Çirûska pêşî:Mihemed Bouazîzî
Zordestî, seferberî, tepisandin: xelekeke klasîk e. Lê belê kîjan şert û mercên taybet kirin ku xelkê Tûnisê bi ser keve?
Herçende ew bû çirûska pêşî jî, jesta dilsoj a Mohamed Bouazîzî yê bîst û şeş salî, ku 17ê meha bihurî li bajaroka herêma navîn a Tûnisê, Sîsî Bouzîdê xwe şewitand, ne çalakîya pêşî ya xweşewitandinê ye. Di 2010ê de, du ciwanên din jî heman tişt kir: roja 3ê adarê, li perava bajarê Monastirê û roja 20ê mijdarê li bajarê başûr-rojavayê Metlaouiyê. Bi taybetî, lêkolîneke li ser şewatên mezin ên li nexweşxaneyeke Tûnisê, ku ji alîyê malpereke Înternetê (1) ve di dawîya kanûna 2010ê de hat belav kirin, dide zanîn ku rêjeya kesên "bi agir întixar kirine % 15,1ê nexweşan" bûye. Kesên ku vê pratîkê weke "şideteke awarte" dinirxînin, herweha dibêjin "ev li dijî şidetê, bi taybetî jî li bajarê Tûnisa Mezin û li dorbajarên xizan (bajarên weke Ettadhamen û Ibn Khaldoun) û herêma bakur-rojava (derdorên gundewar) dibe awayekî bersiva ciwanan ". Lêkolîn heta sala 1998ê dide ber xwe.
Ev tê vê wateyê ku rewşa Bouazîzî ji nav rêzeke çalakîyên kesên bêhêvî bi tenê yek e. Lê belê bûyera wî wê weke ya herî girîng di hişan de bimîne. Mohamed Khemili yê şêst salî, perwerdekarê xanenişîn, endamê Efûya Navneteweyî û mîlîtanê dijberîya tûnisî dibêje, "Ev ciwan ji eşîreke qedîm tê û eşîra wî li hêla başûr a herêmê ye. Navê wî ji gotina azîz a ku tê wateya "serbilind" zêde bûye." Mîratgirê dîrokeke dirêj a Tûnisê, hê berî hebûna fransîyan li welêt (1881-1956), ev hêza eşîran tevneke xurt a têkilîyên civakî li gelek herêman dihûne. Vê tevna eşîrî giranîya xwe da ser bûyerên li Sidi Bouzid, Kasserine û Thalayê. Li herêmên kevneşopîya bazirganîyê lê xurt e, mesela li bakur (Bizerte) û Sahelê (Sfax û Sousse), navên malbatî û xwelihevgirtinên civakî vediguherin rolên sereke yên destbiratîyên pîşeyî.
- 1881: Destpêka hîmayeya fransîyan.
- 1911-1921: Rewşa awarte ji bo têkoşîna li dijî tevgera dijî-kolonyalîzmê.
- 3 hezîran 1921: Sazkirina Partîya Lîberal û Destûrnameyî ya Tûnisî an jî Partîya Destûrê (ji "Destûra bingehîn").
- 2 adar 1934: Habîb Bourgîba Neo-Destourê saz dike.
- 20 çile 1946: Sazkirina Yekîtîya Gelemper yaTûnisî ya Kar (UGTT), a ku destekê dide Neo-Destourê.
- 31 tîrmeh 1954: Nasîna otonomiya navxweyî ji alîyê Fransayê ve.
- 20 adar 1956: Îlankirina serxwebûnê; 9ê nîsanê, pêkanîna hikûmeta Bourgîba, piştî hilbijartina Meclîsa Avakar; 13ê tebaxê, wergirtina koda statuya ferdî ya ku wekhe- vîya hiqûqî ya mêran û jinan biserûber dike.
- 27 tîrmeh 1957: Jihevxistina qralîyetê û îlankirina Komara ku Bourgîba dibe serokê wê.
- 1961: Pevçûnên dijwar li dijî artêşa fransî li derdora baregeha ku Parîsê li Bîzerteyê hiştibû. Ev baregeh wê di 15ê cotmeha 1963ê de were vala kirin.
- 1963: Qedexekirina Partîya Komunîst.
- 18 adar 1975: Piştî dengdana ji bo Destûr- nameyê, Bourgîba bo hetahetayê dibe serok.
- 26 çile 1978: "Pêncşema Reş". Greva mezin a giştî ya UGTTê li dijî lîberalîzasyona aborîyê. Nêzî 200 kes tên kuştin.
- Kanûn 1983-çile 1984: "Serîhildanên ji bo Nan", di encamê de zordarî zêde dibe û UGTT dikeve nav bêîstîqrarîyê. Desteserkirina birêveberê wê Habîb Aşour. General Zeynelabidîn Bin Ali dibe wezîrê ewlekarîyê.
- 1987: Di tebaxê de, êrişên îslamîyan li Monastirê. 7ê mijdarê, bin Alî, ku hingê serokwezîr e, serok Bourgîba ji kar dixe, wî nexweş îlan dike û di şûna wî de dibe serokê dewletê.
- 1988: PSD navê xwe dike Kombûna Destûrnameyî ya Demokratîk (RCD).
- 1994: Hilbijartin. Bin Ali tenya namzet e. % 99,3ê dengan bi dest dixe. Di 1999ê de, hê jî tenya namzet e û % 99,9ê dengan, di 2004ê de % 94,5ê dengan û di 2009ê de % 89,6ê dengan bi dest dixe.
- Sibat 1999: Xwepêşandanên dijwar ên lîseyîyan li Gafsayê. Desteserkirinên girseyî.
- Çile-gulan 2008: Grevên li kanên madenê yên Gafsayê: Rêveberîya neteweyî ya UGTT destekê nade tevgerê.
- 17 kanûn 2010: Mohamed Bouazîzî agir berdide bedena xwe. Xwepêşandanên li Sîdî Bouzîdê ku wê li tevahîya Tûnisê belav bibin.
- 14 çile 2011: Serokwezîr Mohammed Ghannouşî îlan dike ku ew ê bi awayekî wextî şûna Bin Aliyê ji welêt reviya, bigire. Dotira rojê, serokê parlemanê Fouad Mebazaa, weke serokdewlet tê tayîn kirin.
Khemili bi vê bûyera nimûne behsa adetên civakî dike: "Mihemed, piştî ku ji alîyê wezîfedarekî şaredarîyê hat sîle kirin, ji ereboka xwe ya seyarfiroşîyê jî bû. Di çanda me de, nabe ku tiştekî wisa were qebûl kirin!" Ango ev yek dibe sedemê şkestina rûmeta wî ciwanî û rabûna hêrsa girseyî. Ji 19ê kanûnê û vir ve pevçûnên rû didin berê ciwan û polîsan li Sîdî Bouzîdê didin hev, dû re li bajarên piçûk û derûdorê: Menzel, Bouzaienne, Meknassy, Regueb, Mazzouna, Jabbes… Ji hingê ve, bûyer xelek bi xelek dibin mîna zincîrekê. Pevçûn û xirecir, şideta polîs, desteserkirinên girseyî, xwepêşandanên ji bo destekdayînê, pevçûnên nû… Heta ku serok Zeynelabidîn Bin Elî pêwist dît ku bixwe di televizyonê de destwerdana rewşê bike. Axaftina wî ya yekemîn a di 28ê kanûnê de ji alîyê bi milyonan tûnisîyan ve hat dîtin, lê belê ji alîyê medyaya navneteweyî ve nehat dayîn –ji bilî kanala El Cezîre, ya ku ji 24ê kanûnê ve bûyeran kêlî bi kêlî dide.
Bi helwêsteke darbekarekî di nav cilûbergên rengtarî de: li ser kanala TV7, Bin Elî gilî û gazinan dike, hingê ji "bikaranîna rewşên xweser" û behsa "sûdwergirîya siyasî" dike, berî ku li ber serê Bouazîzî yê li nexweşxaneyê razandî wêneyên xwe bide kişandin. Ev wêneyên propagandayê wê piştî demeke kin li dijî amadekarê xwe veguherin ser yekemîn dîmenên serîhildanê. 4ê çileya 2011ê, Bouazîzî jiyana xwe ji dest dide. Ew 5ê mehê li Gannebourê, li gel beşdarîya şeş hezar xwepêşandêrên ji hêrsa çavên wan tarî bûbûn, tê bin ax kirin. Roja din, li Metlaouiyê, zilamekî din ê sî û yek salî xwe şewitand.
Xeyalên ciwanan têk diçin
Metlaouî. Bajarekî madenê yê xwedî pêncî hezar şênîyî, ji ber jinûvesazkirina kanên mezin ên fosfata Gafsayê, ji ber rêjeya bilind ya betalîyê şerpeze bûye (% 40 şênîyên çalak, li gor beşa navxweyî ya sendîkaya yekane, Yekîtiya Giştî ya Kar a Tûnisîyan- UGTT): hejmara kedkarên vî warî di 25 salan de ji çaran sisê heliya û daket 5 hezar kesan (2). Ev wargeha birîndar ev panzdeh sal e, bi koçberîyeke qaçax a ber bi Îtalyayê berdêleke giran dide (3). Di heman pêvajoyê de, bajarên Kasserine û Thalayê jî dikelin. Hêrsa xwecihî şûna xwe da serîhildaneke civakî ya ku ji herêmên navîn ber bi herêmên rojava yên jibîrkirî û şerpezebûyî ve berbelav dibe. Li ser Înternetê "Şaşîya 404" a navdar a sansurê xwe nîşan dide. Desthilatdarî hê jî bawer dike ku ew ê di şerê ragihandinê de bi ser keve.
Li başûrê-rojavayê welêt, Tozeur, bajarê bi ger û geştê nav daye, hê jî li derveyî serîhildanê dimîne. Herçî kanalên televizyonê ne, France 24 da ser şopa El-Cezîreyê. Ji navenda xwe ya Parîsê, pêşkeşvana wê bi erebî "çalakîyên şidetê" şirove dike. Di restorantoka xwe de, Yûsifê çil salî, hemû bala xwe dide ser dîmenan. Dû re dibêje: "Pirsgirêk betalîya ciwanên xwedî dîplomayan e. Ji du birayên min ên ciwan, yekî piştî bekaloryayê 3 sal beşa ragihandin, yê din jî piştî bekaloryayê 5 sal beşa kargerî xwendin. Yê pêşî li otêleke Sousseyê xizmetkar e, yê din jî li malê ye û tu tiştî nake. Ev rewş wisa zêde nadome!"
Betalîya ciwanên xwedî dîploma. Ev dibe havêna teqîna pêşî ya piştî çirûska li Sîdî Bouzîdê. Helbet, Bouazîzî tenê mezûnekî bekaloryayê bû. Lê belê li welatekî ku hê jî rêjeya nexwendewarîyê li hin herêmên li raserî % 50 ye, lîse jî dibe tiştekî mezin. Ji destpêka salên 1990ê ve, dewletê ji bo standina vê dîplomayê ciwan teşwîq kirin ku dû re jî derbasî pêvajoya perwerdeyên din bibin: li gor Enstîtuya Neteweyî ya Tûnisî ya Statîstîkan (INTS), di 2010ê de ji sisêyan yekê ciwanên temenê wan di navbera 19-25 de xwendekarên zanîngehê bûn. Profesorê aborîyê li Zanîngeha Tûnisê û herweha nivîskarê berhemeke nû derketî (4), Mahmûd Bin Romdxan, mijarê weha rave dike: "Me parzûnên neqandinê li dibistanên seretayî û lîseyê rakirin. Dû re wergirtina bakaloryayê hat hêsan kirin û rêjeya bidestxistina wê hilkişiya % 25ê". Encam: "Di 2010ê de, her çendî nîvê xwendekaran hê jî negihîştine asta bakaloryayê, dîsa jî ji sedî heftê wan wê payeyê bi dest dixin", tevî ku ev rêje di salên 1980yê de tenê ji sedî 35 bû.
Bilindkirina asta civakî bi riya perwerdeyê, serkeftina bi xebatê û nirxê: vê nihêrîna bi pîrozîyê kiraskirî ya ku ji serdema desthilatdarîya serok Habîb Bourgîba (1956-1987) dest pê kir, artêşên ciwanên xwedî dîploma hilberandin. Bin Romdxan weha dewam dike: "Di navbera 2008 û 2010ê de, bi qasî heftê û pênc hezar xwendekarên ji dibistanên bilind mezûnbûyî her sal tên ser bazara kar, tevî ku di salên 1980yê de hejmara wan tenê heşt hezar bû. Herçende raporên fermî pir bi pesin jê behs dikin jî, vê pêdaketinê di eslê xwe de di nava demê de astengên li ber îstîhdamê tenê taloq kirine.
Di navbera salên 2000 û 2008ê de, aborîyê rêjeya mezinbûna salane di navbera 4 û 5ê de nîşan da. Tûrîzma ku ji sedî 8 hilberîna grûz-net a hundirîn (HGH) pêk tîne –ji sedî 10 çandinî, ji sedî 54 karûbarên xizmetê û ji sedî 35 pîşesazî–, wêneyekî halxweş ê welêt çêdike. Lê belê ev halxweşî gelek ne-wekhevîyan vedişêre. Li gor lêkolîneke berî demeke nêz (5), betalîya di nav kesên temenê wan di navbera 15-29 de, sala 2008ê digihîşt ji sedî 31,2yê û ya ciwanên xwedî dîploma jî nêzîkahî rêjeya ji sedî 22 dikir (rêjeya navînî ya neteweyî ji sedî 14 bû). Nêzî çarsêyê betalan (% 72) di bin temenê 30 salî re ne… Li gor hin bisporan, ji bo ku hemû xwendekarên ji dibistanên bilind mezûnbûyî bibûna xwedî kar, diviyabû aborî ji sedî 8 mezin bibûya.
Belgeyeke têra xwe nû ya UGTTê ya ji bo walîtîya Sîdî Bouzîdê terxankirî (6) dide zanîn ku rêjeya nexwendewarîyê li wir ji sedî 60 e, tevî ku rêjeya serkeftina di bakaloryayê de digihîje nêzî ji sedî 95ê. Delegeyê herêmî yê sendîkaya Tozeur, Mohamed Alî Ghandam vê rewşê weha şirove dike: "Me bi hêvîya ciwan û dê û bavan re serê xwe êşand. Nifşên nû yên dîploma bidestxistî dilê xwe dibijînin tiştên wêdetirî bazirganîya piçûk û kar û barên çandinîyê. Lê belê xeyalên wan têk diçin."
Zordarîya hovane: Havêna şoreşê
Bajarên Thala, Sbeitla, Sidi Bouzid, Regueb, Douz û hetta Kairouan ên bi bêkarîyê (bê tezmînatê) û hêvîşikandina ew hingaftin, dibin beşdarên pêşî yên serîhildanê. Ji 17ê kanûnê û vir ve artêş cara pêşî di 7ê çileyê de kete bajarê Kasserînê. Li gor bîlançoyên fermî li welêt 14 kes mirin. Lê belê Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan behsa zêdetirî bîstan dike. Bi şahidî û wêneyên bi riya tevnên civakî belavkirî, şideta polîsan zêdetir xuya dibe. Li gor hin rîwayetan jî: "segvanên taybet", ku li banên avahîyên bilind tên bi cih kirin, bi alîkarîya rêberên eskerî yên xwedî dûrbîn, armancên xwe ji nav xwepêşandêrên ciwan dineqînin.
Ev zexta hovane havêna duyemîn a şoreşê ye. Li demeke ku tûnisî bi xêra qedera ku ji bo ciwanên serîhildayî yên taxên xizan terxankirî dibe xwedî hişmendî, şoreş di 7 û 8ê çileyê de diteqe. Ev yek benzînê berdide ser agirê kîna li dijî dezgeha polîsan (sed û pêncî hezar) ên bi dehan sal in bi qebatî, sextekarî û piçûkxistina gel nav û deng dane. Khemili vê yekê weha rave dike: "Vê carê serîhildan dikeve nav seyreke siyasî. Êdî tevahîya Tûnisê wê di nêz de serî hilde." Erê, lê bi kîjan pêşengan?
Helbet pêşî bi ciwanan, madem ku ji sedî 40ê nifûsa welêt di bin 25 salî re ye. Betalên xwedî dîploma, helbet, lê belê herweha hemû kesên ku nekarîn bigihîjin asta bakaloryayê –ji 4 milyon kesên di bin temenê 25 salî re, tenê pênc sed hezar jê xwendekar in. Van ciwanan, tenê Bin Elî û rejîma wî ya azadîkuj nas kirine. Hezkirên teknolojîyên ragihandinê -ji her sê tûnisîyan herî hindik yek jê Înternetê bi kar tîne- û şiroveya mamosteyê felsefeyê li Sfaxê Tawfîk Thameur Driss li ser mijarê weha ye: "Vî nifşî, bi riya Twitter, Facebook û blogan, qada xwe ya azadîyê û dijderketinê li ser Torê amade kiriye."
Lê belê xwepêşandan herweha bi tevlîbûna kesên kamil, dê û bav û pîr û kalan û şerpezebûyîyên betaliyê û bi taybetî ji ber hêrsa bêparmayîna gelek salên xwe yên ku ji bo perwerdeyeke beredayî xerc kirine, her diçe mezintir dibin. Di qonaxa pêşî de şoreşa ku bi tevlîbûna beşên xizan ên civakê zindî bû, her diçe xwe digihîne beşên din ên civakê, bi taybetî jî beşên sinifên navîn ku aborîyê ji destpêka salên 1990ê ve tesîrê li wan jî kiriye: mamoste, parêzer, bazirganên piçûk, doktor… ev nerazîbûn li gel zemîna civakî, herweha li zemîna erdnîgarî jî berfireh dibe.
Tûnis, Sousse, Sfax, Gafsa, Gabes, Bizerte: bajarên herî mezin ên welêt jî zend û bendên xwe ba didin, bi taybetî bi greva giştî ya serkeftî ya li Staxê ya di 12ê çileyê de. Bûrjuwazîya lîberal, bazirgan û diravger jî li derve namînin. Ev çîna ku ji mêj ve hevkara rejîma Bourgîba, dû re jî qet nebe di salên pêşî de hevkara rejîma Bin Elî bû, gava ku ji alîyê tevnên mafyaya malbata Bin Elî û eşîra Trabelsî -paşnavê Leyla ya jina duyem a Bin Elî- ve bêbextî lê tê kirin, zêde hêrs dibe. Khemili vê rewşê jî bi van gotinan dest nîşan dike: "8ê çileyê, desteyeke karsazên ji Soussê, bajarê bingehîn ê aqarê Bin Elî, ku berê jî yê Bourgîba bû, çû qesra serokatîyê ya Carthageyê ji bo ku desthilatê radestî wan bike".
Tevgera bê bergeha siyasî
Ridha Radaouî, parêzer û sekreterê giştî yê rêxistina Efûya Navneteweyî ya li Tûnisê, dibêje ku 10ê çileyê serê sibê Bin Elî hê weke takekes nebûye armanc, lê belê tengezarî her zêde dibe. Daxwazên civakî û gelêrî pêşî ji alîyê parêzer û mamosteyan ve hat destek kirin, ji ber ku ev her du kategorîyên civakî ji alîyê rejîmê ve dihatin piçûk xistin û rasterast bi çetinahîyên civakî re rû bi rû bûn. Niha, gilî û gazîyên der bareya zordestîyê de her bilind dibin. Lê belê pirsek hê jî li holê ye, pirsa bergeha siyasî ya tevgerê? Vê gavê, tu bergeha wê tune".
