Emê hemû di 2100’an de nemir bin…
“Ez naxwazim bi xêra berhemên xwe bigihime nemiriyê. Ez dixwazim bi nemirinê bigihime nemiriyê.” – Woody Allen
Di havîna 2009’an de, çil şagirtên ku ji nav hezar û dused namzetan hatibûne hilbijartin, dest bi semînereke xerîb û kêmnas kirin: “University of Singularity” (SU). Neh heftiyên konferans û atelyeyan ku tê de kesayetên herî nadîde cih girtin, wekî Vinton Cerf (“bavê” înternetê), Robert Metcalfe (danerê protokola tora ethernetê), George Smoot (Xelatgirê Nobelê bo fîzîkê ya sala 2006’an), Astronot Dan Barry û komeke bisporên matematîkê, pizişkiyê û bisporên vekolînên fezayî.
Di bingeha boçûna wan de “qanûna Moore”, navê danerê şirketa mîkroprosesoran a Intel’ê, heye. Bi ya vê qanûnê, hejmara transîstorên ku em dikarin li ser karteke elektronîk bi cih bikin, bi awayekî nizamî, her du salan du beramber zêdetir dibe, û ev yek bi bihayekî sabît pêk tê. Cextê li vê yekê dikin ku ev diyarde, ne tenê di elektronîkê de tê dîtin: Wisa diyar e ku hemû qadên zanistî xwedanê heman rîtma bilezbûnê ne, lê bi awayên hevterîb, ku her yek ji wan bi awayekî yên din xwedî dike(1). Kawdana teknolojîk, bi awayê lêkzêdebûnê ye: ji bo çespandina vê, kafî ye mirov li ser frîzekê [aliyê jorîn û xemldar ê dîwarekî] dîroka zimanî xêz bike, an jî ya mekanîkê, hetta bikeve pey şopên merheleyên mezin ên werarê [tekamûl; evolution].
Bi ya endezer Ray Kurzweilî, ku bi rexekê ve serkêşê vê bizava hizrê ye, encam bi xwe xwe dadisepîne: sed salên tên, nabin muqabilê “sedsaleke pêşketinên teknolojîk”, lê belê wê bibin muadilê “bîst hezar salên kawdanê, bi hisaba asta kawdana îro.” Ji bilezbûna daîmî, “heta dawiya salên 2020’an, kompûterin wê bizên (…) xwedanê şiyana derbaskirina testa Turing’ê, îşareta wê yekê ku ew kompûter nema wê ji mirovên bîyolojîk bêne cudakirin.(2)” Ji hingî û pê ve, “em –mirov– wê pir zekîtir bin gava ku em digel teknolojiya xwe dibin yek.”
Di vê boçûna wêdeyî-mirovî de, dahatû hêviya mişetiya behre û kapasîteyên venedîtî. Ku ev jî bi rexê xwe ve wê rêyê li ber bilezbûneke nû ya teknolojiyê vekin, heta digihe xalekê –Singularity’ya [tekîtî] binavbang, bi S’ya mezin– ku “dê gerdûnê bixe nav goma zekayeke ji bineretên xwe yên biyolojîk û mêjiyê mirovî cudabûyî [û] wê made û enerjiyê di nav vê mija mêjiyî de tîr û têr bike.” Hingî tu tişt wê neşibe wan tiştên ku me heta niha zanîne. Herwekî ku Vernor Vingeyî, bisporê matematîkê û nivîskarê kitêbên zanist-fîksiyon û yek ji serkêşên pîroz ên Singularity’yê, dinivîsand: “Em têdikevine nav pergaleke ewqas cuda ji rabirdûya mirovî, ku em mirovên din lê ajal in(3).”
“Gelo şêtî ye? Belkî, dibêje Jean-Louis de Montesquiou li ser bloga Govara Books’ê. Lê belê, yên ku zana bi xwe nas kirine bi hêsanî qanih dibin. Bi taybetî yên ku ew li ser qada vîrtûel nas kirine: Lewre Ray Kurzweil hez ji “telebarkirin”ê dike di wan civînan de ku em dibînin hologramê wî [wêneyê sê-rehendî] yê tewaw xapînok, li dora menzelekê li Sîngapûr’ê digere, û di heman demê de bersivê dide pirsan û hereket dike, lê belê laşê wî yê fîzîkî di wê navberê de her li California’yê dimîne. Pêşbîniyek, ku herwiha gelek pozîtîv e û bi awayekî pir balkêş hatî belavkirin, pir bi hêsanî dibê cihê baweriyê.(4)”
Ev bizava xwedanê gelek malperên înternetî, kariye ev bîst sal in meylên xwe yên herî tundrew –ji wan meylên tundrew, ekstropiyenan [extropians: pêşbîniyek e ku dibêje ku bi xêra zeka û teknolojiya mirovî, jiyan wê li sertaserê gerdûnê bi awayekî nizamî bê belavkirin], ku armanca wan bi xêra zêdebûneke daîmî ya zanyariyan çêtirkirina mirovî ye bi rêya şerrê li dijî entropiyê (xerabûn û paşketina her çi madeyeke rêkxistî)– û geeksên asayî, anku amatorên amrazên teknolojîk û zanistê, jî bigihîne hev.
James Hughes ê sosyolog û rêveberê Enstîtûya Etîk û Teknolojiyên Taze, kêfxweşiya xwe bi gotinên “êdî bizava wêdeyî-mirovî lobiyeke rasteqîne pêk aniye” derbirre(5). Dawiya 2009’an, bi kêmî çar fîlmên belgeyî dihatine duristkirin li dor van gotarên futurîst [rewta ku ji meylên îro bi rê dikeve û pêşbîniyan derbarê dahatûyê de dike].
Ji bo têketina nav halet-î ruhiyeya şagirtekî “Singularity U”yê –bêyî ku hevbîr û pabend bin digel “prensîbên ekstropiyen”– fêleke biçûk a retorîk bes e. Çima, mîna ku Neteweyên Yekgirtî dike, bi feryad û nûzenûz rabigihînin ku divê heta 2015’an, rêjeya xelkê ku rojane bi kêmtir ji dolarekê dijîn, nîvenîv bê daxistin (Yekemîn armanca wan ji bo geşedanê?) Çêtir e ji dêvla wê, di roja pêşwaziya şagirtên taze de, vê mijara hizrî bixine nav munaqeşeyan: “Divê hûn milyareke mirovan xwedî bikin li ser dinyayê. Hûn wê çawa bi vê mesûliyetê rabin?” Kerem kin! Hizreke pozîtîf, avaker û pragmatîk. Bi rastî, bo bêhnekê bifikirin: xurek çi ye, heke ew madeya organîk nebe ku bi şiklekê tê ber me ku em dikarin bimehînin [hezm bikin]? Her ew bes e ku wê makîneyê dabihênin ku dê, bi rêya nano-robotan, xurekan ji herriyê an jî ji kevzên deryayî durist bike. Kêşe çareser bû, meseleya din!
Bi ya Peter Diamandisê avakerê SU’yê, teknolojî ne tenê dikare birsê ji nav bibe, belkî dikare hemû bela û karesatên mirovatiyê çareser bike(6). Wiha ye îmana hejmareke mezin a van mirovên ku di bûteya Scillon Valle’yê [Newala Scillonê] de mêjiyê xwe şûştine, û hejmareke şirket an jî enstîtûyên vekolînan ên li lûtkeya teknolojiyê bi rê ve dibin.
Yên herî pîr, zarokên baby boomê, cextê li aciliyeta “berxwedana” fîzîkî dikin heta wê çaxa ku em wê bizanin wan “nano-robotan” durist bikin ku wê bi derziyan li laşê mirovî bêne barkirin…û wê nehêlin hucreyên me bimirin. Ji ber vê hindê ye ku gelek bal û girîngiyê didine ser xurek û şertên fîzîkî. Jixwe Kurzweil di kitêba xwe de li xwe mikur tê ku “rojê dused û pênceh hebên teqwiyeya xurekî dixwe û heftiyê ji şeşan zêdetir entravenozan digire.” Dirêjkirina maweya jiyanê di nav bernameya SU’yê de cihekî girîng digire ; di vê bareyê de SU konferansekê li ser “dawî li pîriyê” bi rêk dixe ku armanca nihayî jê “nemiriya biyolojîk” e.
