Çavdêrîyên sefîrekî
Eric Rouleau tîrmeha sala 1985’ê weke sefîrê Franseyê yê Tûnisê hat dest nîşan kirin. Wezîfedarkirina wî pêrgî demekê hat ku li Parîsê, der barê warisê damezrênerê komarê Hebîb Bûrgîba de ya li gorî baweriyê "di demeke nêz de wê pêk bihata" fikar dihatin îfade kirin.
Dema ku li Parîsê der bareyê weraseta damezirînerê ko-marê Hebîb Bûrgîba de tirs û fikar dihatin îfade kirin, ya ku weke "nêzîk dibe" dihat dîtin, Eric Rouleau tîrmeha sala 1985ê weke sefîrê Fransayê hat dest nîşan kirin.
Wezîfeya min ji hin alîyan ve gelekî dişibîya lêkolîneke li welatekî ku ji riya xwe derketibû. Bi gelek rasthatinan ez pêrgî serokê Bûrgîba hatim; rengê ku ji tevahîya erkên xwe razî be, pê nediket. Di dema hevdîtinên me de, bi axaftinên xwe yên kêm dîplomatîk û heta hevnegirtî jî, wî wezîrê xwe yê karê derve Becî Seîd Essebsî dixiste rewşeke teng û nexweş, ji ber vê yekê wezîr neçar ma paşê doza lêbihurînê bike. Serokê fermandarîya giştî ya artêşa fransî general Maurice Schmitt, di çarçoveya serdaneke navneteweyî ya nezaketê de çûbû Tûnisê. Di dema serdanê de beriya silavê bide Schmitt û destê wî bigre, Bûrgîba rabû ser xwe, helbesteke dirêj a Victor Hugo xwend. Piştre jî, monologa wî hat. Di vê monologê de, wî ji bîr kir ku behsa mijara wezîfeya mêvanê xwe bike, yê ku dîsa jî ewlekarîya neteweyî derxiste pêş.
Rojê bi tenê çend saetan li ser hişê xwe bû û hevsarê dewleta ew serokê wê bû, ne di destê wî de bû. Ji hikûmeta xwe –Muhemmed Mzalî hikûmet bi rê ve dibir– ne bêhtir. Hikûmet bixwe dabeşî ser çend klanên hevrikên hev bûbû. Serokwezîr piranîya dema xwe bi parastina îmaja xwe ya biqîmet derbas dikir; armanca wî ya diyar jî ew bû ku li desthilatdarîyê şûna Bûrgîba bigre, vê yekê dikir ku li qesra Kartacayê diran werin sîqirandin. Birazîya Bûrgîba bixwe ya ku li ser wî xwedî bandoreke diyarker bû, heyranîya xwe ya bi rengekî xurt meyla wê ya ji general Zeynelabidîn bin Elî re nîşan dida, venedişart; wê demê tu kesî nedianî hişê xwe ku ew ê ji bo wî bibe pêlpêlka ber bi desthilatdarîyê ve û bi vî rengî destekê bide ji desthilatdarîyê xistina apê xwe.
Di salên 1985–1986ê de general bin Elî yê ku pêşî bû wezîrê karê derve, piştre wezîrê karê hundir, ji bo fransîyan mamikek bû. Bi gelek behaneyên cihêreng wî red kir ku kesatîyên girîng ên fransî bibîne, di nav van de wezîr Edith Cresson û Pierre Beregovoy -ya ku mirovan bêhtir matmayî dihêle– û serokê beşa dijsîxurîyê ango Midûriyeta Giştî ya Ewlekarîya Derve (DGSE, tîpên destpêkê yên navê wê yê bi fransî ne) GeneralRené Imbot jî hebûn. Dema ku ateşeyê hêzên çekdar ê sefaretê Albay (paşê dibû general) Yvan de Lignières ji min re got, bin Elî bi hefteyan wî boykot dike, lê belê gelek caran serokê buroya Tûnisê yê Central Intelligence Agency (CIA) dike mêvan, êdî em gihiştibûn asta herî jor. Xwendekarên berê yên Saint-Cyr’ê (1) ya rastî, samîmî bi peyva ‘tu’ xîtabî hev dikirin û adeta wan bû ku behsa berjewendîyên hevpar bikin. Yvan de Lignieres gaullîstekî çepgir bû, ji bo kirinên xwe yên eskerî yên di şerê li dijî Rêxistina Çekdarî ya Nepenî (RÇN) li Cezayîrê hatibû xelat kirin, bi erebîya Tûnisê bê aksan diaxivî, ji dilsozîya bi welatê lê ji dayikbûyî bêhtir bi adilbûna xwe navdar bû. Hemin, bi rengê telegrafeke nepenî û ji hejmareke bi sînor a rayedarên payebilind ên Quai D’Orsay û Elysee (2) re, ev agahî ji Parîsê re hatin şandin.
Nakokî li sir û razê zêde bû: bin Elî ez dikirim mêvanê xwe û bi tenê em her du hebûn. Hevdîtinên me para bêhtir li ser firotina pergalên ragihandinê yên herî pêşketî, yên ji bo Muhafizên Neteweyî bûn. Ji bo fînansmana kirîna van pergalan, kredîyên merdane yên dewleta Fransayê amade bûn. Di vê navê de serokwezîr Mzalî bi awayekî sîstematîk li dijî vê kirînê bû. Wî ji min re digot, ev yek wê li ser budceya neteweyî bibe barekî giran. Li gorî agahîyên me, ev bi tenê behaneyek bû ; serokwezîrî bawerî bi daxwazên siyasî yên wezîrê xwe yê karê hundir nedianî.
Rast e ku karîyera wezîrê karê hundir, bawerîya endamên sivîl ên hikûmetê bi xwe nedianî. Ew weke "polîsê super" ê xeddar navdar e, ku serîhildanên ji ber birçîbûnê yên sala 1984ê, herweha gelek xwepêşandanên nerazîbûnê yên karker û xwendekaran di nav xwînê de tepisandiye. Li dibistaneke mezin a îstîxbaratê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwendiye, heta asta ku mirov karibe navê nexweşîyê lê bike, gumanê ji mirovan dibe; dihat zanîn ku wî li ser her tiştî, herkes deq dikir û agahî kom dikirin.
Di dema hevdîtineke me de bi rengekî ne guncaw, wî sê hêmanên dibe ku rejîmê bê î stîqrar bikin, jimartin: rewşa zêde xirab a civakî, tengezarîya bi Lîbyaya Qedafî re, "tehlûkeya îslamî" ya ku li ber çavên wî ya herî bi tehlûke bû. Wî ta bi derzîyê ve kir û got, tevgera Reşîd Xennûşî sûbayên ciwan jî di nav de, di nav her derdorê de ye. Bi awayekî şanogerane wî pê li bişkoka amûrekê kir ku di cih de lîsteyeke bêdawî ya navan derxist. Wî ev lîste weke lîsteya gumanbarên ku timî di bin çavdêrîyê de ne, bi nav kir. Bin Elî yê muhendisê agahdarîyê, dildarê teknolojîyê, ji bo armancên polîsîye, wê dev ji bikaranîna vê zanista muameleya bi agahîyan re, bernedaya.
Hemin, wî Xennûşiyê ku bi aweyekî fermî garantî dabû hikûmetê ku ew ê tu carî şîddetê bi kar neyîne, dişopand. Encama wî ji vê yekê derxistî ew bû ku divê ew nîzama siyasî derxe pêş, ango bi rengekî din û cidîtir, lewma wî his dikir ku ji wî nayê ku bêyî xema wî be, li "belavbûna bi lez" a tevgera îslamî temaşe bike. Ez pê re hemfikir nebûm, lewma agahîyên di destê sefaretê de û fikra bisporên li Parîsê, her duyan îşaret pê dikir ku mezinbûna tevgera îslamperest, ya rastî, hê jê dûr bû ku ji bo rejîmê tehlûkeyek be. Wekî din, du salan piştî ku warisê Bûrgîba bû desthilatdar, sala 1989ê hilbijartinên parlemanê yên nisbî azad pêk hatin. Di van hilbijartinan de partîya îslamperest % 14ê dengan bi dest xist. Vê yekê pêşî li bin Eli negirt ku partîyê fesih bike û bi hezaran sempatîzanên wê têxe zindanan. Wê gelek ji van sempatîzanan di êşkenceyê de bimirana. Wî her dewam kir li ser tehlûkeya îslamperest biaxive. Ev yek bi kêrî wî hat ku hêzên rojhilatî û piranîya dewletên ereb piştgirîyê bidinê. Vê jî kir ku, laîk jî tê de, ji bo tepisandina tevahîya muxalefetê, ew heman stratejîyê bide ber xwe.
Xennûşî ew zilamê ku propagandaya tûnisî nîşan dida, nebû. Min ew berî û piştî mişextbûna wî ya li Londdonê ya 1990ê dît. Min tespît kir ku "Şêx" –ji ber doktoraya wî li Sorbonneyê ya di teolojîyê de ew hêjayî vî sifetî hatiye dîtin– bawermendekî dilsoz e, îslameke azadker ya ku dikare dadê û sihhetê ji tevahîya welatîyan re misoger bike, qebûl dike. Lê belê profesorê fîlozofîyê fikrên xwe bi hesasîyeteke aqilmend li ser wan derdibirî. Bin Elî ev fikir, şexsî, weke "gumanbar" dinirxandin. Bi hemdembûna fikra xwe û qebûlkirina civakeke pirreng -ya ku dikir ew ji bo otokrasîyên heyî bi tehlûketir be, lewra wî pesnê bikaranîna şiddetê bidaya wê evqasî bi tehlûke nehata dîtin-, ew ji birêvebirên din ên îslamperest ên cîhana ereb, cihê bû.
Di dema hevdîtineke dirêj de ya ku min hezîrana 1996ê li paytexta Ingilîstanê (Fransayê red kir mafê penaberîya siyasî bidiyê) pê re kir, wî ji min re rave kir ku bikaranîna şiddetê "tesîreke berepaş dike" çawa ku li deverên din jî ev yek hate pişt rast kirin. Ji hingê ve wî kadroyên partîya xwe yên ku pesnê êrişan didin ku armanca wan lawazkirina rejîma bin Elî ye, ji partîyê derxistin. Ew xwe nêzî wan tevgeran dibîne ku bi serketî tercîha cihgirtina di nav jiyana sîyasî, parleman û heta hikûmetên cîhana ereb de bikin. Riya dayî ber xwe ya "îslamo-demokratên" tirk tîne bîra mirovan, ên ku rêzê ji sîstema laîk a Mustafa Kemal sazkirî re digrin, û bi ser ketin ku bi riya parlemanê bibin desthilatdar. Xennûşî bi rêk û pêk tevahîya êrişên terorîstî yên tevgerên din ên navê îslamîbûnê li xwe dikin, şermezar dike. Ji hingê ve ji bo min normal bû ku di dema erka xwe ya dîplomatîk a li Tûnisê de ez weke muxalifên din ên Tûnisê muameleyê pê re bikim. Min navê wî li lîsteya navên mêvanên resepsîyonên sefaretê zêde dikir, ya xuyayî jî ew bû ku pir bi dilê wî bû di van resepsîyonan de hazir be. Vî tiştê nedîtî, gelek kes şok kirin.
Ev qutbûna lihevneker tenya sedema xirabûna misêwa ya têkilîyên min ên bi wezîrê karê hundir ê wê demê re bû. Roja ku ez ê bi temamî ji Tûnisê veqetiyama, di dema serdaneke nezaketê ya min dayî wî de, hê nû wî bi nerazîbûneke diyar a ku di nav atmosferekê ne li cih de hatî daqurtandin, ji min pirsî ka çima ez wî weke sîxurekî CIAyê yê zêde meyldar dibînim. Wî gotinên xwe hema hema gotin bi gotin ji ber telegrafên nepenî yên ku min ji Quai d’Orsayê re şandî, girtibûn.... Ango Sefîr jî ji endamên tevna wî ya sîxurîyê xilas nebûbû.
Eric Rouleau:
Rojnamevan, kevnesefîr
- Jêrenota wergêr: Dibistana artêşa fransî ya ji bo perwerdekirina femandaran
- Jêrenota wergêr: Quai d’Orsay devera ku wezareta karê derve lê ye û Elysée jî cihê qesra serokkomar e
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

