Êlegê jiyanê bo Yewnanistanê, gopal bo Ewroyê
Bi sûdwergirtina ji statuya kehanetê, serfkirina gotinên hevnegirtî: ev e îmtiyaza "bazaran". teleskopa îfşaker, ev in yên di heman demê de ji hilweşîna aboriya yewnan a bi tedbîrên zêde bêhn lê hatiye çikandin û ji bêserûberî û sistiya aboriya îtalî gazinan dikin. Gelo mirov nikare li şûna vê rêzika dûrî aqil "rêzikeke zêrîn" a din xeyal bike?
Em ferz bikin ku îro "rizgarkirina" Yewnanistanê pir acîl e. Heke em bala xwe bidin tevgera ramanên ku dîyar e hîn jî serdest in, mirov dê bi hêsanî bibîne ku tê xwestin rê li ber her cûre deynnedana dewleta helenî bê girtin û welat di herêma euroyê de bê hiştin. Ne tenê ji ber ku dê ji bo yewnanîyan felaket be ku îflas bikin û negihên armancên xwe, lê her wiha ji ber ku encam dê ji bo Ewropaya mayî jî bibe hezîmeteke pir mezin. Bi vî awayî, rizgarkirina Yewnanistanê dê ji bo yewnanîyan û ewropîyan tevde jî bi xêr be. Em li vê yekê kêlîyekê mikur werin û pirsa li jêr ji xwe bikin: Mercên îhtimaleke wiha dê çi bin?
Ji bo ku mesele hîn baştir bê fam kirin, em ferz bikin ku Atîna karibe ji niha heta sê çar salên din rewşa xwe ya darayî ya giştî, bi awayekî baştir bike ku deynê wê mistewaya ji % 200ê Hatinîya Nesafî ya Salane ya Navxweyî (HNSN) derbas neke. Hîn jî pirs çareser nebûye: Deyn halîhazir gîhaştiye dora ji % 160ê HNSNyê û lihevderneketina budceyê ya di maweya navbera çile û tebaxa 2011ê de 18 mîlyar euro (dike puanê HNSN) ye. Ev jî hîn dûrî jiholêrabûnê ye û her zêde dibe, bi îhtimaleke mezin ji ber kemberşidandina tirsnak a li ser xelkê hatiye ferz kirin, paşdemayîna aborî hîn zêdetir dibe; çalakîya aborî di 2011ê de ji % 5 kêm bû. Qebûlkirina kêmkirina ji % 21ê rêjeya deynên xwe yê ku divîya bistenda, "’bidilê xwe’ di bin darê zorê de", li gor lihevkirina 21ê tîrmehê ji alî bankeyên ewropî ve, bikêmanî dikare alîkarîya qebûlkirina sînorê ji % 200ê bike. Mesele wê gavê dîsa tê ser pirsa, bi mercên diravî yên ku bi tevayî gelê yewnanî nefetisînin (em li vir behsa lê vegerandina bextewerîya jîyana wî nakin...), kî dikare demeke dirêj barê deynekî wiha hilgire?
Di vê rewşê de, ya herî xirab wê rû bida
Beşê yekê yê bersiva vê pirsê ew e ku bi nebûna her cûre tedbîrên sext, bi tenê hîn jî hêza giştî ya ewropî dê karibe barê vî deynê giran hilgire. Weke ku buroyeke diravî jî bi awayekî vekirî dîyar dike "em xeyal nakin ku veberhêner bên tiştan bikirin". (1) Ne bi tenê ku, hemî zêdebûna deynê yewnanî êdî ji xeynî deyndayên giştî pê ve nema dikare bê fînanse kirin, lê biqasî senedên stokkirî divê bên nû kirin, sektora taybet dê her kubarîyê bike ku derfeta îstiqrara diravî bide Fona Ewropî (FESF) û Fona Diravî ya Navneteweyî (FMI) berî her kesî wê bi kar bîne. Di vê navberê de, banke û sazîyên din ên diravî heta dê gelekî kêfxweş bibin ku Bankeya Navendî ya Ewropayê (BCE), tevî van hemî pêşîlêgirtinên doktrînal ên di derbareyê deynê dewletê de jî, wî bigire ser xwe, ji bo ku zûbizû barê wan sivik bike. Wê gavê di maweya çend salan de, sektora giştî dê bikaribe bitemamî deynê yewnanî bigre ser xwe.
Gelo gelê yewnanî dê rêjeya faîza pir bilind qebûl bike?
Îcar dimîne ku mirov bizanibe rêjeya faîzê ya ji alî civata yewnanî ve, weke tevahîya civatê ya mayî, "bê qebûlkirin" dê çiqas be. Heta ku neke ku şoreşeke gel, yan desteserkirina desthilatê ji alîyê dîktatorîyeke xwînrêj ve, yan jî wendabûna şaristanîyeta yewnanî bide der, mirov dikare bêje ku neteweyeke pêşketî dê nikaribe barê jêgirtineke salane ya di ser ji % 6ê dewlemendîya xwe ya hilberandî re –ku ew jî jixwe, ji bo Yewnanistanê beramberî, nîvîyê mûçeyên karmendên dewletê ye- heta bi hetayê hilgire. (2) Ji bo liberhevgirtinê, barê salane yê deynê dewleta fransî yê niha kêm zêde li dora ji % 2.3ê HNSN a Fransayê ye. Em ferz bikin ku sabîtkirineke deynê giştî yê yewnanî ji % 200ê HNSN ya neteweyî mimkun be, wê gavê divê rêjeya faîzê ya rasteqîn [rejeya faîzê ya tevî hesabkirina enflasyonê] ku ji bo deynê welatî tê xwestin jî bi % 3yê bê sînordar kirin ku mirov bikaribe li bin ji % 6ê HNSN bimîne.
Di encamê de, heke dewletên ewropî bikaribin bi rastî jî ji bazaran bi faîza ji % 3 (an hindiktir) pere deyn bikin, ew dê karibin deynê yewnanî jî fînanse bikin û ev dê li ser wan bi qurûşekî jî nebe mal. Ji ber ku, di nîvê meha îlonê de, FESFê karibû ji bo fînansekirina plana alîkarîyê ya Portekîzê 5 milyar euroyan (li ser deh salan), bi rêjeyeke faîzê ya nomînal [rejeya faîzê ya bêyî hesabkirina enflasyonê] ji % 2.75ê, zêde bike. Bi ferzkirina ku rêjeya enflasyonê ya ji alî deyndêran ve berê hatiye pêşbînî kirin, li dora ji % 2yê be, ku ev jî birastî dê rêjeyeke faîzê ya rasteqîn a ji % 0.75ê bi xwe re bîne. Wê gavê dê fînansekirina berdewam a tevayîya deynê yewnanî, di van mercên pir di binya asta fetisandinê re be ku me li jor bahs kiribû.
Fona Ewropî dikare 440 mîlyaran deynê Yewnanistanê bigre ser xwe û ...
Ev senaryoya acîl dîsa jî dê sê mercên din li ser me ferz bike: Ku ev cûre plan jî bi awayekî vekirî fikra, ku birêveberên ewropî di vî warî de ji berê de li hev kirine û divê FESF xwedî kapasîteya deynkirineke hîn pir di ser 440 milyarên niha re be. Wezîrê diravî yê amerîkî Timothy Geithner jî, ev yek baş dîtibû û dema zîrweya Wroclaw hatibû, ji birêveberên ewropî re jî rave ke. Ne ji ber ku ji Parzemîna Kevnar pir hez dikir, lê belê, hîn bêtir ji ber ku ji bankeyan hez dikir. Geithner lê nedifikirî ku bankeyan li bende rehma demeke dirêj a nedana deynê Yûnanistanê bihêle. Ji ber ku bi 440 milyar euroyan, FESF bi tevayî dikare deynê vî welatî bigre ser xwe. Lê, divê berî plana Portekîz û Îrlandayê fînanse bike û bi vî awayî nîşan bide ku derfeta wê ya rihetkirina Îtalya û Spanyayê (bi tenê rihet kirin...) jî heye. Wê gavê heta bi kîjan mîqdarê mafê midaxeleya FESFê heye? Hezar mîlyar euro ji bo vê yekê reqemeke maqûl e.
Lê maqûl tenê ku dema di wexta xwe de bibe ... maqûl, bi plankirinekê ... bîr û bawerîya tevgerîyana bi biryardarî ... bê tawîz dikare tesîra xwe nîşan bide! Hemî dana "pêş û paş" a nû ya ji alî birêveberên ewropî ve, heta ku li ser rêyeke rast jî be, dê bi awayekî berevajî weke ji nû ve şerpezebûna li hemberî pêşketina bûyerên nayên kontrol kirin, bê dîtin. Hingê jî, felaketa herî xerab misoger e.
Îcar ev yek dê bixwebawernebûna bazaran kûrtir bike. Heke carekê BCE bernameya xwe ya ji nû ve kirîne rawestîne, rêjeya faîzê dê dest pê bike zorê bide deynê îtalî û spanî. Wê gavê, carekê bi henekan jî li pîpîzkê xistin, dê têr bike ku her kesê li trîbunan bawer bike ku penaltî (derecekirineke li bayê bezê ya notên di derbarê deynên dewletê de ji alî ajansên notdanê ve pêk tê) çêbû, ji bo ku kehaneta xwebixwe-pêkhêner ji nû ve bixin tevgerê. Welatên di bin vê êrişê de ne, êdî dê qet newêribin senedên deynên xwe yên dema wan hatiye, nû bikin, ji ber sedema ku dê mecbûr bibin bi rêjeyeke faîzê ya fahş pere deyn bikin. Di encamê de, dê deynê wan, ne bi tenê ji ber mîqdara wî, lê ji ber firîyana rêjeya faîzê neyê qebûl kirin. Divê em li vir bi bîr bixin ku deynekî rêjeya wî ya faîzê tunebe li ser mirov bi tiştekî nabe mal! Maneya xwe zêdebûna rêjeya faîzê ye, ku dibe sedema qebûlnekirina deynekî (bi maneya barê dana faîzê grev û ewinde jî budceya dewletê). Ev jî di encamê de fikra ku êdî deyn gîhaştiye mistewa ku nayê qebûl kirin, dide yên bideyn didin, ev jî wiha dike ku ew prîma rîskê zêde bikin û ji dewleta deynker bixwazin... ev yek rêjeya faîza ku zêde bibe, û bawerîya bi rîska tune ya paşerojê zêdetir dike.
Bihabûna deynan dê tesîra xwe li ser Almanya, Fransa û Holandayê jî bike
Di rewşeke wiha ya şerpeze de, FESFyeke ku mirov wê mecbûr bike da ku têra xwe bibe xwedî navgîn, dê derfetê nede ku mirov ji bazaran di mercên biavantaj yên ku îro derdixin pêşîya me de deyn bike. Bihabûna deynkirinan ji bo FESFyê dê tesîra xwe li hemî deynên dewletê yên herêma euroyê jî bike, ji ber ku giranîya misogerîyên ji bo van deynan tên xwestin dê barê welatên weke Almanya, Holanda û Fransa jî girantir bike, lewra ev welat hîn neketine nav koma welatên alîkarîya wan hatiye kirin. Plana rizgarkirinê ya ewropî dê wê gavê bibe weke sipartina hev a du îskeleyên rizîyayî ku mirov hewl dide wan bi xêra westana wan li ser piya bigire. (3)
Îcar eurobond (seneda deynan a euro yan dolaran, n.w), ji ber heman sedemê, dê nebin çareserîyeke pir baş. Li ser kaxezê, formula ku derfeta parvekirina deynên dewletê dide, ji alî hosteyên xelat-cezayan ve li ser bingeha rêjeya faîzê pêk hatiye, narîn e û ji alî siyasî ve jî zîrekî ye. (4) Ewropaya aborî ji kaosa deynan di nav kozmogonîyeke zarokî de ku federalîzma budceyî pêk anîye, derketiye holê, ev efsaneyeke diltezîn e: Ji bo her kesî kîsikên girêdayî yên şekirokan e! Lê ev jî dê weke heman îskeleyên rizîyayî be. Ji ber ku tevlîhevkirina hemî deynên dewletan di cîyekî de dê bi awayekî berevajî bîhna şerabeke qusîyayî bide, bêtir krêdîyên qedîyayî, efarekirî, çêkirî û menqul bîne bîra mirov... maliştineke bi mebesta tevlîhevkirina tovên baş û yên pûç e.
Êdî, wê gavê, dê weke çareyeke bitenê, qet acîliyeta zordana bankeyên ewropî ji bo ku hemî deynên dewletên ewropî yên ketine ber êrişê bigrin ser xwe, nemîne. Belkî di encamê de tiştê ku birêveberên ewropî lê digerin jî ev be. Weke partîzanên cure lîberalîzmeke troçkîst, belkî hate bîra wan da bifikirin ku heta dawîya krîzê neyê, mirov dê nikaribe çareserîyên baş peyda bike. Kî dikare wan neheq bike?
Gava acîliyet ji holê rabû û nema, çareserîyên baş ên din dikarin bi aqilekî selîm bên dîtin. Weke niha Michel Aglietta jî pêşnîyaz dike, berîya her tiştî (bi awayekî misoger) divê bacek bikeve ser peymanên dravî, her wiha bacek jî li ser petrolê, di çarçoveya tevahîya Ewropayê de bê danîn. (5) Dawîyê dev ji armanca enflasyona kujer a ji % 2yê bê berdan, da ku karibe derkeve heta ji % 4 an 5ê. Tiştê herî zor dê giştîkirina enflasyonê be. Bi rastî, weke Robert Boyer jî dinivîse: "Hêvîya bitenê, di vî dîmenî de, dê ew be ku mirov li ser kêmbûna keda destî li Çînê raweste, lê her wiha jî li ser nelihevkirinên civatî, ku li Çînê derfeta enflasyonê dide. Ev yek dê vegera enflasyonê ya ji ber mûçeyan li Çînê pêk hatibû, tahrîk bike, ku ew jî dê giranîya deynan li cîhanê hemûyê kêm bike. Ew ê bibe senaryoyeke muhteşem". (6) Ji bo alîkarîyê bike, belbî divê patronên ewropî (dîsa jî) piçekî alîkarîya hevdîtinên li ser mûçeyan bikin...
Û di dawîyê de, qaîdeyeke zêrîn a di asta Ewropayê de bidin qebûl kirin. Lê bi rastî jî sert, cidî û bi biryarnameyên cîbicîkirinê! Qedexe dikare ji bo hemî dewletan bê danîn ku ji % 3yê lihevnekirina budceyê derbas bikin, bi armanca deynekî giştî yê di binya ji % 30ê HNSNê re. Heke ev yan ew sînorê ku hêmaneke wiha rast û mêrane ye, bê derbas kirin: Avakirina sîstemeke jêgirtina xwe bixwe ya beşekî cihê yê baca li ser hatinîyê (ji % 90ê hatinîya net a di ser 35 000 euroyan re, serê yekîneyeke mesrefê û salane), bi awayê ku mirov nelihevkirina budceyê bîne nav xêzên rasteka zêrîn.
Em ji demokrasîyeke civatî ya ewropî naxwazin, ku ji nû ve bibe navenda ramanên baş, rêjeyeke hîn maqûltir a ji % 85ê sabît bike bes e.
Laurent Cordonnier:
Aborînas, nivîskarê L’Economie des Toambapiks / Aborîya Toambapiksan Raisons d’agir, Paris, 2010.
- Les échos, 13ê îlonê
- Bi ji % 12yê HNSN ya ji dana mûçeyên karmendên dewletê re veqetyandiye, Yewnanistan bi piranîya welatên OCDEyê (ji 10 heta 12) re li ser heman xetê ye. Bide li ber "Tableaux de bord de l’emploi public (Tabloya plankirina karê giştî)", çileya pêşîn a 2010ê, Konseya Şiroveyên Stratejîk, Paris
- "La rigueur qu’il nous faut / Sertîya ku ji me re pêwîst e", Le Monde Diplomatique, îlona 2010ê
- Li lêkolîna Natixis binêrin, di Les Echos de belav bûye, 1ê îlonê yê 2010ê
- Berhema li jor
- "La crise est plus grave que celle de 1929 / Krîz ji ya 1929ê girantir e", Hevpeyvîn bi Ludovic Lamant re, Mediapart, 21ê tebaxê yê 2011yê
Wergera ji fransî: Yaqûb Karademir


