Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Çavkorîya qedera malbata Esed li Sûriyeyê

Tûnis hê divê rêzek pirsgirêkên xwe yên piştî ji textê desthilatdarîyê ketina dîktator Zeynel Abidîn Bin Elî çareser bike (li nivîsa Jean-Pierre Séréni binêre), ji destpêka nîsanê ve li gelek bajarên Sûriyê dengê qêrîneke azadîyê ya pir xurt, bilind dibe û pê re jî bangên bi biryardartir, dibin ên têkbirina desthilatdarîyê. Serokdewlet Beşar el-Esed ji bo felata xwe ya siyasî û ya rejîma bavê wî sala 1970yê damezrandî, şer dike. Gelo saeta hilweşîna xanedanîya el-Esed hat? Destwerdana eskerî ya li Deraa û bajarên din ya li dijî muxalifan îşaret pê dike ku rejîmê şidet tercîh kiriye.

Serokdewletê Sûriyê Beşar el-Esad berê xwe dabû têkoşîna li dijî tehlûkeyên ji derve û krîzên herêmî. Wî wisa hizir dikir ku welatê wî nakeve ber wê pêla dayî ser welatên din. Di hevpeyvînekê de ya ku di Wall Street Journalê de 31ê çileyê hat weşandin, weke bersiva pirseke li ser liberhevgirtina Misr û Sûriyê, wî ev yek weha dida zanîn: "Divê hûn awirê xwe yê li meselê biguherin û ji xwe bipirsin: Tevî ku şertûmercên em tê de zehmettir in, ji bo çi Sûrî bi îstîqrar e? Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê desteka malî dida Misrê, ê me bi xwe, piranîya welatên dinyayê ambargo danîne ser me (...) tevî van hemûyan jî miletê me serî hilnade. Mesele ne bi tenê pêdivî yan jî reform in. Mesele îdeolojî ye, bawerîyên we ne, doza hûn diparêzin e. Di navbera heqîqeta parastina dozekê û îdeolojîyeke pûç de cudatîyeke mezin heye". Êdî em hew dikarin xwe bixapînin û xelkê Sûrî jî li alîyê xwe ve xwest dawîyê li girtinên keyfî, û şiddet û hovîtîya polêsan were anîn, girtîyên siyasî werin berdan, çapemenî azad bibe, xala 8ê ya Destûra Bingehîn a ku dibêje Partîya Baasê "dewlet û civakê" bi rê ve dibe, were betal kirin û rewşa awarte were rakirin. Ev rewşa awarte ji dema ku Baas bûye desthilatdar û vir ve ango ji 1963ê ve di meriyetê de bû.

Hertiştî li Deraayê dest pê kir, li vî bajarê başûrê welêt ê li ser sînorê bi Urdunê re. Dema ku duzîneyek zarok bi behaneya grafîtîyên li dijî rejîmê li ser dîwaran çêkirine, meha adarê hatin girtin, alozîyê jî da der. Şênîyên bajêr ên nerazî û hêrsrabûyî daketin kolanan. Çawa ku yek ji çavdêrên herî baş ê bîyanî yê vî welatî Joshua Landis nivîsand: "Deraa pir xizan û misilman (sunnî) e. Ew her tişta li Sûriyê pirsgirêkan çêdike di xwe de dihewîne: Aborîyeke îflas dike, nufûseke pir zêde dibe, walîyekî xirab û hêzên ewlekarîyê yên otorîter." (1) Şaşîya –ku ewqasî xirab e, dibe ku çarenûsê diyar bike– hêzên ewlekarîyê ew bû ku guleyên rastî li girseyê reşandin.

Berîya ku krîz dest pê bike, Beşar el-Esed ne xwedîyê helwêstên dîktatorekî ereb yê ji rêûresmê bû. Bi 45 salên xwe mutewazî xuya dikir û pozbilindîya wan kesên ku ji bo desthilatdarîyê ji dayik bûne jî nîşan nedida. Sala 1994ê dema ku ew li Londonê xwendekarê beşa doktorîya çavan bû, birayê wî yê jê mezintir ku ji alîyê bavê xwe Hafiz el-Esad ve weke waris hatibû dest nîşan kirin, di qezayekê de mir. Vê yekê kir ku Beşarekî bêdeng û dixwede bikeve qada siyasetê. Heta bi pêla dawî ya kuştinan, gelek welatîyên Sûriyê desteka xwe ya didan wî, dewam dikir. Wan di wî de zilamek didît ku xwende, modern bû, birêveberekî meyildarî reforman bû, li gor yên din ji bo pêkanîna guhertinên pêwîst rewşa wî guncawtir bû.

Sala 2000ê dema ku ew kete şûna bavê xwe, Sûrî dereng mabû, ji dinyayeke her diçû bêhtir global dibû û di warê teknolojîk de bi pêş diket, qutbûyî bû. Reformên wî yên pêşî hingê malî û tîcarî bûn. Li welêt sala 2004ê destûra banke û şirketên sîgortayê yên taybet hat dayîn û pênc salan paşê jî adara 2009ê me dît ku borsa jî vebû. Halê hazir, ew der barê endametîya Rêxistina Bazirganîyê ya Cîhanê (WTO) de hevdîtinan bi rê ve dibe. Desthilatdarîyê telefonên destan û Înternet xistin welêt. Wê gelek projeyên binesazîyê dan dest pê kirin; dibistan û zanîngehên taybet qat bi qat zêde bûn.

Em ê behsa asta pir bilind a bertîlxwarinê ku ji ya Tûnisê yan jî Misrê zêdetir e jî nekin

Van reforman herweha rê li ber xirabtirbûna newekhevîyan û zêdebûna bêkarîyê jî vekir (2), jixwe em ê behsa asta pir bilind a bertîlxwarinê ku ji ya Tûnisê yan jî Misrê zêdetir e jî nekin. Ji sê paran pareke serjimara welêt di bin sînorê xizanîyê de dijî. Di heman demê de dahata ji petrolê yên jixwe kêm, êdî neman û di encama gelek hişkesalîyên li ser hev de welat ji nû ve bû îthalkerê genim.

Serokdewlet bi Tirkiyê re peymaneke siyasî û aborî girêda –vîzeya di navbera herdu welatan de rabû– ev yek bêguman bi kêrî bazirganîya herêmên li ser sînor hat û nexasim li Helebê kar anî. Navenda bajarê kevin ê Şamê hat zindî kirin, xanîyên kevin hatin restore kirin, gelek restoran û otel hatin vekirin daku pêla tûrîstan a mezin dibe, bihewînin.

Bibîranîna komkujîya li Hamayê ya sala 1982yê dema ku Hafiz el-Esed serhildaneke Birayên Misilman di nav xwînê de fetisand, weke ewrekî reş û tarî di ser vî dîmenî de li ba dikeve. Vê koma îslamî sala 1977ê dest bi rêzek êrişên terorîstî yên li dijî rejîmê kir, partîzanên wê kuştin. Kontrola bajarê Hamayê yê li navenda welêt, bi dest xist, endamên Partîya Baasê û karmendên hikûmetê kuştin. El-Esed li wan hîç nehat rehmê û bersiva wan da. Weke bersivdayînê, artêşê bajar bombe kir û gelek şênîyên bajêr hatin kuştin. Em bi hejmara tam a kuştîyan nizanin, lê belê di navbera dehhezar û bîsthezaran de ye. Sîh salan piştî vê bûyerê, hin îslamîst xeyal dikin ku tolê hilînin, li alîyê din alewîyên hindikayî lê belê stûnên desthilatdarîyê kontrol dikin, ditirsin heke rejîm hilweşe ew ê werin qetil kirin. Ev tansîyonên mezhebî dibe ku bangên ji bo azadîyê di nav rengê xwînê dabike.

Xwepêşander ne bi rêk xistî ne û hê lîderek derneketiye

Xwepêşandêr di warê siyasî de xwedî dezgeh nînin û hê tu lîder derneketiye holê. Weke li welatên din ên ereb, zehmet e mirov zanibe ka muxalif kî ne, zordarîya van dehsalên dawîyê li cihê cih pir kêm struktûrên siyasî hiştin, civaka sivîl jî bi tenê çend ferd in. Ya rastî, dabeşbûna vî welatî li piranîya ereb misilman ku di nav de hindikahîyeke mezin a alewî heye (3) (qederê % 12 heta % 15ê), xirîstîyan (% 10) û em qet behsa durzî û kurdan jî nakin (4), naskirina koman hêsan nake. Bêguman tevgerên îslamî xurt in û serokdewlet bixwe bi awayê xwe ev yek qebûl kir: Di nav reformên pêşî de yên ku piştî hevdîtineke bi fîgurên dînî yên welêt re hatin kirin, destûra vegera kar a 1000 mamosteyên jin ên ku ji ber berûkê ji kar hatibûn dûrxistin û ... girtina yekana gazînoya welêt hebûn. Tevî ku lawaz bûne, Birayên Misilman dîsa jî xwedî hêzeke mezin in û me di xwepêşandanan de gelek sloganên li dijî alewîyan û hin hindikahîyan, bi taybetî jî xirîstîyanan bihîstin. Rejîm qet dudilîyê nake, û van tirs û fikaran manîpule dike.

Serokdewlet El-Esed di du axaftinên xwe yên 30ê adarê û 16ê nîsanê de rêzek reform ragihandin (qanûneke nû ya der barê partîyan, çapemenîyê û hwd. de) û di nav wan de rakirina rewşa awarte ya cihê şermê ye jî hebû. Lê belê, dema ku diyar bû hêzên ewlekarîyê hê jî guleyan li sîvîlan direşînin, tesîra van tedbîran heliya û nema. Artêş kete Deraayê û agahdarîyên qismî yên li ser komkujîyên li vî bajarî pêk hatî, xuya ye rûpelek zîvirandin û şiddet ji bo rejîmê kirin yekane çareserî.

Têkoşîna li dijî Îsraîlê

Salên desthilatdarîyê serokdewlet Beşar el-Esed hişk kir; ew bêhtir otorîter bû. Ew bi pêşxistina kontrolê li ser tevahîya civakê tamijkî bû. Ev kontrol hem li ser çapemenîyê ye, hem li ser zanîngehan û hem jî li ser aborîyê. Kontrola li ser aborîyê bi rêya malbata xwe pêk tînê, nexasim bi ya pismamê xwe Ramî Mexlûf ê ku tevî gelek kar û şirketan herweha şirketeke telefonên destan yan jî hevkarên wê kontrol dike. Li şûna ku bibe sîstemeke beşdarîya gel a ku fikrê ji jêr digihîne birêveberîyê, Partîya Baas veguherî amûreke besît a seferberkirinê, navgîneke xelatkirina dilsozîyê û cezakirina muxalifîyê. Xweîfadekirina azad bi tevahî ne mumkin e; biryarên siyasî malê hêzên ewlekarîyê û komeke piçûk dimînin, ên ku li dora serokdewlet dibin perwane û digerin. (5) Wekî din el-Esad weke bavê xwe, hîletê wî jê diçe ku ecele lê were kirin û naxwaze weke ku li hemberî zextê paşde gav avêtibe, xuya bike.

Ji bo reformkirina rejîma xwe -bi şertê ku ew vê tercîhê bike-, divê ew xiyanetê bi berjewendîyên malbata xwe ya mezin re bike, bi yên şefên xizmetên dewletê û yên artêşê re –bi taybetî bi yên birayê xwe Mahir re ku fermandarê muhafizên serokdewlet e û yek ji hêmanên herî hişk ê rejîmê ye-, bi berjewendîyên zilamên xurt ên civaka alewî re û bi yên bazirganên dewlemend ên Şamê yên sunnî û nêzî desthilatdarîyê re jî. Burjûwazîya nû ku weke hejmar kêm e, lê belê hêzdar e, li ser rêya derbasbûna ji aborîya dewletê ber bi aborîya bazarê ve dewlemend bû; lê belê ew jî bawerîya xwe bi wî tîne. Gelo daxwaza wî heye ku dawîyê li rêbazên bi şiddet ên hovane bîne ku ew bixwe ji polês û hêzên ewlekarîyê fêr bûye? Lewra vî xuyî û vî tebîetî ji nîv sedsalê û vir ve, heta bêhtir jî –lewma otokrasîya li herêmê weke ya Sûriyê xwedî reh û rîşên pir kûr e– şaxên xwe berdane.

Lê belê rejîm divê di heman demê de dijminên xwe yên li Libnan, Urdun, Iraq, Erebîstan Suûdî û Îsraîlê jî li ber çavan bigire. Di nav dijminan de tevn û rêxistinên welatîyên Sûrî yên mişext ên li London, Parîs û Waşîntonê jî hene. Dewletên Yekbûyî alîkarîyê dide hin ji wan. Li gor raporên dîplomatîk ên ku Wîkîlîksê ew eşkere kirin û 17 nîsana 2011ê ji alîyê Washington Postê ve hatin weşandin, wezareta karê derve bi dizî muxalefeta Sûriyê fînans kiriye –bi taybetî jî tevnên li Londonê– mîqdara pereyên gihiştine vê muxalefetê di navbera 2005 û 2010ê de 12 mîlyon dolar e.

Rejîma Surî dewama ya bêv e. Dema Hafiz el-Esed –li şûna ku alîkarê serokdewlet Abdul Helîm Xeddam an jî rayedarekî din ê payebilind ê ku bi awayekî dilsoz xizmet kirî– Beşar hilbijart, wî sîstemeke otokratîk a navendîkirî jî jê re mîras hişt. Vê sîstemê xwe disipart serokdewletekî xwedîyê hêza mutleq û herweha rêzeke hevgir û dijminên li qada herêmî û navneteweyî yên ku bi hev re siyaseta demdirêj a Sûrî diyar dikirin. Çawa ku rewşa niha jî ferz dike, fêmkirin û pêkanîna reformên girîng ên hundir wê guhertineke ji binî ve ya peşikîyan hewce bike. Ji bo el-Esedan siyaseta derve di van dehsalên dawîyê de pirgirêkeke heyatî bû ku piranîya enerjîya wan lê diçû.

Karîyera Hafiz û paşê yê kurê wî jî bi alozîya bi Îsraîlê re dirûv girt. Sûrî diviyabû bifilite û di derdoreke Rojhilata Navîn a dijminane de şer bike. Serketina mezin a Tel-Avîvê ya di şerê hezîrana 1967ê de, dagîrkirina erdên Sûrî ku di nav wan de platoya Golanê jî heye û hevgirtina fireh a Îsraîlê bi Dewletên Yekbûyî re ev derdor bi gewde kirin. Bi vî awayî hegemonîyeke îsraîlî-amerîkî xwe ferz kir ku Sûrî ji hingê ve hewl dide xwe jê xilas bike. Şerê ku Qahîre û Şamê bi armanca gihiştina aştîyeke gerdûnî sala 1973yê dabû dest pê kirin di destpêkê de hin serketin bi dest xistin. Lê belê di encamê de Misrê xwe ji şer vekişand û bi serê xwe bi Îsraîlê re peymana aştîyê mohr kir û herêm hê bêhtir ji serdestîya îsraîlî re hişt.

Bi vî rengî hevkarîya Şam-Tehran-Hizbullah-Hamasê xurt bû

Li hemberî van tehlûkeyan Sûriyê bi komara nû ya îslamî ya Îranê re hevkarîyek pêk anî. Û piştî ku bi armanca tinekirina Rêxistina Rizgarîya Filistînê (RRF) û welatê sedaran bi xwe ve girê bide, Îsraîlê sala 1982yê Libnan dagîr kir, Şamê hevgirtinek bi berxwedana şîî ya li başûr re çêkir. Hizbullaha Libnanê bi alîkarîya lojîstîk û eskerî ya Îran û Sûriyê şerekî gerîlayî meşand, piştî hijdeh salên dagîrkerîyê, wê hêzên Îsraîlê di Gulana 2000ê de kirin der û welat rizgar kir. Bi vî rengî tewereya Şam-Tehran-Hizbullah-Hamasê xurt bû, ev tewere hevrika sereke ya herêmî ya Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ye.

Ewlekarî yan azadî ?

Hem Dewletên Yekbûyî û hem jî Îsraîlê ji bo şikandin û xirakirina vê tewereyê hêza xwe bi kar anî û ji bo ku asteng bikin ew bigihîje kapasîteyeke tirsandinê. Îran mecbûr bû, ji ber bernameya xwe ya nukleer bi mueyîdeyên cezayî û gefxwarinên eskerî re rûbirû bimîne. Şerê hezîran-tebaxa 2006ê jî di nav de, Hizbullah neçar ma li dijî gefên Îsraîlê li ber xwe bide. Çavên Sûriyê hatin tirsandin, welat hat tecrîd kirin, amerîkîyan mueyîdeyên cezayî danîn serê û îlona 2007ê Îsraîlê êrişek bire ser cihekî ku li gor îdîayê tê de ekîpmanên nukleer hebûn.

Xelkê tepisandî di bin zordarîyê de nikare erdên dagîrkirî rizgar bike û artêşên dîktatoran nikarin şerekî serketî bi rê ve bibin.

Ev ji bo serokdewlet el-Esed şagir-dîyeke zehmet bû. Wî diviyabû weke ku bavê wî berîya wî kirî, rêzek krîzên muhtemelen kujer çareser bike. Ji wî hat ku pê serbilind be ku wî awayekî îstîqrar û ewlekarîyê anî welêt. Dema ku mirov dide ber yên li Libnan û Iraqê yên ku bi qadera xwe ya şerên hilweşîner re rûbirû bûn, ma ne welatîyên Sûriyê diviyabû qîma xwe bi çarenûsa xwe bianiya? Rojnameya fermî Tişrîn 25ê nîsanê weha dinivîsî "awayê herî bilind ê azadîyê ewlekarîya welat e."

Lê belê ev daxuyanî êdî têrê nakin. Çawa ku serredaktorê rojnameya bi erebî El-Qudsê (London) –rojnameyeke bi rastgoyîya xwe, desteka xwe ya ji bo filistînîyan û dijberîya xwe ya li desttêwerdanên Dewletên Yekbûyî navdar e– Abdulbarî Etwan di nivîsa xwe ya edîtorîyê ya 27ê adarê de jî vê yekê dest nîşan dike: "piştgirîya berxwedana libnanî (Hizbullah), di demekê de ku tevahîya paytextên ereban derîyê xwe li rûyê wan girtibû, hewandina sekreterên giştî yên rêxistinên filistînî (bi taybetî Hamas) helwêstên hêja ne ku ji bo wan em malavahîya rejîma Sûriyê dikin û wê bixwe jî ji ber van helwestan berdêlên giran dan. Lê belê di navbera van helwestan û razîkirina daxwazên gelê Sûriyê de em tu nakokîyan nabînin, û heke nakokîyek hebe, hingê em tercîh dikin ku rejîm dev ji alîkarîya dide gelê Filistînê û doza wî berde, û bersivê bide daxwazên gelê xwe yên weke azadîyan û têkoşîna li dijî bertîlxwarinê. (...) Lewra xelkê tepisandî di bin zordarîyê de nikare erdên dagîrkirî rizgar bike û artêşên dîktatoran nikarin şerekî serketî bi rê ve bibin."

Çavkanî: 

Patrick Seale:
Rojnamevan. Nivîskarê berhemên The Struggle for Syria [Têkoşîna ji bo Sûriyê] Oxford University Press, 1965; Asad: The struggle for the Middle East [Esed: Têkoşîna ji bo Rojhilata Navîn], University of California Press, Berkeley, 1989, û The Struggle for Arab Independence: Riad el-Solh and the Makers of the Modern Middle East [Têkoşîna ji bo Serxwebûna Ereb: Riad el-Sulh û Çêkerên Rojhilata Navîn a Modern], Cambridge University Press, 2010 (Fransîya wê: La lutte pour l’indépendance arabe, Fayard, Parîs, 2010.)

  1. Li ser bloga xwe ya bi navê Syria Comment "Deraa: The Government Takes off its Gloves : 15 Killed [Deraa: hikûmetê lepikên xwe ji destê xwe kirin: 15 kes hatin kuştin]", 23ê adara 2011ê
  2. Samir Aita, Les travailleurs arabes hors-la-loi [karkerên ereb yên li derveyî qanûnê], L’Harmattan, Parîs, 2011
  3. Mezhebeke muslumanî, pirî caran wek şîî tê bi nav kirin
  4. Hemwelatîbûna bi sed hezaran kurdan ji dest wan hatibû girtin. Sala 2004ê serokdewlet Esed soz da ku hemwela- tîbûna wan li wan vegerîne, ev soz nehat bi cih anîn. Ev soz di dema krîza niha de hat dugêsinî kirin
  5. Berhema Judith Cahen bixwîne, "Les déboires du "printemps de Damas" [mirad di berde mana ‘bihara Şamê’]", Le Monde diplomatique, novembre 2002

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê