Dema pirîsk, atom, noyron û gen dikin BANG**!
Dema lêkolîner Eric Drexler têgîna “nanoteknolojiyê” danasîn wî ew weha terîf dikir: koma teknîka ku destûra çêkirin û guhertina objeyên maddî ku mezinayiya wan di navbera 1 û 100 nanometreyî de ye (1). Di rastiyê de ev deriyê vê pênasê gelekî fereh bû, lewra hema bêje tevahiya objeyên li dinyayê heyî li gorî vê pîvanê saz û avabûbûn. Riyên zanistî yên gelekî cihê mîna kîmya, zanista li ser maddeyan, fizîka rewşa maddeyê ya hişk, dermançêkerî, biyolojiya kîmyewî û molekuler, muhendisiya elektronîk bi vî awayî dibin yek, hem di warê têgînê de û hem jî di warê operasyonel de.
Nêzî çariyek sedsalê paşê li gora pîvana atomî guherîna cîsm destûrê dide têgîna nanostrûktûrên ku xwediyê xisletên gelekî zêde nû ne. Komeke fereh a zanist û tetbîqan –teknolojiyên biyo, teknolojiya ragihandinê, zanistên kognîtîf (têkildarî naskirin û zanînê) – bi hev re ketin nava danûstendinê. “Nêzîhevbûneke” neasayî ya beşên zanistî yên ku heta hingî nisbî têra xwe hev dû li derveyî hev digirtin, peyde bû; bi tevlîhevkirina bit, atom, noyron û genan di bin kurtenavê BANG de big bangê bi bîra mirov dixe (nota wergêr)!
Di bernameyê de ev hene: paqijkirina erdê û avên di bin erdê de, çêkirina ekranên pan li ser hîmê tûpên nano yên karbonê, pîlên sivik û enerjiya wan zêde, teknolojiya biyonano (şopandina tevgera molekulên bi serê xwe di nava sîstemeke biyolojîk de), labaratuwarên tibî yên miniyatûr di çîpekê de. Ji niha ve kompûterên tên hilgirtin yên ku dikarin di nava saniyeyekê de bi milyaran kirariyan bikin hatin eşkerekirin (2), boyaxa fotoelektrîkî a çend santîmetroyan, metro kareya wê dikare di avahiyan û li ser riyan were bikaranîn, jeneratorên rojê ku hêza wan terawattek (ango 1000 gigawatt) e û hilberîna lezgîn a her cure berhemê nanoteknolojîk a ku kîlogramake wê bi dolarekê.
Artêş didin pêşiya pîşesaziyê, xwe dixin nava vê pêşbaziya “cîhana li jêr” ya ku weke ku fizîkzan Richard Feynman pêşî gotî “gelek cih lê hene.” Li Dewletên Yekgirtî ji gelek salan û vir ve ye ku tetbîqên eskerî beşa herî mezin ji budceya National Nanotechnologie Initiative distînin. Wezareta parastinê ya Amerîkî destekê dide lêkolînên di sînorên pîvana nanoyê de yên kîmya, biyolojî, elektronîk û beşa enerjiyê. Ajansa eskerî ya lêkolînên pêşketî ya Dewletên Yekgirtî (Defence Advanced Research Projects Agency, Darpa) ya ku di destpêkê de Internet çêkir, ji aliyê xwe ve destek da bernameyên ku ji bo modelçêkirina matematîkî ya qanûnên biyolojîk gelekî girîng in, pêşxistina protezên ku ji aliyê mêjî ve tên kontrolkirin yan jî çêkirina girêdana di navbera kêzîk û mekîneyan de ku dihêle mirov texmîn bike pirpirînkeke şevê vediguhere balefireke sîxuriyê ya dijî ku dikare ji dûrve were kontrolkirin û ajotin.
Di nava van projeyan de çêkirina saeteke atomîk li ser çîpeke elektronîk, hilberîna proteînên nû yên dermanker (antîkor, tamandina virûsên mirî) yên ku bi tenê bîstûçar saetan piştî dîtina virûsên şewbê yên nû werin çêkirin, her wiha hilberîna rêzek madde û cîsmên nû: kompûterên kuantîk (mêjiyên hesêb ên ku prensîba karê wan xwe disipêre xisletên kuantîk ên cîsm) (4), zanista şîfrekirinê (krîptografî) ya kuantîk, sîstemên veguhezandin û ragihandina optîk a bi kapasiteyeke gelekî mezin a daneyan.
Eger pêk werin, ev tetbîq wê ji bo bikaranîna sivîl jî bikêr bên. Belê sîlehên nano ku lêkolîn û hilberîna wan li Hindistan û Rûsyayê di 2004 û 2007’an de bi awayekî fermî weke karê pêşdetir hat dîtin, wê bi kêrî bikaranîna sîvîl neyên. Li sîlehên weke mîkrofuze, mîkrosatelît, nanocîsmên bi jehr yan jî nexweşker yên ku dikin mekanîzmayên heyî werin minyaturîzekirin, sîlehên bi tevahî nû zêde dibin. Mirov her wiha rasta mayinên dij-materyel ên gelekî piçûk (hêza mîkrogramekê bi qasî ya 44 kîlogram TNTyê ye) jî tê û ev ê destûrê bidin ku bombeyên termonukleer werin minyaturkirin (5). Li gorî nêrîna pisporan ev sîlehên gelekî zêde rûxîner wê her diçe gelekî hêsantir werin hilberîn û hilgirtin lê gelekî zehmet werin dîtin û bêtesîrkirin.
Informatisyenê vîzyoner Raymond Kurzweil, endamê Army Science Advisory Board – Komîteyeke ku erka wê di mijarên zanistî û teknolojîk de şêwirmendiya artêşa Dewletên Yekgirtî ye – liserhevkirina nanoteknolojiyên genetîk û robotîk ji bo mirovatiyê weke xetereke mezin dibîne. Li gora wî, êrîşeke terorîst yan jî eskerî ya nanorobotan yan jî cîsmên molekuler ên nexweşker ku ji wan re “cismê zelqokî yê cûn (fr. gelée grise; en. grey goo)” tê gotin, dikare “şaristaniyê” di nava çend rojan de tine bike. Kurzweil pêşniyar dike sîstemeke nanoteknolojîk ya xweparastina bedena mirov were avakirin. Lê belê ew di heman demê de gelekî bi kelecan û coş e der barê fikra ku ev teknîk wê karibin “pirsgirêkên gelekî kevin weke yên pêwendî kal û pîrbûnê yan jî nexweşiyê” çareser bike (6).
Ber bi homo sapiens 2.0 ve
Ji niha ve tiba nano alîkariya başkirina teknîkên teşxîsa nexweşiyan dike, bi taybetî jî ji bo dîtina bi dîmen û wêne. Weke mînak, canik Naomi Halas û Jennifer West ji Rice University (Texas) nanokapsûlên ji zêrê kolloîdal çêkirin. Ev kapsûl parçeyên ku ji çend milyon atomên zêr pêk tên in û stûriya wan di navbera çendek deh heta bi çendek sed nanometroyan diguhere. Xisleta wan a xuyakirinê (optîk) jî li gorî stûriya wan diguhere. Ev kapsûl girêdayî laskên asîda dezoksîrîbonukleîk (DNA) e ku xwe bêguman li ser deverên gilmikên kansêrî (bi nexweşiya pençeşêrê ketî) datînin. Ango ew du funksiyonan bi hev re bi cih tînin, yek jê teşxîs e û ya din jî dermankirin e. Weke rojikan (camên ku cîsman mezin didin xuyakirin) ew pêlên nêzî ‘ji sorê û wêde’ (înfrarûj) dimijin, wan dikişînin bin çêrmê mirov û wêneyekî gelekî baş ê gilmikê derdixin holê. Dema doza pêlên roniya ‘ji sorê û wêde’ were zêdekirin, ev yek têrê dike ku gilmika kansêrî were “pijandin” yan jî xirakirin.
Xisletên dij-mîkroban ên zîv ji hezarsalan ve tên zanîn: atomên wê vîrûs û bakteriyan dikujin. Dema derbasî pîvanên nanometrîk bibin, bandora piçikên wê pirrqat dibe. Destmalên birînan yên ku piçikên nano yên zîv li ser wan ji niha ve weke metayê ketin bazarê û kapasîteya wan heye ku di nav de bakteriyên xwe li ber antîbiyotîkan digirin jî bêhtirî sed û pêncî faktorên nexweşker tine bikin. Ji bo şerê înfeksiyonên nosokomiyal (nexweşiyên li nexweşxaneyan belav dibin, li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê pêncemîn sedema herî zêde mirov ji ber dimirin ev e), niha tê fikirîn ku cîsmên nano yên zîvî li alavên cerrahî bikin; her wiha di nava rûyên nivînan û perdeyan de jî wê werin bikaranîn. Ji 2006’an û vir ve şîrketa koreyî Samsung mekîneyeke şûştina cil û bergan xistiye bazarê ku bi ava sar bi bikaranînan iyonên zîv (ji nû ve dikarin werin bikaranîn) mîkroban tine dike.
Perspektîvên tiba nano dikin ku mirov xewnên xweş bikin; belê tehlûke heye ku ev xewn veguhere xewnereşkê. Raporeke rêxistina Netewên Yekgirtî ya ji bo perwerde, zanist û çandê (Unesco) li alarmê dixe: “Di dema dirêj de tiba nano dikare bibe sedema guherîneke radikal a nifşê mirovî.Hewladanên mirovatiyê yên ji bo guherîna xwe li gorî dilê xwe weke dixwaze û dema dixwaze, dikare bibe sedem ku mirov êdî hew karibe behsa nifşê “mirov” bike (7).” Transhumanîteyeke (ya ku ji sînordariya mirov bihûrî) bi homo sapiens 2.0 şên wê serdemeke nû bide destpêkirin, ku têde wê piştî-mirovên (fr. Posthumain) xwediyê hêz û kapasîteya fizîkî û mêjî ya “zêdetir” hebin û ev piştî-mirov wê mirovên herêmên duyemîn ên ku di mirovatiya xwe de marjînalbûyî, bajon keviyan (8).
Ji niha ve em dikarin bitirsin ku tibeke nano ya ji bo dewlemendan fînansimana gelemeperiyê û hewldanên lêkolînê dixe nava tevgerê, tevî ku li seranserê dinyayê zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê girêdayî xizanî û newekheviya civakî ye. Ji piçikên nano yên zêrî bêhtir, pêdiviya welatên bi pêş dikevin bi siyasetên tenduristiyê yên pêşîgirtinê ku xwe disipêrin baş xwe xwedîkirin û banînê heye, bi gihîştineke giştî ya ava vexwarinê û perwerdeyê û her wiha bi “dermanên pêwîst(9)” heye.
Hingî naxwe, hêza şoreşgerane ya zanistên nano, di nêzîhevbûna teknolojiyên gelekî ji hev cihê (biyolojî, înformatîk, zanistên naskirin û zanînê, robotîk) de ye ku bi gotineke di cih de nanoteknolojiya întegrasyona wan misoger dike, ew anîne cem hev. Biyolojiya nano dihêle ku mirov xwe bi xwe kopîkirina sîstemên zindî kontrol bike da ku erkên gelekî nazik yên ji bo pîşesaziyê di çarçoveya pîvanên nanometrîk de werin pêkanîn. Weke mînak ji bo ku gerên elektrîkê û pîlên rojê yên fotosentetîk yên ji serî heta binî transîstor pêvekirî çêbikin, lêkolîner proteînên geyayê silkan yên ketine fotosentezê bi kartînin (10). Muhendis Carlo Montemagno şaneyên dilê cird bi sîlîsyûme re anî cem hev û bi vî awayî alaveke ku bi xwe kom dike û ji ber xwe dikare tevbigere çêkir (11). Bi fonên wezareta enerjiyê ya Dewletên Yekbûyî, genetîsyen û karsaz John Craig Venter li înstîtûya navê wî lê, vîruseke çêkirî ya piçûk hilberî. Bi van vîrusan mumkin e bakteriyên bi kêrî hilberîna hîdrojenê yan jî molekulên ‘CO2’ qeyddikin tên werin çêkirin. Şîrket niha bi jihevderxistina pêkhatina vîrûsa H1N1’ê ango vîrûsa şewba berêz dilebike û her wiha ji bo anînacemhev a beşên zanistê biyolojî, genetîk, biyo-înformatîkê pisporiyekê çêdike ku wê bi kêrî zûtir ji hev derxistina pêkhatina rêza DNA’yê, genomîk û lêkolînên li ser siyaseta hawîrdorê were.
Nêzîhevbûna BANG’ê destê xwe dirêjî xweza û hawîrdorê jî. Şêwirmendê zanistî yê sereke yê hikûmeta Amerîkî rêzdar John Holdren ji bo şerê li dijî germbûna dinyayê lêkolîna muhendisiya jeo - projeyên radîkal ên mîna bi piçikên nano yên sulfatê belavkirina atmosferê da ku perde li pêşiya rojê were kişandin- erê dike. Berevajî vê, koma pisporan a navdewletî a der barê veguherîna bahewayê de (GIEC) ya Netewên Yekbûyî, ya ku ji bo muhendisiya jeo difikire ku “gelekî spekulatîf e û nehatiye piştrastkirin, ku gelek rîsk û tehlûkeyên di ber re û pêre jî hene (12)” bi dîqqet nêzîk dibe.
Ev dîqqet û dûrsekinîn eşq û kelecana mehendisên jeo naşikîne, yên ku dixwazin sîstema ekolojîk manîpule bikin û bi vê bahewayê biguherin. Rêbaza wan jî ew e ku darên genetîka wan hatî guhertin belav bikin yan jî cotgehên fîtoplanktonan ava bikin ji bo ku gazên karbonîk bigirin. Li gorî Vîktor Smetacek ê ji Înstîtûya Alfred Wegener a ji bo Lêkolîna Cemser û Deryayan (li Almanyayê) û Wajih Naqvi yê ji Înstîtûya Zanista Deryayan a Hindistanê, diyatomên (kevzêyê deryayê yên yek şaneyî) ku li ser rûyê deryayan serav in, dikarin gazên karbonîk bi pîvanên gelekî mezin bimijin û piştî mirina xwe “bi sedsalan” wan li binê okyanûsan stok bikin.
Wan projeya Hindû-Alman Lohafex da destpêkirin. Ev proje “berdarkirina” herêmeke gelekî fereh a Okyanûsa Antartîk e, ku di navbera Çile û Adara 2009’an de pêk hat. Bi tonan sulfata hesin berdan okyanûsê da ku zêdebûna kevzê bidin destpêkirin û bilezkirin. Ev proje bi awayekî gelekî hişk bi biryara Konferansa Rêxistina Netewên Yekgirtî ya derbarê pirrrengiya biyo re nakok bû. Ev biryar di Gulana 2008’an de li Bonnê hatibû dayîn ji bo berdarkirina çêkirî ya okyanûsan jî mohlet dida. Ev ezmûn niha xuya ye bi bin ket, lewra eger kevzê gelekî zêde bibin, kêzikên deryayê yên piçûk û biqaqil (zooplankton) wan dixwin. Di vê navberê de şîrketên taybet ên mîna ‘Climos Inc.’ yan jî ‘Planktos Science’ê wan jî xwe avêtiye ser vê mijarê û projeyên ji wan re tê gotin “ekorestorasyon” pêş dixin. Hêvî dikin ku ji van projeyan gelek kar bikin (nivîsa di nava çarçoveyê de bixwîne).
Muhendisên jeo her wiha difikirin ku ew dikarin pirsgirêkên gerdûnî yên xwarinê çareser bikin. Ji niha heta 2017’an birçîbûn wê bandora xwe li milyarek û dused milyon mirovên heftê Netewên xizan bike (13). Welatên hînê pêşesaziya xwe dewam dikin di destpêka salên 1960’î de berhemên çandiniyê beşeke girîng a bazirganiyê bûn di aboriya wan de; ew îro ji wan welatan in ku ji ya difiroşin bêhtir berhemên xwarinê dikirin. Li tevahiya cîhanê deh hilberîner ji sedî 90’ê berhemên agro-kîmyewî (berhemên çandiniyê yên kîmyewî) û ji sê paran diduyên tuxm û tovên îmtiyazdar hildiberînîn. Hêza wan ji hostatiyeke kamil a der barê hîmê zincîra hilberîna berhemên xwarinê bi xwe tê, ya ku tuxm, tov û genên wan jî digire nav xwe. Ji ber vê yekê eger reformeke ji dil û kûr ya rejîma patentan û mafê navnetewî ya xwedîtiya întellektuel neyê kirin, bi patentkirina manîpulasyona wê di çarçoveya pîvanên molekuler û nanometrîk de, pênc, şeş şîrketên pirrnetewî dikarin dest deynin ser mîrateya nebatî ya dinyayê hemûyî (14).
Di vê navberê de, taybetîkirina daneyên genomîk û xurtkirina patentên li ser teknolojiyên biyo yên nano misoger dike ku ev şîrket manîpulasyona nano kontrol bikin. Di 2007’an de tuxm û tovên îmtiyazdar (yên di yekdestiya huqûqa mafê xwedîtiya întellektule de ne) ji sedî 82’ê bazara tuxm û tovê bazirganiya wê tê kirin pêk dianîn. Dêwên agrokîmyayê (çandiniya kîmyewî) hevgirtinên tevahiya qanûn û rêzikên li dijî yekdestiyê binpêdikin, amade dikin. Bi yekkirina hewldanên lêkolînê û pêşxistinê, ji bo ku dawiyê li buhayê zêde yê ji ber parastina mafê xwedîtiya întellektuel derdikeve holê bîne, peymanan di navbera hev de mohr dikin.
Bi vî awayî ji bo ku ji 2010’an û şûn ve tovê garisê heşt guherînên genetîk têde hene (didu jê li dijî giyakujan, şeş jê jî li dijî kezikan in) hilberînin, Monsanto û Dow Agrosciences bûn yek. Mohra Monsanto li ser ji sedî 87ê erda çandiniya berhemên genetîka wan hatiye guhertin a dinyayê heye (15). Di rewşa krîzeke ji ber kêmbûna xwarinê ya dinyayê de, ji bo girankirina buhayan tevahiya kartên lîstikê di destê vê îndustriyê de ne; bi ser de jî ev îndustrî bi xwe wê bi veqetîna beşek ji erdên çandiniyê ji bo hilberîna sotemeniya ji berhemên çandiniyê bibe sedema vê krîzê. Di Tîrmeha 2008’an de Monsantoyê buhayê hin tovên garisê genetîka wan guherandî ji sedî 35 zêde kir.
Aboriya biyo (biyoekonomî) ku xwe dide der wê êdî nêzîhevbûneke teknolojiyên biyo, nano û agahdariyê derbixe pêş, ku di heman demê de wê kombûna sermayeyê li derdora çend şîrketên ku xwediyê zanîna kirinê û xwedîtiya întellektuel, bi lez bike. Dêwên enerjî, kîmya û berhemên xwarinê yên çandiniyê yên mîna DuPont, BP, Shell, Chevron ou Cargill jî wê parçeyek ji vê sermayeyê bin. Ya ku jêre “aboriya şêkir” tê gotin wê di serdema piştî petrolê de serdest be (16). Hilberîna îndustriyel wê xwe bisipêre “şekir” ku cewherê cîsmên di serî de biyolojîk (berhemên çandiniyê, daristan, kevzê û hwd.) e û xwe her wiha bisipêre veguhertina wan berhemên kîmyewî û nano yên buhayên wan zêdekirî. Ango tevahiya kîmyaya girêdayî petrolê wê karibe xwe adatpteyî karbona nebatî bike (17).
Kirîna zêdebûyî, taybetîkirin û xistina bazarê ya çavkaniyên biyolojîk û tevahiya mîrateya nebatî ya seranserê cîhanê, krîza petrolê jî wê alîkar be, tevî daxwazeke mezin a kirîna cîsmên pêşî berhemên çandiniyê bûn, divê bibin sedema fikaran – ev hemû jî wê li pêşdebûna berhemên xwarinê yên welatên bi pêş dikevin bibin bar, lewra em pê dizanin ku hinekan ji van welatan yên mîna Madagaskar û Angolayê ji niha ve erdên xwe yên çandiniyê bi kirê dane şîrketên biyanî.
Dêwên îndustriya genetîk wisa didin xuyakirin ku çandiniya organîzmayên genetîka wan hatî guhertin dikarin ji guherîna bahewayê re bibin çareserî. ‘Monsanto’, ‘BASF’, ‘DuPont’, ‘Syngenta’, ‘Bayer’ û ‘Dow’ê pêncsed patentên li ser genên “adaptasyona bahewayê” qeyd kirin (18). Naxwe çawa wê karibin ji giranbûna pirsgirêkên bahewayê kar bikin...
Biberonên kîmyewî
Dîroka bîsfênol A’yê (BPA) di salên 1930’î de dest pê dike, ango dema hat vedîtin ku ev pêkhatina organîk a ji aliyê kîmyagerê rûs Alexander Dianîn ve dawiya sedsala XIX. bi awayekî sentetîk hatî çêkirin, xwediyê xisletên ostrojenîk (pêwendî hormonên cinsiyetê yên jinan) e. Lê belê di bikaranînên tibî de bi lez pêkhatineke din dietulstilbestrolê (DES) cihê wê girt. Eva dawiyê ji xwe û me re weke derman dan jinên ku zarok ji ber wan çûn û di salên 1970’î de bû sedema karesateke tibî, gelek keçik bi qisûr û kêmendamiyan ji dayik bûn. Belê ti tişt winda nabe. Di nava tibê de BPA di çêkirina polîkarbonatan bû xwediyê “kariyerekî muhendisî.” Xwediyê nirxên mezin e: Ew dihêle plastîk werin nermkirin ku ji bo nepoxan, ordekên serşokê yên plastîk û lîstokên din ên zarokan namzetekî baş e. Mirov dikare ne kêmî sê milyon tonan di salê de hilberîne. Mêyileke xwezayî ya BPA’yê heye: “cihê xwe diguhere, diçe û tê”, dema tê germkirin vê yekê bêhtir dike. Ji ber vê yekê em di organîzmayên ji sedî 94’ên Amerîkiyan de rasta wê tên. Bi çi awayî û kîjan riyê ev dermanê binketî û kêrnehatî yê ku sîstema avzêkirinê ya bedena mirov ji xwe re dike armanca êrîşên xwe, karîbû bikeve nava plastîka bîberonan?
Di cîsmên kîmyayê de gelekî tevlîhev û zehmet e delîl werin peydekirin û kanser jî gelek caran sedemên wan pirralî ne. Der barê mijara BPA’yê de tevî benda asayî ya rapora “pisporan” yên ku ji aliyê îndustriyê ve tên fînansekirin, Kanadayê dîsa jî dawiya 2008’an biryar da ku nîşane têrê dikin mirov firotina bîberonên behsa me li ser, qedexe bike. Li Franseyê hin dergûşxaneyan (kreş) biryar da ku van bîberonan tine bikin. Piştî ku du salan veşart, şîrketa swîsrî SIGG neçar ma qebûl bike ku di kotiyên wê yên bafûnî de “şûna” BPA’yê heye. Li Kalîforniyayê meclîsa eyaletê dîsa jî 11’ê Îlonê pêşnûmeya qanûnê SB 797 red kir. Vê pêşnûme-qanûnê dixwest BPA’yê di bîberon û tasikên piteyan de qedexe bike. Li Koreyê, şîrkete xwarin û çandiniyê Samyangê hê nû hevpariyek bi şîrketa kîmyayê Mitsibushi re da zanîn. Li gorî vê hevpariyê fabrîkeyeke ku wê karibe salê panzdeh hezar ton bîsfenol A’yê (BPA) hilberînê wê were avakirin. BPA di nav gelek berhemên kîmyewî yeke bi tenê ye. Piştî sedsalekê pêşketina bêkontrol a kîmyaya îndustriyel, êdî her roj derdikeve holê ku yek ji van pêncîhezar berhemên niha tên bikaranîn jehrî ye.
P.R
Nanoteknolojî
Di 2007’an de mezinahiya tevahiya bazara nanoteknolojiyan buhayê wê 135 milyar dolar bûn. Gelek bikaranîn û tetbîqên ku hêviyê didin hînê di qonaxa lêkolînên labaratuwarê de ne û hewldanên lêkolîn û pêşxistinê her diçe xwe zêde dikin. Li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê budceya ku ji National Nanotechnology Initiative ya ku 2001’ê ji aliyê rêveberiya rêzdar William Clinton ve hat damezrandin, di 2009’an de gihişte 1,5 milyar dolaran; lêkolîn li ser parastinê, zanistên bingehîn, enerjî û tenduristiyê ne.
Li Ewrûpayê şeşemîn çarçove-bernameya lêkolînan a Komîsyona Ewrûpayê (2002 – 2006) budceyeke 1.3 milyar euroyan ji lêkolînên qada nanoteknolojiyê re veqetand. Ev budce ji bo dema di navbera 2007 û 2013’an (heftemîn çarçove-bername) de gihişte 3,5 milyar euroyan; divê de yên pêşdetir jî zanistên nano, cîsmên nano, tiba nano, zanista pîvanên nano, lêkolîna bandorên civakî ne.
National Science Foundation (li Dewletên Yekbûyî) di sala 2000’î de texmîn kir ku bazara gerdûnî ya berhemên nanoteknolojiyê wê di 2015’an de bigihêje hezar milyar dolarî û bi vî awayî li seranserê dinyayê kar bide dused milyon mirovî. Belê di 2007’an de lêkolîneke serbixwe (1) texmîna bazareke hezar û pêncsed milyar dolaran kir, ango bi qasî bazara elektronîkê mezin.
M.C.
(1) “Halfway to the trillion dollar market? A critical review of the diffusion of nanotechnologies (Ber bi bazara trîlyon dolarî ve di nîvê rê de? Nivîseke rexnegir li ser belavbûna nanoteknolojiyan)”, Nîsana 2007’an, www.cientifica.eu
Kîmya, biyolojî, fizîk, înformatîk û zanista robotan û hwd. nanoteknolojiyê ew anîn cem hev. Dikevin nav hev da ku perspektîvên nûbûnên serî li mirovan gêj bikin peyde bikin. Hin jê dikin ku hêviyên dermankirineke mûcîzewî ya nexweşiya pençeşêrê biçirûsin, di heman demê de yên din mirovan dibizdînin: bombeyên mînyatur, pirpirînk vediguherin balefirên keşfê yên zindî... Hin ên din jî xeyalên megalomanyak yên mîna şerê li dijî germbûna bahewayê bi belavkirina atmosferê, xwedî dikin.
- ** Ji dengê ‘Bang’ ê bi Inglîzî tê ku bi bikaranîna di teoriya afirandina gerdûnê Big Bang (teqîna mezin) de navdeng e (nota wergêr e).
- * Remza karmendekî payebilind ê navnetewî.
- Eric Drexler, Engines of Creation: The Coming Era of Nanotechnology (Mekîneya Avakirinê: Serdema tê ya Nanoteknolojiyê),Anchor Books, New York, 1986. Ji bo bidestxistina dîmenziyoneke 20 nanometroyan divê stûriya pelekî çixarê 1000 carî were birrîn.
- 1018 kirarî di nava saniyeyekê de. Binêre li rapora “Productive
Nanosystems. A Technology Roadmap (Sîstemên Nano yên berdar. Nexşerêyeke Teknolojiyê)”,Battelle Memorial Institute û Foresight Nanotech Institute, Palo Alto – Columbus, 2007, rûpel 61, www.internano.org - “There’s plenty of room at the bottom (Li jêr têra xwe cih heye)”, konferansa
Richard Feynman li ‘American Physical Society’ê, 1959. - Mekanîka kuantîk ji stûnên yekûneke teoriyên fizîkê pêk tê ku navê giştî yê fizîka kuantîk lê têkirn. Ev navlêkirin li hemberî navê fizîka klasîk e, ku di pênasîna dinyaya mîkroskopîk –atom û pirîsk – û hin xisletên pêlên elektromagnetîk de bi bin ket (binêre li www.techno-science.net).
- Jürgen Altmann, Military Nanotechnology.Potential Applications and Preventive Arms Control (Nanoteknolojiya Eskerî. Bikaranîna Potensiyal û Ji bo Pêşîgirtinê Kontrola Sîlehan), Routledge, Londres, 2006.
- Raymond Kurzweil, “Nanotechnology dangers and defenses (Nanoteknolojî, Xeter û Xweparastin), www.kurzweilai.net
- Bert Gordijn, “Les questions éthiques en nanomédecine (Di tiba nano de pirsên li ser exlaqê)”, di Nanotechnologies, éthique et politique de, Weşanên Unesco, Paris, 2008.
- “Nanotech Rx. Medical applications of nanoscale technologies. What impact on marginalized communities? (Bikaranînan tibî ya teknolojiyên di mezinayiya nano de. Bandora wê li ser civatên marjînalkirî wê bibe çi?)”, Action Group on Erosion, Technology and Concentration (ETC Group), 2006, www.etcgroup.org
- Bixwîne: Germán Velásquez, “Hold-up sur le médicament (şelandina dermanan)”, Le Monde diplomatique, Tîrmeha 2003’an.
- Alexandra Goho, “Protein power: solar cell produces electricity from spinach and bacterial proteins (Hêza proteînan: şaneyên rojî elektrîkê ji pelên silkan û proteînên bekteriyel hildiberînin), Science News Online, berg 165, hejmar 2, 5’ê Hezîrana 2004’an, di vê berhemê de jê hatiye girtin: “Un infiniment petit guide d’introduction aux technologies à l’échelle nanométrique et à la théorie du petit BANG (Rehbereke piçûk a nekamil li ser teknolojiyên di çarçoveya pîvanên nanometrîk de û teoriya BANG’a piçûk)”, ETC Group, Hezîrana 2005’an.
- Roland Pease, “‘Living’ robots powered by muscle (Robotên zindî yên ku enerjiya wan ji goşt tê)”, BBC news, 17’ê Çileyê 2005’an, www.news.bbc.co.uk
- Binêre li rapora 4’emîn a nirxandina GIEC, “Climate change 2007”, Mijdara 2007’an.
- Stacey Rosen (di rêveberiya wê de), “Food security assessment 2007 (Nirxandina ewlehiya xwarinê 2007)”, United States Department of Agriculture, Tîrmeha 2008’an.
- “Patenting the ‘climate genes’… and capturing the climate agenda (Patentkirina ‘genên bahewayê’ … û dîlgirtina ajandaya bahewayê), ETC Group, Hezîrana 2008’an.
- “A qui appartient la nature? Pouvoir des grandes sociétés et ultime frontière de la marchandisation du vivant (Kî xwediyê xwezayê ye? Hêza şîrketên mezin û sînorê dawî yê metakirina zindiyan)”, ETC Group, Mijdara 2008’an.
- Li çavkaniya beriya vê binêre.
- DuPont’ê ji niha ve cîsmekî biyo ji mîkrobên çêkirî û şekir hildiberîne, ji bo ku parçeyê pêkhatina sereke a tayê ‘Sorona’yê çêbike; ev ta jî wê bi kêrî hilberîna her şêwaz cawî were ji cawên tenik heta bi xaliyan. Binêre li Bio-era, “ Genome synthesis and design futures: Implications for the US economy (Senteza genan û şikildana paşerojê: Bandorên muhtemel li ser aboriya DYA’yê)”, 2007, www.bio-era.net
- “Patenting the ‘climate genes’… and capturing the climate agenda (Patentkirina ‘genên bahewayê’ … û dîlgirtina ajandaya bahewayê), li jor li jêre nota 14’an binêre.


