Erdheja jeopolîtîk li Rojhilatê Navîn
Berdewamkirina zêdetirî salekê ya xwepêşandanên li Misir, Sûrîye, Yemen, Bahreyn û li welatên din ên ereb dide xuyakirin ku serhildanên ku li tevahiya herêmê berbelav bûne, wê zû bi zû bi dawî nebin. Lê belê mirov nikare ji bîr bike ku demokratîzekirin jî li vê herêma veçiriyayî ji ber gelek nakokî û pêşveçûnan ketiye xeterê.
Şêr hez nake ku dagîrker bikevin mala wî. Şêr hez nake zarokên wî bi şevê werin hişyar kirin. Şêr wê destûrê nade were kirin. Divê ew nekevin mala şêrî." "Dagîrker" kî ne? Hemin, eskerên Hêza Navneteweyî ya Alîkarîya Ewlekarîyê (ISAF), yên ku bê destûr dikevin malan û gumanbaran digirin. Zilamê ku van peyvan li ber çepikên li holê bi lêv dike, tu devereke wî naşibe şêrekî: Serokdewletê Afganistanê Hemîd Karzayî yê ku sala 2001ê ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve li ser textê desthilatdarîyê hat bi cih kirin; bi xêra wesayeta wan ew li ser desthilatdarîyê dimîne; wî di hilbijartinên serokdewletîyê yên tebaxa 2009ê de bi alîkarîya "civaka navneteweyî" sextekarî kirin. (1) Bi vê axaftina neteweperest ew piştî 2014ê amade dike, lewra hingê divê para mezin a eskerên amerîkî û temamkerên wan vekişin. Dîsa jî kêm pêkan e ku şelafîyên bi vî rengî wî ji çarenivîsa ji hevkaran re veqetandî xilas bike.
Di heman demê de Dewletên Yekbûyî ketine nav operasyonên vegerandina welêt a alav (û eskeran) ên herî tevlîhev ên dîroka xwe. Di dawîya salê de ji bilî çend sed şêwirmendan pê ve wê kes li Iraqê nemîne. Heta bi deqîqeya dawîyê Washingtonê hewl da desteka Bexdayê bi dest bixe da ku çend dehhezar esker li Iraqê bimînin, lê belê muxalefeta gel ewqasî zêde bû ku hêzên siyasî yên hevgirên Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) bi xwe jî li ber vê daxwazê rabûn.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê Iraqeke ji dîktatorê xwe rizgarbûyî li dûv xwe bihêlin, lê belê zehmet e ku ew ji bo Rojhilatekî Nêzîk a demokratîk bibe mestere û model: Welatekî xirakirî û parçekirî, dewleteke jihevketî, bi dehhezaran jinebî û sêwî, wendakirî û seqetmayî, mezhebperestîyeke xurtkirî, gerîlayeke El-Qaîdeyê ya hê çalak –tevî ku ev gerîla di dema dagîrkirina welêt a sala 2003yê de nebû. Ji bo tevahîya van gunehan wê tu berpirsyarê amerîkî li ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî neyê dadgeh kirin.
Wekî din hukûmeta heyî ya li Bexdayê, bêguman girêdayî Dewletên Yekbûyî ye, bi awayekî nakokane têkilîyên ji dostanîyê wêdetir bi hêza îranî a cîran re datîne. Hem li Afganistanê û hem jî li Iraqê redda gelan a birêvebirina bi destê bîyanîyan hat piştrast kirin: Vegera li serdema kolonyal ne mumkin e. Ev herdu binketinên Dewletên Yekbûyî lawazbûna wê ya nisbî ya li herêmê nîşan didin, ev yek ji alîyê şoreşên ereb ve jî hate piştrast kirin, nexasim ji deshilatdarîyê dûrxistina Zînel Abidîn Bin Elî li Tûnisê û berî hertiştî ya Husnî Mubarek li Misirê ku di bin wesayeta wan de bû û stûna stratejîya wan a herêmî bû.
Ev jêçûn aktorên herêmî neçar dike li derdoreke neewle û bêîstîqrar bi roleke çalaktir rabin. Heta niha Rojhilatê Nêzîk li ser du qisman dabeş dibû: Bendek ya ku jê re benda "berxwedanê" dihat gotin ji Îran, Sûriye û hevgirên wan ên Hamasa filistînî û Hizbullaha libnanî û bendeke alîgirên Rojava yên ku Misr û Erebistana Suûdîyê serkêşîya wê dikir. Benda pêşî di serî de bihêztir bû: Xwepêşandanan du rejîmên hevalbendên Rojava ji holê rakirin, ya Tûnisê û ya Misirê û hinên din jî hejandin, ya Bahreyn û ya Yemenê. Urdun û Fasê bi xwe jî ber bi guhertinê ve gav avêtin, li alîyê din li Beyrûdê li gor wekhevîyê hukûmetek bi cih bûye ku Hizbullah û hevgirên wê yên xirîstîyan ên Tevgera Welatparêz a Azad a general Michel Aoun wê bi rê ve dibin.
Erebistana Suûdîyê ji ber "lawazîya" Washingtonê fikaran dike, ya ku ji tirsa îhtîmala li welatên din belavbûna şoreşan dev ji dostên xwe berda û heman Erebistana Suûdîyê biryar da dev ji pasîvbûneke dîyar berde û hêzên xwe bajo qada şerî. Pêşî di nav çend hefteyan de destpêka 2011ê 214 milyar dolar –bi qasî deynên Portekîzê ne– li welatîyên xwe belav kirin, bi awayekî ji bo bêçekkirina muxalefetê, ya ku ne bi tenê di nav hindikahîya şîî de, lê belê herweha di nav ciwanan de jî dengê xwe bilind dike; lewra ciwan li ser blog û medyaya civakî nerazîbûna xwe (%18ê bêkaran sala 2000ê xwedîya dîplomeyên zanîngehê bûn, sala 2009ê ev rêje %44 bû) derdibirin. (2) Damezirandina şêsthezar karan ji alîyê wezareta karê hundir ve weke hişyarkirina kesên serhişk û sernetewên xuya bû. Paşê tevî muxalefeta cografyayê bi pêşnîyazkirina hewandina Urdun û Fasê ya nav Konseya Hevkarîya Kendavê (CCG) (3) û fînanskirina monarşîyên wan û desthilatdarîya nû ya li Misirê da ku wan "di nav refan de" bigire. Jixwe di encamê de Riyadê serê hêzên eskerî yên CCGyê kişand, ên ku nîvê meha gulanê Bahreyn dagîr kir da ku raperîna demokratîk û daxwazên wê yên jirêderketî yên ji bo monarşîyeke li gor destûra bingehîn bitepisînin, bi vî rengî agirê pirsgirêkên di navbera şîî û sunîyan de li tevahîya herêmê gurtir kirin. Wekî din ev dagîrkirina ku ji dûreparêzîyên Dewletên Yekbûyî jî derbas bû, bi hênceta "tehlûkeya Îranê" hat kirin, ev tehlûkeya Îranê ji bo birêveberên Kendavê ji ya Îsraîlê bêtir endîşeyan peyda dike.
Gumanên li ser Îranê... ji 1984ê pê ve
Îran û Erebistana Suûdîyê berî şoreşa Îranê ya sala 1979ê bixwe jî dijber bûn, tevî ku hingê herdu welat jî hevgirên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûn. Banga Ayetullah Rûhullah Xumeynî, suûdî li bin guhê erdê xistin û desteka suûdîyan dayî êrişkarîya Iraqê li dijî Îranê ya dema şerê di navbera 1980 û 1988ê de têkilîyên herdu welatan xirabtir kirin, heta ku di salên 1990ê de baştir bûn. Dagîrkirina Iraqê ji alîyê amerîkîyan ve ya sala 2003ê, li Bexdayê bicihkirina hukûmeteke ku weke şîî ango nêzî Tehranê tê dîtin, bûna hêzeke heremî ya Îranê, muxalefeta li Bahreynê hevrikîya di navbera herdu hêzên Kendavê ji nû ve zindî kir û ev yek jî li ser mijara Sûrîyeyê bi gewde û dîyar bû.
Biryara Lîga Ereb a betalkirina demî ya endametîya Şamê vê çirîya paşîn li Washingtonê û li paytextên ewropî bi kêfxweşî û pesindanê hat pêşwazî kirin. Rêxistina ku demeke ewqasî dirêj ji ber pasîfbûna xwe dihat rexne kirin, di dawîyê de gav avêt çalakîyê û mafên mirovan parastin, bi ser de jî ne bi daxuyanîyên pûç, belê bi kirinên xwe. Erê monarşîya Suûdîyê ya ku prensê nû yê welîaht Nayif ê ku ji sala 1975ê ve wezîrê karê hundir û hêzdar e û berpirsyarê zindîkirina çalakîyên polîsê dînî yê li welatê xwe deqa li dijî Sûrîyeyê mohr kir, lê belê ev yek çavdêrên şad û kêfxweş nerihet nake; dengê xanedanîya Bahreynê ya ku muxalifên xwe digire û êşkencê li wan dike, yan jî dengê serokdewletê Sûdanê yê ku ji alîyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ve bi gunehên li dijî mirovatîyê û qirkirinê tê gunehbar kirin jî wan aciz nake: Wisa xuya ye ku Lîg bi "bihara erebî" re bûye yek.
Çawa întellektuelê libnanî Esed Ebûxelîl (4) digot, dibe ku "sedemê ev tevlîbûna Lîga Ereb elaqedarî rewşa zehmet a serhildanên ereb bin. Ew di çarçoveya talîmatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de pêk hatin. Ew herweha bi îhtîrasên mezin dibin ên Mîrîtîya Qetarê tên rave kirin, Qetar dixwaze nîşanî Washingtonê bide ku ew dikare bi qasî Erebîstana Suûdîyê û Urdunê serê xwe li ber berjewendîyên emperyalîst ên amerîkî bitewîne û dilsoza wan be û bi vî rengî bikêrhatina xwe bi delîl nîşanî Dewletên Yekbûyî (û Îsraîlê) dide. Lîga Ereb piştrast kir ku dê destûra wê neyê dayîn ku bi rolekê rabe heke ew bi tevahî weke biryarên amerîkî tevnegere." Ew digihêje vê encamê, "Di van hoy û mercan de çêtir e ku ev Lîg xwe dûrî her şêwazê rolan bike."
Lewra ya li Rojhilatê Nêzîk li ser tê lîstin ne bi tenê siberoja demokratîk e, belê herweha serxwebûna herêmê ye. Em dikarin bêyî ku pê re hemfikir bin, daxuyanîyên kevne-şêwirmendê Cemal Ebdul Nasir li vir binivîsin, ew behsa peymanên nû yên Sykes-Picot (5) yên parvekirina herêmê di navbera hêzên rojavayî (6) de dike û helbet behsa dewamkirina siyaseta tepisandina filistînîyan ji alîyê Îsraîlê ve –ya ku tu caran Lîga Ereb bersiveke cidî nedaye- jî dike. Ev alîyê serê hatî girtin, bêyî rewa bike rave dike ka ji bo çi Hizbullah destekê dide rejîma Sûrîyeyê; li gor daxuyanîyên sekreterê wê yê giştî Hesen Nasrellah, Hizbullah difikire ku saxî û silametîya rejîma Sûrîyeyê "ji bo saxî û silametîya doza filistînîyan şertekî pêwîst e." (7)
Li Sûrîyeyê desthilatdarîyê biryar da hêza bi şid û şidet yekane bersiva "bêbextîya ji derve" ye. Wê artêşa xwe û milîsên xwe berdan qada şer, ji êşkencê heta bi kuştinê û girtinên girseyî xwe ji tu navgînan venade. Bingeheke wê li cem alewîyan û herweha li cem hindikahîyên din –xirîstîyan, durzî û hwd.– heye û çawa ku xwepêşandanên destekkirina serokdewlet Beşar el-Esed ên ku ne televizyonên rojavayî û ne jî el-Cezîre wan nîşan didin, piştrast dikin, heta li cem civaka sunî bixwe jî bingeheke wî heye. Tevî ku rejîm ji bo zexmkirina rewabûna xwe bi wan dilîze jî, tehlûkeyên şerekî navxweyî yê mezhebî rastî ne. Ev tehlûke cîranên wê dixe nav fikaran, li pêşîya hemûyan jî Enqerê.
