Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Çîn ji ber komira xwe nexweş e

Serpil Odabaşi: Neçû-ma, 40 x 70 cm, teknîka tevlihev li ser kaxizê

Têkilîya di navbera Çîn û komirê de ku ji hezar salan ve dest pê kiriye, di sedsala 21ê de ji modernîzasyona welêt re bû gaveke rastîn. Felaketa ekolojîk ku aşîkar e, ji ber sedemên gazên serayê li atmosferê belav dibin û belengazî û bobelatên civakî peyda dikin, sebeb jî; awayên derxistina maden û mineralan e, lewma divê ku hikûmet metodên xwe yên kevin di ber çavan re derbas bikin û awayên nû û nûjentirîn ên peydakirina enerjîyê bibînin û bi kar bînin.

Trêna bilez ya Çînê (China Rail Highspeed – li vir jêre CRH dibêjin) ji Pekînê dide rê û saetê bêtirî sêsed kîlometroyan lezê dike da ku bigihîne paytextê Şanxyiyê Taiyuanê. Ev herêma bakurê Çînê bi rêyên xwe yên mişt, çûnûhatina xwe ya bêserûber a kamyonên zêde barkirî yên ku ber bi bajarên mezin ve diçin, demeke dirêj herêma sereke ya hilberandina komira welêt bû. Mongolistana hundir ew di vê mijarê de ji textê wê xist. Gund li pey hev tên hemû cûn û xembar in. Li ser her tiştî, yan jî hema hema li ser her tiştî mohra komirê heye: Dîmenê hawîrdorê, lê belê herweha deverên şên, xweza û mirov –yên ku beden û rûyên wan ji ber karê di kanan de reş bûyî– û rengê avê jî: Şuştina komira ji kanan tê derxistin, her roj bêtir çeman, herweha rezervên avê yên bin erdê dilewitînin, bi vî awayî dikin ku av bi kêrî avdanîyê û bikaranîna nav malê neyê.

Tevî modernbûna hê jî dewam dike, alîyê derve yê kanan di rastîyê de ji sedsalan ve neguheriye. Li pêşîya ketina wan lodên mezin ên komirê li benda kamyonan in. Li ser texteyên reş ên bi dîwarên avahîyan ve kirî, ew avahîyên weke buroyên birêveberîyê bi kêr tên, peyamên ji bo berpirsyarên komên xebatê, şîara rojê yan jî bibîrxistina biryarên dawî yên Birêveberîya Dewletê hene; birêveberîya ku xwedîya hêza mutleq der barê ewlekarîya kanan de, ya ku niha Zhao Teşuyî birêveberê wê ye. Qezayên di hundirê bîr û kanan de sala 2010ê ji nû ve dest pê kirin, zêde bûn, li gor daneyên fermî 1 403 qezayan rû da, 2 433 kes mirin. (1)

Çîn çiqasî bixwaze zêdetir santralên nukleer ava bike û hê jî avakirina barajan plan bike jî, komir madeya sereke ya hilberîna elektrîkê (3) ye û birêveberîyên şirketan, bi taybetî yên herêmê, wê tercîh dikin. Li gor komisyona şaredarîyan a pêşketin û reformê, pekînîyên ku her diçe zêdetir komirê serf dikin, di 2010ê de salê 10 ton komir bi kar anîn û wê di 2015ê de 20 ton komir serf bikin. Sê tişt dibin sedema vê rewşê. Çîn yek ji hilberînêrên sereke ya komirê ye ku bi piranî li bakur û bakur-rojhilat tê dîtin, li wir deranîna wê zêde zehmet nîne; li gor texmîna Birêveberîya Dewletê ya ji bo ewlekarîya kanên komirê, rezervên komirê 118 milyar ton in. Li alîyê din sektora komirê hejmareke zêde ya karkeran dixebitîne û dike ku bersiva pêdivîya bi kar ya ku li gundan timî zêdetir dibe, bi hêsanî bê dayîn. Sedema dawî jî ew e ku serfkirina madeyekê ku derxistina wê pir erzan e, awayê herî baş ê hilberandina enerjîya erzan e û di heman demê de pêşketina aborî bi leztir dike.

Ji deh salan û vir ve, bi xêra derfetên ku têkîlîyên nû destpêkirî, bi welatên bi pêş dikevin ên Afrîkayê û bi welatên Amerîkaya Başûr pêşkeş dikin, pirrengkirina çavkanîyan di rojevê de ye. Li van welatan ev madde têra xwe belav e. Kanên servekirî yên awustralî jî bala Pekînê dikşînin. Lê heta niha hilberîna komirê ya neteweyî % 60ê pêdivîyê misoger dike. Li gor hejmarên fermî, ku ji alîyê ajansa fermî Xinhua ve hatine weşandin, li tevahîya welêt qederê deh hezar kanan dişuxilin. Lê li gor bisporan, eger em kanên qaçax jî li ser hejmara van kanan zêde bikin, hingê dibe ku hejmar du qat zêde bibe.

Li ber vê rewşa ku weke xirab tê hesibandin, çend projeyên hêvîbar ji bo navendîkirina hilberînê û avakirina kanên derxistina komirê yên mezin hatin amade kirin, da ku yekitîya hilberînê pêk bînin. Di 2006ê de Komisyona Reform û Pêşketina Neteweyî bernameyeke ku divê di 2015ê de biqede weşand. Tê de avakirina pênc an jî şeş komên dêw ên şirketên şixulandina kanan heye ku wê bi rêya fuzyona şirketan an jî bi girtina şirketên piçûk li herêmên sereke yên hilberîner pêk bê. Bi vî rengî Heilongjiang Longmei Holding Group, yek ji van komên dêw ên şirketan, hat saz kirin û 88 hezar karkeran dixebitîne. Mînakeke din, Datong Coal Mine Group e ku hîsseyên wê li borsaya Şangayê tên firotin. Di 2011ê de fermî 21 komên mezin hene ku dewlet wan bi rê ve dibe. Ew di encama yekkirina şirketên kanên komirê û girtina bîrên piçûk derketin holê; ev bîrên piçûk ên ku piranîyan wan taybet in, dibûn sedema piranîya qezayan. Bi vî awayî hejmara kanên komirê ku di 1995ê de 87 000 bû, di sala 2005ê de daket 26 000an û di sala 2010ê de bû 12 000.

Di çarçoveya heman hewldanê de, sibata 2010ê projeya vekirina kaneke dêw a komirê li wîlayeta Gansu hat ragihandin. Li gor hesaban, rezervên ku sûd ji wan dikare were girtin bêtirî heft mîlyar ton in. Bi ferehîya xwe ku digihîje 1100 km2, divê karibe salê bist mîlyon ton komirê hilberîne. (4) Navê Ningzheng lê tê kirin, ku ji navê bajarê lê ye hatiye girtin û ji niha ve weke kana komirê ya herî mezin a dinyayê tê nirxandin.
Ji bo biryarên fermî bidin qebûl kirin û ji bo bîna raya giştî fireh bikin, ev projeyên dêw û ev daxwaza navendîkirinê timî ligel argumanên ewlekarîyê tên pêşkeş kirin. Li ser dîwarên kevirî yên kanên li Şanxî yan jî Henanê nivîsên wisa tên dîtin: "Ewlehî prensîpa me ya sereke ye"; "Werin em reforma kanan a pêk tê pîroz bikin". Lê belê sazkirina şirketên dêw bikêrbûna xwe piştrast nekir. Herçiqasî hejmara rekor a qezayên mirovkuj ya sala 2009ê (6 995 kes mirin) bilindtir nebûbe jî, li hember ji nû ve zêdebûna hejmara qezayan di van du salên dawîyê de hêrsa xelkê radibe. Di 2007ê de li bakurojhilatê welêt, cara yekem malbatên kesên di teqîneke gazê ya grîzû de jîyana xwe jidestdayî pere standin. Biqasî 25 000 euroyan tezmînat dan malbatên karkerên kanan ên mirî. Ji hingê ve tezmînata malî bêtir bûne adet. Lê belê tezmînatê tehlûkeyeke din ji bo karkerên kanan derxist holê: Mafyayên herêmî.

Hin çete ji bo li şûna wan tezmînata rayedarên dewletê yan jî xwedîyê kanan didin, bistînin, bûne bisporên kuştina karkerên komirê û van kuştinan weke qezayan –ên ku hejmara wan her diçe zêde dibe– nîşan didin. Çend skandal li bajarên Hebeî, Yunan û Sişuanê derketin holê. Bi alîkarîya patronên kanan, çeteyên organîzebûyî rêzekuştinên di kanan bi xwe de û di cihên ku ev mingong (karkerên xizan) lê dimînin, bi hesanî û bêtirs pêk tînin. Di sala 2003ê de sînemavan Lî Yang di fîlmê dirêj bi navê Blind Shaft de behsa wê felaketê dikir, ku dihat serê karkerên komirê. Ev film adaptasyoneke romana bi navê Le puits [bîr] ya Liu Quingbag e. (5) Ev filmê ku li derveyî welêt gelek xelat wergirtin, yekem film e ku zêdebûna van kuştinên di tarîya bin erdê de diqewîmin, şermezar dike. Di bin erdê de (di kanên komirê de) qanûna herî bi hêz ferz e. Em dikarin behsa skandala sala 2010ê medyaya çînî ew eşkere kirî, bikin: weqfeke taybet a hewandina kêmaqilan 62 kesên kêmaqil kirîn, paşê ew firotin da ku li kanên komirê yên Sîşûanê weke kole werin xebitandin. Mehkemeya sûcdaran gelek hêjayî dîtinê bû.

Qirêjkirin, wek her kesî.

Li hemberî nerazîbûn û hêrsa zêde ya gel, desthilatdarîyê dest avêt tedbîrên hişktir. Piştî teqîneke grîzû ya ku li Guangxiyê îlona 2010ê bû sedema mirina 35 kesan, serokwezîr Wen Jiabao bi awayekî fermî fermana daketina zemîna kanan ragihand xwedîyên kanan, ji wan re dihat gotin: "Wezîfeya we ye ku hûn rîsk û xeteran bi karkerên xwe re parve bikin da ku hûn misoger bikin ku rêz ji qaîdeyên ewlekarîyê re tê girtin".
Bi awayekî kêmtir spektakuler, lê belê bêguman bitesîrtir hukûmet dixwaze derxistina komirê misoger bike, bi girtina gaza metanê ya ku berpirsyara piranîya teqînên kujer ên grîzû ye. Li gor birêveberê rêxistineke şêwrê ya di wesayeta hukûmetê de Chinise Coal Information Instituteê, Huang Shengchu, "Çînê biryar daye ku ji bo teşwîqkirina ji gazê paqijkirina kanan berîya derxistina komirê, her sal qederê 200 mîlyon euroyan bide". Metana ku bi vî rengî hatî bidestxistin, ber bi santralên elektrîkê ve tê veguhestin û li wir bi awayekî parzûnkirî dikare weke sotemenî were bi kar anîn. Hin ezmûn jî encamdar bûn, weke ya ku li Jînşengê li wîlayeta Şanxiyê pêk hatî; li wir ji 2008ê ve navendeke girîng a dabînkirina metana ji kaneke komirê ya herêmî, dixebite.

Lêgerîna li çareserîya teknolojîk ji bo têkoşîna li dijî acizîyên ji bikaranîna zêde ya komirê ne nû ye. Ji gelek salan û vir ve santralên termîk ên ku li gor teknîka hûrkirina komirê ya derdorê pir qirêj dike dixebitin, bûne armanca protestoyên parêzvanên jîngehê. Ji bo ku îmaja xwe ya welatê bi hezaran kulekên dûyê xwe yê bi bîhna kukurdê berdide hewayê tune bike, desthilatdarîyê çareserîyeke guncav a ji bo astengkirina qirêjki-rina hewayê di hostetîya teknolojîyên "komira paqij" de dît, di vê demê de ku Împeretorîya Navîn [ango Çîn, têbînîya wergêr] veguheriye welatê herî zêde CO2yê berdide hewayê. Çînê bi şewitandina "super-krîtîk" dizane, ku pê hilma pir bi şid dewisandî randimaneke çêtir û kêmkirina gazên tesîra serayê dikin, mumkin dike. Ew mehê santraleke bi vî rengî ava dike bi buhayekî ku % 30ê kêmtir e ji yê santraleke adetî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Bi her halî, heke birêveberan protokola Kyotoyê mohr kiribe jî, ew difikirin ku mafê wan ê heman îmtiyazên dîrokî heye ku welatên pîşesazîya xwe temamkirî ji bo aborîyên xwe bi pêş bixin, jê sûd wergirtibû; encama vê berdana hewayê ya bêtir CO2yê jî be. Li gor Greenpeaceê "berdana hewayê ya gazên tesîra serayê dikin ji niha heta 2030ê dikarin du caran li berê zêde bibin û bigihêje salê 3 û 4 mîlyar tonan". (6) Divê mirov qirêjkirina avê jî li vê zêde bike, Greenpeace dibêje: "ji bo her tona komira hilberandî 2.5 ton av tê lewitandin û ji ber vê yekê çavkanîyên avê kêm dibin. Ava ku ji bo şuştina komirê tê bi kar anîn û tê avêtin % 25ê tevahîya avên li welêt pêk tîne û mîqdarên mezin ên metalên jehrî jî dihewîne." Encamên pêwendî tenduristîyê yên dramatîk ên vê qirêjbûnê hene: Li gor lêkolîneke OECDyê 190 mîlyon mirov mexdûrên nexweşîyên ji ber ava qirêj in û her sal 30 000 zarok di encama îshal û zikçûna ji ber qirêjê dimirin. (7)

Rayedarên ku haya wan ji van ziraran heye, hewl didin çavkanîyên enerjîyên curbicur bikin, nexasim jî enerjîya rojê bi kar bînin. Di dema bipêşxistina heftemîn plana pênc salan (2012-2016), hikûmetê weke armanc danî pêşîya xwe ku pirbûna komirê (8) di nav pênc salan de % 17 kêm bike. Ev karekî lezgîn e, lewra komira Çînê para xwe li fetisandina dinyayê zêde dike.

Çavkanî: 

Any Bourier: Rojnamevan, Pekîn

  1. China Daily, Pekîn,10ê gulana 2011ê
  2. Sala 2010ê, enerjîya nukleer % 1.1 hilberîna elektrîkê ya Çînê pêk dianî. Ji niha heta 2015ê yan jî 2020ê divê % 4ê pêk bîne
  3. Santralên bi komirê li Çînê % 83yê elektrîkê, li Awustra- lyayê %80yê, li Hindistanê % 70yê û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hinekî bêtirî %50yê elektrîkê dabîn dikin
  4. Kan wê ji alîyê şirketa Shengua Zhungeer Energy Company were xebitandin. Bixwîne "China approves Gansu coal mining plan (Çîn plana kana komirê ya Gansuyê erê dike)", Peoples’s Daily, Pekîn, 8ê sibata 2010ê
  5. Liu Quingbang, Le Puits (bîr), Bleu de Chine, Parîs, 2003. Film li Çînê hatibû nîşan dan
  6. Mao Yushi, Sheng Hong, Yang Fuqian, "The true cost of coal (berdêla bi rastî ya komirê)", Greenpeace, îlona 2010ê
  7. Rêxistina Hevkarî û Bipêşketina Aborî (OECD), "Examen environnemental de la Chine 2007-2008 (Ezmûna Jîngehî ya Çînê 2007-2008)", Cenevre, 2008
  8. Pêwendîyên di navbera bermayeyên CO2 û hilberandinê de

Wergera ji Îngilizî: Luqman Guldivê