Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Dengên demê

Welatîyê uruguayî, Eduardo Galeano yek ji nivîskarên latînamerîkî yên hemdem ên herî binavûdeng e. Ew hem rojnamevan, hem helbestvan, çîrokbêj û hem jî dîroknas e, li vir bi kurte-nivîsên pêkenokî yên kesekî ji rêzê yê jibîrkirî balê dikşîne jiyanên piçûçik, lê carna ji analîzên pir dirêj zêdetir tiştan dibêje

ROJ

Li Pennsylvanyayê li cihekî, Anne Merak weke alîkara Rojê dixebite.
Ji dema herî dûr a ku tê bîra wê ve, wê her tim ev kar kiriye. Her sibe, ew radibe û bi milên xwe rojê radike da ku rojê hilde ezmanan; û her êvar, ew milên xwe ber dide ber xwe ji bo ku bihêle roj here ava.
Ew hê pir piçûçik bû gava ku xwe li vî karî girêda û wê ti caran ev kar di ser guhê xwe re neavêt.
Bi qasî nîv-sedsal berê, xelkê navê wê bi dînîtî derxist. Ji hingê ve, Anne di gelek timarxaneyan re derbas bû, ji alîyê gelek psîkîyatran ve hat venêrtin û bi qasî dinyayekê heb û derman pê dan daqurtandin.
Wan ti cara nekarî ew baş bikin.
Wisa baştir e jî.

BANKAVANÊ NIMÛNE

John Pierpont Morgan xwedîyê bankaya herî bihêz a cîhanê û herwiha xwedîyê heştê û heşt şirketên din bû.
Ji ber ku mirovekî pir meşgûl bû, wî ji bîr kiribû berdêla bacên sermayeya xwe bide.

Wî ji sê salan û vir ve, ango ji buhrana 1929ê ve ji rewşa qezencên xwe jî resmî nedabû zanîn.
Nûçe bû sedemê rabûna hêrsa girseyên perçiqandî li bin xirbeyên buhrana borsayê ya Wall Streetê û li tevahîya welêt bû sedemê bigewdebûna skandaleke mezin.

Ji bo xwe rizgarkirina ji îmaja bankavanê têrnexwir û kedxwir, wî rabû gazî berpirsîyarê têkilîyên bi gel re yê sîrka Ringling Brothers kir û pê şêwirî.

Vî bisporî jî jê re pêşniyar kir ku elameteke xwezayê, Lya Graf, jineke sî salî û bejna wê şêst û heşt santîmetre, lê belê rûyê wê, bejnûbal û timtêla wê qet ne yên acûcekê bûn, li cem xwe bişuxulîne.
Bi wî awayî ew kete nav kampanyayeke pir mezin a danasînê. Reklam ji wêneyekî pêk dihat. Li ser wêne bankevanekî dişibîya bavekî dilovan, li ser textekî meliktîyê rûniştî û jinika piçûçik jî danîbû ser çokên xwe. Fikra di wêne de dibû temsîla hêza diravî ya ku xelkên di nav lepên dijwar ên buhranê de diparastin.
Ev yek ji bo wî bû şkestinek..

DERSA BIJÎŞKTÎYÊ

Di derseke xwe ya venêrîna tund a nexweşan de li Buenos Airesê cara pêşî Ruben Omar Sosa rewşa Maxiliana, danî ber xwe. Ev bû dersa herî girîng a tevahîya salên wî yên lêkolîn û perwerdeyê.

Profesorekî ev rewş wiha rave kiriye: Doña Maximiliana, westiyayî ji tevahîya jîyaneke derbasbûyî ya bêyî betlanên yekşeman, berî demeke nêz ketibû nexweşxaneyekê û her roj wê heman tişt dipirsî:

– Ji kerema xwe, doktor, hûn ê karibin nebza min bipîvin?
Piştî bi awayekî nerm bi tilîyên xwe pêl qevdika zenda wê dikir û dûre destê wê hêdîka berdida, doktor jê re digot:

– Pir baş e. Heftê û heşt. Nebza te bêkêmasî ye.
– Waa, spas doktor. Îca niha jî gelo hûn ê karibin nebza min bipîvin, ji kerema xwe?

Û doktor careke din nebza wê dipîva û jê re ji nû ve îzah dikir ku tenduristîya wê têra xwe baş e, û rewşeke ji vê baştir ne mumkin e.

Vê dîmenê her roj xwe dubare dikir. Her cara ku ew di ber odeya Doña Maximiliana re derbas dibû, vî dengê kelegirî gazî wî dikir û milê xwe dîsa û dîsa eynî mina şaxikekî darê dirêjî wî dikir.

Wî, neçar daxwaza wê bi cih dianî, ji ber ku divê doktorekî baş pir bi sebr û aram be li hemberî nexweşên xwe yên ku bi latînî wateya wan jî bi sebrûaram e, lê belê wî ji xwe re digot: Ev pîra han bûye bela û maye û dûre wiha difikirî: Aqlê wê jî piçek çelqîyaye.

Piştî gelek salên din doktor hê nû fam kir ku tiştê ku pîrê dixwest tenê ew bû ku kesek destê xwe li devereke laşê wê bixe.

PEYV

Li nav dahlûdevîyên bilind ên Paraná, kamyonvanekî tembîh li min kir ku ez bi tedbîr bim:

– Li himberî dirinde û wehşan ha ji xwe hebe. Hê jî li kevî û quncikan hin ji wan serîberdayî digerin. Lê baş e ku ne zêde ne. Niha hêdî hêdî hemûyan digirin û wan di parkên sewalan de radigirin.

Wî bi min re bi spanyolî xeber dida. Lê belê ew ne zimanê wî yê rojane bû. Kamyonvan di jîyana xwe ya her roj de bi guaranî dipeyivî û ev ziman yê wan dirindeyan bi xwe bû, ew dirindeyên ku ew ewçend ji wan ditirsiya û ew biçûk dixistin.

Tiştê ecêb, li Paraguayê, zimanê şkestîyan tê axaftin.

Hê jî ecêbtir, şkestî bi israr bawer dikin ku peyv pîroz in. Peyvên ku derewan dikin, xiyanetê li tiştên behskirî dikin, lê belê yên rastîyê dibêjin jî gîyanê tiştan deşîfre dikin. Şkestî piştrast dikin ku gîyan di nav peyvên ku wî derdibirin de veniştiye. Eger ez peyvên xwe bidim te, ez xwe didim. Ziman ne tiştekî bê qîmet e.

BAZARA GLOBAL

Darên bi rengê darçînê, fêkîyên zerê zêrîn.
Destên qehweyî, tovên spî yên di nav pelên kesk de dipêçin.
Tov dimeyîn li ber tava rojê. Dûre, gava wan datînin ser hev, li bin ezmanê sahî, tav wan ziwa dike û hêdî hêdî rengekî paxir dide wan.

Hingê kakao dest bi rêwîtîya xwe ya li ser behra rengezmanî dike.
Ji bo ji nav destên ku wê diçînin derbasî nav devên ku wê dixwin bibe, kakao li karistanên Cadbury, Mars, Nestle an jî Hershey pêrgî gelek desttêwerdanan dibe, di pey re jî li supermarketên cîhanê pêşkêşî firotanê tê kirin: Ji her dolara ku dikeve nav kasayê, sê sent û nîv digihîjin gundên ku ew jê hatiye.
Richard Swift, rojnamevanekî torontoyî çû Ghanayê, heta xwe gihande yek ji wan gundan.
Ew çû serdana cotyarên çandinîyê dikin.

Gava ew rûnişt ji bo bêhna xwe vede, wî hin şokolayên di paketan de ji berîka xwe derxistin û hê wî gezek jî li şokolaya xwe nedabû, komek zarokên bi meraq dor lê pêçan.
Wan di jîyana xwe de ti caran tiştekî wisa tehm nekiribû. Wan pir jê hêz kir.

JIDAYÎKBÛN

Li nexweşxaneya dewletê ya li taxa herî dewlemend a Rio de Janeiroyê, rojê bi qasî hezar nexweş tên venêrtin û derman kirin. Hema hema hemû xizan an jî pir xizan bûn.
Doktorekî nobedar ev yek ji Juan Bedoian re wiha vedigot:

–Hefteya borî, ez neçar mam ji du pitikên keç ku wê bihatana dinyayê yekê bineqînim. Li vir, bi tenê aleteke nefesdayînê heye. Her du pitik jî di heman kêlîyê de hatin dinê û her du jî li ber mirinê bûn, û ez neçar mam biryarê bidim ka diviya kîjan bijî.

Di wê kêlîyê de doktor wiha fikirî bû: Ne karê min e ez ji wan yekê tercîh bikim, divê Xwedê biryara vê yekê bide.
Lê belê Xwedê ti tişt di guhê wî de negotibû.
Doktor kîjan biryar dabûya bila dabûya, di encamê de wî yê yek ji wan bikuşta.
Eger wî ti tişt nekira, wî yê her du bikuştana.
Lê belê wextê wî tinebû zêdetir dudil bimîne. Her du keçikên pitik li ber derçika mirinê bûn, wan dest pê kiribû ji vê cîhanê vediqetiyan.
Doktor çavên xwe girtin. Yek ji pitikan bû mehkûma mirinê, ya din bû mehkûma jîyînê.

TENDURISTÎ

Li rawestgehekê komek zarok otobusek dagîr kir.
Di bin milên wan de pirtûk, defter û gelek alavên din hene, ew dipeyivin û bênavber dikenin. Hemû bi yek carê bêyî ku li hev guhdarî bikin, dipeyivin, qarewarê dikin, xwe bi vir ve û wir ve dilivînin, hev daf didin û ji bo hertiştî û ji bo ne ti tiştî bi dengekî bilind dikenin.
Ciwamêrek xwe nêzî yek ji zarokên herî şûmî, yê bi navê Andres Bralich dike û jê dipirse:
– Çi bi te hatiye, kuro, ma tu bi nexweşîya kenê ketiyî?
Mirov carekê çav li ser bigerîne bes e, da ku fam bike ku hemû rêwiyên din ên otobosê derman bûn û ku êdî ji nexweşiya kenê xilas bûne.

DESTKARÎ

Mohammed Aşraf naçe dibistanê.
Ji hilhatina Rojê heta tarî dikeve erdê, ew topên fûtbolê dibire, diqewêre, qul dike, bi hev ve dike û didirû; ew topên ku ji gundekî pakistanî yê bi navê Umarkot tên îmal kirin û ber bi qadên lîstinê yên tevahîya cîhanê digindirin.
Mohammed yazdeh salî ye. Ew vî karî ji pênc salîya xwe ve dike..
Eger xwendina wî hebûya û wî bi ingilîzî jî zanibûya, ew ê têbigihîşta ka li ser etîketên ku ew bi her berhemeke xwe ve dizeliqîne, çi nivîsandî ye: Di çêkirina van topan de zarok nayên xebitandin.

LI DIJÎ HERIKÎNÊ

Fikrên kovara hefteyî Marcha hinek ber bi rengê sor (komunîzm) ve bûn, Lê belê rewşa aborî ya kovarê ketibû bin xeta sor ya petax û îflasê. Hugo Alfaro, ê ku li tenişt rojnamevanîya xwe bi rêveberina kovarê re jî eleqedar dibû û karûbarê acizker ê hesab û fatûran jî dikir, di hin firsetên pir nadîr de bi kêfeke mezin ji cihê xwe hildipekiya:
– Temam, pir baş e ev, niha pereyên me terî lêçûnên hejmara bê dikin!

Beşa ji reklamê re veqetandî hatibû firotin. Di tevahîya dîroka rojnamevanîya gerdûnî ya serbixwe de, me her tim ev cûre bûyerên mûcîzewî weke delîla hebûna Xwedî pîroz kiriye.

Lê belê, midûrê kovarê Carlos Quijano bixwe ji tirsa reng lê nedima. Li gor wî ev sosreteke mezin bû: Ji vê nûçeyê xirabtir nûçe tinebû. Eger reklam hebûya, divê rûpelek û hetta çend rûpel jê re bihatana veqetandin. Her perçeyê rûpelekê cîhekî pîroz bû ji bo dijderketina zeptûreptan. Ji bo ku rastîyên veşartî derxe holê, ji bo ku fesadiyên aliyên dijber eşkere bike û ji bo ku misoger bike mirov nayên xapandin.

Dîktatorîya eskerî ya ku bi ser Uruguayê de girt, dawî li sî û çar sal hebûna Marcha û ya hin dînîtîyên din jî anîn.

GIRTÎGEH

Di 1984ê de, Luis Niño li zindana Lurigancho ya li Lîmayê li ser navê rêxistineke parastina mafên mirovan lêkolînek kir.

Ew kete nav van kesên bi tenê yên li ser hev hatibûn kom kirin û hewl da, bi awayekî ji awayan, di nav van zîndanîyên tazî an jî kincên jihevketî li xwekiribûn, ji xwe re rêyekê veke.

Dûre, wî daxwaz kir ku bi midûrê girtîgehê re biaxive. Ji ber ku midûr ne amade bû, berpirsîyarê karûbarên dermankirina girtîyan pêşwazîya wî kir.

Luis jê re got ku wî girtîyên li ber mirinê, yên xwîn vedireşin dîtine, gelek ji wan ji ber tava zêde laşên wan bûne mîna agir û birînên xedar li laşên wan de hene, lê belê tevî vê yekê jî ew li girtîgehê rastî doktorekî jî ne hatiye. Berpirsyar jê re rewş wiha îzah kir:

– Em doktor, em têkilî wan nabin heta ku hemşîre gazî me nekin.
– Başe, hemşîre li ku derê ne?
– Pereyên me yên ji bo em hemşîreyan li vir bixebitînin, tunene.

ÊRIŞKARÊ ÊRIŞKIRÎ

Li Amerîkaya Latîn, rejîmên eskerî pirtûkên dijberî rejîmê dişewitandin. Di demokrasîyên îro de, pirtûkên tên şewitandin ên hesabgirîyê ne. Dîktatorên eskerî mirov didan winda kirin. Dîktatorên diravî diravan didin winda kirin.
Rojekê, bankayên Arjantînê red kirin ku pereyên mişterîyên xwe li wan vegerînin.

Norberto Roglich hemû pereyên xwe danîbûn bankayekê ji bo ku mişk wan nekojin, an jî diz wan nedizin. Gava bankayê dest danîn ser pereyên wî, Don Norberto pir nexweş bû, ji ber ku sal ti caran bê derdûbela derbas nedibûn û meaşê wî yê xanenişînîyê jî têra kirîna dermanên wî nedikirin.

Ti rêyek li ber nemabû: Hêvîşikestî, ew ket nav qesra keleha diravî û bêyî ku destûrê ji ti kesî bixwaze, wî xwe gihand heta maseya rêveber. Di nav destê xwe de narincokek digirt:

– Hûn ê pereyên min li min vegerînin an na ez ê we hemûyan bifirînim!

Narincok ji plastîkê bû, lê belê bi kêrî pêkhatina mucîzeyekê hat: Bankayê pereyê wî lê vegerand.
Dûre, ew hat girtin û ket zindanê. Dozger sêzdeh sal cezayê zindanê xwest. Ji bo Don Noberto, ne ji bo bankayê.

KARGEH

Sal 1964 û cinawirê heftserî yê komunîzma navneteweyî heta dawî heft devên xwe vedikirin ji bo ku Şîlîyê hûrhûr bike û daqurtîne.

Mejîyê raya giştî bênavber bi wêneyên dêrên şewitandî, wargehên komkirinê, tankên rûs, dîwarekî Berlînê yê li navenda Santiagoyê û gerîlayên porûrihlihevketî yên zarok direvandin, dihate bombebaran kirin.
Hilbijartin hatin li dar xistin.

Tirs bi ser ket û Allende têk çû. Di wan vedorên bi êş de, min jê pirsî ka tiştê herî zêde ew birîndar kiriye çi ye..
Allende got tiştê li cihekî pir nêz, li maleke taxa Providencia qewimî pir ew êşandiye. Jinekê karê mitbexê dikir, li malê mêze dikir û ji bo meaşekî pir kêm pir diwestiya, hemû kincên xwe xistibûn kîsekî naylon û li bin axa bexçeyê patronên xwe veşartibûn ji bo ku dijminên sermaya taybet wê neşêlînin.

AGAHDARÎYA GLOBAL

Çend meh piştî hilweşîna bircan, Îsraîlê Cenîn da ber bombeyan.
Ji wargeha penebarên filistînî niha tenê çaleke qirase ya serdevde tije bi mirîyên di bin xirbeyan de perçiqandî ve maye.
Çala krater a Cenînê bi qasî bilindîya bircên New Yorkê kûr bû.
Tevî vê yekê jî, ji bilî kesên rizgarbûyî ji hilweşînê yên ku bi hêvîya vedîtina xizm û nasên xwe bibînin xirbe dixepartin û vedidan, haya kê ji vê çalê çêbû?

Çavkanî: 

Eduardo Galeano:
Nivîskarê Ûrûguayî. Ev beşek ji pirtûka wî ya dawî ya bi fransî ye: Dengên Demê, Lux, Montreal, 2011.

Wergera ji fransî: Baran Nebar