Faust û sîmyaya kapîtalîst
Berhema ku bûye sembola çanda almanî, Faust bi dirêjayîya dema meraq û şiroveyên pir cihê hate afirandin. Ev piyesa ku heta demeke nêzîk jî bêtir li Komara Federal a Almanyayê (KFE) dihate îhmal kirin, lê li Komara Demokratik a Alman (KDE) weke sembola avakirina civateke nû dihate rave kirin, îro li ber ronahîya krîzê gihaştiye qonaxeke din: Fausta ku mîmara yekem a globalîyê bû, îro bûye lehengek neyînî li tevahîya cîhanê.
Goethe, di dema şoreşên endustrîyê û siyasetê de yên ku li Ewropayê dawîya sedsala XVIIIem û destpêka ya XIXem serûbin kiribûn Faust nivîsî. Ev xebat bi dirêjayîya temenekî pêk hat. Profesorê edebiyatê Michael Jaeger dest nîşan dike. Gava ku wî ji nû ve weke piyes dest avêt Doktor Faustê dema berê –sembola efsaneyî ya simyanasîyê yê ku dilê wî bi daxwaza zanîna her tiştî lê dida û di Serdema Navîn a alman de derket holê, paşê di dawîya sedsala XVIem de, piyesa Ingilîz Christopher Marlowe da ser şopa wê–, Goethe hîn bîst salî bû. Piştî "yekem" Faustê (Urfaust) di 1775ê de, ew Faust Iê di 1808ê de çap dike; ew dê berhemê ji nîvsedsalê bêtir bi şûn de, di 1831ê de, "di bin bandora Şoreşa Tîrmeha 1830ê de li Parîsê" (1) temam bike. Ev Fausta IIyê, ku Goethe dê heta mirina xwe, di 1832yê (82 salîya xwe de), devê wê mohr bike, dê demeke dirêj ser sehneyên almanî nebîne. Ji ber ku, ew dê ji nû ve bilîze û him jî li ber ronahîya şiroveyên nû –bi taybetî jî ya Hans Christoph Binswangerî (2), profesorê rûmetê yê aborî û ekolojîyê li Universiteya Saint Gallê, li Swîsreyê–, tu dibêjî qey îro bi awayekî seyr dengê wê û yê krîza kapîtalîzmê ya îro bi hev re olan dide. Û bi daxwaza ji hev derxistina şert û mercên wê re jî.
Û bi Şeytên re dikeve şertê
Em pê dizanin ku Doktor Faust, hosteyê zanîneke bê serûbin e, lê ev yek wî tetmîn nake û bi Şeytên re dikeve şertê: Ger şeytan alîkarîya wî bike ku ew bextewerîya li ser jêrzemîne nas bike, wê gavê Faust dê rihê xwe bide wî.
– Ger ez niha bêjim: Tu raweste! Tu ewinde bedewî ku!
Wê demê tu dikarî min qeyd û bend bikî
Wê gavê ez bi tunekirina xwe razî me
Wê çaxê zengila mirinê dikare lê bixe…(3)
Bi Méphistophélèsî re, lehengê me dike ku dev ji pirtûkxaneya xwe berde û li dinyayê bigere, da ku daxwazên xwe pêk bîne.
Goethe pir ji nêzîk ve bi zanyarî, teknîk û aborîyê mijûl dibû. Karzanîya wî ya di vî warî de derfet da wî ku di mîrekîya Weimar de weke Wezîrê Aborî û Diravî were wezîfedar kirin. Bi awayekî pir çalak bi vî karî rabû. Lê bi diravî bi tenê nayê ser, herwiha bi xebatên avadankirin û sanayîyê, maden û tekstîlê eleqedar dibû. Di warê budceyê de, em deyndarê wî ne ku ji bilî ya ji bo talîman, wî hema hema budceya artêşan bi tevahî jê bir.
Mirovê çalakîyê, berî giştî maneya çalakîyê, encamên lêgerîna pêşketinê û sînorên "hevdemîyê" ye, ku bi Faust re minaqeşe dike. Tiştê ku bi taybetî jî, ji bo nêrîneke hevdem a di warê aborîyê de balkêş e, ev e.
Bi vî awayî weke mînak, ji bo bersiva pêdivîyên împaratorê xezîneya wî vala bidin, Faust û Méphistophélès pere çêkirin: Li gor aborînas Binswanger, ev sêhrbazîya nûjen, berdewamîya sîmyayê ya bi navgînên din e, ku êdî nema pêdivîya wê bi çêkirina zêr ya ji risasê heye, lê bi biqîmetkirina maddeyekî bêqîmet, kaxezê... heye ku bike pere. Nema pêdivî bi derxwezayîyê heye, ji ber ku êdî mûcîze xwezayî ye: Ji alîyê din ve, di sedsala XVIIIem de, Mîrê Orléansê, piştî ku banker John Law girte kar, stêrnasên xwe ji kar avêtin. Di piyesê de, kiryara afirandina diravî –bi kîmyagerîyeke hinekî weke destekî sêhrbazîyê–, ku bi awayekî pir mentiqî têkilîya wê bi mesqeretîyê re hebe, pêk tê: Împarator, gava ku li ber ronahîya meşxelan banknota orjînal a bankê îmze dike, xwe dixe drûvê Plutusî, Xwedayê Xezebê yê sermîyanên di bin erdê de.
Li Ewropayê, berevajî Çîna ku di vî warî de li pêş wê bû (4), afirandina dravî ne îmtiyaza dewletê bû, lê ya bankeyeke taybetî bû, ku ew jî xwedî îmtiyazên dewletê bû. Goethe, ji avakirina banka Îngilistanê ku ji alî karsazên Cityê ve, di 1692yê de hatiye ava kirin, îlhamê digire. Qiral îmtiyaza derxistina pereyekî kaxezî yê bêyî ku li hemberî qîmetê wî yê derkirinê têra xwe zêr hebe, dide vê bankeyê. Ev xala destpêkê ya sîstema dravî ya îro ye: Îcadkirina krêdîyê, paşê, –bi rêyên din– , dê avakirina dravî ya faustomefîstofelî dirêj bike.
Ji vê çirika pîs, zêrê xalis diherike
Qonaxa duwem a pêvajoya sîmyayî dê bibe ya afirandina qîmeta rasteqîn. Goethe bi awayekî pir vekirî dît ku misogerîya zêr a dravî têrê nake. Pere divê bibe sermîyanek, ew divê bibe sermayeguzarî. Guherîna ji bînerên şoreşa endustrîyê ve eyan e: Weke mînak Alexis de Tocqueville derbarê Manchester de wiha dinivîse, "ji vê çirika pîs, zêrê xalis diherike". Pere derfeta kiryarê, afirandina di warê aborîyê de dide. Faust dibêje:
"Ez dixwazim desthi-latê dagîr bikim, milki-yetê kiryar her tişt e, serfirazî ne tiştek e", Lê belê armanc çi ye, encam çi ye gelo?
Li ber qaqeb xwestina xwe ya dawîn, lehengê Goethe vê hevoka erjeng bi lêv dike û wê weke "peyva dawîn a zanatîyê" dihesibîne:
Ew bi tenê bi qandî jîyanê hêjayî azadîyê ye,
Yê ku divê her roj wan bifetihîne.
Bi vî rengî ye ku xeter dora wan digire,
Zarok, xortê nûgîhayî û kalemêr dê salên xwe yên çalak li vir derbas bikin.
Min dixwest ku ez bibînim vê gêra gêrikê,
Li ser axeke azad xwe biçikilînim, bi gelekî azad re,
Wê gavê li wê derê, ez dikarim bêjim:
Tu ewinde bedew î ku, raweste êdî!
Îdeala wî ew e: Tevgerandina giştî û seyarbûna giştî ya li hemî civata her dem bêbêhnvedan ne jî navberdan li ser kar e, belavbûyî ye. Civatek ku, di nav bêewleyîyeke berdewam de, ku êdî nema karibe weke berê bijî, lê bûbe civateke pêrewî. Ger em bi peyvên xwe yên nûjen, ên vê dinya îro bibêjin, dê ne perwerde, ne jî xanenişînî hebe –û helbet mirov dê yekşeman jî bixebite. Ji bo Faust, dê ji ya ebediyetê pê ve tu bêhnvedan tunebin. Lê ev nearamîya berdewam nayê tehamûl kirin: Geriyana di metbexên pîrebokan de yên ku jê re ji bo domkirinê tiryakan amade dikin, mecbûrî ye:
"Daqurtîne wê gavê! Heydê metirse. Méphisto di guhê wî de dibêje, berî ku jê re eşkere bêje:
"Zû em derkevin, ne lazim e ku tu bêhna xwe vedî."
Mezinahîya ku mirov berê di dîn de lê digeriya êdî derbasî warê aborîyê bûye
Pere, maldarî, vejen û makîne, em di nav şoreşa senaîyê de ne û li ser riya dînê nû yê kapîtalîzmê ne. Binswanger rave dike: "Mezinahîya ku mirov berê di dîn de lê digeriya êdî derbasî warê aborîyê bûye". (5) Lê ger, ji bo Walter Benjamin, "di bingeha xwe de kapîtalîzm bikêrî sivikkirina van heman şikan û gumanên ku berê dînan ji wan re bersivek didît, tê", daxwaza kiryarê, ya pêşketinê û hwd., ku wî geş dikin, nikarin wî aram bikin. Piyes dikare bi awayekî bêkêmasî li navenda Fona dravî ya navneteweyî (IMF) bête lîstin. Lê Goethe îro derfeta ku mirov li hemberî vê zincîrqetandina bi rik, pirsa sînorê xwe zanînê bifikire jî dide.
Ji bo Binswanger, trajedîya Faust herwiha jî ya bêpîvanîya wî ye: Faustê "çavên wî ji ber dîtina wî ya pêşketina bêrawestan tarî bûyî, ew bixwe dê bingeha projeya xwe ya aborî hilweşîne û dinyayê bîne helakê". Nexwe, heval û hogirên pêşketinê dê helbet çalak bin, lê herwiha jî jehrî bin… Ger, em bên ser "fetha wî ya mezin û dawîn", Faust dest pê dike avgîrên ku "hemî tiştên"berê fetihandine" jehrî dikin ziwa bike, ew, li gor aborînas, qurbanîyê îluzyonekê ye. Ev ziwakirin ne temamkirina berhema wî ya mezin (bi maneya sîmyayî) e, lê sererastkirineke herî hêsan a mercên derveyî yên ji ber xebatên wî yên dema avakirina kêzînê ye, ku bêyî wê nabe. Goethe bi baldarî projeyên Kanalê Suweşê, Panamayê, Ren Tunayê, ku pêrgî van astengan tên taqîb dike.
Lê "jehrên çalak" ên din hene, him jî … manewî ne. Faust, ji alî kesayetîyeke sembolîk ya bi navê Sorge ve tê kor kirin. Sorge, Fikar (ev peyv herwiha bi almanî tê mana "lênêrîn"ê), bawer dike ku dengê bêr û bivirên ku dibihîze avzêman diguherin. Ya rast, ew gora wî dikolin. Û yên ku dest didinê jî êdî ne mirov in, lê bitenê cin, xeyalet, ruhên gerok in, yên ku bi şûn de mane. Xewna Margaret Thatcher xanimê bi cî hat: Civat hate hilweşandin. Wê gavê, nirxê ku karibe wateyê bide van karan hemîyan çi ye? Oskar Negt (6), xwendekarê kevin ê Adorno û hevkarê Jürgen Habermas, ku beşeke mezin a wextê xwe ji bo sendîkayan feda kir, şiroveya xwe ya Goetheyî dixe navenda exlaqê kalvînîst ê kar, li gor bingeha ruhê kapîtalizmê bi ya Max Weber.
Madem ez heme, divê ez jî tevbigerim
Ez dixwazim aniha zendên xwe badim û dest bi kar bikim.
Li vir, gelo qudreta mirovî, ji ber ku gava kar dibe "tiryak" dev jê berdide? Faust di encamê de dibe birêveberê kampeke kar û Oskar Negt nikare xwe bigire ku di vî beşî de weke hisiyatekê nêzîkbûnekê di navbera Weimarê, bajarê Goethe û kampa temerkuzê ya Buchenwaldê de nebîne. (7)
"Di destpêkê de çalakî bû", ya ku lêker, peyv û hêz ji nav bir. Di warê aborîyê de daxwaza çalakîyê weke bêserî lêgerîna nemirîyê ya li ser rûyê erdê derdikeve holê. Bezîna li dûv demên mirî dema mirinê dikuje. Lê Faustê ku dixwaze bikaranîna demê bifetihîne, mehkûmê biserneketinê ye: Û Méphistophélès dê rabigihîne ku "Dem bû serwer" –ceribandina sîmyayî bi ser neket, Faustê ku li bêsînorîyê digere, li hemberî dinyayeke dawîlêhatî bi tenê dimîne. Di vê xwendinê de, ev helbesta dramatik weke ceribandina Goethe ya ji bo heta dawîyê li Fabila mêşên hinguv a Mandeville difikirînê û ji vê piyesê çêkirina laboratuareke ji bo encamên wê yên pirjimar e. Peyva wî ya binavûdeng, bingeha lîberalîzmê, ku dibêje "gunehên taybetî xêra giştî pêk tînin" bi pêşniyara Méphisto ya ku dibêje bûyîna "beşekî ji vê hêza ku hertim xirabîyê dixwaze û hertim qencîyê dike" re li hev dike. Lê wê gavê Faust çi bike, pê li "hêza" şeytanî bike, yan daxwazên xwe serbest bihêle yan jî biserkeve ku "hêdî hêdî hemî tiştên li ser riya pêşketina wî dibin asteng, bimale" (8): Ev e prensîpa bazara pîroz …
Bernard Umbrecht: Rojnamevan
- Li zanîngeha Azad a Berlînê profesorê edebiyatê û nivîskarê "Global Player Faust oder das Verschwinden der Gegen- wart (Global Player Faust an jî wendabûna dema niha)" WJS Verlag. Di 2010ê de ji nû ve hate çap kirin
- Geld und Magie [Pere û sêhrbazî, şiroveyeke aborî ya Faustê Goetheyî ye], Murmann Verlag, Hambourg, 2010 (çapa yekem, 1985)
- Wergera hatiye bi kar anîn a çapa nû ya Urfaust, Faust I, Faust IIê ye, ku ji alî Jean Lacoste û Jacques Le Rider ve hatiye wergerandin û şirove kirin, weşanên Bartillat, Parîs, 2009
- Împaratorê Çînê ji bo pereyê hêsan nivîsîngehek ava kiribû
- Pirtûka wî ya pêşde dê aborînasan weke "civateke bawermend" nîşan bida
- Die Faust Karriere, vom verzweiflten Intellektuellen zum gescheiterten Unternehmer (Karîyera Faust. Ji ronakbîrîyek şikmend ber bi karmendîyek serkeftî ve) Steidl Verlag Göttingen 2006
- Di 1937ê de hatiye ava kirin
- Le divin marché (Bazara pîroz), Denoel, Parîs, 2007
Wergera ji fransî: Yaqûb Karademir


