan diqete, lê belê weke nûnerên bazirganiyê (şîrketan) bi xelkê re di nava têkiliyan de ne. Û ev sîstem ji nifşekî bi hêsanî û baş derbasî nifşê din dibe. Nifşê nû yê berpirsiyar, vê rêûresmê misêwa dewam dike. Min Paul Magnette li Hola Cîhana Komeleyan a li Marchienne’ê dît. Û hindik mabû di pêşangeheke resman a hevalan de jî ya li pişta kafe-bistroyekê organîzekirî, ez dîsa li rastî wî bêm!"
Di encamê de partiyê hejmara endamên xwe weke 100 000’î aşkere kir û ev hejmar ji tevahiya endamên partiyên mayî bêhtir e. Sekreterê giştî yê Federasyona Giştî ya Kar a Belçîkayê (FGTB) Thiery Bodson jî piştrast dike ku "yekîtiyên sosyalîst ên herêmî (USC) girêdaneke xurt a bi xelkê re mumkin dikin. Ez li gundekî serjimara wê 13 000 dimam û li wir 300 milîtanên PS’yê hebûn. Van milîtanan herkes nas dikir, ev yek tekûz bû." PS têkiliyên taybet bi FGTB’ê re dewam dike ku li Valonyayê hejmara endamên wê 600 000 e. Girêdanên di navbera herdu strukturan de tên destekkirin. Weke mînak FGTB di mekteba siyasî ya PS’yê weke çavdêr cîhê xwe digire. Û 29’ê gulana 2009’an ango çar rojan piştî lihevnekirina bi lîberalên li jor behskirî re, sendîkayê danezanek weşand û got "sosyalîst nebin, ji ber ewlekariya civakî jî wê tiştekî zêde nemîne". Gelo em dikarin behsa lihevhatineke nehênî ya di navbera desthilatdarî û dij-desthilatdariyê bikin? Bodson rewşê piçekî nerm dike: "Di partiyê de du kursiyên me hene, lê belê heke biryar li buroyê bên dayîn, ev ê bê zanîn. Ev cîhekî agahdariyê ye ku divê dawî li xisleta wê ya pîroz bên anîn. Cîhek e ku agahdariyên balkêş tên standin û peyam tên ragihandin." Li aliyê din Faniel gumanan ji bikêrhatîbûna pêşniyazeke hilbijartinê dike: "FGTB struktureke gellekî pirreng û gellekî heterojen e. Di navê de beşên pîşeyî û navpîşeyî xwedî xweseriyeke mezin in û ji ber vê jî bangeke siyasî yan bê bandor e, yan jî bandora wê kêm e."
Heke ji PS’yê tê ku bi rengekî li herdeverê hebe, yek ji sedemên vê jêhatîbûna wê ew e ku dikare rûyê xwe yê ber bi der ve nû bike. Di Rupo xwe jê venade ku zilamên mîna Paul Magnette, Jean-Claude Marcourt, Jean-Marc Delizée û Jean-Charles Luperto û jinên mîna Marie Arena û Eliane Tillieux yên nayên nasîn teşwîq bike û payeyên wan bilind bike... Ev stratejî li gora daxwaza bilindkirina payeyan a kadroyan e ku ji ezmûna parkûra milîtanan a klasîk hatiye şuştin, û herweha ji bo ciwankirin, jinkirina û xurtkirina hîmên herêmî ye.
Erê desthilatdar e, dîsa jî ji partiyê tê ku redkirin û liberxwedana li dijî neolîberalîzmê bi gewde bike. Dewleta federal a belçîkî nûneriya vê neolîberalîzmê dike. Yek ji sedemên vê nîqaşê sîstema hilbijartinê ye ku hevgirtinan ferz dike. Ev hevgirtinên ferzkirî destûrê didin ku PS xwe ji siyaseta tê birêvebirin bişo. Sedemeke din jî ew e ku Di Rupo retorîkeke "çepê" nîşan dide.
PS’ya ku lîberal carinan destekê didinê, carinan weha difikire ku hawîrdorparêz û Navenda Demokrat Humanîst (cdH) – kevnepartiya sosyalîst xirîstiyan (PSC) – peykên sosyalîzmê pêktînin. Sala 2002’yan hawîrdorparêz ketin nav siyaseteke "nêzîkbûna çepan" ku kir ew bi PS’yê ve bên girêdan, di heman wextî de têkiliyên cdH’yê bi partiya gulê (PS) re gellekî koordînekirî ne. Li derdora komeleyî jî PS pêşîlêvekirin û hevgirtinên xwe zêde dike, bi rengekî weke ku li bingehên nû yên hilbijêran bigere. PS’ya bi awayekî dîrokî laîk, di bin birêvebiriya Di Rupo de xwe nêzî Tevgera karker a demokrat (MOC) kir. Heta, PS’yê Christiane Vienne, yek ji kevne-sekreterên giştî yê MOC’yê, weke wezîra tenduristî, karûbarên civakî û wekheviya derfetan a Valonyayê destnîşan kir (2004-2007).
