Çavkaniyên “milîtantîzma Avatarê”
Ji eşîra hindî ya Dongria Kondh ku li dijî şîrketeke kanê şerrê manê dike, heta bi Filistîniyên li ser axa vegirtî, gellek milîtanan nasnameya Naviyan li xwe bar kiriye. Navî lehengên fîlma Avatarê ne berhemek hollywoodî ye. Ev fenomen nîşan dide bê çawa referansên çanda girseyî roj bi roj zêdetir bi armancên siyasî tên bikaranîn.
Sibata bihurî pênc milîtanên filistînî, îsraîlî û navneteweyî di gundê dagirkirî Bilînê re meşiyan, laşên wan şîn rengkirîbû, mîna dîmenên Naviyan – wî xelkê xwecih yê Avatarê, fîlmê James Cameron yê tevn-zanistî. Artêşa Îsraîlê bombeyên gazê û dengî li dijî van xwepêşandêrên çerm-şîn bi kar anîn; milîtanan çefî û poşî li xwe pêçabûn û dûv û guhên tûjik bi xwe ve kiribûn. Wêneyên bûyerê li wêneyên ku ji filmê Hollywoodê tên, hatine zêdekirin. Paşê jî ev weke dîmen li ser YouTube’ê hatin belavkirin. Dengê kesan tê ku dibêjin: “Em ê nişanî gelê ezmanan bidin ku ew nikarin her tiştê dixwazin bi dest bixin û dagir bikin! Ev der, ev der xaka me ye!”
Fîksiyona James Cameron, bû sedem ku li ser xelkekî were nivîsîn û gotin. Rexneyeke sînemayê ya Vatîkanê digot ku di fîlm de pîrozkirina “kulta xwezayê (1)” heye. Milîtanên hawîrdorparêz ev bûyer weha bi nav kir: “Destana herî mezin ya der barê serketina hawîrdorê de ku li ser şerîda filmî hatiye qeydkirin (2)”. Di bereya çepgiran de gellek milîtan henekên xwe bi nakokiyên film dikin, ku hem kolonyalîzmê rûreş dike û hem jî xewn û xeyalên pêşverûyên Spî yên gunehkariyê ji nû ve diafirîne: wan navê “dansa bi Şînokan re”** li filmî kir. Ji bo Daniel Heath Justice ku milîtanekî civaka Cherokee ye, film balê dikişîne ser çarenûsa xelkên xwecih; tevî ku Cameron bi afirandina temsîleke kompleksa eskerî-pîşesazî xirabiyên kolonyalîzmê gellekî zêde hêsan nîşan dide û ev yek jî dike ku mirov pirr ji wan nefretê bike lê kêm tiştan dide fahmkirin (3). Di vê navberê de ev rexne, herweha bi şêwaza xwe ve, xwe ji vîzyona der barê çandeke girseyî ya kelevajî, negirîng û bala mirovan ji pirsgirêkên rastî yên dunyayê dide alî, qut dikin.
Xwepêşandêrên Bilînê têkiliya hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina erda xwa bi têkoşîna Naviyan a ji bo erda xwe ya buhişt re datîne (vîdeoya ku li ser YouTube’ê hatiye weşandin li ser kontrasta di navbera daristanên têr û gurr ên Pandorayê û erdên hişk, tevde ax û yên dagirkirî de radiweste). Nîşana wêneyî ya herî mezin ku xwezaya Avatarê diyarî wan kir temsîla şerrê wan bi xwe ye. Bi xêra hêza mekîneya Hollywoodê ya reklamê, ev wêne û dîmen ji niha û pê ve li tevahiya dunyayê tên naskirin. Dema em çav bi dehbeyekî ecêb ê çerm-şîn bikevin ku ji ber êş û azarê xwe diguvêşe û di nava axê de xwe vedigevêze û ji ber bombeyên gazê bêhna wî diçike, ev yek peyamên ku em tercîh dikin nebînin ji nû ve tîne bîra me.
Milîtanan Avatar kir ya xwe, bi vê jî hin dijayetiyên ku hê nû li dijî filmî hatibûn kirin jî bêtesîr kirin. Qunciknivîsên muhafizekar ew gunehbar dikir ku hestên dij-amerîkî gurr dike; lê belê bi qasî ku li seranserê dunyayê komên protestovan xwe li şêla Naviyan kirin xwedî, ewqasî jî efsaneyên li ser pêkhatinên herêmî yên kompleksên eskerî-pîşesaziyê, hûr kola. Li Bilînê, vê efsaneyê, Filistînî û Artêşa Îsraîlê li dijî hev nîşan dan, li Çînê xwecih û hukumeta Pekînê û li Brezîlyayê jî çermsorên Amazonan û şîrketên ku daristanan dibirrin.
Bêyî ku ewqasî pêde biçin û xwe şîn boyax bikin, entellektuelên mîna romannûsa Hindistanî Arundhati Roy û fîlozofê slowen Slavoj Zizek xêr û bera nîqaşên li ser Avatarê ji xwe re kirin par, da ku rewşa eşîrên xwecih ên Hindistanî, yên Dongria Kondh, bi bîra mirovan bixin. Ev eşîr hewl didin ku ketina nav erdên xwe yên pîroz asteng bikin. Ev erd jî bi kanên xwe yên boksîtê (mînerala ku çavkaniya bafûnê/alumînyûmê ye) bala şîrketan dikişîne ser xwe. Ango Amerîka li ser rûyê gerstêrka dunyayê ne yekane “împeretoriya xirabiyê” ye. Rexneyên ji bereya çepgir jî, tirsa wan ew e ku girîngiya vî filmî bi lehengên sereke yên mirovên spî dayî, ji bilî derfeta ku temaşevan xwe bi hêsanî bixin şûna wan, tiştekî din nede wan. Lê belê, protestovan dixwazin kostumên şîn li xwe bikin.
Ya rastî, “milîtanên Avatarê” bi tenê zimanekî gellekî kevin yê protestoyên civakî bi kar anî. Di ceribandina xwe ya ku veguherî klasîkekê de ya bi navê Woman on Top (4), Dîrokzana çandê Natalie Zemon Davis bi bîr dixe ku di berbanga serdema Ewropaya modern de protestovanan nasnameya xwe bi maskeyan ango li pişt perdeya lîstikên rolan veşartin; cil û bergên gelên bi rastî heyî (yên weke Morosan) an jî yên xeyalî (yên mîna Amazonan) li xwe dikirin, ku ev gel ji bo şaristaniyê weke xetere dihatin dîtin. Li cîhana nû (parzemîna Amerîkayê) de welatiyên baş ên Bostonê ev rêûresm dewam kirin: wan xwe şiband çerm-sorên Amerîkayê da ku tevahiya barê çayê birijînin bendera bajêr. Li New Orleansê jî reşikên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê eşîreke xwe ya ‘çermsoran’ a bi navê Mardi-Gras çêkirin, pê dîmenê “Wild West Show” yê Buffalo Bill bi kar anîn, da ku lêgerîna xwe ya li rêzgirtin û rûmetê bînin zimên – di rêzefilmê xwe yê bi navê Treme de ku li ser HBO hat weşandin, David Simon hê nû ev adet derxistiye holê.
Di pirtûka xwe ya bi navê Dream de çalakvan Stephen Duncombe îddîa dike ku çepgirên amerîkî zimanekî mentiqî, sar û elîtîst bi kar tînin ku ji dil bêhtir xîtabî mejiyê mirov dike (5). Eger peyvên gellekî zanistî ji nava nîqaş û guftûgoyên siyasî bikin der, hingê çepgirên amerîkî dikarin hêza xwe ya hîssî ji gotaran peyda bikin; ji xwe girseyeke mirovan bi van gotaran tahmijiye.
Beriya demeke kurt, komeke lêkolînerên Dibistana Annenberg ya ragihandin û rojnamevaniyê ya Zanîngeha Kalîforniyaya Başûr lîsteyeke wan koman çêkiriye ku ji nû ve çanda popê bi kar tînin da ku adaleta civakî biparêzin. Vê koma lêkolîneran bi taybetî jî dêhn û bala xwe daye “çanda beşdariyê”: medyaya dîjîtal ne weke ya girseyî ye; wê destûr da hejmareke mezin a bikarhêneran ku navgînên ragihandinê bikin ên xwe û ev çand ji bo armancên xwe bi kar anîn. Gotarên parvekirî hîmê tevnên civakî yên xurt pêk tînin û dikin ku qad peyda bibin ku li ser fikran guftûgo bikarin werin kirin, hevnasîn çêbibin û çandeke nû bê afirandin. Di vê pêvajoyê de hezkirên wê dibin xwediyê hêz û jêhatîbûnan û binesaziyeke herêmî çêdikin da ku niherîn û fikrên xwe li ser dunyayê par ve bikin. Weke ku di civakên nêçîrvanan de ciwan kêfa xwe bi tîr û kevanên xwe tînin, di civaka agahdariyê de jî xwe bi vê tiştê behskirî re mijûl dikin da ku bi pêş ve kevin.
Damezrênerê Alliance Harry Potter, Andrew Slack, vê fenomenê weke “akupûnktura çandî” dinirxîne û destnîşan dike ku rêxistina wî “xaleke zextê” ya girîng û hevpar ya civakî dîtiye ku ew dixwazin wê bi mijûlahiyên civakî yên berfirehtir ve girê bidin. Alliance Harry Potter ji nuha ve xwe gihandiye bêhtirî 100.000 ciwanan û ew li hember şerrên li Afrîkayê, mafên karkiran û zewaca homoseksuelan hestiyar kirine, wê ji bo Haîtiyê alîkarî kom kiriye û heta li dijî li navendeke grûba çapemeniyê jî kampanyayekê dimeşîne. Andrew Slack dibêje ku Harry Potterê ciwan berepêş fahm kir ku hukumet û çapemenî derewan li raya giştî dikin da ku xirabiya di nava xwe de veşêrin û ji ber vê jî, wî bi hevalên xwe re bi armanca guherîna dunyayê Artêşa Dumbledore saz kiriye. Wî ji ber vê sedemê ji şagirtên xwe pirsiye ka divê ew şerrê kîjan Xirabiyên vê dunyayê bikin. Weke mînak, li Mainê (eyaleteke Amerîkayê ye), Alliance Harry Potterê pêşbirkek organîze kir di navbera dibistanên Poulard de – dibistanên sêhrbaziyê ku bêhtir sêhrbazên ciwan alaqeyê nîşanî wan didin. Di vê pêşbirkê de armanc ew bû ku ji bo referandûmeke li ser wekheviya mafên di zewacê de, beşdar hejmara herî mezin a hilbijêran bînin cem hev. Ev nêzîkatiya lîstikwarî ya mîlîtantîzmê wekî din destûrê dide seferberkirina ciwanên ku xwe ji pêvajoya siyasî tecrîdkirî his dikin.
Însiyatîf û hewldanên bi vî rengî dibe ku kone (ji bo seferberiya girseyan, devjêberdana serweriya mentiqî) an jî safik (ji rastiyê bêhtir bawerîanîna bi efsaneyan) xuya bikin. Lê timî kêliyek heye ku mirov ji haşbûnên xeyalî şiyar dibe û bi zehmetiyên rewşê yên li cihê cih re rûbirû dibe.
Ev “mîlîtantîzm” illeh ferz nake ku mirov rengê xwe şîn bike; ew dixwaze ku mirov li hemberî wêne û dîmenên ku çapemenî diweşîne, afirîneriya xwe îspat bike. Bereya rastgir jî berê xwe dide karûbarên bi vî rengî. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kartonfîlmê Dora The Explorer (Doraya kaşif), behsa serpêhatiyên xeyalî yên keçeke piçûk a latîn-amerîkî û meymûna wê dike. Ji bo ku encamên qanûna nû ya li ser penaberiyê ku li Arîzonayê hat erê kirin, nîşan bidin, herdu bereyên siyasî jî ev kartonfîlmêbi kar anî. Ultra muhafizekar “Tea Parties” karîkatureke serokê Amerîkayê Barack Obama di şerrê xwe yê li dijî reforma Obama ya sektora tendurustiyê de bi kar anî. Di vê karîkaturê de Obama dişibe Joker, lehengê xirab yê filmê The Dark Knight Returns (Şovalyeyê Tarî Vedigere) yê rêzefilmê Batman.
Bi şibandinên bi vî rengî mirov ji aqlê zîrek yê van guftûgoyên siyasî agahdar nabe, bi heman şêwazê em ê nikaribin cudahiyên di navbera Partiya Komarxwaz û Partiya Demokrat de ewqasî kêm bikin, weke yên ku fîlan û keran ji hev cihê dikin – fîl û ker amblemên aliyan e ku ji romanên xêzikan ên serdemeke bihurî mane. Avatar nikare bi awayekî adilane şerrê kevin yê li ser erdên dagirkirî bi dawî bike û vîdeoya li ser YouTube’ê jî nikare cîhê nîqaşeke têr agahdarî a li ser mijarê, bigire. Lê belê, aliyên wê yên spektakuler û beşdariyê, enerjiya hîssî ku ji bo berdewamiya têkoşînan hewce ye dide hin kesên ku nû dikevin nav cîhana siyasî. Û wan ber bi şêwazên nû yên çalakiyan ve dibe.
Henry Jenkins:
Li Massachusetts Institute of Technology (MIT) kevneberpirsê lêkolînên kemperî yên medyayê, li Zanîngeha Kalîforniyayê berpirsê beşê ragihandin, rojnamevanî û hunerên sînemayê. Nivîskarê pirtûka bi navê Fans, Bloggers and Gamers: Exploring Participatory Culture (Fan, Blogvan û Lîstikvan: kişfkirina çanda beşdariyê), New York University Press, 2006.
- Federico Lombardi, L’Osservatore Romano, 10’ê çileya paşîna 2010’an
- Harold Linde, Mother Nature Network (Tevna Xwezaya Dayik), Mnn.com, 4’ê çileya paşîna 2010’an
- “Guest Blogger: Daniel Heath Justice on Avatar”, First Peoples (Blogvanê mêvan: Daniel Heath Justice li ser Avatarê), 20’ê çileya pêşîna 2010’an
- Natalie Zemon Davis, “Women on Top: Symbolic sexual inversion and political disorder in early modern Europe” (Jin li herî jor: di destpêka serdema Ewropoya modern de serûbinîhevbûna cinsî ya sembolîk û tevliheviya siyasî), in Barbara Babcock, The reversible world: Symbolic inversion in art and society (Dunyaya ku dikare were berevajîkirin: serûbinîhevbûna sembolîk di huner û civakê de), Cornell University Press, Ithaca, 1978
- Stephen Duncombe, Dream: Re-imagining Progressive Politics in an Age of Fantasy (Xewn: Di serdema fanteziyan de ji nû ve hizirîna li siyasetên pêşverû), The New Press, New York, 2006. Li beşê di “Culture: mauvais genres (Çand: Şêwazên xirab)”, Manière de voir, hejmar 111, Hezîran-Tîrmeh 2010
** Nota wergêr: Lehengên kartonfîlma bi navê şirinler an jî Schtroumpfs (fr), smurfs (ing)
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

