Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Gelo bi rastî jî dawîya sira bankayên swîsreyî tê?

Berne di dawiyê de sala 2009’ê razî bû ku saziya bankavaniya nepenî bide ber topan. Lê belê tawîzên wê bi sînor in, û meydana malî ji bo ku bandora wê kêm bibe, zend û bend badane jî.

Li destpêka 2009ê, ji ber zext û tamdanên welatên sereke yên Yekîtîya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî, Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî (RHGA) piştî ku demeke dirêj li ber xwe da, dawîya dawî biryar da ku gavekê biavêje. RHGAyê gef li Swîsreyê xwar ku navê wê li ser lîsteyeke bihuşta bacê qeyd bike –ku bi vê yekê ev welat wê bi dayîna cezayên mezin re rû bi rû bimaya (1) eger Bernê bi lez û bez qet nebe dwanzdeh peymanên bi navê "backirina cot" (CDI) di ber çav re derbas nekirana. Peymanên mijara gotinê xwe dispêrin prensîba hev-alîkarîya navneteweyî ya ne tenê di warê sextekarîya belgeyî ya bacê, lê herweha revandina bacê de jî.

Ji 1907ê ve…

Ji destpêka sedsala 20emîn ve, sira bankayên swîsreyî bûye mijara gelek rexne û êrişên dewletên biyanî, bi taybetî yên dewleta fransî. Sê nimûne:
- 1ê Tîrmeha 1907ê, li Meclîsa parlamenteran, wezîrê malîyeyê yê fransî Joseph Caillaux amadekarîya vê gefxwarinê dike: "Ez hîn nebûme bi dengekî bilind ne behsa projeyên xwe bikim (...) ne jî danûstandinên bazirganiyê bikim, lê belê ez dikarim ji bo yên welatîyên xwe yên ku, bi fors û nîşanên xwe, bi hêsanî biçin Swîsreyê, vê yekê bikim (...) û divê ew ji ber vê yekê zêde şaş û şok nebin. Bi her halî, ez dikarim pir bi zelalî ji wan re bibêjim ku pêkhatina peymanan [li ser pevguhertina saloxdarîyên di derbareyê bacê de] êdî tenê li ser destnîşankirina tarîxekê maye; lihevkirin bivênevê wê rojekê bigihîjin encamekê (1)". Hewldan û pêdaketinên Caillaux tu caran neçûn serî û fêkî nedan.
- "Sira bankayan ne dogmayeke navneteweyî ye (2)": bi wan gotinan, di çirîya pêşîna (oktober) 1923yê de li Civaka Neteweyan, birêveberê kargerîya malî ya belçîkî, bi xwespartina nûnerên fransî dest bi kampanyayekê kir û armanca wî ew bû ku di derbareyê pevguhertina saloxdarîyên karûbarên têkildarî bacê de bi Konfederasyonê re lihevhatinekê pêk bîne. Kampanya bi ser neket.
- Di çirîya pêşîna (oktober) 1932yê de, hikûmeta Edouard Herriot hesabê hingavtina derbeke mezin dike. Hikûmeta wî li Parîsê digire ser şaxên bankayeke sereke ya swîsreyî ya demê û dest datîne ser lîsteyeke navên hezar welatîyên fransî –ku hemû jî kesên ji qata bilind a civakê ne– yên ku bi alîkarîya wê bankayê dizîya bacê dikin. Ev skandaleke pir mezin e, lê belê operasyon wê negihîje encamên hêvîkiri. Ev yek wê bike ku rayedarên swîsreyî sira bankayê baştir veşêrin û di 1934ê de bi derxistina qanûneke taybet, parastina vê sirê saxlemtir bikin. Wisa xuya ye ku operasyon, berevajî armanca xwe, bûye sedemeke girîng a hilweşîna hikûmeta Herriot di kanûna 1932yê de (3).
S. G.

Qanûnên swîsreyî bi rastî jî cudahîyekê dixin navbera sextekarîya belgeyî ya ji bo nedana bacê -ango bi riya şaşagahîyên belgekirî ku weke sûcekî li dijî qanûnê tê qebûl kirin, xwerizgarkirina ji dana bacê– û revandina bacê, ku bi lêpirsînên besît ên îdarî tê derbas kirin û ji bona destûra rakirina sira bankayê nayê dayîn. Ji ber vê yekê, heta sala 2009ê, miracaatên ji bo hev-alîkarîyê yên ji alîyê dewletên biyanî ve pêşkêşî rayedarên swîsreyî hatine kirin, pir kêm hatine pejirandin, ji ber ku daxwazên wisa ji dîwarên bilind ên sira bankayî dizîvirîn.

Di paralela liv û tevgera RHGAyê de, Dewletên Yekbûyî jî zend û bendên xwe badan. Bi xêra lixwemikurhatinên gerînendeyekî sermayeya Yekîtîya bankayên swîsreyî (UBS), ku keştîya amîral a diravê swîsreyî ye, Waşîngtonê delîlên acizker bi dest xistin: ji gelek salan ve ye, vê bankayê destekeke berbiçav dida mişterîyên xwe yên amerîkî ji bona ku di warê bacdayînê de sextekarîyê bikin. Ji payîza 2008ê û vir ve, dadgerî û bacgerîya amerîkî ji UBSê xwest ku tevahîya daneyên têkildarî hejmareke mezin –bi qasî pêncî û du hezar – a mişterîyên xwe yên ji Dewletên Yekbûyî radestî wan bike.

Li ser mijarê, Bern û Washingtonê hevdu bê minet kirin; demeke dirêj hev birin û anîn, û di heman pêvajoyê de rêvebirîya amerîkî gilîyê Bernê kir, û bi taybetî UBS bi lêpîrsîna qanûnî tehdît kir –ku ev ê muhtemelen bihata wateya îflasa wê. Asoya diravkarî ya Swîsreyê careke din jî di 2008 û 2009ê de ji ber lîsteyên ku hikûmetên alman û fransî bi dest xistin, tarî bû. Ji ber ku li ser wan lîsteyên ji bankayên swîsreyî û lîştenşteinî hatibûn dizîn û ketibûn destên hikûmetên alman û fransî, nav û hesabên bi hezaran mişterîyên biyanî yên li welatên xwe sextekarîya bacê kiribûn, hebûn.

Piştî rûbirûmayîna bi gelek zextan re, rayedaran dawiya dawî paş ve gav avêtin. Di berdêla rawestandina prosedurên li dijî UBSê de, wan qebûl kir ku di du qonaxên li pey hev de –yek jê di sibata 2009ê û ya din di havîna 2010ê de–, daneyên têkildarî çar hezar û pênc sed mişterîyên bankayê bidin bacgerîya amerîkî. Di derbareyê CDIyê de jî, Bernê di adara 2009ê de daxwaza RHGAyê qebûl kir, bi şertê ku Rêxistina Hevkarîya Geşedana Aborî dawîyê li, gefên xwe yên "nivîsandina navê Konfederasyonê li ser lîsteya reş a bihuştên bacê" bîne. Ji hingê ve, Konfederasyon ji bo guftûgokirina peymanên nû yên ku cudahîya navbera sextekarîya belgeyî ya bacê û revandina bacê ji holê radikin, bi qasî sî dewletan re kete nava danûstandinan. Bi vî awayî, nav û dengê destwernedana li sira bankayên swîsreyî, ya ku demeke ewçend dirêj bûbû sembola diravkarîya zexim a swîsreyî, derbeke pir dijwar xwar.

Tawîzên swîsrîyan tên wateya ku sira bankayan êdî çû ser dilovaniya xwe?

Ev êriş helbet ne ya yekemîn bû (li nivîsa di qutîyê de binêrin). Ji destpêka sedsala XXemîn ve -serdema ku jê û ber bi vir ve derdorên sermayedar û rayedarên Swîsreyê bi coşeke mezin ketine nava hewldanê ji bo ku vî welatî veguherînin ser bihuşta bacê û ji bo ku vê yekê bikin ji alîyekî ve giranî dan xweşbînîya di warê bacê de, ji alîyekî din ve jî sira bankayî bi awayê herî têkûz zexim kirin– êriş hema hema qet ranewestiyan. Tevî vê yekê jî, heta 2009ê bi helwesteke pir zexim a bi tesîr Bernê karî li ber xwe bide. Sekreterê giştî yê RHGAyê ev rewş bi awayê xwe dest nîşan kir gava di çileya 2010ê de daxuyaniyeke weha da: "Di deh mehên dawîyê de me ji dehan salan bêhtir tişt bi dest xistin (2)"

Mezinbûna paşvegavavêtina Swîs-reyê bi kombînezona çar hêmanan dikare were ravekirin. Pêşî, bi buhrana kûr a diravî û bankayî ya ku tesîr li tevahîya dewletên pîşesaz kir, Konfederasyon di heman demê de bi êrişa hêzên sereke yên cîhanê re rû bi rû ma û nekarî dijberên xwe ji hev parçe bike.

