Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Cinên Meydana Sor

Ivan Messac: Fantoma şoreşê (1974)

Di çapemenîyê de, ev yek êdî qet nabe sedema gumanan: "Staline is back" ["Stalîn vegerîya"], Putîn "bi lez û bez şeref li Yekîtîya Sovyetê û kulta Stalîn vegerand"; jixwe, "Putîn, Stalînê serdema Înternetê ye" (1). Li Kremlînê, dengekî cuda olan dide. Serokkomar Dmitri Medvedev "tawanên Stalîn" bi bîr tîne (Izvestia, 7ê gulana 2010ê), ne weke serokwezîrê xwe, Vladîmîr Putîn. Şêwirmendê Kremlînê yê mijara Mafên Mirovan, Mikhail Fedotov, betalkirina nihênîbûna arşîvan îlan dike ji bo ku "xatir ji totalîtarîzmê bê xwestin" (Interfax, 1ê sibata 2011ê). Ji dawîya salên 1980yê ve, hefteyek nîne ku bêyî "diyarkirinên" nû derbas bibe. Konferans, medya û xelekên televîzyonê dozgerîyê dimeşînin. Berîya demeke kurt, rayedaran delîleke nû li dosyayê zêde kir: Qebûlkirina qetlîama Katynê ya 1940ê. Civakên ku wisa ji bo "rastbînîya" dîroka xwe xebitîne hindik in. Gelo em behsa heman welatî dikin?

Her weke rabihurîya sovyetî, şexsiyeta Vojd ("Rêber") şerekî peyv û nîşanan gur dike ku heta cesedê Lenin yê di mozoleya Meydana Sor de jî rihet nahêle. Muxalifên lîberal daxwaz dikin ku navên "celadên" komunîst ên hin şûn û warên giştî bên guherandin, yê Rosa Luxemburg jî di nav de, çunkî ew wê bi terorîzmê û destpêkirina şerekî navxweyî mehkûm dikin. (2)

Dîsa jî, "serdema sovyetî" ji Stalîn bi tenê berfirehtir e. Ji heftê û sê salên domdarîya wê, Stalîn bi tenê bîst û pênc salan "hukim kiriye". Sê salan piştî mirina dîktatorê sovyetî, 5ê adara 1953ê, Nîkîta Khrouchtchev di dawîya kongreya 20emîn a Partîya Komunîst a Yekîtîya Sovyetê de bi awayekî fermî tawanên wî şermezar kirin. Di kongreya 22emîn de, ew ji nû ve şermezar bûn û biryara derxistina cesedê Stalîn a ji cihê xwe li cem Lenin di mozoleyê de hat dan. Di dawîya salên 1960ê de, Leonîd Brejnev li ser wî tabûyek îlan kir. Ji 1985ê û pê ve, Mîkhaîl Gorbatchev bêstalînkirina duyem da meşandin. Wê veqetîyana ji bolşevîzmê û ji pîrozkirina Şoreşa Cotmehê bi xwe re anî. "Welatparêzîyeke dewletî" şûna adetên sovyetî girt. (3)

Piştî 1961ê, peykerên Stalîn ji holê rabûn, li derveyî Goriyê, bajarê jidayikbûna wî li Gurcistanê. Li hezîrana 2010ê, serokkomar Mikhael Saakachvîlî li wir jî, peykerê wî herî mezin da rakirin. Wî her weha fermana dînamîtkirina abîdeya Kutaisiyê daye, ku ji bo bîranîna qehremanên sovyetî (ne tenê "rûs") yên şerê li dij Almanyaya nazî hatibû çêkirin. Qezayek çêbû û welatîyeke gurcistanî digel keça xwe di teqînê de jîyana xwe ji dest da. Li Ukraynayê, peykerekî ku komunîstan di 2010ê de li Zaporojeyê dabû çêkirin, li dawîya kanûnê ji hêla "banderîstan" (4) ve hat xira kirin. Pevçûn li ser bîrdarî, bust, mûzeyan û yên mayî didomin.

Lenîn û Trotskî carina li ser podyuma kesên "ji Hîtler xirabtir" şûna Stalîn jî girt

Çapemenî li dijî nû xuyakirina portreyên Stalîn û alên sovyetî di qada gelemperî de derket, lê di rastîyê de, bi tenê dijberên komunîst û gazî wan li ba dikin... Li gulana 2010ê, kevneşaredarê Moskvayê, Yourî Loujkov, xwest ji bo pîrozbahîyên Serketinê paytextê bi çend resmên "serfermandar" bixemilîne. Kremlînê destûr nedayê. Şaredarê demokrat ne stalînparêz e, lê wî tenê ev fikira berbelav diparast ku pîrozkirina gulana 1945ê bêyî Stalîn, dişibe behskirina şerê Ingilîstanê bêyî navê Churchill an jî Rizgarkirina Parîsê bêyî ku navê De Gaulle bê gotin. Her çi ala "sovyetî" ye ku li her 9ê gulanê di merasîmên Serketinê de li ba dibe û tê gotin kopya dilsoz a wê alayê ye ku 1945ê li ser Reichstagê hat bi cih kirin, qanûneke ku Dumayê [Meclîsa rûsî] 2007ê qebûl kir, xwest stêrkeke spî şûna das û çakûçê li ser wê bigire. Serokkomar Putîn ev qanûn îmze nekir.

Li salên 1990ê, pirtûkên dijko-munîzmê her dever dan ber xwe. Lenîn û Trotskî carina li ser podyuma kesên "ji Hîtler xirabtir" şûna Stalîn jî girt. Lê belê, piştî ku Komgirava Gulagê ya Aleksandr Soljenîtsyn di bernameyên perwerdeyê de cihê xwe girt, gelo divê mirov matmayî bimîne ku dij-herikeke stalînhez derkeve holê? Niha, hin pirtûkên perwerdeyê ku Gulagê pişt guh nakin, behsa qencîyên "birêveberîyê" yên Stalîn û "hevdemkirinê" ku wî da meşandin dikin. Li cotmeha 2010ê, perwerdekar li konferans-nîqaşeke mezin hatin civandin û ji wan hat xwestin ku îlhamê ji "welatparêzîyeke" hê ne zelal bigirin.

Di vê nîqaşê de, du alîyên hişk reqîbên hev in. Li alîyekî, stalînparêz hene, di serî de Partîya Komûnîst a Federasyona Rûsyayê ya Guennadi Ziouganov. Ew pesnê sazkirina sosyalîst, pîşesazîkirina salên 1930ê didin ku "bêyî wê, serkevtina li dijî Hîtlerî wê çênebûya", ew herweha pesnê şoreşa perwerdeyî, çandî û tenduristî, zêdebûna hêvîya jîyanê jî didin. Pêlên zordarîyê nayên înkar kirin, lê piçûk tên hesibandin û herweha parekî rewa tên dîtin. Bi mantiqekî teorîya komployan, "emperyalîzm", îstîxbaratên amerîkî, "sîyonîzma global û Gorbatchev-Yakovlev-Yeltsîn ên "xayîn" weke sucdarên "îmhakirina YKSSyê" tên dest nîşan kirin.

Alîyê parastinê bi awayekî bi kêrî Borîs Yeltsîn û Egor Gaîdar (rêberê "terapîya şokê") - ên "ku YKSSê ji xela û şerê navxweyî rizgar kir"- bê, bersivê didin vê gunehbarîyê. Derdorên demokrat-lîberal, çi nêzî desthilatê, çi nêzî muxalefetê, teror, xelaya 1932-1933yê (ku li Ukraynayê bi fermî weke jenosîdê tê nasîn), Gûlag, tekçûna 1941ê, texmînên qurbanan ên maksîmum ku ji Soljenîtsyn ve belav bûne, xuya dikin. Ew weha difikirin ku serkeftin "tevî" vî serokê hem xedar hem jî bêaqil û ne "bi xêra wî", hat bi dest xistin. Babetên bijare yên vê kampanyayê ev in : Stalîn berpirsê şerî ye û heta "teşwîqkerê" dagirkirina Hîtlerî ye. (6) Her çi pênc mîlyon esîrên ketî destê Almanan? Ew jî sûcê Stalîn e.

"Stalîn hem şefê krîmînel hem dahîyê siyasî ye"

Li nav her du alîyan, sohbeteke jîrtir derdikeve. Anketên jêpirsînê nihêrînên dualî li ser rabihurîyê nîşan didin: Zordarî tên şermezar kirin bêyî ku hurmet ji fedakarîyên pêşîyên sazker an jî şervanan re neyê hiştin. Jixwe pirrengîya serdem û rewşên jîyayî, serbihurîyan jî ji hev dikin. Wêjeyeke ku raya giştî ya rojavayî pê nizane, vê yekê jî piştrast dike: Çîrokên herêman, înşaat û şirketan, serbihurîyên peyayan, karkeran, gazîyan, "zekan" (esîrên kampan), rojnivîs, lêkolînên li ser jîyana rojane û hişmendîyan. Ew behsa heyamên cihê dikin û carina wan ji hev dernaxin jî. Şahidên guherînên mezin kêm dibin, ne weke yên salên 1953-1985ê, ku hevnavên başbûn û istiqrarê ne. Ji nifşekî ta nifşê din, serbihurî, ne ji heman "serdema sovyetî" ne.

Boçûneke din a "jeosiyasî" rabihurîyê bi tenê li gor jidestan û bidestxistinên hêzê dinirxîne. Stalîn hem şefê krîmînel hem dahîyê siyasî ye: Rola wî ya li 1939ê û di dema şerî de bêyî pesn an dijûnan tê hesibandin. Ev analîza sartir rê dide nîqaşên li ser bûyerên rojane, ax û sînor, statûya dîrokî ya Rûsyayê û "jihevketina" ku tê gotin aniha wê dixe xeterê. Hedefên siyasî jî ji nû ve derdikevin holê. Rakirina qedexeya li ser arşîvan dikare bibe hincet ji bo gelek manîpulasyonan. Ev jî dibe fersendeke baş ji bo parçekirina enîya dij-Putîn...

"Hevdemkirin", leitmotifa [motîfa rehber] li gor modeyê bi rabiho-rîyê re olan dide. Terciheke lîberal, rojavaparêz, ewropî -ya ku serokkomar Medvedev di axaftinên xwe de diparêze- dê li hemberî aborîyeke seferberîya neteweyî ya bi mînaka çînî û fikira "ewroasyayî" biçe... Çi dibe bila bibe, ji bo başbûna reqabetkerîya rûsî li ser bazara cîhanî, pêşniyazên civakî yên biêş û dijwar pêwîst in, ku bi tişta rewşenbîrekî lîberal berê demeke kurt navê "çîmentoya sosyalîst" lêkirî re li hev nake, ev "çimento" wê fikirên rûsan req bike.

Ev jî feydaya derxistina Lenin a ji mermera mozoleya xwe ye, da ku dûrî goristana (sovyetî ya) Kremlînê bê defn kirin. Herweha, behsa xirakirina goristanê jî tê kirin û Vladîmîr Jîrînovskî, serokê Partîya Lîberal a Demokratîk a Rûsyayê ya pir neteweperest, bû berdevkê vê daxwazê. Di nîqaşeke televîzyonê de, wî Lenîn weke rûyê Xirabîya Mutleq şayesand (taswîr kir) (REN TV, 5ê gulana 2010ê). Mirî be jî, pejirandina wî li Meydana Sor, wê bê wateya, desthilata sovyetî sax filitiye! Xwendekarekî 16 salî, ku sohbeteke wisa li ser "serokkomarekî berê " bê wate didît, da zanîn ku pirsgirêka wî nebûna pereyê ji bo mesrefên xwendinê ye. Pêşkêşvanê bernameyê jê pirsî ka binaxkirina Lenîn dê tiştekî biguherîne. Xwendekar bersiva "Na" lê vegerand. Gelo belaşbûna perwerdeyê di serê wî de bû? Jê nepirsîn.

Çavkanî: 

Jean-Marie Chauvier: Rojnamevan

  1. Libération, Paris, 3ê adara 2010ê; Le Figaro, Parîs, 7ê nîsana 2010ê; Le Point, Paris, 11ê cotmeha 2007ê. Herweha lê binihêrin Time, New York, 22ê kanûna 2009ê, Forbes.com, 16ê adara 2010ê, Rossiaprofile.org, 14ê gulana 2010ê
  2. Novaïa Gazeta, Moskva, û komeleya "Memorial", 24ê çîleya 2011ê
  3. Bixwînin: "Nostalgies soviétiques et nouveau patriotisme d’état" ["Nostaljîyên sovyetî û welatparêzîya dewletê ya nû"] û "La Nouvelle Russie de Vladimir Poutine" ["Rûsyaya nû ya Vladîmîr Putîn"], Le Monde diplomatique, adara 2004ê û sibata 2007ê
  4. Partîzanên Bandera yê kevneserokê Rêxistina Neteweparêzên Ukraynayî
  5. Wek mînak bnr. li malpera stalînparêz http///stalinisme.narod.ru
  6. Bnr. Novaïa Gazeta, 23ê sibata 2010ê

Wergera ji fransî: Simko Destan