Baş e, kîjan pêşengên siyasî dikarin vê rewşê beralî bikin? Di dema axaftina xwe ya navdar a wergirtina desthilatê ya 7ê mijdara 1987ê de, Bin Elî yê ji alîyê bi milyonan tûnisiyan ve hat silav kirin, pesnê "gihîştîbûna" asta welêt a ji bo "demokrasîyê" dida û dianî ziman ku ev ast dike ku demokrasîyeke "li ser pirpartîtî û pirdengîya rêxistinên girseyî" bê ava kirin. Lê belê piştî "bihareke" ku çend mehan ajot, efendîyê nû jiyana civakî û siyasî bi temamî xitimand.
Bi sazbûna Kombûna Destûrî ya Demokratîk (RDC), mîratgira Partîya Destûra Nû ya ji alîyê Habib Bourgîba ve hatibû ava kirin (1934) û di 1964ê de bû Partîya Sosyalîst a Destûrî (PSD), Bin Elî kirasê pirpartîtîyê li siyaseta welêt kir -tûnisî ji vê yekê re dibêjin "dekor"- û bi pêkhatina partîyên bi navên "dijberîya legal" pêvajoyekê dest pê kir. Hin ji wan, ên weke Tevgera Demokratên Sosyalîst (MDS) an jî Tevgera Ettadjid ("Venûbûn"), li parlemanê xwedî kursî ne. Yên din, ên weke Partîya Demokratîk a Pêşverû (PDP), "qirdikîya hilbijartinî" boykot dikin.
Sazîyên civakî, sendîka, xwendekar, esker, bêkar û hêrsa civakekê bi hev re
Li derûdora duyemîn jî hejmareke mezin a rêxistinên siyasî yên weke "dijberiya îlegal" tên bi nav kirin, xwe didin xuya kirin. (Li rûpela XX. binihêrin). Sendîkavanî dikeve bin monopola UGTTê, tevgera xwendekarên zanîngehan a pir çalak a di salên 1970 û 80yê de li derdora Yekîtîya Giştî ya Xwendekarên Tûnisî (UGET) tên bi rêxistin, bi salan e di nava îlegalîteyê de "xitimîne".
Pêşenga din a girîng a vê lîstika siyasî: civaka sîvîl û tevna wê ya nerazîbûnan (gelek radiyo, komên muzîkê û komeleyên cur bi cur) û weqfên parastina mafên mirovan. Hin ji wan xwe weke "nesiyasî" (Efûya Navneteweyî) îlan dikin, lê belê yên din bi destên kadroyên dijberî Bourgîba û Bin Elî, hatin afirandin. Bo nimûne Lîga Tûnisîyan a Mafên Mirovan (LTDH), a di 1976ê de avakirî û di heman demê de pêşenga lîgên mafên mirovan ên li Afrîkayê û tevahîya cîhana ereb e.
Derdora din jî Artêşa Neteweyî ye. Bi şertê ku hîç têkilî nav "kar û barên gelemperî" nebe, ev sazîya zêde nexuyayî ya ji sî hezar eskeran (bîst hezar jê di artêşa bejayî de ne) pêk tê, di 1956ê de ji alîyê Bourgîba ve hat ava kirin. Berevajîyê hêzên polîs ku hejmara wan di dema desthilatîya Bin Elî de zêdetirî sê qatan hat bilind kirin, ev hêza "komarî" bi başî di nav gel de deng daye. Qanûneke di 1957ê de derxistî, li eskeran qedexe dike ku bibin endamên komên siyasî û tu caran, di dema alozîyên mezin ên mohra xwe li dîroka welêt dane de, -tevgera xwendekarên zanîngehan (1972), serîhildanên ji bo nan (1984) an jî greva madenvanan (2008)- eskeran xwe têkilî bûyeran nekir. Vî wêneyê bêalîbûnê, dema ku serfermandarê giştî Reşîd Ammar, ji ber helwêsta xwe ya vekirî ya pêkneanîna fermana"gulereşandina ser gel" di 12ê çileyê de ji wezîfeya xwe hat dûrxistin, rengekî pîroz wergirt.
Gafsa, sibeya roja 10ê çileyê. Biryargeha herêmî ya UGTTê, bi qasî sî mîlîtan bi germî guftûgoyê dikin. Ji 6ê çileyê ve, ew hewl didin ji hêla xwe ve çalakîyeke piştgirîya tevgerê organîze bikin. Lê belê rêveberîya neteweyî ya sendîkayê ku li Gafsayê êdî ketiye bin destê Abassi Amara, sekreterê herêmî yê sendîkayê, ku bi gendelî û bîata xwe ya ji bo rejîma Bin Elî tê nas kirin, li ber xwe dide û li dijî çalakîyê derdikeve. Heman asteng li bajarên Sfax, Tozeur û Soussê jî xwe dide hîs kirin.
Di nav rojê de, Bin Elî axaftina xwe ya duyem kir û berê tîrên rexneyên giran da ser wan "terorîstên" ku hêrsa civakî li gor xwe beralî dikin. Lê belê tevger tûj û dijwartir bû. Serok soz dide ku heta 2012ê ew ê ji bo "sê sed hezar kesan kar peyde bike". Li hemberî gotinên serok, Khemili hêrsa xwe weha derdibire: "Ew ji 1990ê ve van sozên kar dide me! Nema kes jê bawer dike. Bi her halî, tevger êdî gihîştiye qonaxeke din".
Ji ber tirsa nerazîbûna xwendekaran, Bin Elî ji bo sazîyên perwerdeyî yên welêt fermana betlaneyê dide. Çend saetan piştî biryarê, êdî UGTT jî xwe ranagire û li dij radibe: rêveberîya sendîkayê destûrê dide ku şaxên wê yên herêmî yên Sfax, Kairouan û Tozeurê dotira rojê û li tevahîya Tûnisê jî di 14ê mehê de greva giştî îlan bike. Kadroyekî Ettajdidê nerazîbûna xwe ya ji desthilatê bi van gotinan dide der: "Ev bajarên serîhildêr wê bi her halî bi tena serê xwe biketana ser rê." Heman êvarê, serîhildanên pêşî li wargehên bi nav û deng (Ettadhamen û Mnihla) ên paytext dest pê dikin.
"Serbilindîyeke mezin a neteweyî"
Tîr êdî ji kevanê dertê. Li Sfaxê (şeş sed hezar şênî), bajarê qedîm ê bazirgan, lîman, dewlemend û halxweşan, ku bi giranî bûrjuwazîya diravger û gelek kesên ji çîna navîn lê dimînin, greva giştî bi ser dikeve. Li Soussê jî, ku ji bo tûrîzmê hatiye xemilandin, karmendên nexweşxaneya Farhat Hached meşeke mezin a nerazîbûnê organîze dikin. Dû re jî xebatkarên otêlan ku ji ber buhrana 2008-2009ê kar û statuyên wan ketine xetereyê, tevlî karmendên nexweşxaneyê dibin. Rojek berî xwepêşandanê, polîsan li welatîyan qedexe kiribû ku birîndaran bibin nexweşxaneyê.
Bin Eli hîs dike ku careke din berê bayî dizîvire. 13 çileyê, ew axaftina xwe ya sêyem dike. Ji nişka ve dibe mîna kesekî nefspiçûk, behsa "azadiya çapemenîyê" û "mafê partîyên dijber" dike, wezîrê karê hundir ji wezîfeyê digire û… sozê dide ku di hilbijartinên 2014ê de nebe namzet. Lê êdî pir dereng e, nerazîbûna siyasî veguherîye şoreşê. Sedemeke sêyemîn a ku serîhildan anî heta vê astê xwe dide der: kîna li dijî mafiyaya Trabelsî.