Ango ew karê serketî ji PS’yê tê ku di heman demê de him kevin be him ciwan, him dijber û him desthilatdar, di axaftinê de çep û di kirin û pratîkê de navend-çep be: di nava lîberalkirina xizmetên dewletê de, di kontrola ecêb zêde ya bêkaran û dirêjkirina dema kariyerê pîşeyî de cîhê xwe digire. Lê dîsa jî ev partî bi xwe doza zêdekirina hin alîkariyên civakî dike, ji bo qanûnîkirina kesên bêkaxiz (qaçax) li welêt dimînin, pîvanên darîçav pêşniyaz dike daku keyfiyeta birêvebiriyê sînordar bike, herweha ji bo sînordarkirina mîqdara "lihevkirina zêrîn" û heta bacstendina ji prosedurên nukleer jî PS’yê pêşniyazên darîçav kirin.
Desatte vê pirrnasnameyîbûna partiyê bi rengekî erênî tîne zimên: "du aliyên Valonyayê hene: hîmê wê yê kevin ku xwe disipêre çanda pîşesaziyê ya ku girêdayî sosyalîzm û sendîkavaniyê ye û çanda nû ya birêvebirina civakê tevî aboriyên cluster, biyoteknîk û hwd. Ya ku mirovan matmayî dihêle ew e ku PS li herdu aliyan e! Ew di heman demê de him parçeyekî zehmetiyan e û him jî parçeyekî veguherînê ye. Li gorî partiyên din weke ku dev ji pozîsyona xwe berdabe xuya nake (ango hevgirtî ye); zehmet e partiyên din cîhê xwe li aliyê ji bo guhertinê bigirin." Ev yek jî herweha rave dike ka ji bo çi hêzeke ji PS’yê çeptir dernakeve holê: PS her deverê dagir dike.
Tiştek zelal xuya dike: PS dê desthilatdariya xwe biparêze û pêwîstiyên wê pêk bîne. Di Rupo hewaya beriya hilbijartinên 7’ê hezîrana 2009’an bi bîr xist û rave kir ku "gellek fikirîn ku divê PS ji tevahiya hikûmetan vekişe û di serî de ji ya federal. Ceynikên min ji vî rengê nihêrîna li tiştan diaran. Dema mirov di nava çalakiya siyasî de ye tu caran dest jê bernade, pêk tîne. Heke em deriyan li pişt xwe dadin, dadana deriyan 48 saetan dikişîne, û paşê derî girtî ne, dibe ku ji bo bîst salan girtî bimînin".
Di vê demê de Belçîka bi qeyranên aborî, civakî û hawîrdorî re rûbirû ye. Bi ser de jî, jiyana li welatekî ku êdî ji hebûna xwe bi xwe jî ne piştrast e, ji bo welatiyê valonî li neewlebûna kar zêde dibe. Di vê rewşê de ev îmaja partiya "berpirsiyar" dikare mirovan qane bike. Gelo mumkin e ku mirov neewlebûnê hê zêdetir bike? Di dema guftogoyên hîpotetîk ên li ser pêkanîna hikumeteke federal (a dawî?) ku dawî li wan nayê de aktorê siyasî yê fransewîaxêv ê herî darîçav Di Rupo, her diçe bêhtir li başûrê welêt stûnekê bi gewde dike ku welat dê xwe di rewşa cihêbûnê de bisipêriyê.
Gelo Valonya dê heta hetayê sosyalîst bimîne? Navek li vir kêm e ku wisa nafikire: "Alternatîf mumkin e. Heke Reynders di 2009’an de ewqasî êrîşkar nebûya, PS’yê bêguman wê Valonya ji dest bida. Ango girêdan heta hetayê nîne". Li aliyê din Faniel bi bîr dixe ku sala 2007’an (hilbijartinên federal) rewşa PS’yê bi % 27’ê dengan li Valonyayê bi awayekî zelal kêmtir baş bû. Lîberalan dabû pêşiya wan. Ango guhertina valon mumkin xuya dike. Pirs êdî ew e, heke ev guhertin pêk bê, gelo ew ê bi kêr bê.
Olivier Bailly: Rojnamevan, Bruksel.
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

