Dema ku porê Çînê spî bû
Çawa ku giraniya serjimara wê - nexasim hejmara çînîyên di temenê karkirinê de - ji bo dînamîzma aborî ya welêt kozek bû, kêmbûna wê ya nisbî û mezinbûna hejmara pîrûkalan birêveberan dixe nava fikaran.
Di sala 2010ê de bi 1.35 milyar mirovan, ango her ji pênc şênîyên li ser rûyê erdê yek jê çînî ye, Çîn welatê dinyayê ye ku herî zêde mirov lê dimînin. Ew ê hê herî kêm sîh salên din jî wisa bimîne. Lê belê sala 2030ê, ew ê şûna xwe ji Hindistanê re bihêle ku hingê wê serjimara wê bi bîst milyonan ji ya Çînê bêhtir be. Para wê her diçe kêm dibe: Sala 1950yê serjimara Çînê % 22ê serjimara dinyayê pêk dianî û îro kêmî % 20ê wê pêk tîne. Sedema vê jêkêmbûna nisbî ya di demografîya cîhanê de qismî, zêdebûna harîqulade ya serjimara hin herêmên dinyayê yên bi pêş dikevin e; weke Afrîka ku giranîya wê di serjimara dinyayê de ji sala 1950yê heta 2010ê ji % 9ê gihişte %15ê û Hindistana ku giranîya serjimara wê di nav heman demê de ji %15ê gihişte %18ê. Lê ne bi tenê ev e sedem.
Sedema din a vê kêmbûna nisbî, bi awayekî xurt kêmbûna mezinbûna wê ya demografîk e. Sedema vê ya sereke jî, siyaseta bisînorkirina zarokanînê ye ku ji salên 1970yê ve tê pêk anîn –siyaseta herî hişk e ku demeke evqasî dirêj hat ferz kirin. Piştî ku nêzî dehsalekê (1971-1978) pesnê anîna du zarokan ji bo jin û mêrên li bajaran û sê zarokan ji bo yên li gundan hat dayîn, desthilatdarîyê bi lez kontrola xwe hişk kir û ji sala 1979ê û pê ve qaîdeya anîna zarokeke bi tenê li ser beşa mezin a şênîyan hat ferz kirin. Hingê ev tedbîr weke şertê bivê nevê hat pêşkêş kirin ji bo gihîştina armanca modernkirina aborîyê ya ku ji 1978ê pê ve rêveberê reformxwaz Deng Xiaoping pê radibû: Vê yekê destûr dida ku derfetên dewletê ji bo mezinbûna aborîyê werin veqetandin û pê re jî asta jîyanê baştir dibû.
Jinên çînî sala 1970yê, navincî, hê nêzî şeş zarokan dianîn, îro ev hejmar ji diduyan kêmtir e, ango hema hema bi qasî welatên herî zêde pêşketî yên dinyayê kêm e ev rêje. Bi heman rengî di salên 1970yê de serjimar salê bîst milyonan zêde dibû, lê belê di dehsala heta bi 2010ê de, navincî, salê 7.5 milyon li serjimara Çînê zêde bûn –ango sê caran ji salên 1970yê kêmtir. Di nîvê sedsala em tê de, giranîya demografîk a Çînê wê êdî nemîne: Serjimara wê % 16ê serjimara dinyayê pêk bîne, ya hevrika wê Hindistanê wê bibe % 18 û ya Afrîkayê % 22.
Heta niha hêdîbûna mezinbûna Çînê ya demografîk bê virde wêde xwedî kozeke harîqulade bû, hem ji bo pêşketina wê ya aborî, hem jî ji bo başbûna giştî ya asta jîyana şênîyên wê. Di destpêka sedsala 21ê de Çîn bi vî rengî veguherî aktoreke elzem li ser dika aborî ya cîhanê. (1) Çavkanîya vê serketinê di reformên kurahîya sîstema hilberandinê de bû ku Deng Xiaoping ew ber bi dawîya salên 1970yê dan dest pê kirin. Bi xêra van reforman hilberînerîya kar jî gelekî zêde bû. Heke sûd ji konjuktireke bi taybetî bikêrhatî wernegirta, ev derbasbûna aborî wê evqasî berdar nebûya.