Di atelyeyekê de li navenda vekolînan a IBM’ê li Almaden’ê, şagirt ihtimalên cihê yên çareserkirina qeyrana enerjiyê dixine jêr pirsiyaran: Rûxandina çiyayan ji bo derxistina enerjiya madeyê ; avakirina lewheyên rojî yên nanoteknolojîk li ruwangeyê ; an jî, bi rengekî kêmtir afirîner, danîna sîstemekê ku tê de dabînkerên elektrîkê wê bikarin ji dûr ve klîmatîzasyona ofîsên şirketan û karxaneyan rawestînin gava ku wan pêdivî bi enerjiyeke zêdeyî hebe…
Ew diçine serdana karxaneyên ku kevz û bakteriyan digihînin ji bo duristkirina nefta biyolojîk [biokerosene]. Taştêya xwe digel sermaye-rîskkeran dixwin. Berî ku Lego™’yên herî dawî derketî li piyaseyê bêne belavkirin, ew pê dileyîzin. Lê belê, -rojekê- li senaryoyên herî xeternak jî difikirin: robotên pir zekî biryarê digirin ku mirovatiyê ji nav bibin ; ezmûneke biyolojîk ji kontrolê derdikeve û xwe li dinyayê dipêçe…
Namilkeya hizrên têkel a netîceya wan danişînan, ku carinan xul û tem e lê hergav têra xwe têkder û aloz e, bi pirsên xwe yên pûç heta digihe meseleyên herî bingehî, xwedanê wî keresteyî ye ku serê vê koma elîtan –ku ne ya Davos’ê ye- tevlihev bike. Hişmendiya ku serkêşên hemû teknolojiyan in, wan digihîne hev. Li pêş çavên wan, tu rastiyeke din bi qasî vê yekê girîng nîne. Endezerê brîtanyayî Simon Daniel, ku wekî şagirt beşdariyê di SU 2009’an de dike, wiha behs dike di rêzegotareke di Financial Times de: “Hizreke bingehî û nerastewxo ya vê dewra perwerdeyê ew e ku her tişt pêkan e:heke hûn bikarin wê bisêwirin, sermaye-rîskkerek wê wê fînanse bike, û bilezbûna teknolojiyê dike ku ew projeya we gelek ji wan tiştên ku pêkan diyar in zûtir pêk bihê.”
Reng e divê hêj sed salên din bijîn da ku bibînin ka ev bernameya xeyalperest û seyr heta çi dereceyekê wê bibe rastî. Lê belê, nivîskar ne tenê xeyalperestên nazik ên meraqdarên zanist-fîksiyonê ne. Ev yekem dewra zankoya Singularity U’yê li binkeyên NASA’yê bi rê ve diçe. Di nav milyaketên wê yên parêzer de Larry Page jî heye, ku berî yazdeh salan armanca “rêkxistin û serûberkirina hemû zanyariya cîhanê” dabû ber xwe û … ku Google ava kir.
Têbînî:
(1). Bixwînin, Mateo Cueva, “Dema pirîsk, atom, noyron û gen dikin BANG” , Le Monde diplomatique, octobre 2009 [Le Monde Diplomatique kurdî, Çile 2010].
(2). Jêwergiranên ji Ray Kurzweilî ji wê kitêba wî hatine wergirtin: Humanité 2.0. La bible du changement, M21 Editions, Paris, 2007.
(3). Vernor Vinge, “ What is The Singularity?”, gotara li NASA’yê hatî pêşkêşkirin, adar 1993, ji Ray Kurzweil hatiye wergirtin: http://mindstalk.net/vinge/vinge-sing.html
(4). Jean-Louis de Montesquiou, “ Ray Kurzweil: serons-nous tous bientôt immortels?”, 27 Cotmeh 2009 ; http://www.booksmag.fr/opinions/b/ray-kurzweil-serons-nous-tous-bientot-immortels.html
(5). Elena Sender, “ Vivre 1000 ans, le transhumanisme y croit”, Sciences et avenir, Paris, Hezîran 2006.
(6). Bixwînin raporta David Gelles, “ A crash course in emerging technologies”, Financial Times, London, 24 Nîsan 2009.

