Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Cîranek yan devereke dorlêgirtî?

Dema Meksîka tê gotin, êdî mezinahî nayê bîra mirovan: Li gor kovara hefteyî ya lîberal The Economistê, "di nişîvîyeke pir bi meyil re berjêr tê xwarê" (10ê tîrmeha 2010ê), li gor Financial Timesê civakeke "li ber têkçûnê" ye (30ê hezîrana 2010ê), li gor kovara şîlîyî America Economía aborîyeke "dişemite" ye ku krîzên dêwa bakûrê Amerîkayê ji hemûyên din bêhtir bandor lê kiriye (tebaxa 2010ê).

Li gor lêkolîner James M. Cyper û Raúl Delgado Wise, vebûna aborî ya Meksîkayê piştî dawîya salên 1980yê, kir ku "makîneya hilberîner a meksîkî were xira kirin da ku li pêdivîyên aborîya amerîkî were anîn (1)". Bi pêşketina "maquiladoras [deverên pîşesazîya ji bo îxracatê]" (2) re îxracat ji 52 milyar dolarên sala 1993ê gihişte 291 milyar dolarên 2008ê. Bi her halî, Cypher û Wise kite bi kite rave dikin, "pîşesazîya maquilas ne ji bo îxracata malên meksîkî ye, lê belê ji bo karkerên erzan ên ku di nav berhema dawîyê de cihê xwe digire".

Di pratîkê de, % 77ê malzemeyên destpêkê ji derve tên kirîn û rêjeya nirxê lêzêdekirî ku ji Meksîkayê re dimîne, di navbera % 18.2yê 1988ê û % 8.2yê sala 2003ê de diçe û tê.

Sektora pîşesazîya neteweyî ku mexdûra destjêberdana siyasetên alîkarî û teşwîqa dewletê ye, dihele. Mûçe geh kêm dibin geh zêde (di navbera salên 1994 û 2007ê de bi nirxê rastîn bêhtirî % 24ê), bêkarî pir zêde bû (di navbera 2000ê û 2009ê de % 130ê zêde bû) û refên "bazirganîya narkotîkê" mezin dibin.

Wekî din, krîza malî ya sala 2008ê hê jî bandorê li aborîya welêt dike. Ji ber kêmbûna kiryarî û mesrefkirina li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li Amerîka Latînî herî zêde zirar li Meksîkayê bû. Hilberîna Brut a Hundir sala 2009ê % 6.7 kêm bû. Mezinbûna aborîya welêt ji 2000ê ve di derdora rêjeya % 1.9ê de bist bûye, beramberî vê, ev rêje li Brezîlyayê % 3.2 ye. Meksîkaya ku dest û lingên wê bi rêya NAFTAyê bi aborîya amerîkî ve girêdayî ne, bi sebr û semax li bendê ye ku ji nû ve aborîya wê zindî bibe. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, her sal hinekî bêhtir îthalatê ji Çînê dikin, di heman demê de ji ber nebûna sermayeguzarîyê, hilberîna petrola meksîkî kêm dibe.

Hikûmeta meksîkî peymanekê li ser koçberîyê bi Washingtonê re acîl û lezgîn dibîne da ku bazara kar bi îstîqrar bike û berê mîqdara pereyên koçber dişînin misoger bike û paşê vê mîqdarê zêde bike, ji ber ku ev mîqdar rêza sêyemîn a ketina dovîzan a li welêt e. Di derbareyê vê mijarê de hesabê Cypher û Wise kirî weha ye, "heke asta xwendinê ya koçberên meksîkî ya dema gihîştin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û mesrefa perwerdekirina wan li pergala perwerdehîya dewleta meksîkî" û her weha "mesrefa jiyana wan a li Meksîkayê jî li ber çavan were girtin", di navbera 1994 û 2008ê de, "Meksîkayê 340 milyar dolar şandine DYAyê, 1.8 caran li pereyên koçberan şandî Meksîkayê zêdetir e". Ango; bi riya koçberîyê, civaka meksîkî destekê dide aborîya amerîkî.

Çavkanî: 

  1. Mexico’s economic dilemma. The Developmental failure of neoliberalism [Dudilîya Aborî ya Meksîkayê: Têkçûna di Warê Siyaseta Pêşveçûnê de ya Neolîberalîzmê], Rowman & Littlefield Pulishers Inc., Plymouth, 2010
  2. Bixwîne; Anne Vigna, "A Tijuana, la mauvaise fortune des ‘maquiladoras’" ["Li Tijuanayê, Bextreşîya ‘Maquiladorasan’"], Le Monde diplomatique, çirîya paşî ya 2009ê

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê