Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Çepîtî li ku ye?

Li gel ku kapitalîzm ji salên 1930ê û vir de di krîza herî cidî de ye jî, partîyên sereke yên çep, kerr û lal in, bê deng in û ji hev ketine. Di halê herî baş de, ji bo sîstemê li çareserîyên spînozî digerin. Gelek caran ew bi xwe jî, dikevin nav hesteke berpirsiyarîya ku ji lîberalan paqij bibin. Ev rewşa ha, ev lîstika polîtîk ya asêbûyî, dê heta ku derê berdewam be? Di demeke wisa de ku ji alîyekî din, hêrsa civakî her bilind dibe.

Amerîkîyên ku li dijî Wall Streetê xwepêşandanan li dar dixin, herweha navbênkarên wê yên di Partîya Demokrat de û Qesra Spî jî protesto dikin. Ew ji bîr dikin ku sosyalîstên fransî hê jî mînaka Barack Obama derdixin pêş. Li gor wan berevajî Nicolas Sarkozy ji wî hatibû ku li dijî bankeyan tedbîran bigire. Gelo bi rastî ev şaşfêmkirinek e? Kî naxwaze (yan jî nikare) xwe zer bike stûnên nîzama lîberal (fînansîalîzekirin, globalbûna herikên sermaye û malan) hewl dide ku felaketê bi kesan terîf bike, gunehê krîz û krîza kapîtalîzmê bixe stûyê şaşîyên têgehan yan jî birêveberîya muxalifê xwe yê li hundir. Li Fransayê şaşî wê bibe para "Sarkozy", li Îtalyayê ya "Berlusconî", li Almanyayê ya "Merkelê". Baş e, lê belê li deverên din?

Li deverên din û ne bi tenê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê birêveberên siyasî yên ku çepa nerm demeke dirêj weke referans îşaret bi wan kirî jî, li karwanê herrabûyîyan rast tên. Li Yewnanîstanê serokê Înternasyonala Sosyalîst Yorgo Papandreu siyase-teke pir hişk a aborîyê ferz dike ku taybetkirinên zêde, jêbirina kar û îstîxdamê di karên dewletê de û devjêberdana ji serwerîya welatê xwe ya di warê aborîyê û civakî de ku bi dest "troyka"yeke lîberal ve berdide, bi hev re dimeşîne. (1) Hikûmetên Îspanya, Portugal yan jî Slovenyayê jî bi bîr dixin ku peyva çep ewqasî bêqîmet bûye ku êdî tu naveroka taybet a siyasî nayne bîra mirovan.

Yek ji dozgerên herî baş ê asêman û bistbûna sosyal-demokrasîya ewropî xuya ye Benoit Hamon e, berdevkê niha yê... Partîya Sosyalîst a fransî (PS). Di pirtûka xwe ya dawîyê Tourner la Page de Hamon van derdixe pêş: "Di nav Yekîtîya Ewropayê de Partîya Sosyalîst a Ewropî (EPS) bi awayekî dîrokî lihevkirina wê ya ku wê bi demokrasîya xirîstîyan ve, bi stratejîya lîberalkirina bazara hundir û Yek ji dozgerên herî baş ê asêman û bistbûna sosyal-demokrasîya ewropî xuya ye Benoît Hamon e, berdevkê niha yê... Partîya Sosyalîst a fransî (PS). Di pirtûka xwe ya dawîyê Tourner la Page de Hamon van derdixe pêş: "Di nav Yekîtîya Ewropayê de Partîya Sosyalîst a Ewropî (EPS) bi awayekî dîrokî lihevkirina wê ya ku wê bi demokrasîya xirîstîyan ve, bi stratejîya lîberalkirina bazara hundir û bi encamên wê yên li ser mafên civakî û xizmetên dewletê ve girêdide, bi bîr dixe. Yên ku planên hişk ên aborîyê yên Yekîtîya Ewropayê û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) doza wan dikir, bi muzakereyan dayî qebûl kirin, hukûmetên sosyalist in. Li Îspanyayê, li Portugalê û li Yewnanîstanê helbet dijberî û protestoyên li dijî planên hişk ên aborîyê ji xwe re IMFyê û Komîsyona Ewropî dikin armanc, lê belê hukûmetên sosyalîst ên welatê xwe jî. […] Partîyeke çepa ewropî weke rasta ewropî, êdî li ber vê îddîa yê ranabe: Ji bo pêkanîna hevgirtina budceyî û dilê bazaran xweş bike divê dewleta refahê ya civakî bê fedakirin. […] Em li gelek deverên jîyanê li pêşîya pêşketinê asteng bûn. Ez serê xwe li ber vê natewînim." (2)

