Çîn û Kore
Rewşa awarte ya leşkerî ya di nîvgirava Koreyê de heyî, gihîştîye asteke çetin û stratejîk. Di pişt perdeyê de, şerê 1953yê yê di navbera Komara Gel û Demokratîk ya Koreyê û Çînê û hêzên Neteweyên Yekbûyî de -ji alîyê Amerîkayê birêvebirî- heye, ku tenê bi agirbestekê bi dawî hat. (1) Ji wê demê û vir de, tu peymaneke aştîyê nehatîye îmze kirin.
Çiqas cihê meraqê bibe jî, Koreya Bakur dixwaze bi Dewletên Yekbûyî re ku pêwîst bibe, bi rêya nîşandana tankan jî, bikeve dîyalogê. Ev dîyalog wê jê re tenê nebe sedemê xweparastinê û herweha hacetê tunekirina ambargoya li dijî wê, lê herweha wê bibe sedemê ku ew xwe ji bin bandora Çînê jî azad bike.
Bûyera roja 23ê mijdarê (november), Pyongyang giraveke piçûk a ji Koreya Başûr, ku ji sînorên wê çar kîlometre dûr e û di nav Deryaya Zer de ye (xelkê sivîl jî di nav de, çar mirî û derdora panzdeh birîndar), rewşa şerê muhtemel a nîvgiravê nîşan dike. Serdestîya li ser vê herêma deryayê, li kêleka çemê Han, ji alîyê Bakur ve nayê qebûlkirin, ji ber ku wê tu car sînorên ku di sala 1953ê de, ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine xet kirin, nas nekirîye. Dê were zanîn ku, di wê demê de ew ne endama vê rêxistinê bû. Di dema ceribandinên şer, yên di sala 1999, 2002 û 2009ê de leşkerên her du welatan jî hatibûn kuştin. Lê belê, ev cara yekem e ku girava Yongpyong, herêmeke leşkerî û herweha sivîl jî lê dijîn, bûye hedef. Li gor Komara Gel û Demokratîk ya Koreyê (KGDK), heman êrişa mijara gotinê, di encama "provokasyona" Başûr de çêbûye. Di her awayî de, divê em vê jî not bikin ku, bi taybetî li gor nêrînên bisporê japonî Haruki Wada, ê ku di derbareyê pirsgirêkên Koreyê de kar dike û herweha profesorê zanîngeha Tokyoyê ye, ev êrişa li dijî girseya sîvîl wê bibe sedemê ku, ji vir û bi şûn de, çawa ku ji sala 2000ê vir ve bi hev re dijîn, êdî ev her du hêzên leşkerî wê nikaribin li kêleka hev bimînin.
Piştî ku bisporê amerîkî Siegfried Hecker, ê di warê nukleer de kar dike, hatîye KGDKê û li wê derê xwestîye karê ji bo dewlemendkirina ûranyûmê bide meşandin, ev bombebaran pêk hatîye. Em nizanin ka ev hewldan hê jî hene an ne, digel daxûyanîyên Pyongyangê – tê zanîn ku heman hewldan bûne bingeha sedemên ku KGDK du ceribandinên nukleerî, di sala 2006 û 2009ê de, pêk bîne. Pyongyang xwedî pir armancan e: bidestxistina çekên tunekirinê û hêza guftugokirinê, û herweha ew dixwaze bi vî awayî teknolojîya xwe jî bide firotin. Bi aşkerekirina hewldanên xwe, ên di derbarê karê nukleer de, ev rejîm dixwaze buhayê tunekirina hêzên xwe ên nûklêer zêde bike.
Rewşa li Pyongyangê bi me dide xuyan ku, rêveberîya Kim Jong-Un, kurê Kim Jong-il, dixwaze diyar bike ku ew rengê xwe dide rejîmê: Dewletek ji alîyê malbatekê ve tê bi rêve birin, (Kim Jong-il jî, di sala 1994ê de, desthilatdarî ji bavê xwe Kim il-Sung wergirtibû). Gelo ev her du bûyer bi hev ve girêdayî ne? Gelo armanca vê êrişê ew bû ku artêş dîwarê derdora xwe qayîmtir bike? Vê gavê, ji ber helwêsta neyênî ya pergala Koreya Bakur, agahîyên çavdêran tenê bi spekûlasyonan bisînor in.
Digel her tiştî jî, wusa dixuye ku, di pişt perdeyê de, sedemên vê rewşa awarte hebûna pirsgirêkên aborî ne û ew xwedîya roleke mezin e: tenêkirina welat û ambargoya navneteweyî bûne sedemên xirabûna rewşa aborî ya welat; herweha, ev rewşa xirab ya aborîyê bûye sedemê ku rejîm nikaribe li ser pirsgirêkên aborî û civakî bibe otorîte û xwe ji bin bandora Çînê azad bike. Di stratejîya ku ji alîyê Pyongyangê ve tê teqîp kirin de pir armanc hene.
Berîya her tiştî, armanca KGDKê ew e ku bala rêveberîya Obama, ya ku heya niha armanca wê ew bû ku, li dijî KGDKê hêza xwe ya "sebirkirina stratejîk" raber bike. Ev rastî pir caran ji devê sekretera dewletê Hillary Clinton jî derketîye. Bi gotineke din: heya ku Pyongyang berpirsyarîyên xwe negire ser xwe û hebûna çekên xwe ên nukleer qebûl neke, rêveberîya Obama naxwaze tu înîsyatîvê bigire. (2) Sedema duyem jî ew e ku, heman rêveberî dixwaze derdên xwe ên hundirîn derman bike.
Hemû armanca Kim Jung-Un ew e ku, çi di nav hêza partîyê de û çi jî di nav artêşê de -ew bûye generalekî çarstêrkî- piştî Kim Jong-Il bikaribe berdewamîya rejîmê biparêze. Dumahîkeke bi tevahî sembolîk: pir zehmet e ku em bêjin wê ev ciwanê 27 salî bikaribe, weke bavê xwe û bapîrê xwe, rejîmê bi serê xwe bi rê ve bibe. Di rewşeke wusa de, diyar e ku wê rêveberî dîsa ji alîyê hêzeke ji malbata Kim pêk were, bi taybetî apê wî Chang Song-Taek, "di nav rêveberîyê de xwedî cihê duyem e" serokê komisyona parastina neteweyî ye (organa bilind ya welat). Herweha, di nav rêveberîyê de wê kesên taybet ên ku li dijî Japonyayê di nav têkoşînê de cih girtine jî bibin xwedî cihên girîng. (3) Di rewşeke wusa de, divê rejîm di nav xwe de bihêz be, da ku ew bikaribe welêt di pêvajoya veguhertinê de bi rê ve bibe. Rejîmê sînoreke demê ji xwe re diyar kirîye: 2012, tarîxa sedemîn (100.) rojbûna Kim Il-Sung e, bi vî awayî ew dixwazin îmaja "welatekî dewlemend û xurt" diyar bikin.
Digel giranîya pêşketina cîranê wê Çinê, welat tenê di qada informatîk û pergalên nûmerîk de pêşketineke piçûk dijî û aborîya wî jî baş nîne. Di sala 2010ê de, li gorî texmînên Bankeya Koreyê, (Seûl), pêşketina aborî ji % -0,9 bû. Ji ber sedemên rewşa xirab ya çandinîyê û herweha hebûna pirsgirêkên rêxistinîya çandinîyê, KGDK wê di sala 2010-2011ê de weke salên bihûrî ji çandinîyê encamê bigire (yek mîlyon ton genim). Ji 23 mîlyon kesan, 6 mîlyon li benda alîkarîya navneteweyî ne. Lê belê, ji ber sedemên hebûna pirsgirêkên tanzîmî, ji wan 6 mîlyon kesan, tenê mîlyonek û nîv kes dikarin ji heman alîkarîya navneteweyî sûdê werbigirin. Yên mayî, li benda alîkarîya Çînê ne, lê belê tu kes nizane ka ev alîkarî çiqas e. Di vî warî de rewş baş nîne, ji bo hinekan jî pir xirab e. Kêmasîya zexîrê li ser qada tendurustîyê jî bandor kirîye, derman û derfetên din ên nexweşxaneyan pir kêm in.
KGDKê tu cara xwe ji felaketa dawîya salên 1990î xilas nekirîye. Piştî rewşa sekinandî ya dawîya salên 1980yî, ew ji alîyê derewên rayedarên Sovyetê û yên Çînê ve hate xapandin, ji hilweşandina Sovyetê bi şûn de jî, ew careke din ji alîyê rayedarên Pekînê ve şaş hat agahdar kirin. Ji ber kêmasîya enerjîyê, kargeh hêdî dixebitîn û herweha, ji ber kêmasîyên derfetên pîşesazîyê, di xebatên cotkarîyê de jî paşketin çêbû. Di sala 1994ê de, Kim Jong-Il berpirsyarîya welatekî di nav rewşeke pir xirab de hilgirt ser xwe. Ev neçarîya di warê aborî de û herweha lê felaketên xwezayî jî zêde bûn, di salên 1995 û 1998ê de bû sedemê birçîbûneke mezin. Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşt şeş sed hezar (600 000) heya mîlyonekê. Vê rewşê li pişt xwe bîranîneke civakî ya xirab hişt. Ev felaket bû sedem ku bawerîya rejîmê bi xwe ya ku ew bikaribe bersivê bide daxwazên girseyan, bişkê.
Bi awayekî aşkere, ev weke rewşeke ku nayê guhertin tê xûyan. Lê belê KGDK ya 2011ê weke ya 1994ê nîne. Birçîbûn û dumahîka wê, derî ji bûyerên civakî ên kûr re vekir. Ji neçarîyê, aborîyekê nerast (bazara reş) bi pêş ket. (4) Bi riya vê bazarê wan xwest pêşî li têkçûna pergalê bigirin, lê belê ev rewş bû sedem ku bazara reş bibe aborîya asayî û di paralelê ya dewletê re bimeşe.
Vê rewşê bi awayekî pir neyênî bandor li ser rayedarên Koreya Bakur kir: nêrînên biyanî ên di derbareyê rêveberîya civakê de zêdetir bi bandor bûn. Rewşa welêt bû sedemê ku, bi hejmareke mezin, girseyên gel ber bi Çînê ve biçin. Ne ku bi armanca li wê derê bibin penaberên siyasî, lê sedemê vê çûyîna girseyî birçîbûn bû. Piranîya van penaberan, hinek ji wan bi riza xwe, hinek ji wan jî bi darê zorê, careke din vedigerîyan KGDKê. Ev penaberîya girseyî, bû sedem ku di sînorê Çînê de karê qaçaxîyê bi pêş bikeve û herweha, di derbareyê rewşa rejîmê de agahî belav bibin. Heya wê demê, dîwarê ku di navbera cîhana derve û jiyana hundirê welêt de heyî, weke pergaleke kontrolkirina civakê dihat bi kar anîn. Digel pir tedbîrên ku di sînor de hatin girtin, dîsa jî hejmara kesên ku derbasî Çînê dibin her ku diçe zêdetir dibe. Bi vê rewşê ve girêdayî, dram tên jiyîn, herweha bi hejmareke mezin jin dikevin nav jiyana xirab, xwe difiroşin. Telefonên Çînê ku li her du alîyên sînor kar dikin, ji bo hatin û çûyîna qaçaxan weke hacet têne bi kar anîn. Di alîyê din de, li herêmên Koreya Bakur, ên li ser sînorên Çînê televîzyonên çînî dikarin werin temaşekirin, lê belê ev dikare bibe sedemê cezayê zîndanê jî.
Di destpêkê de, rejîm dixwaze hewl bide, da ku ew bikaribe, bi alîkarîya reformên tîrmeha 2002an, aborîya bazarê careke din bigire bin kontrola xwe. Ew dixwaze serbestîya buhayan, ya destheqan, ya pere, ya aborîyê û herweha xweserîya ji bo pîşesazîyê çêbike. Ji ber sedemên nebûna bazirganîya dîrekt, (pergala hevpar ya civakî li welêt dihat meşandin) pere zêde nehatîye bi kar anîn, piranîya pêdivîyên gel bi riya kûponan dihatin kirîn û firotin. Heya destpêka salên 1990î jî, KGDK welatekî lê herî kêm pere dihat xerc kirin bû.
Rakirina parçeyî ya pergala kûponan, li gor pêdivîyên malbatekê, di jiyana rojane de guhertinên mezin çêkirine. Li gorî nêrînên Ruediger Frank, (5) "Bûyera ku bihêle buha(nirx/fiyet) bibin bingehê pêşwazîkirinê û nêzîkatîya ku qebûlkirina daxwazan raber dike ne karê dewletê ye" ev weke pêşketineke bingehîn e. Di teorîyê de, hê jî dewlet buhayan (fiyetan) kontrol dike, lê belê…ev li gor rewşa bazarê ye. Bi awayeke fermî, rejîm formûla "reformên pergalê" qebûl nake, bi zimanekî siyasî ew dixwaze vê yekê weke "reformên hundirîn yên pergalê" diyar bike. Bi vî awayî ew dixwaze hebûna "aborîya bazarê" qebûl bike. Tevî ku pergal ji sala 1948an û vir ve, bi damezrandina KGDKê re, hebe jî, van reformên dawîyê bandoreke bisînor li ser aborîyê çêkirîye.
Di mêjîyê rêveberan de, divê ev reform baş pêk werin, da ku ew bikaribin ji derve kapîtalê bikişînin welêt û herweha tecrubeyê bi dest xin; bi taybetî di derbareyê têkilîyên bi Amerîkayê re, ku ev hêz di qada aborî ya navneteweyî de xwedîya dengê vetoyê ye (FMI, Bankaya Cîhanê û Bankaya Pêşvebirina Asyayê) û bi Japonyayê re (dema ku têkilî bi KGDKê re çêbibin ev welat wê zerarên şer bide). Ev hêvî ji alîyê krîza nukleer, ku di sala 2002ê de ji alîyê George W. Bush ve hate dest pê kirin, asteng bûn. Di wê demê de karê dewlemendkirina nukleer hê di vî welatî de nedihat meşandin.
Vebûna Çînê li cîhana derve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin, lê belê ya KGDKê weke parçeyekî leystokê hate dîtin. Bê têkilîya bi derve re, reformên aborî nikarin bi ser kevin. Miqabilî vê rewşê, li gorî dîroknasê rûs Andrei Lankov, pirsgirêkên civakî yên ku li vî welatî hene, weke parçeyek ji "mirina xwezayî ya stalînîzmê" (6) ne, hêdî hêdî li pêş dikeve lê ne bêbandor e.
Rejîm di nav tirsê de ye ku ew kontrola pêşketinên civakî-aborî winda bike, lewra ew hewl dide ku çalakîyên „aborîya duyem" bipelçiqîne, piştre jî têxe bin bandora xwe. Ji 2005ê bi şûn de rejîmê xwest aborîya dewletê zindî bike, lewra, bi cur bi cur derfetan, wê cesaret da karê bazirganîyê. Herweha, di pergala belavkirina alîkarîya girseyî de jî hin guhertin çêkirin. Armanca vê ew bû ku, kesên pir xizan birçî nemînin. Pê ve girêdayî, rejîmê qedexe kir ku jin û mêrên ji 50 salî piçûktir di nav karê bazarê de cih bigirin, da ku ew neçar bin di kargehên dewletê de bimînin. Lê belê ev biryar negihîşt armanca xwe, li gor anketeke sala 2008ê, ku di nav penaberên Koreya Bakur ku li Başûr dimînin de hatîye çêkirin, piranîya şênîyên welêt di nav karê bazarê de cih digirin. (7)
Gelo ev ceribandina ji nû ve kontrolkirinê tê wateya vegera ber bi paş ve? Bê guman, ev tê wateya ku rejîm dixwaze pêşketina civakê bigire bin kontrola xwe. Digel her tiştî, jî hewldanên rejîmê nikaribûn ji pêşketinan re bibin asteng. (8) Ji nû ve binavkirina wonê, di qanûna 2009ê de, ku buhayê wê bi sedî hate parve kirin (woneke nû, dike sed wonên berê), yek ji tedbîrên bi xwastek e ku di dema dawî de pêk hatîye. Armanca wê, şikandina bandora enflasyonê bû. Ev biryar bû sedemê xirakirina pergala dovîzan ku hin bazirganan ji xwe re çêkiribûn. (reqamek hatibû diyar kirin ku her kes li gor wê bikaribe pere biguherîne). Lê belê, piştî demeke tevlihev, rejîm neçar ma ku ji aborîya paralel re derî vebike, ev jî bû sedem ku aborîya legal û îlegal bi pêş bikeve.
Cîhana civakê ya binerd, di dîroka KGDKê de, dibe bûyera herî giring ya dema Kim Jong-Ilê yekem. Bê guman rejîm kontrola welêt di destê xwe de digire, li gor penaberan, hemû nerazîbûnên li dijî wê, bi riya hêza polîsan tên bin pê kirin. Girtîbûna welêt, hişmendîya ku di nav civakê de hatî pêş xistin û utopîya îdeolojîk bi xwe re welatparêzîyeke teng, li ser esasê qewmîyetê jî afirandîye û nahêle di demeke kurt de, tu guhertineke bingehîn çêbibe. Ev rastî ji alîyê gelek dîroknasan (9) ve jî tê gotin. Bê ku ev rejîma totalîter ji prensîbên xwe dûr bikeve, bi riya pir çalakîyan wê di nav civakê de welatparêzîya etnîkî pêş xistîye. Ev rewş bûye sedem ku pergal ji ya stalînîzmê tevlihevtir be, tevî ku ew hê jî di hin alîyan de di bin bandora wê de be.
Pyongyangê xwe xistîye ser riya veguhertinê da ku di aborîya bazarê de pêşketin çêbibin bê ku ji bo azadkirina siyasetê destûrê bide. Ev rewş jî bûye sedemê ku kadroyên partîyê, burokrat, memûrên dewletê û hîyerarşîya leşkerî -bi awayekî din, elîtên welêt- dewlemend bibin. Di heman demê de qadeke din ya civakê çêdibe: navbênkar, bazirganên piçûk, kesên ku pere bi deyn didin, kesên ku di navbera hêza siyasî û ya aborî de navbenkarîyê dikin… Li kêleka newekhevîyên bihurî (di navbera rayedaran û gel de), niha jî di nav gel de qadeke nû ya civakî çêdibe, ev qada nû, li gor atmosferê ji xwe re cih çêdike, dixwaze di nav beşên civakê, yên xwedî taybetmendîyan de -û bingeha xwe ji dema bihurî digirin- bibe hêz.
Heya dawîya salên 1980yî, welêt pêşketineke giranbûha, di derbareyê karê bingehîn de, çêkiribû. (10) Gel jiyaneke asayî û wekhev dijî, lê ne elît. Piştî „salên reş" ên birçîbûnê, li Pyongyangê û li herêmên derdora wê, cama welêt û nakokîyên di navbera qadên civakê de, her ku çûn zêdetir aşkere bûn.
Ji alîyekî ve, beşeke civakê bi awayekî pir cuda mesrefan dike, (bi taybetî telefonên destan, digel ku ew tenê di nav sînorên welêt de têne bi kar anîn, baleke mezin kişîyaye ser wan û zêde têne firotin); ji alîyê din ve, piranîya gel di nav çetinahîyan de dijî. Di sûkên girtî de, derên ku her kes dikare bikevê, tiştên ku firotina wan serbest e, ji destan têne revandin (markeyên çînî, ên japonî û yên Koreya Başûr, herweha zexîre). Derên wusa hertim tije ne. Lê belê, divê pere hebe. Di kolanan de, li dora çarçîyan bi kêr hinekê kêmtir in. Di herêmên çiyayî de, gel bi hêza destê xwe dijî, di zevîyan de kar dikin, riyên xwe bi xwe çêdikin, di destê wan de tevir û bêr, bi keviran xanîyan çêdikin…
Ev aborîya duyem dikare encamên xirab derxîne holê, rejîma ku dixwaze temenê xwe dirêj bike, dikare di ser vê qada aborîyê de xirab biçe: ji ber nebûna derfetên qanûnî, biryarên ku têne girtin jî nikarin bikevin pratîkê, lewra „herêmên gewr" derketine holê û li kêleka sînorên qanûnî giranîya xwe çêdikin; herweha, divê were zanîn ku serbestkirina bazara pereyî bûye sedemê zêdebûna dizan. Bê alîkarîya kadroyan, burokratan û ya endamên cur bi cur yên beşên îstixbaratê û leşkeran, aborîya paralel nikaribû bi pêş bikeve. Desthilatdarî hê jî hêza zextê di destê xwe de digire, (11) lê belê wê kontrola hin beşên karê aborîyê winda kirîye. Li gor agahîyên penaberan, her tişt li wê derê tê bazarkirin û firotin; destûra guhertina cih, patronî, şûştina mêjî, parastin, sextekarî…
Gelo wê ev hêza binerd ya civakê bikaribe rejîmê bi paş ve, ber bi xeta dema Kim Il-Sung ve bibe? Dema Kim Il-Sung tê wateya ku, ûtopîya neteweyî li pêşîya pêdivîyên girseyê cih bigire. Çîn hêzê dide Pyongyangê da ku ew xeteke pragmatîk bişopîne. Lê belê, di KGDKê de Pekîn xwedîya avantajekê ye: aramîya rewşê. Rêveberên çînî bawer dikin ku, vekirineke lezgîn ya KGDKê dikare zerarê bide rejîmê. Li gor daxuyanîyên Choi Choon-Heum, endamê enstîtûya yekîtîya neteweyî (ya hukûmetê) li Seûlê "Pirsgirêka nukleer di rêza yekem de hêzên rojavayî ditirsîne û nearam dike, di rêza duyem de jî Çînê nerehet dike. Eger dema piştî Kim Jong-il bê zerar dest pê bike, Çîn dikare giranîya xwe ya aborî û siyasî li KGDKê pir zêde bike "
Têkîlîyên di navbera Pyongyang û Pekînê de di nav gelek nakokîyan de dimeşin. Hevkara wê ya herî nêz Çîn e. Heman hevkarî ji dema şerê Koreyê û vir ve (25-10-1950) didome. Di wî şerî de hêzên Neteweyên Yekbûyî, artêşa Kim Il-sung heya çemê Yalu biribû û ew kiribû nav rewşeke zehmet, lê belê alîkarîya artêşa Çînê karibû jê re bibe weke derman. Lewra, têkilîyên aborî û leşkerî yên di navbera her du welatan de dimeşin, heman hevkarî di dema pîrozbahîyên serkeftina 25-10-1950yî de jî îlan bûbû. Ji 2008ê vir ve, piştî aşkerebûna siyaseta Seûlê, ya di derbareyê nêzîkbûna ber bi Bakur ve, ku ji alîyê serokê hêza navendî ya rastgir, Lee Myung-Bak ve tê meşandin, Çînê zêdetir xwe nêzîkê KGDKê kirîye û vê gavê bûye hevkara aborî ya herî girîng (ji %70 kirîn û firotina derve). Herweha, di warê kirîna zexîre, enerjî û tesîsatan de, Çîn di rêza yekem de ye. Ambargoya navneteweyî tu tesîr li ser rejîmê çênekir, lê belê ew bû sedem ku Koreya Bakur bikeve nav lepên Pekînê. Dostanîya di navbera van du welatan de bi du serdanan hate xurtkirin; serdana Kim Jong-il, di 2010ê de, ji bo cîranê wî û serdana rayedarê Çînê yê herî payebilind ji bo Pyongyangê. Lê belê divê xurtbûna dostanîya di navbera van du welatan de ji bûyerên dema bihurî veqetandî neyên nirxandin. Her çend weşana telegramên dîplomatîk yên amerîkî, ku ji alîyê WikiLeaksê ve pêk hatin, bandorek kiribin jî, ev nayê wateya ku wê hevkarîya di navbera van du welatan de xirab bibe. Çîn hevkarîya xwe ya bi KGDKê re ji bo aramîya rewşê weke misogerî dibîne. (12) Li Çînê du dibistanên ramanan hene: ya "muhafezekaran", ku ji ber hebûna wê Koreya Bakur tim weke "welatekî bira" ye û ya "derdorên ku daxwaza pêşxistina têkilîyên navneteweyî dikin", ev dibistan Koreya Bakur weke barekê dibîne. Li gorî birêz Choi, "Ev niqaşên akademîk li ser daxwazên stratejîk ên Partîya Komûnîst tu bandorê nakin."
Pekîn hemû rewşan û herweha belavbûna rejîmê jî digire ber çavan. Ew di derbareyê hevkara xwe de tu xeyalan çênake. Lê belê, ji bo vê gavê, ew naxwaze hêzên leşkerî yên amerîkî li alîyê din ê çemê Yaluyê bibîne. Ew naxwaze di bin serokatîya Koreya Başûr de û bi alîkarîya Amerîkayê, yekîtîyek di navbera van her du welatan de çêbibe. Divê were zanîn ku, belavbûna rejîmê wê bi taybetî li ser sînorên Çîn û Koreya Bakur bibe sedemê hejmareke mezin ya penaberan. Ji ber ku di herêma Yanbianê de, li alîyê Çînê, civakeke koreyî, ya ku hejmara wê mîlyonek e, xwe pir nêzîkê KGDKê dibîne û herweha ew xwedîya hestên neteweyî ye. Hatina kutleyên penaberan dikare bibe sedemê daxwazên nasnameyî, ku vê gavê pirsgirêkeke weha di herêma Xinjiang de, ji alîyê Uyguran ve tê jiyîn. (13)
Bi armanca stabîlîzekirina KGDKê, Çîn hewl dide ku Mandşûriya kevin careke din zindî bike. Di çarçoveya vê projeya ku bi navê Chang-Ji-Tu tê naskirin de, ew dixwaze di destpêkê de herêmeke pîşesazîyê ava bike, ku ji 35 kîlometreyan pêk tê û li kêleka çemê Yalu, di navbera Tanghua û Dandongê de ye. Piştre ew ê vê projeyê ber bi herêmên Changchun û Jilin, heya Tumenê fireh bike. Karê ji bo çêkirina pirekê di navbera van du welatan de dest pê kirîye. Rayedarên çînî, li KGDKê, ketine nava hewldanên ji bo xebatên çêkirina xanîyan û ya pêdivîyên bingehîn in. Her weha, Çînê dest bi karê dewlemendîya binerd kirîye, heman dewlemendî li Koreya Bakur pir zêde ye (bi taybetî di warê medenê tenik de). Eger rojekê Başûr bi darê zorê were Bakur, ew ê bibîne ku pir dever hatine dagîr kirin…
Ev pêşveçûna hêdî ya Çînê, ji alîyê Pyongyangê ve zêde nayê hez kirin: lê belê, ji bo ku rejîm belav nebe, ew neçar e ku bi vî awayî xwe serbixwe bibîne. Rayedarên Koreya Bakur xwedî serpêhatîyên dirêj in. Di 1956ê de, bi alîkarîya Moskvayê, Pekînê alîkarî dabû hewldanên ji bo darbeyeke leşkerî, a li dijî Kim Il-Sung. Ev ceribandin ji alîyê hin rayedarên Partîya Komûnîst ve, ku hevalbendên Çînê bûn, hatibû meşandin. Heya ku rejîm berjewendîyên Pekînê biparêze, ew ê alîkarîya Çînê bigre; û heya ku berjewendîyên aborî û jeostratejîk ên Çînê li KGDKê hebin, ew ê nehêle stabîlîzasyona vî welatî xirab bibe. Bi vê misogerîyê ve girêdayî, wê KGDK nikaribe xwe ji Pekînê qut bike û ew ê weke satelîta wê bimîne.
Philippe Pons: Rojnamevan
- Li hejmara kanûna 2010an ya Le Monde diplomatique, li gotara Alain Gresh ya bi navê "une guerre civile oubliée" binêrin
- Di sibata 2007an de li gor peymana rawestandina fealiyetên nuklerî yên Koreya Bakûr, divê reaktorê Yongbyonê bihata deaktîvekirin. Lê piştî rawestandina hevdîtinan, kontrolkirina fealiyetên nuklerî di dawiya salê de hate sekinandin. Koreya Bakûr, ji bo peymana aşitiyê bikeve dêvla peymana agirbir ya 1953yê, şertê bi DYA’yê yê rasterast diyalogê derxist pêş. Binihêrin Bruce Cumings, Le Monde diplomatique, cotmeh 2007
- Japonyayê di navbera salên 1905 û 1945 de Koreyê dagir kir
- Hazel Smith, "Hungry for Peace", United States Institute of Peace Press, Washington, 2005
- Ruedriger Frank, "North Korea: Gigantic Change", Nautilus Institute, San Francisco 9 gulan 2003
- Andrei Lankov, "The natural death of North Korean Stalinism", Asia Policy, Nr 1, Seattle, 2006. Binihêrin, "La Mue de la Corêe du Nord", Le Débat, nr 153, Parîs, çile-sibat 2009
- Stephan Haggard û Marcus Noland, "Winter of their discontent: Pyongyang attacks the market", Policy Brief, no 10-1, Peterson Institute for International Economics, Washington, çile 2010
- Georgy Toloraya, "The economic future of North Korea. Will the market rule?", Academic Paper Series, vol. 1, Korea Economic Institute of America, Washington, sibat 2008
- Bi taybetî li xebatên Charles Armstrong û Bruce Cumings binihêrin. Ji bo fransî: Patrick Maurus, "La Corée dans ses fables," Actes Sud, Arles, 2010
- Li gor CIA’yê di salên 1970ê de ji hêla pêşketinê ve Koreya Bakûr li pêş Koreya Başûr bû. "Economic Race Between North and South Korea", Government Printing Office, Washington, 1978
- Dezgehên alîkarîyê li ser girtina 150 heta 200 hezar mirovî di nav kamp û girtîgehên "şîrketên dewletî" agahdarî dabûn. Ev yek bi rêya wêneyên satellîtê hatine derxistin
- Raporên li ser Koreya Bakûr û Çînê bixwînin. Dingli Shen, "Pyongyang mise la neutralite de Pekin", Le Monde diplomatique, çiriya paşîn 2006
- Gotara Martine Bulaartine a "Quand la Fievre montait dans le west chinois’’, ku di tebaxa 2009ê de di Le Monde diplomatique de derketî binêrin
Wergera ji fransî: Ahmet Dere