Di navbera Tirkîye û Sûrîyeyê de sînorekî hevpar ê 900 kîlometreyan dirêj heye, ji ber vê Tirkîyeyê pêşîyê hewl da zorê li Esed bike da ku reforman bike. Lê belê redkirina serhişk a Esed kir ku serokwezîr Tayip Erdogan cihê xwe di nav benda dijmina Şamê de bigire. Tirkîyeya endama NATOyê ye hewlê dide li ser xeteke zirav bimîne; di navbera şermezarkirina tund a siyaseta Îsraîlê ya ku popularîteya wê li Rojhilatê Nêzîk xurt kirî û ya Îranê kêm kirî û tirsa xwe ya ku bike ku Sûrîye ji nû ve karta xwe ya kurd bi kar bîne, çawa ku di salên 1990ê de bi piştgirîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirî. (8) Enqerê qebûl kir ku li ser erdên wê yekîneyên Artêşa Azad a Sûrîyeyê bi cih bibin û heke şer berfireh bibe, wê pê re rûbirû bibe, herêmên tampon ên ji bo parastina xelkê di nav erdê Sûrîyeyê de ava bike. Weke gelek aktorên li herêmê Tirkîye ditirse ku şerekî navxweyî yê mezhebî, dibe ku di encama reaksîyoneke zincîrwarî de belavî welatên cîran Libnan û Iraqê bibe û tevahîya herêmê bigire nav xwe; ev tehlûkeyek e ku gelekî ji "tehlûkeya nukleer" a Îranê cidîtir e.
Tevî xweşkirina bêqisûr a medyatîk, rapora Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya meha çirîya paşîn weşandî bi ti awayî erê nedikir ku Îran bombeyeke nukleer ava dike –îdîayeke bi dehsalan e tê pirgêsinî kirin, îdîaya pêşî heta bi 24ê nîsana 1984ê diçe (9) –belê wê pirs derxistin pêş, pirsên ji rêxistinên ewlekarîyê yên rojavayî û îsraîlî tên û ev rêxistin hê jî red dikin ku çavkanîyên xwe yên "agahdarîyan" bidin IAEAyê. Û Tehranê jî bersiva wan pirsan neda.
Hevgirtina navbera welatên ereb û Îsraîlê?
Çawa ku ji zanîngeha Florîdayê Hamid Seri îşaret pê dike, ev mentiq bi awayekî ecêb bûyera iraqê ya destpêka salên 2000ê bi bîr dixe (10). Raporeke Komîsyona Kontrol, Rastandin û Teftîşê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji alîyê Hans Blix ve hatî bi rê ve birin "17ê adara 2003yê, sê rojan berîya şerî îdîa kir ku Iraq ji gunehbarîyên veşartina sîlehên tinekirina girseyan paqij nebûye." Ji bo çi ev "şaşîya" çor? "Pirsgirêk ne agahdarîyên mufetişan bûn, lê belê pêşhukmên wan ên ku girtî û bendeyên teorîyeke nikare were ‘derew derxistin’ bûn, (...), lewma prensîpa wan jê dida rê ew bû ku mirov nikare bawerîyê bi Iraqê bîne. Ango nebûna delîlan tu tişt piştrast nedikir, lewra mirov nikare tu caran eşkere nîşan bide ku tu tiştî venaşêre." Bi vî awayî Îran jî wê weke Iraqa ber bi dawîya salên 1990ê ve bi "ne dildarîya" xwe bi pêvajoyeke gunehbarîyên bêdawî re rûbirû bimîne, ên ku armanca wan çawa ku wê rewabûna ne kontrolkirina bernameya nukleer a Îranê ye, lê belê ew e ku rejîmê misêwa di bin barê gunehbarîyên daîmî de bihêle. Û her dewam dike kirasê texrîbkirina atomî ya Îsraîlê li vê îdîayê dike, tevî ku wezîrê parastinê yê Îsraîlê Ehûd Barak bi xwe rave dike ku gelek sedemên Tehranê hene ku li herêmeke evqasî bêîstîqrar bixwaze xwe bi nukleerê gurçûpêç bike. (11)
Gelo sibe wê şer çêbe? Zehmet e mirov pêş bibîne, ewhinde ku encamên êrişeke li dijî vî welatî li gor tevahîya analîstan wê ji bo herêmê felaketek be. Lê belê Washington û Tel-Aviv di qismekî de bi ser ketin: Çêkirina dijminekê ku balê ji ser pirsgirêka Filistînê dide alî û ku bi ser de jî destûrê dide ku hevgirtineke de fakto di navbera welatên ereb ên nerm û Îsraîlê de pêk were, ev xewneke kevin a serokê amerîkî Ronald Reagan bû: Yekkirina ereb û îsraîlîyan li dijî "tehlûkeya sovyetî".
Şoreşên ereb dikarin alîyên jeopolîtîk yên şer û pevçûnên li herêmê veşêrin. Pêjna pêvajoya parçebûna Rojhilatê Nêzîk û heta ya Mexrebê hê berîya 2011ê dihat: Şerê navxweyî li Iraqê, bêîstîqrarîya Kurdistanê, şerê navxweyî yê bêdeng li Libnanê, parçebûna Filistînê, serxwebûna Başûrê Sûdanê û tevgerên cûdaxwaz li Sûdanê, bêîstîqrarîya li Saharayê, pirsgirêka Saharaya Rojava... Şerekî nû yê herêmî wê ne bi tenê li pêşîya tevgerên demokratîkbûnê bibe bend û asteng, lê belê ew ê herweha bibe nîşana ketina nav kaosê ya herêmeke cîrana Ewropayê.
- Alissa J. Rubin, "Karzai Details Vision for Long-Term Partnership With U.S. (Karzayî kite bi kite vîzyona ji bo hevkarîyeke demdirêj a bi DYEyê re rave dike)", International Herald Tribune, Neuilly-sur-Seine, 16ê çirîya paşîn 2011
- Edith Schlaffer û Ulrich Kropiunigg, "Saudi Youth: Unveiling the Force for Change (Ciwanên suûdî: eşkerekirina hêza guherînê)", Center for Strategic and International Studies, Gulf Analysis Paper, Washington, çirîya paşîn 2011
- Ji şeş welatên peravên wan li Kendavê erebo-fars pêk tê: Erebîstana Suûdî, Yekîtîya Mîrîtîyên Ereb, Oman, Kuweyt, Qetar, Bahreyn
- "Syria and the Arab League: the motives (Sûrî û Lîga Ereb: sedem)", Al-Akhbar bi Ingilîzî, 18ê çirîya paşîn a 2011ê, http://english.al-akhbar.com
- Berîya dawîya Şerê Cîhanê yê Yekemîn fransî û brîtanîyan di nava xwe Împaratorîya Osmanî parve kir û nexasim jî herêmên ereb. Vê lihevkirinê xetên stûr û mezin ên sînorên heyî yên herêmê dîyar kirin
- Isandr El Amrani, "In translation: Muhammad Hassanein Heykal on ‘the new Sykes-Picot’ (Di wergerê de: Muhammad Hassanein Heykal der barê ‘Sykes-Picot a nû’ de)", The Arabist, 13ê çirîya paşîn a 2011ê, www.arabist.net
- Amal Saad-Ghorayeb, "Why Hezbollah supports the Syria regime (çima Hizbullah destekê dide rejîma Sûriyê)", Al-Akhbar bi Ingilîzî, 5ê çirîya paşîn a 2011ê
- Wendy Kristianasen, "Le gouvernement turc face au défi kurde (hukûmeta tirk beramberî pirsgirêka kurd)", Le Monde diplomatique, çirîya paşîn 2011
- Nima Shirazi, "The Phantom Menace: Fantasies, Falshoods, and Fear-Mongering about Iran’s Nuclear Program (Tehlû- keya xeyalî: xeyal, derewînî û bazirganîya tirsê der barê bernameya nukleer a Îranê de)", Wide Asleep in America, 29ê kanûna 2010ê, www.wideassleeppinamerica.com
- Hamid Seri, "Iran’s UN Inspectors are Repeating the Iraq Mistakes (Mufettişên NYyê yên ji bo Îranê şaşîyên li Îraqê dugêsinî dikin)", Informed Comment, 18ê çirîya paşîn a 2011ê, www.juancole.com
- MJ Rozenberg, "Iranian nuclear programme not about Israel (bernameya nukleer a Îranê ne der barê Îsraîlê de ye)", Al Jazeera English, 20ê çirîya paşîn a 2011ê, www.aljazeera.com
Wergera ji fransî: Luqman Guldive


