Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

"Em mîrasgirên çar û sovyetan in"

Yehya Al Selo: Evîn, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 60 x 40 cm

Di dema pêşbazîyeke hunera sporên şer de ku di televîzyonê de zindî dihat weşandin, serokwezîr Vladimir Putin ê tê de cih digirt, hat şermezar kirin. Namzedîya wî ya ji bo hilbijartina serokatîyê ya adara 2012ê reşbînî li nav welatîyên rûs belav kir, û bû sedemê bigewdebûna pirsên li ser paşeroj û nasnameya welêt, ku ev yek dikare di hilbijartinên giştî yên vê mehê de jî li dijî partiya wî bê bi kar anîn.”

Çend tarîx

25ê kanûna 1991ê:
Ala rûsî li ser Kremlînê cihê ala sovyetî digire.

Çile 1992:
Serbestkirina fiyetan.

Cotmeha 1992ê:
Destpêka ferdîkirina malûmilkên dewletî.

24ê îlona 1993ê:
Nûnerên gel li pey şeş mehên pevçûna li gel serokkomar di derheqê erk û hêzên wî de, xwe li Meclîsê asê
dikin; Boris Yeltsîn bang li artêşê dike da ku wan derxîne.

12ê kanûna 1993ê:
Pesindkirina Destûra Bingehîn bi rêya referandûmekê û hilbijartinên meclîsê.

11ê kanûna 1994ê:
Êrişa li ser Grozny.

3yê tîrmeha 1996ê:
Ji nû ve hilbijartina Yeltsîn.

16ê tebaxa 1999ê:
Viladîmîr Putîn dibe serokwezîr.

1ê cotmeha 1999:
şerê Çeçenistanê yê duyemîn.

31ê kanûna 1999ê:
Yeltsîn, Putîn wek berbijêrê serokkomar
pêşniyar dike û îstîfa dike.

26ê adara 2000ê:
Putîn tê hilbijartin.

14yê adara 2004ê:
Putîn dîsa tê hilbijartin.

2yê kanûna 2007ê:
Hilbijartinên meclîsê yên pêşî ku li gel rêjeya lîsteyên partîyan tên meşandin.

2yê adara 2008ê:
Dîmîtrî Medvedev wek serokkomar tê hilbijartin.

8ê gulana 2008ê:
Putîn dibe serokwezîr.

Bîst sal piştî jihevketina Yekîtîya Komarên Sosyalîst ên Sovyetî (YKSS, li çarçoveyê binêrin), Rûsya di heman demê de bi pirsgirêkên ji ber parçebûna împaratorîyê û bi zehmetîyên xwe yên taybet re rû bi rû dimîne. Ev dualîtî di nêzîkatîya welêt a li ser hilbijartina meclîsê yên kanûna 2011ê û hilbijartina serokkomar ya adara 2012ê de xuya dike. Lilia Chevtsovaya siyasetnas a ku li hember desthilatdarîya heyî bi zimanekî tûj diaxive, bîst salên bihorî weha xulase dike: "Piştî herifîna komûnîzmê, Rûsya li hember rewşeke weha bû ku tu dewletên dinyayê berî wê pê re rû bi rû nema. Ne tenê diviya ew dev ji vîzyona der barê xwe de ya wek qûtba şaristanîyeke alternatîv, li gel têkilîyên xwe yên xwedî bandor û împaratorîya xwe ya erdî ya baş bi cîh kirî berde, lê diviya ew herweha bi awayekî radîkal qaîdeyên birêxistina dewlet û civakê biguherîne". (1) Ev karê bi heybet dikare bi serê xwe şiroveya pêşketina Rusyayê bike ya ku, li 1992yê, li ser riya derbasbûneke dualî ya ber bi aborîya bazarê û demokrasîya awayê rojavayî diçû û bi pey re, ji vê riyê derket û berê xwe da rêkeke neteweyî ya hîn baş nayê tarîf kirin. (2)

Di heman demê de, pirsa nasnameyî girîngîyeke taybet bi ser xwe girt. Rûsyayê nedikarî li gor mînaka komarên din ên YKSSa berê bike, yên ku nasnameyên xwe li gel redkirina rabihorîya împaratorî û sovyetî xurt kirin. Di serî de ji ber ku ew mîrasdara heq û ferzên navneteweyî yên YKSSê ye: Kûrsîyên li Desteya Ewlehîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên din, ne tê, malûmilkên li bîyanistanê, hêza nukleer -ku ew jixwe pê serbilind e û li gel van tiştan statûya xwe ya hêza mezin pê rewa dike. Wekî din jî, ji ber ku xelkê rûs hîn bi alîyê federal û pirneteweyî ya welêt ve girêdayî dimîne, ku ev herweha taybetmendîyeke împaratorîyê ye.

Formeke erênî ya kevneparêzîyê

Ji ber vê yekê, qutbûna 1991ê mîraseke nezelal e. Li alîyekî, rûs kêfxweş bûn, ji ber ku ew ê edî karibin tevahîya pere û enerjîya xwe ji bo pêşketina xwe ya xweser terxan bikin, li şûna ku pêwîstîyên hemû "împaratorîya" çarîst an sovyetî bi ser xwe bigirin. Li alîyê din, wan bi zorê dîtina Rusyayê ya wek hêzeke di têkçûyînê de û feqîrbûyî qebûl kir, ya ku sînorên wê ji sedsala 18ê û vir de yên herî teng in û şêwirmendên rojavayî yên tên wê "medenî" bikin, wê weke şagirdeke ne pir jêhatî dibînin.

Serokkomar Borîs Yeltsîn (1991-1999) jixwe di girîngîya vê pirsa nasnameyî gihîştibû, lê roleke bi piranî bikêrhatî didayê: Nûkirina lihevhatineke neteweyî bi pey ji holê rabûna îdeolojîya komunîst û misogerkirina yekgirtîya pêwîst a ji bo serkeftina reforman. Di 1992yê de, wî komîteyeke taybet bi tarîfkirina guhertoyeke modern a têgiha kevin a "fikira rûsî" (ideïnost) (3) peywirdar kiribû –ku weke komîsyonên peyrew ên xwedîyên heman armancê, ji bilî minaqeşeyeke tevlihev tu encam jê derneketin. Jixwe, serokkomaran li pey hev hemûyan hewl dan ku hesta bingeheke hevpar a ji tevlîbûna dewleteke pirneteweyî û federal, her weke ji çandek, zimanek û dînekê pêkhatî, biparêzin; ev bingeh jixwe têgiha sedsalane ya tarîfa nasnameya rûsî ligel pevgirêdana sêserîya ortodoksî-çar-civata gel berdewam dike. Ev meraqa ji bo parastina girêdana rabihurîyê ne helwêsteke nostaljîk e: Ew ji şiklekî erênî ya muhafezekarîyê tê, ya ku hedef dike yekîtîya neteweyî biparêze, bêyî ku rê li ber guherîna welat ji bo demokrasîyeke pişt-împaratorîyê bigire. Oleg Morozovê cîgirê serokê Dumayê nîsana 2006ê bi awayê xwe heman tişt îfade kir: "Em peyrewên dîrokê ne, yên hemû hikûmetên rûsî... Ne weke çepgir an rastgiran, em hem peyrewên Rûsyaya çarîst, hem peyrewên Rûsyaya sosyalîst in... Ji bo ku dilsozên kevneşopîya sedsalane ya xizmetdêrîya welêt bimînin, em muhafazekarîya xwe tînin ser zimên". (4)

Lê belê, riya li ber vê armancê asê ye. Rast e ku Rûsya federal û pirneteweyî ye, lê belê gelên pêkhênerên wê jî dixwazin ji nû ve bi eslê xwe bijîn. (5) Ew tevlîbûna xwe ya di federasyonê de minaqeşe nakin, lê belê tunebûna pêşniyazeke ji aliyê federasyonê ve ku statuya wan di navbera modela împaratorî û homo sovieticus de terîf bike, qebûl nakin. (6) Jê zêdetir, welat ji çend mîlyonên karkerên koçbûyî re bû cîh û war (ji deh niştecihên Moskvayê yek e), ku hindik caran xristîyanên ortodoks in û ziman û çanda rûsî weke insûreke nasnameyî nahesibînin.

Nasnameya rûsî ya weha têgihîştî jixwe dihele, ne tenê li cem bajarîyên di bin bandorên navneteweyî de mayî, lê heta li nav gundîyên ku êdî êvarên xwe li ber ekranên televîzyonê derbas dikin û li talk show û terzên jîyanê û danûstandinê yên ji çanda orf û adetî bi temamî qutbûyî temaşe dikin. Dawîyê, ji bo gelek rûsên wek siyasetnas Andreï Melvil, heta "fikira rûsî" li ser bingeha têgihên hêz û cudatîyê tê danîn, lêgerîna nasnameyî wê rê nede welatê wan ku têkilîyên navneteweyî yên hemdem pêş de bixe.

Tevlî bernameyên hemdemkirinê yên mohra xwe li ser du dehsalên dawîn hiştiye, civaka rûsî bi esasî muhafezakar dimîne. Rayedar tê gihîştin ku istiqrar nirxa herî mezin ya stargehê ye: Eger piranîya nifûsê, guherînan ji şansekê bêhtir weke rîskekê dibîne, ew ji rejîmeke ku desthilata wê rûyekî istiqrarîyê nîşan dide xelkê, pir razî ne. Muxalefeta komunîst şiklekî berdewamîyê temsîl dike, li gel nostaljîya bihişteke ku bîranînên wê xweş in, lê vegera wê nayê xwestin. Herçi muxalefeta nekomunîst, ew wek laşekî bîyanî dimîne ya ku di kolanan de dike xirecir, ji civaka ku bi qasî derdorên desthilatdar ji parêzvana tebatîya siyasî ya heyî veqetandî ye. Ji xwe, muxelîf aynî muxelîfên salên 1980ê û 1990ê ne, bi taybetî Guennadi Ziouganov (damezirînerê Partîya Komunîst a Rûsî li 1990ê), Vladimir Jirinovski (gelperestê ji netewperestîyê sûd werdigre, damezirînerê Partîya Lîberal Demokratîk a Rûsyayê –LDPR) an Grigori Iavlinski (Partîya Demokrat a Rûsî –Iabloko). Serkêşên din ên muxalefetê "kevnerayedar" in û hin ji wan tevlî biryardana heman qeraran bûne ku ew îro rexne li wan digirin: Mikhaïl Kasianov, kevneserokwezîr; Boris Nemtsov kevnecîgirê serok-wezîr; Vladimir Ryjkov kevnenûnerê gel; Vladimir Milov kevnewezîrê enerjîyê; Garry Kasparov kevne-şampîyonê kişikê, Edouard Limonov kevnenivîskar. Îdeolojîya wan hewqas nezelal e ku heta pîvanên çepgir an rastgiran jî li van tevgerên bi xetên guherbar nayên.

Dibûya ku gel hinek sempatîyê ji bo muxalefeta nekomunîst, çendî rênexistî jî bibe, hîs bikira; eger rojavayîyan hewqas bi giranî piştgirîya wê nekira. Ev piştgirî îmaja kasteke piçûk dide ya ku, ji bo berjewendîyên xwe, reformên bi ilhama bîyanîyên nehevalên Rûsyayê pêşkêş dike û tevlî semîner û konferansan dibe da ku welêt rexne bike û ji van bîyanîyan sûdê werbigire. Jê xirabtir: Li gel vê piştgirîya bê şert û merc, muxelîfên lîberal bawer dikin û bi muxatabên xwe yên rojavayî didin bawer kirin ku projeyên wan ji ber zilmkarîya rayedaran û li derve hiştina wan a ji medyayên di destên desthilatê de têk diçin. Di rastîyê de, ew dikarin bi riya medyayên muxelîf ên belavkarîya wan sînorkirî ye lê xwendevanên wan ji siyasetê hatî ne (7) xwe bigihîjin sinifa navîn a nû, ku dibe dengên xwe bide wan. Eger partîyeke muxelîf a yekgirtî hebûya, wan jî karîbû dij-ixtidarekê pêk bînin.

Festîvala muxalefetê ya ku 1 û 2ê cotmeha dawîn li dorhêla Moskvayê çêbû, vê korbûna siyasî baş xuya kir. Ji bernameyan bêhtir, sohbet li dor pêvajoya hilbijartinan a "ji encaman girîngtir" tê hesibandin geriya. Nîqaş li ser pirsên weha rawestîya: Gelo divê em deng bidin? Bidin kîjan namzetê heyî, heta komunîst û LDPR jî, da ku "muxalefeta Rûsyaya yekgirtî xurt bikin"? Gelo divê mirov bultena xwe xiş bike an biqetîne da ku netê be? Rayedarên wek Kasparov, Nemtsov û Limonov bi tîj û tundî behsa bersiva wan a muhtemel kir, eger Putîn ew dawet bikirana: Qebûlkirina dawetê, redkirina wê, çûna Kremlînê lê redkirina nîqaşê, çûn, lê tenê bi amadebûna wezîrekî taybet nîqaş kirin, hwd. Kengî, piştî demeke dirêj, ji gelê amade re destûra pirskirinê dan, dijûn û xeber di odeyê de hatin avêtin û sifatên wek provokator û ajanê Kremlînê di nav bijarteyan de man. Vladimir Ryjkov (Rûsyaya Din) wek awayê tenê ya "beşdarnebûna komedîyekê" boykotê diparêze (8), Mikhaïl Kasianov (Yekîtîya Demokratîk a Gelane) jî li Parlemana ewropayî di nav hewldanan de ye ji bo ku rojavayî hilbijartinên hîn çênebûyî nas nekin. (9)

"Demokrasiya bi dengê gel"

Herçi serokkomar Medvedev û serok-wezîr Putîn, ew bi lêgerîna nasnameya rûsan û daxwaza wan a cuda û bihêzbûnê baş gihîştin; ev jî redkirina modelên ji hêla rojavayîyan ve hatî pêşkeş kirin, weke salên 1990ê, bi hincêta serkeftina di şerê sar de rewa dike. Pergala heyî kevneşopîya desthilatdarîya rûsî bi guhertoyeke hemdem diparêze -bêyî têkoşîna çekdarî-, ev jî tê maneya hevsengîyeke quwetan a herdemîn li nav derdoreke piçûk a bijartîyên li dor serok, yekgirtî. Endamên vê derdorê ji prestîj û xwegihandina serêkanîyan feydayê werdigirin, her weke xwedîyên heqê bikaranîna îmkanên îdareyî ne, yanî da ku dengê serok vedin û hilbijartinan qezenc bikin, dikarin budceyên federal, herêmî, xwecihî û rêxistinên dewletî, bi kar bînin. Tu kes hewla sextekirina dengdanê nade, lewre ku guman li ser serkeftina partîya desthilatdar nîne. Lê hedefa wê wergirtina rêjeyeke bilind a dengan e ji bo ku xuyanîya piştgirîyeke gelane ya berfireh jê derkeve û biryarên siberojê meşrû bike. Li ser vê, em dikarin behsa "demokrasîyeke plebîsîtê" bikin, ya ku elementên demokrasîyê di xwe de vedihewîne, lê ne demokrasîyeke rastîn e.

Di vê pergalê de, muxalefet ne qedexe ye: Ew beşeke tevna desthilatê ye. Kremlîn bê navber dibêje ku civakeke hevdem nikare bi tenê ji hêla partîyekê ve bê bi rê ve birin û ji salên 1990ê ve, serokkomarî hebûna partîyên muxelîf li Dumayê misoger dike û heta wan bixwe bi rêk dixe û fînanse dike. Yeltsîn dixwest rê li ber vegeriyana ser desthilatê ya Partîya Komunîst ya bi riya dengdanê bigire, lê Putîn û Medvedev xeyala afirandina pergaleke dupartîtî –weke li Dewletên Yekbûyî an Keyatîya Yekgirtî– dikin, ku yek ji van partîyan wê partîya wan, Rûsyaya Yekgirtî be. Hewldana Kremlînê ya havîna bihurî dîsa damezirandina Partîya Doza Heqdar, bi peywirdarkirina Mikhaïl Prokhorovê mîlyarder ku dikare hem partîyê fînansê bike û hem dengdarên lîberal ber bi xwe ve bikişîne, li serokatîya wê, şahidê vî tiştî ye. Lê belê partîyê ew bi daxwaza ferzkirina mirovên wî li ser lîsteyê mehkûm kir û ew red kir.

Kremlîn weha bêhtir girîngîyê dide  muxalefeteke înşaker" a ku cihêkarîya fikiran nîşan dide, bêyî ku lihevhatina civakî biçirîne. Demeke berî niha, Medvedev ev tişt li ber xwendekarên zanîngeha Barnaûl ên endamên şaxa xwecihî ya Rûsyaya Yekgirtî şirove kir: "Mirov dikare bi du awayan nerazîbûna xwe şanî bike. Dikare bi qelabalixî ji derve îtîrazê bike, an jî dikare ji xwe re bêje: ''Ez ji vêya nerazî me û ez dikarim tiştan di hindûr de biguherînim''." (10) Lê dîsa jî, di paşxaneke siyasî ya weha de, îlankirina Putîn a berbijêrîya xwe li hilbijartina serokkomarî ya adara 2012ê, di ber Kongreya Rûsyaya Yekgirtî de, milet xist şokê. Rast e ku ev deng li Moskvayê bi salan dihat bihîstin, lê belê agahî hewqas bi dizî hat parastin ku heta hevkarên nêz, wezîr û rayedarên partîyê jî şaş man. Ji bo îdareya heyî, ev tê maneya sekinîna heta gulana 2012ê, piştî sondxwarîya serokkomarê nû. Morala wê evçend nizm e ku li destpêka mijdarê, kesekî eleqedar wesfa atmosfera niha weke "nêzîkî atmosfera li bunkera Hîtler a gulana 1945ê tê hesibandin" da.

Zilamê berî yê îlahî westiya ye

Tê gotin ku Putîn ji ber anketan biryara berbijartinê da: Wan bi istiqrarî şanî da ku şansê wî yê qezenckirineke bi rihetî ji yê serokkomarê niha pirtir e. Jixwe, di vê demokrasîya hindik demokratîk de, rayedar bê navber anketên raya giştî çêdikin, berî, piştî û li nav her biryarekê. Lê belê, tevî ku herdu hevkarên dueta ji 2008ê ve li ser desthilata Rûsyayê ye (li kronolojîyê binêrin) ev daxwaza gelane ya dualî, istiqrar û hêza welêt, baş fêm kir -ku xuya ye yek ji herduyan jî ji yê din bêhtir bersivê dide van daxwazan-, êdî sal ne 2000 e ku Putîn di wê demê de bi pey kaosa salên 1990ê re wek mirovê xilasker derketibû holê. Di serî de ji ber ku wî bi xwe berbijêrîya serokkomarîyê ya Medvedev pêşnîyar kir û herweha serokwezîrê wî bû. Wekî din, lewre ku xirabîyên herî pir dibin sedema gazincên xelkê -bertîlxurî û bihabûna jîyanê- encamên siyaseteke weha ne ku wî jî wek serokwezîr, dike berpisîyar.

Êdî gelek rûs weha ditirsin ku istiqrar wê welêt ber bi tebatîyê ve bibe, tevî ku hin xweşbîn hê jî ji Putîn hêvîya destpêkirina reformên nû yên 2012ê dikin, wek wî 2000ê kiribû û herweha hêvîdar in ku Medvedev wê ji xurtbûna desthilata hikûmetî ya serokwezîrê niha xuya dike, sûdê werbigre, da ku hikûmeteke bêhtir reformker pêk bîne.

Li Dûmayê jî, sal ne sala 1999ê ye. Ji 2007ê ve, çar partî tê de temsîlkirî ne: Rûsyaya Yekgirtî, 315 nûner (ji 2003ê 94ên zêdetir), Partîya Komunîst 57 hilbijartî (6ên zêdetir), LDPR a 40 kursîyan zeft dike (3ên bêhtir) û Rûsyaya Adil 38 nûnerên gel (ev partî li 2007ê tunebû). Divê mirov bi haydarî li anketên raya giştî binêre, bes li gor anketan, dê tenê hersêyên pêşî derbasî rêjeya % 7ê bibin ku rê li ber pêkanîna grûpeke meclîsê vedike (11) û Rûsyaya Yekgirtî dê tenê piranîyeke sade bi dest bixe. Di hilbijartina herêmî ya adara 2011ê de, referansa dawîn a hilbijartinê, ev partî di çend herêman de ket rêza sêyemîn.

Ev tekçûn bû sedema endîşeya Kremlînê û bê guman di vegera Putîn de xwedîya rolekê ye. Lewre ku walîyên berpirsên vê tekçûnê di demeke weha kurt de nikarin bên guherandin, vê carê wê kampanyayeke rastîn lazim be da ku dengdarên bêbiryar ber bi sindoqan ve bên kişandin. Dibe ku piranîyeke piçûk ji bo partîyên welatên xwedîyên demokrasîyeke kevin bes be, lê ne ji bo Rûsyaya Yekgirtî ya ku naxwaze bi dengdana partîyên din ve bê girêdan. Heta berê destpêka kampanyaya parlemanê jî, Kremlînê endamên payebilind ên partîyê, her weke giregirên îdareyên serokkomarî û hikûmetî, şandin çarhêlên welêt û di serî de herêmên dudil.

Putîn hîn bes dilxwaz e ku hilbijartinan qezenc bike, lê belê îmaja wî ya mirovekî xurt ji holê rabû, herweke rêzgirtina beşeke gel. Xedarîya komîkan a ku xelkê dikenîne, alozîya karîkaturan, şibandina rojane ya Rûsyaya Yekgirtî bi "partîya diz û çeteyan", nîşanên vê yekê ne. Hertişt îşaretê dike ku awayê îlana bêrbijêrîyê, xeletîyeke mezin a ragihandinê bû û daxuyanîyên piştî wê jî rewş xirab kir, ji ber ku Medvedev û Putîn da zanîn ku cihê xeletîyê tunebû, ji ber ku biryar çar sal berê hatibû girtin. Welatîyan weha hîs kir ku ew hatin xapandin û tevî ku ew ê kevneserokkomar ji ber pêbawerîyê, an jî tunebûna alternatîvan dîsa hilbijêrin, rîsk heye ku ew cezayê li Rûsyaya Yekgirtî bibirin. Pirseke din jî heye: Gelo Medvedev ku wê serkêşîya lîsteya Rûsyaya Yekgirtî ya ji bo hilbijartinên meclîsê bike, dikare piştî encamên xirab ên muhtemel li ser desthilatê bimîne?

Ji ber vê yekê, em nikarin yekser bêjin ku "Ew ê bi heman kesan bidomîne" û weha hilbijartinên bê analîz bikin. Encamên hilbijartinên kanûn û adarê çi dibin bila bibin, karbidest wê mecbûr bimînin ku bi awayekî cuda bixebitin û bê guman fêrî hevjîyana li gel hêzên din jî bibin. Lewre ku serokkomarê bê niha wek mêrekî westayî û bêsebir xuya dike, dûrî rewşa wî ya yanzdeh sal berê. Medvedev jî ji dema devjêberdana hilbijartina serokkomarîyê ve, rihet û rizgarkirî xuya dike. Jixwe, pareke personela siyasî nêzî temenê malnişînê dibe, bi taybetî ji nav refên "mêrên rutbedar" (siloviki), gazîyên hêzên leşkerî û servîsên ewlehîyê ku Putîn 2000ê bi xwe re biribûn.

Pirsgirêkeke nifşî di nav qatên herî dûrî hev ên civakê de jî heye, ku bi hezaran ciwan êdî bi rastîya kolxoz, komîteyên navendî an kampên Komsomolê nizanin. Nîqaşa li ser texlîd an redkirina Rojavayê wan eleqedar nake; Ew ne xwedîyên nostaljîyê ne û ne jî nefretê. Berevajî dê û bavên xwe, dinya bi xêra Înternet, medya û îmkanên rêwîtîyê li ber wan vekirî ne. Bi gotinên xwe, ew dixwazin li welatekî "asayî" bijîn.

Pelişîna aloz a YKSSê

Roja 8ê kanûna 1991ê, sê serokkomar wek sûîkastvanan li nêçirxaneyeke di kûrahîya daristana piyê mirovan pêneketî a belarûsî de civiyan. Bêyî tu wekaleta ji komarên wan, an ji komarên din jî, Boris Yeltsînê rûs, Leonîd Kravçûkê ukraynî û Viaçeslav Şûşkevîçê belarûsî îmza avêtin bin peymanên Mînskê û weha jihevketina Yekîtîya Komarên Sosyalîst ên Sovyetî (YKSS) 31ê kanûna 1991ê û şûna wê avakirina Civata Dewletên Serbixwe (CDS) îlan kirin. Gazî duwanzdeh komarên federalbûyî yên din ku wê demê YKSS pêk dianîn, hat kirin ku beşdarî CDSê bibin.

Ev komar bêhazirî man: Tevî ku piranîya wan bi mehan behsa "hikûmdarîyê" dikir, li derveyî koma-rên baltikî, wan tucarî serxwebûneke temam nehesibandibû. Pêla şokê bi taybetî li Asya Navîn û li Qafkasyayê –ji bilî Gurcistanê- hat hîs kirin. Herçi serokkomarê Qazaxistanê Nûrsultan Nazarbayev, dana biryareke bi vî rengî bêyî ku nûnerekî ji duyemîn welatê berfirehtir ê YKSSê amade bibe, qebûl nedikir. Hêrsa wî bi bîra sê serokkomaran xist ku Yekîtîya Sovyetê ne bi dinyaya slavî bi sînorkirî bû.

Ji ber vê yekê, roja 21ê kanûnê li Alma Atayê, gaveke din hat avêtin. (1) Peymanên bi heman navî, ku ji panzdeh komaran yazdehan ew îmze kirin, CDSa nû bû resmî. Sê welatên baltîk jî (Estonya, Latvîa û Lîtuanya) fersenda qulibandina rûpela sovyetî girtibû û li gel welatên Ewropaya navîn û rojhilatî rêz bûn, yên ku piştî hilweşîna Dîwarê Berlînê, mîrasa komunîst imha kiribû û daxwaza tevlîbûna sazîyên weke Civata Aborî ya Ewropî (CAE) û Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûr (NATO) kiribû. Hikûmeta netewparêz a Gurcistanê jî meraqdara nîşandana serxwebûna xwe ya tevayî bû û tevlîbûna CDSeke di bin serdestîya Moskvayê de red kir.
Wek sembol, dawîya YKSSê li gel wêneyê daxistina alayeke sor û libakirina perçema sêrengî ya rûsî ku aniha jî li ser Kremlînê pêl dide, tê bîra mirov. Ev roj 25ê kanûna 1991ê bû lewre ku serokkomar Mîkhaîl Gorbaçev çend rojan berî tarîxa 31ê kanûnê îstîfa kiribû. Panzdeh komarên serxwebûyî ji wê demê pê ve bi pirsgirêkên derketina ji sovyetîzmê re rû bi rû man; di serî de qutbûna ji îdeolojîya marksîst-lenînîst a ku, tevî bêhêvîbûna gelek Sovyetan, hê jî çîmentoya jîyana siyasî, aborî û civakî ya welêt bû.

Jixwe ne cihê şaşîtîyê ye ku dewletên nû li peyrewên karîbû yekbûna civakî misoger bikin û sazûmanan rewa bikin, geriyan: Netewparêzî û dîn ji hêla pergala sovyetî çiqas tade li wan hatibû kirin jî, hewqasî bi xurtî dîsa derketin holê. Desthilatdaran herweha karê venivîsandina rabihurîyê girt ser xwe, da ku hestiyarîyeke neteweyî li welatên bi piranî ji referansên dîrokî yên bi sînorên nû ve girêdayî bêpar çêbikin. Qet nebe, efsane hebûn ku dikarî nirx pê were dayîn: Kozakê azad û serbilind, pêşîyê hemû ukraynîyan; mîrasa Cengîzxan a çend welatên Asya Navîn lê xwedî derdikevin, hwd.

Lê belê, berî hertiştî, pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî rê dan. Armanca van hemû komarên nû, sazkirina demokrasîyeke dabeşkir bû, bes li derveyî partîyên komûnîst, rêxistin lê tune bûn. Di mînakên herî serkeftî de, di navbera partîya desthilatdar, muxalefeta komunîst a tevindar de veqetiyanek hebû, lê nedikarî bi riya sindoqan vegere ser textê desthilatê –ji bilî li Moldavyayê, sala 2001ê–muxalefeteke nekomunîst li nav komikên piçûk dabeşkirî, yên ji reqabetên îdeolojîk bêhtir şexsî, timî şiklên nû digirtin.

Di warê aborî de, armanc ew bû ku aborîya bazarê bi lezûbez şûna pergala plankirina navendî bê danîn. Alîkarîya bîyanî modeleke ultralîberal û vekirina tevahî ferz kirin, ya ji bo veberhênerên bîyanî yên ku kêmanîyên personela siyasî û kêmbûna aborînasên nemarksîst bi kar dianî da ku peymanên neadil bi dest bixin ku komar tenê salan bi şûn ve ji wan rizgar bûn. Wek mînak, Dûmaya rûsî tenê 2003ê zagona li ser dabeşkirina qezencan, PSA (Power Sharing Agreement) (2) guherand û Qazaxistanê tenê 2010ê veberhênerên zemînên petrolê yên Kaşagan xistin ber destan.

Dawîyê, pirsgirêkên civakî jî pir bûn. Ji bo piranîya gel, dawîya YKSSê hat maneya qutbûna girêdanên malbatî, çandî û zanistî yên li nav komaran. Belavbûna jêrxaneyên ku bûn yekîneyên serbixwe, nikarin bên xebitandin û vekirina bazarên neteweyî li itxalatan, bûn sedema nemana bi hezaran karan. Xelkê neewlehî û tirsa ji siberojê hîs kir, herweke heyînîya sinifên civakî yên cihêkirî, herifîna nirxên malbatî û girîngîya pere û milkên madenî.

Bi pirsgirêkên mîna hev re rû bi rû mayî, hikûmetan ligel hin guhertoyên neteweyî jî bersivên hevreng dan: Li herderê, desthilat li ser bingeha serokkomarîyeke xurt, meclîseke ku weke odeyeke qeydkirinê dixebite, çapemenîyeke ku bivê nevê piştgirî dide biryarên resmî; di warê aborî de, têwerdana dewletê rê dide parastina şirketên xwecihî û ferzkirina alîkarîyê ji bo xizmetên civakî û jêrxaneyên herêmî li ser şirketên ferdî. Ev awayê xebatê xwedêgiravî nedaîmî bû û diviyabû wext bidaya aborîya bazarê da ku pergaleke fînansî ya têra xwe qalind li hember reqabeta navneteweyî çêbike; lê ew hê jî di dewrê de ye.

N.B.

  1. Paytexta Qazaxistanê ya wê demê, ku bi pey re navê Almaty lê hat kirin. Ji 1997ê ve paytext bû Astana
  2. Power Sharing Agreement qeydeyên belavkirina qezencan di navbera veberhêner û dewleta eleqedar de dest nîşan dike

Wergera ji fransî: Simko Destan

Çavkanî: 

Nina Bachkatov:
Redaktora Inside Russia & Eurasia (www.russia-eurasia.net).

  1. Lilia Shevtsova, Russia: Lost in Transition. The Yeltsin and Putin Legacies, Carnegie Endowment, Washington DC, 2007
  2. Bixwîne: Vladislav Inozemtsev, "Russie, une société sans citoyens", Le Monde diplomatique, cotmeh 2010
  3. Kovereke ku ji aliyê Fiodor Dostoyevskî ve hatiye birêvebirin, wiha dinivîsand : "Rûs neteweyeke di asta bilind de xweser in û ji bo me girîng e ku em formeke xweser çê bikin û ev form divê ji xaka me hatibe wergirtin." Ev "ramana rûs" dirêjî sedsala XIX. dibe û tevî ku di bin awayên cihêreng jî derketiye holê, ew ji aliyê gelek nivîskar û zanyaran ve hatiye parastin. Îro hêzên siyasî yên ku nasnameyeke ewro-asyayî ji nû ve dertînin pêş, bi bî awayî rêgeheke xweser a li dijî Rojava tînin bîra mirov
  4. www.edinros.ru, 15 nîsan 2006
  5. Rûsya % 80 rûs û nêzî sed gelên resmî naskirî di xwe de vedihewîne, ku tatar ji wan koman ê herî mezin in (% 4ê nifûsê)
  6. Bixwîne: Laurent Bazin, "La pandémie de l’"identité nationale"", Le Monde diplomatique, sibat 2010
  7. Rojnameya Novaya Gazeta, rêzeke malperên Înternetê weke Vedomosti (www.vedomosti.ru) an Kommersant (www.kommersant.ru), radyoya Ekho Moskvy, hwd
  8. "The Kremlin’s Political Cartel", The Moscow Times, 11 cotmeh 2011
  9. "Time to lean on Russia", nameya vekirî bi hevîmzaya serokê Partîya Lîberal a Ewropî, Guy Verhofstad, International Herald Tribune, Neuilly-sur-Seine, 25 îlon 2011
  10. Axaftina li ser NTVê weşandî, 1 mijdar 2011
  11. Bi zagona hilbijartinê ya nû, ev rêje dê ji bo % 5ê dakeve

Wergera ji fransî: Simko Destan