Cezayir: Dewlet, civak, nakokîyên welatekî
Beriya Sîdî Bûzîd bi xwe jî, li paytext Cezayîrê li dijî zêdebûna bihayan serhildan çêbûn. Ev serhildan him nîşana xirabbûna asta jiyanê û him jî nemana baweriya bi elîtan e.
Serîhildanên li Tûnisê, di rojname û nûçeyan de, ji bo serîhildanên ku Cezayir jî hejand, cihekî piçûk hişt. Li wê derê, êdî welatî bêyî dudilîyê seferber dibin da ku dengê xwe bidin bihîstin: Sala 2010ê bi tenê Midurîyeta Cendirmeyan a Neteweyî 11500 pevçûn, xwepêşandanên giştî an jî kombûnên li çarhêlên welêt jimartine.
Sala 2011ê, digel bicihanîna tevdîrên bacê yên ji bo kêmkirina aborîya nefermî, dest pê kir. Heta niha, şirketan bi tenê ji bo vegerandina Baca li ser Nirxê Zêdekirî, fatûra dixwestin. Lê qanûnên nû, ferd jî di nav de vê yekê li ser herkesî ferz dikin. Wê jî rê da ku fiyeta berhemên pir pêwîst ên weke rûn, şekir an ard, yekser pir bilind bibe -rabûna fiyetan ya li ser bazara dinyayî jî li vê bilindbûnê zêde bû.
Wekî din, hikûmetê biryar da ku ji niha û pê ve, dê pareyê hemû danûstandinên ji 500 000 dînaran (nêzî 5 100 euroyî) bêhtir bi riya çekê bê dayîn. Wê, ji bo ku livên diravî bêhtir di bin çavan re derbas bike û rêjeya vegerîna aîdatên civakî û bacan bi giştî bilind bibe, ev gav avêtiye.
Lê ji bo xelkî, ku jixwe di bin şert û mercên jiyanê yên dijwar de ye (destheqa mehane ya navincî 15 000 dînar, yanî 153,50 euro ye), bi yekcarî encameke din ji van qeraran derket: zêdebûneke mezin a fiyetan (weke mînak, buhayê şêkir % 30 zêde bû). Ji bo torên ku bazara paralel di destê wan de ye, biryarên hikûmetê dibin sedema zirarên fînansî yên ku nayên texmîn kirin. Lihevbûna reaksîyonan jî ji wir tê. Ji 4ê heta 10ê kanûna paşî, xwepêşandanên aloz li bajarên cihê yên welêt rû dan, pir caran jî di navbera millet û polîs de şer derket.
Careke din, biryardêran hizra civakê nekir û bi awayekî zalimane gavên xwe avêtin, bêyî ku bi torên hedefgirtî mijûl bibin an jî tercihên xwe rave bikin -digel ku hin ji wan tercihan, weke pêwîstîya dîyarkirina hemû xebatkaran (li gorî Yekîtiya Giştî ya Xebatkarên Cezayirî (UGTA), heta niha, mîlyonek patron vê yekê nakin), dikarin piştgirîyê xurt bikin jî. Hin aborînasan pêşniyaz kiribû ku şerê li dijî vê aborîya nefermî gav bi gav bê meşandin û fikirên pêşxistina toreke belavbûnê û pergaleke bankayî ya rasteqîn parastibûn. Kesî dengê wan nebihîst.
Sazkirina civaka bertîlxurîyê
Bersiv bi lez û bez hat: Çend saet piştî 4ê kanûna paşî, serîhildan li tevahîya welêt belav bûn û bûn sedema pêleke şiddetê û qurbanên wê: bi kêmanî sê kes mirin û çar sedên din birîndar bûn.
Torên neqanûnî yên bazirganan, bi zimanê rojane trabendo, xwedanên hêzeke fînansî ya xurt in. Ew di salên 1980yê de piştî ketina xurt a kûrên neftê, derketin holê û ji tuneyîyên li welêt sûd wergirtin. Ev jî bû destpêka trafîkeke berhemên ewropî, ku li bazara reş belav dibin. Îroj, trabendo tevneke pîrhebokê ya nefermî û berfireh e ku bi hezaran ciwanan dixebitîne; ev ciwanên han jî, li dijî polîsan şer dikin, heta ku qanûn betal bibin. Rakirina Baca li ser Nirxê Zêdekirî (BNZ) mafên gumrikê û baca li ser qezencên fîrmayan heta tebaxa bê û pesendkirina qanûneke fînansî ya temamker, taloq bûne.
Ev dijberî careke din tesîra torên veşartî dide xuya kirin: Ew vê civaka ku divê li çareya serê xwe binêre, saz dikin û her reformek jî ji bo kesên xizan, weke jidestdana feydeyan xuya ye; herçî kontrolkerên vê bertîlxurîya tevnî jî, hinek ji bandordarîya xwe jî berze dikin.
Ev şiddet nîşana tevgereke dualî ye: guherînên kûr -aborî û civakî- yên dehsalên dawîyê û nebûna rewabûna elîtên siyasî. Diviyabû dewletê berjewendîyên giştî biparastana, lê helwêsta desthilatdaran bixwe van berjewendiyan pûç dike; lewre jî, gel van nirxên giştî napejirîne.
Di dîrokê re, dewlet dor bi dor weke sazîyeke hegemonîk, monopolîstîk, zilmkar, parêzvan an jî bi adanê xuya bû. Lê ew niha ji van sîfetên rastî an xeyalî daket. Weke encam, piranîya cezayirîyan li karên giştî naaliqin; beşdarîya kêm a li dengdanên neteweyî an herêmî yên dehsala bihurî jî vê yekê piştrast dike.
Ev bi dehan sal in ku ev diyarde her bilind dibe: Di serê her cezayirîyekê/î de diyar e ku divê ew ji riya adetî derkeve û rêbazên xiraker bi kar bîne da ku bigihîje armancên xwe yên ferdî. Ev yek di encamê de bû sedema jihevveqetîna rêxistina fermî ya civakê û dînamîzma civakî.
Ev jî bû sedema girêdana torên şexsî, ku ji bo parastina berjewendîyên yekser têkilîyan deynin. Ev girêdan di hemû beşên civakê de -perwerdekar, bazirgan, leşker an memûran- hene û li ser esasê "tu çi bixî kewarê, ew ê bê xwarê" çêdibin. Bi riya wan, mirov dikare xizmetekê bistîne an jî ji cezayan bifilite.
Ev "civaka kenaran", encama pevajoyeke dirêj a xirabûnê ye, ku ji dema serxwebûnê ve dest pê kir. Divê bê gotin ku, li derveyî şerê rizgarîyê, Cezayîr tu caran nebû xwedana pergaleke giştî ku bikaribe neteweyê bi rê ve bibe, lê ew hertim weha bi rêxistî bû ku welatî di vê pergalê de weke elementekî/e xeter hat hesibandin. Ji ber ku riyên hiqûqî nikarin ji pêwîstîyên civakî re bibin bersiv, xelk bi jîrekîya bêhempa qanûnan ditewîne û dewletê dixapîne. Vê adeta civakî, terzekî jiyanê ê xurt bi cih kir. Bertîlxwarin li ber çavên xelkê weke xizmetkirinê xuya ye.
Ber bi Perestroykaya mexribî ve
Welatî di her derfetekê de kiryarên duwlayê (dewletê) rexne dikin, lê têkilîya di navbera rêbazên xiraker -yên ku ji ber helwêsta wan derdikevin holê- û birêvebirîya rayedaran de, li ber çavan nagirin. Dijberîya di navbera dewlet û gelî de, tenê paşê ku dirûvekî siyasî girt û îslamperest derketin holê, hat dîtin. Lê bi rastî, ew pir kevin e û li gor rewşê bi awayên cihê xwe dide der.
Paradoksa Cezayîrê ev e ku welat zengîn e, lê civak, her ku diçe feqîr dibe. Ji ber vê, helwêstên ferdî neguherîn, sadiqî û fedakarî radibe û yekîtîya neteweyî dixe xeterê. Heta salên 1990ê, "mînaka cezayîrî" xwe dispart sê rêbazên sereke: perwerde ji herkesî re, belaşbûna pergala tenduristîyê û çi bigire misogerîya derfeta kar di şirketên sektora dewletî de. Lê rewşa şerê li dijî komên çekdar ên îslamî û birînên ji siyasetên sererastkirina strukturel, ev pergal têk bir. Aniha parsekî û fihûş berbelav in. Nexweşîyên weke jana zirav, tîfo an jî kolerayê, bi taybetî piştî erdheja gulana 2003ê li Bûmerdas a li rojhilatê Cezayîrê, ji nû ve derketin holê. Bi giştî, nebûna derzîyan û rewşa beredayî ya xizmetên tenduristîyê, bûn sedema ji nû ve peydabûna navendên nexweşîyên vegir, yên ku berê hatibûn tune kirin, yan kontrol kirin. Xelk jî her ku diçe bêhtir, bi zorê xwe li ber vê rewşê radigire.
Ji îqtîdarê ketina Zeynelabidîn bin Elî [serokê Tûnisê yê berê] nîşana vê yekê ye ku dîktatorî, bi xêra pêwendîyên digel navber û mişterîyên xwe ên li nav civakê, zîndî dimînin. Bi qutbûna van pêwendîyan, desthilata tûnisî jî hilweşîya. Lê belê rewşa her du welatan ne mîna hev in. Helbet, ew di warê birêvebirina zalimane ya civakê de hevpar in -weke hemû welatên dinyaya ereb jî. Li Cezayîrê, zemînên azadîyê ku şoreşa 1988ê bi dest xistibûn, ji ber têkoşîna li dijî îslamîyan winda bûn. Şerên xwînrêj ên salên 1990ê jî "demokrat" bela-wela kirin. Vî şerê birakujîyê civak ji hev xist û partî û komeleyên ku piştgirî dane perçiqandina dij-îslamperestîyê marjînalîze bûn. Li hemberî Enîya Rizgarîya Neteweyî (FLN) û Kombûna Neteweyî ya Demokratîk (RND), zemînê siyasî vala bû. Ji bilî Enîya Hêzên Sosyalîst (FFS), hema bêje, qet muxalefeteke li ser lingan ku dê bikaribe daxwazên gelî bide bihîstin, nemaye.
Heta ku daxwazên xwepêşandêran li zemînê siyasî deng venedin, serîhildanên demkî ji desthilatê re nabin pirsgirêk. Hevdemîya nerazîbûnên civakî nikare ji vê îqtîdarê re, ya ku heta niha tim bi awayekî hovane serîhildanên gelî perçiqandin, bibe talûke. Lê eger ew ê bikeve xeterê jî, gelo dê artêş li hemberî meyla azadîyê û edaletê çawa tev bigere? Tercîha rayedarên cezayîrî çi dibe bila bibe, divê muxalefet bi lez û bez daxwazên gelî yên tevlihev, siyasî bike. Dibe ku wext bigire. Lê belê, perspektîva perestroykayeke mexrebî li asoyê hiltê.
Kader A. Abderrahim*
Lêkolînêrê Enstîtuya Têkilîyên Navneteweyî û Stratejîk (IRIS), li Parîsê, nivîskarê Indépendance comme seul but [Armanca Yekane: Serxwebûn] Paris Méditerranée, Parîs, nîsan 2008.
- "Le gouvernement a-t-il saisi lemessage de la rue ? (Gelo hikûmetê peyama ji kolanan hatî girt?)", Liberté, Cezayîr, 27’ê kanûna 2010’ê
- Daxuyaniya sekreterê giştî yê UGTA’yê dayî bernameya nûçeyan a radyoya Kanala 3’yê, 10’ê çileyê 2011’ê
- Kurteya peyva bi îtalî contrabbando ("qaçaxçî")
- Bi erebî dewlet, bi maneyeke berfirehtir tevahiya sembolên dewletê jî
- Ev bernameyên sererastkirina strukturel (avahiyê) di gulana 1989’ê, hezîrana 1991’ê û gulana 1993’ê bi Bankeya Cîhanê û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re hatin pêşxistin
- Di çiriya pêşî ya 1988’ê de ji ber şertên jiyanê ên kambax, ciwan daketin qad û kolanan. Di encama tepisandinê de (li gorî daneyên fermî) sed û heftêûşeş kes mirin
Wergera ji fransî: Simko Destan


