Bîlançoya civakî ya serdema “Lula”
Ji cerga vegera demokrasiyê (1984), cara yekem e ku Brezîlî dê 3’ê çiriya pêşîna 2010’an biçin hilbijartinên beyî Luiz Inácio Lula da Silva. Gelo, weke ku çepê jê hêvî dikir, di du dewrên serokatiya vî sendîkavanê kevn de Brezîlya veguherî?
Dema 29’ê adara 2010’an, Wall Street Journalê dipirsî ka gelo Brezîlî ji serokê(a) xwe yê(a) ku dê meha çiriya pêşîn were hilbijartin çi hêviyê dikin, bi lez û bez digihîşt vê encamê: “Bila rewş neguhere!” Mirov li hember vê daxwazê bi tevahî ecêb namîne. Qet nebe, ji ber derfeta gihiştina zad û qutê têra mirovan dike; ji çend salan û vir ve, mirovên ku berê têr nedixwarin, êdî dikarin zikê xwe têr bikin.
Di îlona 2003’an de, di nava sala desthilatdariya xwe ya pêşî de, serok Luiz Inácio Lula da Silva ev soz da: “Ji nuha heta dawiya dewra desthilatdariya min, êdî wê tu Brezilî birçî nemîne.” Ev rewş bi sozên dayî yên bi coş re li hev dike; pêşketina pêk hatî dîsa jî hêja ye. Li gorî îstatîstîkên fermî, di nava 7 salan de, nêzî 20 milyon Brezîlî (nifûsa Brezîlyayê 190 milyon e) ji xizaniyê xilas bûne. Bi alîkariyeke mehane ya (di destpêka 2007’an de) ji 18 euroyan digihêje heta bi 90 euroyan, bernameya Fome Zêro (“birçîtî tuneye”) misoger kir ku malbatên hewceyî zad û qut hewcedariyên xwe peyda bikin. Encam: di nava dewra pêşî ya destjhilatdariya “Lula” de, kêmxwarina zarokan ji sedî 46 kêm bû. Li herêma Nordeste – herêma ku serokdewlet jê tê û ew bi xwe jî lê birçî maye – ev rêje ji sedî 74 kêm bû. Di gulana 2010’an de Bernameya Zad û Qut a Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî navê “di şerrê li dijî birçîbûnê de şampiyonê cîhanê” li Lula da Silva kir û ew derxist pêş.
Brezîlya dîsa jî yek ji wan welatan e ku li dunyayê newekhevî lê herî bilind e, lê belê ew li gorî berê hinekî hindiktir newekhev e. Di navbera 2003 û 2010’an de hatina maddî ya mirovên herî xizan (ji sedî dehê nifûsê) salê ji sedî 8 zêde bû: Ev rêje ji mezinbûna aboriya welêt û ji mezinbûna ji sedî dehê nifûsa welêt a herî dewlemend (hatina wan salê ji sedî 1.5 zêde bû) dibihure. Para çînên navî yên li jêr – malbatên ku abora wan a mehane di navbera 1065 û 5591 realan de (di navbera 467 û 2000 euroyan de) – a ku ji sedî 37 bû, ji nîvê nifûsê bihurî. Di sektora perwerdehiyê de, bernameya ProUni alîkariyê dide xwendekarên ji malbatên feqîr û, gava ku mirov li nêvî bixe, dema xwendina li dibistanê ji bo tevahiya nifûsê, ku berê 6.1 sal bû (di 1995’an de), di 2010’an de gihişte 8.3 salan.
Tora Parastinê
Di nava du dewrên desthilatdariya sendîkavanê berê de, 14 milyon derfetên kar hatin afirandin û di warê reel de – yanî em enflasyonê jî li ber çavan bigirin – mûçeya asgarî ji sedî 53.6 zêde bû. Yên ku ji vê tevdîra dawîn sûdê werdigirin ne bi tenê ew kes in ku mûçeyên kêm distînin – mûçeyên hejmara wan herî zêde ev in – lê belê herweha ew kes in ku teqawîtbûyî ne, ji bernameyên alîkariya civakî ya ji bo kêmendaman sûdê werdigirin, lewra ew jî li gorî mûçeya asgarî ya fermî alîkariyê distînin. Wê tesîra baş lê kir ku hatina maddî ya kar (karkir û karmend) para xwe ya di Hilberîna Welêt a Brut (HWB) de zêde bike; ev par ji sedî 40’î (2000) gihişte ji sedî 43.6’an (2009).
Bolsa Família (“alîkariya malbatan”) bi awayekî etîketî di xizmeta siyaseta civakî de dimîne. Ev bernameya alîkariyê, malbatên ku di bin sînorê diyarkirî yê xizaniyê de ne, alaqedar dike. Li gorî daneyên hukumetê, 12.4 milyon malbat, yanî 40 milyon mirov mehê nêzî 95 realan (hinekî ji 41 euroyan bêhtir) alîkariyê distînin. Dîsa jî, ji ber ku mijar analîzkirina bîlançoya “Lula” ye, hin kes bêhtir dudilî ne. Ji bo ku em awira wan a li mijarê rave bikin, divê em bi reh û rîşên bernameya Bolsa Família dakevin.
Hertişt dawiya salên 1990’î dest pê dike. Krîza nirxê pereyên Brezîlyayê û seferberiya civakî di heman demê de dikevin nav hev. Tevdîrên sererastkirina strukturel û biîstîqrarkirina aborî ku Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) li ser wan ferz kirine, kir ku xelkê welêt di xizaniyê de bifetise. Li Amerîkaya Latîn hejmara xizanan di navbera 1980 û 2001’ê de hema hema du caran li berê zêde bû, ji 120 milyonan gihişte 220 milyonan. Gelo ev bextreşiyek bû? Ya rastîn, na: li gorî mikurhatina yek ji aborîzanên Banqeya Cîhanê, konsensusa Washingtonê ya salên 1980 û 1990’î “rûyê xwe ji hemû hewldanên girêdayî wekheviyê re tirş dikir” û hewl dida xwe ku “ji tevahiya tevdîrên armanca wan ji nû ve belavkirina dewlemendiyê be, bi dûr bikeve. (1)”
Dîsa jî, zirar û ziyanên civakî û bi guman nêzîkbûna saziyên fînansmanê yên navneteweyî di demeke kurt de Banqeya Cîhanî neçar hişt ku “rengekî nû bide” bernameya xwe ya aborî. Bi armanca ku çalakiyên dezgehên fermî ji nû ve meşrû bike, rêzetevdîrin di “Rapora Banqeya Cîhanê ya li ser pêşketina li dunyayê, 2000-2001” de hatin weşandin. Di pêşgotina wê de serokê banqeyê James Wolfensohn, armanceke ku heta hingê kesî behsa wê nekiribû, eşkere kir: “Hêzdarkirina qebûlkirina reforman û pêvajoya biîstîqrarkirinê” da ku “rêyê li ber pirsgirêkên girêdayî dabeşkirina çavkanî û derfetan bigire, lewra ev pirsgirêk carinan dibin sedema xitimîn û xirabtirbûna qeyranên aborî û dikarin hukumetan jî bidin erdê.” Çawa? Bi afirandina “torên parastina” civakî.
Li Brezîlyayê ji nîsana 2001’ê û pê ve di bin serokdewletiya mîmarê reformên neo-lîberal ên li welêt, Fernando Henrique Cardoso (1995-2002) de, bi pêkanîna bernameyên Bolsa Escola (2), di pey re jî Bolsa Alimentação (3) û Auxílio Gás (4) pêşniyarên Banqeya Cîhanî hatin şîrovekirin. Li gorî wan, van bernameyan rê li ber Bolsa Família vekiriye. Bolsa Família bi tenê ev însiyatîf ji nû ve kom kirin – û fireh kirin.
Di dema serketina wî ya mezin a dema hilbijartinên serokatiyê yên 2006’an de Bolsa Famíliayê piştgiriya xizanan ji bo Lula da Silva misoger kiribû. Ew ji bo ku kesên gellekî dewlemend razî bike da ku dewreke duyem a desthilatdariyê dengê xwe bi awayekî pirranî bidin Lula da Silva, bi kêr nehatibû. Çawa xwendekarê zanîngehê Armando Boito Jr. jî behsa wê dike, “hevgirtineke (…) ku bi awayekî têra xwe dijber du aliyên li du seriyên radîkal ên civaka brezîlî tîne cem hev” mohra xwe li serdema serokatiya wî xist (5). Lê belê, ev hevgirtineke weha ye ku xizmeta herdu aliyên radîkal bi heman awayî nake.
Roja ku erka serokatiya wî dest pê kir, ango 1’ê çileya paşîna 2003’an “Lula” weha peyivî: “Guhertin, va ye, ev e slogana me”. Wî siyaseta biîstîqrarkirina makro-ekonomîk a ku serokê beriya wî Cardoso dest pê kiribû, dewam kir. Wî beriya hilbijartinan Cardoso weke “celladê aboriya brezîlî” bi nav kiribû. Lula da Silva’yê ku heta kampanyaya hilbijartinên 1989’an soza moratoryûma deynan (bi awayekî fermî bipaşvexistina dayina deynan) dabû, di dayina deynan de ji daxwazên IMF’yê gellekî bihurî. Fonên ji bo dayina deynan li ser wê ferz dikir ku butçe sala 2003’an ji sedî 3.75 li xwe zêde bike (6). Lula da Silva ji sedî 4.25 dan IMF’ê, ev “hewldaneke zêde” ye ku dike 8 milyar real (2.2 milyar euro).
Herçend plana butçeyeke teserrûfê destûrê bide Brezîlyayê ku xwe ji tora IMF’yê rizgar bike jî, wê ew ber bi tora fînansorên neteweyî ve ajot: malbatên dewlemend. Ev malbat qebûl dikin ku deynên dewletê bidin û deynên wê yên hundir jê dikirrin. Vê jî bi yek şertî dikin: deyn wê faîzeke weha were dayin ku dibe yek ji faîzên dunyayê yên herî bilind (di tîrmeha 2010’an de ji sedî 10.25). Bi vî rengî, weke mînak, di 2009’an de ji sedî 5.4’ê HWB’yê ket berîka xwediyên deynên hundir, yanî 13 caran ji wî pereyê ku ji bo bernameyên alîkariya civakî yên hukumeta “Lula” hatibûn veqetandin, bêhtir bû.
Aborîzan Pierre Salama balê dikişîne ser ku “hejmara kesên ku bêhtirî milyonek dolar pereyên wan ên malî û çalak hene, di navbera 2006 û 2007’an de ji sedî 19.1 zêde bûye” û bi kurtî weha behsa salên “Lula” dike: “Hejmara xizanan kêm bû û hatina bêhtirî ji sê paran pareke Brezîliyan jî zêde bû, lê belê beşekî pirr piçûk a xelkê welêt jî dewlemendbûna hê zêdetir kir.” Li gorî hesaban, ne bi xêra xerckirina pereyan ya li alîkariya civakî, lê bêhtir ji ber “ji nû ve destpêkirina mezinbûna aborî, ji ber xwezaya vê mezinbûna aboriyê û tesîra wê ya li ser bazara karî (7)” newekhevî kêm bûn. Ev mezinbûna aboriyê ji alavên civakî yên li ber destê Lula da Silva bêhtir, eleqedarî îhtîrasa ekonomiya brezîlî ye ku maddeyên xam yên welêt pirr zêde dixwe.
Polîtîkayên bacê jî bi heman awayî sûd li berjewendiyên yên herî dewlemend û yên herî xizan nekirin. Di sibata 2009’an de raportorê taybet yê mafê xwarina zad û qût yê Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Olivier de Shutter, weha rave dikir: “Rêjeya bacê li ser mal û xizmetan gellekî bilind e û ji bo hatina aborî û mîrasê kêm e. Malbatên ku hatina wan a aborî ji du mûçeyên asgarî hindiktir be, ji sedî 46’ê hatina xwe, bi awayekî nerasterast didin bacê.”
Di gulana 2010’an de berpirsiyarê berê yê kovara (pirr lîberal) Foreign Policy, Moisés Naím di El País de “Lula” weha nirxand: “yek ji serokên ku herî zêde bi kêrî bazarê, sektora taybet û pererazandinên biyanî yê Brezîlyayê hatiye”. Tevî ku bi Naím re bi tevahî ne hemfikir in jî, hin endam an jî sempatîzanên Partiya Karkiran (PT) weha difikirin ku Lula da Silva beşdarî tev li karekî bûye ku teorîsyenê îtalî yê marksîst Antonio Gramsci jê re digot “şoreşa pasîv”,: Stratejiyeke siyasî ye ku tê de bûrjuwazî, dema dibîne ku hegemonyaya wê di xetereyê de ye, ji bo ku ji heq muxalifên xwe derkeve, hewl dide ku gav bi gav û daimî birêvebirên “çînên jêr” întegreyî nava desthilatdariyê bike.
Çiqasî çareseriyên din jî li ber destê wî hebûn, gellek hêmanên di cewherê jiyana siyasî ya brezîlî de bi awayekî ku mirov nikaribe înkar bike, ew ber bi vê rêyê ve ajotin. Dema ew sala 2002’an hat hilbijartin, ji 513 parlemanterên di meclîsê de bi tenê 91 yên PT’yê bûn. Ji bo avakirina hukumetê diviyabû koalîsyoneke ji neh partiyan pêk bihataya û bang li hevgirên kêm bawerî bi wan tê jî bihataya kirin. Rojnamevan Marc Saint-Upéry ji bo van hevgiran dibêje “ji bo ku awantajan, derfetên kar û çavkaniyên dewletê bi dest bixin, pev diçinin”. Li gorî hesabekî nîvîkîrî, li Brezîlyayê “di dewreke desthilatdariyê de herî kêm ji sê paran pareke parlemanteran partiya xwe diguhere. Ji çar paran parek jî ji carekê bêhtir partiya xwe diguhere.(8)” Halê hazir li 147 parlemanteran û ji 81 senatoran li 21’an doz hatine vekirin û ev doz dewam dikin. Bertîlxwurî salê 40 milyar dolar (31 milyar euro) zirarê li Brezîlyayê dike. Ev pere pênc caran ji butçeya bernameya Bolsa Família zêdetir in. Di van şert û mercan de zehmet e ku mirov nehêle bertîlxwurî siyasetê kurmî bike û zirarê dide biryardariya mirovên xwedî karekterên herî xurt jî (9).
Pêşketina civakî yan jî berxwedana pasîf
Ji bilî vê, ji kampanyaya hilbijartinên serrokdewletiyê ya sala 2002’an û vir ve, Lula da Silva berê wî ketibû ber bi (siyaseta) navendê ve. Refên PT’yê ku di eslê xwe de ne cîhê xwediyê şîrketan, xwediyê erdên mezin û banqevanan bû, xwe hingê li patronekî milyoner (û mîsyoner) José Alencar girt û Alencar bû namzetê wê yê cîgirê serokî. Şewirmendê ragihandinê yê “Lula” yê wê demê, Duda Mendonça îddîa dike ku Lula da Silva di vê qonaxa kariyerê xwe de “ji bo serkevtina di hilbijartinên serokatiyê de amade ye ku bi herkesî re hevkariyê bike (10).”
Ji bo Brezîliyan, “serdema Lula” dîsa jî wê weke yek ji serdemên herî erênî yên dîroka nêz bimîne. Delîla vê yekê: pirraniya Brezîliyan dixwazin ku piştî “Lula” jî “serdema wî” dewam bike. Gelo ev mimkun e?
Geisa Maria Rocha:
Profesora Navenda Lêkolînên Amerîka Latîn (Center for Latin American Studies, CLAS) a zanîngeha Rutgersê li New Brunswick, Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê.
- Nancy Birdsall, Augusto de la Torre, Felipe Valencia Caicedo, “The Washington Consensus: Assessing a Demaged Brand“ (Konsensusa Washingtonê: Nirxandina Working Group 5316, The World Bank Office of the Chief Economist, Latin America and the Caribbean Region and Center for Global Development (Koma Xebatê ya Lêkolînên Siyasetê, hejmara 5316’an, Buroya Bankeya Cîhanî ya aborîzanê sereke, Amerîkaya Latîn û herêma Karîbîk û Navenda Bipêşketina Global), gulana 2010’an, rûpel 29-30.
- “Alîkariya ji bo dibistanê”: Misoger dike ku malbatên xizan alîkariyeke maddî bistînin, bi şertê ku zarokên wan ên di temenê dibistanê de (7 salî heta 14 salî) biçin dersên xwe.
- “Alîkariya zad û qût”: Vê alîkariyê didin malbatên ku zarokên wan hê negihiştine biçin dibistanê û jinên ducanî.
- “Alîkariya ji bo gazê”: Ev bernameya wezareta enerjî û kanan, serê malbata xizan 15 realan (6.5 euro) dide da ku ev malbat heqê mesrefên xwe yên enerjiyê bidin. 2002’an, 5.7 milyon malbatan sûd ji vê bernameyê werdigirt.
- “As relações de classe na nova fase do neoliberalismo no Brasil”, Sujetos sociales y nuevas formas de protesta en la historia reciente de América Latina (di bin birêvebiriya Gerardo Caetano), Consejo latinoamericano de ciensas sociales (Clacso), Buenos Aires, 2006.
- Peyva fransî li vir “excédent primaire” e. Tevahiya hatin û mesrefên dewleteke yên fermî, bi vê peyvê tên binavkirin. Eger ev hesab pozîtîf be, dewlet dikare deynên xwe bide, eger negatîf be, neçar e ku deyn bike.
- Pierre Salama, “Lula a-t-il vraiment fait reculer la pauvreté? (Gelo Lula bi rastî xizanî kêm kir ?)”, Alternatives Internationales, hejmara taybetî, hejmar 7, Parîs, çileya pêşîna 2009’an.
- Marc Saint Upéry, Le rêve de Bolivar (Xewna Bolîvarê), La Découverte, Parîs, 2007.
- Dema ku skandala mensalão derket holê, “Lula” di 2005’an de cezayê wê da. Mensalão mehane ne ku dane parlemante- rên ku ji bernameyên xwe yên siyasî bêhtir, bi derdê parastina kîs û berîkên xwe ve daketibûn.
- Richard Bourne, Lula of Brazil: The Story so Far (Lulayê Brezîlyayê: çîroka heta vira), Zed Books, London, 2008.
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

