"Bi xwestina hîvê bila rûyê we sor nebe: Ew e ya ji me re pêwist"
Krîza deynî ya ku hin welatên ewropî da ber xwe, kete werçerxeke berê nedîtî: weke encama tercîha welatên deyndar a xilaskirina bankeyan, ev krîz desthilatdariya dewletê bi awayekî ji taqetê ketî dixe bin wesayeta dezgehên bi dengdana gerdûnî peyda bûne. Qedera gelên ji Yewnanîstanê, Portugalê û Îrlandayê êdî li parlemanan diyar nabe, lê belê li buroyên bankeya navendî, Komîsyona Ewropayê û Fona Darayî ya Navneteweyî IMFyê tê diyar kirin. Li benda hevgirtineke tevgerên civakî?
Ekonomîk lê herwiha demokratîk, buhrana ewropî çar pirsên bingehîn ji bo bersivdanê datîne ber me. Ev siyasetên ku têkçûna wan hatibû misoger kirin, çima dîsa jî li çar welatan (Îrlanda, Spanya, Portugal, Yûnanîstan) bi dirindeyîyeke berbiçav hatin bi kar anîn û meşandin? Gelo mîmarên van tercîhan pir xeyalperest in ji bo ku di her têkçûna –texmînkirî– wan a dermankirinê de dîsa jî wan teşwîq dike da ku dozaja derman deh caran zêdetir bikin? Di pergalên demokratîk de, gelo mirov çawa dikare îzah bike ku gelên bûne şeperzeyên van reçeteyan weke ku ti tercîha wan tinebe, ji bilî bicihkirina hukûmeteke nû ya ji alîyê îdeolojîk ve cêwîya hukûmeta berî xwe û dîsa bi biryardarî dikeve nav hewldana meşandina "terapîya şokê" ya biserneketî ya ji alîyê hukûmeta daxistî ve dihat pêk anîn? Pirsa dawî jî… gelo mumkun e tiştekî din bê kirin?
Bersiva du pirsên pêşî li ser me ferz dike ku li ser "berjewendîyên giştî", "nirxên ji alîyê Ewropayê ve parvekirî", û dîsa li ser "jîyana bi hev re" em xwe ji vegotineke reklamwarî rizgar bikin. Siyasetên tên pêk anîn, ne yên dînane, berevajî ne, têra xwe aqilane ne. Û bi piranî, ew digihîjin armanca xwe. Lê belê, divê bê zanîn ku armanca wan ne dawîlêanîna buhrana aborî û diravî, lê komkirina fêkîyên pir bi av ên buhranê ye. Buhraneke ku wê bi sedan hezar kesan ji karên wan bêpar bihêle (li Yûnanîstanê, şûna ji her deh teqewidîyan neh wê vala bimîne), heqdest û pereyên tatîla wan kêm bike, bi berdêleke pir erzan wê tevahîya aborîyê pêşkêşî berjewendîyên şirketên taybet bike, mafê kar wê bike mijara guftûgoyê, bacên nerasterast wê zêde bike, (yên herî neadil), fiyetên xizmeta dewletê wê zêde bike, pereyên ji bo fînanskirina dermankirinê kêm bike û di encamê de ew ê xeyala pêkanîna civakeke bazara serbest bi cih bîne. Ango ev buhran wê bibe firseteke zêrîn ji bo lîberalan; di rewş û demên asayî de, yek ji van tedbîrên tên gotin bi tenê jî, wê bibûya sedemê şer û pevçûneke bêhempa û şîlo; niha hertişt wê bi carekê de rû bide. Baş e, gelo wan wê çima bixwesta ku bigihîjin jêdereke ji tunelê ya ku ji bo wan dişibe otobaneke ber bi Xaka Waadkirî ve?
15ê hezîrana bihurî, rêveberên Irish Business and Employers Confederation (IBEC), rêxistina karsazên îrlandî, ji bo li gel nûnerên Komîsyona Ewropî hevdîtinan pêk bîne, diçûn Brukselê. Wan ji Yekîtîya Ewropayê (YE) xwest ku zextê bide ser Dublinê da ku beşek ji rêziknameya kar a îrlandî derhal were guherandin. Di dawîya civînê de, gerînendeyê têkilîyên pîşesazîyê û çavkanîyên mirovî yên IBECê, Brendan McGinty, ev daxuyanî da: "Çavdêrên bîyanî dibînin ku rêzikên me yên têkildarî heqdestan li pêşîya afirandina îstîxdam, mezinbûna kar û kardanê asteng in. Halbû ku reformeke di radeyeke mezin de dikare bibe hêmaneke navendî ya bernameya ku kefîlîya YE û IMFê wergirt. Ne wext e ku hukûmet li pêşberî biryarên dijwar dudil bimînin û paş de gav bavêjin". (1) Biryarên dijwar wê ne ji bo herkesî bin, madem ku ew ê bergeheke gelemperî bidin meyleke ku di nav sektorên bêserûber de ji mêj ve xwe daye xuya kirin: Sînorê heqdestên kedkarên nû di van salên dawîyê de serê sedî 25 daket. Ev jî nîşan dide ku bazara kar bersivê dide [heman nivîs] buhraneke aborî û bêkarîyê". (2) Bi vî awayî, levyeya deynê giran derfetan dide YE û IMFê ji bo ku bikaribin li Dublînê nîzama ku ji alîyê karsazên mezin ên îrlandî ve tê xeyal kirin, ferz bikin û bidin pêk anîn.
Ev rêzik weke ku li devereke din tê pêk anîn, ji ber ku çend rojan berî vê seredanê, 11ê hezîranê, yek ji edîtorên The Economistê ev agahî dida zanîn: "Yûnanîyên ji reforman ketine şik û gumanê difikirin ku ew ê bikaribin di nav buhranê de berê welatê xwe bidin ser riyeke rast. Ew bi bedengîya xwe heyranîya xwe nîşan didin ji bo bîyanîyên ku vîdayên hilbijartîyên wan dişidînin". (3) Di heman hejmara kovara lîberal de, analîzeke plana kemberşidandinê ya ku YE û IMF li ser Portugalê ferz dikin hebû. "Karsaz bi zimanekî pir vebirî û vekirî dibêjin divê ev welat bi tenê neyê hiştin. Perdro Ferraz da Costa, ê ku think-tankekê bi rê ve dibe, texmîn dike ku ti partîya portugalî wê di sî salên dawîyê de bernameyeke reforman a ewçend kokdar pêşnîyar nekira. Ew wekî din lê zêde dike ku divê Portugal nehêle firseteke wisa di ber re derbas bibe." (4) Bi kurtî, bijî buhran.
"Nexwendeyên" aborî heqê wê didin, ji ber ku difikirin ev berdêlek e ku diviya bidin çarenûsê
Ji bo karsazan Noela di havînê de. "Hişmend an jî na, rêveberên siyasî hema hema bi temamî ketine bin xizmeta berjwendîyên rantxwuran
Sî sal, kêm zêde temenê demokrasîya portugalî ye, li gel kaptanên xwe yên ciwan ên ku gel ew bi qerenfîlan dixemilandin ji bo spasîya xwe pêşkêşî wan bike, ji ber ku wan dîktatorîyeke bêdawî hilweşandibû, dawî li şerên kolonyal ên li Afrîkayê anîbû, soz dabû ku ew ê reformeke çandinîyê pêk bînin, seferberîya xwendin û nivîsandinê bidin dest pê kirin û di karistanan de deshilatîyê radestî karkeran bikin. Lê belê li miqabilê vê yekê, arizîkirina avê û posteyê ketin dewrê, dûre "reformên" lîberal ên malnişînîyê, tenduristîyê, perwerdê, û kêmkirina tezmînatên jikaravêtinê ketin dewrê û bi carekê bi paş de gav hatin avêtin; ev ji bo karsazan Noela di havînê de bû. Û şaxên dara çamê di bin giranîya diyarî û xelatan de wê hê xwe bitewîne, ji ber ku serokwezîr Passos Coelho soz da ku ew ê gav bavêje wêdetirî şertên ku YE û IMF li ser wî ferz dikin. Ew dixwaze "surprîzê" li muteşebîsan bike.
