Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

"Bihara ereban" û Sûrîye

Fehmî Balayî: Abstrakt I, Boyaxa rûnî li ser tuwalê, 30 x 20 cm

Bûyerên pêşnedîtî yên ku halê hazir cîhana ereb dihejînin û kirin ku rejîmên li Tûnis û Misirê hilweşin û bi îhtîmaleke mezin wê bibin dawîya rejîma eşîra Qedafî li Lîbyayê jî, dikin ku raya giştî a cîhanê berê xwe bide dewletên din ên ereb.

Êdî pêla protestoyan gihîşte Sûrîyeyê jî

Ka gelo pêla protestoyan û raperîn wê bibin sedema hilweşîna rejîmê, niha nediyar e. Di derbarê vê mijarê de fikrên bisporan hev nagirin. Alîyek guhertineke mîna ya li Tûnis û Misirê mumkin û realîst dibîne, alîyê din hişyar dike ku tirsa gelê Sûrîyeyê ji destê zorê yê rêxistinên îstîxbaratê, pir zêde ye. Bi her halî, desthilatdarên li Sûrîyeyê her hişyar û di alarmê de ne û li her deverê bi awayekî hişk û xedar dest wer didin. Ji destpêka xwêpêşandanan ango ji nîvê adara 2011ê ve di protestoyan de ku para bêtir aştîyane ne, 1.500 xwepêşandêr hatin kuştin û qederê 10.000 xwepêşandêr jî birîndar bûn. Bêhtirî 10.000 kesên muxalif hatin girtin û qederê 11.000 welatîyên Sûrîyeyê ye yên din jî qismî di bin gulebaranê de ji sînoran derbas bûn û reviyan Tirkiyê yan jî Libnanê.

Hebûna eskerî ya hêza desthilatdar a dewletê ya xurtkirî, li bajaran hewaya tirsê yê ku jixwe her hebû, kûrtir dike. Di derbarê vê pirsê de ka gelo desthilatdarên Sûrîyeyê wê di xwêpêşandanên di warê hejmarê de mezintir yên li Şam û Helebê bi rengekî çawa tevbigerin, mînakên ji rabihurîyê fikrekê bi mirov re çêdikin, ev mînak nîşan didin ka desthilatdar çawa bi muxalefeta siyasî re muamele dike. Darae, Hums, Banyas yan jî Cisr el-Şuxur bi tenê çend mînakên hefte û mehên bihurî ne.

Serhildana Birayên Misilman ku muaxalifên desthilatdarîyê ne, sala 1982yê bi awayekî hovane hat şikandin. Di wê bûyerê de ku jê re Komkujîya Hamayê tê gotin, qederê 30.000 mirov hatin kuştin. Birayên Misilman jî ji sedan êrişan berpirsîyar bûn. Sala 2002 û 2003yê xwepêşandanên kurdan li Şamê bi awayekî hovane hatin şikandin. Di adara 2004ê de di navbera alîgirên tîmên futbolê yên kurd û ereb de li herêmên kurd ên Sûrîyeyê de pevçûnan rûda, ku paşê ji Qamişloya li rojhilata welêt heta bi Efrîna li serê rojavayê welat belav bûn. Sedema bûyeran ew bû ku alîgirên tîmê ereb bi gotina sloganên ji bo Sedam Huseyn bi sîlehan êriş birin ser alîgirên kurd. Hingê li bajarên mezin jî cih cihan bûyeran rû da. Xwepêşandan û protesto ji alîyê artêş, polîs û partîya Baasê ve bi rijandina xwînê hatin tepisandin. Di encamê de bi dehan kes hatin qetil kirin, bi sedan kes birîndar bûn, gelek kes hatin wenda kirin û bêhtirî 3000 kes jî hatin girtin. Gelek xwendekarên kurd ji bo heta hetayê ji zanîngehê hatin dûr xistin.

Yek ji rejîmên herî zordest

Rejîma Sûrîyeyê yek ji rejîmên herî hov û zordest ên tevahîya cîhana ereb e. Mafên mirovan ên sereke li vir di nav 50 salên dawîyê de her hatin bin pê kirin. Parêzvanên mafê mirovan û muxalif tên wenda kirin, girtin û êşkence li wan tê kirin. Di rabihurîyê de û herweha di van demên dawîyê de di encama êşkenceyê de li zindan û girtîgehên Sûrîyeyê de bêhejmar mirov mirin. Halê hazir nêzîkî 13000 girtîyên siyasî hene. Di girtîgeh û zindanan de rewşa paqijîyê kambax û bobelat e, xizmeta tibî û tenduristî bixwe, bi tevahî ne têrker e. Li girtîgehan û qereqolên polîsan êşkence weke adet be, tê bi kar anîn. Mexdûrên van êrişan gelek caran bi tevahîya jîyana xwe dikevin bin bandoreke fizîkî yan jî derûnî ya vê şidetê. Mexdûrên ku di encama şideta fizîkî de dimirin jî kêm nînin.

Li Sûrîyeyê ne azadîya çapemenîyê, ne jî ya derbirînê heye. Tevahîya dezgehên çapemenîyê di destê hukûmetê de ne û bi awayekî hişk tên kontrol kirin. Hem tevahîya kanalên radyo û televizyonê û hem jî medayaya çapê jî dikevin berê. Azadîya damezirandina yekîtî û komeleyan ji alîyê hukûmetê ve pir tê bi sînor kirin. Azadîya kombûn, civîn û muxalefeteke bi awayekî qanûnî birêxistin bûyî, nînin. Bi îşaretpêkirina qanûnên Sûrî û bi bahaneya zirarê li îtîbara dewletê dikin, her kesên "nerehet" tên girtin. Her meh mirov têne wenda kirin, cihê ku lê têne girtin nayê zanîn. Her û her mirov bi mehan têne girtin, bêyî ku doz li wan were vekirin.

Dîktatorîya serokdewlet û ya partîyê

Hêza rêjîma Sûrîyeyê di destê serokdewlet de kom bûye; partîya hukûmetê Baas û herweha hêz û rêxistinên cihê yên polîs û îstîxbaratê stûna sereke ya rejîmê pêk tînin. Îdeolojîya Partîya Vejîna Erebî ango Baas ya ku ji sala 1963yê ve de facto partîya dewletê ye, weke îfadeya herî girîng a neteweperestîya ereb tê dîtin, ji gelek nifşan û vir ve reng û şêlê dide dewleta Sûrîyeyê û civaka wê. Sîsik û navenda îdeoljîyê pan-erebîzm e, ku netewe weke taybetmendîya hevpar a nasnamediyarker di ser cihêwazîyên etnîk û dînî re digire. Bi vî rengî cihêwazîyên di nav civakê de di nav prensîpên sereke yên destûra partîyê de weke "talî" û "şaş" hatine bi nav kirin. Dema ku zimanê erebî weke zimanê fermî yê dewletê û gel, yekane zimanê perwerdeyê tesbît dike û dibêje her kesê ku li ser erdên ereban dijî ereb e û zimanê wan erebî ye, bernameya partîyê gelê Sûrîyeyê dike ereb. Hêzeke milîs a partîyê ku ji sedhezar kesan pêk tê, heye. Ev hêza milîs baskê eskerî yê rêxistinê ye û bi rêxistinên girseyî yên weke rêxistina ciwanan Pêşengên Baasê dikeve nav tevahîya şaneyên civakê.

Rêxistinên îstîxbaratê nexasim di dema desthilatdarîya Hafiz el-Esed de bi zanîn hatin pêş de birin û weke pir bikêrhatî têne dîtin. Ji ber qanûna Rewşa Awarte ya Şer ku ji sala 1963yê ve di meriyetê de ye, baskên cihê yê avahîya Hêzên Ewlekarîyê ji hev serbixwe tevdigerin û qismî hevdu kontrol dikin. Rêxistina herî mezin a nepenî Midûriyeta Ewlekarîyê ye ku bi hezaran ajanên wê jîyana rojane ya welatîyên Sûrîyeyê kontrol dikin. Yên di hedefa rêxistinê de berîya her tiştî muxalifên siyasî, bîyanî û çapemenî ne. Rêxistina Îstîxbarata Eskerî girêdayî Wezareta Parastinê ye. Ev rêxistin li gor agahîyên rojavayî destekê dide komên terorîst. Dadgehkirina girtîyên siyasî erk û wezîfeya Dadgeha Ewlekarîya Dewletê ye. Dozên wê bi piranî di bin standartên navneteweyî de ne.

Hindikahîyên ne-ereb bi awayekî xedar têne tepisandin

Ji bilî hêzên muxalif, bi awayekî giştî nexasim endamên hindikahîyên dînî û etnîk mexdûrên zor û zexta dewletê ne, para bêtir jî kurd. Serjimara Sûrîyeyê nêzî 20.4 milyonan e, û piranîya wan ereb in. Bi hejmara xwe ya qederê du milyonan kurd ji sedî dehê nufûsa welêt pêk tînin û bi vê jî hindikahîya etnîk a herî mezin a welêt in. Kurd herî zêde li Çîyayê Kurmanc, herêma Kobanî (bi erebî Eyn el-Ereb), herdu cih jî li bakur-rojavayê Helebê ne û herweha li bakurê wilayeta Cezîre (bi erebî El-Hesekê) diminîn. Ji bilî kurdan, ermenî, turkmen û çerkez jî li welêt dijîn. Mirov dikare bêje azadîya bawerîyê li Sûrîyeyê bi awayekî esasî heye. Ji bilî piranîya sunî (% 71), li vir alewî (% 12), xirîstîyan (% 10), durzî (% 4), şîî (% 2), herweha îsmaîlî, cihû, asûrî-aramî û êzdî jî hene. Helbet cihû û êzdî li derveyî azadîya bawerîyê tên hiştin. Endamên van bawerîyan qismî bi awayekî eşkere tên dîskrîmîne kirin. Mafê sereke li wan tên qedexe kirin.

Rewşa kurdan

Rewşa kurdên li Sûrîyeyê ji bo tepisandina tevahîya gelên ne-ereb û hindikahîyên dînî yên li welêt mînakek e. Dîroka bindestkirin û tepisandinê şaxê xwe pir berdide jêr. Yek ji delîlên destpêkê yên şidet û zora li dijî kurdan bûyereke sala 1957ê ye, ku tê de dusedûpêncî zarokên kurd di sînemeyeke li Amûdê de ya ku bi qest hatibû şewitandin, mirin. Nexasim ji dema ku rejîma Baas bû desthilatdar ango ji 1963yê û vir ve pir zordestî li kurdên li Sûrîyeyê tê kirin û bi awayekî sîstematîk mafên wan ên mirovan tên bin pê kirin. Ji alîyê fermî ve hebûna kurdan bi dehan salan hat înkar kirin. Hewl tê dayîn ku "pirsgirêka kurd" bi siyaseteke êrişkar a asîmîlasyonê û siyaseteke erebkirinê ya hişk û nijadperest were çareser kirin. Tu temsîla siyasî ya kurdan a qanûnî nîne. Ji ber ku li gor destûra bingehîn a Sûrîyeyê partîyên dînî û etnîk qedexe ne, bi awayekî de facto partîyên kurd qedexe ne.

Di 23yê tebaxa 1962yê de hukûmeta Sûrîyeyê bi biryarnameya hejmara 93 biryar da ku li wilayeta El-Hesekê serjimareke neasayî pêk bîne. Di çirîya pêşî ya sala 1962yê de ev serjimar pêk hat. Di encama vê serjimarê de hevwelatîtîya 120.000 kurdan hat betal kirin. Ev mirovên ji welatîtîya Sûrîyeyê hatî derxistin û paşîyên wan, li welatê xwe veguherîn bîyanîyan. Bi awayê fermî ew yan "bîyanî" yan jî "ne-qeydkirî" ne. Di vê navberê de hejmara kesên ku mexdûrên vê pêkanînê ne, gihîşte 300.000an. Betalkirina welatîbûnê ji bo kesên mafên wan ên welatîbûnê tên asteng kirin, encamên pir fireh derxistin holê. Weke mînak mirovên welatîtîya wan nîne, mafê wan ên milkdarîyê, yê perwerdeyê, yê zewacên fermî, yê hilbijartinê (ne aktîf û ne jî pasîf) û yê memûrtîyê jî nîne. Adara 2011ê Esed soz da kurdan ku wan ji nû ve bike welatî. Gelo kurdên hemwelatîtîya wan nîne hemû wê bi lez û bêyî astengên burokratîk ji nû ve bibin welatî? Ji bo em bi vê zanibin, divê em li benda kirinên rejîmê bin.

Bi biryarqanûna 49ê re hukûmeta Sûrîyeyê ji sala 2009ê ve qedexe kir ku mirovên welatîtîya wan a sûrî nîne, êdî di sektora taybet de jî kar bikin. Yê ku li ber vê biryarê rabe, mumkin e bi cezayekî pereyan ê heta bi 100.000 lîreyên sûrî (1609 euro) werin ceza kirin, yan jî ji şeş mehan heta duwanzdeh mehan cezayê girtîgehê dibe ku li wan were birîn. Kesên mexdûr bi tevahî ji mafan hatine bêpar kirin, derîyên perwerdeyê li wan girtî ne û bi vî rengî paşê jî neçarê bêkarîyê ne. Di bin van şert û mercan de jîyaneke hêjayî mirovan ne mumkin e. Ji ber vê yekê gelek kurd dema ku ji wan were, direvin derveyî welatê xwe.

Sala 1965ê destpêka siyaseta erebkirinê ya li dijî kurdan bû ku nijadperestî sedema wê bû û heta îro jî dewam dike. Wê salê fikrê siyaseta herêma Kembera Ereb kemilî, ku diviyabû li herêmên kurdan di navbera Sûrî û Tirkiyê û Sûrî û Iraqê de bihata ava kirin. Armanca Kembera Ereb ew e; demografîya li bakurê welêt ji binî ve biguhere, serûbinî hev bike. Ji piranîya kurd a li deverê çêkirina hindikahîyekê armanc e. Ji sala 1975ê û pê ve bi awayekî plankirî û li gor armancê bicihkirina erebên bedewî li herêmên kurdan dest pê kir. Heta îro bêhtirî 50 cîhûwarên şên ên ereb, li van deveran hatine ava kirin. Milkên xwedîyê erdan ên kurd –para bêtir mirovên ku debara xwe bi çandinîyê dikin– bi piranî bê tezmînat ji wan tên stendin. Ew bixwe êdî bi tevahî xizan û hejar li kevîyên bajarên mezin dimînin û ji ber ku bingehê debara xwe disipartinê ji wan hatiye stendin, divê debara xwe û malbatên xwe bi emeletîyê bikin. Armanca siyaseta erebkirinê tinekirina nasnameya neteweyî û çandî ya kurdan e. Bi vî rengî li şûna navên dîrokî yên bi kurdî yên bajar, çîya, gelî û erdnîgarîyê navên erebî hatin bi cih kirin. Zimanê kurdî qedexe ye. Bikaranîna zimanê kurdî ya di qada gelemperîyê de, li cem xwe hewandina berhemên wêjeyî û çapemenîyê yên bi kurdî yên bi her rengî bi awayekî hişk têne ceza kirin. Heta îro qeydkirina navên bi kurdî gelek caran tê red kirin. Bi awayekî fermî sala 1992yê giştînameyeke Wezareta Karê Hundir hate weşandin û ev giştîname qedexe dikir navên kurdî li zarokan bên dayin. Ji ber qedexeya zimên hejmara nexwendeyan di nav kurdan de zêde bû. Ji ber ku erebî yekane zimanê perwerdeyê ye, gelek mirovên ku hîç bi zimanê erebî nizanin, ji xizmeta perwerdeyê nikarin sûdê wergirin. Dersdayîna bi zimanê kurdî û pêkanîna çand û folklora kurdî qedexe ne. Sala 1994ê fermaneke walîyê el-Hesekê der çû ku ferz dikir tevahîya dikanên navê wan ne bi erebî di siberojê de navekî bi erebî li xwe bikin. Armanca van tedbîran ew e ku rastî û xisletên nasnameyî yên neteweyî û çandî yên di pêvajoya dîrokê de pêk hatî, berevajî bikin. Pir eşkere ye ku hewl tê dayîn, kurdan bi zor û şidetê asîmîle bikin û mîrateya wan a dîrokî û çandî –nasnameya wan– tune bikin.

Raperîna li Sûrîyeyê û kurd

Ji destpêka nîsana 2011ê ve kurd hema hema her roja înê weke tevahîya welêt dadikevin kolanan û li dijî rejîmê xwepêşandanan li dar dixin. Daxwazên kurdan azadî û demokrasî ne. Her weha bang tê kirin ku rejîm were hilweşandin, lê belê ne weke li herêmên sunî-ereb ên weke Hamayê. Sedemên vê yekê diyar in: Kurd naxwazin bibin qurban û mexdûr, ew li rewşê dinihêrin. Rejîm jî di tepisandina xwepêşandanên kurdan de bi tedbîr e.

Mirov dikare vê helwesta rejîmê çawa rave bike? Meşal Temo di hevpeyvînekê de weha bersiv da vê pirsê:

"Tecrûbeya rejîmê bi me re heye. Dema ku sala 2004ê li herêmên kurdan gule li xwepêşandêran reşandin, bi sedhezaran kurdên li Şam û Helebê jî daketin qadan. Kuştina kesên rejîmê protesto dikin, mirovan bêhtir nêzî hev dike, bi hev dikelîne. Hukûmet baş pê dizane: Heke kurdek di xwepêşandanên li herêmên kurd de were kuştin, bi sedhezaran kurd wê dakevin qad û kolanan. Komên siyasî çiqasî di nav xwe de nelihev û lawaz jî bin, rewşên wisa kurdan dikin yek û dikin kurd hev bigirin. Ev yek ji wan sedeman e ku dike hêzên ewlekarîyê li herêmên kurdan dest wernedin xwepêşandanan. Ew dizanin, heke vê bikin, ev ê bibe sedem ku kurdên li Şam û Helebê jî xwepêşandanan li dar bixin. Ew dixwazin bi her halî pêşîyê li vê yekê bigirin." (1)

Divê mirov li gotinên Temo zêde bike û bibêje, rejîm hê hesabê xwe li ser vê yekê dike ku wê karibe kurdan bike alîgirên xwe. Vekişîna kurdan ji Konferansa Stenbolê ya Tîrmeha 2011ê, rejîm di vê fikra wê de piştrast kir.

Li gor me, rejîm jî di pirsgirêka kurdî de li cihekî "rast" ê ku xwe lê bi cih bike, digere. Lê belê ew di navbera Xelo û Celo de maye: Heke Şam tawîzan bide kurdan, hingê Enqere wê tevî rojava zexta li ser Sûrîyeyê zêde bike. Lê belê heke rejîm xurtir û xedartir bi ser kurdan de biçe, hingê jî ev yek wê bi leztir rê li ber raperîneke gelî a kurdan veke, çawa ku sala 2004ê qewimîbû.

Protestoyên kurdan hê bi rojên diyar ên hefteyê û hin cihan sînordar in. Di warê cografî de li gor Efrîn û Helebê, li el-Cezîre, Qamişlo, Amûdê û hwd. bêtir xwepêşandan rû didin.

Herçî helwesta kurdan beramberî muxalefeta ereb e, her diçe bêtir kurd bi awayekî rexnegir fikra xwe der barê siyaseta muxalefeta ereb a Sûrî de îfade dikin. Kurd bawerîyê nexasim bi Birayên Misilman û konferansên wan ên li ser erdên Tirkiyê nayînin. (2)

Dewra Tirkiyê û hukûmeta Erdogan mixabin divê weke pir neerênî were nirxandin. Tirkiye li ser alaya xwe neyekser jî be, hê jî, kêm û zêde, weha dinivîse: "Em ê li seranserê dinyayê li dijî hewldanên kurdan ên cudaxwazîyê şer bikin". Ji ber vê yekê nabe ku kurd kêlîyeke bi tenê jî vê dewra xiraker û hilweşîner a Enqerê piçûk û kêm bibînin. Maneya vê yeke helbet ne ew e ku mirov bi Tirkiyê re li hev neke –Tirkiye cîraneke girîng e û wê wisa jî bimîne. Lê belê her dilsafîtî, nexasim jî di siyaseta dinyayê de, dikare ji bo kesên pêwendîdar bibe sedema encamên felaket û bobelatê.
Di vê çarçoveyê de ez hez dikim behsa mînakekê bikim: Di 20ê tîrmehê de min hevpeyvînek bi Meşal Temo re xwend. Temo demekê di girtîgehê de mabû.

GfbV (Gesellschaft für bedrohte Völker) ji bo wî kampanyayeke navneteweyî dabû dest pê kirin û vê yekê jî kiribû Temo were berdan. Di vê hevpeyvîna xwe de bi min weha xuya bû ku Temo ev dewra dijminane ya Tirkiyê ji bo deqîqeyekê ji bîr kiriye. (3) Cihê kêfxweşîyê ye, min saetekê paşê xwend ku hevalê me Meşal Temo daxuyanîyek daye û vekişîna rêxistina xwe ji "Konferansa Stenbolê" ragihandiye. (4)

Em dibînin ku siyasetvanên kurd der barê pirsa hevkarîyeke din a bi Birayên Misilman re, guftûgoyeke piralî dimeşînin. Li vir a girîng ew e ku kurd bi hevgirtî derkevin meydanê. Ji hev parçebûneke kurdan li dijî doza kurdan e û divê ev yek di nav kurdan fikra hevpar be. Ji tecrûbeya başûr û bakurê Kurdistanê divê ders werin girtin. (5)

Yek yek kurdên li surgûnê timî inîsîyatîfê digirin dest û komên nû yên siyasî dadimezrînin. Divê timî bi awayekî erênî li vê were nêrîn. Ku komên kurd xwedî fikrên cihê bin, ev yek pêşveçûneke erênî ye. Lê belê divê ev kom li dijî hev "ji bo man û nemanê" şer nekin. (6) Dibe ku muxalefeta ereb karibe ji bin barekî bi vî rengî rabe, lê kurd nikarin. Kurd hê li destpêka rêya xwe ne, ew dixwazin ji xwe re li Sûrî statûyekê bi destûra bingehîn misoger bikin. Ereban ev yek jixwe bi dest xistiye.

Di 14ê gulana 2011ê de rêxistinên kurdan hevgirtinek ava kir. (7) Hema hema tevahîya partîyên kurdan cihê xwe di vê hevgirtinê de girtin. Lê belê mixabin hevgirtin bi tenê li ser kaxetê ma. Dîsa jî ev hevgirtin li ser rêya rast gavek bû. Daxwazên wan jî para bêtir ji alîyê kurdan jî dihatin qebûl kirin û destek kirin. Rêxistinên kurd heke xebatên vê hevgirtinê ji nû ve çalak bikin, wê karekî baş bikin.

Destpêka raperîna li Sûrîyeyê kurd bi awayekî vekirî ji raya giştî re, daxwazên xwe îfade kiribûn:

1 Tavilê destberdana ji şideta li dijî xwepêşandêran û destûrdana xwepêşandanên aştîyane;

2 Pêkanîna qanûna nîsana 2011ê ya ku rewşa awarte ya ji sala 1963yê ve bi dawî dikir; betalkirina tevahîya dadgeh û qanûnên taybet; berdana tevahîya girtîyên siyasî;

3 Dawîlêanîna tevahîya tedbîrên diskrîmînasyona kurdan û betalkirina tevahîya giştîname û fermanên nepenî yên der barê kurdan de; li gor di adara 2011ê de hat ragihandin, bi lez û bez pêkanîna welatîkirina qederê 300.000 ne-welatîyên qeydkirî (ecnebî) û herweha ne-welatîyên neqeydkirî (maktumîn); dawîlêanîna paşvehiştina herêmên kurdan û wekhevkirina bi herêmên din re;

4 Pêkanîna konferanseke neteweyî ji bo sêwirandina destûreke bingehîn a nû ku wê ji bo erêkirinê bikeve dengdana gelê Sûrîyeyê. Ev destûr divê mafên neteweyî yên kurdan, herweha mafên çandî yên hindikahîyên etnîk û dînî yên weke asûrî-aramîyên li Sûrîyeyê û azadîya bawerîyan a bêkêmasî misoger bike.

Di dema xwepêşandanên girseyî de ku hema hema her hefte roja înê pêk tên, rejîm li herêmên ereb ên welêt bi xedarîyeke mezin bi ser xwepêşandarên dijberên rejîmê de diçe. Li herêmên kurd ên li bakurê welêt seranserî sînorê bi Tirkiyê re, rejîm bi qasî ku mirovan matmayî bihêle, bi tedbîr e û dest tê wernade. Tevî ku her hefte xwepêşandanên protestoyî hene, li herêmên kurdan heta niha hema hema tu zirar û mexdûrîyeta kurdan çênebûye.
Çawa ku berê jî hate gotin, rejîma Beşar el-Esed hezîrana 2011ê hin tawîz dan kurdên li bakurê welêt, Meşal Temo û Mustafa Îsmaîl jî di nav de hin siyasetvanên kurd jî destpêka hezîranê ve tên berdan.

Bi berdana siyasetvanên kurd, rejîma Şamê dixwaze bi awayekî zelal kurd û erebên muxalif ji hev veqetîne. Hukûmeta Sûrîyeyê dîyalogek jî pêşniyarî kurdan kir. Lê belê ev pêşniyar ji alîyê kurdan ve bi yek dengî hate red kirin. Rêxistinên kurdan di daxuyanîyeke di 14ê gulana 2011ê de didin zanîn ku berîya dîyalogekê divê rejîm muameleya xwe ya bêeman a bi xwepêşandarên aştîyane re bi dawî bike.

Meşal Temo di tebaxa 2008ê de li bajarê bakurê Sûrîyeyê Eyn el-Erebê ji alîyê dewrîyeyeke rêxistina îstîxbaratê ve hatibû revandin. Der barê cihê lê de bi hefteyan tu agahî nedan xizmên wî. Piştî ku GfbV (Gesellschaft für bedrohte Völker) bi tika û ricayê serî li sefaretên dewletên demokratîk ên li Şamê da, rayedarên Sûrî hê nû eşkere kirin ka parêzvanê mafê mirovan li ku girtî ye. Demeke kurt paşê ew derxistin pêşberî dadgehê û bi bahaneya qaşo "ruhê netewe lawaz kiriye" sê sal û nîv ceza lê hate birîn.

Piştî ku hêzên ewlekarîyê ew 12ê kanûna 2009ê li Helebê girtin, parêzerê kurd Mustefa Îsmaîl diviyabû sal û nîvê di girtîgehê de bimîne. Temo û Îsmaîl piştî berdana xwe bi rêya telefonê şexsî malavahîya GfbV (Gesellschaft für bedrohte Völker) û her kesê din kirin ên ku di van salên dawîyê de ji bo berdana wan xebitîne.

Di 25ê çileyê 2011ê de stranbêjê kurd Bavê Salih hat girtin. Stranbêjê ku bi awayekî birêkûpêk di çalakîyên girseyî de derdikete ser dikê, ne endamê rêxistin û partîyeke siyasî ye. Hunermend bi salan e bi rêya komkirin û qeydkirina stranên gelêrî yên kurdan, ji bo parastin û pêşdebirina zimanê kurdî dixebite. Piştî kampanyayeke li seranserê dinyayê, ya ku GfbV daye dest pê kirin, Bavê Salih di 5ê adara 2011ê de hat berdan.
Di tebaxa 2010ê de çalakvanê mafê mirovan ê elman-sûriyeyî Îsmaîl Ebdî hat girtin. Wî tevî malbata xwe betlanê li Sûrîyeyê derbas kiribû û dixwest ji welêt derkeve. Gelek mehan xizmên wî pê nizanîbûn ka ew li ku girtî ye. Dihat xwestin ku li gor xalên 287 û 278 ên qanûna ceza ya Sûrîyeyê ceza lê were birîn. Di vê navberê de Ebdî hat berdan, lê belê nikare Sûrîyeyê biterikîne.

Asûrî-Aramîyên xirîstîyan jî mexdûr in

Di 20ê gulana 2011ê, piştî xwepêşan-daneke aştîyane ya li bajarê Qamişloyê ku tevahîya şênîyên bajêr ên asûrî (suryoyê), kurd û ereb tevlî bûn, komeke ji Midûriyeta Ewlekarîyê ya bajêr ku ji 20 zilamên bi sîlehan baş pêçayî pêk dihat, êriş bire ser buroya Rêxistina Asûrîyan a Demokratîk (RAD). Di encamê de bi hênceta endamekî ciwan ê vê rêxistinê tevlî vê xwepêşandanê bûye, di nav de çar endamên birêveber jî 13 endamên rêxistinê hatin girtin. Piştî ku endamên rêxistinê bi devereke nediyar ve birin, yekîneyên polîsan vegeriyan buroya navendî ya rêxistinê ya li taxa "El-Wasta"yê û careke din bi ser buroyê de girtin û beşeke mezin a malzemeyên li buroyê texrîb û desteser kirin. Asûrîyên girtî çend roj paşê hatin berdan.

Di îlona 2010ê de jî du ciwanên xirîstîyan ên asûrî/aramî Gabrîyel Îsa Îskender û Nahir Henna ji ber ku di konserekê de ala asûrî li ba kirine û bi vê jî qaşo xala 307ê ya qanûna ceza ya Sûrîyeyê binpê kirine (sorkirina kîna etnîk û dînî), ji alîyê Rêxistina Îstîxbaratê ya Sûrî ve hatin girtin. Ev îdîa absurd xuya dike, lewra li gor huqûqa Sûrîyeyê, sembolên neteweyî yên asûrî-aramî li Sûrîyeyê ne qedexe ne. Tevî ku endamê Neteweyên Yekbûyî ye jî, Sûrîye rêzê ji Danezana Mafê Mirovan re nagire. Hukûmeta welêt sereqet û misêwa peymanên navneteweyî bin pê dike, yên weke Peymana li Dijî Êşkencê ya Neteweyên Yekbûyî ku parlemana Sûrîyeyê sala 2004ê erê kiribû. Ne mafên li gor peymana navneteweyî yên welatî û siyasî, ne jî mafên li gor peymana navneteweyî yên aborî, civakî û çandî yên welatîyên Sûrîyeyê nayên dayîn.

Encam

Kurd, alewî, asûrî-aramî, ermenî, durzî, îsmaîlî, demokratên ereb, mislimanên rohnîbûyî, kurdên êzdî divê ji niha ve hevgirtineke xurt pêk bînin. Bêyî vê hevgirtinê, bi alîkarîya Erebistana Suûdî, Tirkiyê û mumkin e bi ya Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Birayên Misilman ên tundrew bibin desthilatdar û ew ê bixwazin ku êdî tu caran desthilatdarîyê ji dest nedin. Îhtîmal e ku hevgirtineke kirêt û nepîroz pêk were nexasim jî li dijî kurdan. Ji ber vê yekê divê kurd û demokrat tev, kirinên Tirkiyê yên li Sûrîyeyê ji nêz ve bişopînin. Tecrûbe û ezmûnên li Afganistan û Îranê baş nîşan didin ku rojava pir bi lez dikare bi îslamîstan re li hev bike. Tiştekî bi vî rengî wê ji bo hindikahîyan û demokrasîya li Sûrîyeyê bibe metirsîyeke kujer.

Çavkanî: 

Dr. Kemal Sîdo:
Raportorê Rojhilata Nêzîk ê Civaka ji bo Gelên di Tehlûkeyê de - Gesellschaft für bedrohte Völker (GfbV)

  1. http://www.kurdwatch.org/newsletter/newsletter_de_200711.html, bi elmanî ye
  2. Zara Misto: http://www.gemyakurda.net/modules.php?name=News&file=article&sid=47046, bi elmanî ye
  3. Kurdwach, 20.07.11, bi elmanî ye
  4. http://www.kurdwatch.org/index?aid=1804, bi elmanî ye
  5. Yahya Silo: http://www.efrin.net/cms/erebi/index.php?option=com_content&task=view&id..., bi erebî ye
  6. http://www.pdpks.com/ppp/?p=9254, bi erebî ye
  7. Kurdwach, 20. Juni 2011, bi elmanî ye

Wergera ji almanî: Luqman Guldivê