Bîrbirineke bêhiş
Her kî rabe û li ser îmtiyazên olîgarşîyê, hertiştfiroşîya sînornenas a çînên rêveber ên fransî, diyarîyên ji bo bankayan tên kirin, serbestfiroşîyê û meaşên bi bahaneya reqabeta navneteweyî tên kêm kirin, gotineke nebaş bibêje û rexneyekê bike, bi carekê weke populîst tê reş kirin. (1) Û bi ser de jî tê gotin ku ev kes bûye "lîstoka rastgira tundrew".
Ji ber vê yekê, gava dadgerîya New-yorkê xwe neda ber qebûlkirina muameleyeke taybet ji bo gerînendeyê giştî yê Fona Diravî ya Navneteweyî yê ji ber tecawuzekê li hoteleke luks a Manhattanê tê sûcdar kirin, şirovekarekî li gor dilê çîna rêveber a fransî, siyasî û medyatîk, dilê xwe girt û ji ber "şideta dadgerîyeke wekhevîparêz" pir gazin kirin … Wî wekî din ev gotinan li şiroveya xwe zêde kirin: "Yekane tiştê ku mirov dikare jê piştrast be, ew e ku hestên dij-bijarte yên bi vê sosretê hê gurtir bûne, di hilbijartina bê de şansê qezenckirina Enîya Neteweyî ya Marîne Le Pen zêdetir dikin." (2)
Parastina "bijarteyan" û siyasetên wan ên li hemberî komeke muhtemel a parsek û pêxwasên bihêrs wê bibe formeke tenduristîyê ya demokratîk… Tirsa ji îslamê, li Tûnisê deshilata hov û dirinde ya Zeynel Abidîn Ben Alî rewa kiribû; ya ji "marksîzmê" li Îtalyayê serfirazîyên Silvio Berlusconi. Heman çerxa bîrbirinê wê karibûya bihişta ku li ser navê tirsa (rewa) ji Enîya Neteweyî, hemû siyasetên vê enîyê dijberîya wan dike, ji bo pêşîlêgirtina "21ê nîsaneke din a nû" bi awayekî xweber dibin siyasetên pîroz. (3) Gelo gel li dijî lîstika siyasî ya kilîtkirî derdikeve? Bersiva ku ji vê pirsê re tê dayîn ew e ku protestovan faşîstên xwenenas in.
Destûrdana helwêst û livûtevgerên wisa har a ronakbîrî, wê bibe dînîtîyeke siyasî. Lewre rastgira tundrew a fransî wisa hesap kir ku îdeolojîya wê ya kevin a thacherî, kîna wê ya ji karmendan û ji poujadizma wê ya bacî ji ber kûrbûna newekhevîya civakî û dîsa ji ber rizîna xizmetên gelemperî, têk çûne. Ji ber vê yekê rastgira tundrew êdî bêdûdilî li mijarên ku ji mêj ve çep pê ve mijûl dibe, xwedî derdikeve. Berî bîst û pênc salan, Jean-Marie Le Pen rejîma Vichî, generalên xaîn ên Cezayîra fransî pîroz dikirin û ji bo ku karibe xwe bigihîne Ronald Reagan û li tenişt wî di fotoyekî de xuya bike, kesên li derdorê bi enîşkên xwe dehf didan. Keça wî, bi xwe, êdî bê dudilî ji Charles de Gaulle gotinan werdigire, Tevgera Rezîstanstê bi bîr dixe û ji nû ve neteweyîkirina enerjî û telekomunîkasyonan pêşniyar dike. (4) Bingeha sosa dijminatîya li hemberî bîyanîyan li nav civakê têra xwe berbelav bûye û ji alîyê desthilatê ve jî hatine rewa kirin da ku ji niha û şûn ve karê esasî yê propagandaya rastgira tundrew li deverên din tê meşandin.
Berpirsiyarîya vê desteserkirina mîrasê ne tenê dikeve ser milê çepa dezgehî, burjûwazîbûyî û xwespartî nav hembêza cîhanîbûna lîberal. Qelsîya stratejîk a "çepa çepê" û nekarîna wê ya yekkirina kom û derdorên piçûk ên ku wê pêk tînin, dîsa ji alîyê xwe ve di vê xetimînê de xwedî rol in. Têkoşîna li dijî rastgira tundrew, sirf ji ber ku rastgira tundrew jî li wan mijaran xwedî derdikeve (û wan li gor berjewendîyên xwe bi kar tîne), bi her halî nayê wateya lidijderketina mijarên pêşverû, lê belê tê wateya afirandina derfeta vekirina xetimîna siyasî ji bo girseyekê ku ji hêrsan, bi awayekî mafdar li ber teqînê ye. Dûrî du partîyên bingehîn ên spanî, xwepêşandêrên Puerta del Sol gelo daxwaza tiştekî din dikin?
- Cf. "populîzm, ha ji we re dijmin!", Le Monde diplomatique, gulan 1996
- Dominique Moïsi, "The Strauss-Kahn earthquake", International Herald Tribune, 18 gulan 2011
- 21ê nîsana 2002yê, namzedê sosyalîst ê serokkomarîyê Lionel Jospin, ê ku Jean-Marie Le Pen jê derbas bû, nekarî di tûra duyem de bibe raqîbê Chirac ê ku bi rêjeya ji % 82 dengan careke din bû serokkomar
- Binêrin li nivîsa bi sernavê "parastina xizmetên gelemperî, hespê nû yê şerê partîya lepenisît", Le Monde, 21 gulan 2011
Wergera ji fransî: Baran Nebar

