Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Gelo dîrokê berê xwe daye rastgirîyê?

Dara Aram: Jin û çeng, boyaxa akrîl li ser tûwalê,  32 x 36 cm

Nicolas Sarkozy berîya demeke kurt da zanîn ku “nirxên fransîyan ber bi rastê ve beridîne: têra xwe otorîte nîne, têra xwe ewlekarî nîne, têra xwe qehîmbûn nîne”. Tevî vê jî heke em bi asta bi taybetî bilind a beşdarnebûna hilbijartinan – di hilbijartinên herêmî yên adara 2011ê û herweha di hilbijartinên berîya wê de – hingê guman li ser fikra nûneriya siyasî bi xwe çêdibin.

Çep, çi radîkal û çi reformîst be, ji krîza fînansî û gumanbirina ji lîberalîzma aborî sûd wernegirt. Di hilbijartinên ewropî yên 2009ê de, tevî ku kapîtalîzma fînansî di warê îdeolojîk de lawaz xuya dikir jî, sosyal-demokrasî bi awayekî dîrokî şikest. Li alîyê din ê Atlantîkê, bayekî rastgir li ser hilbijartinên nîv-wekaletê bihurî û partîya serok Barack Obama piranîya xwe li Meclîsa Temsîlkaran ji dest da. Li gor salên 1990ê, çep paş ve çûn û ev teza rastgirbûna civakên rojavayî piştrast dike, ya ku li hin derdorên siyasî û rewşenbîrî berbelav dibe û ji bo hilbijartina Nicolas Sarkozy a 2007ê jî, weke şiroveyeke hegemonîya çandî bi kar hatibû. Ma ne serokkomarê nû hilbijartî bi xwe behsa Gramsci kiribû û serkevtina xwe di şerê çandî de, ya ku ji bo her serkevtineke hilbijartinî pêwîst e, li xwe pîroz kiribû?

Bi vê nihêrînê, îdealên çepê êdî bi pêşketina civakên hevdem re, ne hevpar in, ku mohr û nîşana mezin-bûna ferdperestîya serfkarîyê û paşvekişandina hedonîst (zewqgir, bi kêf) a di zemînê taybet de li ser in. Tê gotin ku "meşa dîrokê" van têgihan pûç dike û ew bi rengê arkaîzm û qedîmî tên şayesandin. Xulasa, dibêjin hewayê serdemê li milê rastê ye.

Pirtûka Raffaele Simone, Cenawarê Nerm [Le Monstre doux], ku li Îtalya û Fransayê deng veda (1), ev tez bi awayekî sentetîk pêşkêşî xwendevanan kiriye. Ji bo vî zimannas û fîlozofê îtalî, pir zêde lawazbûna çepê, heta tekçûna wê ya ku weke ne mumkin e mirov xwe li ber bigire, tê hesibandin, bi çanda hevdemîyê ve girêdayî ye, ku nivîskar jê re dibêje "cenawarê nerm". Ev pergala aborî-îdeolojîk a teva, ku piştgirîyê dide rasteke nû ya li dora medya, serfkarî û ferdparêzîyê tev geriyayî, projeya çepê ji binî ve xira dike. Ev ceribandina rewşenbîrekî ku xwe pêşverû îlan dike, reşbînîyeke tund dide der. Berhem ji bo "yên ku hê jî pê bawer in" tê raber kirin, lê weha xuya ye ku nivîskar bi xwe êdî pê ne bawer e. Teza wî pirsên rasteqîn radixe ber çavan: Serdestîya îdeolojîk a lîberalîzma aborî, kokên xwe di esaseke çandî de dibîne û xwe dispêre guherînên civakî yên kûr, ku milê çepê ew bi qasî pêwîst bû li ber çavan negirtin yan jî ew rewa kirine. Lê gelo evqasî hêsan e: Ma "rastgira nû" berî her tiştî hêza xwe ji qelsîyên çepê wernagire?

Simone îdia dike ku serdestîya lîberalîzmê, ne bi tenê li ser esasekî aborî, lê li ser dînamîkeke çandî ya kûr saz dibe. Kirîn, kêfkirin, ciwanmayîn: Ev fermanên herdemîn bi teknolojîya Înternetê zêdetir dibin û ewqasî jî hegemonîk dibin. Kapîtalîzm hêza xwe ji îmkana çêkirina jîyanên ferdî û afirandina bê navber a pêwîstî û girêdanên nû diafirîne. Ew xwe dispêre çanda narsîzmê: Bi ya Simone "hesta herî teşwîqkirî, herî werimandî ya hevdem ezperestî ye, yanî her li xwe hizirîn". Civaka serfkar li kêmbûna giştî ya hestên siyasî zêde dike û sinifa karkeran terhîs dike, ya ku êdî nasnameya xwe naparêze, lê dixwaze bibe burjuwazî an jî, qet nebe, weke burjuwazî xuya bike.