Hêmana duyemîn UBS ye; dezgeha pêşî ya Swîsreyê, ku bi tena serê xwe xwedî giranîya nêzî % 40ê tevahîya bîlançoya bankayî ye, û bacgerîya amerîkî ew di karûbarê destekdayîna sextekarîyên bacê de li ser sûc girt. Divê li vê rewşê were zêde kirin ku di 2008-2009ê de UBS li ber hilweşînê bû: ew bi xêra alîkarîyeke pir mezin a hêzên gelemperî, bi taybetî jî yên amerîkî hat rizgar kirin. Di vê rewşê de jî wê êdî nikaribû red bikira ku navên hejmareke têra xwe mezin a sextekarên bacê bide Waşîngtonê û di berdêla wê de jî, ji Xezîneya Federal destekeke bi qasî –herî hindik 75 mîlyar dolar (58 mîliyar euro)– ya ku ji reqîbên wê yên amerîkî re jî hatibû pêşkêş kirin, wergire.

Ya herî dawî jî, bi serxweşbûna serkeftinên xwe yên di pevçûnên heta niha de bi dest xistin, sazîya siyasî û bankayî ya swîsreyî wisa qure û bi xwe bawer bû ku şûr simbêlê wê nedibirî. Di adara 2008ê de, şêwirmendê federal ê ji diravgerîyê berpirsiyar, Hans-Rudolf Merz, hê jî diwêriya bibêje: "Ez garantî dikim ku kesên êriş dibin ser sira bankayê, wê rojekê di vî karî de diranên xwe bişkînin (3)" Rayedaran jî, ji ber vê yekê xwe baş amade nekirin, û bi derengî û bi helwesteke tevlihev li dijî zextan derketin.

Gelo tawîzên swîsrîyan tên wateya, weke ku gelek şîrovekaran jî anî ziman, ku sira bankayan êdî çû ser dilovaniya xwe? Herî hindik sê sedem hene ku mirov berevajiya van şîroveyan bifikire. Berî her tiştî, li ser xaka Konfederasyonê, cudahîya di navbera revandin û sextekariya belgeyî ya bacê de hebûna xwe didomîne –bi awayekî din mirov bibêje, dewletên biyanî li vî welatî ji niha û pê ve ji dewleta swîsreyî zêdetir xwedî derfetên lêpîrsînan in! Zehmet e mirov bibêje heta kengê ev rewşa huqûqî ya ecêb wê karibe xwe ragire û bidome. Vê gavê, çepgir jî di nav de heta niha ti derdorê ji bilî rexneyên nerm ti gazinên mezin ji vê rewşê nekirine. Bi rastî jî li "demokrasîya herî qedîm a cîhanê", nêrîna gelemperî ji demeke dirêj ve ye ku, zirarên berbiçav ên digihîjin prensîba wekhevîya li hember qanûnan, bi xweşbînî pêşwazîyê dike û heta teqdîr dike. Pergala bacê ya dihêle ku pênc hezar biyaniyên herî dewlemend ên li Swîsreyê bicîhbûyî hema hema qet bacê nedin, şahidîya vê xweşbîniyê ye.

Navên mişterîyên bankayan veşartî dimînin

Li alîyê din, Bernê li ber daxwazên navendî ya Yekîtîyê serî netewand: pevguhertina jixweber a agahîyên der bareyê bacê de. Bi CDIyên nû re, dewletên gilîkar, weke prensîp, rewşa revandina bacê jî di nav de wê karibin di derbareyê sextekarîyên bacgerîyê de agahdarîyan bi dest bixin. Li gel vê yekê jî mesafeya di navbera prensîp û heqîqetê de wê mezin be. Rayedarên swîsreyî di eslê xwe de di qanûngerîya pêkanîna van peymanan de, karîn gelek sînor û bendan deynin. Eger rêvebirîya Swîsreyê karibe van bisînorkirinan bixe pratîkê, ku ev ê bimîne li ser danûstaninên ji niha û şûn ve yên hêzan ên di navbera Bernê û welatên gilîkar de, evên dawîyê divê baş zanibin ku ew ê di nêz de, berî ku daxwazên xwe formule jî bikin, dîsa bikevin pey karmendên bankayên swîsreyî (4)…

Axirî, ji bo şer bi dawî bibe hê pir zû ye. Dibe ku derdorên karbidest ên Konfederasyonê neçar bimînin, weke pêwistîya veguherîna danûstandinên hêzên navneteweyî, hin tawîzên din jî bidin; dibe ku, berevajî, ew karibin, eynî mîna berê, valahîyan dagirin. Ew bi her halî bi coş û heyecan vî karî dikin, û ji serkeftinê jî bêpar namînin. Ew bi awayekî çizirîn nava enîya heta niha yekbûyî ya dijberên xwe yên sereke yên ewropî û dawîya dawî, berî demeke nêz derfet bi dest xistin ku li gel hikûmetên alman û brîtanî li ser projeyeke Weqfa Swîsreyî ya Karmendên Bankayan derîyê danûstandinên fermî vekin. Bi kurtî, rayedarên swîsreyî qebûl kirin ku bacê ji pereyên ji alîyê biyaniyan ve radestî bankayên wan tên kirin bibirin û wê bacê li dewletên xwedîyên wan pereyan vegerînin, lê belê sira bankayî biparêzin. Bi gotineke din, derfetê bidin kesên ku pereyên mezin di destê wan de ne, navên wan vêşartî bimînin. Di berdêla vê yekê de, Berlîn û London jî wê nema ji Bernê parvekirina agahîyên di derbareyê bacê de bixwazin.

Bi her halî, gengaşeyên ku ev demeke cîhana diravgerîya swîsreyî li nav hev dixin, efsaneyeke bi dehan salan e li ser zarê herkesî ye, da ku çembereke pîroz li dora parastina sira bankayan were afirandin, dihejînin: efsaneya ku li gor wê eger derbeyek li vê prensîbê bikeve, wê ji bo Konfederasyonê bibe felaket. Di sala 2000ê de, rojnameyeke sereke ya cîhana karsazan a swîsreyî piştrast dikir ku qelsbûna sira bankayan wê "vemayîna pîşesazîya [wê] ya bankayî jî (5)" bike mijara guftûgoyê. Piştî saleke din, lêkolîneke aborînasekî navdar ê swîsreyî, Jean-Christian Lambelet, digihîşt wê encamê ku qelsbûneke wisa karibe bi xwe re "encamên kambax" bîne: dibe ku bi dehan hezar karmend ji karên xwe bê par bimînin, û bivê nevê "dewleta civakî ji nû ve were biserûberkirin"; lêkolînê bê dudilî îdîa dikir, dibe ku pêwist be "Cenevre bixitime (6)". Di sibata 2009ê de jî karmendekî girîng ê bankayê digot ku, eger cudahîya di navbera revandina bacê û sextekarîya belgeyî ya bacê de ji holê were rakirin, navenda diravî ya swîsreyî dikare "heta nîvê bejna xwe (7)" piçûk bibe.

Yek ji wan îdîayan tenê jî neqewimî. Tevî guftûgoya herî cidî, ji şerê duyemîn ê cîhanê û vir ve, ya li ser sira bankayên swîsreyî, diravgeha swîsreyî, çalakîyên wê yên sereke, û birêvebirina sermayeyê, di rewşeke baş de xuya dikin. Di 2009ê de, bi taybetî bi desteka hêza franka swîsreyî (CHF) li hemberî euroyê, kîsên pereyan ên ku mişterîyên biyanî spartin bankayên Konfederasyonê, kêm nebûne û di ser de zêde jî bûne: çendeya net a herikîna pereyan bi qasî 120 mîlyar frankên swîsreyî ye (8). Her tişt îşaret jî pê dike ku çendeya 2010ê jî wê têr û sertêra bankavanên swîsreyî bike (9).

Çavkanî: 

Sébastien Guex:
Profesorê dîroka hemdem li zanîngeha Lozanê. Nivîskarê pirtûka "Siyaseta Kasayên Vala. Dewlet, Pereyên Raya Giştî û Cîhanîbûn", Tevgera Lêgerînê di Zanistên Civakî de, hej. 146-147, adar 2003.

  1. Bo nimûne, dihate pêşbînî kirin ku geryana sermayeyan li gel welatên li ser lîsteya bihuşta bacê, were astengkirin an jî qedexekirin; cf. Neue Zürcher Zeitung, Zurich, 7-8 adar 2009
  2. Neue Zürcher Zeitung, 29 çile 2010
  3. Bultena fermî –îfadeyên devkî yên Konseya Neteweyî û Konseya Dewletan. Konseya Neteweyî, 19 adar 2008, www.parlament.ch/F
  4. Bruno Gurtner, "Bank Secrecy: Switzerland Circles the Wagons" ["Sira Bankayê: Swîsre wagonan bi hev ve girêdide"], Tax Justice Focus, www.taxjustice.net, cild 6, cotmeh 2010, r. 4-5
  5. Le Temps, Cenevre, 28 mijdar 2000
  6. Jean-Christian Lambelet û Alexander Mihailov, " Giranîya diravgehên swîsreyî, cenevreyî û lemanî", Institut Créa, Lozan, 2001, r. 50 û 52
  7. Le Temps, 24 sibat 2009
  8. Neue Zürcher Zeitung, 15 çile 2010, û L’Hebdo (Lozan), 22 nîsan 2010
  9. Neue Zürcher Zeitung, 18 mijdar 2010

Wergera ji fransî: Baran Nebar