Yên din bixwe difikirin ku veger ji vê veguherînê nîne, lewra bingeha wê bûrjûwabûna sosyalîstên ewropî ye. Partiya Karker (PK) ya brezîlî tevî ku bixwe bêtir nerm e, dihizire ku çepa latîno-amerîkî divê şûna çepa Ewropayê bigire ya ku êdî pir zêde kapîtalîst, pir zêde amerîkîbûyî û her diçe hindiktir rewa ye dema ku xwe weke ku berjewendîyên gel diparêze nîşan dide. Belgeyeke amadekarîya ji bo kongreya PKyê ya îlona bihurî nîşan dide ku "îro di warê cografî de birêveberîya îdeolojîk a çepa dinyayê cih guhertiye. Di vê çarçoveyê de Amerîkaya Latîn xwe cihê dike. [...] Çepa welatên ewropî ya ku ji sedsala 19ê ve ewçendê bandor li çepa li dinyayê kiriye, nedikarî bersivên guncav û lêhatî bide krîzê û xuya ye li hemberî serwerîya neolîberalîzmê serê xwe tewandiye, destên xwe ber xwe re berdane." (3) Paşketina li Ewropayê dibe ku herweha berbanga êvara sendîkalîzmê, sosyalîzm û komunîzmê be – ya ku ji yên din bêtir dîyar e, serî tewandina li ber têkbirina wan e.

Gelo hewqasî jî bi bin ketiye? Hilbijêr û milîtanên çepê yên ku girêdayî naverokan in û ne girêdayî beş û etîketan in, gelo welatên rojavayî jî di nav de, ew dikarin hêvî bikin ku zora rastê bibin tevî hevrêyên xwe yên ku lîberalîzmê ew bi dest xistine, belê hê jî di warê hilbijartinan de hegemonîk in? Ev reqs û lîstik ya rastî êdî veguherîne merasîmê: Çepa reformîst di dema kampanyayeke hilbijartinan de xwe bi xapandineke çavan ji muhafezekaran cihê dike. Paşê dema ku ew dibe xwedî derfet, ew dest bi kar dike û weke muxalifên xwe bi rê ve dibe, bi rengê ku nîzama aborî zivêr neke, bi rengê ku zêr û zîvên li qesrê biparêzin.

Veguherîna civakî dixwaze ku piranîya namzedên wê yên çepê yên xwedî erk û berpirsîyar ku behsa pêdivî û lezgînîyê dikin, van gotinan ne bi tenê weke retorîkeke hilbijartinan hesab bikin û li wan kûrtir bifikirin. Lê belê herweha... dixwaze bibin desthilatdar jî. Û li ser vê mijarê çepa nerm dersê dide "tundrew" û "nerazîyên" din. Ew napê, ew, "êvara mezin"; ew jî xeyala xwe danehevê nake ya ku di nav dij-civakeke ji gemara dinyayê qut de û mirovên îstîsnayî wê şên dikin. Em bi gotinên François Hollande ji nû ve bibêjin, mêyila wê ne "astengkirin belê kirin e. Ne rawestandin belê livîn e. Ne berxwedan e, belê bidestxistin e". Û li gor wê "têknebirina rastê, parastina wê ango tercîhkirina wê ye." (4) Li gor wî li hemberî vê çepa tundraw tercîh dike "kîjan dibe bila bibe li hespê hêrsê suwar bibe" li şûna ku "realîzmê hilbijêre" (5)

Ev koza wê ya sereke ye, hukûmeta çep "li vir û niha" xwedîya hêzên hilbijêr û kadroyên bêsebr û bêsemax e, ku destûrê didiyê bi bayê bezê bilindkirina xwe misoger bike. "Zora rastê birin" bixwe şûna bername yan jî perspektîvê nagire. Dema çep di hilbijartinan de bi ser dikeve, avahî û struktûrên li cihê cih –neteweyî, ewropî, navneteweyî– û dikarin li pêşîya daxwaza guherînê ya ku di dema kampanya hilbijartinê de tê derbirîn, bibe asteng. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Obama dikarî xwe lê deyne û bibêje ku lobîyên pîşesazîyê û astnegkirina parlemanî ya komarxwazan çal li ber dilxwazîyek û xweşbînîyeke ("Yes we can") piranîyeke pir mezin a gelî qebûlkirî kolaye.

Li deverên din hukimkerên çepê xwestin li wan neyê girtin ji ber dîqet û îhtîmama wan yan jî tirsonekîya wan a ku dixin stûyê "neçarî û zarûrîyetan", "mîrateyeke" (nebûna jêhatîbûna hevrikîya navneteweyî ya sektora hilberîner, asta deynan û hwd.) ya beşek ji firehîya qada manewreya wan kêmkirî. Lionel Jospin sala 1992yê vê analîzê dike: "di jîyana me ya giştî de dubendîyeke ecêb û sosret serdest e. Li alîyekî em desthilatdarîyê [socialiste] bi berpirsîyarîya ji bêkarîyê, xirabîya li banlîyoyan, zivêrbûnên civakî, tundrewîya rastê, bêhêvîmayîna çepê gunehbar dikin. Li alîyê din em jê dixwazin ku dev ji siyaseteke aborî ya malî bernede ya ku pir zehmet dike tiştên em gazinan jê dikin ji holê rake." (6) Bîst salan piştre, awayê derbirîna vê nakokîyê hê jî di rojevê de ye.

Sosyalîst her carê bi bîr dixin ku ew sedem û egeran ji bo "dengên bi kêr bên" bi kar tînin: Şkestineke çepê di hilbijartinan de dike ku siyaseta rastgir cebilxaneyeke "reformên" lîberal – taybetîkirin, kêmkirina mafên sendîkayî, kêmkirina hatinên dewletê – bi kar bîne yên ku wê amûrên muhtemel ên siyaseteke din xira bikin. Ev şkestin dibe ku herweha nirxên fêrker jî derxe holê. Hamon li xwe mikur tê weke mînak ku li Almanyayê "encamên hilbijartinên giştî [yên îlona 2009ê], yên ku bûn sedem ku SPDê encama herî xirab [% 23yê dengan] a di nav sedsalekê de birêveberîya wê der barê guhertina pêwîst a dîyarkirina alîyê berê xwe de razî kir." (7)

Sosyalîstên yûnanî kêfa xwe tînin ku ji Margaret Thatcherê zûtir tevgerîyane...

"Başkirineke rewşê ya doktrînî" ya asteke pir dilnizm li Fransayê jî dabû der, piştî têkçûna sosyalîstan di hilbijartinên giştî yên sala 1993yê de, li Meliktîya Yekbûyî (Britanya) piştî serketina partîya muhafezekar a sala 2010ê. Û bêguman em ê rewşeke bi heman rengî li Îspanya û Yewnanistanê jî tesbît bikin, lewra hema hema hîç muhtemel xuya nake ku hukûmetên sosyalîst ên van welatan şkestina xwe ya bê bikin stûyê siyaseteke bi helemanî şoreşger... Ji bo parastina doza Papandreû, parlemantera sosyalîst a yewnan Elena Panarîtîs îşaret bi referanseke kes ne li bendê jî kir: "Ji Margaret Thatcher re yanzdeh sal diviyan da ku reformên xwe li welatekî pirsgirêkên wê yên avahî û strukturel siviktir bûn, pêk bîne. Me bernameya xwe hê nû berîya çardeh mehan da dest pê kirin!" (8) Kurt û kurmancî "Papandreû ji Thatcher çêtir e!"

Ji bo xilasbûna ji vê torê divê lîsteya şertên berîya destpêkirina globalkirina malî were amade kirin. Di vê navber û cih de pirsgirêkeke derdikeve holê: em pirbûn û bipêşketina zanistî ya hêmanên ku ji sîh salan ve bi pêşketina aborî ya dewletan birin qada spekulasyonên kapîtalîst û siyaseteke têra xwe safik a reforman (kêmkirina newekhevîya bacan, hêdî hêdî bi pêşdebirina hêza kiriyarîyê ya mûçegiran, parastina budceya perwerdeyê û hwd.) ji niha û pêde hejmareke girîng a qutbûnan ferz dikin. Qutbûna ji nîzama heyî ya ewropî, lê belê her weha qutbûna ji siyasetên rabihurîyê yên sosyalîstan.

Weke mînak, ji ber nexistina ber lêpirsînê ya "serxwebûna" Bankeya Navendî ya Ewropî (ya ku peymanên ewropî misoger kirin ku nekeve ber ti kontrolên demokratîk), ji ber sistnekirina Pakta Îstîqrarê û mezinbûna aborî (ya ku di demên qeyranê de bîhnê li tevahîya stratejîyên dilxwaz ên li dijî bêkarîyê diçikînin), ji ber eşkerenekirina hevgirtina di navbera lîberal û sosyal-demokratan li Parleman Ewropayê (ya ku kir ku sosyal-demokrat destekê bidin namzedîya kevne-bankevanê Goldman Sachsê, Mario Dragui, da ku bibe serokê Bankeya Navendî ya Ewropî - BNE), jixwe em hîç behsa pevguherîna-azad jî nakin (doktrîna Komîsyona Ewropayê), ji ber kontrolkirina deynê dewletê (da ku pereyên spekulatoran ên ku li dijî welatên herî lawaz ên qada euroyê pere razandine, nedin wan) (9); ji ber van hemû sedeman di serî de dîyar e ku lîstik wê xirab bimeşe.

Heta ji destpêkê de sosyalîst têkçûyî ne. Ya rastî tu tişt nahêle ku em bawer bikin Hollande li Franseyê, Sigmar Gabriel li Almanyayê yan jî Edward Miliband li Meliktîya Yekbûyî wê li devera ku Obama, José Luis Zapatero û Papandreû şkestin, bi ser kevin. Bisêwirînin ku "hevgirtineke ku ji yekîtîya siyasî ya Ewropayê navenda projeya xwe çêke" çawa ku Massimo d’Allema li Îtalyayê hêvî dike, destûrê dide "ronesansa pêşketinparêzîyê" (10) (bi niyeta herî baş nirxandî) dişibe xewneke mirov hişyar bibîne. Di rewşa heyî ya hêzên siyasî û civakî de Ewropayeke federal bi tenê wê bikaribe ji serî ve amûr û hêmanên lîberal ên ku ji niha ve bîhnê li mirovî diçikînin asteng bike û bi rêya dana desthilatdarîyê li dezgehên teknokratîk ên ku li derve girtî ne, gelî hinekî din ji serwerîya wî bike. Ma gelo pere û bazirganî jixwe qadên ku ji mêj ve "federalkirî" nînin?

Bi her halî, heta ku partîyên çepgir ên nerm nûnerîya piranîya hilbijêrên pêşverû dikin –çi bi rêya alîgirîya projeyên wan û çi jî ji ber hisa ku ev partî yekane perspektîf e ji bo destguherîna desthilatdarîyê ya nêzîk dibe– avahî û sazîyên siyasî yên tundrewtir (yan jî ekolojîst) neçar in bi rola fîgurantîyê, ya hêza alîkar rabin, yan jî tevî ne tu tişt bin, bifikirin ku dest ji wan nabe. Bi % 15ê dengan, çilûçar parlemanter, çar wezîr û rêxistineke ku bi dehan hezar milîtan dicivandin, Partîya Komunîst a Fransî (PCF) di navbera 1981ê û 1984ê de ti carî di dîyarkirina siyaseta aborî û malî ya François Mitterand de ne xwedî giranî bû. Şkestina Partîya Jinûveavabûna Komunîst li Îtalyayê ya ku girtiya hevgirtina xwe ya bi partîyên navendê yên çepgir re bû, ne pêşîyek bû ku bêhtir kela canê mirovî radikir. Hingî armanc ew bû ku buhayê wê çi dibe bila be pêşîyê li vegera ser hukim a Silvio Berlusconi bê girtin –lê Berlusconî dîsa jî vegeriya, lê belê derengtir.

Bereya çepgir (ya ku PCF jî endama wê ye) hêvî dike ku bersivê bide van axaftinên bi vî rengî. Bi zexta li PSyê hêvî dike ku bike ew ji "şibihînên pêşîyên xwe" xilas bibe. Di serî de ev îdîa wek xwe xapandinekê xuya dike. Bi her halî, heke ji bilî pêwendîya hêza hilbijêran û neçarbûnên sazûmanî, ew daneyên din jî bigire nav xwe, hingê ev bereya çepgir dikare ji rabihurîya xwe ya dîrokî bibihure. Bi heman rengî, ti destketîya mezin a civakî ya Bereya Gel (betlaneya bi mûçe, hefteya kar a çil saetî û hwd.) di bernameya (pir nerm ya) koalîsyona di nîsan-gulana 1936ê de biserketî de nenivîsandî bûn; tevgera grevan a hezîranê ew li ser patronên fransî û siyaseta rastgir ferz kirin.

Dîroka vê serdemê bi tenê bi zexta mirov nikare xwe li ber bigre ya tevgereke civakî ya li ser partîyên çepgir ên şermokî yan jî bizdiyayî nikare were rave kirin. Ya ku tevgereke raperîna civakî serbest berda serketina Bereya Gel a di hilbijartinan de bû, lewra vê yekkê hisa ku wê weke berê li bin guhê zext û zora polêsî û patronan nekevin bi karkeran re çêkiribû. Erê wêrek bûbûn, belê wan herweha pê dizanî ku partîyên wan hê nû dengê xwe dayî wan wê ti tiştî nedin wan, heke destê wan hinekî banedin û neşidînin. Sedema vê dîyalektîka biserketî –lê pir kêmdîtî– ya di navbera hilbijartin û seferberîyê, sindoqên dengdanê û fabrîkayê de ev e. Di rewşa heyî de hukûmeteke çepgir heke rastî zexteke bi heman rengî neyê, wê tevî teknokratîyeke ku êdî ji bilî lîberalîzmê nizane tiştekî din bike, bi bayê bazê xwe dûrî çavên raya giştî bike. Wê bi tenê fikreke wê ya sabit hebe, ew jî bike ku ajansên notdayînê yên ku herkes pê dizane her welatê siyaseteke bi rastî ya çepgir bimeşîne wê notên wê "kêm bikin", nota wan bilind bike.

Wek stêrkeke rijyayî, Komara Navendî tîrêjên xwe yên dawîn direşîne

Ango, wêrekî yan jî xitimîn? Ji mêj ve em fêrî tehlûkeyên wêrekîyê –îzolebûn, enflasyon, xirabûna rewşê – kirine. Lê belê yên xitimînê? Dema rewşa Ewropaya salên 1930ê analîz dike, dîrokzan Karl Polanyi bi bîr dixe ku "nedera kapîtalîzma lîberal tê de asêmayî" li gelek welatan rê li ber "reformeke aborîya bazarê ya ku di encamê de qira tevahîya sazî û dezgehên demokratîk hat anîn" (11) vekir. Va ye, sosyalîstekî pir nerm ê weke Michel Rochard jî li defa hewarê dixe: Hişkkirina şertên li ser yewnanan tên ferz kirin, dibe ku li vî welatî bibe sedema jiholêrakirina demokrasîyê. Wî meha bihurî weha dinivîsî "di rewşa hêrsa rabûyî de ku wê rewşa vî gelî be, em dikarin bifikirin ku ti hukûmeta yewnan wê nikaribe bêyî desteke artêşê xwe bigire. Ev hizirîna xembar bêguman ji bo Portugal û Îrlandayê jî ji bo yên din ên mezintir jî derbas dibe." (12)

Tevî ku tevahîya artêşeke sazûmankirî û medyatîk destekê didinê û wê diherikînin nav reh û damarên civakê, komara navendê dihejije. Niha berê xwe daye biryareke navbera hişkkirina otoritarîzma lîberal û destpêkirina qutbûneke ji kapîtalîzmê. Qutbûna ji kapîtalîzmê hê dûr xuya dike. Lê belê dema gelî êdî hew bawer kir ji lîstikeke siyasî ya ku sextekarîyek e, dema ku ew bibîne hukûmet ji serwerîya xwe hatine kirin, dema ku ew bi israr doza birêkûpêkkirina bankeyan kir, dema ku bêyî zanibe hêrsa wî wê wî bi ku ve bibe, seferber bike, ev ê îşaret pê bike ku siyaseta çepê hê zindî ye.

Çavkanî: 

  1. Ji Komîsyona Ewropî, Bankeya Navendî ya Ewropî (BNE) û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) pêk tê
  2. Benoît Hamon, Tourner la page (destpêkeke nû), Flammarion, Paris, 2011, rûpel 14-19
  3. AFP, 4ê îlona 2011ê
  4. François Hollande, Devoirs de vérité (wezîfeyên rastîyê), Stock, Paris, 2006, rûpel 91 û 206
  5. heman jêder, rûpel 51 û 43
  6. Lionel Jospin, "Reconstruire la gauche (Jinûveavakirina siyaseta çepê)", Le Monde, 11ê nîsana 1992yan
  7. Benoît Hamon, berhema li jor navbirî, rûpel 180
  8. Alain Salles ji ber girtiye, "L'odyssée de Papandréou (Odyseya Papandreû)", Le Monde, 16ê îlona 2011ê
  9. Weke mînak Hamon difikire ku "ne mumkin e ku çepgir bikevin hilbijartinên Fransayê û dozê li fransîyan bikin ku ew hesabê vê yekê bidin"
  10. Massimo d’Alema, "Le succès de la gauche au Danemark annonce un renouveau européen (Biserketinên çepgirên Danîmarkayê bihareke ewropî didin zanîn)", Le Monde, 21ê îlona 2011ê
  11. Karl Polanyi, La Grande transformation (veguherîna mezin), rûpel (di navbera 305 û 307 de)
  12. Michel Rocard, "Un système bancaire à repenser (sîstemeke bankevanîyê ya ku divê li ser were hizirîn)", Le Monde, 4ê çirîya pêşî ya 2011ê

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê