Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Çend pirsiyar ji bo dîrokê ji bo derketina ji aloziyeke herêmî

Yûsiv Bekir: Meydana Kurdistanê, 40 cm x 50 cm, teknîka tevlihev ya ser tûwalê

Sala 2009’an, li Afganistanê, 2412 sivîl hatine kuştin(1); û bi tenê li bakûr-rojavayê paştûnişîn –sivîl, esker û serhildêr jî tê de– hejmara kuştiyan nêzîkî 12.000’an e (2). Biryar û encamên konferansên navneteweyî yên London (28 çileya paşîn 2010) û Qabûlê (21 tebax) bi aşkereyî kêm û kêmasî ne ji bo rawestandina zivirîna vê xeleka kujer û xetera şikestina van du welatan ku bi qasî 200 milyon kes tê de dijîn. Gelo, ji bilî lihevhatina bi Talîbanê re, çareyeke din heye? Lêgerîna çareseriyeke alternatîf, li ser zemînên hesas bi rê ve diçe –mîrata kolonyal a hêj safînebûyî, mijara hemû "negotiyan" di navbera Qebûl û Îslamabadê de– û ji binî ve ji hêsankirinên adetî dûr dikeve.

Di derbarê xeletiyên stratejîk de ku ji 2001’ê ve li Afganistanê hatine kirin, hemû yan jî hema bêje hemû tiştên pêwîst hatine gotin. Lê belê pirr kêm behsa şaşfamiyeke destpêkî ya mezin hat kirin ku şert e bê tehlîlkirin.

Sala 1986’an, Osama Bin Ladin li rojhilatê Afganistanê, nêzîkî Xostê ku ji deverên eşîrên pakistanî yên Wezîrîstanê çend kîlomêtir dûr e, bi cih dibe. Her eynî wê heyamê, Celaluddin Heqqanî ku ji Xostê ye û bûye fîgûrekî girîng yê tevgera paştû ya bi navê Hîzbê Îslamî Xalis, hêzên xwe li Mîranşahê bi cih dike ku dikeve bakûrê Wezîristanê û her ew der e ku wî artêşa Sovyetê ya çilî têk biribû. Halê heyî ev mîhwera Xost-Mîranşah ku li ser xeta Mortimer Durand e –xeta navborî di 1893’an de bi destê fermandarekî îngilîz yê bi heman navî hatiye destnîşankirin, ji bo cudakirina Împeratoriya Hindistanê ji Afganistana aloz– dever û îstiqameta terorîzma wehabî ye ku wê demê gellekî xurt e. Yek ji van bûyeran jî ne tesadufî ye. Ji ber ku tûndrewên wehabî hewl didin ku di nava neteweyên nedabeşbar de Ummetê (cemaeta bawermendan) ava bikin û şerrê wan yê pîroz dixwaze netewe-dewletan birûxîne ji bo pêkanîna erd û welatekî musulmanan yê neteweyî, yanî "xîlafeta mezin" a bi nav û bang. Stratejiya cîhada global îstifadeyê ji nasyonalîzmên herêmî dike ji bo bêtir nazikkirina sînoran û têkbirina hêza merkezî ya dewletan.

Civaka paştûn ya parçekirî

Bi vî awayî, xeta Durand ji salên 1980’yan ve bûye şans û derfeteke mezin ji bo Bin Ladin. Ev sînorê ku dewleta Afganistanê nas nake lê dewleta Pakistanê li ser wê pirr hestiyar e, heman cemaeta paştû cuda dike ku li wê herêmê li ser berxwedana li hember dagîrkeriya Sovyetan hesteke nasnameyî ya pirr xurt heye. Ev hest herweha ji kaniya hêvîşikesteke sekûler vedixwe ku hem ji ber şaşfamkirineke etîmolojîk û hem jî ji ber nakokiyeke demografîk pêk tê. Li aliyekî, "Afgan" ev çemk e ku ji qedîm ve farisîziman ji bo xelkê Paştû bi kar tînin, her çi cihê lê dijîn –û ewên Pakistanê hêj jî bêyî tu ferq û cudayiyekê, xwe weke Afgan an jî Paştû didin nasîn. Li aliyê din, ji 12 heta 15 milyon Paştûyên li ser axa Afganistanê nîvê nifûsa welatî pêk tînin, digel ku Paştûyên Pakistanê du caran ji yên Afganistanê zêdetir in jî, bi tenê ji sedî 15’ê nifûsê pêk tînin. Her melzemeyek berdest e ku Bin Ladin, ji bo bêîstiqrarkirina her du dewletan, ji herêma navborî binkeya xwe (Qaîde) saz bike. Bi vî rengî, cîhad ji aliyê Amerîkayê û Erebistana Suûdî ve bi destfirehî tê fînansekirin û Heqqanî, kesê ku El-Qaîdeyê vedihewîne, para herî mezin ji vê alîkariya nepayî werdigire. Li tu cîhekeî din El-Qaîde nikare devereke ewqas destxweş peyda bike ji bo bicihbûnê: Di tebaxa 1996’an de, Bin Ladin li wir, cîhada cîhanî bi resmî ragihand û "Îlana şerrî li dijî Amerîkayiyên ku erdê du deverên pîroz îşxal kirine (Mekke û Medîne)" aşkere kir.

Kronolojiya Afganistanê

1893

12 çiriya paşîn

Peymana ku xeta Ligne Durand, sînorê (ku afganan bi fermî nas nekir) di navbera Afganistan û Pakistanê de, destnîşan kir. Pareke axa afganî ku dê têketaya nav erdê Pakistanê, hate hiştin bo Brîtanyayê.

1919

Sêyemîn şerrê îngilîz û afganan. Afganistan serxwebûna xwe bi dest dixe (peymana Rawalpindi, 8 tebax 1919).

1933

Zahir Şah dibe qiralê Afganistanê piştî Nadir Şahê ku bi destê reqîbekî xwe hatibû kuştin.

1973

Zahir Şah bi destê Muhammed Dawûd tê daxistin ji qiraliyê û Muhammed Dawûd Komara Afganistanê radigihîne.

1978

Darbeya Partiya Demokratîk a Gelê Afgan, Komunîst.

1979

Washington bernameyeke nihênî ya alîkariya bo gerîlayên dij-komunîst dide ber xwe. Dagîrkirina Sovyetan, Yekîtiya Sovyet desthilatê dide destê Babrak Karmal.

1986

Ronald Reagan her zêdetir çekên amerîkî dabîn dike bo mucahîdîn.

1988

14 nîsan

Rêkeftina Cenevreyê di navbera Afganistan, Yekîtiya Sovyet, Dewletên Yekgirtî û Pakistanê de li ser vekişîna leşkerên Sovyetê ku 15’ê sibata 1989’an bi encam digihe.

1992

16 nîsan

Dawiya rejîma komunîst, serokdewlet Muhammed Necîbullah îstifa dike. Destpêka şerrê li ser desthilatê di navbera alîgirên fermandarê tacîk Ehmed Şah Mesûd û yên şefê paştû Gulbudîn Hekmetyar de.

1993

7 adar

Piştî çend salên şerr û lêkdanan, hizbên reqîb peymaneke aştiyê imze dikin.

1994

Dîsa destpêkirina şerr li paytextê. Derhatina siyasî û leşkerî ya Talîbanê, hereketa "şagirtên dînî" ku Molla Omer ava kiribû û Pakistanê jî piştgirî lê dikir.

1996

27 îlon

Talîban Qebûlê bi dest dixin û qederê ji sê paran duyên Afganistanê dixine bin hakimiyeta xwe. Damezirandina rejîmeke îslamîst ku xwe disparte tetbîqeke bêhed û hişk a şerîetê.

1997

26 gulan

Pakistan bi rengekî resmî rejîma Talîban nas dike-çiriya pêşîn. Şirketa amerîkanî Unocal dixwaze di Afganistanê re di navbera Turkmenistan û Pakistanê de hêleke lûleyên xazê bikêşe.

1999

Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî ray dide ji bo ambargoyeke hewayî û mueyîdeyên darayî li dijî Afganistanê.

2001

îlon

Mesûd di suîqastekê de tê kuştin; Bin Ladin banga cîhadê dike.

7 çiriya pêşîn

Mudaxeleya leşkerî li dijî Afganistanê, bi xerantiya Neteweyên Yekgirtî û bi koalîsyoneke bi serkêşiya Dewletên Yekgirtî û Qiraliyeta Yekgirtî.

13 çiriya paşîn

Hilweşiyana rejîma Talîban. Biryara 1378’an ya Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî xwast ku li Qebûlê hukumeteke muweqet bê avakirin.

5 çileya pêşîn

Hizbên afganî, di bin parastina Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (RNY) de, li Bonnê digihine netîceya girêdana peymanekê li ser pêkanîna desthilateke muweqet bi rêveberiya Hemid Karzai.

20 çileya pêşîn

Neteweyên Yekgirtî destûrê dide bicîhkirina Hêzeke navneteweyî li Qebûlê ji bo berqerarkirina asayîşê (HNBA) ya li Afganistanê.

2002

10 çileya paşîn

Girtiyên ewil ên Talîban û endamên El-Qaîdeyê, bi wesfê "şervanên derqanûnî", hatin raguhastin bo binkeya Guantanamoyê.

28 adar

Avakirina Desteya alîkariyê ya Neteweyên Yekgirtî li Afganistanê (Manua), ku berpirsiyariya birêvebirina avadankirinê hildigire.

13 hezîran

Nûnerên Loya Jirgayê Karzai wek serokê rêveberiya welatî hildibijêrin ji bo maweyeke 18 mehan.

2003

tebax

RNY fermandariya HNBA’yê hildigire.

2004

26 çileyê paşîn

Komara îslamî ya Afganistanê tê ragihandin.

9 çiriya pêşî

Karzai di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser dikeve.

2005

18 eylûl

Yekemîn hilbijartinên giştî ji sala 1969’an ve, bi rêjeyeke pirr mezin (% 50) a neçûna ser sendoqan. Serkevtina mezin a alîgirên Karzai.

2007

10 adar

Parlamanto qanûnekê pesend dike ji bo afûyeke giştî li tawanên şerrî yên sih salên dawî.

2008

13 hezîran

Yekîneyeke komandoyên yaxiyan/asiyan êrîşeke xedar dibine ser girtîxaneya Qandaharê û 400 jê endamên Talîbanê hezar girtiyan azad dikin.

2009

11 sibat

Êrîşên xwekujî yên rêkxistî li dijî avahiyên dewletî.

17 sibat

Barack Obama radigihîne ku hevdeh hezar eskerên din dê bêne şandin ku dê li sîh û heşt hezar eskerên amerîkî yên li Afganistanê bêne zêdekirin

20 tebax

Hilbijartinên ji bo serokkomariyê û hilbijartinên herêmî. Karzai û reqîbê wî yê sereke Abdullah Abdullah wekhev dengan distînin. Abdullah Abdullah jê vedikişe.

3 çiriya paşîn

Serhildêr pêşniyaza Karzai ya ji bo lihevhatinê red dikin.

1 çileya pêşîn

Obama hinartina sih hezar eskerên din radigihîne.

2010

28 çileya paşîn

Konferansa navneteweyî ya Londonê daxwaz dike ku "pêvajoya derbasbûnê" bi lez be û Talîbanên poşman bêne "entegrekirin".

21 tebax

Konferansa navneteweyî ya Qebûlê li ser ji vira û heta sala 2014’an dewr-wergirtina hêzên afganî ya fermandeyê.

Di vê navberê de, sala 1994’an, Talîban hatine ser sehneyê. Ew ji El-Qaîdeyê dernehatine, lê belê serokê wan, Molla Muhemmed Omer, bi Heqqanî ve girêdayî ye û di bin fermana wî de şerr kiriye. Dîsa şansekî din û mezin: ne hewce ye ku El-Qaîde tiştekî bike ji bilî veniştina li ser şûnên Talîban û teqezkirina tûndrewiya wan a olî. Talîban di bidawîbûna şerrê navxweyî de ku ji cerga rûxîna rejîma komunîst ya sala 1992’an ve Afganistan kiribû nava xwînê, alîkarî kir. Herçend li jêr perçema şerîetê be û ne li jêr perçema qewmê xwe bin jî, li welatê ku heta digihe qeraxên Emû-Deryayê fetheke paştûyî bi rê ve dibin. Lê belê, bi vê yekê, her weke xizmeta wan digihe berjewendiyên amerîkiyan, Suûdî û Pakistan jî gellek xêrê jê dibînin.

Lewre şirketa petrolê ya Californiyayî, Unocal, ji bo projeya xwe ya hêla gazê, pêdivî bi welatekî aram û ewle hebû. Wê hingê, nûnerê wan yê li ba Talîbanê serokdewletê nuha Hamid Karzai bû. Û Erebistana Suûdî bêguman piştgiriyê dide derhatina mîrîtiyekî sunnî û xalis ya li ser baskên rojhilatî yên Îrana şiî. Ev stratejiya dorgirtinê li hesabê Washingtonê jî û herweha li yê Îslamabadê jî tê, lewre % 20’ê nifûsa pakistanî şiî ye û Îslamabad ji bandora Îranê ya li ser vê nifûsa xwe ditirse. Axir, ew babeta "kûrahiya stratejîk" jî heye ku li Pakistanê di bîra herkesî de ye, heta ya Benazir Bhutto jî ku wê demê serokwezîr bû. Gellek caran sebeba vê çavtarîtiya beramber "kûrahiya stratejîk" ew e ku artêşa Pakistanî dixwaze, heger Hindistan êrîşî wan bike, bikare xwe li Afganistanê bigire û pişta xwe bispêriyê: li ber nezera her çi kesê ku ji topografiya herêmê fahm dike, ev fikreke pûç û dûri aqilan e. Di rastiyê de, di vê derê de endîşeyeke jeopolîtîk heye ku têkildar e digel bi fermî nasnekirina Afganistanê ya xeta Durandê wekî sînor. Nasyonalîzma paştû ya sekûler, bi piştgiriya Yekîtiya Sovyet, di salên 1950-1970’an de, pirr xurt bû; serokdewletê afganî Muhammed Dawûd (1973-1978) îddia dikir ku hemû deverên paştûnişîn ên Pakistanê parçeyekî esasî yê welatê wî ye. Pakistana ku li aliyê rojhilat ji xwe di bin gefa dubendiya kevn ya Qaşmîrê de ye(3), ji vê xetera li rojava ditirse; lewma hewl dide xwe ku bikare li Qebûlê rejîmeke îslamî ya bi serdestiya Paştûyan bide avakirin, ku bekaya wê jî dê her bi destê Pakistanê ve bê teqezkirin daku her çi hewesên nasyonalîst ên berfirehbûna berev "Paştûyistana Mezin(4)" hebin, bêne fetisandin. Sala 1994’an, Îslamabad rê dide ku Talîban muameleyê bikin –bi musulman, paştû, heta nasyonalîstan re–, bi şertê ku li jêrkontrolê bên ragirtin.
 
Van berjewendiyên lihevketî hêzeke hazir û li ber teqînê da peydakirin, lewre hemû derfetên bêsînor hatine birêkxistin daku Talîban xwe dasepînin. Û herçend Hevpeymaniya Bakûrî, bi serokatiya fermandar Ahmed Şah Mesûd, heta kuştina wî di îlona 2001’an de, navendeke berxwedanê ya daîmî ragirtibe jî, pêdivî bi dozeke xweş a anjelîzmê [niyetpakiya neserkeftî] an jî amneziyê [bêbîrî; jidestdana bîrê] hebû daku yek bawer bike ku piştî 11’ê îlonê, ev hevpeymaniya di navbera pêkhateyên tacîk, hezaran û özbek dê bikarin berê hilmê sernişîv/berjêr bikin. Rast e ku Mesûd berekî girîng bû li ser texteyê setrencê, lê belê bi tena serê xwe nedikarî bibe şakilîla xelasiya neteweyê: hûn nikarin piştî cudakirin û dûrxistina nîvê endamên wê rabin malbatekê li hev bînin. Lê belê, "civaka navneteweyî", ku li hember teasûba Talîbanê bizdiyaye, lê terefgîriya xwe bi hemû tiştî re têkel dike, bû sebebê pêkhatina vê cudakirin û parçekirinê. Hukumeta nû ya Afganistanê ku ji rêkeftinên Bonnê yên kanûna 2001’ê pêk hatibû, post dabû 23 wezîran ji Hevpeymaniya Bakûrî, lê bi tenê 7 wezaret dabûne Paştûyan. Rast e ku Karzai bi xwe paştû ye, lê belê xelk wî mîna piyonê Qesra Spî dibînin. Bi kurtî, civaka sivîl a paştû wisa dizane ku nayê temsîlkirin û bi vî rengî nerazîbûneke kûr hêdî hêdî bihêz û berbelav dibe.

Bo heft salan, nerazîbûn dê hevîrekî sêperrî bistirîne: "paştûperwerî"ya asayî, hergav nasyonalîst nebe jî xwedanê bingeheke qewî ya nasnameyî; "layengîriya talîbanan", milê çekdar ê navxweyî; axirî, El-Qaîde, hêza derekî û zêdeyî ku mîna vîrûsekê li laşekî nexweş werbûye.

Piştî hezîmeta di çiriya pêşîn û çiriya paşîn ya 2001’ê de bi ser hat, heke eşîrên paştûyî cihê xwe di rêveberiyê de bidîtana, tê hebû ku tevgera talîban mîna şekirê di nav çayê de biheliyaya û belav bibûya. Li vir mebest ne ew e wê baweriyê bipeytînin ku dibêje Afganistan berî her tiştî dê bibe "welatê Paştûyan", lê belê, Paştû bi xwe, ji ber dîrok û hejmara xwe wisa bawer dikin û dixwazin. Ev daneyeke antropolojiya polîtîk e –nerihetker e lê belê waqiyeteke ron û aşkera ye– ku diviya baş lê bihata fikirîn û hesabkirin û ev pêdivî hêj jî li kar e. Lihevhatina neteweyî li Afganistanê dê hingî bi rêkûpêkî durist bibe gava qewmên Bakurî nema bi tenê "hemwetenî" bin li rex "afgan"ên dîrokî, lê belê welatperwerên tekmîl bin. Îhtîmala pêkhatina vê yekê heye, lewre tu tacîkên Afganistanî nîne ku bixwaze bikeve bin hukmê Duşanbeyê (paytextê Tacîkistanê), ne Ozbek dixwazin pabendê Taşkentê (Ozbekistan) bin û ne jî Hezaranên şiî hêviya hukmê Tehranê (Îran) dikin! Li ba hemû pêkhateyên afganî hesteke tîr heye ku carinan digihe qutsiyetê, beramber axa welatê xwe ku ji bo du sedsalan bi hev re bergîrî lê kirin. Lewma cudatiyên qewmî meseleyeke ewqas mezin nîne ku neyê çareserkirin.

Ewqas xeletiyên hesab û nirxandinan tim bi kêrî El-Qaîdeyê hatin. Rêxistina ku nikare li derveyî herêmê dewamê li jiyan û çalakiyên xwe bîne, divê hergav îredantîzma [telebkariya li ser erdê welatekî din] talîbanê bi pêş bixe ku reh û binyadên wê bi xwe tê de ne, heke na, cîhada neteweyî dê teqez bi rengekî bi rê ve biçe ku zirarê bigihîne cîhada cîhanî(5). Bin Ladin li ser vê yekê qet şaş nebû : ji 1996’an bi fikar bû ku danûstandinên di navbera Talîban û Unocalê de bigihine aramî û binecihkirina rejîma Molla Omer. Ev xeter di tebaxa 1998’an de bi rengekî qet’î rabû, gava ku Dewletîn Yekgirtî, ji bo hilanîna tola êrîşên bi ser sefaretên xwe yên Tanzanya û Kenyayê, êrîşî El-Qaîdeyê kir û cara yekem axa afganî da ber bombeyan.

Va ye şanseke dîtir bo Bin Ladin, ku pirr şareza ye ji bo azirandin û pîjkirina hêrsa Molla Omer: tebaxa 1998’an dibe heyama şêwegirtina rêveberiyeke duserî li Qandaharê, û piştî 11’ê îlonê jî vê hevkarî û hevpeymaniyê nahejîne. Lê El-Qaîde xwe dispêre mîhwera xwe ya Xost-Mîranşahê ku li wê Heqqanî berdewam girêya di navbera cîhada cîhanî û cîhada neteweyî de zeft kiriye, di demekê de ku Talîbanên Molla Omer mîhwera Qandahar-Quwetta’yê kontrol dikin –û ev yek gellek bi bê derdeserî çêdibe ji ber ku pirraniya wan ji eşîreta Ghilzaî ne ku ji sedî 85’ê xelkê li bakûrê Belûcistanê ji vê eşîretê ne. Kûrahiya stratejîk a binavûbang a Pakistanê beramber Afganistanê, gelo hilweşiya? Bi ya "stratejîstên" pakistanî, nexêr: li benda wê hindê ne ku Talîban li Afganistanê hakimiyeta rewşê bi temamî bi dest bixin û heta ku ev pêk bê jî, ew bi tenê dikevine dû bêtesîrkirina mîlîtanên biyanî da ku torên terorîst ên xaricî têk biçin, lê belê di ber re qedrê Talîban jî digirin.

Lê belê zêde pê ve naçe ku El-Qaîde dîsa derdikeve ser sehneyê, bi xêra operasyona "çekuç û sindan" ku di 2004’an de generalê amerîkî David Barno bi rê ve biribû, û armanca wê ew bû ku wan mîlîtanên Hereketa Îslamî ya Ozbekistanê ku Pakistanê soza derxistina wan a ji Wezîristana başûr dabû, li ser sînorî bide hev. Ev yekem dexaleta leşkerî ya li ser sînoran bû. Lê belê, artêşa Pakistanê di nav mehekê de zêdetir ji hezar neferên xwe ji dest dide û neçar dimîne ku digel Nek Muhammed li hev bê ku Nek Muhammed serhildêrekî ciwan yê ji wan gundan e. Piştî du mehan, ev serhildêrê navhatî di êrîşeke dronên amerîkî de tê kuştin. Nek, "kurê tu kesî" ku serê 80.000 eskeran jêkir, dibe lehengekî efsanewî ku temamê nifşê ciwan amade ne ku tola wî hilînin. Xelefê wî Beytullah Mehsûdê xeternak, hingê radibe û digihe El-Qaîdeyê daku bibe belaya serê dewleta Pakistanê ya ku ji wî bizdiyaye: êrîşên bi ser konwoy û binkeyên leşkerî, bi ser taxa gewre ya artêşê û mehkemeyan de; serokdewlet Perwîz Muşerref sê caran ji suîqastan rizgar dibe û Benazîr Butto di çileya pêşîna 2007’an de tê kuştin. Paşê Mehsûd rêxistina Tehrik-e-Talîban Pakistan’ê (TTP) ava dike ku qederê bîst rêxistinên cuda digihîne hev û li seranserê bakûrê rojhilatê welatî hakimiyeta xwe dadisepîne û her li wê herêmê dest bi şerrekî nû dike ji bo paqijkariya olî: 10’ê çiriya pêşîna 2008’an, 162 şiî bi tenê di operasyonekê bi ser Orakzaiyê de hatine kuştin.

Tirs gihiştiye lûtkeya xwe. Ciwanên bêtirs van deverên ku ketine ber talana vî avatarê dawî yê El-Qaîdeyê bi rê ve dibin. Zêdetir ji 300 serokeşîran, bi tohmeta muxbîriyê têne serjêkirin. Mehsûd peywendiyên xwe digel tor û hucreyên terorîst ên Pencabê bi can û ceste dike û ev kes jî, ne bi destekî, lê bi heft destan bi destê wî  digirin: Leşkerê-Teyba yên wehhabî û herweha hizbên ne-wehhabî lê bi aşkereyî dij-şiî, wekî Leşkerê Cengî an jî Ceyşê Muhammed… Hetta Molla Omer bi xwe jî dikeve fikaran –tu berjewendiya wî di bêîstiqrarkirina Pakistanê de nîne, lewma berxwedana xwe li hember wan bi rêk dixe. Herweha, heta havîna 2009’an, artêş ji bo têkoşîna li dijî TTP’yê xwe dispêre talîbanên jê re sadiq, lewre êdî TTP weke tekane xetereya rastîn dihate dîtin. Netîceyên wan hewlan zêde cihê baweriyê û hêvîdariyê nînin, lê belê axirî, meha tebaxê Mehsûd tê kuştin. Pismamê wî Hakimullah Mehsûd li dû wî bi serokatiyê radibe û Molla Omer, bi xêra tora Heqqanî, zorê dide wî ku pêşniyaza wî ya lihevhatinê qebûl bike. Meha çiriya pêşîn, leşkerê Pakistanê operasyoneke nû dibe ser Wezîristanê. TTP bi rengekî xeşîm bergîrî dike û leşkerê Pakistanê diqewirîne: di navbera mehên çiriya pêşîn û îlona 2010’an de, 81 êrîşên xwekujî dibe binasê kuştina 1680 kesan.

Diyar e ku konferansên London û Qebûlê bes ew girara berê kelandiye û bi çend biharatên pêwerkirî dîsa pêşkêş kiriye. Leşkerên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakurî (RPAB: NATO) êdî ketine nav zehmetî û kêşeyên mezin, lewre li wan herêmên serhildanan îmkana sepandina ekonomiya geşedanê nîne û baskê siyasî jî hema qet di rewşeke destxweş de nîne. Çawa alîkariya li "rêveberiya baş", li Qabûl û Îslamabadê, dê têra veçirandina girêyên gêrreyeke weha aloz bike?

Di navbera neteweperwerî û cîhada cîhanî de

Êdî dimîne çareseriya serok Karzai: danûstandina bi Talîbanê re. Hevpîşeyê wî yê amerîkî Barack Obama dide pêyê jêrî, lê belê, ji ber nebûna rêyeke çêtir, qebûl dike. Rewş qet ewqas xerab lê nehatibû. TTP’yê bi rengekî serfkeftî Talîbanên Pakistanê û El-Qaîde û herweha hizbên terorîst ên ji Pencabê gihandine hev. Hêza eşîrî ya adetî xesp kir, jiyana sivîlan malwêran kir, û bêyî ku zeîf bikeve her berdewam bû di çalakiyên xwe yên terorîstî de. Di nav vê geremol û bêserûberiyê de li ku derê ne Talîbanên ku dê razî bin bigihine meslehetekê? Axir, heke hat û stratejîstên navneteweyî xwe têkilî muzakereyan bikin, ew dê çawa dilniya bin ku neyêne xapandin û suîstîmalkirin bi destê wan sîstemên qewmiyet û hevgirtinê ku ew bi xwe lê şareza nîne? Danûstandina bi Talîbanê re lewma stratejiyeke kêrhatî nîne; ya baştir ew e ku kêşeyê ji çavkaniyê re bibînin. Me dît ku El-Qaîde nikare bi aşkerayî li ser zemînî bijî, û herweha diyar bû ku civaka Paştû heke bê aştkirin û sernermkirin, êdî nema pêdiviya wê bi Talîbanên baskê wê yê leşkerî bimîne. Lewma divê berê xwe bidin vê civakê, vî xelkî.

Dê bêjin ku sîstema eşîretî hilweşiyaye. Qet hind teqez nîne ev yek, lewre bidestxistina hêz û desthilatan dibe bê berovajîkirin. Serokên adetî hatine serjêkirin –lê em çi têdigihin ji "adetî"yê ? Nêrîneke etnosentrîk [ethnocentré: nêrîna ku nijad û çandên din di nav çarçoweya cîhanbînî û nirxên di nav qewmê xwe de dinirxîne] a feodalîzmê dike ku vê peyvê bi "mîratî" re têkel bikin, lewre li Ewropayê hêza feodal bi destê qiralan û bi mafê xudayî dihate belavkirin ku bi vê yekê bîad û lihevhatineke ebedî durist dibû beramber Xwedê û veguhastina mîrata pîroz di nav binemalekê de [bi rengekî zikmakî]. Lê belê di feodaliya şerqî de ya ku desthilatê diyar dike hêza xwedayî nîne, yekî bênav û şan dikare bibe serok heke hêza xwe ya zemanî biçespîne û xwe sexî û camêr nîşan bide beramber wanên ku bi vî şertî, jê re bîad dikin û wî dihebînin. Her çi Paştûyekî xwedantesîr muxatabekî potansiyel e, êdî çi talîban be yan terefdar be çi jî ne, çi bi îtiqadê çi ji ber faydexwaziyê. Hetta em dikarin bibêjin ku çendan ihtîmala heyirandinê jî hebe, Heqqaniyê xeternak pêşî paştû ye û paşê talîban e û paşê jî hevpeymaneke stratejîk ê Bin Ladin e. Desthilat û dewlemendiyên wê binkeya xwe ya li du aliyên serhedan diparêze ku ji xwe re di navbera Xost û Mîranşahê de, bi rengê ku xeta Durandê têper bike, damezrandiye. El-Qaîde û TTP ji bo wî amrazên vê têperkirinê/derbaskirinê ne lê belê cîhada cîhanî zêde ne xem û karê wî ye.

Divê axaftina serokdewletê Pakistanê Aşfaq Pervez Keyanî, yê ku 2’yê sibata 2010’an pêşniyaz kir ku tesîr û qedrê xwe yê li bal Heqqanî bi kar bîne, di nava vê çarçoveyê de bê nirxandin. Ew resmiyetê dide têgeha kûrahiya stratejîk, lê dîsa jî balê dikişîne ser ku ev têgeh "ne ji bo kontrolkirina Afganistanê, bi tenê ji bo parastina sînorê Pakistanê yê rojavayî" ye.

Bi vî rengî, îşaretê bi xeta Durandê dike bêyî ku navê wê hilîne, lê belê bi dû re bi şermezarî fikara xwe aşkere dike ku nerihet in ji ber hebûna bihêz a Hindistanê ya li Afganistanê ku weke dorpêçkirineke dijminane dibîne. Ev sendrom diyar e ku hinekî hatiye mezinkirin, lê ne bêbingeh e: heyama şerrê sar, mîhwera dîplomasiyê ya Washington-Pekînê di Îslamabadê re derbas dibû û li mîhwera Moskow-New Delhi’yê rast diket. Nasyonalîzma paştû ya sekûler xwedanê piştgiriya Yekîtiya Sovyetê û herweha ya Hindistanê bû. Li vê derê em dikevine temasê digel negotiya rasteqîne ku pêwendiyên Pakistan-Afganistanê jehrî dikin. Ji bo Pakistanê, ji cerga avakirina wê ya di 1947’an de, xeta Durand sînorekî yasayî ye li ser navê "mîrata peymanan" ku huqûqa navneteweyî dixe jêr xerantiyê; Afganistan, bi rexê xwe ve, vî sînorî red dike, bi îddiaya ku tu peymanekê tu caran jê re ew statuya sînorên navneteweyî nedaye. Çawa tiştekî ku bêyî bingeheke meşrû ye dê bê yasayîkirin? Serqise, xeta Durandê apseyeke/kînoreke cîbicîkirinê ya daîmî ye ku careke din gellek hesas û nazik lê hatiye bi tesîra bûmerangê ya ji marjînalîzekirina Paştûyan û kêm girtiye ji vîrûsa El-Qaîdeyê.

Heta partiya nasyonalîstên sekuler ên çepgir, caran nêzîkî Yekîtiya Sovyetê, wekî Awami National Party (ANP) ku halê heyî li Peşawerê desthilatdar in, nerihet in. Nîsana 2007’an, rûdaweke mezin qewimî bêyî ku serincê bikêşe ser xwe. Serokdewlet Karzai çû Celalabadê ji bo vekirina navendeke çandî ya bi navê Başa Xanê avakerê ANP’yê –ku di 1948’an de biryara derketina ji Pakistanê wergirtibû û nefî bûbû ser axa Afganistanê û di 1988’an de li wir hate binaxkirin. Neviyê wî Esfendyar, serokê ANP’yê, mêvanê rûmetê bû. Di dawiya axaftina xwe de bi qêrîn got, "Lar aw bar, ya o Afghan!" ("Lêre, an li berê din, ez afgan im!") û Karzai bi şewq û heyecan çepik jê re lê dan. Navendeke din a bi navê Başa Xan heye, li berê Pakistanê, li Peşawerê. Xeta Durandê bi vî rengî dibe binasê kêşeyên hesas û xul û şêlû, herweha heta ku çareseriyek ji bo destnîşankirina statuyeke rastî ji wê herêma serhedî re peyda nebe, aştiya li herêmê pêk nayê. Bêtir axaftina li ser "xetê" tê wateya agirbestekê, yanî dubendiyeke çarenekirî. Heman kêşe li kar e ji bo xeta kontrolê ya ku Qeşmîrê dike du par. Lê belê kî hê jî behsa navê "xeta Goldsmid" li sînorê Îran-Pakistanê dike ku ji aliyê her du welatan ve jî tê naskirin ? Afganistanê bo ewqas sal û zemanên dirêj xwe bi dijberiya li hebûna xeta Durandê ve girtiye ku serokdewlet Karzai nedikarî paşkişiyê bike bêyî ku bê şermezarkirin, an jî bêyî ku bikeve ber xetereya suîqastekê. Lê belê, heke Qebûlê ev sînor bipejirandaya, têgeha pakistanî ya "kûrahiya stratejîk" bêbingeh û bêkeraset dibû, hevkariyên dij-terorîstî her ji ber vê rastiyê karîger dibûn, heta sendroma dorpêçiya hindistanî jî bi vî awayî nerm û aram dibû. Tebaxa 2009’an, Pakistana aziriyayî gef xwarin ku dê sînorî bigire û mayinan lê bireşîne –lê derfet nîne: ev dê bibûya derfeta herî baş ji bo zêdekirin û berbelavkirina serhildanên herêmî û îstifadekirina wan a ji behre û derfetên El-Qaîdeyê.

Ji bo berbendkirina erdhejeke herêmî, şert e ev xeta dubendî û cudakeriyê dagere xeta aştiyê. Çunku ji van her du dewletan gellek zehmet e berev hev biçin ji ber kêşeyên nasnameyî û sînorî yên pirr qedîm, dimîne ser "civaka navneteweyî" ku aliyê wan bike. Piştî heşt salên ku li herêmê derbas kirine, ji vê yekê zêdetir jî dikare bike. Lê belê, ev naskirina sînorekî hevbeş, bi tenê gava bi serokeşîrên her du aliyan ve şertên vê yekê bêne destnîşankirin dê pêk bê, lewre armanc destnîşankirina modus operandi’yekê [şêweyê xebitînê] ye daku tu xelk careke din êşa parçekirinê nejî û daku meydaneke hevbeş peyda bike bêyî ku serweriya her du dewletan bêixe jêr pirsiyaran. Hûrde-meydaneke Schengenê, mîna li Yekîtiya Ewropayê? Dijberên vê yekê dê bibêjin ku hingê ew dê bibe devera her cûre qaçaxçîtiya tiryak û maddeyên bêhuşker… Lê belê ji xwe halê heyî wisa ye û li herêmeke aştbûyî dê bêhed kêmtir pêk bê, herweha di eynî gavê de dê bibe helkefteke destxweş ji bo vebûna Afganistanê berev cîhana li dora xwe. Muamelekirina li ser "şêweyê bikaranîna" sînorî qet cihê heyirînê nîne, lewre xeta Durand ji xwe heta nuha bûye babeta çar peymanan (di salên 1893, 1905, 1919 û 1921’ê de). Ji xwe, her ev venivîsandina fuzûlî ye ku sî û şik xistiye ser berdewamiya wê, heta ser rasteqîniya wê jî. Axir, hejmareke nîşaneyan jî îşaretê pê dikin ku Paştû, gava ku nema pêdiviya wan pê bimîne, dê berê xwe ji torên terorîst bidin alî. Ev bi rengekî ciddî me tîne ser wê fikrê ku hêja ye ku her du dewlet li ser çareserkirina kêşeya paştû ya bi serokeşîran re careke din jî bifikirin, terefgîriyên wan ên berê her çi bûbin ne xem e, heta ku digel Talîbanê ji bo aştiyeke bêihtimal li dû danûstendinan bin. Gelo heke danûstendinên digel Talîbanê bi ser nekevin, aya divê ku hingê bi El-Qaîdeyê re bikevine muzakereyan? Xalid Ezîz, kevnesekreterê giştî yê Eyaleta sînorî ya Rojavayê Bakûr, di The News’ê de bi heq weha dinivîse: "Beyî ku pirsa xeta Durandê digel Afganistanê bê çareserkirin, berjewendiyên Amerîka û Pakistanê nabin yek (6)."

Va ye li jorê dariştî ye tiştê ku Qebûl û Îslamabad pê dizanin û ku serokê artêşa Pakistanê ji raya giştî re xetên wê yên giştî destnîşan kirine. Vemirandina keştiya agirî ya sînorî şertê yekem e ji bo hewldan û dabînkirina lihevhatineke neteweyî li Afganistanê. Hesta nasnameyî ya Paştûyan herweha xweşdivî ye di dilê partiyên sekûler de jî, digel ku ev hest di nav destên El-Qaîdeyê de bûye alaveke oportunîst. Ew partiyên han jî dîn û har dijminên Talîbanê ne! Lewma, nasyonalîstên çepgir, Talîban û El-Qaîde, her yek li dû merem û nexşeyên xwe yên cuda, nabin karesteyê reaksiyoneke kîmyewî ya nezeftbar di tûpekî azmûnê de.

Diyarkirina dîplomasiya rojavayî li gora tevliheviya pirsgirêkan diguhere û ev jî pêwîst dike ku mirov ji tevgerên adetî dûrtir biçe. Heger mirov ji nû ve mafê axavtinê bide xelkên ku dengê wan hatiye birîn, ev yek dê ji bo wan ne bi tenê serkevtineke hêja be, lê herweha ew ê bibe nîşana bi şûn de wergirtina rûmetê jî. Hingê, xurttirîn artêşên cîhanî jî dê qet neêşin, ne ji ber têkçûyineke xwînrij, lê belê ji ber vekişîneke bê serkevtin.

* Antropolog û dîplomat, kevneşêwirmendê siyasî yê Komîsyona Ewropa li Pakistanê

Çavkanî: 

Georges Lefeuvre:
Antropolog û dîplomat, kevneşêwirmendê siyasî yê Komîsyona Ewropa li Pakistanê

  1. Koma alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê, rapora salane, çileya paşîna 2010’an
  2. South Asia Terrorism Portal, www.satp.org
  3. Hindistan û Pakistan ji sala 1947’an ve ye ku ji bo desthilatdariya Qeşmîrê şerr dikin. Qeşmîr îroj di nava wan de bûye du parçe
  4. Peyveke weha ye ku acizker be jî êdî bûye sînonîma Afganistanê. Sala 1948’an, alaya Paştûnistana azad ku qiral Zaher Şah jî piştgiriya wê dikir, li ser Wezîristana bakûr û deşta Tirahê li ba dibû. Dewleta serhildêr ya Paştûnistanê bi qasî 20 mehan bi tenê li ser lingan ma
  5. Axavtina Jean-Pierre Filiu li hember komîsyona Senatoyê fransî ya karên derve, 29’ê çileya paşîna 2010’an, www.senat.fr. Herweha bixwîne: Jean-Pierre Filiu, Les Neufs vies d’Al Qaida (Neh canên El Qaîdayê), Fayard, Paris, 2009
  6. "Aligning regional security policies", The News, Îslamabad, 25’ê çiriya paşîna 2008’an

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn