Biryara Kosovayê û daxwazên Kurdan
Mafê self-determînasyonê tê wateya Mafê Diyarkirina Çarenûsa Xwe. Ev maf herweha di çendîn peyman û danezanên navneyeweyî û herêmî de jî wekî yek ji mafên mirovan ên bingehîn hatiye pejirandin (1). Li gorî van peymanan: “Her gel xwedî mafê self-determînasyonê ye. Li jêr vî mafî ew dikarin bi serbestî statuya xwe ya siyasî diyar bikin û bi azadî pêşketina xwe ya aborî, civakî û çandî pêk bînin (2).”
Ev maf di serî de piştî Şerrê Cîhanê yê duyem ji bo gelên kolonî derketibe pêş jî, di sedsala 21’ê de ji bo gelên ne-kolonî jî derbas dibe. Mînaka herî dawî jî li naverasta Ewropayê Herêma Kosovayê ya Federasyona Yugoslavyaya berê ye.
17’ê sibata 2008’an, Hukumeta Xweser a Herêma Kosovayê ji Sirbistanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand. Biryar di parlamentoya Kosovayê ya 120-nûnerî de bi awayekî yekdengî ji aliyê 109 endaman ve hat qebûlkirin. Di dengdanê de her çend 11 nûnerên hindikahiyên Kosovayê beşdar nebûn jî 9 nûnerên hindikahiyan ku tê de beşdar bûbûn dengê erê bi kar anî. Di daxuyaniya serxwebûna Kosovayê de weha dihat gotin: ‘Em serokên gelê me ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin radigihînin ku Kosova dewleteke serbixwe û deshilatdar e. Ev daxuyanî vîna gelê me nîşan dide û bi giştî, bi pêşniyarên nûnerê taybet ê NY Martti Ahtisaari ve li hev dike. Kosova komareke demokratîk, laîk û pirr-etnîkî ye ku li jêr prensîbên nebûna cudagerî û berevaniya yeksan tê birêvebirin (3).”
Ev ne cara pêşîn bû ku Kosovayê serxwebûna xwe radigihand. Di 7’ê îlona 1990’î de jî Kosovayê serxwebûna xwe diyar kiribû.
Sirbistana ku Kosova jê veqetiya ev biryar nas nekir. Lê belê ji sala 1990’ê cudatir, ku wê demê bi tenê Arnawitistanê serxwebûna Kosovayê nas kiribû, îcar 70’ê ji 192 dewletên endamên Neteweyên Yekgirtî (NY) ango ji sedî 36’ê dewletên endam serxwebûna Kosovayê nas kir ku di nav wan de sê dewletên endamên mayînde yên Civata Ewlekariyê, ango Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, Brîtanya û Fransa jî hene. Ev rêje li cem YE’ê zêdetir e ku 22’ê 27 welatên endam serxwebûna Kosovayê nas kir. Ji nav 28 endamên NATO’yê jî 24 dewletan bi awayekî fermî serxwebûna Kosovayê pejirand.
Turkiye jî yek ji wan dewletên pêşîn bû ku serxwebûna Kosovayê di cih de nas kir. Serxwebûna Kosovayê di serî de ji aliyê Rûsyayê ve nehat naskirin ku vî welatî ji berê de alîgiriya Sirban dikir. Welatên wekî Çîn û Hindistanê ku ew jî bi daxwazên serxwebûn û veqetînê re rû bi rû ne Kosova nas nekir. Îspanyayê jî ji ber pirsgirêkên xwe yên Katalonya û Baskê û Yûnanistanê jî ji ber pirgirêkên Qibris û Makedonyayê Kosova nas nekir.
|
Sirbistanê, ne bi tenê Kosova nas nekir lê herweha ev mijar bir ber Neteweyên Yekgirtî. Li ser daxwaza Sirbistanê, Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî di 8’ê çiriya pêşîna 2008’an de ji Dîwana Navneteweyî ya Adaletê(ICJ) xwast ku sebaret bi ragihandina yekalî ya serxwebûnê ya Kosovayê nihêrînekê pêşniyazê bide ‘Ka gelo ragihandina serxwebûnê ya ji aliyê saziyên birêvebiriya xweser a Kosovayê bi huqûqa navneteweyî li hev dike yan na?. Bi vî awayî, cara pêşîn lihevnekirineke li ser ragihandineke yekalî ya serxwebûnê çû pêşiya dadgeheke navneteweyî.
Dîwanê di 22’ê tîrmeha 2010’an de biryara xwe aşkere kir ku tê de digot “ragihandina serxwebûnê ya Kosovayê huqûqa navneteweyî bin pê nekiriye”. Vê biryarê gellek nîqaş jî digel xwe anîn. Ji aliyekî ve, pirraniya dewletên ku Kosova nas kiribû digot ku biryar ‘nedîtî’ ye lê belê ew nabe ku wekî zagonekê were dîtin. Ji aliyê din ve jî, dewletên ku Kosova nas nekiribû got ku biryar dibe ku wekî mînak were têgihiştin lewma dikare li deverên din ên cîhanê pêşî li veqetînên din veke. Beriya xwendina biryarê, serokê Sirbistanê Boris Tadîç gotibû ku heger Dîwana Adaletê zagoneke nû deyne, ev yek dê li gellek cihên cîhanê pêşî li avabûna dewletên nû bike ku ev jî dê bibe sedema xerabkirina seqemgîriyê.
Lê belê ev biryar di warê
huqûqî de tê çi wateyê?
Biryar negirêdêr e lê serçaveke huqûqa navneteweyî ye
Her çend di prensîbê de biryarên Dîwana Adaletê biryarên şewrê bin jî xwedî bandor in û rêz li wan tê girtin. Lê belê ji hêla huqûqî ve biryar ne girêdêr e, bi tenê pêşniyarek e. Ango Dîwana Adaletê her çend li jêr Şertê Neteweyên Yekgirtî hatibe avakirin jî ne xwedî tu hêzan e ku biryarekê li ser dewletekê ferz bike ango bi dewletekê bide kirin ku li gorî biryara wê tev bigere. Mînaka herî berbiçav a vê yekê biryara Dîwanê ya li ser dîwarê Şerîaya Rojava ye. Dîwanê di sala 2004’an de biryar dabû ku dîwarê Şerîaya Rojava ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû avakirin neheq e û divê were rakirin. Dadgehê herweha xwastibû ku zirarên Ereban ku ji ber vî dîwarî pêk hatibûn werin tazmînkirin. Îsraîlê bi tu awayî pêwîstiyên vê biryarê bi cih ne anîn. Dîwana Adaletê jî ji ber nebûna tu hêzan nikarîbû bi Îsraîlê tu tişt bidaya kirin.
Lê belê biryara dadgehê yek ji serçavên huqûqa navneteweyî ye û dikare di demên pêş de wekî biryara mînak were bikaranîn. Ji xwe Rûsyayê her çend serxwebûna Kosoyayê nas nekir jî, di 26’ê tebaxa 2008’an de dema ku Abxazya û Osetyaya Başûr nas kirin rewşa Kosovayê wekî mînak nîşan dabû.
Biryar di heman demê de dikare rê û rêbazekê nîşanî wan dewletan bide ku hîna di derbarê ragihandina serxwebûnê ya Kosovayê de helwêstek nîşan nedaye. Lê belê rastiyek heye ku gellek dewletên girîng ên wekî ku li jorê hatin rêzkirin beriya vê biryarê Kosova nas kiribû. Ji xwe weha nebûya Dîwan’ê jî dê biryareke weha nedabûya.
Hevdem, piştî biryareke weha ku ji aliyê dadgehê ve hat dayîn êdî dewletek nikare ragihandina yekalî ya serxwebûnê wekî sedama şerrî nîşan bide û bi vê hincetê êrîş bibe ser dewleteke din. Ango, gotarên siyasetmedar û serbazên Turk, ku tê de dihat gotin ku heger li Iraqê Kurdistanek were damezirandin ew dê vê yekê wekî sedama şerrî qebûl bikin û êrîş bibin ser wan, nabe ku wekî sedemeke meşrû were qebûlkirin.
