Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Dîmenê nepixandî yê elîta desthilatdarîyê

Ismet Polatli: Nûwaze, boyaxa rûnî li ser tuwalê, 40 x 60 cm

Georges Bérard-Quélin (1917-1990), rojnameva-nekî sosyalîst ê radîkal, sala 1940ê berî bibe dildarê doza berxwedanê [Résistance a fransîyan li dijî nazîyan] sekreterê demî yê redaksîyona La France au Travailê, rojnameyeke Hevkar [a nazîyan] bû.

Di nav şerê sar de, sala 1956ê weşandina pirtûka Charles W. Mills a bi navê Elîta Desthilatdarîyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû sedema niqaşên mezin ên fikrên dijber. Ya rastî vê pirtûkê aşkere dikir ku welatê diviyabû pirrengîya demokratîk bi gewde bike, di rastîyê de ji alîyê hindikahîyeke piçûk a ji ferdên li ser erk û wezîfeyên fermandarîyê yên sazîyên herî hêzdar ên civaka modern (dewlet, şirketên mezin, artêş, çapemenî û hwd.) rûniştî ve tê kontrol kirin. Vî civaknasî tê derxist ku "elîta desthilatdarîyê" nahêle ango pir zehmet dike ku mirov wê bi sînor bike: "zilamên qadên jor di nava komeke ‘çeteyan’ de ne ku dikevin nav hev û di nav ‘klîkan’ de ne ku bi girêdanên tevlihev dibin yek." (1)

Di mehekê de rojeke çarşemê saet ber bi 20an ve, li holên dewlemend ên Klûba Otomobîlan a Fransayê elît ji bo şîva Le Siècle [Sedsal] li dora maseyê rûdinin.

Li Fransaya roja me ya îro, tişt bi awayekî zelal, hêsantir xuya dikin: Di mehekê de rojeke çarşemê saet ber bi 20an ve, li holên dewlemend ên Automobile club de France (Klûba Otomobîlan a Fransayê) elît ji bo şîva Le Siècle [Sedsal] li dora maseyê rûdinin. Li gor yek ji serokên berê yê vê komeleyê, şîva li wir nexweş e.(2) Jixwe, xwarin û germî ne xema tu kesî ne. Kesekî fêrî van şîvan bûye, serokê berê yê Saint-Gobainê Jean-Louis Beffa yê bû şêwirmendê bankaya Lazard, dibêje "em ji bo desthilatdarîyê diçin şîva Le Siècle".(3) Ne desthilatdarîya hilbijartî, ya din – ya rastî pireke fireh her duyan bi hev ve girê dide: ziyafetên pîroz li Place de Concordeyê (Meydana Concordeyê) pêk tên, Meclîsa Neteweyî jî hema li alîyê din ê çemê Seinê ye.

Le Siècle sala 1944ê hat damezrandin û ne komeke fikir û hizrê ye û ne jî klubeke civakî ye. Ji bo ku dîyalogeke birêkûpêk di navbera patron, rojnamevan, siyasetvan, rayedarên payebilind û di asteke kêmtir de akademîsyenên zanîngehê yan jî hunermendan de teşwîq bike, ji berdêla dijberîyên siyasî biafirîne, ev komele hewl dide konsensusekê çêke. Ew mirovên "girîng" ji bo tiştên ku dikin, tîne cem hev û ne ji bo nêzîkatîya wan yan jî tamên wan ên hevpar.

Insîyatîva damezirandina vê derdorê ya rojnemevanekî radîkal-sosyalîst Georges Bérard-Quélin (1917-1990) e. Georges Bérard-Quélin berî bibe dildarê doza berxwedanê [Résistance a fransîyan li dijî nazîyan], sekreterê demî yê redaksîyona rojnameya hevkarê [nazîyan] La France au Travail (Fransa bi kar radibe) bû. Weke navê mirovan lê dikir, zilamê tevna "BQ" di heman demê de patronê weşanxaneya Société générale de presseê ye, ajanseke ku tîpên destpêkê yên peyvên navê weşana ku sembola wê bû (Bulletin Quotidien [Bultena Rojane]) û yên navê wî weke hev in. Damezirênerê Le Siècle û Société générale de presse (Civaka Giştî ya Çapemenîyê) ji xwe re kire erk û wezîfe ku bi van herdu amûran "pirekê di navbera dinyayên li Fransayê yên haya wan pir ji hev nîne (siyasetvan, karmendên dewletê yên payebilind, rojnamevan, pîşesaz, bankevan)" ava bike.
Li alîyekî ji komeleyê hat ku bike mirovên hêzdar hev bibînin û ji sazî û dezgehên pîşesazî û malî, ji hîyerarşîyên îdarî yan jî payeyên sazîbûyî serbixwe, beşdarî nûkirina wan a nifşan bû. Li alîyê din armanca bultena rojane ew e ku xulaseyeke rewşa rojane ya aborî û siyasî bide van birêveberan. Li ser vî hîmî BQ xwe weke rojnameya buha (di sala 2011ê de buhayê wê rojê 25 euro ye) ya komeke piçûk a hişk, ferz dike, berî ku xwendevanên wê her diçe bêhtir di nav redaksîyon, birêveberîya îdarî û konseyên siyasî û karsazan de çêbibin.

Hema piştî şer, ji nav qelşên kûr ên tebeqeyên çîna serdest: kesên li dijî Hevkarê [ên nazîyan] yan jî alîgirên hukûmeta Vichyê li ber xwe dan; karsazên – liberal yan jî korporatîst – bawerîya wan bi rayedarên payebilind ên plansazîyê nemaye; partîyên siyasî yên ku li dijî Partîya Komunîst ya ku rêjeya xwe ya dengan a herî bilind di hilbijartinan de bi dest xist. Bérard-Quélin û hevbendên wî hewl dan ku ji bilî komunîstan, elîtan li hev bînin. Di vê yekê de hinekî bi ser ketin. Tevî ku di nav refên hukûmetên destpêka Komara Pêncê de rêjeya endamên Le Siècleyê %20 bû, ev rêje di salên 1960 û 1970yê de misêwa zêde bû û sala 1958ê gihişte %58.(4) Niha ev rêje li derdora %40 bi îstîqrar bûye, ev rêje him ji bo gelek hukûmetên çepgir (1997-2002) him jî ji bo dema ku bi hilbijartina Sarkozy (2007) dest pê kir jî wisa ye.

Bi rasthatina bîranîna damezirênerê Correspondance de la presse, di dema wefata wî de, hevalê wî Pierre Moussa, mufetişekî malî yê ku li bankeyan vegeriya (yê ku pê navdar e ku sala 1982ê hewl da bankaya Parisbas ji dewletîkirinê xilas bike), ji hingê ve bi rêya li pey xwe hiştî serfiraz bû. Civata piçûk a salên 1940-1950ê hêdî hêdî kesayetîyên sereke yên siyaseta Fransayê (ji François Mitterand ê dostekî Bérard-Quélin heta bi Georges Pompidou û Pierre Mendès France) girte nav xwe û jê hat ku karsazên mezin û rayedarên dewletê yên mezin di nav tevnekê de bîne cem hev. Encama Moussa gihiştiyê weha ye: "îroj, hemin ne bi tenê bi xêra Le Siècleyê, lê belê herweha –ez ji dil wisa difikirim– qismî bi xêra wî rewş hinekî bi tevahî guherî; êdî ya divê were kirin ew e ku ev danûstandina di navbera sektorên kar de li ser piyan were girtin; wezîfeyeke din a divê berdewam bike heye, divê bike ku nifşên cihê bi hev re bidin û bistînin."

Le Siècle ji hingê ve nêzî heft sed endam û mêvanên ku bi baldarî ji alîyê konseya wê ya îdarî ve tên neqandin, tîne cem hev. Ev konseya îdarî bixwe ji panzdeh kesan pêk tê û nîvê wan jî her ji sê mehan carekê ji nû ve tên hilbijartin.

Navê kesê karê zêde yê komeleyê dike Etienne Lacour e. Lacour serredaktorê Société générale de presseyê ye, cihê ku ji çil salan ve lê kar dike. Wî wekî din şûna Jacqueline Bérard-Quélin jî di sazkirina plana sofreyê de girt. Di organîzasyoneke ku tê de bi tenê şîv tê xwarin, ev wezîfeyeke gelek girîng e: bi awayekî ku tevahîya sektorên kar li ser maseyekê werin temsîl kirin û bêyî ku hestiyarîyên ferdî werin zivêr kirin, li maseyên heft yan jî heşt kesî dabeşkirina bi sedan mirovan, simyayeke xwerû ya civakî ye. Mirov nikare muracaetî Le Siècle bide da ku bibe endam: mirov bi sponsorîya herî kêm du endaman tê vexwendin. Konseya Îdarî bi dengê piranîyê endametîya dawî erê nake, bi tenê endametîya demî ya salek yan jî du salan erê dike. Ji ber vê yekê jî armanca dîplomgirê siberojê ew e ku xwe di şîvan de mîrane, zane, baldar, dostane, weke kesên ji peyvên biaqil fêm dikin û mutewezî nîşan bidin –axaftinên li ser sofreyê nabe ku li derve werin bihîstin.

Lewma endametîya Le Siècleyê berî her tiştî bi rengekî serkeftî ketina nav çîna serdest îfade dike. Li cem karsazên CAC 40ê [Borsaya Parîsê], berpirsîyarên burokrasîyên dewletê û derewînên navdar, komele tijî ye ji kesayetîyên rastgir ên mîna Nicolas Sarkozy, François Fillon, Jean-François Copé, yek ji wan serokdewlet, yek serokwezîr û yê din sekretêrê giştî yê partîya piranîyê ye. Çepa parlemanî jî xwe jê nahêle. Martine Aubry weha dibêje: "ez pirr hez ji Le Siècle dikim. Dema sala 1997ê ez bûm wezîr, min dev jê berda, êdî ez hew çûm. Gelekî balkêş bû. Ez li ser sofreyê her carekê bi mirovên ji hev pir cihê re dihatim cem hev […]. Mirov dikare însîyatîvê weke bi tevahî elîtîst bibîne. Lê belê ew weke cihekî bi rastî yê hevdîtinê dimîne. Ez jê fêrî gelek tiştan bûm. Lewra ji bo min aqilê rastî ew e ku mirov hewl bide mirovên xwedî mentiqeke cihê ne, fêm bike." (5) Milê rastê yê Jacques Delors ê berê û midûrê niha yê Rêxistina Bazirganîyê ya Cîhanê (RBC) Pascal Lamy amadebûna xwe li Le Siècleyê bi rengekî entrîzmê rave dike: "girîng e ku çepgir nehêlin ku mirovên biryaran didin bi tenê bi rastgiran re bidin û bistînin." Yên din, yên mîna Pierre Moscovici, bêyî ku dirêj bikin, qebûl dikin ku Le Siècle weke "tevneke civakî ya gelekî bibandor" derdikeve pêş. (6)

Bêhtîr ji rastê, navendê yan jî çepa navend? Sala 1995ê çend mehan berîya pirsgirêka civakî ya herî girîng a piştî 1968ê bi serê Fransayê de hat, Konseya Îdarî ya Le Siècleyê weke saloneke bêserêş dihate bi kar anîn. Aubry xanim û karsazê mezin ê bi nêzîkatîya xwe ya bi Jacques Chirac û Alain Juppé re navdar, Jérôme Monod cîranên hev bûn; kevneteorîsyenê Konfederasyona Demokratîk a Kar a Fransî (CFDT) Pierre Rosanvallon yê bûyî sekreterê giştî yê Weqfa Saint-Simon li wir bi pêşengê naweste yê giscardo-barrîzmê (7) Jean-Claude Casanova re sohbet dikir; profesorê mafê gelemperîyê yê medyatîk Olivier Duhamel li wir pêrgî serok û midûrê giştî yê şirketa Schneider Didier Pineau-Valencienne ê pir lîberal dibû.

Piranîya endamên Le Siècleyê mêr in (% 85), temenê wan ji 55an mezintir e (% 80), zarokên karsaz, karmendên payebilind û pîşekarên liberal (% 55), dîplomayên xwe ji înstîtûyeke lêkolînên siyasî stendine (% 50) û gelek ji wan jî li dibistana elîtên siyasî yên Fransayê ENAyê xwendine (% 40), hemin heke di kursîyên dibistanên mezin ên muhendisî û bazirganiyê re (% 25) derbas nebûbin.

Mirov elaqeyê nîşanî etîketa siyasî ya endamên Le Siècle nede, belê nîşanî xisletên wan ên civakî bide, hingê mirov di reng û wêneyekî bi tevahî ji ya ku bi rengekî fermî tê teşwîq kirin guhertî, digihije. "Ji bo hêmanên jîr ên ku jidayikbûn an jî derdor ji destpêkê ve tevneke têkilîyên di hola ber derîyê desthilatdarîyê de ji wan re amade nake, tramplenek " (8) nîne, komele berîya her tiştî dike ku lîderên kar ên dewletê û yên sektora taybetî hev bibînin. Mirov li vir bi tesbîtkirina Rachida Dati yan jî Fadela Amara serfiraz in, yan jî bi pêhisîna pir zû ya bi jêhatîbûnên patronê Endemol Franceyê Stéphane Courbit, yên ku weke mêvanên din neçûne dibistanên prestîja wan zêde. Lê belê dîsa jî yekîtîya cins, wekhevbûna temen, dîplomayên dibistanan, yekrengbûna kok û orijînan û lihevkirina çînî pir zêde ye. Piranîya endamên Le Siècleyê mêr in (% 85), temenê wan ji 55an mezintir e (% 80), zarokên karsaz, karmendên payebilind û pîşekarên liberal (% 55), dîplomayên xwe ji înstîtûyeke lêkolînên siyasî stendine (% 50) û gelekan ji wan jî li dibistana elîtên siyasî yên Fransayê ENAyê xwendine (% 40), hemin heke di kursîyên dibistanên mezin ên muhendisî û bazirganiyê re (% 25) derbas nebûbin.

Di vê navberê de Le Siècle ne bi tenê cihekî hevdîtinê ye yê ku ev happy few (çendekên bextxweş) gavekê diavêjin da ku ji dinyaya xwe derkevin û biçin rex hevpîşeyên xwe yên li desthilatdarîyê. Ji Société de Cour (Civaka Qesrê) heta bi Komîserîya Giştî ya Plansazîyê, "elîtê" sazî û dezgehên koordînasyonê meşandin. Lê belê têkilîya pêk tê tu carî dualî nîne; ev têkilî girêdayî peywendîyên bi zorê yên di navbera beşên çîna serdest de ye. Dema diçin Le Siècleyê, hin ji wan li gor yên din bêhtir dijber in: sendîkavanên seyr yên ku bi karsazan re li ser heman maseyê rûdinin; rojnamevan bi wan siyasetvanan re ku karsazên wan hez ji wan dikin, nan dixwin (û qebûl nakin raya giştî li ser van hevdîtinan agahdar bikin...); mêr û çend jinên siyasetvan bi tesadifî ligel dijberên xwe yên di hilbijartinan de li ser yek maseyê rûdinin. Li hemberî vê pîşesaz û bankevan ên ku bi rojnamevanekî navdar re dipeyivin, bi kesayetîyekî piranîyê herweha yekî muxalefetê re diaxivin, bi sendîkavanekî re didin û distînin û heta bi karmendekî payebilind ê dewletê re sohbetê dikin, yê ku wê di nav çend salan de dibe ku bibe yek ji hevkaran, ku pîşesaz û bankevan li xwe danayînin bi wan re bin. Ew kes tu fedakarîyê nake. Hewandina nûnerên dinyaya civakî yên ku bi awayekî dîrokî li dijî hêza pereyan in (sendîka û derdorên entelektuel) yan jî derdorên, heke mirov ji danezanên wan ên prensîpê bawer bike, divê serbixwe bin (rojnamevan, karmendên payebilind ên dewletê û yên siyasetê), ji bo wî hemû kar e.

Tevî nûra sirê ya li ser van hevdîtinan jî, Le Siècle komcivîneke komplogeran nîne. Tu tiştê heyatî naqewime û di navbera çend parîyên xwarinê de mînakên danûstandinên bazarên ku li ser wan hatî li hev kirin, ewqasî kêm in ku çapemenî sereqet wan dubare dike: "dibêjin […]sedema şoreşa guhertina birêveberekî ku Franz-Olivier Giesbert ji Nouvel Obs derbasî Figaro bû, biryara wê di îlona 1988ê de di dema şîveke Le Siècleyê de hat dayîn. Dema ev qewimî jî Philippe Villin ê ku hingê milê rastê yê Robert Hersant bû, amade bû. Mirov hê dibêjin, ketina nav sermayeya Liberationê ya Edouard de Rothschild li Meydana Concorde pêk hatiye". (9) Biryarên dîyarker ên welatekî li sazî û dezgehên navneteweyî yan jî civakî, li Meclîsa Neteweyî û Senatoyê, li Konseya Wezîran û Konseyên Birêveberîyê tên dayîn. Li hemberî vê, ev biryar piştî hevdîtin û sohbetan tên. Ew şêwazekî hevpar yê peyivîna li ser pirsgirêkên siyasî yan jî fêmkirina bazarên şirketên taybet bi kar tîne ku Le Siècle li derveyî sazî û dezgehên rewa yên biryardayînê yên demokrasîyeke aborî û civakî, derfeta wan diafirîne.
Di payîza 2010ê de nûçeyên kurt ên di rojnameyan de dan zanîn ku Nicole Notat wê li şûna Denis Kessler bibe seroka Le Siècleyê. Şirketên mezin ji nû ve kevnesekretera giştî ya CFDTê xistin konseyê û bi vî rengî kete şûna yek ji kevnebirêveberên Mouvement des entreprises de France (Medef – Tevgera Şirketên Fransayê), yê ku weke xirakerê fethên civakî yên ku Konseya Neteweyî ya Berxwedanê (CNR) wan teşwîq dike, tê qebûl kirin.(10) Rasthatina rêgehên wan, fonksîyona sereke ya Le Siècleyê radixe ber çavan: komkirina elîtan da ku ji bo jinûveçêkirina nîzama civakî, koordînekirî tev bigerin. Denis Kessler jî, bi rengê henekan weha dibêje: "Nicole Notat şûna min digire. Piştî karsazekî, sendîkavanek. Ev pêşîlêvekirinekê piştrast dike, ne wisa?" (11)

Çavkanî: 

Sylvain Thine*: Civaknas

  1. Charles W. Mills, L’élite du pouvoir (elîta desthilatdariyê), weşanên Maspéro, Parîs, 1969, rûpel 16
  2. Denis Kessler, "Le Siécle face à ses injustes critiques (Le Siècle beramberî rexneyên neheq yên lê tên girtin", Le Monde, 16ê kanûna 2010an
  3. Jean-François Polo, "Les patrons et l’opéra, une relation particulière (Patron û Opera, peywendiyeke taybet)", Le Echos, 19-20ê çiriya paşî ya 2010an
  4. Jean Bothorel, La République mondaine (komara dinyewî), Grasset, Parîs, 1979, rûpel 54
  5. Les Echos, 2’ê adara 2008an
  6. Le Parisein-Aujourd’hui en France, 22yê tebaxa 2010an
  7. Jêrenota wergêr: Giscardo-Barrîzm tevgera fikr e ku xwe disipêre Raymond Barre û kevne serokkomarê Franseyê Valéry Giscard d’Estaing
  8. Broşura konseya birêveber a ku Le Siècle’ê bi dîrokzan Agnès Chauveau da çêkirin, 31ê kanûna 2000î, rûpel 14, ev broşûr ji aliyê Anne Martin-Fugier ji nû ve hat amadekirin, "Le Siècle (1944-2004), un exemple de socialibilité des élites (Le Siècle (1944-2004), mînakeke civaktiya elîtan)", Vingtième Siècle, hejmar 81, çile-adar 2004, rûpel 21-29
  9. Stratêgies, 14ê nîsana 2005an
  10. Challenges, 4ê çiriya pêşî ya 2010an
  11. L’Expansion, 1ê kanûna 2010an

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê