Daxwaza mirina peyamnêr
"Eger azadîya derbirînê nemîne, em ê eynî mîna pezên ber bi selexanê ve tên birin, lal û bêdeng bibin." George Washington
Ev gotareke wisa girîng bû, ku bavê avakarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro jî wê îmza xwe bavêta binî. 21ê Çileyê 2010ê, Hillary Clinton li ser azadîya înternetê diaxivî û bi rexnegirtina li welatên ku "astengîyên elektronîk danîne pêşîya welatîyên xwe ji bo ku welatî nikaribin xwe bigihînin hin beşên tevnên cîhanî [û] peyv, nav û hevokên di motorên lêgerînê de ji holê rakirine", wezîra karûbarên DYAyê bawerîya serok Barack Obama ji xwe re dikir rêber: "Agahdarî çiqas bi serbestî biherikin, civak jî ewqas xurt û bihêz dibin." Bi navê vê "bawerî"ya bi azadîya derbirînê û bi "tevnên agahîyê [yên ku] dihêlin mirov tiştên nû vebibînin û dikin ku hukûmet jî hesabên kirinên xwe bidin", rêveberîyê ji bo pêkanînê, radihişt bernameyeke piştgirîya ji bo "amadekirina amûrên nû yên derfetan didin welatîyan da ku bi şikandina sansura siyasî, karibin mafê xwe yê xweîfadekirina azad bi kar bînin" û hişyarî dida hukûmetên ku "mîna dîktarorên demên berê, (…) berê xwe didin ramyarên serbixwe yên ku van amûran bi kar tînin".
Gotareke şahane. Li gel vê yekê jî, weke keseke bê guneh a ku li kolanê telefona wê jê didizin û ji ber vê yekê bang li sazîya dardekirinê dike, Xatûn Clinton jî bû mexdûra êrîşeke korsan… bi armanca gilîkirina rêxistina Julian Assange li cem dadgerîyê, di 30-10-2010ê de niyeta xwe ya "wergirtina tedbîrên dijwar" eşkere kir. Baş e, sûcê Assange çi bû? Li gel pir tiştên din (li hember binihêrin), malpera wî herweha eşkere kiribû ku Xatûn Clinton ji dîplomatên xwe yên li Yekîtîya Neteweyan xwestibûye ku casûsîyê li kedkarên YNê bikin û demek ji ya din zûtir daneyên wan ên bîometrîk, şîfre û numreyên kartên wan ên kredîyê bi dest bixin û bi vî awayî WikiLeaksê "civata navneteweyî" dixist nav xeterê.
Di demeke kin de ji devê şîrovekerên hemû baskên siyasî hêrs difûre, dikevin nav lezûbezeke ecêb, ji bo di bernameyên televizyonan de bixwazin ku "ew pîç were cezakirin" (rojnamevan Bob Beckel, di Fox Newsê de), ku ew ji ber sûcê "terorîzmê" were dadgehkirin (Peter King, ji komîteya ewlekarîya hundirîn), an jî ew eynî mîna girtîyên li Guantanamoyê weke "şervanê dijmin" were dîtin, (Newt Gingrich, di Fox Newsê de). Ji qewlê mîlîtanekî aştîxwaz û binavûdeng, ji vê hewldana lînckirinê ku gelek caran nimûneyên wê li Dewletên Yekbûyî hatine dîtin, bêhna genî ya maccarthysmê difûre (1). Bi avakirina WikiLeaksê, Assange dixwest ronahîyê bide ser "komployên" têra xwe berbiçav, yên weke lihevkirinên pişt derîyan ên di navbera desthilatdaran de ku pir bi hesasî ji raya giştî hatine veşartin.… Çend roj piştî destpêkirina weşandina bîranînên demokratîk, Çînê ketina nav malpera WikiLeaksê asê kir. Hukûmeta amerîkî şîret li xwendekaran kir da ku di blogên xwe de behsa malperê nekin û artêşa hêzên hewayî jî qedexe danî ser ketina nav malperên New York Times, Der Spiegel û The Guardianê, ji ber ku agahîyên WikiLeaksê diweşînin.
Hat dîtin ku sê operatorên sereke yên bankayên li ser Internetê –ku hertim derfetê didin ku alîkarîyên diravî ji Ku Klux Klan re bên şandin– qebûl nakin ku ew ji bo pere şandina ji rêxistina Assenge re bên bi kar anîn. Li hemberî vê helwêstê, berdevkê WikiLeaksê ev şirove kir: Visa, Mastercard û Paypal bi vî awayî li xwe mikur hatin ku ew dibin "amûrên siyaseta derve ya Amerîkayê". Bêyî egereke qanûnî nîşan bide, şaxê bankayî yê posteya swîsreyî, Postfinanceê jî, dest danî ser hesabê hackerê avustralyayî û bikaranîn asê kir.
Hat dîtin ku Tabloya Softwareyê –malpereke ku daneyan radixe pêş çavan– sansûr daneanî ser belgeyan bixwe, lê belê sansûr danî ser kurteyeke besît a naverokên van "çizirînan", bi îdîayeke zêde ne jidil a weke xwedêgiravî WikiLeaks ne xwedî "mafê belavkirina van agahîyan" bû. Hat dîtin ku Amazon, ku kirêdareke malperên Internetê ye û di ser de jî gava ew cih dide tiştên ku ne ji alîyê wê ve amadekirî, bi qanûnên destlênedanê tê parastin, bi înîsîyatîva xwe hesabê Wikileaksê asê kir. Tevî ku Wikileaksê ji kirêdareke malperên Internetê ya fransî ya li Roubaixê û bi navê OVHê ji xwe re hin server kirê kirine, hat dîtin ku li Parisê wezîrê aborîya dîjîtalî, Eric Besson –berîya vê wezîfeyê bi çend mehan ew ji parastina nasnameya neteweyî ya welatê Voltaire berpirsîyar bû– ji Konseya giştî ya pîşesazî, enerjî û teknolojîyê (CGIET) daxwaz kir ku "demek ji ya din zûtir derfetên dawîlêanîna bicihbûna vê malperê li Fransayê" destnîşan bike. Dadger di vê navberê de doza li ser mijarê da paş ji bo ku li ser esasê, nirxandinek were kirin.
Herweha hat dîtin ku Every DNSê –ku operatoreke navên qadên Internetê ye û wezîfeya wê ew e ku tesbît bike ku li ser tevnekê filan an jî bêvan navnîşana malpera Internetê heye– rasterast ji ser karta Netê navê WikiLeaks.orgê xira kir û avêt. Hemû qelsîyên Internetê (taybetîyên wê yên navendîkirinê, girêdana wê ya bi DYAyê ve) û hemû rêbazên tedbîrên zextkirinê ku "azadîparêzên" tevnê, bi awayekî zêde mubalexekirî be jî, bi salan e dianîn ziman, hatin bi kar anîn. Afarozkirina berdevkê WikiLeaksê her dijwartir dibû. Bi taybetî, li Swêdê, sûcbarkirina destdirêjîya cinsî, ku ji alîyê Assange ve weke "bahaneyeke siyasî" hat nirxandin û redkirin. Ji bona ku bi vî awustralyayîyê çûbû başûrê Îngiltereyê wî sûcî bidin qebûlkirin, nêçîreke ecêb dan destpêkirin. Eger Qralîyeta Yekbûyî ji ber vê dozê ew bo Swêdê dersînor bikira, Swêdê jî ji ber îfşakirina belgeyên wezareta karûbarên derve ya Amerîkayê paşî wê ew radestî Dewletên Yekbûyî bikira gelo? Vê rêzefîlma dîplomatîk û dadgerî coş û heyecaneke wisa çêkir ku Wikileaks deranî navsera lîsteya navên malperên herî navdar ên cîhanê û berdevkê wê, ji alîyê kovara Timeê ve piştî xwedîyê Facebookê Mark Zuckerberg, wekî duyemîn kesê herî bi tesîr ê salê hat hilbijartin.
Piştî ku Rêxistina Wikileaks êdî di kesayetîyeke karîzmatîk lê herweha gumanbar de hat bi nav kirin, gava duyemîn ew bû ku raya giştî bihata îkna kirin ku ev kesê gumanbar tu azadîyên ku îdîa dike pêk tîne, heq nake. Pirsa mezin jî li vir xwe dide der: bi weşandina telegrafên dîplomatîk ên ku ji alîyê eskerekî amerîkî ve bi dizî hatibûn ragihandin (ev korsanê ku muhtemelen tehlîlkerê Bradley Manning bû, ji Gulana 2010ê ve, li Vîrjînyayê, li baregeha Quantico rojê bîst û sê saetan dihat tecrîd kirin û ji ber vê sûcbarîya mezin, dibe ku pêncî û du sal cezayê girtîgehê lê were birîn), gelo WikiLeaks karekî rojnamevanîyê dikir an jî sîxurî? "Ji bo ku li ser navê qanûnê kesek ji ber pêkanîna sîxurîyê were mehkûm kirin, divê dadgeh bikaribe îspat bike ku bersûc xwedî niyeteke xirab e. Bi WikiLeaksê, ev tiştekî pir hêsan e", Gabriel Schoenfeldt, nivîskarê pirtûka di derbareyê raz, ewlekarîya neteweyî û rojnamevanîyê di rojanemeya The Wall Street Journalê de (9ê kanûnê) wisa îdîa dike. Hûrmijûlîya taybet a nûnerê wezareta karûbarên derve ya DYAyê Philip J. Crowley ji bo piştrast bike ku WikiLeaks "ne rêxistineke rojnamegerîyê ye" ne bê sedem e. Bi vî awayî Crowley dixwaze ji bo darizandina WikiLeaksê zemîna qanûnî pêk bîne. Eger WikiLeaks ´etarekî malê dizîyê, sîxurek an jî terorîstek be, hingê cezakirina vê malperê wê nekeve çarçoveya binpêkirina xala Yekemîn a destûra bingehîn a DYAyê, ku di derbareyê azadîya derbirînê de ye. "Pir diyar e ku Assange di meşandina karûbarên xwe de xwedî armanceke taybet û polîtîk e, Crowley dû re jî weha lê zêde dikir "û ez difikirim ku ev yek têrê dike ji bo ku ew weke rojnamevan neyê qebûlkirin."
Ev têgihîştina ecêb a beramberî rojnamevanîyê berê jî di doza Belgeyên Pentagonê de ketibû rojevê. Di 1971ê de, tehlîlkerê eskerî Daniel Ellsberg ji bo New York Times û hivde rojnameyên din heft hezar rûpel belgeyên lêkolîneke veşartî eşkere kiribûn. Wî ew kopî kiribûn, ji Pentagonê derxistibûn derve û nîşan dabû ku di derbareyê şerê Vîyetnamê de "rêveberîya Johnson, ne tenê raya giştî herweha Kongre jî bi derewên sîstematîk xapandibû". Hewldanên hukûmetê yên ji bo sansurkirina weşandina wan belgeyan bûn sedem ku doz here ber destê Dadgeha Bilind. Di dozê de azadîya derbirînê bi ser ket.
Ji hingê heta îro, derew gihîştine asta herî bilind. Palpiştên sexte rê dan Amerîkayê ku Iraqê dagir bike. Li gor Washington Postê hejmara belgeyên ku weke "raz/sir" hatine sinifandin, li Dewletên Yekbûyî di navbera salên 1996 û 2009ê de, ji 5,6 mîlyonî gihişt 54,6 mîlyonî.
- 1 Tom Hayden, "The Lynch-Mob Moment", 8 Çileya peşîn 2010. http://tomhayden.com/
Wergera ji fransî: Baran Nebar


