Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Du astengên li ser rêya Kopenhagê

camp09.dk
camp09-2.jpg

Ew ê bibûya dewama Protokola Kyotoyê, lê belê giringtirîn alava bi armanca têkoşîna li dijî guherîna germahiyê, “Peymana Kopenhagê”, wê pêk neyê. (1) Hê gava ku hevdîtinên dawîn (2) ji bo amadekariya vê civîna ji 7 heta 18 çileya pêşîn pêk dihatin, dawiya wê jî hatibû fahmkirin. Senatoya Amerîkayê qanûna li ser av û hewayê di dema xwe de qebûl nekir, Konseya Ewrûpî ya li ser vê mijarê jî ku di 30 û 31’ê çiriya pêşîn de li dar ket, encamên tevlihev diyar kirin û daxuyaniyên piştî civîna G2 ya 16 û 17’ê çiriya paşîn di navbera Çînê û Amerîkayê de pêk hat jî derba dawîn lê xist. Serokên van herdû dewletên ku cîhanê herî zêde gemarî dikin li hev kir ku ji bo biserketina konferansê bixebitin û da zanîn ku ew hêvî dikin ku konferans biryarên xwe di cih de pêk bîne; lê belê wan negot bê ew ê vê yekê çawa bidin bicihanîn. Bê guman, di derheqê “peymaneke” weha de ku wan mecbûr bike, em ê nikaribin heta… 2012’an jî bipeyivin.

Rewşeke ewqasî ji derveyî aqilan pêk hatiye ku fikra li ser “qeyrana gerdûnî” ya wargehê êdî zorê dide ser kesên herî serhişk jî. Û piştgirên ji bo daxwaza kêmkirin, an jî, bi dû re, jiholêrakirina Herdû astengiyên sereke jî tucarî ewqasî pirr nebûbûn. Herdû astengî ew in ku cîhan bûye alaveke bazirganiyê û Amerîka jî bi awayekî “dîrokî” tucarî tev li peymanên navnetewî nabe, lewre azadiya wan û berjewendiyên wan pê kêm dibe.

Birêvebirên cîhanê pirsgirêka li ser siberoja mirovahiyê daxistin pirsgirêka birêvebirina “erzan û bikêrhatî” ya çavkaniyên xwezayî, nemaze yên enerjetîk. Wan diyarkirina vê birêvebiriyê û bicihkirina wê jî teslîmî mekanîzmayên bazarê kiriye. Awayê birêvebiriyê jî li ser cîhaneke weha bû ku bi reqabeta berjewendiyên bazirganan ava bibe û di nava wê de, yê xurt tim bi ser bikeve. Hingê, ji wê û bi şûn de, ne mimkun e ku ji bo peymaneke rasteqîn, polîtîk û cîhanî ya li ser siberoja mirovahiyê û jiyana li ser dinyayê li hev were kirin.

Enerjî û bazar di navenda bazarên wan yên niha de ne – hingî weha bûye ku mirov dibêje qey mijarên din bi tenê detay in û di dereceya duyem de ne. Protokola Kyoto (1997) bû destpêk ku bazarên li ser av û hewayê ji aliyê enerjî û bazarîkirina hewayê êdî ji adetê derkeve. Hemû pirs li dora dabeşkirina cîhanê digerre ku ji bo her welatekî “mafê kotayê, mafê gaza ku berra hewayê” dide û di encama wê de jî, “bazara berdana gazê” pêk tê. (3) Gelo gaza ku berra hewayê didin bi rastî jî bi mekanîzmayeke weha hatiye kêmkirin an ne, ew jî cihê nîqaşeke din e.

Di vê rewşa niha de, siberoja mirovahiyê û rizgariya wê ya ji bindestiya enerjiya fosîl di destê “bazirganên gazên xerab de ye” (bi taybetî CO²). Hingê, munaqaşeyên wan û nemaze jî cudabendiyên wan bêtir li ser wê ye ka her welatek wê çiqasî gaza ku berdide kêm bike, ka buhayê wê yê bazirganî wê çiqas be û wê ji bo aboriya “netewî” çiqas giran be, ji ber ku bi vî awayî sektorên netewî û “şampiyonên wan yên netewî” êdî mecbûr dimînin ku bikevin reqabeta navnetewî. Texmînên li ser van pirsan bandorê li rewşa polîk jî dike. Jê xerabtir: Helwêsta polîtîk ku divê ji aliyê desthilatdariyên wan welatan ve bê avakirin, di eslê xwe de ji aliyê komên mezin yên aborî, bazirganî û endustriyel ve tê amadekirin.

Ji ber ku av û hewa jî ketin bazarê, êdî pêdivî bi dezgeheke din jî çêbû ku bi du milan bixebite. Ji hêlekê ve Peymana Binhegîn ya Netewên Yekgirtî li ser guherînên germahiyê (PBNYGG) û Protokola Kyoto, ji hêla din ve jî Banqeya Cîhanî (nivîsa hember bixwîne).

Dewletên ku tev li mijarê dibin, bi tenê hewl didin ku ev mekanîzma baş bixebitin û promosyona wan dikin û pereyan jî dixinê, û bi vî awayî pereyê şîrketên taybetî jî dikeviyê, lewre prensîba hevgirtina di navbera civatî û taybetî de vê yekê pêwîst dike. Guherîna weha ya di biryarên polîtîk de pirsgirêkên giring wê di warê birêvebiriyeke baş ya çavkaniyên xwezayî de derxe û tew em behsa etîkê û hiqûqa civakî û demokrasiyê jî nakin...

Hertişt – di serî de têkçûyin û hilweşîna fînansê – nîşan dide ku stratejiya “market first” (berî hertiştî bazar) têk çûye. Ji bo ku fermana “life first” (berî hertiştî jiyan) bikeve şûna vê fermanê û mirov nikare hêvî bike ku li Kopenhagê Peymaneke cîhanî derkeve û bernameyeke wê ya çalakiyan hebe, du tedbîrên pêşîn pêwîst in. Ya yekem ew e ku zagonên mafê telîfê ji nû ve bêne diyarkirin, bi taybetî jî yên li ser jîndaran. Heta ku jîndar (ji bo hêsankirina analîzê, em ê enerjiya veguherînbar jî tev lê bikinê) bikare bibe malê şexsî, mirov nikare hêvî bike ku lihevkirineke cîhanî ya li ser guherîna germahiyê pêk were.
Gelo çima Çîn, Hindistan, Brezîlya û welatên Afrîka, heger bixwazin awayê xwe yê pêkanîn û bikaranînê, bi armanca kêmkirina berdana gazê, biguherînin, mecbûr in ku heqê wê bidin welatên bakurî? Lewre, temamê mafên telîfê yên di vî warî de di destê welatên bakurî de ye. Ma ew ê çawa fînasekirina “mezinbûna kesk” ya Bakur qebûl bikin? Em nabêjin bila zanîn û teknolojiyê belaş bidin seranserê cîhanê, em dibêjin bila ew zagonên heyî ku rêyê li ber hevkariyeke navnetewî ya rasteqîn digirin, bêne guhertin. Buhayê bidestxistina armancên ku jê re dibêjin “nermkirin” (bilindkirina germahiya atmosferê) û “adaptekirin” (li gora germahiya gerdûnî) ev e.

Du astengên li ser rêya Kopenhagê-2Tedbîra duyem jî ew e ku sîstema fînansî ku li derdora “bazara karbonê” (4) ava bûye bê guhertin û “planeke cîhanî ya fînansî û civakî” bikeve şûna wê. Heta ku desthilatdariya li ser biryarên polîtîk di destê bazarê de be, têkoşîna li dijî germahiya gerdûnê wê yekalî, bêkêr û li xisarê be. Birêvebirên cîhanê, heger bixwazin, dikarin berê çavkaniyên mezin biguherin – 8000 milyar euro – heta niha dane sermayeya taybetî, ji bo “rizgarkirina kapîtalîzmê” ya ji vê felaketa ku wê bi xwe dinya xistiye navê. Li gora texmînên dawîn, deh salan, salê 66.7 milyar euro (bi giştî dike 667 milyar euro) dikare bike ku têkoşîna li dijî germahiya gerdûnê bigihije armanca xwe. Ev père ji wî pereyê ku ji bo alîkariya banqe û sermayeyên taybetî dane ser hev duwanzdeh caran kêmtir e; li seranserê cîhanê ji mesrefên leşkerî yên salane kêmtir e (998 milyar euro, sala 2008’an); û bi tenê du qatê mesrefa reklaman ya li seranserê cîhanê ye (363 milyar euro, sala 2007’an)! Tenê bes e ku mirov bixwaze…

Lê ev “tenê bes e ku” bi helwêsta Waşîngtonê ve li binguhê dîwaran dikeve û nagihije tu deran: Digel ku sed û heyştê û çar welatan Protokola Kyotoyê îmze kiriye jî Amerîkayê hê jî îmze nekiriye. Em ji vira digîjin astengiya mezin ya duyem. Heger bixwaze jî (ev ne bi temamî eşkere be jî), Amerîka wê nikaribe li Kopenhagê piştgiriya helwêstên aqilane û erênî bigire ku vê yekê wê bikiraya ku welatên mezin yên din jî – Yekîtiya Ewrûpa (YE), BRHÇ (Brezîlya, Rûsya, Hîndistan, Çîn), Japonya… – xwe bidaya ber û bi kêmanî sozên ku li Kyotoyê hatine dayin dewam bikin.

Ev ne cara yekem e ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li ser navê “mezinbûna” modela xwe ya civakî û “ewlekariya” welatê xwe (ku tim weke “ewlekariya cîhanî” fahm dikin), polîtîkaya xwe ya yekalî bi rê ve dibin û nahêlin ku kesek li ser tercîhên wan yên polîtîk û awayê wan yê jiyînê bi wan re bazarê bike. Wan bi vî awayî rê li ber vekir ku dezgeh û derfetên eyara “polîtîk” ku di navbera pirrhêliya navhikumetî de hatibû avakirin qels bibin û hetta bi temamî ji holê rabin. Tercîha wan soft law e, bi taybetî jî ew e ku herkes xwe bi xwe eyar bike û her dewlet ji xwe berpirsiyar be. Mînaka herî berbiçav û zelal ya di vî warî de wê hevoka navdar ya George Bush’ê bav e ku digot – “awayê jiyana Amerîkiyan ne mijara bazaran e” û armanca wî jî ew bû ku nîşan bide bê çima tev li civîna Rio de Janeiro ya 1992’an nebûye ku li pêşketin û wargehê hatibû kirin.

Astengkirina Kopenhagê jî li ser heman xettê ye. De facto ”America first” ji bo niha li gora ”market first”ê dibe astengeke mezintir. Ji ber wê jî, dewletên ku amade ne ku nîqaşan ji bazirganîbûnê û netewîbûnê derxin, êdî kêmtir dibin.

Dîsa jî, ji bo ku ev asteng ji holê bên rakirin rê tê de heye. Hin welatên Ewrûpaya Rojava û Amerîkaya Latîn (5), heta yên Afrîkayê jî, êdî aciziya xwe nîşan didin. Helwêsta wan ya ku niha hê bela wela ye, dikare di hefteyên pêşiya me de bi ser hev de were û xurttir bibe. Hin derdorên polîtîk yên progresîst û dezgehên sivîl yên van welatan hewl didin ku zorê bidin ser hin dewletan ku beyî Amerîkayê be jî, nîqaşên li ser dewamkirin an jî guherîna Protokola Kyotoyê ya bi Peymana Kopenhagê israr bikin. Rast e ku cudabendiya ku niha di navbera Waşîngton û Pekînê de heye karê însiyatîfeke bi vî rengî dijwartir dike. Lê, trêneke ku li ser rêyê ye sirf ji ber ku hin rêwî naxwazin lê siwar bibin nikare bê rawestandin. Gava ku Amerîka jî bixwaze lê siwar bibe, kesek wê li dij dernekeve.

Dîrok nîşan dide ku, her cara ku hin welatan xwastiye bidin ser rêya ku aqilane tê hesibandin û ji bo berjewendiyên giştî ye, hemû welatên din jî daye dû wan – Amerîka jî di nav de. Nûnerên hilbijartî yên bîst û heft welatên Yekîtiya Ewrûpayê, endamên Parlamentoya Ewrûpa, Amerîka ne di nav jî de be, heger bikarin welatên din ji bo xebat û îmzeya peymaneke Kopenhagê qane bikin, ew ê bibe destpêka gaveke polîtîk ya nû û ji bo wan jî delîla berpirsiyariyeke polîtîk ya dîrokî.
Pere û bazar û hevkarî

Di nava mekanîzma û fînansa ku dikevin çarçowa Peymana Binhegîn ya Netewên Yekgirtî li ser guherînên germahiyê (PBNYGG) ya ku sala 1992’an hate îmzekirin û sala 1994’an jî li parlamentoyên sed û nod û du welatan ve hate pejirandin, ev xal jî hene:

* “Bazara berdana gazê” ku di nivîsa hember de behsa wê hate kirin.
* Bi xêra “mekanîzmayên pêşketina paqij” (MPP), welatên endustriyel projeyên Netewên nedewlemend ku berdana gazê kêm dikin an jî bi temamî dadixin, fînanse dikin û ji bo vê jî dikarin krediyan bistînin û pê bikarin bigihijin armancên xwe yê berdana gazê.
* “Budceya wargeha cîhanî” (BWC) ya ku alîkariya fînansî dide projeyên welatên kêmpêşketî yên di warê pirrengiya xwezayê, guherînên germahiyê, avên navneteweyî, xerabûyina erdê, tebeqeya ozonê û gemarên organîk yên dijwar de.

Di nava mekanîzma û budceyên ku bi destê Banqeya Cîhanî tê birêvebirin jî ev hene:

* “Budceya projeyên îklimê” (BPÎ) ya ku didin welatên kêmpêşketî, ji bo ku bi alîkariya teknolojiya ku jê re dibêjin “ya paqij” û karbona wê hindik e, li hember guherînên av û hewayê hêza wan a liberxwedanê bilindtir bibe.
* “Budceya hevkariya karbonê” (BHK) ya ku alîkariyê dide welatên kêmpêşketî ku sîstemên ku karbonê kêm berdide peyda bikin.
* “Budceya hevkariya karbona daristanî” (BHKD) ya ku li konferansa Baliyê, sala 2008’an, dest pê kir; çavkaniyên wê dikarin piştî 2012’an, piştî bidawîbûna Protokola Kyotoyê werin bikaranîn. Armanc jê ew e ku welatên kêmpêşketî daristanên xwe ji holê ranekin û wan daristanan xerab nekin.

Herweha, divê mirov bi bîr bîne ku bazareke serbest jî di warê “bazara karbona serbest” heye ku ji derveyî van herdû dezgehên me behsa wan kir tev digerre.

Çavkanî: 
  1. Pirraniya welatên endustriyel soz dabû ku gaza ku berra hewayê didin û ku bûbû sedema germahiya gerdûnê % 5.2 kêm bikin.
  2. Civîna Netewên Yekgirtî ya taybetî ku li New York’ê roja 22’ê ‘İlona 2009’an pêk hat, G20’a ku 24 û 25’ê mehê li Pittsburgh’ê pêk hat, hefteya “teknîkê” ya Bangkok’ê ku di navbera 2 û 9’ê çiriya pêşîn de û ya Barcelona’yê ku di navbera 2 û 7’ê Çiriya Paşîn de pêk hat.
  3. Welatekî ku di biniya kotaya xwe re gaz berra hewayê dabe, dikare wî mafê xwe yê mayî bifiroşe welatekî din ku, ji ber gellek sedemên cuda, di ser kotaya xwe re gaz berra hewayê daye.
  4. “Bazara karbonê” ew bazar e ku li ser kota û krediya welatan ya berdana gazê hatiye avakirin. Kota û kredî mafê wan yê berdana gazê diyar dikin û bi “CO²”ê tê pîvan. (Nota wergêr)
  5. Di vê mijarê de mirov dikare li hevkariya franko-brezîlî ya bi navê “ji bo piştgiriya Kopenhagê” ku roja 14’ê Çiriya Paşîn ji aliyê Serokê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva û yê Fransayê Nicolas Sarkozy ve hat aşkerekirin.