Bila her kes li ber hêlîna xwe bireqise
Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî xwezayî ye. Mirov bi mirovahiya xwe ve, bêyî daxwaz û xwestinê weke xwediyê vî mafî tê ser rûyê dunyayê. Lê weke ku tê zanîn, li Komara Tirkiyeyê (KT) ne bi tenê ev maf, zimanê kurdan û hebûna wan bi xwe jî hatiye înkarkirin. Dema mirov li serpêhatiya Kurdan a perwerdeya bi zimanê zikmakî ya sedsala dawîn dinihere, hin xalên balkêş xuya dibin. Di vê nivîsê de em dixwazin li ser vê serpêhatiyê rawestin û bi serpêhatiya avakirina beşê Ziman û Wêjeya Kurdî li Zankoya Artukluyê ve girê bidin.
Kurd weke neteweyeke ev bû du sed sal ku ji bo mafên xwe yên însanî têdikoşin û bedelên gellekî giran didin. Di vê çarçoweyê de wêjevanan jî cîhê xwe girtiye û azmûneke dîrokî daye. Mirov dikare bibêje ku wêjeya kurdî di her du sedsalên dawîn de alîgirê têkoşeran e û bi her awayî –an allegorîk an rasterast, di nav dozê de bûye. Weke mînak Pîremêrd, Goran, Şêx Nûrî Şêx Salih, Cegerxwîn, Reşîdê Kurd, Hejar, Osman Sebrî, Hêmin, Îbrahîm Ehmed navên sereke ne ku di vê mijarê de tên bîra mirov. Di serî de ji Ehmedê Xanî heya Mela Ehmedê Paloyî û Şêx Memdûhê Birîfkanî bi dehan wêjevanan rêziman nivîsîn, ferheng amade kirin, bi hezaran çîrok, peyv, gotinên pêşiyan, biwêj berhev kirin. Ji aliyê din ve kesên weke Şêx Mehmûdê Berzencî (“Le têkoşênî rizgarî minî aware damaw im / Hemû bapîrekanî dilnewaz im ya Resûlellah”), Şêx Seîdê Pîran, Salih Begê Hênêyî ku dema çû ber sêdarê helbest xwendin (“Kul bize zulm u mücazat etse, perva etmeyiz / Çünkü te’yid-i ilâhî ile mansûr olmuşuz” - Ebd li me zulm û zordarî bikin, em natirsin / Ji ber ku em bi teyîda îlahî serdest bûne), Elî Şêr ku bi du sê zimanan helbest dinivîsî (“Me ra bişîn Şahê Merdan / Ew dermanê hemû derdan”) û hwd. ku serek û pêşengên serhildanan bûn an helbest nivîsîne an jî têkiliya wan bi wêjeyê re hebûye. Hemû navên ku me hildaye û helbet navên din, bi hev re têkoşîna çandî jî şopandine. Ji ber ku zimanê kurdî (çi kurmancî, çi kirmanckî, çi soranî, çi hewramî) nasnameya gelê kurd e, kurdayetî bêyî zimanê kurdî nikare were terîfkirin. Helbet serdest jî bi vê yekê dizanin û ne tenê li perçeyekî welêt, li derveyî welêt jî her car mudaxilê karên zimanî bûne. Lê kurdî jî weke berfîna zivistanê her car ji nav berf û seqemê serî hildaye û ber bi asîmanê rûmetê ve hilkişiyaye.
Di vê serpêhatiya dûredirêj de perwerdeya bi kurdî hema bêje her car di rojeva rêxistinên Kurdan de bûye. Tu kovar tune ku hin rûpelên xwe bo fêrkirin û pêşdexistina kurdî veneqetandibe. Tu rêxistinek tune ku di bernameya xwe de cî nedabe mafê perwerdeyê. Lê heke mirov ji aliyê pratîk ve li meselê binihêre, tê dîtin ku karên hatine kirin belavbûyî ne. Em dizanin ku li medreseyan perwerdeya bi kurdî dewam dike. Digel vê yekê kurdî, di medreseyan de zimanê duyem e. Yekem car dibistana nûjen a kurdî ji aliyê rêxistina Gihandînî ve, bi xebata Ebdurezaq Bedirxan û Smayîl Axayê Şikakî, di dawiya sala 1912’an de, li Xoyê hatiye vekirin. Dibistana kurdî ku di 22’yê çiriya pêşîna 1913’an de derbasî avahiya xwe bûye, ji 8 waneyan dihate pê û 700 xwendekar li wir dihatin perwerdekirin. Lê vî karê pîroz bi tenê 5 salan dewam kir. Digel ku em dizanin Komeleya Hêvî jî hin karên fêrkirina zimanî kiriye, derdikeve holê ku ev bû sed sal ku perwerdeya bi kurdî li Bakur, ji aliyê fermiyetê ve di xew û tarîtiyê de maye.
Piştî salên dirêj, li Bakur di sala 2004’an de qursên zimanê kurdî hatin vekirin ku di serdema KT’yê de qursên fermî yên pêşîn in. Lê weke ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, zêde neajot, qurs hatin girtin. Divê mirov bibêje ku zimanê zikmakî li qursan nayê fêrkirin. Divê di nava malan de bê fêrkirin û li dibistanan bi heman zimanî perwerdeyê hebe. Piştî ku qurs hatin girtin, di bin banê hin derdorên Kurdan de qursên nîvfermî vebûn. Dezgehên ku qurs vekirin û girtin jî, di vê pêvajoyê de xwe nû kirin û bi rêya TZP û Kurdî-Der’an xwe organîze kirin. Nuha li Ziwan-Kom, (demekê be jî) li navenda kovara Vateyê, li hin şaxên Nûbihar-Der'ê, li Kurd-Kav'ê, li Egîtîm-Sen'ê ku sendîkaya mamosteyan e û li hin dezgehên din qurs didomin.
Di sala 2009’an, di sezona duyem (bihar) de, li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê kurdî (kurmancî) weke dersa bijarte hate dayîn ku nuha jî didome. Di sala perwerdeyê ya 2009-2010’an de jî li Dêrsimê, li Zanîngeha Tunceliyê dersên kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) dest pê kir. Nuha li zankoyên weke Sabancî û Bogazîçiyê jî, bi awayekî nîvfermî dersên kurdî tên dayîn. Her çi qas ev çend xalên dawîn nû hatibin pê jî, dema helwesta avakirina beşa ziman û wêjeya kurdî li Zankoya Artuklu ya Mêrdînê dest pê kir, panorama weha bû.
Mixabin çapemeniya kurdî çawa jê re xuya be wisa dibîne. Lewra zû bi zû helwesta li Mêrdînê jî tev li “vebûna demokratîk” a hikumetê kirin. Di eslê xwe de vê helwestê beriya vebûnê dest pê kiribû. Cara pêşî, di çiriya pêşîna 2008’an de daxuyaniya rektorê zankoya navborî, birêz Prof. Dr. Serdar Bediî Omay, di rojnameya Tarafê de derket ku qala daxwaza vekirina beşekî dikir. Piştî demekê ji zankoyê li min geriyan û bo civîna îstîşarê ez hatim vexwendin. Her çi qas li Tirkiyeyê hilbijartin di rojevê de bûn û mijara TRT6’ê dihate munaqeşekirin jî, rabûm û çûm Mêrdînê. Yanî ji dewletê tu kesî ez di xapandina vebûnê de bi kar neanîme, hay û bayê min ji dewletê tuneye.
Weke ku me li jorê jî diyar kir, rewşa fermiyet û perwerdeya bi kurdî weha tarî bû. Diviya destpêk ji derekê biherikiyaya. Piştî ku min bawer kir ku avakirina wî beşî ne di nava çarçoweya vebûnê de ye, min tenê ew şert danî ku em piştî hilbijartinê dest bi kar bikin, ji bo ku AKP vê yekê ji bo hilbijartinê weke propagandayê bi kar neyne. Doktoraya min di 9’ê gulanê de ji juriyê derbas bû. Di 24’ê gulanê de jî hatim Mêrdînê û min dest bi amadekirina dosyeya serîlêdana beşê nû kir. Hingê digel ku Dr. Evdirehman Adak ji Amedê hinekî aliyê min dikir jî, demeke dirêj bi tena serê xwe bûm. Piştî dosye çû YOK’ê (Lijneya Perwerdeya Bilind ku hemû zanko û karên akademîk di bin banê vê dezgehê de ne), nameyên îxbar û zextan dest pê kir. Dosyeya me ketibû destê sîxûr û guhbelan, di malper û rojnameyên faşîstan de digeriya. Dosyeyeke çawa bû? Ji destpêkê heya îro di wêjeya kurdî de çi hebe, kêm zêde di dosyeyê de jî ew hebû. Bernameya çar sinifan tevî hemû pilan, çavkanî û bernameya hefte bi hefte di dosyeyê de cîh girtibû.
Piştî ku serîlêdan hat bihîstin, tevî serok û cîgirên serokê YOK’ê, gellek navan di gellek cîhan de nerazîbûna xwe nîşan da. Li gorî planê YOK’ê li Enqere û Stenbolê du beş dê vebûna! Dîsa li gorî gotinên wan, nedifikirîn ku li welêt destûra beşekî bidana. Bi caran ev daxuyanî belav bûn. Lê YOK’ê tu amadekarî ji bo “beş”ên Enqere û Stenbolê nekiribû.
Li Tirkiyeyê di karên akademîk de sîstemek heye; heke hûn bixwazin beşekî ziman û wêjeyê vekin, du pîvek divên:
1. Fakulteya/kulliye wêjeyê,
2. Sê asîstant profesor, yanî alk. doç. dr.
Me ev her du şert jî anîbûn cîh. Lê YOK’ê destûra beşê me neda, ya “binbeşekî” da. Hin rektorên dewletê jî (weke rektorê Zankoya Gaziyê, Riza Ayhan) çavên lijneya bilind bi dadkirina dîwana bilind tirsandin. Min li hemberî biryara YOK’ê reaksiyona xwe nîşan da ku nivîskara Tarafê, Amberîn Zaman, li ser nivîsî. Piştî vê reaksiyonê, ji YOK’ê hate gotin ku ew ê ne binbeşek, du sê binbeşan, di ser de jî Enstîtuya Kurdolojiyê bidin! Li ser vê yekê ez û hevkarê xwe Evdirehman Adak hefteyekê li ser biryara nû xebitîn û me dosyeya enstîtuyê tevî sê binbeşan (“Ziman û Wêjeya Kurdî”, “Dîroka Kurdî” û “Lêkolînên Çandî”) careke din şand Enqereyê.
Di dawiya tebaxê de YOK dîsa civiya, lê tu biryar nestend. Di 10’ê îlonê de biryarek diyar kirin ku nayê aqilê kesî jî! Sê rojan li ser hev daxuyaniyên cîgirê serok, Îzzet Özgenç, di çapemeniyê de cîh girtin. Li gorî gotinên wî, ji bo lîsansê destûr nedabûn, ji bo majister û doktorayê jî destûr nedabûn, ji bo post-doktorayê destûr dabûn! Di pey re Özgenç got ku ew destûrê nadin helwestên terorîst û bi terorê ve girêdayî! Gotina dawî ji bo Zankoya Dîcleyê, ya rasttir, ji bo Baroya Amedê hatibû gotin. Baroyê 10-11 meh berê (piştî daxwaza mebûsê Sêrtê yê Partiya Civaka Demokratîk, yê ku li parlamentoya Tirkiyeyê ev yek anîbû zimên) daxwaznameyek bo Zankoya Dîcleyê nivîsîbû û daxwaza beşê kurdî kiribû. Özgenç ku hiqûqnas bû, daxwaza baroyê weke daxwazeke terorîst “şîrove” kiribû. Dawiya dawî, Özgenç got ku biryara “Enstîtuya Zimanên ku li Tirkiyeyê Dijîn” dane. Li ser vê yekê, rektorê me jî daxuyaniyek belav kir ku di dîroka KT’yê de li hemberî YOK’a ku dezgeha derbekerên 12’ê îlonê ye, hê daxuyaniyek weha tund ne hatiye dîtin û ne jî bihîstin.
Rewş êdî ayan dibû, lê min xwest mudaxeleyeke dawî bikim ku ew jî, ji holê rakirina bêstatubûna “wanebêjên” kurdî bû. Weke ku me got, di hin zankoyan de kurdî weke dersa bijarte dihate dayîn, hin zankoyan jî dixwast di salên bê de heman tiştî bikin. Lê kesên ku ders didan ne kadroyên zankoyan bûn. Weke ku min cara pêşî di 19’ê sibata 2010’an de, li panêla Kurdî-Der’a Enqereyê diyar kiribû, me dest bi amadekirina qursa wanebêjiyê kir. Bi hezar hetik û cersî min amadekarî temam kirin. Kesên ku dixwazin dê di azmûneke zanîna kurdî re derbas bibûna û bi dû re jî dê biketana mulaqatê. Axir, roja azmûnê hat.
Roja 29’ê hezîrana ku, di dîroka KT’yê de yekem car bû, li dezgeheke fermî azmûneke kurdî çêdibû. 533 kesan serî li azmûnê dabû. 34 Kirmanc bûn, 499 Kurmanc. Me 50 qursiyer girtin; 12 Kirmanc, 38 jî Kurmanc. Di nav keftûleft û xwêdanê de min nehişt ku dilê tu kesî bimîne. Digel teqîbat, tenêtî û zextên dozgerê Mêrdînê ku dest danîbû ser pirtûkên min ên ku ji Swêdê hatibûn, bi kêfxweşiya pêkanîna karekî baş vegeriyam mala xwe.
Di vê navberê de, li dora sibatê êdî diyar bû ku ew ê tu beş meşan nedin, min digot qet nebe em du majisteran vekin. Lê divê muheqeq navê yekê “ziman û wêjeya kurdî” be. Hingê Adak jî li ser vê biryarê bû. Ji bo majisterê, li gorî sîstema KT’yê divê ji asta doçent û profesortiyê du kadro hebin ku em her du jî alk. doç. dr. bûn. Îcar navê Kadri Yildirim, ji aliyê Adak ve hate rojevê ku hingê li Dîcleyê doçent bû.
Piştî hatina Yildirimî helwêsta me ya li dijî YOK’ê şikiya. Ji ber ku Yildirim endamên lijneya avakirina beşê hêdî hêdî ber bi pejirandina biryara YOKê ve kişkişand. Lê Xwedê giravî ez serokê beşê kurdî bûm û min ev yek nedipejirand. Di wê navberê de bi ceweta dostekî nivîskar min ji Hüseyîn Çelîk ku cîgirê serokwezîr e randevû stend. Em çûn cem wî, Kadri Yildirim nehat. Çelîk bi serokê YOK’ê re peyivî û daxwaza du majisteran gotê. Em bi vê sozê vegeriyan Mêrdînê. Lê tu pêşketin çênebûn. Xuya bû ku hikumeta AKP’yê jî, refleksa sed salî nîşan dida ku ev refleksa sed salî, tenê li ser teslîm-stendina Kurdan hatiye avakirin. Her çi qas, weke li jorê jî hatiye gotin, ji mijarê sar bûbim jî, min digot qet nebe em wanebêjan perwerde bikin. Lê bernameya wanebêjiyê jî weke gellek karên hin kurdan “ettehiyato çawa lê hato” bû. Divê sê meh bûya, lê belê, hê nebûbû du meh, bernameya perwerdeya wanebêjan ji aliyê Kadri Yildirim ve, bêyî ku ji kesî were pirsîn, hate birrîn. Me sozek dabû beşdarên azmûnê ku me dê ji her yekî re pirtûkek û nameya spasdariyê bişandaya, lê ew jî nekirin.
Dawiya dawî, di dawiya tîrmehê de êdî wextê serîlêdana majisteran hat. Ji bo vê yekê em dîsa civiyan. Min jî biryara xwe ji bo lijneya kurdî diyar kir ku ez nakevim nav karekî weha, ji endamtiya lijneyê û serokatiya binbeşê kurdî îstifa dikim. Kesên grûpê carekê tobeya xwe xirab kiribûn. Weke ku wezîfeya wan astengkirina karê bi rêk û pêk be, li hemberî her tiştî sekinîn. Rabûn û xwe bi domandinê ve girêdan, “majister” vekirin ku nuha du kes in; Evdirehman Adak û Kadri Yildirim.
Weke me li jorê got, despêkek diviya, lê gelo destpêkeke weha? Ma piştî çîroka sedsalî ku em “famekorî” kirin, ne diviya ku destpêk programatîk û tije bûya? Rektorê zankoyê weke zanîstekî xwedîetîk hevparê nerazîbûna Kurdan bû, lê Kurd? Ez bi tena serê xwe di binê bar de bûm, lê gelo derdorên Kurdan nikarîbûn alîkariyek bidana? Kurd doza gellek tiştan dikin ku mafê wan yê her tiştî heye, lê gelo ji bo kîjan daxwazê amade ne? Bi ya me, entelektuel ne mecbûr e helwesta gelemperî nîşan bide. Lê mafê tu derdorê heye ku entelektuelekî pêşî xayîn îlan bike, di pey re jî leheng bipejirîne? Dîsa bi ya me, Kurdên Bakûrî ji xwe weke federasyoneke de-facto dijîn. Dikarin dezgehan jî ava bikin, heya di fermiyetê de bê nasîn. Heta min li Amedê ji çend kesan re jî got ku dikarin li navenda bajêr du daîreyan bigrin û li ser derî weha binivîsin: “Zankoya Ehmedê Xanî”. Gelo îradeyeke weha heye? Ma enstîtu, dezgeh û weqfên Kurdan dikanên nîsk û nokan in ku nikarin dibistaneke weke ya Gihandînî ku sed sal berê li ser hîmên fidakariyê bilind bûbû ava bikin?
Dr. Selîm Temo:
Nivîskar, akademîsyen û kevne-serokê beşê Ziman û çanda Kurdî li Zanîngeha Artukluyê (Mêrdîn).

