Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Davikên şerekî

Ismet Polatli: Razber II, boyaxa rûnî li ser kartonê, 50 x 70 cm

Bi mehan e ku serhildanên li welatên ereban, kartên siyasî, dîplomatîk û îdeolojîk yên herêmê ber bi îstîqameteke demokratîk ve rê dikudînin. Zexta lîbyayî ev dînamîk tehdît dikir. Û şerê rojavayî yê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve jî pêşî lê hat vekirin, berî çendekê li vê dîmenê daneyeke ku encamên wê şolî ne, zêde kir.

Saeteke xerabe jî rojê du caran demê rast nîşan dide. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa û Qralîyeta Yekbûyî ya Brîtanyayê herçendî ketibin nav hewldana wergirtina biryarnameyekê ku destûrê dide wan ku li dijî rejîma Libyayê zorê bi kar bînin, dîsa jî ev yek têrê nake ku hê ji serî ve hewldana rojavayî red bike. Tevgereke gel a bêçek û li dijî rejîmeke terorê carna neçar dimîne ku xwe bavêje himbêza polîsê navneteweyî yê ku mirov kêm dikare salox bide. Tenê ji ber ku polîsê navneteweyî guh nedaye bangên qurbanên li welatên din, bi taybetî jî yên filistînî û bahreynî, ev tevgera bi derdê xwe de ketî, wê alîkarîya jê re bê pêşkêş kirin, red neke. Ew ê ji bîr bike ku polîsê navneteweyî ji komeleyeke alîkarîyê bêhtir hêzeke zextûzorê ye.

Lê belê, tiştê, bi awayekî mentiqî ji bo serhildêrên lîbyayê yên di xeterê de bûye rênîşandêr, têra rewabûna vî şerê hêzên rojavayî yê li ser xaka ereban nake. Desttêwerdana welatên endamên Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur NATOyê ne rêyeke mafdar e ji bo xwegihandina encama tê xwestin (ji desthilatdarîyê xistina Mûammer Qedafî). Eger bi vê rêyê statuyeke diyar hatibe bi dest xistin –li ser her kesekî bi awayekî tê ferz kirin ku di navbera bombebaranên rojavayî û perçiqandina serhildêrên lîbyayî de "tercîhekê" bike, ji ber ku rêyên din ên ji bo çareserîyê – desttêwerdana artêşên Neteweyên Yekbûyî, misirî an jî welatên ereb ve– hatine berkevî kirin.

Lê belê bîlançoya berê ya artêşên rojavayî nahêle ku mirov ti îtîbarekê bide bahane û îdîayên wan ên mezin ku xwe pê dipesinînin. Ma jixwe kî bawer dike ku dewlet, kîjan dibin bila bibin, çavkanî û artêşên xwe dixin bin xizmeta pêkanînên xwedî armancên demokratîk? Dîroka nêz jî jixwe bi me dide zanîn ku şerên xwe dispêrin bahaneyeke wisa, serkeftinên pir zû û mezin ên medyatîk bi dest bixin jî, qonaxên wan ên duyem pir aloztir, xetertir û meçhûltir in. Li Somalî, Afganistan û Iraqê ti caran dawî li şer û pevçûnan nehat, herçendî paytextên wan Mogadîşo, Qabîl û Bexda bi salan e "ketibin" jî.

Serhildêrên lîbyayî wê hez bikirana bi tena serê xwe deshilata zalim hilweşînin, eynî weke cîranên xwe yên tunîsî û misirî. Desttêwerdana eskerî ya franko-anglo-amerîkî gefan li wan dixwe ku ew bikevin ber bextê hêzên ku qet jî ne xemxwirên azadîya wan in. Lê belê berpirsiyarîya vê istîsnaya herêmî bêhtir di stûyê Qedafî de ye. Bêyî zordarîyeke wisa giran a rejîma wî ya çil salên dîktatorîya dij-emperyalîst û despotîzma hevalbenda rojavayî, bêyî axaftinên wî yên hişk yên ku hemû muxalîfan dadixe asta "ajanên El Qaîdeyê", "sîxurên kirêkirî yên xizmetê ji îstîxbaratên bîyanî re dikin", qedera serhildana lîbyayî jî wê bi tenê di destê gelê vî welatî de bûya.

Biryar stargeha govendeke durûyan e

Biryara 1973yê ya Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî ya destûrê dide bombebarandina bi ser Lîbyayê de dibe ku nehêle serhildana ji ber nebûna derfetên eskerî xitimî ye û bi pêş nakeve, biperçiqe. Lê belê ev biryar herwiha stargeha govendeke durûyan e. Çunkî ne ji ber ku Qedafî xirabtirîn dîktator, an jî xedartirîn kujer e, ku artêşên wî hatin bombaran kirin; ji ber ku hem ji dîktatorên din qelstir e, û bêpar e ji çekên nukleer û dostên xurt ên karibin wî ji êrişeke eskerî biparêzin û li qadên navneteweyî piştevanîya wî bikin; ew rastî vê desttêwerdanê hat. Desttêwerdana li dijî wî weke biryar hatiye wergirtin, piştrast dike ku hiqûqa navneteweyî prensîbên zelal ên ku ceza li binpêkirinên li herderê bibire, ferz nake.

Ji purûpakkirina dîplomatîk bigire heta purûpakkirina diravî ev wisa ye: Fezîleta esasî dikare dawîyê li dehan salên bêrûmetîyê bîne. Serokê fransî ji ber vê yekê bombeyan dibarîne ser serê hevparê xwe yê qedîm yê kar ê 2007ê li cem xwe kiribû mêvan; tevî ku her kesî xwezaya rejîma wî baş nas dikir -divê spasîya Nicolas Sarkozy bê kirin, ji ber pêşniyarnekirina li Qedafî "pêzanîna hêzên xwe yên ewlekarîyê" a ku di meha çile de ji bo serokê tunisî Zeynel Abidîn Alî hatibû pêşkêş kirin… "Dostê taybet" ê rêberê lîbyayî yê ku yazdeh caran çû Romayê, Silvio Berluskoni jî, lingê xwe bi erdê ve bixişikîne jî dawîya dawî tevlî koalîsyona fezîletê dibe.

Piranîya kal û ixtiyarên ji ber pêlên demokratîk hatine red kirin, li navenda Lîga Erebî bi cih dibin; ev lîg jî dikeve nav livûtevgera Neteweyên Yekbûyî berîya ku xwe nerazî bide xuya kirin gava ku fuzeyên pêşî yên emerîkî tên avêtin. Rûsya û Çîn bi hêza xwe dikaribûn dijberîya biryara Konseya Ewlekarîyê bikin, û ji bo zirar û xeteran kêm bikin guherînan di biryarê de pêk bînin. Eger wan tiştekî wisa kiriba, ew ê, qet nebe, ji bikaranîna hêzê, paşî "poşman" nebûna. Nîhayet, ji bo pîvana heqîya "civata navneteweyî" di vî karî de, divê bê dîtin ku biryara 1973 ya Neteweyên Yekûyî ji ber "desteserkirinên kêfî, windakirinên bi darê zorê, êşkence û komkujîyan" Lîbyayê gunehbar dike û ev tiştên ku Lîbya pê tê sûcdar kirin, helbet ne li Guantanamo, ne li Çeçenistanê ne jî li Çînê hene… !

"Parastina sîvîlan" ne daxwazeke ji rêzê ya bêqusûr e. Ew her weha, di serdemên pevçûnên çekdarî de, bombebarana armancên eskerî, ango bombekirina eskeran jî (gelek caran sivîlên unîforme li wan kirî ne …) ferz dike, esker bixwe jî tevlî xelkê bêçek dibin. Li alîyê din, kontrola "herêmeke ji firîna balafiran re qedexekirî" tê wê wateyê ku balafirên li ser wê herêmê dewriye digerin, dikarin bên hingaftin û pîlotên wan bên girtin, û ev jî wê maf bide komandoyên bejahîyê yên ku ji bo rizgarkirina wan wê bikevin nav livûtevgerê. (1) Mirov dikare li gor dilê xwe ferhengeke pak bi kar bîne, lê mirov nikare hertim şer bi edebî kelam bîne ziman.

Halbû ku di tahlîla dawî de ne kesên ku xeyal dikin ku şer wê kurt û xweş be û ji ber wê yekê wî pêşniyar dikin, lê belê kesên biryara şer didin û wî dimeşînin xwedîyên şer in. Mirov dikare planên şahane yên şerekî bê kîn û nefret û bê "bela" li cem xwe amade bike, lê belê hêza eskerî ya ku bicihanîna vê wezîfeyê lê tê spartin, wê vê wezîfeyê li gorî şêwaz, rêbaz, xuy û daxwazên xwe bimeşîne. Ango mirov dikare bibêje ku cesedên eskerên lîbyayî yên di dema vekişînê de hatine gulebarankirin jî, eynî weke qelebalixên bikêf ên Bîngazîyê, encamên biryara 1973 ya Neteweyên Yekbûyî ne.

Hêzên pêşverû yên tevahîya cîhanê li ser mijara Lîbyayê li hev nekirin. Hinan bal kişand ser pêwîstîya piştgirîya ji bo gelekî li bin zilmê, hinên din jî dijberîya şerê rojavayî girîng nirxand. Nirxandinên her du alîyan jî rast û biheq in. Lê belê mirov nikare îdîa bike ku di herduyan de jî ti kemûkasî tunene. Ya dimîne ew e ku dema mirov neçarî tercîhekê bibe, ku were dest nîşan kirin ka etîketa "dij-emperyalîst" a di qada navneteweyî de hatiye bi dest xistin, wê li qada hundir gel bi kîjan pêkanînan re rû bi rû bihêle.

Li gel bêdengîya gelek hikûmetên çep ên Amerîkaya Latîn (Venezuela, Kuba, Nîkaragua, Bolîvya) a têkildarî zexta ku Qedafî fermana wê daye, mirov matmayî dibîne ku dijberîya rêberê lîbyayî ya li himberî rojava, ne jidil e. Qedafî piştî ku temînatê dide hêzên berê yên kolonyal ku "em hemû li dijî terorîzmê di nav heman şer û têkoşînê de ne. Servîsên me yên îstixbaratê hevkarîyê dikin. Me di salên dawî de gelek alîkarî da we" (2), niha jî îdîa dike ku ew dibe mexdûrê "komployeke kolonyalîst".

"Êrişa li dijî Lîbyayê dilbijîna kontrola petrolê ye"

Dîktatorê lîbyayî eynî weke Hugo Chavez, Daniel Ortega û Fidel Castro, îdîa dike ku êrişa li dijî wî, tê wateya dilbijîna "kontrolkirina petrolê". Halbû ku ev petrol ji alîyê şirketên amerîkî-rojavayî yên weke BP û îtalî ENI (li ser vê mijarê nivîsara Jean-Pierre Serenî bixwînin, rûpel XXX) ve ji mêj ve jixwe tê kontrol kirin. Berî çend hefteyan, Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) jî silav dida "hêza performansa makroaborî ya Lîbyayê û pêşketinên wê yên ji bo xurtkirina rola sektora taybet". (3) Li dostê Qedafî, Ben Alî jî di mijdara 2008ê de îltîfatên bi heman rengî hatibûn kirin, lê belê yê ev îltîfat kirî gerînendeyê giştî yê IMFê, Dominique Strauss-Kahn bixwe bû, ê ku hê nû ji Trablusê vedigeriya. (4)

Kirasê kevnare yê şoreşgerî û dij-emperyalîst ê Qedafî, yê li Karakas û Havanayê venûkirî, ji alîyê Anthony Giddens, teorîsyenê "rêya sêyem" blairîst ve, nehat dîtin. Ev kesê di 2007ê de îlan dikir ku Lîbya wê pir di nêz de bibe "Norwejeke Afrîkaya Bakur: Halxweş, wekhevîxwaz û xwedî paşerojeke ron". (5) Eger ew bi lîsteya pir pînekirî ya mexdûrên xwe bê nirxandin, mirov çawa hê jî bawer dike ku rêberê lîbyayî bi qasî ku tê îdîa kirin, dîn e…

Gelek eger rave dikin ka hikûmetên çep ên latînamerîkî çima der barê wî de şaş difikirin. Wan di wî de dijmina dijminên xwe (Dewletên Yekbûyî) dît, lê belê vê yekê wê têr nekira ji bo ku ew wî ji xwe re bikin dost. Zanîneke pir hindik a der barê Afrîkaya Bakur de –M. Chavez dibêje bi navgîna axaftineke telefonê li gel Qedafî, ew der barê rewşa Tunisê de agahdar bûye…– berê wan da wergirtina helwesteke dijberî "pêla mezin a derewên ji alîyê medyayê ve ji navendekê tê bi rê ve birin" (wisa dibêje Kastro). Vê yekê bi taybetî ew careke din diajotin nav bîranînên şexsî yên guncîna wan a li vê rewşê, mijara nîqaşê bû. Serokê Venezuelayê der barê Lîbayayê de ev daxuyanî da: "Ez nizanim çima tiştê li wir diqewime û qewimî Hugo Chavez ê 11ê Nîsanê tîne bîra min". 11ê nîsana 2002yê, derbeya eskerî ya ji alîyê medyayê ve bi şaşagahdarkirinan hatibû destek kirin, hewl dabû hikûmeta hilbijartî ya Chavez hilweşîne.

Û hê gelek faktorên din dibûn sedemên şaşîyeke analîzî ya der barê rewşa lîbyayî de: Rêbereke sexte ya xwendinê ya bi dehan salên desttêwerdana eskerî û serdestîya bi darê zorê ya Dewletên Yekbûyî li Amerîkaya Latîn, heqîqeta ku Libyayê destek da Venezuelayê ji bo ku ev dewlet xwe li Afrîkayê bigire, rola Dewletên Yekbûyî di nav Rêxistina Welatên Petrolfiroş de, helwêsta jeopolîtîk a Karakasê ji bo jinûve bi serûber kirin û eyarkirina dîplomasîya xwe ji bo danûstandinên germtir ên Başûr/Başûr.

Li vê yekê, divê em tiştekî din jî zêde bikin: Pêdeketina serok Chavez a ji bo têkilîyên dewletê li gel dewletê yên welatê wî, tê wateya têkilîyeke wî ya nêz a şexsî bi serokdewletên din re jî: "Ez bûm dostê qral Fahdê Erebistana Suûdîyê, ez dostê qral Abdullah im, ew hate vir, Karakasê, tevlî civîneke bilind bû, û me bi gelek minasebetan pir caran hev dît. Gelek dilovanî û dostanî çêbû. Dostekî din jî, dostê emîrê Qatarê, yê serokê Sûriyê, ew jî hat vê derê. Dostê Bouteflîka." Gava rejîma Qedafî li gelê xwe kir, vê hevaltîyê kir ku rastîyan mibalexe bike. "Ez ê bikevim rewşa tirsonek û bêbextekî eger ez, bêyî ku bizanim li Lîbyayê bi temamî çi diqewime, dostê xwe yê ewçend qedîm sûcdar bikim". (6) Wêrekî wê –ne bi tenê li cîhana ereb, herwiha li Îran, Sûriye û Rûsyaya Sipî –derbasî wêdetirî van nirxandinan bibûya. Êdî Chavez bi temamî bêpar ma ji firseta danasîna serhildanên gel ên parzemîna afrîkî weke xwîşkên piçûk ên tevgerên siyaseta çepa latîn-amerîkî yên ew pir baş nas dike.

Wêdetirî vê rêşaşkirinê, dîplomasî bi herhalî dibe temsîla warê ku tê de, li hemû welatan, îstîqametên şaş baştir eşkere dibin. Ev îstîqametên şaş ên pratîka ecêb a hukûmetekê ji biryarên şolî yên dûrî her cûre kontrola parlementerî û herwiha dûrî bîrûboçûnên gel pêk tê. Gava ev dîplomasî, weke ku li Konseya Ewlekarîyê hat dîtin, xwe bi parastina demokrasîyê bi rêya şer, dipesinîne, nakokî hê beloqtir dibe.

Piştî bikaranîna, ne bêserkeftin, damarê jeopolîtîk yê dijrojavayî, palpişta pêşverû ya parastina çavkanîyên xwezayî, rêveberê lîbyayî li himberî hewldana tehdîda karta dawî ya pevçûna navbera olan, nekarî demeke dirêj li ber xwe bide. Wî di 20ê vê adarê de ev rewş wiha îzah kir: "Hêzên mezin ên xiristiyan li dijî gelên misilman, bi taybetî jî li dijî gelê Lîbyayê şerekî duyem ê seferên xaçperestîyê daye dest pê kirin û armanca wan jiholêrakirina îslamê ye". Balkêş e ku hê sêzdeh rojan berîya vê daxuyanîyê, Qedafî zextûzora xwe li gel ya hukûmata Telavîvê ya li dijî filistînîyan muqeyese kiribû û gotibû: "Îsraîlî bixwe jî li Xezeyê neçar man ji bo têkoşîna li dijî radîkalên wisa tank û topan bi kar bînin. Em jî bi heman rewşê re rû bi rû ne.. [...] Yekîneyên artêşa Lîbyayê jî neçar man li dijî komikên piçûk ên El Qaîdeyê şer bikin". (7) Helbet ev yek bi kêr nehat ku rêber li cîhana ereb zêdetir were destek kirin.

Ne dijayetîya Rojava, ne jî xizmetkarîya ji bo Rojava

Lê belê di vê nakokîya dawîyê de qet nebe fezîletek heye. Ew bi awayekî bala mirov dikşîne ser xirabîya siyasî ya nîqaşa ku, bi berevajîkirinê, mijarên neo_mihafezekar yên seferên xaçî û împaratorîyan ji nû ve hildiberîne. Serhildanên ereban, ji ber ku laîk û oldar di nav hev de ne –û dîsa ji ber ku laîk û oldar tê de dijberîya hev dikin– dibe ku bibin sedema lêxistina zengilê nîqaşeke ku xwe dij-emperyalîst îlan bike, tevî ku di eslê xwe de ew bi tenê dij-rojavayî ye. Û ew di nefreta xwe ya li himberî "Rojava" de li şûna tercîha herî baş, – elsefeya ronahîyên ji bo ewlekarîya civakî–, tercîha herî xirab dibijêre –siyaseta darêzorê, biçûkxistina gelên "xwecih", şerên navbera olan.

Du salan piştî şoreşa îranê ya 1979ê, ronakbîrekî tundrew ê sûrî Sadik Celal El-‘Ezm rewişt û xuyên "orîyantalîzmeke berepaş" hûr û kûr îzah dikir. Li gor vî ronakbîrî, orîyantalîzma berepaş rêya neteweperestîya laîk û komunîzma şoreşgerî red dike û bi vegera nav xweserîyeke olî têkoşîna li dijî Rojava datîne ber xwe.

Bi kurtî ravekirina, weke ku Gilbert Achcar ew kir, prensîpên bingehîn ên vê orîyantalîzma berepaş dihêle ku mirov tê derxe ku pêla şokê ya li Tunisê xwe da der, nêrînên heta niha serûbinî hev kirin: "Radeya rizgarkirina Rojhilat nabe û divê nebe ku bi nirx û pîvanên "rojavayî" yên weke demokrasî, laîsîzm û azadbûna jinan were dest nîşan kirin; nabe û divê nebe ku Rojhilatê misilman bi amûrên epîstemolojîk ên zanistên rojavayî bê nirxandin; ti analojîyeke li gel diyardeyên rojavayî, ne darizîneke li cih û maqûl e; ji ber ku egera ku girseyên misilman dixe nav coş û heyecanê çandê, ango olî ye, û girîngîya wê wêdetir e ji ya van egerên aborî û civakî yên ku dînamîkên siyasî yên rojavayî weke şert dertînin pêş; yekane rêya welatên misilman ber bi ronesansekê ve di îslamê re derbas dibe; herî dawîyê jî, tevgerên ku ala "vegera li îslamê" hildigrin, ne kevneperest, ne jî paşverû ne, berevajîyê ku bi berçavka rojavayî tên dîtin, bi berxwedana xwe ya li himberî serdestîya çandî ya rojavayî ew pêşverû ne". (8)

Vîzyoneke wisa radîkal û tundrew a siyasetê dibe ku hê gotina xwe ya dawî negotibe, lê belê tevî vê yekê jî mirov pê dihise ku guncîna wê ji alîyê gelên ereb ve hatiye nîşan dan. Gelên ereb nema dixwazin bikevin rewşa "ne dijîtîya Rojava, ne jî xizmetkarîya ji bo Rojava" (9) û vê yekê geh bi hedefgirtina hevalbendekî Dewletên Yekbûyî (Misir), geh jî bi hedefgirtina yek ji dijberên Dewletên Yekbûyî (Suriye), îspat dikin. Hê jî pir dûr ji xem û gumana parastina azadîyên şexsî, azadîya bîrûbawerîyê, demokrasîya siyasî û sendîkaparêzî ku pir girîng in ji bo prensîbên "rojavayî" yên boyaxkirî bi unîversalîzma rizgarker, gelên ereb bêhtir ketine nav livûtevgereke nîşandana helwesta xwe ya redkirina desthilata ororîter, bêedaletîya civakî, rejîmên polîsî yên ku ji alîyê ixtiyaran ve tên bi rê ve birin û gelên xwe biçûk dikin. Ev rewşa ku pêlên din ên mezin ên şoreşgerî tîne bîra mirov, ev rewşa ku roj bi rojê ji bo bidestxistina mafên civakî û demokratîk zemînekê diafirîne ku li deverên din êdî bi piranî dev jê hatiye berdan, (nivîsa di çarçoveyê de bixwînin), gelên ereb bi coşeke mezin, zendûbendên xwe badidin, hem jî li demeke wisa ku ji mirov kirî ku "Rojava" parve bûye; di navbera tirsa xwe ya hilweşînê û tiralîya xwe ya li pêşberî pergala siyasî ya rizîyayî de ya ku tê de şibihîn li pey eynîbûnê tê û timî xizmeta heman kesan dike.

Tu delîleke berbiçav tuneye ku ev coş û cesareta ereban, wê bi hêsanî û berdewam serkeftinan bi dest bixin. Lê belê ew ji niha ve derfetên venedîtî, ji bo me dertînin holê. Xala 20ê ya biryara 1973 a Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, bo nimûne, misoger û ferz dike ku ev xal "bi biryardarî dide xuya kirin ku desteserkirina hebûnên [lîbyayî] [bi pêkanîna biryareke din a ku berê hatibû wergirtin] wê di qonaxeke din de bê bi cih anîn, û demek ji ya din zûtir, ev hebûn wê ji bo gelên komara ereb a libyayî werin terxan kirin û ji bo berjewendîyên wan wê bên bi kar anîn". Bi vî awayî, mumkin bû ku hebûnên diravî bên desteser kirin û radestî welatîyên welatekî bên kirin… Ev çend meh in, cîhana ereb carna du dersên wiha gerdûnî tînin bîra mirov: Hêza gelan heye ku li dijî dewletan rabin; hêza dewletan heye ku gelan kêfxeş bikin.

Çavkanî: 

  1. Der barê mijarê de, nivîsa Philippe Leymarie bixwîne, "Libye, les enjeux d’une zone d’exclusions aérienne (Lîbya, kozên herêmeke ji firînên balafiran xalîkirî)", http://blog. mondediplo.net/2011-03-07-Libye-Exclusion-disent-ils
  2. Hevpeyvîna di Journal du dimanche de, Parîs, 6 adar 2011
  3. "Le FMI tresse des lauriers à Kadhafi (IMF ji bo Qedafî xelatên defneyan dihone), Le Canard Enchaîné, 9 adar 2011)
  4. Binêre li http://www.dailymotion.com/video/xgkt4x_ strauss-kahn-ou-le-genie-du-fmi-soutient-ben-ali_news
  5. Anthony Giddens, "My chat with the colonel (Sohbeta min bi Albay re)", The Guardian, London, 9 adar 2007
  6. 25 sibat 2011. http://www.aporrea.org/actualidad/ n175812.html
  7. France 24, 7 mars 2011, http://www.dailymotion.com/ video/xhey3a_interview-de-kadhafi-07-03-2011-pour- france24-part-2-2_news
  8. Gilbert Achcar, "L’orientalisme à rebours : de certaines tendances de l’orientalisme français après 1979 (Orîyantalîzma Berepaş: Hin meyilên orîyantalîzma fransî piştî 1979ê) ", Mouvements, n°54, 2/2008, La Découverte, Parîs
  9. Cf. Alain Gresh, "ce que change le réveil arabe (tiştê bi hişyarbûna ereban diguhere)", Le Monde diplomatique, adar 2011. Di axaftineke 19ê adara bihurî de sekreterê giştî yê Hizbullaha libnanî Hasan Nasrallah hizir dike ku "tevahîya îdîayên dibêjin Amerîka van şoreşan (yên ereb) çêdike, bi rê ve dibe, provoke dike yan jî dide dest pê kirin, niheqîya li van gelan e û şaş in

Wergera ji fransî: Baran Nebar