Gava sazî nema dikarin razên xwe biparêzin
Malpereke înternetê rêveberiya Obama dihejîne. Çekûrextkirî bi jibergirtiyên korsan ên ji sed hezaran belge û nameyên dîplomatîk pêk tên, ev medyaya çeşxê nû di 28’ê mijdara 2010’an de, bi hevkariya gelek rojnameyan, dest bi weşandina wan kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hemberî vê rewşê pir bi qarewar tevgeriyan. Lê belê, çi tê serê WikiLeaksê bila were, ji niha û pê ve êdî ti tişt wê nikaribe pêşî li eşkerekirina belgeyên veşarî bigire.
Sazî û dezgehên ku roj bi roj beş û şaxên nû li wan zêde dibin û hevkarîyan bilezûbeztir didomînin, bere bere hejmara daneyên dîjîtal ên desttêwerdanê jî mezintir dikin. Herikbarî û reaktîvîte peyvên wan ên veker in; bi pêşketina dezgehên ku sînorên wan hertim şêlotir dibin, hilberîn û parvekirina agahîyan jî zêdetir dibe. Pirçavîtîya sazî û dezgehan, ku weke temînata berhemdarîya wan tê qebûlkirin, parastina dane û agahîyan jî pir dijwar dike.
Çizirîn û îfşabûnên di demên dawî de jî ji ber gelek dîyardeyan pêk hatin: Yek jê nebûna kabîlîyetê ye bi taybetî gava ku pergalên firotinê yên ewlekarîya wan dibin sedem ku korsan numreyên bi hezaran kartên bankayê bi dest bixin; yeke din, înîsîyatîva bi deh hezaran "gazîkeran" e, bo nimûne bûyera dosyayên eskerî yên ku ji alîyê Wikileaksê ve hatin eşkere kirin. Dîyardeyên din jî xwe dispêrin hêvîya qezenceke malî, mesele, di sala 2008ê de karmendekî bankaya swîsreyî HSBCyê dosyayên li ser amadekarîya hin karên nelirê firotin kargerîyên malî yên fransî, spanî û îtalî.
Hem li bankayan hem jî di qadên parastinê de, nêzî tevahîya belgeyan weke veşartî hatine mohr kirin û arşîv kirin. Li gel vê yekê jî, hejmareke mezin kes dikarin xwe bigihînin wan, bo nimûne bi hezaran karmendên xwedî asta navîn a hîyerarşîyê yên her roj pêşwazîya vê lehîya agahîyan dikin û wan dinirxînin. Ji ber ku, ev belge bi kêrî tiştekî werin, nirxandina daneyên wan, desttêwerdan û parvekirina wan pêwîst e: nabe ku bi rê û rêbazên burokratîk yên zêde giran, bi dijwarkirina radeya ewlekarîyê an jî bi nimûnandineke pir asê, nirxandina wan were giran kirin. Divê em bînin bîra xwe ku nebûna qabilîyeta ajansên saloxdarîyê yên amerîkî ya ji bo lihevgihandina agahîyên ku bi destê îdareyên cuda cuda hatibûn kom kirin, ji alîyê Komîsyona neteweyî ya têkildarî dosyaya êrişên 11ê îlona 2001ê ve bi zimanekî pir tûj hatibû rexne kirin.
Paradoks di nav pergalê bixwe de ye. Divê agahî bi serbestî biherikin da ku karibin xwe bigihînin şaxên cuda yên beşên kompleks û di encamê de hem bi kêrî pêkhatina operasyonên hostane bên, hem jî di heman demê de raz û sirên têde bên parastin. An na, di nav sînorên pir asê de parastî, nenirxandî û bi têkildaran re neparvekirî, ew ê derfetê nedin nasîn û danîna têkilîyên ku di paşerojê de wê pêwist bin.
Li gor sefîrê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê li Almanyayê John Kornblum, du mîlyon û pênc sed hezar kesan dikaribû xwe bigihanda binesazîya ewlekarkirîya artêşa amerîkî (1), SIPRNETê. Ev hejmar di heman demê de nîşan dide ku dezgeh û teknîk pir musaît in ji bo ku agahîyên veşartî ji alî kesên din ve bên bi dest xistin.
Girêka sereke ya agahîyên veşartî yên demên dawîyê li welatên demokratîk bişkivî: Îslanda, Dewletên Yekbûyî… Ji tesadufeke besît bêhtir, ev nîşana krîzeke sazîyên wan e. Rêveberên rojavayî bi wan daxuyanîyan bê navber banga vegera bo li nirxên sincî dikirin. Em bînin bîra xwe ka bi kîjan bawerîyê serokwezîrê brîtanî Anthony Blair parastina fikra "şerê mirovhez" dikir: bi vegotina fermî, sedema vegirtina Afxanistanê, pêşvebirina welêt, ji nû ve avakirina binesazîyan û azadkirina jinan (2) bû. Kêlîka ku hat qebûl kirin ku li Îraqê çekên qirkirina girseyî tunene, bi lezûbez rewatîyeke nû ya ji bo dagirkirinê hat peydekirin: daxistina Saddam Husên wê li Rojhilata Nêz rêya dewleta huqûqê vekiriba û pê re jî perspektîvên nû yên bazirganîyê. Vê îluzyonê wê nikaribûya zêde dewam bikira.
Ev hevnegirîya ku di navbera gotin û kirinan de roj bi roj beloqtir dibe, herweha di pêkanîna projeya paşerojeke lihevhatî a rewakirina kirinên wan de dibe palpiştek ji bo xuyabûna nerewatîya pergalên sîyasî yên rojavayî. Gava tenê kirasekî sincî li holê dimîne, şahidîyên li ser operasyonên rojane yên li cihê bûyerê ji bo nêrînên raya giştî dibin hejînên danjibîrkirinê. Li pêşberî heqîqeta dijwar, sedemên ketina nav şer bi carekê weke ku hebin xuya dikin. Ya dimîne êdî tenê întîbaha makîneyeke şermnenas e û ev makîneya ku ketîye nav pêşbazîyeke hovane, nahêle kesên xwe lê girtine bi awayekî erênî û berdewam xwe nas bikin.
Heman nehezî û xemsarî dikarin di nav şirketên mezin de jî xwe bidin xuyakirin. Îdeolojîya nûlîberal hertim tîne bîra karmendan ku ne pêwist e tiştekî hêvî bikin ji karbidestê ku dikare her kêlîkekê wan ji kar bavêje û kesên din li şûna wan bi cih bike, bi taybetî jî dema ku êdî performansa wan nikaribe bersivê bide hedef û tarîfên hertim guherbar ên şirketê. Teknîkên bênirxkirin û qelskirina ewlekarîyê gelemperîtir dibin. Beşên herî li jêr ên silmeya hîyerarşîyê, ji niha ve kadroyên navîn bi dest xistine û tesîrê li rêveberan jî dikin. Herçende tezmînata jikaravêtinê têra xwe derfetên mezin deryne ber van ên dawîyê jî, peyman pir zelal e: Sazîbûna nû û qusandina butçeyan dikarin, di kêlîkekê de, karmendekî ji karê wî bikin.
Li gelemperîbûna bêewlekarîyê jiholêrabûna gav bi gav a şemayên hîyerarşîk zêde dibe û cih dide awayekî xebatê yê zêdetir girêdan û zanînê ferz dike. Ji ber vê yekê, ji endamên şirketekê tê xwestin ku xwe bi temamî bidin karên xwe, serbixwe bin û kabîlîyeta xwe ya pêşengîyê îsbat bikin. Wekî din, di artêşekê de jî bicîhanîna fermanan ne bes e: divê mirov afirîner be û hemû hêz û hişê xwe bide karê xwe. Paradoks jî li vir dest pê dike. Çawa mirov bixwazin li hemberî karsazekî ku êdî qet girîngîyê nade projeyên dîrokî yên hêjayî fedakarîyên mezin dilsoz tev bigerin û di ser de jî eger ev karsaz di her fersendê de jî vîna xwe ya ji bo ziwakirina gola mezin a çavkanîyên mirovî yên pevguhêzbar dîyar bike?
Bi înternetê re, binesazîyeke sofîstîk ya ragihandinê ji niha û pê ve wê berdest be ji bo her kesê ku ji vê bêahengîya mezin a ji bo "teqandina pergalê" enerjî û motîvasyonê werdigire. Çend kesên jêhatî û dilxwaz bes in ji bo ku parçeyên puzzelekê bigihînin hev û dirûvekî biheybet ji wan bi gewde bikin. Stratejên eskerî vî dirûvî weke "kesê raser-xurt" bi nav dikin û wî weha tarîf dikin: "bi tena serê xwe pêkhatî ji bo tevdana rêzek bûyerên mîna şelaleyekê, lihevsiwarbûyî: xirakirina pergalekê, rawestandina wê ya bi temamî, an jî jiholêrakirina rêzikên li tevahîya cîhanê di merîyetê de ne. Kesê raser-xurt xwedî têgihîştineke bikarxistin û lihevgihandina pergaleke kompleks e; xwegihandina firehzemîneke tevnên hesas; ragirtina hêzeke ku karibe li dijî tevin an jî pergalekê xwe bizivirîne û her dawî jî: vîna bikaranîna wê (3)".
Avakarê Wikileaksê Julian Assange û pênasa vê profîlê tam li hev diguncin. Tevina wî bi temamî pala xwe dide wî bi xwe; Ew hem hêza wê hem jî qelsîya wê ye. Wikileaks heman derbasekên ku hemû komên li derdora kesayetîyeke karîzmatîk xwe li hev girtine, vedinase: otorîtarîzm, nebûna prosedurên navxweyî, îhtîmala şaşîyeke mirovî û dawîyê, xetereya êrişên hundirîn an jî derveyî yên zirarê didin şexs an jî îtîbara şexsan. Lê belê çi bi serê Asseng û Wikileaksê bê bila bê, ev model ji niha û pê ve êdî heye. Ew ê xwe li deverên din û bi awayên din ji nû ve hilberîne.
Bêserûberbûna rêzikên medyayê û mezinbûna komên çapemenî û ragihandinê bû hêmaneke girîng a xirakirina qada gelemperî ya demokratîk. Zextên di warên aborî û sîyasî de bûn sedem ku redaksîyonên medya û çapemenîyê giranîyê bidin belavkirina nûçeyên sivik (soft news), û ji lêkolînên têkildarî pirsgirêkên gel bêhtir jîyan û cîhana modeyê derînin pêş û cihekî fireh bidin şiroveyan. Hukûmet jî ji alîyên xwe ve, fêrî lîstikên medyatîk bûn û niha ew bi xwe agahîyan bi dizî difirînin nav destên kesên din û dixwazin ew kes wan agahîyan eşkere bikin. Rojnamevanên ku bi deshilatîyê ve hatine girêdan û agahîyên xwe ji desthilatîyê werdigirin, dawîya dawî, di dema şer de, konên xwe bar kirin tenişta hêzên eskerî.
Di vê wateyê de, blog û "rojname-vanîya welatî" demekê weke ku bûn şûngirên sazûmana berê ya medyayên kevneşop. Eger serûbinbûn hê pêk nehatibe jî, qada raya giştî hêdî hêdî dikeve nav veguherînekê. Pêşengên cihêreng derdikevin holê û vî warî dewlemend dikin. Xetereyên huqûqî yên girêdayî belavkirina naverokên hesas jî tên berteref kirin: mirov bi xwe êdî agahîyeke xeter eşkere nake, lê belê wê agahîya ku filan an jî bêvan malper eşkere dike, datîne ber xwe û tehlîl dike. Di rewşên zêdegavîyê de, daneyên hesas didin malperên ku tu têkilîya wan a diravî li gel komên pîşesazî yên medyayê tune. Yên nûhatî sûdê ji bikaranîna hem qelsîyên wan (tedbîra zêde) hem jî ji hêza wan a sereke, ya medyayên kevneşop werdigrin: îmkana hilbe-randin û sazkirina çîrokên ji bo berxwarina bi awayekî girseyî. Hilberîna rojnamevanîya lêkolînî ji nû ve xwe bi serûber dike û ji xwe re qada jîyanê dibîne, ji ber ku ji demeke nêz ve be jî, ew ji çavkanîyên nû yên diravê sûdê werdigirin.
Malpera Pro-Publica (4) a ku di 2007ê de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat saz kirin, xwe bi van hevokan derpêş dike: "Hola redaksîyoneke serbixwe a bêyî ku kara diravî ji xwe re bike armanc, ji bo berjewendîyên raya giştî lêkolînan hildiberîne (…), çeşnê ku medyayên kevneşop wê bi her halî bi çavê tiştekî luks lê mêze kiriba". Di nîsana 2010ê de sazûmaneke nêzî vê, Buroya Rojnamevanîya lêkolînî, li Londrayê derdiket holê. Ev malperên Înternetê bi hevkarîya dezgehên rojnamegerîya kevneşop ên lêkolînên xwe belav dikin, dişuxulin. Binesazîyên nû, yên weke Documentcloud, weha tên tarîf kirin: "komek çavkanîyên belgeyî û amûreke alîkar ji bo binxêzkirin, biserûberkirin û weşandina agahîyan". Ev binesazîyên nû her weha bi rakirina rizdeyên navbera holên redaksîyonê û sazîyan, dixwazin bikaranîna çendeyên mezin ên daneyan hêsantir bikin. Di nav vê şemayê de, wezîfeyên cur bi cur ên rojnamegerîya lêkolînî pêk tînin - parastina çavkanîyan, vekolîna belgeyî, berhevkirina belgeyan, sinifandin û biserûberkirina agahîyan, destekdayîna ji bo tegihîştin û belavkirina agahîyan - di navbera gelek hevparên xwedî modelên cihêreng ên aborî de tên parvekirin (şirketa bazirgan, komeleya ji bo karûbarên derî-qezenca diravî, tevn) hemû di nav ahengekê de dixebitin da ku karibin xwe bigihînin heqîqeta bûyera di nav civakê de.
Berî avakirina Wikileaksê, Assange stratejîya xwe ya têkoşîna li dijî desthilatdaran weha rave dikir: "Dezgehek di razên xwe de çiqas neheq an jî ´hesûd be, ewqas jî tirsa çizirandina agahîyan li cem rêveberên wê û li nav derdora nêz a biryarwergiran vediguhere paranoyayê. [Îfşakirina belgeyan] bivê nevê dawîya dawî dibe sedemê sistbûna çerxên ragihandina navxweyî, dibe sedemê ragirtina çendeyek mezin a agahîyan, û di encamê de jî di asta tevahîya dezgehê de dibe sedemê kêmbûna zanîn û agahîyan (5)."
Analîzvanên karûbarên saloxdarîyê li dijî hewldanên veşartinê hişyarîyan didin. Li gor wan zeximkirina tedbîrên parastina agahîyan, zêdetirkirina beş û şaxan, û veşartina hejmareke roj bi roj mezintir a daneyan, wê ne helwêsteke baş û bikêrhatî be. Li gel vê yekê jî wisa xuya dike ku rêya ku piranîya servîsên saloxdarîyê heta niha jî bi biryardarî dişopînin neguherîye (6). Hema rojekê piştî îfşayên Wikileaksê, daîreya amerîkî ya dewletê berî her tiştî biryar da dawî li têkilîyên xwe û SPIRNETê (tevna bi artêşê re parvekirina agahîyên sinifandî) bîne.
Heta ku medya û çapemenî bi çavkanîyên navxweyî yên desthilatîyê ve girêdayî bin, vîna wan a xebatê ya li ser agahîyên bi rastî jî hesas, wê sînorkirî bimîne. Ev rewş nexasim li Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê pir berbiçav e. Dema nirxandin û belavkirina belgeyên ji alîyê Wikileaksê (7) ve bidestxistî, ketin rojevê, The New York Timesê bi xwe jî bi dudilî xwe da ber. Her çi organên din ên çapemenîyê ne, wan yekcar xwe weke dijberên belavkirina bi vê rêbazê ya belgeyên mijara gotinê îlan kirin.
Felix Stalder*
Perwerdekarê li zanîngeha huneran a Zurîhê û lêkolînerê li Enstîtuya teknolojîyan a Vîyanayê. Guhertoya pêşî ya vê nivîsarê di Mutemagazine.orgê de hatîye belavkirin.
- Hevpeyvîn, Der Spiegel, Hamburg, 29'ê mijdara 2010ê
- Binihêrin Christine Delphy, "Une guerre pour les femmes?" ["Şerekî ji bo jinan"], û Serge Halimi, "Photos sans Lumières" ["Wêneyên bêroniyê"], Le Monde diplomatique, adara 2002ê û îlona 2010ê
- "The Super Empowered Individual" ["Ferdê pir bihêzkirî"], Zenpundit, 28ê cotmeha 2006'an, http://zenpundit.blogspot.com.
- Julian Assange, "The Non-linear Effects of Leaks on Unjust Systems of Governance" ["Bandora nerêzkirî ya îfşayan li ser pergalên neheq yên hukûmdariyê"], http://cryptome.org, 31ê qanûna 2006ê
- Scott Stewart, "WikiLeaks and the Culture of Classification" ["WikiLeaks û çanda rêzkirinê"], Stratfor.com, 28ê cotmeha 2010ê
- Glenn Greenwald, "NYT v. the world: WikiLeaks coverage", Salon.com, 25 îlon 2010
- Glenn Greenwald, "NYT v. the world: WikiLeaks coverage", Salon.com, 25 îlon 2010
Wergera ji fransî: Baran Nebar