Aborîzanê amerîkî Paul Krugman vê rewşê wiha analîz dike: "Hişmend an jî na, rêveberên siyasî hema hema bi temamî ketine bin xizmeta berjwendîyên rantxwuran – ango ketine bin xizmeta berjewendîyên kesên ku ji sermayeya xwe hatineke pir mezin bi dest dixin, ketine bin xizmeta berjewendîyên kesên ku berê gelek pere bi deyn dane, û niha bi li pêşîya hemûyên din girtina wan, di berdêla zirarekê de ew têne parastin". Li gor Krugman, tercîhên kesên ku sermayeyê di destê xwe de digirin, xwe ferz dikin, eynî çawa ku "ew di dema kampanyaya hilbijartinê de pereyan radizînin û dibin mafê têkilîdanîna li gel siyasîyên biryaran didin, li gel siyasetvanên ku wê dawîya dawî li ba xwe bixebitînin, kêlîya ku êdî berpirsîyarîya wan a siyasî ya têkildarî karûbarên gelemperî nemîne". (5) Li dema gufûgoya ewropî ya têkildarî pere-terxankirina ji bo Yûnanîstanê, wezîrê awûsturyayî yê malîyê Mark Fekter texmînek kir û got: "Hûn nikarin rê bidin ku banka feydeyan bi dest bixin; li demekê ku deynên mukelefan tên xira kirin". (6) Kawikîyeke ku tesîrê li mirovan dike: Piştî dudilîyeke ku çil û heşt saetan dewam kir, Ewropayê hişt ku careke din "berjewendîyên rantkaran" xwe ferz bikin.
Bi qasî xuya dike, buhrana deynê zêde ji ber çerxên "kompleks" rû dide. Ji têgihîştina van çerxan re hêza nûkirinên berdewam ên mihendizîya malî divê: Berhemên zêdebûyî, prîmên îflasê (CDSyên navdar an jî "credit default swaps"), û hwd. Ev vegotina zêde zirav hewayekî giran dide analîzê an jî bêhtir dibe awayekî vegotinê yê ji bo derdora teng a "têkildarên", bêhtir ji feydekaran pêk tê. Ew dema bi zanebûn kaseyên xwe tije dikin, "nezanên" aborîyê ji berîka xwe didin, û bawer dikin ev çarenûs û qederek e. Niha em bi zimanekî hêsan bibêjin, ango em serî li vegotina siyasî bidin.
Di serdemên berê de, monarkên ewropî ji dukên Venedîkê, ji bazirganên Floransayê, ji bankavanên Jenevê deyn distandin. Ti kesî nikaribû zorê li wan bike ku deynê xwe bidin; carna wan xwe jê muaf dikir û vê yekê jî pirsgirêka deynê gelemperî çareser dikir.… Pir pir paşê, desthilata ciwan a Sovyetê da zanîn ku ew ê deynên ku Çaran stendine û xwarine li xwedîyên wan venegerîne: Wê demê nifşên xwedî teserûf ên fransî hew dîtin ku "deynên wan ên li rûsan" ên bêqîmet di kewara wan de ne.
Lê belê navgînên din ên bêhtir karê zîrekîyê, bi kêrî sistkirina çerxa şidandî ya deyndêr hat. (7) Bi vî awayî, deynê gelemperî yê brîtanî di navbera 1945 û 1955ê de ji sedî 216ê hilberîna hundir a brut daket ji sedî 138ê, yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji sedî 116ê daket rêjeya ji sedî 66ê. Bêyî planake kember-şidandinê, berevajî. Helbet, geşedana aborî ya mezin ya piştî şer xweber beşa deynê di nav dewlemendîya neteweyî de daqurtand û ziwa kir. Lê belê hertişt ne ew bû. Lewre dewletan hingê nirxa binavkirî ya ku her sal kêm dibû, di asta eflasyonê de hesap dikir û berdêla wan dida. Gava deynekî bi rêjeya faîza ji sedî 5 a salane qeyidkîrî, bi berdêleke ji sedî 10 ji alîyê dewletê ve tê dayîn, ev tiştê ku weke "rêjeya faîza reel" tê bi nav kirin, dikeve bin sifirê –û li vir yê deyndar qezenc dike. Bi rastî jî, ji 1945ê heta 1980yê hema hema her sal li piranîya welatên rojavayî rêjeya faîza reel daket bin sifirê. Encam: "Sermayedaran pereyên xwe radizandin bankayên ku pere bi rêjeyeke li binê ya enflasyonê bi deyn didan dewletan". (8) Deynê gelemperî hingê bêyî zehmetîyeke mezin ji holê radibû. Li Dewletên Yekbûyî, rêjeyên faîzê yên reel ên li bin sifrê bi wî awayî di deh salên navbera 1945-55ê de her sal feydeyeke diravî ya bi berdêla ji sedî 6.3yê hatina salane ya nateweyî li xezîneya amerîkî zêde dikir. (9)
Baş e, çima "kesên pere radizandin" ev şelandina li dijî xwe qebûl dikirin? Ji ber ku li ber wan rêyeke din tinebû. Ji ber kontrola pereyan û herwiha neteweyîkirina bankayan, ti rêyeke din li ber wan nedima ji bilî ku pereyên xwe radestî dewletê bikin, ji ber ku dewletê jî xwe bi wî awayî fînanse dikir. (10) Hingê ji bo dewlemendên taybet kirîna cihên spekulatîf ên brezîlyayê li derveyî îmkanan bû; cihên ku li ser veguherîna siyasetên soyayê ji bo sê salên dahatû endekskirî... Tiştên ji bilî vê weke rê du tişt li ber wan diman, yek jê di berbanga devaulasyonekê de, bi valêzan revandina pere û zêran ji Fransayê ber bi Swîsreyê, an jî li nêzî serdemeke hilbijartinê ya ku mumkun bû çep tê de bi ser keve. Lê belê tehlûke hebû ku sextekar biketana zîndanê jî.
Gelî fêm kir ku ew ê tu carî têra ku dilê sîstemê pê bişewite, xizan nebe
Bi salên 1980yê re, dekor serûbin bû. Dema ku nebûna azadîya livûtevgerên sermayeyê, sermayedar neçar dihiştin ku rêjeyên faîzên reel ên neyînî bilind bikin, sînorê guhêrbar a heqdestan piranîya xebatkar ji encamên enflasyonê diparastin. Ji niha û şûn ve rewşeke berevajîyê hingê wê derkeve holê.
Sînorê guhêrbar a heqdestan hema hema li her derê ji holê radibe –li Fransayê, aborîzan Alain Cotta ev biryara girîng a ku di 1982yê de hat wergirtin, weke "Dana Delors" bi nav bike (ji bo karsazan). Li alîyê din, di navbera 1981 û 2007ê de, cinawirê heft serî yê enflasyonê perê baskên wî dadikevin û rêjeyên faîzên reel hema hema hertim dibin erênî. Bi sûdwergirtina ji lîberalîzasyona geryana sermayeyê, "xwedîyên danhevan" (em dest nîşan bikin ku li vir ne teqewidîya Lîzbonê ne jî karmendê Selanîkê mijara gotinê ne …) dewletan dixin nav pêşbazîyê û, li gor gotina navdar a François Mitterrand, "ew ji xwe re radizên û pereyan qezenc dikin". Xelata xeter ya bêyî ketina nav xeterê! Gelo bi rastî jî lazim e ku em bibêjin, ji sînorê guhêrbar a heqdestan bi rêjeyên faîzê yên reel ên li bin sifrê derbasbûna ber bi daketineke bileztir ya hêza kirînê bi tezmînkirineke sermayeyê ku difire, dibe sedemê bi tevahî hilweşîna nîzama civakî?