Ji nîvê salên 1980yê ve di destê Çînê de koza herî mezin ev bû: "Bonuseke demografîk" ya îstîsnayî. Ya rastî, li vî welatî anîna zarokan pir kêm bû, lê belê dîsa jî serjimara wê ya pîr hê jî nisbî kêm e. Bi vî rengî li Çînê serê kesekî di warê aborî de girêdayî 2.1 mirovê gihiştî hene, li Japonyayê ev hejmar 1.3, li Hindistanê 1.6 û li Brezîlyayê 1.8 e. Halê hazir % 70yê çînîyan di temenê karkir (15-59 salî) de ne, ev rêje li Japonyayê % 56, li Hindistanê % 61 û li Brezîlyayê % 66 e. Lê belê, ji sala 2050yê û pê ve ev rêje wê li Çînê bi tenê % 54 be û li Hindistana ku hevrika wê ya herî yekser e, gihiştibe % 63yê.
Êdî niha, hêza heyî ya Çînê ya li ser dika aborî ya cîhanê hinekî ji vê çarçoveya îstîsnayî û xwedî îmtiyaz a demografîk tê, lê belê ev jî rewşeke derbasbûnê ye. Ji nîvê vê sedsalê û pê ve "Bonusa wê ya demografîk" wê êdî bi tevahî hatibe xerc kirin û hingê li Çînê bi qasî kesên karkir çalak, kesên girêdayî û hewceyî wan wê hebin, rêje jî wê serê 1.1 mirovên gihiştî yên çalak, kesekî girêdayî û hewce hebe; ango wê du caran ji rewşa 2010ê lawaztir be.
Kesên teqawidbûyî para bêhtir li malbatên xwe bar in
Ev serûbinbûna strukturel ku xwe bi pîrbûna bi awayekî îstîsnayî û bi lez a serjimara Çînê dide der, sedema wê ji dirêjbûna temenê mirovan bêhtir, kêmkirina anîna zarokan e. Ev taybetmendîyeke çînî ye: Pîrbûneke ku bi tevahî ji alîyê siyaseteke kontrola zarokanînê hat pêk anîn; bi sînordarkirina hejmara zarokan bi awayekî mekanîk, para pîr û kalan di nav civakê de hat zêde kirin. Ji niha heta 2050yê hejmara çînîyên temenê wan 60 û bêhtir wê sê caran ji berê zêdetir bibe û bigihije % 31ê ango 440 milyonan ku bi qasî serjimara Ewropayê ya niha ye. (2) Ji du çînîyan yek wê ji 45 salan bêhtir emr kiribe, di 2000ê de ev rêje hê ji çaran yek bû. Ango welat wê bigihîje asteke pîrbûnê ya ku mirov dikare bide ber Japonyaya îro. Japonya xwedîya serjimara herî pîr a dinyayê ye. Bê guman wê bandora vê yekê li ser aborîya Çînê jî hebe.
Di bin cot-bandora zêdebûna mesrefên teqawidbûnê û tenduristîyê, û kêmbûna dahatên bacê de ev yek, serê pêşî li ser milê dewlet û civakê, barekî malî di zêdebûnê de ye. Tevî ku ji bo welatên mîna Japonyayê ku herçend % 30ê serjimara wê kal û pîr in jî, sêyemîn hêza aborî a cîhanê dimîne, ev yek kozek be jî, ji bo Çînê ev hevkêşe tevlîhevtir e. Li alîyekî aborîya Japonyayê para bêhtir aborîyeke xizmetê ye: Sektora sêyem ji sê paran diduyên (% 68) nifûsa çalak dixebitîne (ev rêje li Çînê sala 2008ê % 27 bû) û ji çar paran sisiyên Hilberîna wê ya Neteweyî ya Nesafî (HNN) pêk tîne, li Çînê ev rêje % 40 e. Li alîyê din li Japonyayê hatinîya maddî ya pîr û kalan nêzî ya karkirên çalak e, pîrbûn li wir vediguhere dînamîkeke nûbûn û serfkirinê. (3) Rewşa li Çînê ne wisa ye: Mirovên kal û pîr hê jî para bêhtir li derveyî sîstema teqawidbûnê ne û asta jîyana wan bi giştî kêm e. Hê divê her tişt yan jî hema hema her tişt bê kirin. Sîstema teqawidbûnê ya bi dabeşkirinê, ya ku ji aborîya kolektîf a kevin hatiye girtin, bi tenê bi kêrî hindikahîyekê tê ku çi bigre bi tenê ji bajarîyan pêk tê, û para bêhtir bi tenê asteke herî kêm ya heyatî dide mirovan. Dewlet hemin hewl dide sîstemeke civakî ya giştkirî bi cih bike, ku wê bi kêrî herkesî were. Lê belê, hin şaredarî ji niha ve berê xwe bidin vî alîyî jî –hinan ji wan avakirina sîstemeke taybet bi ser xist ku bi parên mesrefê yên ji şirket û mûçegiran tên stendin dixebite– li asta neteweyî ev yek bi tenê di axaftinê de dimîne, nexasim jî li derveyî bajaran.
Di nîvê dehsala pêşî ya 2000ê de bi tenê ji çar kesên teqawidbûyî yekî bi xêra mûçeyê xwe yê teqawidîyê debara xwe dikir. Çaryekeke din jî bi xêra karê xwe debara xwe dikir, lê nîvê mayî para bêhtir xwe dispart endamên malbata xwe –, bi piranî zarokên xwe.
Wekî din bihevrejîyana nifşan di bin banekî de ya ku demeke dirêj yekane çareserîya girtina ser xwe a barê mirovên pîr û kal bû, êdî gihiştiye sînorên xwe yên dawîyê. Tevî ku qanûneke sala 1996ê ketî meriyetê li malbatan û nexasim li zarokan ferz dike ku debara xizmên xwe yên pîr û kal misoger bikin jî, konjuktura heyî zehmet dike ku ev hevgirtina malbatî were pêk anîn. Bi hilweşîna pîramîda temenan a di muddeta jîyanê de li pey hev û ji ber kêmbûna zêde ya hejmara zarokan, barê ku her kesê karkir ê çalak digre ser xwe ku êdî mirov hew karibe ragire. Ma çînîyekî ciwan, jixwe dema ew bixwe zarokê bi tenê be, tevî hevsera xwe çawa debara dê û bavên teqawid bike –heta du dê û bavan heke em xwezûr û xwesûya wî jî bihesibînin? Bi ser de jî awayê jîyanê nexasim li bajaran her diçe hindiktir bi kêrî bihevrejîyana nifşan tê: Xanî û daîreyên her diçe buha dibin, pir piçûk dimînin; daxwaza rehetîyê û biserêxwebûnê jî her diçe mezin dibe; ji bo debarê jî jîyan her diçe buhatir dibe.
Wekî din, bazara kar gelek caran ciwanan neçar dike ku devera lê ji dayik bûne biterikînin da ku karekî peyda bikin; ev wan dûrî dê û bavên wan dike, û ev yek jî girtina ser xwe a barên dê û bavan zehmettir dike. Êdî ji her pênc xaneyan yek ji herî kêm sê nifşan pêk tê, lê belê gelo ev rê û resm dikare xwe hê demeke dirêj li ber xweferzkirinên jîyana modern bigire?
Halê hazir îhtimala bilindkirineke temenê teqawidîyê ku pir kêm e (ji bo mêran 60 sal ji bo jinan 55 sal) bi awayekî demî ji rojevê hat derxistin. Qet nebe ji bo mêran. Hukûmet dixwaze temenê destpêka teqawidbûna jinan jî derêxe asta hempîşeyên wan ên mêr.
Bi rengekî giştîtir, ji bo desthilatê zehmet e xwe li gor pîrbûna serjimara xwe eyar bike. Dîsa jî ji bo ku karibe hêvî bike ku rîtmeke mezinbûna aborî ya dikare were hilgirtin di paşerojê de jî dewam bike, welat divê sîstema xwe ya bacê ji nû ve bi rêxistin bike, da ku girtina ser xwe a barê nifşê xwe yê sêyem bigire ser xwe û bi vî rengî ji vî nifşî re asteke jîyanê ya bi rûmet misoger bike. Ew ê bê guman herweha neçar be aborîya xwe jî ji nû ve ava bike, bi rengê ku meyla xwe bide ser sektora xizmetê û berxwarina hundir, nexasim a pîr û kalan.
Erê pîrbûn xwe weke pirsgirêkeke mezin li ser civak û aborîya çînî ferz dike, lê belê ew ne pirsgirêka bi tenê ye. Lewma, ji ber ku rayedarên çînî zarokanînê sînordar dikin, Çîn herweha bi kêmbûna jinên serjimara xwe re jî rû bi rû ye. Hemin, halê hazir bi tenê li ser % 36ê jin û mêran ferz e ji yek zarokê bêhtir neyînin. Li derveyî bajarên nozdeh herêman (4) heke zaroka wan a pêşî keç be, ew dikarin zarokeke din bînin –ev jî % 53yê serjimarê pêk tîne. % 11ê mayî ku piranîya wan jin û mêrên ji hindikahîyên etnîk in, dikarin 2 yan jî bêhtir zarokan bînin, zayenda zaroka pêşî jî ne girîng e.
Piranîya çînîyan nakevin ber ferza siyaseta zarokeke bitenê
Dîsa jî pirsgirêk e ku li gor texmînan 60 milyon jin ji serjimara Çînê kêm in. Sedema vê kêmbûnê tercîha xurt a çînîyan a ji bo kuran e. Ev yek dike ku çînî hin caran keçên xwe ji holê rakin, yan bi riya jiberxwekirina zarokê yan jî bi guhnedanê ku dibe sedema mirineke zû ya pitikê. Bi vî rengî, Çîn veguherî welatê dinyayê yê ku rêjeya serjimara wî ya mêr herî zêde ye (sala 2010ê serê 100 jinan 105.2 mêr diketin). (5) Bi awirekî bi tevahî demografîk mirov li mijarê binêre, rewşa jinan ya herî xirab e. (6)
Bêtewazûnîyeke bi vî rengî ya di navbera cinsan de bê zirar nîne. Pêşî bi tevahî li gor mezinbûna demografîk: Kî îro bibêje hindik jin, ji bo sibe dibêje hindik zarok û bi vê re jî mezinbûneke demografîk ya hêdîtir dibe. Li gor texmînan, bi tenê ji ber kêmbûna jinan, sala 2050yê nêzî 20 milyon zarokanîn wê pêk neyên. Wekî din ev rewşa ne normal wê ferz bike ku hejmara mêrên nezewicî zêde bibe: Dibe ku ji destpêka dehsala 2010ê û pê ve, di navbera milyonek û 1.5 milyon çînîyan hersal ji ber nebûna jinan, nikaribin bizewicin.
Di dehsalên bê de Çîn divê du pirsgirêkên mezin çareser bike
Di encamê de dibe ku bandor yekser li aborîya çînî bibe. Di pîşesazîyê de ku nîvê dewlemendîyê hildiberîne, jin ji mêran bêhtir in. Li fabrîkeyên lîstokan, cil û bergan û alavên piçûk ên elektronîk çêdikin, jin piranî ne. Di çandinîyê de ku mêr her diçe jê bi dûr dikevin, îro jin ji sê paran diduyên karkerên çandinîyê pêk tînin.
Di paşerojê de serjimara karkir a çalak wê her biçe bêhtir bibe mêr: Sala 2050yê rêjeya mêran di nav 15-49 salîyan de wê % 54 be, îro ev rêje % 51 e. Ango di vê beşa temen de herî kêm 100 milyon (7) jin wê ji bazara kar kêm bibin. Weke encam ev yek dikare bibe sedema kêmbûneke hêza kar di sektorên pîşesazî û çandinîyê de.
Ji van alîyên aborî û wê de, ev rewş pirsa rêzgirtina ji mafên jinan re û wekhevîya cinsan jî derdixe pêş –pirseke ku îro nisbî hatiye pişt guh kirin.
Di dehsalên bê de Çîn divê du pirsgirêkên mezin çareser bike: Nermkirina bandorên pîrbûna serjimara xwe û çareserkirina pirsa mêrbûna serjimara xwe. Çareserîyeke giştî wê bibe dawîlêanîna li siyaseta kontrola zarokanînê. Bi ciwankirina pîramîda temenan, ew ê ne bi tenê destûrê bide hêdîkirina pîrbûna serjimarê, wê herweha bike ku kêmtir jin û mêr, keçên xwe ji holê rakin û mêrbûna serjimarê jî hêdî bikin.
Li Şangayê ji çar şênîyan yek ji niha ve ji 60 salan bêhtir emr kiriye û di hin sektoran de kêmbûna karkeran xwe dide his kirin. Ev bajar îro "bajarê pîlot" e. Ev yekane şaredarî ye li welêt ku kampanyayeke hestîyarkirinê dimeşîne, da ku beşeke jin û mêran (ku bi xwe jî zarokên bi tenê bûn) teşwîqî anîna zarokeke duyemîn bike. Hewldaneke hêjayî pesndayînê ye ... Lê belê bê encam ma. Rêjeya anîna zarokan di nav yên herî kêm ê cîhanê de ye: Sala 2005ê serê jinekê 0.7 zarok diket!
Em niha vê bibêjin, heke kontrola zarokanînê bê sist kirin, weha xuya ye îhtîmaleke kêm e ku Çîn pîrbûna serjimara xwe bi zêdebûna zarokanînê qismî çareser bike. Jîyana modern û bilindbûna mesrefên perwerde û xwedîkirina zarokan piranîya jin û mêrên çînî neçar dike ku ew bi xwe zarokanîna xwe bi sînor bikin. Hîç şik û guman tê de nîne ku yekane alternatîv wê bibe reformeke di kûrahîya sîstema wê ya parastina civakî de û herweha ji nû ve avakirineke aborîya wê, da ku bi şertên wê yên demografîk ên nû re bêhtir li hev bike.
Isabelle Attané:
Demograf û sînolog e li Enstîtûya Neteweyî ya Lêkolînên Demografîk (INED), Parîs, nivîskara En espérant un fils… La masculinisation de la population chinoise [Bi hêvîya kurekî ... mêrbûna serjimara Çînê], Ined-Puf, Parîs, 2010, û ya Au pays des enfants rares. Vers une catastrophe démographique chinoise[Li welatê zarok lê kêm in. Ber bi felaketeke demografîk a çînî ve], Fayard, (wê çap bibe), 2011.
- Martine Bulard, "Pékin cherche à concilier puissance et stabilité" [Pekîn hewl dide hêz û îstîqrarê li hev bîne], Le Monde diplomatique, adara 2011ê
- Ji bilî Rojhilata Ewropayê
- Evelyne Dourille-Feer, (2007), "Démographie et dépendance au Japon" [Demografî û hewcedarî/girêdana Japonayay], Institut Silver Life, 30ê gulana 2007ê
- Li Çînê 22 herêm (Pekîn Taywanê weke herêma 23yê dihesibîne), 5 herêmên xweser, 4 "şaredarî" û 2 herêmên taybet hene
- Ev rêjeya mêrtiyê ya navikî ye ku encama jimartina nifûsê ya dawî ya Çînê ye. Lê belê li gor NYyê ev rêje ji bo Çînê 108 û ji bo Hindistanê 107 e
- Isabelle Attané, "L’Asie manque de femmes" [Ji Asyayê jin kêm in], Le Monde diplomatique, tîrmeha 2006ê
- Di heman demê de serjimara mêrên temenê wan di navbera 15-49 salan de wê bi tenê qederê 80 milyonan kêm bibe
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê




