Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Derbarê nifûsa cîhanê de tesbîtên xapînok

Nifûsê Çînê

Demografî çiqas tiştên klîşe li ser navê te tên gotin…

"Rêjeya zêdebûna nifûsa mirovahîyê pir bêserûber e". Na, ne rast e, lewre ev bi dehan sal in, rêjeya zarokanînê bi awayekî zelal kêm dibe û li her derê, li bin tesîra tiştê ku weke "veguherîna nifûsê" dikare bê bi nav kirin û di wê pêvajoyê de rêjeya zarokanîn û mirinê ya ku berê pir bilind bû, kêm dibe

"Divê em ji teqîneke mezin a nifûsê bitirsin". Bila dilê me rihet be: Bombe wê neteqe. Mezintirîn diyardeya sedsala XXIem wê ne mezinbûna bilez a nifûsê, lê belê wê pîrbûna nifûsê be.

"Em ê li cîhaneke li bin giranîya serjimara zêde perçiqî, bijîn". Ev nêrîn jî ne rast e, ji ber ku bi pêşketina bajarbûnê zêdebûna nifûsê li ser erdên piçûk, dibe sedema kêmbûna serjimarê li herêmên din.

"Pêlên koçberan yên Başûr-Bakur wê di nêzîk de bi ser me de bigirin". Îdîayeke wisa jî xwe dispêre bêparmayîna ji zanîna bîrbirinên nû yên koçberîyê dibin sedemê bigewdebûna livûtevgerên ber bi her alîyî ve û koçberîyên Başûr-Başûr jî beşeke wan a pir girîng e.

Bi kurtî, tiştekî weke "şênîya cîhanê" tuneye: Ev têgeheke gilover a bêwate ye; ev giloverbêjîya heqîqetên wisa ci daye ji wê yekê ku îfadekirina wan dişibe tevlihevkirina potikên paqijîyê û destmalan. Gîne û Portugal kêm-zêde xwedî heman nifusê ne (10,8 milyon û 10,7). (1) Baş e di vê rewşê de gelo mirov dikare bigihîje wê encamê ku ev her du welat di demografyaya cîhanê de heman cihî dagir dikin? Dibe ku ne wisa be. Ji ber ku hemû nîşaneyên wan ber bi hêlên dijber ve diçin: Rêjeya zêdebûna xwezayî ya nifûsa Gîneyê, bo nimûne, têra xwe erênî ye (+ 3%) û ya Portugalê neyînî ye (- 0,1%).

Berpêşkirina nîşaneyên derbarê rewşa nifûsa cîhanê de, tê wateya nixumandina dînamîkên xweser: Dînamîkên welatên xwedî rêjeya bilind a zarokanînê û temenkurtîyê (weke li Nîjer û Maliyê) an jî dînamîkên welatên ku rêjeya wan a zarokanînê wisa qels e ku nagihîje rêjeya mirinê (weke li Rûsya û Japonyayê). Li Japonyayê, bilindbûna berbiçav a rêjeya mirinê salên 2000ê xwe naspêre helwêstên xwekujîyê an jî rizîna pergala tenduristîyê, lê belê bi temamî xwe dispêre pîrbûnê. Rewş li Rûsyayê cuda ye.

Cîhan ji gel û şênîyên pir curbicur, ji nîşaneyên demografîk ên cihêreng û awayên kombûnên rengareng pêk tê, weke ku guhertoyên awarte yên gurbûna nifûsa hin deveran jî vê yekê nîşan didin (mesela li Bangladeşê li her kîlomterekareyekê 1 141 kes, li Gabonê li her kîlometrekareyekê 5,9 kes dijîn). Lê belê li vir jî; xwegihandina encamê bi xwespartina van agahîyên navînî yên guhertoyan, dibe sedemê tesbîtên herî şaş.

Nifûsa dinyayê di sed salan de 4.5 mîlyar zêde bû

Sedsala 20ê bû şahida veguherîneke bêhempa: Şênîbûna cîhanê çar qat li xwe zêde kir (şênîya ku di sala 1900ê de 1,6 milyar bû, di sala 2000ê de gihîşt 6,1 milyaran). Vê zêdebûnê ji ber encama çar diyardeyan xwe da der. Ji dawîya sedsala 17ê ve êdî rêjeya mirina şênîyên, hin welatên li hêla nîvkureya bakur, berejêr bû (zarokî, zarok-ciwan û dayikan) û di sedsala 19ê, dûre jî di sedsala 20ê de, li tevahîya welatên Başûr ew yek bû rewşeke gelemper (mesela li Hindistanê, ji salên 1920ê û vir ve). Sedem jî ev bûn: Pêşketina tibbî û dermançêkerîyê, berbelavbûna awayê jîyana sihî û pêşketina teknîka çandinîyê ya ku rê li jîyaneke pir bi rêkûpêk û cihêreng a xwarin û vexwarinê vekir. Di du sedsalan de, rêjeya nûzayîyên ku berîya bigihîjin yeksalîya xwe dimirin, bi navincî ji sedî 80 daket, lê belê li welatên herî pêşketî ew rêje 50 caran ji berê kêmtir bû. Rêjeya mirinê ya zarokên ciwan û yên gihîştî hê kêmtir bû û hetta, ya jinên li ber zayînê jî gihîşt encameke ku di dengeya cinsan de guherînek pêk anî: Zayenda ku "qels" dihat zanîn ji alîyê demografîk ve bû ya herî xurt –ev yek berê di dîroka mirovahîyê de ti caran pêk nehatibû.

Li alîyê din, ji salên 1970yê ve bi xêra pêşdebirin û başkirina dermanan û bingehên tenduristîyê û dermankirinê, kesên bi temen niha pir dirêjtir dijîn. Têkûzbûna mekanîkî ya hin pîşeyan jî li alîyê din şertûmercên pir baş ên xebatê afirandin û bi kêrî dirêjbûna temenê mirovan hatin. Temenê mirovan di nav sedsalekê de hema bêje bi qasî du qatan li xwe zêde kir (temenê mirovekî yê ku di 1900ê de 37 sal bû, di 2010ê de gihişt 69 salan).

Daketina dîrokî ya zarokanînê dibe sedemê kêmbûneke bilez a nifûsê: Rêjeya salane ya zêdebûna navînî ya di dawîya 1960ê de ji çendeya herî bilind a dîrokî ya zêdetirî ji sedî 2, (gelek welat hingê tam li nîvê pêvajoya raguherîna xwe ya demografîk bûn) di 2010ê de daket ji sedî 1.2. Di pêncî salan de, nifûsa cîhanê bi vî awayî ji sedî 142 zêde bû: 2.5 milyar di sala 1950yê de, 6,1 milyar di sala 2000ê de. Li gor projeksîyona navînî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY), tê payîn ku ew ê di sala 2050yê de hilkişe 9,1 milyaran. Gelo hê jî pêwist e behsa fûrîna nifûsê were kirin? Eger van 9.1 milyar kesan gişan koçî Dewletên Yekbûyî kiriba û tevahîya xaka cîhanê li pey wan weke çolistan bimaya, gurbûna nifûsa dewletên Yekbûyî wê ji ya herêma Ile-de-France ya niha hê jî firktir ango ji alîyê gurbûna nifûsê ve kêmtir bûya...

Pîrbûn wê bibe diyardeyeke nû ya sedsala 21ê

Pîrbûn wê bibe diyardeyeke nû ya sedsala 21ê. Ew dikare were pîvan, geh bi zêdebûna rêjeya kesên bi temen (li gor pêşbînîyên RNYê: 5.2% sala 1950yê, 7.6%, sala 2010ê û 16.2% sala 2050yê,) (2), geh jî bi veguherîna temenê navînî (24 sal di sala 1950yê de, 29 sal di sala 2010ê de, û bi qasî 38 sal di sala 2050yê de). (3) Li alîyekî, dirêjbûna jîyê mirovan, xeleka nifşê temenê sêyemîn jî firehtir kir. Li alîyê din, kêmbûna zarokanînê hejmara nifşên ciwan daxist; bi taybetî li welatên li qonaxa "zivistana demografîk" tesîrên vê yekê pir mezin in; li wan welatan rêjeya zarokanînê ji dehan salan û vir ve ye têrê nedikir ku şûna nifşên berê dagire (ango serê her jinê bi hesabekî navincî 2.1 zarok). Li van welatan, tenê pêngaveke pir mezin a zarokanînê (û ne pir bi derengî, lewre hejmara jinên di temenê zarokanînê de bi awayekî berbiçav kêm dibe) an jî pêlên mezin ên koçwergirîyê yên ciwan û zayok dikarin wan bigihînin sînorê şûngirtina nifşan a besît.

