Gelo divê em pareyê deynan bidin?
Ji bo tesewirkirina deqîqeya diyarker, kêlîya ku nakokî diherikin navhev û îhtîmala "piştreyê" peyda dibe, konsepteke yewnanîyên berê hebû: Kayros. Ji dema ku xirecira darayî û malî derketiye holê, ya ku welatên ewropî yekî li pey yê din dide ber xwe, kêlîya serûbinîhevbûnê nêz dibe. Ji Atînayê heta bi Madrîdê hêrsa civakî zêde dibe: xwepêşandêrên ku meydanên bajaran dagîr dikin desthilatdarîya bankeyan û deynekî nerewa lê eşkere dikin. Li hemberî wan, lîberal cesaretê didin desthilatdarîyên rewabûna wan cihê nîqaşê ye da ku zûtir bikevin ser riya siyaseta hişk a malî, ango riya herî kurt a ber bi civaka ku ew xeyala wê dikin.
Berê, cîhana yekem hebû, "Bakur" ê ku weke blokeke dewlemend dihat nîşan kirin; cîhana duyem a welatên sovyetî û dawîyê, cîhana sêyem a ji welatên xizan ên başûr pêkhatî, welatên ku ji salên 1980yê ve jixwe di bin zordestîya Fona Darayî ya Navneteweyî (FDN) de bûn. Cîhana duyem li destpêka salên 1990ê li gel YKSSê ji hev bû. Krîza fînansî ya 2008ê rewşa cîhana yekem jî serobin kir; aniha, tu dabeşîya coxrafyayî ya minasib nemaye. Xelkê dinyayê tenê li du alîyan bi lêva dibe: Desteya kesên ku ji kapîtalîzma hevdem sûdê werdigirin û pirranîya ku ji ber wê êşê dikişîne - nemase ji ber mekanîzma deyn.
Di ber sî salên dawîn re, xelekên zirav ên zincîra aborîya dinyayî li Amerîkaya Latînî, li Asyayê an jî li cem welatên "di guherînê de" ên bloka Sovyeta berê peyda dibûn. Ji 2008ê ve, Yekîtîya Ewropî jî di bin şik û gumanan de ye. Li dawîya 2009ê, deynê derve yê welatên Amerîkaya Latînî % 23 yê Hasilaya Hundirîn a Xeyrîsafî (HHX) bû, lê li Almanyayê % 155, li Spanyayê % 187, li Yûnanîstanê % 191, li Fransayê % 205, li Portekîzê % 245 û li Îrlandayê % 1137 bû. (1) Diyardeyeke nedîtî ye.
Ne weke Dewletên Yekbûyî, ku dikarin li cem Rezerva Federal, nemaze bi riya derxistina diravê, pareyê nakît bistînin, welatên endam ên devera euroyî xwe ji aletekî bi vî rengî bê par hiştin: Statûyên Banka Navendî ya Ewropayî (BNE) fînansekirina rasterast a welatan li wan qedexe dikin. Lewre jî, li navbera 2007 û 2009ê de, dema ku ji bo "xilaskirina bankayan" dikevin tevgerê -bi mîktareke teva ya 1 200 mîlyar euroyên taahhut û misogerîyên cihê-, fînansmana wan girêdayî veberhênerên sazûmanî ye: Bi giranî fonên teqawidîyê, fîrmayên sîgorta û... bankayên ferdî.
Yek ji encamên nepayî yên krîzê jî jixwe ev bû ku bankavanên Ewropaya rojavayî, di serî de yên fransî û almanî, fonên ji hêla Rezerva Federal û BNEyê ve peydakirî bi kar anîn da ku li nav 2007 û 2009ê pêşkêşîya xwe li çend welatan (Yûnanîstan, Îrlanda, Portekîz, Spanya) zêde bikin û qezencên mezin li wir çêbikin. Ji xezîrana 2007ê (destpêka krîza subprîman) û îlona 2008ê (îflasa Lehman Brothers), peydayên bankayên ferdî yên Ewropaya rojavayî ji Yûnanîstanê re % 33 zêde bûn, ji 120 mîlyar bo 160 mîlyar euroyan.
Li bihara 2010ê, di gel ku devera euroyî di heyameke bêistiqrarîya mezin de ye, BNE pereyan ji bo bankayên ferdî peyda dike, bi rêjeya nizim a % 1. Lê belê, heman banke ji welatên wekî Yûnanîstanê, heqeke pir bilindtir dixwazin: Di navbera % 4 û % 5 ji bo peydayîyên sêmehî û li derdora % 12 ji bo senedên dehsalî. Çawa jî daxwazên bi vî rengî rewa dikirin? "Rîska îflasê" ya li ser senedên vî welatî heye. Xeterek weha mezin e ku rêje pir bilind dibin: Gulana 2011ê, rêjeyên dehsalî derbasî % 16,5 bûn. Wekî din, ji bo ku bazara deynê xweser bêhtir "biherike", BNE aniha deynên bankeyên ferdî misoger dike û senedên dewletên ku, di prensîbê de, BNE rasterast parê peydayî wan nake, ji van bankeyan distîne.
Tevneke weha neewle gelo divê bê domandin û mayînde bibe? Eger banka heqekî ku "rîska îflasê" di xwe de vedihewîne, ji welatan dixwazin, sekinandina paredayînê û heta li dij derketina deynên nerewa gelo ne bi mentiqê ye? (2) Pirî caran, dema ku terciheke weha pêşniyar dibe, encama wê weke kaoseke mezin tê teswîrkirin: "senaryoyeke bobelatê", li gor Christian Noyerê hikumdarê Bankaya Fransayê. (3) Lê ji bo xelkê, "senaryoya bobelatê" gelo ne bicihanîna bernameyên kemerşidandinê yên berê hatin xuya kirinê ne (li hember bixwînin)?
Heta tehlîlvanekî weke Henry Kissinger, kevnewezîrê karên derve yê amerîkî û gumanên hestyarîya ji bo cîhana sêyem li ser wî tunene, li 1989ê behsa planên dûzkirina tevnî yên li ser welatên latînî-amerîkî ferzkirî dikir û digot: "Hikûmeteke demokratîk nîne ku dikare sertîya domdar û şidandina budceya xizmetên civakî yên sazîyên navneteweyî dixwazin ragre". (4) Bi taybetî ji ber ku beşeke peydayên berê bi xêra peydayên nû tê dayîn, bilindbûna deyn jî tevî paredayînê dewam dike: li 2009ê, ixtidarên dewletî yên welatên di pêşketinê de deynê xwe yê 1970yê bi qasî 98 caran dabûn, lê belê di vê navberê de, deynê wan 32 qat bilind bûbû.
Hikûmetên ewropî naxwazin qerarên siyasî yên ji bo guherîna vê rewşê pêwîst bidin û lewre jî nifûsên xwe bi heman riyê ve dibin. Lê belê, hem ji bo bakur û hem ji bo başûr jî, alternatîvek heye. Di deh salên dawîn de, hin welatan biryara sekinandina paredayînê û betalkirina beşeke deyn jî girt: Arjentîna li 2001ê (bi xêra cemidandina sê salan a paredayînê, wê li 2005ê kêmkirineke ji nîvê bêhtir a deynê xwe li ser deyndarên xwe yên ferdî ferz kir) û demeke berê, Ekwadorê jî weha kir (çarçoveyê bixwînin). Kaos jî çênebû: "Teorî jî û pratîk jî nîşan didin ku xetera girtina henefîya kredîyê hat mezin kirin", Joseph Stîglîtz ê seraborînasê Bankaya Cîhanê ji 1997ê heta 2000ê encam derxist. (5) Li nav 2003ê û 2010ê, rêjeya mezinbûna salane ya naverast a Arjantînayê % 8 zêdetir bû. Weha dixuye ku cemidandina paredayînê tofana Kasandrayên deynan pêş dîtibû bi xwe re nayîne. Gelo ev cemidandin jî rewa ye?
Ji bo ku bi peymaneke peydayîyê ve girêdayî bibe, dive dewletek destûra xwe bi azadî bide. Pêwîstîya paredayîna deynan ji vê destûrê tê. Lê belê, ev prensîpeke teva nîne: Ew di bin şertên hiqûqa navneteweyî de dixebite. Maddeya 103yê a Qanûna NYê jî weha dibêje: "Eger li navbera pêwîstîyên endamên Neteweyên Yekbûyî yên li gor vê qanûnê û pêwîstîyên wan ên li gor her çi peymaneke navneteweyî ya din nakokî hebe, pêwîstîyên pêşî serdest in". Hinek ji van pêwîstîyan jî di maddeya 55ê a qanûnê de hene: "Bilindkirina astên jîyanê, xebitandina tevahî û şertên pêşketin û pêşxistina aborî û civakî".
Gelo "planên alîkarîyê" yên Komîsyona Ewropî, BNE û FDNê ji bo welatên di zehmetîyê de saz kirin (bi mebesta ku bikaribin pareyê deynderên xwe bidin) li gor van pêwîstîyan in? Li 2009ê, kêmkirineke mesrefên dewletî ya bi qasî % 15 HHXê, nizmbûneke meaşa memûran a %20, kêmkirineke mîkdara meaşên malnişînîyê ya % 10 (ku jixwe çend meh bi şûn ve bi dijdestûrî hat mehkûmkirin), her weke girtina dibistan û nexweşxaneyan li ser Letonya hat ferz kirin. (6) Lê belê, li 1980yê, Komîsyona Hiqûqa Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî weha îlan dikir: "Nabe ku dewletek dibistan, zanîngeh û mahkemeyên xwe bigre, polêsê xwe betal bike û girîngîya pêwîst nede xizmetên dewletî, heta ku nifûsa wê bi bêîtaadî û anarşîyê re rû bi rû bimîne, bi tenê da ku fonên muhtac ên ji bo pêwîstîyên deynderên biyan ji xwe re peyda bike". (7)
Qewla Wiyanayê ya 1986ê, ku qewla 1969ê ya li ser hiqûqîbûna peymanan (8) temam dike, xirabîyên destûrdayînê yên cihê ku dikarin peymaneke peydayîyê bidin îptal kirin rêz dike. Maddeya 49ê li ser "xapandinê" ye: "Dewletek an rêxistineke navneteweyî ku bi riya sextekarîya dewletek an rêxistineke xwedî para muzakereyê peymaneke îmze kiribe, dikare xapandinê weke sedema xirabîya destûrdayîna wê ya ji bo girêdana bi peymanê ve nîşan bide". Gelo ji ber cudahîya mezin a li nav axaftina wê û rastîya wê, mirov nikare helwesta FDNê weke xapînok û sextekar nîşan bike? Maddeya 1em a statûyên Fonê armanceke wê weke "hêsankirina belavbûn û mezinbûna bi aheng a bazirganîya navneteweyî û bi vî awayî, ji bo bicihkirin û parastina astên bilind ên xebatê û dahatên rastîn kar kirin, her weke ji bo pêşdexistina kanîyên berhemdar ên hemû dewletên endam, armancên sereke yên siyaseta aborî". Bilindbûna bêkarîyê, daketina dahatan û ferdîkirin: Biryarên ku ev sazî li ser welatan ferz dike, pir caran rewşeke tam cuda derdixîne holê. Gelo mirov jî dikare behsa destûrdayîna azad a dewletekê, dema ku spekulatorên bazarên fînansî, Komîsyona Ewropî û FDN bi hev re êrîş dibin ser wê?
Rêza sedemên ku dikarin qefilandina paredanê û heta şermezarkirina tevahîya deynên nerewa jî meşru bikin, pir dirêj e. (9) Ev jixwe çend meh in ku terciheke bi vî rengî berbiçav bû, heta li nav spekulatoran jî. Li gor bankayên ticarî Morgan Stanley û JP Morgan, bazar ihtîmala parenedayîna deyn ya Yûnanîstanê % 70 dihesibînin (du meh berê, % 50 bû).
Pareder jî bi vê diyardeyê hesiyan. Bankeyên fransî ku ji ber fikira hûrkirina paredayînê an jî kêmkirina nirxa deynên wan (di çarçoveya muzakereyeke nû ya îro ji hêla Berlînê ve tê parastin) meraqdar in, li 2010ê pêşkêşîya xwe ya li hemberî deynê xweser a yûnanî kêm kir: Ev ji 19 derbasî 10 mîlyar euroyan bû. Bankeyên alman jî bi heman rengî tev geriyan : angajmanên wan li nav gulana 2010ê û sibata 2011ê, ji 16 kêmî 10 mîlyar euroyan bûn. Bi hêdîka, sazîyên giştî yên weke FDN, BNE û hikûmetên ewropî cihê bankevan û veberhênerên ferdî digrin. BNE xwedîya 66 mîlyar euroyên senedên xweser ên yûnanî (yanî % 20 deyna dewletî ya welêt); FDN û hikûmetên ewropî heta niha 33,3 mîlyar euroyan jî peydayî wê kirin. Heman pêvajo ji bo Îrlanda û Portekîzê jî dest pê kir. "Ev tê wê maneyê ku eger vesazkirin çêbibe, bacder -û ne veberhênerên ferdî- ê parê mesrefan bidin (10)", New York Times bi kurtasî şirove kir. Gelo em bi rastî dixwazin bi vê riyê de herin?
Eric Toussaint:
Berdevkên CADTM Fransa û serokên Komîteya ji bo betalkirina deynê cîhana sêyem (CADTM Belçîka). Ev nivîs ji pirtûka ku wan nivîsand hat derxistin, La dette ou la vie [Deyn an Jîyan], Aden/CADTM, Brûksel, 2011.
- Hêjayî derbirînê ye ku tevî istîqrarbûna wezna relatîv a deynê derveyî yê dewletî li welatên di pêşketinê de, wezna deynê dewletî ya hundirîn pir bilind bû. Bixwînin Renaud Lambert, "Dette d’hier et dette d’aujourd’hui" ["Deynê dohî û ya îroyîn"], Manière de voir hjm. 113, cotmeh-mijdar 2010
- Bixwînin Laurent Cordonnier, "Un pays peut-il faire faillite?" ["Gelo welatek îflas dike?"], Le Monde diplomatique, adar 2010
- Ji hêla Ingrid Melander û Paul Taylor, "Mises en garde sur un possible reprofilage de la dette grecque" ["Hişyarî li ser veşikkirineke pêkan a deynê yûnanî"], Reuters, 24 gulan 2011
- Ji "Bush y la deuda latinoamericana" ["Bush û deynê latînî-amerîkî"], Clarín, Buenos Aires, 8 sibat 1989 Vegotî ji hêla Miguel Angel Espeche Gil, La Doctrina Espeche. Ilicitud del Alza Unilateral de los Intereses de la Deuda Externa, Instituto Hispano-Luso-Americano de Derecho Internacional, Kongreya 15emîn, 23-29 nîsan 1989, San Domîngo (Komara Domînîkî)
- Barry Herman, José Antonio Campos û Shari Spiegel, Overcoming developing country debt crises [Derbaskirina krîzên deynan yên li welatên di pêşketinê de], Oxford university press, Oxford, 2010
- Bixwînin Philippe Rekacewicz û Ieva Rucevska, "Aucun vent de panique, mais… " ["Panîk nîne, lê... "], Le Monde diplomatique, îlon 2009
- Salaneya Komîsyona hiqûqa navneteweyî ya RNY (ACDI), 1980, Cild I, A/CN.4/SER.A/1980, r. 148
- Qewla 1969ê li 1980î bi cih bû û ya 1986ê aniha di pesindkirinê de ye
- Ji bo lîsteyeke teva, bixwînin Cecile Larmaque û Renaud Vivien, "Comment suspendre le paiement des dettes publiques sur une base légale" ["Bingeha zagonî ya ji bo qefilandina paredayîna deynên giştî çi ye?"], di La dette ou la vie [Deyn an jîyan], şapître 20 û 21, Aden/CADTM, 2011
- Landon Thomas Jr., "In Greece, Some See a New Lehman" ["Hin kes Yûnanîstanê weke Lehmaneke nû dibînin"], The New York Times, 12 xezîran 2011
Wergera ji fransî: Simko Destan


