Gelo li Kubayê rota tê guhertin?
Serokê Kubayê, Raul Castro, 1’ê tebaxa 2010’an, li hember Parlamentoya Neteweyî ya Xelkî, tedbîrên desteya wezîran ji bo kêmkirina hejmara karmendên dewletê ku weke zêde bin tên dîtin bi vî rengî dan naskirin: "Biryarên girîng ên ku guherîneke tevnî û hişmendî pêk tînin." Di 14’ê îlona 2010’an de, navenda karkerên Kubayî (NKK) da zanîn ku ji nuha heta adara 2011’an pêncsed hezar karên dewletê wê jê werin birin; ev jî pêkanîna vê "nûkirina modela aborî" ye.
Di danezana xwe de navend sedema biryara xwe bi van pêdiviyan ve girê dide : "bilindkirina berhemdarî û kalîteya xizmetan, kêmkirina mesrefên civakî yên gellekî zêde, ji holê rakirina belaşkariya bêsedem û subvansiyonên ji heddê xwe zêdetir". Ji sedî heştêyê nufûsa kubayî ya kar dike, meaşê xwe ji dewletê distîne ku hejmara wan çar milyon û çarsed hezar e. Li gorî texmîna Raul Castro ji çar paran pareke vê hejmarê ji ya pêwîst zêdetir e. Sererastkirina ku 14’ê îlonê hat ragihandin – ku bi tenê % 12’ê xebatkarên sektora dewletê dikevine ber – bi tenê gava pêşî ya reformeke weha ye ku % 20’ê nufûsa ku kar dike, dê bikeve ber: ji bo Leonardo Padura "hejmareke weha ye ku mirov jê ditirse".
Bi lez û bez gellek şîroveyên pirrî caran bi hev re nakok peyda bûn. Beriya demeke kurt hat ragihandin ku pênc sed hezar kes dê ji kar werin derxistin û ji ber vê mirov dikeve baweriya ku guherîna modeleke ku êdî bêhn lê çikiyaye, di serê Castro de heye.
Nîqaşeke bi sê dengan
Di hevpeyvînekê de, ku bi kovara mehane ya amerîkî "The Atlantic" re kiribû – 8’ê îlona 2010’an hat weşandin – Fidel Castro digot, modela Kubayê "êdî bikêrhatî naxebite". Tevî ku ev îfade bûn sedema şîroveyên dijberî hev jî, danezana ku sekreteriya giştî ya NKK’yê hefteyek bi şûn de weşand, dike ku mirov vê daxuyaniyê li gorî pîvana vê nûsaziya radîkal a modela kubayî ya aborî û civakî de şîrove bike.
Piştî başbûneke di salên 2000’î de welat ji nû ve kete rewşeke gellekî dijwar. Aborîzan Omar Everleny Perez vê tesbîtê dike: "dema mirov bala xwe dide buhayê tiştên xwarinê yên li bazaran, hatina aborî a ferdî têra mesrefên sereke yên malbateke Kubayî ya normal nake (1). Ji ber vê yekê, ji beşekî xelkê Kubayê nikare pêdiviyên xwe yên sereke peyda bike." Çareserî çi ye? Ji bo jiyanê, mirov ji nû ve berê xwe didin karên piçûk. Li gorî navenda lêkolînên aboriya Kubayê (NLAK), gellek sedemên xirabtirbûna vê qeyranê hene. Di destpêkê de sedemên konjonkturel: xirabbûna mercên bihevguherînê (2) (erzanbûna nîkelê û buhabûna kirîna ji derve ya enerjiyê û tiştên xwarinê), encamên sê bahozên ku di 2008’an de girav wêran kirin û bandora qeyrana navneteweyî. Bi dû re jî, sedemên sazûmanî hene: ji bilî ambargoya amerîkî, lêkolîner balê dikişînin ser lawazî û newekheviyên hundir ên sîstema aborî û herweha bandorên bêyom ên di aboriya welêt de bikaranîna bi hev re ya du pereyan, yek jê yê lawaz (peso) û yê din jî yê xurt (pesoyê ku dikare were serfkirin). Pirsgirêkeke din: berhemdariya pirr qels a sektora çandiniyê ya dewletê – tevî ku sektora taybet % 70’yê berhemên neteweyî hildiberîne jî – ku ferz dike ku welat bêtirî ji sê paran duyê xwarina xwe ji derve bikirre. Ji bo Raul Castro ev mijarek e ku yekser bi "ewlekariya neteweyî" ve girêdayî ye. Em behsa hilberîna şekir bikin (di 2010’an de nêzî milyonek ton berhem) ku ji gellek salan û vir ve her ku diçe kêm dibe, rojnameya Partiya Kommunîst a Kubayê (PCC) Granma’yê ew weke "xembar" nirxand.