Xirabî û bêbextîyên ku vê eşîrê yên ku pêşî tenê ji alîyê ronakbîran û mîlîtanên siyasî ve hatin dîtin, hêdî hêdî di her malê de bûn sedemên bigewdebûna guftûgoyên li ser çavbirçîtîya şirketan di dema prîvatkirina (di navbera 1995 û 2005ê de) milkên rojnameyan û milkên din (qesrên bi heybet) de, bi kurtî îmtiyazên di warên otomobîl, supermarket, banka, şirketên bala-firan, holdîngên ragihandinê de… Ev 15 sal in, kes û karên Xatûn Trabelsî dest danîne ser hemû warên girîng ên aborîya welêt.
Di 14ê çileyê de tiştê ku herî kêm dihat payîn qewimî: Bin Elî ji welêt reviya. Şoreşê serê dewletê jê kir. Rojên pêşî bi kaos û alozîyê bi dawî hatin. Rêxistinên siyasî yên ji bin cercereya sansûr û zordarîyê rizgarbûyî, bi carekê li ser dikê li hev kom bûn. Ev komên ku li dibistana binerdî ya qaçax bi gewde bûne û nihêrînên sekter û tûj mohra xwe li wan daye, ji bo lihevkirinê li hev kom dibin. Ji ber ku kolan bixwe nema dengê xwe dibire. Bo nimûne 18ê çileyê mîlîtanekî PDPê weha diqîre: "Bi jêkirina şaxên darê, tu nikarî kokê darê jî biqelînî."
Di vê rewşê de jî careke din gotinên Mohamed Khemili (7), yên hefteyek berê îfade kiribûn, tên bîra me: "Heta niha, tu caran gelê tûnisî çarenûsa xwe nexistibû destê xwe. Ne di dema bindestîya xwe de (1881-1956), ne di pêvajoya bidestxistina serxwebûna xwe de (1956), ne jî dema ji text ketina Bourgîba (1987), ku ji alîyê generalê Bin Elî ve dihat bi rê ve birin. Eger, vê carê, tûnisî serkeftina daxistina Bin Elî bidomînin, ev ê bibe serbilindîyeke mezin a neteweyî. Wê tu kes jî nema karibe vê rûmeta vedîtî ji wan bistîne."
Olivier Piot: Rojnamevan
- Lêkolîna yekîneya şewitîyên li servîsa cerahiya plastîk li nexweşxaneya Aîzîz Othmana ya li Tûnisê, 1998 www.tunivisions.net
- Binihêrin: Karine Gantin û Omeyya Seddik, "Serîhildana "xelkên madenan" li Tûnisê", Le Monde diplomatique, tîrmeh 2008, û "Tûnis: darizîna neheq li Gafsayê", www.monde-diplomatique.fr, 12 çile 2009
- Di nîsana 2009ê de, panzdeh tûnisîyên ji Metlaouiyê li peravên Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan.
- Mahmoud Ben Romdhane, Tûnis: Dewlet, Aborî û Civak. Çavkanîyên siyasî, rewakirin û biserûberkirina civakî, Publisud, Parîs, 2011
- Lahcen Hacy, "Peydekirina karên beredayî li şûna bêkarîyeke hêja. Xetera Karên li Mexribê", Deftera Carnegie, Carnegie Middle
- "Geşedana Herêmî li Sîdî Bouzîdê: di navbera mîtolojî û heqîqetê de", rapora UGTTê (bi erebî), Tûnis, tebax 2010
- Binihêrin: "Hefteya ku Bin Elî Hat Daxistin", li ser malpera Le Monde diplomatique – 19 çile 2011. Khemili bi bernavkê "Karim" jê tê behs kirin
East Center, Beyrouth, 15 mijdar 2010
Wergera ji fransî: Baran Nebar


