Di neynika şoreşa tûnisî re Misir
Her kesî weha bawer dikir ku demokratîkbûna dinya-ya ereb, herêma dawî ya cîhanê ku ji xirakirina dîwarê Berlînê ve di warê siyasî de pêşketinên mezin lê çênebûbûn, dê ji Misirê dest pê bike. Avakirina tevgera Kefayê, sala 2005ê, ku li ser daxwazên demokratîk û redkirina derbasbûna desthilatê bo kurê serokê niha Husnî Mubarek, radiwestiya, her wekî têketina leyistika siyasî, sala 2009ê, ya kevnesekreterê giştî yê Dezgeha Navneteweyî ya ji bo Enerjiya Atomî (IAEA) Mohamed El-Baradai, weke nîşanên pêşî yên ve yekê dihatin dîtin. Lê weha çênebû.
Desthilata Tûnisê çima qulibî, lê ne ya Qahîreyê?
Desthilata Tûnisê çima qulibî, lê ne ya Qahîreyê? Divê em li ser têkilîya navbera protestoyên civakî û sazûmanên siyasî bisekinin, da ku em wê baştir fêm bikin. Hin kes weha îddia dikin ku ferqa herî mezin a di navbera her du welatan de ew e ku desthilata Zeynelabidîn bin Elî zalimane û polêsane bû. Dibêjin Misir guhertoyeke nermtir û şarezatir a otokrasîyê nîşan dide: azadîya derbirînê heye -di çapemenî, televîzyon û blogan de- û heta mirov dikare çend gavên siyasî jî biavêje û pêşketina bilez a xwepêşandanên civakî jî nîşana vê yekê ye. Hêjayî derbirinê ye ku daxwazên civakî yên derdorên xebatkaran, bi "peyrewa" tevgera siyasî ya 2005ê li hev zêde bûn, lê hîn bêyî ku li zemînê siyasî xwe bide der.
Bi dîtina wan, Tûnis jî "negatîva" vî resmê Misirê ye: serîhildana civakî, ku kokên wê xuya nakin, bi awayekî pir lezgîn ji bo qulibandineke siyasî guherî, tevî -an jî ji ber- perçiqandina xwînrêj ku xwest wê bifetisîne.
Lê belê, rewşa her du welatan jî bi rengekî xerîb mîna hev e. Tu hêza siyasî nikare bi rastî xwedîtîya şoreşa tûnisî bigire ser xwe. Halê Misirê jî eynî ye: hêzên siyasî yên muxalif li gor xwepêşandanên civakî li paş dimînin. Li vî welatî, tevgerên protestoyê di serî de bi leyistikvanên medyayî yên cihê re hevkarîyê dikin, yên ku parvekirina desthilatdarîyê tînin rojevê: bihêlin, guhdarîya xwestekan bikin, pêwîst bibe jî paş ve gavê bavêjin. Lê bi tenê qismî. Lewma, dema protestoyên bi daxwaza xizmet û ekîpmanan ne bi tenê li derdorên karkeran belê her weha li taxên nefermî yên kevîya bajaran (ên mîna bajarên ji tenekeyan = bidonville) bi pêş ketin, -Brayên Misilman (1) jî di nav de – tevahîya çîna siyasî ya misirî matmayî hişt.
Heta nexweşan jî li hemberî kalîteya xirab a xizmetên nexweşxaneyan serî hilda. Lê diyardeyeke nûjen heye. Beşên xelkî yên ku di warê civakî, çandî û siyasî de herî xizan in, êdî bi axaftinên ku ji 2005ê ve li zemînê giştî berbelav dibin û behsa "civaka sîvîl", "demokrasî", "mafên mirovan", "welatinî" û "reformên" siyasî dikin, hesiyane. Retorîka navneteweyî ya serdest jî bi bandor e: leyistikvanên cuda, li nav sinifên jêr jî, lê xwedî derdikevin û wê li gor dilê xwe diguherînin.
Du awayên tevgera protestoyan
Medyayê jî dengê êşa civakî veda û xwepêşandanên gelî yên pirhejmar dişopîne. Li hemberî girtina tevahîya warên derbirîna siyasî –kilîtkirina hilbijartinên parlemanî yên mijdarê û kanûna pêşî ya 2010ê, ku bi serkeftina digel % 90ê dengan a partîya dewletê, Partîya Neteweyî ya Demokratîk (PND), bi encam bûn jî nîşana vê yekê ye-, medya weke zemînên siyasî yên alternatîv tên pejirandin. Ji ber vê yekê, berî hilbijartinan, rayedaran tevgereke kedîkirina rojname, radyo û televîzyonan dabû dest pê kirin.