Dadgehê li ser çi biryar da?
Wekî ku di xala 51’emîn a biryarê de hatiye aşkerekirin Civata Giştî ji Dîwanê xwastiye ku biryarekê bide sebaret bi wê pirsê ku gelo ragihandina serxwebûnê di huqûqa navneteweyî de qedexe ye yan na. Civatê nexwast ku dadgeh li ser encamên huqûqî yên ragihandina serxwebûnê biryarê bide. Pirsa gelo Kosovayê statuya dewletbûnê bi dest xistiye yan na nehatibû kirin. Herweha encamên huqûqî yên naskirina Kosovayê ya ji aliyê dewletên din ve jî tê çi wateyê, ji Dîwanê nehatibû pirskirin. Pirs bi kurtasî û kinasî ev bû: Gelo di huqûqa navneteweyî de qedexe ye ku bi awayekî yekalî serxwebûn were ragihandin.
Dadgehê di dema biryardayînê de li ber çavan ragirt ku Lijneya Ewlekariyê di 10’ê hazîrana 1999’an de bi biryara xwe ya hejmar 1244 li Kosovayê birêvebiriyek ava kiribû: Mîsyona Birêveberiya Demkî ya Kosovayê (UNMIK). Armanca vê mîsyonê ew bû ku di pêvajoya avakirin û pêşdebirinê de alîkariya birêvebiriyên xweser bike.
Sekreterê Giştî di çiriya paşîna 2005’an de, serokê berê yê Fînlandiyayê Martti Ahtisaari, ji bo diyarkirina statuya Kosovayê tayin kir. Peywira Ahtisaari ew bû ku di navbera Kosova û Sirbistanê de qasidiyê bike da ku çareseriyeke dualî were dîtin. Lê belê di 2’ê sibata 2007’an de, piştî ku tu encam ji gotûbêjên Viyenayê derneketin Ahtisaari raporek nivîsand ku tê de digot: ‘Dema çareserkirina statuya Kosovayê hatiye. Piştî hûrbûna li ser dîroka nêzîk, rastiyên îroyîn ên Kosovayê û gotûbêjên ku hatin encamdan, ez gihîştim wê encamê ku yekta çareseriya pêkan ji bo Kosovayê serxwebûn e, ku divê ji bo dema destpêkê ji aliyê civaka navneteweyî ve were çavdêrîkirin.’ (xala 5) Ji xwe Kosovayê ragihandina xwe ya serxwebûnê dispart vê raporê jî.
Yekparebûna xakî
Gellek dewletên, ku li ser Kosovayê nihêrînên xwe ragihandibûn Dîwanê, digotin rêzlêgirtina yekparebûna xakî ya dewletekê herweha qedexeya ragihandina yekalî ya serxwebûnê jî bi xwe re tîne. Dîwanê jî Şertê Neteweyên Yekgirtî (Xala 2, benda 4) bi bîr xist ku dibêje: ‘Divê hemû endam di têkiliyên xwe yên navneteweyî de ji gefxwarin û bikaranîna hêzê ya li dij yekparebûna xakî û serxwebûna siyasî ya dewletekê ... îmtîna bikin.’ Lê belê dadgehê herweha diyar kir ku ev şert û mercên ku di Şertê NY’yê de hatine rêzkirin li Kosovayê pêk nehatine ji ber ku di rewşa Kosovayê de êrîşeke ji derveyî welêt nîne, dijberî vê yekê, biryara serxwebûnê ji nav welêt hatiye. Ango her çend di huqûqa navneteweyî de qedexeyeke li ser êrîşbirina ser welatekî din hebe jî ragihandina serxwebûnê nehatiye qedexekirin.
Dadgehê herweha hewce nedît ku mafê self-determînasyonê bi awayekî giştî hilde dest. Dadgehê di pêvajoya bersivandina daxwaza Civata Giştî de, Biryara hejmar 1244 (1999) a Lijneya Ewlekariyê û herweha çarçoveya destûrî wekî parçeyeke huqûqa navneteweyî hesibandin.
Di warê huqûqîbûna ragihandina serxwebûnê de dadgehê herweha li ser wê dezgehê ku serxwebûn ragihandibû hûr bû. Dadgeh gihîşt wê encamê ku dezgehên ku serxwebûn ragihandiye di nav çarçoveya destûrî de wekî parçeyeke birêvebiriya xweser tev negeriyane lê belê wekî nûnerên gelê Kosovayê tev geriyane. Lê belê dadgehê herweha biryar da ku ragihandina serxwebûnê biryara hejmar 1244 (1999) a Lijneya Ewlekariyê bin pê nekiriye.
Kosova û Kurdistan
çiqas wekî hev in?
Kosova ji sala 1974’an de, di Destûra Yugoslavyaya berê de wekî herêmeke xweser hat naskirin û ji êrîşa asmanî ya NATO’yê ya sala 1999’an û vir ve bi awayekî fiîlî welatekî serbixwe bû.
Ji van hêlan ve rewşa Kosova bêhtir nêzî rewşa Kurdên Başûrê Kurdistanê ye. Kurdên Iraqê, ku Mela Mistefa Barzanî pêşengiya wan dikir, di adara 1970’an de xweseriyek bi dest xist. Her çend herêmên xwedî petrol ên wekî Kerkuk û Xaneqîn li derveyî herêma xweser a Kurdistanê hatibûn hiştin jî Kurd di hukumetê de jî bûn xwedî cih û payeyê. Di vê serkeftina Kurdan de têkiliyên aloz ên Iraqê yên bi Îranê re û herweha bandora Sovyetan jî risteke girîng lîst.
Lê belê di nîsana 1972’an de Iraqê digel Sovyetan peymaneke hevalbendiyê mohr kir. Pirr neçû di sala 1974’an de artêşa Iraqê dest bi êrîşkirina Kurdan kir. Piştî ku di adara 1975’an de Iraqê digel Îranê Peymana Cezayîrê girê da û pê xwast ku pêşî li alîkariya Îranê ya ji bo hêzên Mela Mistefa Barzanî bigire, Iraqê daxwazên Îranê qebûl kirin. Ji xwe piştî van bûyeran Iraqê sedan gundên Kurdan wêran kirin, hezaran Kurd ku di nav wan de jin, pîr û zarok jî hebûn yan kuştin yan jî mişext kirin.
Têkoşîna li Başûrê Kurdistanê di salên 1980’î de careke din geş bû. Rejîma Iraqê di sala 1988’an de Nahiyeya Helebçeyê kîmyabaran kir. Di Enfalkirina Kurdan de, ku di heman salê de dest pê kir, dora 200 hezar Kurdên sivîl di nav çend mehan de yan hatin kuştin yan jî hatin bêserûşûnkirin. Di sala 1991’ê de di dema Şerê Kendavê de artêşa Iraqê dîsa erîş bir ser Kurdistana Başûr ku lê raperîneke berfireh dest pê kiribû. Bi sedan hezaran sivîl ber bi sînorên Turkiye û Îranê ve reviyan. Li ser vê yekê Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî di nîsana sala 1991’ê de bi biryara xwe ya hejmar 688 bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmanî ji firrîna balafirran re qedexe kir. Vê yekê jî derfet da hêzên Başûrê Kurdistanê ku bi awayekî de facto hukumetekê damezirînin.
Di sala 2003’an de pîştî ku rejîma Sedam ji aliyê wan hêzan ve hat rûxandin ku, Amerîkayê pêşengiya wan dikir, destûra Iraqa Federal hate pejirandin ku tê de herêma Kurdistanê wekî herêmeke federal tê binavkirin. Herweha, hat biryardan ku statuya bajarên wekî Kerkuk ku li jêr desthilatdariya Hukumeta Herêmî de bûn dê di encama referandûmekê de were diyarkirin. Lê belê him ji ber hukumeta navendî ya Iraqê him jî ji ber astegiyên ji hêzên li herêmê ev referandûm hîna jî pêk nehat.
Di roja îroyîn de jî pirsgirêkên ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Hukumeta Navendî ya Iraqê de hene nehatine çareserkirin û ber bi dijwarbûnê ve diçin. Lihevnekirinên ciddî yên sebaret bi sînorên Herêma Kurdistanê û bi maf û selahiyetên hukumeta navendî û hukumeta herêmî hîna jî berdewam dikin. Hukumeta navendî çawa ku referandûma Kerkukê paş de diavêje û wan peymanên petrolê ku hukumeta herêmî bi tena serê xwe girê dane qebûl nake herweha her ku hêza xwe zêde dike dixwaze sînorkirinên zêdetir bîne ser herêma Kurdistanê.
Heger mudaxaleyên li ser Hukumeta Herêmî zêde bibin, rê li mafên Kurdan, ku di destûra federal de hatine naskirin, neyên vekirin û ev maf werin binpêkirin û herweha heger Kurd nikaribin digel Erebên Sunnî û Şiiyan sîstemeke federal bi rê ve bibin wê demê Başûrê Kurdistanê dikare xwe wekî dewleteke serbixwe ragihîne. Ji xwe, Destûra Herêma Kurdistanê ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pejirandin û yek ji prensîbên huqûqa navneteweyî ‘mafê çarenûsê’ dîpejirîne û çav li rê ye ku referadûmek ji bo wê were lidarxistin.
Heger Başûrê Kurdistanê wekî ku Kosovayê kir, bi awayekî yekalî serxwebûna xwe rabigihîne ev yek dê ne li dij huqûqa navneteweyî be. Beriya her tiştî berê jî herêma Kurdistanê xwedî statuya xweseriyê bû û piştî 2003’an ev statu di fermiyetê de hat hêzdartirkirin. Herweha ev herêm di pêşerojê de tûşî pêkutiyên tund ên dewleta Iraqê bûbû û bi biryara hejmar 688 (1991) a Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bi awayekî qismî karibû ku azadiya xwe biparêze. Ji vê hêlê ve, heger ew sîstema ku ji aliyê destûra Iraqê ve hatiye anîn bi rê ve neçe Kurd dê wekî neteweyek bi xetereke gellek mezin re rû bi rû bimînin.
Di biryara Dîwana Adaletê ya Navneteweyî de biryar hat dayîn ku serxwebûna Kosovayê huqûqa navneteweyî bin pê nekiriye. Di vê biryarê de du xalên girîng hene ku divê werin ravekirin.
Ê pêşîn têkiliya di navbera prensîbên ‘self-determînasyonê’ û ‘desthilatdarî û parastina sînorên dewletan’ e. Dadgehê di biryara xwe de wê meseleyê bi zelalî aşkere nake ka prensîba desthilatdarî û yekparebûna xakî ya dewletekê bi tenê dikare li dij erîşên ji derveyî welêt dikarin werin dozkirin yan ew herweha dikarin li dij pirsgirêkeke navxweyî ya dewletekê jî werin dozkirin. Hevdem, biryarê girîngiyeke taybet dide biryarên Lijneya Ewlekariyê ku sebarte bi her rewşeke din cuda cuda hatiye ragihandin. Lê belê dadgeh di mijara self-determinasyonê de şîroveyeke firehtir tîne ku Lijneya Ewlekariyê li ser wan pirr biryar nedabû. Dadgeh herweha di wan mijaran de ku çareseriyekê pêşniyar bike bêhtir helwêsta Lijneya Ewlekariyê wekî esas digire.
Mijara duyem jî meseleya naskirina dewleteke nû ragihandî ye. Peydabûna dewleteke nû piranî encama bikaranîna mafê self-determînasyonê ye lê belê huqûqa navneteweyî ‘naskirin’ê wekî şertê pêkhatina dewletekê qebûl nake. Naskirin bi tenê têkiliyên dewletan ên bi dewletan û rêxistinên navneteweyî re diyar dike. Lê belê di pratîkê de berdewamkirina welatekî nû damezirandî pirtir bi naskirina ji aliyê herî kêm yek ji endamên Lijneya Ewlekariyê ve girêdayî ye ku xwedî mafê vetoyê ne. Ji ber ku ragihandina dewleteke serbixwe dikare bi tenê bi biryara Lijneya Ewlekariyê ya NY re wekî neqanûnî were ragihandin.
Di warê rewşa Kurdên Başûrê Kurdistanê de, ji ber van wekheviyan, ragihandina serxwebûnê nayê wateya binpêkirina huqûqa navneteweyî. Lê divê neyê jibîrkirin ku di hêla siyasî de Kurd dibe ku rastî helwêsteke din werin ku dikare wekî Kosovayiyan erênî nebe. Her çend ev yek, an ku nebûna naskirina siyasî bandorê li ser encamên biryara dadgehekê nake jî, ji bo pêşdebirina vê serxwebûnê, nasbûna li dunyayê xwedî risteke girîng e. Ji ber wê yê ev jî di destê Kurdan de ye ku têkiliyên baş ên siyasî digel welatên din, cîranên xwe deyne da ku statuya xwe ya siyasî hêzdar bike.
Wateya Biryara Kosovayê
ji bo Kurdistana Bakur
Aliyekî din ê girîng ê biryara Dîwana Adaletê jî avabûn û çawaniya wê vînê ye ku li ser navê neteweyê serxwebûn ragihaniye. Ji xwe di biryarê de tê derblêdan ku serxwebûn ji aliyê meclîsa hilbijartî ya Kosovayê ve hatiye ragihandin.
Kurdên li Turkiyeyê ji damezirandina komarê û vir ve, ne bûn xwedî xweseriyeke herêmî ne jî nasnameya wan bi awayekî fermî hat qebûlkirin. Di nava pergala huqûqa Turk de Kurd hîna jî tune tên hesibandin. Herweha her çend Kurd nayên qebûlkirin jî gellek qedexe jî nemaze li dij wan tên bikaranîn.
Partiyên ku doza mafên bingehîn ên gelê Kurd dikin tên qedexekirin, partiyên legal jî her tim tûşî pêkutî û astengiyan dibin. Lê dîsa jî rêjeyeke bilind a gelê Kurd di hilbijartinên herêmî û giştî de dengên xwe didin nûnerên xwe yên kurd. Ji xwe, di hilbijartinên di van çend salên dawî de gellek şaredarî û meclîsên parezgehî û herweha muxtarî jî ketin destê Kurdan. Lê di hilbijartinên gîştî de ji ber benda bilind a ji sedî dehî Kurd wekî ‘serbixwe’ ketin parlamentoyê.

Bi rastî jî ev hemû, xwedî potalsiyeleke mezin in ku daxwazên Kurdên li Bakurê Kurdistanê bên ziman, nemaze jî di warê mafê self determînasyonê de. Ji xwe daxwazên gel çi dibin bila bibin ê girîng ew e ku ev daxwaz yan rasterast ji aliyê gel ve yan jî bi destê nûnerên hilbijartî û avabûneke meşrû ve werin diyarkirin.
Di vî warî de, meclîseke herêmî ku tê de hilbijartî an ku şaredar, endamên meclîsa parezgehan, endamên parlamentoyê û muxtar beşdar bibin, dîkare bi awayekî de facto bibe organeke meşrû ya nûnertiyê. Ev yek jî dê di warê ragihandina daxwazên neteweyî-demokratîk ên mafdar ên gelê Kurd di qadên neteweyî û navneteweyî de bi awayekî hêzdartir rola xwe bilîze.
Biryara Kosovayê ya Dîwana Adaletê ji bo Kurdên Bakur jî girîngiya organên demokratîk ên nûnertiyê nîşan dide. Biryar wekî din xalên girîng nîşan dide ku di warê têkiliyên navxweyî û navneteweyî de û herweha di warê dîplomasiyê de divê girîngî li ser çi were dayîn.
A.Celîl Kaya:
Huqûsnas. (Nivîskar ji bo tevkariya wî spasdarê hevpîşeyê xwe Birêz Riza Dînç e).
- Ji bo bêhtir agahiya li ser prensîba selfdetermînasyonê tika ye binihêrin: Hejmara Le Monde Diplomatique ya gulana 2010‘an
- ICCPR, Art.1; ICESCR, Art. 1
- http://news.bbc.co.uk/2/hi/europe/7249677.stm