Ji dema ku hatiye ser karî û vir ve, ango ev çar sal çêbûn ku Raul Castro her dubare dike ku reformên "tevnî" xwe ferz dikin. Lê belê heta nuha bi tenê tedbîrên sînordar hatine qebûlkirin: di çandiniyê de (belavkirina erdên çandiniyê ya li şexsan) (3) û herweha di xizmetan de jî tedbîrên ji bo teşwîqkirina însiyatîfa taybet. Di daxuyaniyên fermî de, danezanên ku "wekhevîparêziyê" ji nû ve derdixin pêş û jêbirina subvansiyonên ku her ku diçe zêde dibe bi hev re dimeşin: di şîrketên dewletê de rakirina kantînan, kêmkirina bûrsan û hejmara qeydiyên zanîngehan, 5 salan zêdekirina temenê teqawîtbûnê û danezana îhtîmala jêbirina libreta (karneya pêdiviyên sereke). Van hemû biryaran kir ku fikar bi xelkê welêt re çêbibin, nexasim bi yên herî xizan re.
Li gorî texmînan, % 20’ê xelkê welêt di şert û mercên di bin sînorê xizaniyê de dijî (4). Lewma danezana NKK’yê destnîşan dike ku "êdî ew ê ne mumkin be ku karkerên ji kar hatî derxistin werin parastin yan jî mirov meaşekî daîmî ji wan re misoger bike". Birêvebirên sendîkayan dê "di bin birêvebiriya partiyê de piştgiriyê" bidin pêvajoyê. Karkerên ku ji kar hatine derxistin an divê berê xwe bidin sektorên dewletê yên ku pêdiviya wan bi karker û xebatkaran heye (çandinî, avahîsazî, pîşesazî), yan jî sektora taybet: karê bi serê xwe, koperatîf, kirêkirina xaniyan hin mînak in. Qanûneke nû ya demkurt hat qebûlkirin da ku derfet û îhtîmalan zêdetir bike. Bi vê qanûnê ve, weke mînak, destûr tê dayîn ku kar bidin xelkê, ev jî dibe ku destpêkeke bazareke karî pêk bîne. Em dibînin ku reformên aborî ku cîhekî gellekî zêdetir girîng didin bazarê pêk tên û awayên milkiyetê jî cihêreng dikin. Dewlet erka "birêkûpêkkirinê" digire ser milên xwe û dema ku vê dike jî xwe ji gellek barên mesrefên civakî jî xilas dike.
Lê belê, gelo bi rastî ev yek baweriyê dide, eger mirov pêşniyarî kesên ji kar hatî d erxistin (karker, karmendên dewletê) bike ku bibin cotkar an jî karkerên avahîsaziyê? Gelo kar û barên sektora taybet dê karibin cîhê karên jêbirî bigirin? Gellek kes gumanê jê dikin û biryarên bi awayekî burokratîk hatine girtin rexne dikin. Ji ber vê jî 6. Kongreya Partiya Komunîst ya Kubayê hate taloqkirin (5). Ji salan û vir ve ye ku qeyranê nîqaşek li ser stratejiya bipêşxistin û mercên parastina destketiyên civakî derxistiye holê. Helwêsta kesên ku derdikevin derveyî xeta fermî li aliyekî, em dikarin bi awayekî şematîk bibêjin ku sê meyilên cihê – yên nebiryardar (ku tim diçin û tên) – di nava rejîmê bi xwe de hene.
Di serî de meyila koma birêvebir û partîzanên reformên lîberal heye. Ev komek e ku bi awayekî berfereh ji aliyê Raul Castro ve hat nûkirin. Burokratên ji eskeriyê tên di nava vê komê de xwediyê gellek wezifeyan in. Ji bo wan "wekhevîparêzî" û "paternalîzm (6)" – ku weke parastineke civakî ya zêde û ne weke desteserkirina desthilatdariyê tê dîtin – çavkaniya tevahiya zehmetiyan in. Wan vê dawiyê piştgiriya Fidel Castro a pratîk jî stend. Nuha ew hêrî bîra wê nabin ku sedemên berhemdariya kêm a kar û bêkêriya sîstemê analîz bikin, lê belê kêmbûna motîvasyona karkeran tawanbar dikin. Dema ku Raul Castro 1’ê tebaxa 2010’an da zanîn ku "nabe ku Kuba bibe yekane welatê ser rûyê erdê ku mirov lê bêyî ku kar bike bijî" nerazîbûneke mezin dida der: sedema nekirina kar pirrî caran ji ber karekî neqanûnî ye ku ji bo jiyanê pêwîst e. Dibe ku mirov ji eskerên ku midûrên şîrketan in bibihîse ku li pêşiya Kubayê tu rêya din nîne û divê "weke Vîetnam û Çînê" xwe li şert û mercên globalbûnê bîne; bê guman, ew ê taybetmendiyên xwe jî li ber çavan bigire. Tirsa veşartî ew e ku girêdana zêde ya yekser a bi Venezuella re welêt qels û lawaz bike, çawa berê rewşa bi Yekîtiya Sovyetan re wisa bû. Venezuella hevkarê sereke yê Kubayê ye, danûstendinên herdu welatan yên bi hev re % 18.5’ê firotina ber bi derve ve ya Kubayê, % 29.2’ê kirîna wê ya ji derve pêk tîne; di nava vî hesabî de nod û şeş hezar warîl petrola rojane ku Venezuella dide Kubayê jî nîne.
Helwêsta duyem, pirrî caran weke muhafezakar tê nirxandin û ji berpirsiyarên Partiya Komunîst ya Kubayê û hin kadroyên birêveberiyê pêk tê. Ew ji ber tecrubeya "Gorbaçevê sêhrbaz yê xeşîm" tirsiyane û ji ber wê naxwazin tu tiştî biguherin, lewre ditirsin ku pêvajoyeke weha bidin destpêkirin ku nikaribe were kontrolkirin. Herçend kêm caran daxuyaniyan didin jî, ew hêzeke laşgiran a têra xwe girîng in.
Hestiyariyeke sêyem ku xwe pirr dide der, nihêrîna întellektuel, xwendekar, milîtanên Partiya Komunîst ya Kubayê û hunermendan e. Ev derdor pêşniyar dikin ku demokrasiya siyasî û civakî hem di saziyan û hem jî li cîhên hilberînê were firehkirin. Lê belê heterojenbûna vê tevgera ku "kesên ji warên cude di navê de ne", zirarê li wê dike.
"Daxwaza me ne yekdengiyeke lihevçêkirî ye"
Pedro Campos jî ku kevne-dîplomatek e û berê di wezareta karê hundir de xebitiye, di 2008’an de "pêşniyarên bernamewarî ji bo sosyalîzmeke demokratîk û weha ku herkesî re vekirî be" aşkere kiribûn (7). Ev pêşniyar tu carî nebûn mijara nîqaşên xelkê welatî. Yên ku li zengila hawarê dixin, bi xwe gellek in. Ew dixwazin ku şert û mercên beşdarbûn û xwebirêvebirinê werin nîqaşkirin da ku "vê modela ku kapasîteya xwe ya liberxwedanê ku di nava wê de hebû wenda kiriye" were guhertin (8). Leonardo Padura bi awayekî hişk dikeve navberê: "hukumet naxwaze sîstema siyasî reforme bike (…) ew li çareseriyên din ên aborî digerre ku wê pozîsyona wê ya siyasî xurt bikin (9)."
Nîqaşên li ser opsiyonên stratejîk li gellek navendên zanîngehan (10), di kovarên navdar ên mîna Temas’ê yan jî li ser înternetê (li girava serjimara wê yanzdeh milyon e, milyonek û şeşsedhezar bikarhênerên înternetê hene) tên teşwîqkirin. Dîsa jî çapemeniya mezin a neteweyî ku di kontrola Partiya Komunîst de ye û cîh neda van nîqaşan, tevî ku Serokdewletê Kubayê bi xwe beriya du salan ev yek weke pêwîst nirxandibû: "daxwaza me ne yekdengiyeke lihevçêkirî ye, çi li ser vê mijarê û çi li ser mijareke din (11)."
Piştî ku sala 2003’an di berdana girtiyan de bi rola navbênkar rabû, dêr jî bûye yek ji cîhên kêm yên nîqaşan ku ji herkesî re vekirî ye. Weke mînak em dikarin behsa 10. hefteya civakî ya katolîk bikin ku li Hawanayê entellektuelên ji Bakurê Amerîkayê û yên Kubayî anîn cem hev û axaftin û nîqaşên wê jî di kovara Espacio Laical de hatin weşandin (12). Kardînal Ortega bang li papa Benedîktê 16. kir da ku sala 2012’an, ango sala hilbijartinên serokdewletiyê, biçe serdana Kubayê. Li aliyê din, têkiliyên di navbera Hawana û Washingtonê de jî bi giranî hêdî bi pêş ve dikevin. Tevî ku hevdîtinên li ser tûrîzm û pîşesaziya petrolê – bi awayekî neberbiçav – pêk hatin, ambargo dewam dike. Bi awayekî nakokane îhtîmala pêşîlêvekirineke aborî ya welêt ku şîrketên amerîkî doza wê dikin, dibe sedema peydabûna fikarên kovara Foreign Affairs’ê ku guman li ser nîne ku dosta giravê be: pêşketineke bi vî rengî "bê guman, dê pîşesaziya tendurustiyê ya Kubayê lawaz bike. (…) Serêpêşî, ji ber ku bi hezaran doktor û hemşîreyên kubayî dê ji welêt derkevin, tevna wê ya tenduristiya gelemperiyê dê bi îhtîmaleke mezin texrîb bibe. Wekî din, şîrketên amerîkî yên ku armanca wan kar e, dê karibin a ku ji ber sîstema tenduristiyê mayî veguherînin navnîşana sereke ya pîşesaziya tûrîzma tibbî (13)".
Gelo divê em weke Wall Street Journal’ê bigihin encama "bernameya jikarderxistinê ya mezin", Kuba "berê xwe dide ber bi Kapîtalîzmê ve (14)"? Tevî ku îhtîmaleke bi vî rengî ji aliyê rayedarên kubayî ve ji binî ve tê redkirin jî, nabe ku mirov vê îhtmalê jî nebîne. Pêkhatina nû ya civakî ku encama reformên bazarê yên salên 1990’î ye, ya rastî bi kêrî peydabûna burjûwaziyeke piçûk a nû tê û dike ku newekheviyeke belloq nexasim beramberî xelkê reşik derkeve holê (15). Ji bo lêkolîner Armando Chaguaceda "heger rola bazarê weke aktorê aboriya neteweyî yê birêkûpêkkirinê qat bi qat zêde bibe, ji ber nebûna mekanîzmayên kontrolê û demokrasiya karkeran, dibe ku bandora wê ya îdeolojîk rê li ber peydabûna burjûwaziyekê veke (bi şêwazeke qanûnî, lewre di pratîkê de vaye ew pêk tê jî) ku têkiliyên wê yên bi dewletê re û yên navneteweyî dê hebin (16)".
Hingê, dawî dê li "modela civakî" ya kubayî bê.
Janette Habel:
Li Enstîtuya Lêkolînên Bilind ên Amerîkaya Latîn (Institut des hautes études d’Amérique latine) a Parîsê dersdar e.
- "Notas recientes sobre la economia en Cuba", Espacio Laical, Hawana, tîrmeh-îlon 2010
- Têkiliya di navbera pîvana buhayan û firotina ber bi derve û ji derve kirînê de
- Di gulana 2003’an de nêzî nehsed û bîst hezar hektar erd li şexsan hatin belavkirin. Lê belê nîvî ji van erdan yan nayê çandin yan jî zêdeyî heddê xwe tên çandin
- Binihere: Socialism and Democracy, hejmar 52, "Cuban Perspectives on Cuban Socialism", Somerville (DYA), adara 2010’an
- Kongreya berî ya dawîn, berî nuha bi sêzdeh salan civiyabû. Kongreya 6. diviya reformên hatî îlankirin, erê bikirana
- Jêrenota wergêr: helwêsta ku weke baveke li yên li derveyî xwe dinihêre
- Bixwîne: "Cuba en quête d’un modèle socialiste renouvelé", Le Monde diplomatique, çileya paşîna 2009’an
- Roberto Cobas Avivar, Kaosenlared, 13’ê îlona 2010’an
- IPS, Hawana, tebaxa 2010’an
- Weke mînak kursiyê Haydée-Santamaria, enstîtuya Juan- Marinello
- Axaftina 26’ê tîrmeha 2008’an li Santiagoya Kubayê
- Ji aliyê Konseya Laîkan a metrantiya Hawanayê ve hat weşandin
- Laurie Garrett, "Castrocare in Crisis", Foreign Affairs, New York, tîrmeh-tebax 2010
- The Wall Street Journal, New York, 14’ê îlona 2010’an
- Bixwîne: Mayra Espina, "Looking at Cuba today: Four assumptions and six interwined problems", Socialism and Democracy, hejmar 52, li jor behsa vê çavkaniyê hat kirin
- Nameyeke elektronîk ku ji nivîskarî re 16’ê îlona 2010’an hat şandin
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