Berî vê vegirtina medyayê, tevgerên protestoyê li Misirê bi du awayan bi pêş ketin. Li alîyekî, kiryarên tundrew zêde bûn: girtina riyan, ji bo protestokirina mirinên qezayî yên ji ber tamîrnekirina riyên hin taxan, her wekî tehdîdên xwekuştina di kolanan de, ku piştî întîxara Bouazîzî zêde bûn. Ev alozî li dijî korbûna rejîmê ya li hember kiryarên bi rengekî din bersivek e. Ji ber ku "ne-siyasî" bûn, dilê desthilatê xweş bû û wê êdî bersiv nedida xwestekên ku ji beşên stratejîk dernediketin.
Lê belê, rayedaran piştî rûdanên li Tûnisê, bi awayekî pir lezgîn bertek nîşan da: taloqkirina pesindnameya reforma statuya memûran, xebitîna di warê giştî de, diyarkirina gavên civakparêz û hwd. Her çi desthilatên dînî yên fermî, wan bi bîr xist ku xwekuştin kiryareke şkestina bawerîyê ye -ev ne fikirê mela Youssef Al-Karadhaouî ye, ku li ser televîzyona satelît Al-Jazîrah behsa Bouazîzî jî kiribû.
Pirbûna daxwazên ku li ser esasên nasnameyî an civatî saz dibin jî, taybetmendîya duyem a tevgera civakî ya misirî ye. Bedewîyên Sînayê li hember gavên ewlekarîyê ku ji ber nêzîkatîya Îsraîlê li ser wan tên ferz kirin, derdikevin; xelkê nûbî yê ji şert û mercên jiyana xwe nerazî ji dewletê gazincan dikin û tazmînatên piştî koçbûna wan a di dema avakirina Bendava Bilind a salên 1960ê de ji wan re sozdayî jî dixwazin. Lê xwepêşandanên qiptî -ku piştî teqîna li ber Dêra Îskenderîyeyê, şeva 1ê kanûna paşî ya 2011ê (r.18 bixwînin), rû da-, ji ber rêbazên xwe yên nû, mijarên sereke yên baldarîyê ne.
Li gor analîstên misirî, tevgera civakî û siyasî ya tûnisî "hemdemtir", gihaştetir, siyasîtir e, ji ber ku ew bi piranî encama pêrabûna sinifên perwerdekirî û xwenda bû: ev çînên navîn ku bi zimanê kubar ê mafên mirovan, azadî û demokrasiyê (2) diaxivin. Gelo zimanê "civatî" û "nasnameyî" li Tûnisê ji holê rabû? Bi temamî na, "civatparêzîyeke herêmî" hê jî heye li ba nifûsên ku li paş "mucîzeya tûnisî" ne û bûne pêşengên şoreşê hê jî heye: vê diyardeyê berî ku bigihîje dorbajarên perîşan ên paytext û dawîyê li bulvara Burgîba ya Tûnisê li Gafsayê, Sîdî Bûzîdê, Thalayê, Kasserîneyê û Jendûbayê xwe da der.
"Îbrîdbûna" rejîmên siyasî
Li Misirê jî, îfadeyên protestoyê pirrengî ne. Zimanê exlaq û olê di tevgerên civakî yên derdorên xizan de bi kar tê, nemaze li taxên nefermî, ji ber ku bi tenê bi vî zimanî dizanin. Li derdorên perwerdekirî mîna yên memûrên bacê an yên mamosteyên lîseyê, zimanê protestoyê şorî edaletê dike û bi israr li ser karaktera sinifî û bi tenê civakî ya doza wan radiweste. Înkarkirina siyasetê, jixwe dide xuya kirin ku ev leyistikvan tê gihîştin ka sînorên kiryarên protestoyî li hemberî desthilata zalimane çi ne.
Herweha, xwepêşandanên ciwanên qiptî piştî teqîna Îskenderîyeyê jî, bêhtir weke derketina ji sînorbûna "civatî" tên fêm kirin, bi mebesta ku "pirsgirêka qiptî" têxin rojeva gelemperî ya neteweyî. Digel dirûşma "em [rêzgirtinê ji] mafên xwe [re] dixwazin", ku ji bo wekîlên dewletê tê hildan (3), em zimanê welatîbûnê jî dibihîzin. Li Misirê, daxwazên ji nû ve niqaşkirina şertên yekîtîya neteweyî li ber çavan in. "Civatparêziya" herêmî ya tûnisî jî, xwedîya xwestekeke hevreng e.
Bouazîzî li hember avahîya walîtîya Sîdî Bûzîdê xwe şewitand, û xwepêşandana mezin a 14ê kanûna paşî ya 2011ê li ber wezareta karê hindûr çêbû. Li zemînê protestoyê yê misirî, pêwendîyên digel dewletê jî bi vî rengî ne; ew jî dirûvê çalakîyên rûniştinê, kombûnên li ber wezaretan, walîtîyan an qereqolan digire. Ev taybetmendîya hevpar, girêdana xelkî -di serî de yên herî feqîr- a bi dewleta civakparêz a pişt-serxwebûnê ve radixîne ber çavan, ku ev dewlet di dehsalên dawîn de bi piranî ji hev hat xistin (4).
Lê belê, tevgerên protestoyê yên tûnisî û misirî, bi riya medyayan, ji cîhanê û raya giştî ya navneteweyî re jî peyamên xwe dişînin (5). Ev jî guherîneke girîng e: ev civakên di "globalîzebûnê" gihîştin ku ew êdî girtîyên giregirên ereb nînin û dinyaya derve ne cihê xeterê ye.
Em di serdema "îbrîdbûna" rejîmên siyasî yên li dinyayê de ne -ev teorî dibêje ku çarçoveya globalîzasyonê îmkanên dewletan piçûk dike û xeta di navbera desthilatên zalimane û yên demokratîk de jî ziravtir dike (6) - û xwepêşandanên li her du welatan, îbrîdbûna hevdem a dirûvên kiryarîya giştî û awayên îfadeya siyasî didin xuya kirin. Heta li welatên ereb jî, êdî siyaset ne tenê meseleya sazîyan e. Li Misirê, kilîtkirina zalimane û guherîneke bingehîn a têkilîyên dewlet û civakê li cem hev in (7). Tûnisê jî da xuya kirin ku mesafeya di navbera protestoyên civakî û çînî û protestoyên siyasî de evqas jî dûr nîne.
Sarah Ben Nefissa:
Lêkolînera Enstîtuya Lêkolînê ji bo Pêşxistinê (IRD), Yekîtîya Têkel a Lêkolînê (UMR) 201
- Houssam Tammam û Patrick Haenni, "Les Frères Musulmans égyptiens face à la question sociale: autopsie d’un malaise socio-théologique". ["Birayên Misilman li Hemberî Pirsgirêka Civakî: Tehlîla Nerehetîyeke Civaknasî-olnasî"]. Etudes et analyses [Lêkolîn û analîz], hjm. 20, Institut Religioscope, Freiburg, 2009
- Amr Choubaki, "Pourquoi les élections 2010 représentent-elles les pires élections que l’Egypte ait connues?" ["Çima Hilbijartinên 2010ê di Dîroka Misirê de yên Herî Xirab Bûn?"], Al Masry Al Youm, Qehîre, 2ê kanûna pêşî ya 2010ê
- Laure Guirguis (rvb.), 2008, Conversions religieuses et mutations politiques. Tares et avatars du communautarisme égyptien [Guherînên Dînî û Guherînên Siyasî. Nerindî û Taybetmendîyên Civatparêzîya Misirî], Editions Non Lieu, Parîs, 2008
- Myriam Catusse, Blandine Destremau û Eric Verdier (rvb.), L’Etat face aux débordements du social au Maghreb [Dewlet li Mexrebê li Hemberî Nerazîbûnên Civakê], 2010, Parîs, IREMAM/Karthala; Amin Allal, Karine Ben Afla, "Les mouvements protestataires de Gafsa (Tunisie) et Sidi Ifni (Maroc): des mobilisations en faveur du réengagement de l’Etat ou contre l’ordre établi?" [Tevgerên Protestoyê yên Gafsayê (Tûnis) û Sîdî Îfnî (Fas): Çalakîyên ji bo Dîsa Têwerdana Dewletê an li Dijî Rewşa Heyî?"] dê di kovara Tiers Monde [Dinyaya Sêyemîn] de biweşe
- Khadija Mohsen-Finan, Les Médias en Méditerranée - Nouveaux médias, monde arabe et relations internationales [Medyayên li Deryaya Spî - Medyayên Nû, Dinyaya Ereb û Têkilîyên Navneteweyî], Actes Sud, Arles, 2009
- Michel Camau û Gilles Massardier. (rvb.), Démocraties et Autoritarismes. Fragmentation et Hybridation des régimes [Demokrasî û Zalimî. Parçebûn û Îbrîdbûna Desthilatan], Karthala, Parîs, 2009
- "Verrouillage autoritaire et mutation générale des rapports entre l'Etat et la société en Egypte" ["Klîtkirina Zalimane û Guherîna Giştî ya Têkiliyên Dewlet û Civakê li Misirê "], di P. Blanc de (rvb.) Egypte : l'éclipse [Têkçûna Misirê]. Confluences Méditerranée [Hevherikînên Deryaya Spî], 2010, (75), r. 137-150
Wergera ji fransî: Simko Destan


