Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Desthilata Îranê serdestîya xwe ya li ser medyayê winda dike

Wêneyên Zarokan 10

Duşemî ye, meha adarê, kolanên Tehranê vala ne. Ji ber betlaneyên Newrozê, sersala îranê û pîrozbahîya hatina biharê, şênîyên vî bajarê mezin, nêzî 14 mîlyonan bajar terikand. Li bazara Tajrîşê, li bakurê Tehranê, afîşeke karton a destnivîs bala mirov dikişîne: DVDya Qehweya tahl hatiye. Ji bayîyên rojnamefiroşan heta bi dikanan, qismên nû yên vê komedîyê li her derê bajêr peyda dibin. Mehran Modîrî yê gelekî bi nav û deng derhêner, produktor, hevsenarîst û aktorê vê rêzefîlmê ye.

Ji du dehsalan ve ye ku ew li ser ekranên televîzyonê xuya dike û bi rîtma guherîna civakê re ew jî guherî. Ew laqirdîyên sivik û tinazî pêşkêş dike û tu cara xeta sor a rexnegirîya desthilatê derbas nake. Wî carcaran hewl da ku bi pêşkêşvanên kanalên televîzyonê yên ji derveyî welêt weşanê dikin, bikene, lê belê li qada siyasî cihê wî yê lêbanînê nîne.

Her DVDya Qehweya tahl ji mîlyon û nîvek kopyayan bêhtir tê firotin

Her DVDya Qehweya tahl ji mîlyon û nîvek kopyayan bêhtir tê firotin, sê qismê rêzefilmê di DVDyê de hene û bihayê wê ji 2 euroyan kêmtir e. Ev bihayê pir erzan li gor çîna navîn e û teşwîqî korsanîyê nake - li vî welatî, ev kirineke berbelav e. Rêzefîlm xwedîya malpereke Înternetê, rûpeleke Facebookê, hesabeke Twîtterê û nivîsarên Wîkîpedîya yên bi farisî û ingilîzî ye. Çîrok di rabihorîyeke dûr de derbas dibe û henekê xwe bi nedîmên şahî her weke despotîzmê, dike. Li pişt her karakterê, temaşevan dikare rêzeke berfireh a kesayetîyên dîrokî bi bîra xwe bîne, yên ku têkildarên desthilata berê (mînak Reza Şah, bavê Şahî) an jî îqtîdara heyî ne.

Di çapa xwe ya 2yê nîsanê de, rojnameya rojane Shargh dabû xuya kirin ku DVDya bîstemîn a rêzefîlmê dê ji hêla wezareta çand û rêberîya îslamî ve bê qedexe kirin. Bi fermî, ev prosedureke îdarî bû ku ji bo ferzkirina hin guherandinan dihat meşandin, lê belê rojnameya li ser xetê Aftabê diyar kir ku biryar ji ber şibha nêzîk a karakterekî di gel birêveberekî payebilind ê hikûmetê hatibû dan. Çi dibe bila bibe, DVD bêyî guherandinan derket pîyaseyê û bi hêman serkeftina bazarî ya DVDyên berê hat pêşwazî kirin.

Ji van meylên sansûrê yên dudil wêdetir, tevneke paralel ji hêla desthilatê ve tehemûl û heta teşwîq jî tê kirin, da ku rêzeke berfireh a produksîyonan biweşîne; ji fîlmên aksîyon yên amerîkî û korsan, ku li welêt jêrnivîs li wan tên zêde kirin, heta bi fîlmên îranê yên ku destûra belavkirinê nestandin -weke Alî Santoruî yê Darîuş Mehrjuî, fîlmeke ku behsa narkotîk û nebûna perspektîvên ciwanan dike, di civakekê de ku nirxên xwe winda kirine. Rêzefîlmên televîzyonê yên ku kanalên fermî berê weşandin lê temaşevan dixwazin dîsa bibînin jî hene. Tadeyên têkçûyî li ser medyayan ên dehsala pêşî ya şoreşê rê da siyaseteke nermtir li hember berhemên çandî yên ku civak û ciwan ji wan hez dikin. Ji niha û pê ve, desthilatê dev ji meyla xwe ya kontrolkirina zemîna medyayê berda, lê armanca wê ew e ku vî zemînê tijî berhemên weha bike ku "kêmtir xeternak" tên hesibandin, di heman demê de serdestîya mutleq a li ser zemîna siyasî di dest xwe de bigire.

Bi vî awayî, du qadên paralel bi pêş dikevin: Qada yekem, ya fermî û wek dengê Komara Îslamî tê dîtin û qada duyem ya kêmtir kontrolkirî û rayedar dikarin berpirsîyarîya xwe li ser înkar bikin û bi vî rengî, neahengîya vê qadê ya di gel rêbazên siyasî û exlaqî yên desthilatê rave bikin. Ev qada ha destpêkê weke amûreke li hember tesîra çanda Rojavayê bi pêş ket. Gelek stranbêj derketin ku destpêkê bi şermokî awayê muzîka pop a Los Angelesê -bajarê ku civata îranî ya herî mezin a li derveyî welêt lê dijîn – dikir û ev stranbêj dişibîyan reqîbên xwe yên li bajarê Kalîfornîyayê. Tona dengê hinan ji wan mîna stranbêjên navdar ên koçber bû, lê wan helbestên tesewufî dixwendin. Gava ku pêla duyem a hunermendan hat, kompleksên wan kêm bûn û asta wan bilindtir bû. Bi wextê re, muzîk û gotin bûn tam mîna yên li derveyî welêt çêkirî, ku desthilat weke nîşanên "jirêderketîyên erdê" (Mofsedin fil arz, biwêja ku rejîm ji bo kesên "rojavayîbûyî" bi kar tîne) şermezar dike. Her çi muzîka pop û rok ku berê derzagonî bû û bi qaçaxî dihat çêkirin, ew jî kêmtir, lê bi riya vê tevna nîv-fermî, belav bû.

Zemîna medyayê ya fermî bixwe cihêreng bû. Kanalên dewletê pir bûn û naveroka wan cuda cuda bû. Ji bilî bernameyên malbatê û yên zarokan jî, ew bi saya rêzefîlmên televîzyonê temaşevanan bi xwe ve dikişîne, ku ev rêzefîlmên xwecih gelek caran bi budceyên pir mezin tên çêkirin û ji versîyoneke gelekî rengê hollywoodî pê dikeve; çîroka Ûsiv û Zuleyxa heta bi bûyerên dîroka siyasî û rêzefîlmên komîk jî, bernameyên cihê dihewînin. Mehran Modîrî yek ji wan aktoran e ku para wî di van guhertinan de hebû.

Îstasyonên radyoyê bi heman riyê de çûn û hin ji wan, weke Peyam, ku di destpêkê de agahîyên trafîka Tehranê didan, ji salên 1990ê ve dest bi weşandina muzîkên berê qedexebûyî kir. Muzîka pop a ku ji Şoreşê ve ji holê rabûbû cihê xwe dît û weşandina wê ya ji hêla kanalên fermî ve jî, ew li ber çavên çînên kevneperest ên civakê meşrû kir. Di salên 2000ê de, heta hin Nohehs (lîturyayên dînî yên ku qetla îmam Husên ê nêvîyê pêxember, li Kerbalayê, di 680ê de, bi bîr tînin) di gel muzîka bi vî rengî hatin strandin.
Bi destpêka weşandina kanalên satelît re, şerê medyayê xurt bû. Li gel qedexeya fermî ya li ser sêlên antenên satelît piranîya malbatên bajarî û gundî xwedîyê anteneke bi vî rengî ne; lewre jî, hikûmetê dev ji meylên tunekirina wan berda û stratejîyeke nû bi pêş xist. Di warê agahîyên siyasî de, tiştekî kirinê tuneye: Kanalên neteweyî dê tu cara nikaribin ji hêman azadîya îfade û rexnegirîyê ya kanalên satelîtê sûdê wergirin. Jixwe, li Îranê jî, weke li tevahîya cîhanê, agahîyên siyasî bala temaşevanan nakişîne û desthilat li ser warên din rawestiya. Wê biryar da ku çavên xwe li bernameyên ku rasterast ne siyasî ên kanalên satelîtê bigire, ji ber ku ew wan kêmtir bi xeter dihesibîne, di gel ku li dijî qeydên exlaqî yên rejîmê derketibin jî. Aniha, kanalên ku di resmiyetê de qedexe ne bê navber klîpên mûzîkê yên ne li gor qanûnên îslamî diweşînin û reklamên li gel hejmarên telefonên destan ên îranê jî bi wan re derdikevin ser ekranan.

Encamên boçûneke weha ya ku nakokîyên berçav di xwe de vedihewîne, bi rihatî tên pêşdîtin. Di serî de, têgiha naveroka " kêmtir bi xeter " kêyfî ye. Kî dikare bibêje ku fîlmeke aksîyonê a amerîkî li ser gîyanên fezayê ji dramayeke klasîk "kêmtir bi xeter" e? Fîlmên "ne siyasî" jî dikarin balê bikişînin ser terzeke jîyanê ya rojavayî ku danûstandina bê sînor diparêze. Jixwe, beşeke mezin a çînên navîn ên bajaran piştgirîyê dide van nirxan, heta carina jî bi awayekî mubalexe kirî. Îran weha bû duyemîn îthalatkera berhemên kosmetîk li Rojhilata Navîn û heftemîna cîhanê. Hin cejnên ticarî yên berî sî salan nedihatin nasîn, weke roja dildaran, aniha li bajarên mezin tên pîroz kirin.

Ev sê sal in ku desthilat bi serkeftina kanala televîzyonê Farsi One re, ya xwedîyê wê News Corporation a Rupert Murdoch e, rû bi rû dimîne. Ev kanal bê navber rêzefîlmên amerîka latînî diweşîne û beşeke mezin a temaşevanên gelêrî bi xwe ve dikişîne. Rojnamevanê amerîkî Dexter Filkins diyar dike ku Farsi One bi awayekî lezgîn navdar bû (1), heta bi wê radeyê ku serkeftina wê ya li cem çînên xizan hikûmetê jî bixe xeterê.

Desthilata ku hewl da temaşevanan bi xwe ve bikişîne da ku rê li ber siyasîkirina zemîna medyayê, ya ji hêla reqîbên wê ve dihat meşandin, bigre, ket davika ku wê bi xwe vedabû: Wê derî li kanalên ku pesnê terza jîyanê ya rojavayî didin, vekir û bê hemdî, weha reqîbên xwe xurt kirin, yên ku helwesta hikûmetê ya "ji serdema navîn hatî" şermezar dikin.

Çavkanî: 

Shervin Ahmadi: Rojnamevan, berpirsyara weşana farsî ya Le Monde diplomatique.

  1. The New York Times, 21ê mijdara 2010ê

Wergera ji fransî: Simko Destan