Di nav tevahîya nifûsê de pîvana beşa zêde dibe ya kesên navsere, pîrbûna civakê diyar dibe. Lê belê wekî din, nirxandina zêdebûna hejmara mutleq ya kesên temenê wan şêst û pênc û jortir jî –ev yeke weke "mezinbûna para pîran" tê bi nav kirin– pîvaneke ji bo diyarkirina pîrbûnê ye: 130 milyon sala 1950, 417 milyon sala 2000ê de, û dibe ku di sala 2050yê de ew bigihîje 1.486 milyaran. Ev ferqa di navbera pîrbûn û mezinbûna para pîran de, welat bi welat diguhera û dibe sedemê peydebûna veguherînên pir nakok û dijber. Mesela li bin tesîra, pergeleke koçwergir a nifûsên ciwan pêşwazî dike û yên pîrûkal dûr dike, li hin welatan ev her du diyarde bi heman awayî venaguherin.

Bajarwarî weke diyardeyeke sereke xuya dike, ji ber ku di sala 2008ê de, li gor hejmarên Neteweyên Yekbûyî (ji alîyê şeklî ve hatine guftugokirin lê belê ne ji alîyê cewherî ve), niştecîyên bajaran cara pêşî ji yên gundan zêdetir bûn. (4) Ev e paradoksa mezin a sedsala 21ê: Ti caran nifûsa cîhanê ewçend zêde qelebalix nebûbû û ti caran li qadên ewçend teng û piçûk li ser hev kom nebûbû: Cîhan li bin tesîra cureyekî motora sê demî bi awayekî bêperwa vediguhere "metropolbûnê". Motora yekem dixwaze li qadên bajarên herî qelebalix, giranîyê bide mezinbûna sektora xizmetê û dixwaze hatinîyên diravî yên berdestbûyî yên ji zêdebûna berhemdarîya çandinîyê pêk tên, vekişe nav vê sektorê. Di çarçoveya pirbûna cureyên pîşeyan, livûtevgera pîşeyî ya tê hêvî kirin, an jî ji neçarî û herwiha ji ber xizanîya li cîhana gundewar, motora duyem giranîya xwe dide mezinkirina karûbarên avahîlêkirinê yên ji bo zêdekirina derfetên îstîhdamê. Herî dawî jî, metropol dibin xakên ku bersiva herî baş didin pêdivîya bicihkirina "qada cîhanî", bi taybetî jî bi hêsankirina pêwendî girêdanan. Li alîyê din, ew pêwendî girêdan bi karaktera xwe ya vekêş a girêdayî asta wan a deshilata siyasî ya têkildarî statuya wan a dezgehî (paytextê herêmî, neteweyî, biryargehên dezgehên gelemperî yên navneteweyî) û şaxên bîyanî yên fîrmayên navneteweyî bi giranî li bajarên mezin bi cih dibin.
Gurbûna liserhevkombûna bajarwarî li gor her welatî diguhere û xwedî dîmenekî nakok e: Li Hindistanê ji sedî 29ê welatîyan li bajaran dijîn, li Kongoyê ev rêje ji sedî 33, li Almanyayê ji sedî 79, û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji sedî 79 e. Egerên vê yekê jî pir guhêrbar in. Rêjeya bilind a brezîlyayî xwe dispêre mîrateya mêtingehîya ku giranî daye sazkirina bajarên bi pêkanîna kontrola siyasî û aborî ya welêt wezîfedar kirî û bi navendîkirina tevahîya danûstandinên bi Portugalê re. Rêjeya kêm a çînîyan a bajarwarîyê jî xwe dispêre egera pergala komunîst a ku demeke dirêj karkerên gundewar diyar kirin; di vê çarçoveyê de, Pekîn, bi 12 milyon niştecîyên xwe, di eslê xwe de paytextekî ji alîyê nifûsa xwe ve pir firk e dema ku nifûsa pir mezin a vî welatî li ber çavan were girtin. Li deverên din, pevçûn û şeran gundewar xalî kirin û di encamê de nifûsên bajarên weke Bogota, Amman, Kalkuta an jî Kînsaşayê pir zêde kirin.

Welatên pir navendîkirî, yên weke Fransa an jî Îranê, bi bajarwarekî sermezin hatine zirx kirin û ji alîyê paytextên siyasî yên serdest ve di hemû waran de tên bi rê ve birin: Aborî, diravî, zanîngehî û çandî. Welatên din ên weke Spanya an jî Bolîvya pala xwe didin bajarwarîyeke du serî û ji du bajarên mezin tên bi rê ve birin (Madrîd û Barselona; La Paz û Santa Kruz); her çi Almanya ye, ew bi girêdana gelek bajarên biaheng hîyerarşîzekirî, weke "tevneke bajarwar" bi mîzan hatiye bi rêk xistin.

Raguherîna nifûsî ya li gelek welatên Başûr didome, "zivistana nifûsî" li hin welatên Bakur, pîrbûna şênîyê, bajarwarîya bêhempa ya nû; ev bi xwe ye dîmenê nifûsî yê ku heta niha bigewde nebûbû. Wekî din heke bi ser vê ve, pirsgirêka pêlên koçberîyê jî were zêde kirin: 214 milyon kes (5) bi awayekî berdewam ne li welatekî ku lê hatine dinê, dijîn –di nav vê hejmarê de ne penaber û ne jî kesên ji cih û warên xwe hatine derxistin-, hene.

Berevajîyê ramanên wergirtî, koçberî bûne pêlên rêkûpêk û berdewam. Û bi piranî jî legal in: Koçberên qaçax ên ku zêde hatine medyatîze kirin, bi awayekî statîstîkî ne xwedî rêjeyeke bilind in. Dîrok û erdnîgarî bi kêrî sazbûna "cot koçberîyên" welatan hatin. Ew dikarin li ser cîranîya erdnîgarî ava bibin –Burkina Faso û Perava Îvorîyê, Kolombîya û Venezuela, Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Malezîya û Singapour, Îtalya û Swîsre … –, an jî li ser dîrokeke hevpar –Filîpîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Cezayîr û Fransa, Hindistan û Birîtanya Mezin û hwd.–, bi kurtî, girêdanên mîrasî yên mêtingehî û xwelêgirîyê, de jure [hiqûqî] an jî de facto, piştî dawîlêhatina li mêtingehîyê. Eynî weke tevgera bajarwarîyê, eger sedemên siyasî (şer, pevçûnên civakî, rejîmên azadîkuj) mirovan ber bi koçberîyê daf didin, egerên siyasî jî motora sereke ya koçberîyê ne. Di sedsala 19ê de, xizanîyê hejmareke mezin spanî, swîsreyî û îtalî neçar kiribû ku koçî Amerîkaya Latîn bikin. Rewşa nifûsî bi xwe ancax dibe sêyemîn egera koçberîyê: Di sedsala 19ê de, Fransa ji ber daketina pir zû ya zarokanînê, bû yekane welatê koçwergir. Ji ber valahîya di pîşesazîya zeneetkarîya hin qadên kar de, di sedsala 19ê de, daketina nifûsa çalak li gelek welatên pêşketî bû sedemê bangên ji bo koçwergirîyê.

Du-qutûbîya navbera welatên niştecîyên wan koç dikin û yên pêşwazîya koçê dikin, li cihekî rawestiya. Koçberî her diçe vediguhere rewşeke geryanê, ango dewrûdaîmê: Mesela Fas welatek e ku welatîyên wê ji bo koçê bêhtir dikevin ser rêya Ewropa û Amerîkaya Bakur, welatê ku dibe derbasekek ji bo welatîyên Sahraya Başûr a Afrîkayê ku dixwazin xwe bigihînin Ewropayê, ango welatekî ku welatîyên Başûrê Sahrayê -bêyî ku karibin pêşbînîya tiştekî wisa bikin– dawî anîn li kudandina rêya xwe ya koçberîyê. Hetta, Spanya jî welatekî koçê ye, bi taybetî ji bo koçberên muteşebbisî ber bi welatên Bakur û Amerîkaya Latîn ve, welatekî derbasgeh ji bo afrîkîyên ku diçin Fransa û welatekî koçwergir ji Fas, Romanya an jî Amerîkaya Andî. Li wêdetirî wêneyê nexşeyî yê ferqa navbera koçwergirî û koçşandêrîya (ku gurbûna pêlên her duyan dinixumîne) her welatî, îro piranîya welatan van her sê fonkosîyonan di heman demê de pêk tînin.

Çavkanî: 

Gérard-François Dumont:
Mamosteyê Zanîngeha Parîs-Sorbonne, Gerînendeyê kovara Population & Avenir

  1. Ji bilî têbinîya dijber, ev hejmar ji nivîsên Jean-Paul Sardon hatine wergirtin, "La population des continents et des pays [Şênîya parzemînan û welatan]", Population & Avenir, hejmar° 700, mijdar -kanûn 2010
  2. Hejmarên parvebûna nifûsê yên RNYê
  3. Heman çavkanîya li jor
  4. Bixwînin: Dosyaya me ya bi navê "Mégapoles à l’assaut de la planète [Qirasebajarên li ber dagirkirina cîhanê]", Le Monde diplomatique, nîsan 2010
  5. Hejmara "Koça navneteweyî ya 2009ê" ya Parvebûna nifûsê ya RNYê

Wergera ji fransî: Baran Nebar