Li hember "kêf" a giştî û çandeke anihayîyê ya ku "bêçandîbûna" siyasî wê xurt dike, çep û têgihên wê yên "fedakarîyê" nikarin têbikoşin

Meyla kiryarîyê "hizirîneke ekstrem li ser dema niha" bi xwe re tîne; feraseta siberojê vala dibe û maneya axaftinên li ser "pêşveçûnê" namîne. Li ber bandora medyayîbûna zêde ya civakan, xeta di navbera rastî û xeyalî de zirav dibe -her tişt dibe şow- û aqilmendîya îdeolojîk a çepê êdî nayê fêm kirin.

Tê gotin ku ev pêşketinên çandî bi vî rengî rastîya her projeya guherandina civakî xira dikin û mala çepê ji ber vê yekê kavil dibe. Nivîskar qelsîyên taybet ên şaxê reformîst ê malbatê jî radixe ber çavan: Tekçûna exlaqî ya rayedaran, mîrasnedarîya entelektuelî ya partîyan, nizimbûna fikira siyasî... Vê çepê dev ji doza karkeran berda û lewre bûye sedema tekçûnê: Ew çîna karkeran vedişêre û wê nedîtbar dike, ji ber ku ew wê weke "nayê raber kirin" û seba vê nayê parastin jî dihesibîne. Têgihên wê dibin "giştî û ne zelal, mijarên muzakereyê, ji bo lihevhatinên cur bi cur hazir in û fikirên din jî qebûl dikin". Simone dozgerîya doza çepa îtalî dike û wê nermbûyî dibîne, her ku diçe dereceyên alkolê winda dike ta ku dibe şileyeke "bê tahm û mîna avê".

Lê belê, esas ne ev e. Tekçûn jî ji ber "sedemeke dîrokî ya berfirehtir û bihêztir, ku li hemberî wê têkoşîn zehmet e" şirove dibe. "Bi hatina hevdemîya globalbûyî û serfkarîyê, "îdealên çepê" -yên ku wê û rastê bi rastî ji hev vediqetînin- weha xuya ne ku êdî têra bilindahîya zemanî nakin". Li hember "kêf" a giştî û çandeke anihayîyê ya ku "bêçandîbûna" siyasî wê xurt dike, çep û têgihên wê yên "fedakarîyê" nikarin têbikoşin. Ji ber zeitgeistê, hewayê serdemê, zora siyaseta wê diçe. Axaftina wê nizane berê xwe bide ku û bê mane ye, ji ber ku ew nikare xwe bi meylên şexsî ve girê bide.

Her çi "rasta nû", ew bêhtir bi hevdemîyê ve girêdayî xuya dike. Serkeftinên wê yên hilbijartinê ji naveroka projeyên wê yên siyasî, bêhtir têkildarî kapasîteya wê ya ferzkirina pragmatîzmekê ne ku bi xetên serdest ên serdemê re hevpar e. Rasta ku berê xeteke hişk diparast (nirxên exlaqî û fedakarî), li alîyê kiryarî, carina bi rengekî diyar jî, cihê xwe girt. Bi alîkarîya medyayan, ew xwe weke "hişmendîyeke belav û dest lê nakeve, îdeolojîyeke ku diseyre, tevahîyeke helwêst û şêweyên rabûn û rûniştinê ya ku di hewayê de hene û mînakên wê li kolanan, li televîzyonê an li medyayan tên dîtin" dide der. Bi vî awayî, "rasta nû" ji hêzeke siyasî ya rasteqîn bêhtir têkildara çandê ye. Ew zêde kapîtalîst e, pesnê serkevtin û dewlemendîyê dide û li hember bizavên entelektuelî, pozbilind e. Bi xuyanî, ew nêzîktirî berjewendîyên anihayî yên ferdê hevdem e, nazik û di meşa dîrokê de nivîsandî ye; ew çepê li arkaîzma xwe ya ma‘dtirş û dembihurî vedigerîne.

Xwendina Cenawarê Nerm mirov nerihet dike. Her tişt di heman demê de rast û nerast xuya dike. Simone bi hestiyarîyeke mezin hewayê serdemê û kapasîteya wê ya zirarlêkirin an jî fetisandina nirxên çepê fêm dike, lê her çi sedemên wê yên kûr in, ew bi tenê şiroveyeke qebe pêşkêş dike. Ka ew dixwaze çi bibêje?

Simone li hember e ku çep dev ji çîna karkeran berde, lê vegera li marksîzmê û têkoşîna sinifan a ji bo dema niha bi tevahî red dike

Rexnegirîya wê ya ne zelal a hev-demîyê hem ji mîrasa dijdemokratîk, heta reaksîyoner a Tocqueville, hem jî ji perspektîvên zêde rexneyî lê estetîkperest ên Guy Debord an Jean Baudrillard (rexneya "civaka şowê" û ji rastîyê ketinê) sûdê werdigire. Simone li hember e ku çep dev ji çîna karkeran berde, lê vegera li marksîzmê û têkoşîna sinifan a ji bo dema nuha bi tevahî red dike. Fîlozof bi rastî tu carî çepa nû ya ku dilê wî dibijiyê teswîr nake: Gelo divê ew bi hewayê serdemê re here, wê xira bike, xwe telef bike?

Tehlîla wê tenê me ber bi reşbînîyeke "têkçûnperest" a zêde ve dibe. Ew li ser şiklên nû yên berxwedan û tundrewîyê hewldanên nûkirina tarîfên entelektuelî yên çepê an jî nirxên "pişt-materyalîst" ên li dora jîngehparêzîyê sazbûyî, bê deng dimîne. Cenawarê Nerm bêhtir bi paşxana jiyana siyasî ya îtalî û "berluskonîbûna" wê ve girêdayî ye û nivîskar hinekî bi lez dirûvê tevahîya demokrasîyên rojavayî weke vê mînakê dike. Rast e ku felsefeya "bling bling" a Nicolas Sarkozy bi hewayê serdemê ya Simone dide xuyan re diçe, lê ma qatilê hefteyê 35 seetên xebatê, bilindkirina "fedakarîya" "nirxê xebatê" jî nekiribû dirûşmeke sereke ya kampanya xwe? Ma rastgir jî fedakarîya "hişkbûnê" naparêzin?

Pedagojîya devjêberdanê

Li Fransayê, divê teza rastgirbûneke pergalên nirxên welatîyan bi awayekî xurt bê nuans kirin. Tercîhên aborî yên fransîyan, weke anketên herî hûrgilî yên 2007ê didin xuyan (2), li gor mijarê, lîberalîzmê û dijlîberalîzmê di xwe de vedihewînin. Hin pêşniyarên rastê dengekî di bilindbûnê de vedidin: Bisînorkirina mafê grevê di veguhastinên giştî de an jî bandora neyînî ya hatina asgarî ya lêzêdekirî (RMI) li ser lêgerîna kar. Nirxên ferdperest ên reqabetê li cem sinifên xizan jî mezin dibin. Bi vî rengî, % 61ê karker û % 68ê xebatkarên lêpirsî "tam" an jî "bêhtir" ji fikira "divê şîrket xwedî azadîyeke berfirehtir bin" razî ne.

Li gel vê yekê, kesên lêpirsî bi têwerdana dewletê ya di aborîyê de, parastina bazara xebatê, vebelavkirinê (% 57ê kesên lêpirsî li 2007ê fikira "divê ji dewlemendan bistînin da ku bidin feqîran" qebûl dikin) ve girêdayî dimînin. Nirxên wekhevî û piştgirîyê hê jî esas in û tesbîta pêvajoyeke têkbirina piştgirîyê ya di civakê de zêde nepixandî ye. Beşa sinifên feqîr ku berê xwe da rastê, ne ji bo projeya wê, lê ji ber ku wê karî bi awayekî jêhatî meyla wê ya parastin û emrê zêde di warê nirxan de bi alîyê xwe ve bikişîne. "Neewlebûna aborî ya ku kapîtalîzma nû da dest pê kirin, kir ku beşeke ji proletaryayê û sinifên navincî li cihên din li ewlehîyê bigerin, di zemînekî "exlaqî" de ku wê zêde nelive û heta dê helwêstên herî kevnare û herî nas dîsa îlan bike".(3)

Reşbînîya Simone ji bo sedemeke din jî bi rihetî nayê pejirandin: Di rûpelên dawî yên berhemê de, ew têgiheke esasperest a mirov derdixe pêş, ku ji ber ezperestîyê "di xwezayê de rastgir" e. Ev antropolojîya feyde-perest a neolîberalîzmê tîne bîra mirovî, tevî ku nivîskar wekî din li dijî encamên wê derdikeve...

Dîsa jî, nayê înkar kirin ku çepê pirsa çand nexist rojeva xwe ya întellektuel û bi gotinên nivîskarê, kapasîteya xwe ya "şiklê xwe bide dinyayê" winda kir. Hevdemîya lîberal bi kûrahî pêşfikirên wê yên çandî û exlaqî hejandin. Hemû tevnên civakî, çiqas ne ferzkar bin jî, xwedî "hişekî" ne ku ji bo meşandina emrê heyî pêwîst e û lihevhatina subjektîv û rewatîyê ku jê re lazim e, dide der. Bêyî ku mirov û subjektîvîteya wî bê guhertin, belavbûna muhtemel a kapîtalîzmê nabe. Lîberalîzm weha projeyeke antropolojîk û çandî ye, ku dixwaze awayên kiryarê yên hikûmdaran û yên di bin hikumdarîya wan de jî biguherîne.

Rastgirbûna ku Simone terîf dike, ji guherandinên sosyolojîk der tê, lê ew wan tehlîl nake û bi vî rengî destekê dide qederkirina wan: Tekçûna beşdarîyên subjektîv ên sinifê, terhîskirina siyasî ya sinifên feqîr a bi lawazbûna rêxistinî ya partîyên çepê ve girêdayî, teqîn û jihevbûna civakê, pêvajoyên pirhejmar ên ji payeketina civakî, kalbûna nifûsê, dorbajarvanîyê. Ev bûyer hemû encamên siyasî yên yekalî dernaxînin holê, lê îroj bêhtir li ber çepê asteng in, digel ku pêşketinên din, yên weke bilindbûna asta perwerdehîyê, dikarin bi kêrî çepê bên.

Herweha nirxên kiryarî û lîberal cihekî zêde digirin ji ber ku çep bi tenê bi valahîya xwe ya çandî û îdeolojîk derdikeve hemberî wan. Sivikbûyî û bi nasnameya xwe ne ewle, ew dibe hedefa rexneyên rasteke bêkompleks a ku dixwaze xebatkaran parçe bike û kategorîyan li hemberî hev sor bike. Bi rastî, axaftinên "rastgirbûnê" mînakeke feraseta rihet a ji bo rastîyên siyasî û civakî pêşkêş dike. Ew herweha berpirsiyarîya îdeolojîk a rêxistinên çepê di qelsbûna çandî ya pêşverûyîyê de li ber çavan nagirin û ji ber vê yekê, li vê hêlê bi awayekî baş tên qebûl kirin. Ew "ji nû ve diyarkirina armancên" xeta çepê, da ku bêhtir bi "raya giştî" ve girêdayî bibe jî rewa dikin. Teza nivîskar qederperest û di warê siyasî de alîgir e, lewre jî ew dikare şiklekî devjêberdanê bi pêş bixe û tekçûna entelektuelî ya çepê xurt bike.

Di dîrokê de, çep esasê xwe di dînamîkeke siyasîkirina civakê , bicihbûna çandeke siyasî, karekî bê navber ê derketina li dijî zelalîyên "xwezayî" (newekhevîyên civakî) de didît. Ku mirov xwe ji qada şerî vekişîne, hêsantir e ku tekçûnê bipejirîne.

Çavkanî: 

Rémi Lefebvre:
Profesorê zanistên siyasî li zanîngeha Lille-II

  1. Le Monstre doux [Cenawarê nerm], Le Débat-Gallimard, Paris, 2010. Herweha li hejmara taybet a kovara Le Débat binihêrin, 159, 2010
  2. Etienne Schweisguth, "Le trompe-l’œil de la droitisation" ["Xepandina çavî ya rastgirbûnê"], Revue française de science politique, hezîran-tebax 2007
  3. Serge Halimi, pêşgotina Thomas Frank, Pourquoi les pauvres votent à droite [Xizan çima dengên xwe didin rastê], Agone, Marsilya, 2008

Wergera ji fransî: Simko Destan