Lê belê, bi qasî ku xuya dike, ev ne bes e. Li nav çerxên ku êdî li dijî xebatê sermayeyê teşwîq dikin, "troïkayê" (Komîsyona Ewropayê, BCE, IMF) biryar da zext, gef û ultîmatom jî lê zêde bike. Dewletên ji ber ku bi comerdî çûn bi hewara bankayan, jarketî, niha lave dikin ji bo kredîyekê da ku xwe bigihînin dawîya mehê; di navbera xelîl û celîl de ne, ewê an reçeteya lîberal qebûl bikin, an jî îflasê. Tevahîya Ewropayê ku heta doh jî li dijî dîktatorîyên Salazar, Franko, kolonelên yûnanî şerekî dijwar dimeşand, niha dibîne ku li nav refê wesayeteke hatiye daqurtandin û winda bûye ku ji alîyê Bruksel, Frankfûrt û Waşîngtonê ve tê bi rê ve birin. Wezîfeya bingehî: Dana deynên bankayan.
Hukûmetên van dewletan li cihê xwe dimînin, lê belê tenê ji bo çavdêrîkirina li pêkanîna fermanan û wergirtina xezeba gengaz a gelên xwe yên ku êdî têgihîştine ku ew ê ti caran têr xizan nebin bi qasî ku pergal gunehê xwe bi wan bîne û li wan xwedî derkeve. Rojnameya Le Figaro wiha dinivîsîne: "Piranîya yûnanan wesayeta butçeyî ya navneteweyî dişibînin dîktatorîyeke nû ya piştî ya kolonelan ku ji 1967ê heta 1974ê bû bela serê vî welatî". (11) Çawa mirov dikare xeyal bike ku ramaneke ewropî wê bi hevkarîya kesekî kirasê dînan li xwe kiriye, mezin bibe; li gel mubaşîrekî ku bi ser girav û peravên wê de girtiye ji bo ku wan bifiroşe şirketên taybet? Ji sala 1919ê û Peymana Versaillesê û vir ve gelo kî nizane ku hesteke wisa ya piçûkxistina gelekî dikare zîncîrên nasyonalîzma hilweşîner bişkîne?
Bi taybetî jî ji dema ku provokasyon her diçe zêdetir dibin. Gerînendeyê bê yê BCE, M. Mario Draghi, yê ku weke selefê xwe wê talîmatên "kember-şidandinê" bide Atînayê, alîkarê serokê Goldman Sachs bû dema ku vê bankayê alîkarî dida rasta yûnanî ji bo ku pê re hesabên wê yên gelemperî ji raya giştî veşêre. (12) ÎMF ya ku ew jî li ser destûra bingehîn a fransî xwedî awirek e, ji Parîsê dixwaze "rêzikeke dengeyê ya malîyeyên dewletan" bixe dewrê; Nicolas Sarkozy wê rêzikê bi kar tîne. Ji alîyê xwe ve, Fransa dide zanîn ku ew ê kêfxweş bibe, eger mîna hevalbendên xwe yên portugalî, partîyên yewnan jî "bibin yek û hevgirtinekê pêk bînin"; serokwezîr François Fillon, weke José Barroso, serokê Komîsyona Ewropî, jixwe hewl dane der barê mijarê de pêşengê rasta yûnan Antonis Samaras îqna bike. Ji mêj ve serokê BCEyê Jean-Claude Trichet xeyal dike ku "rêveberên ewropî bibin xwedî mafê vetokirina hin biryarên siyasî-aborî yên neteweyî".
Hondurasê herêmên azad ên ku serwerîya neteweyî lê nayê pêk anîn, afirandin. (13) Ewropa jî niha "mijarên azad" (aborî, civakî) pêk tîne û der barê wan de guftûgoya navbera partîyên siyasî de jî ji holê radibe, ji ber ku qadên serwerî li wan sînorkirî ye an jî qet lê nîne mewzû behs in. Guftûgoya navbera partîyan êdî li ser "mijarên civakî" hûrûkûr dibe: Burqa, qanûnîkirina heşîşê, radarên li ser rêyên bingehîn, polemîka rojê ya têkildarî hevoka tengezarker, jesta ecêb, sixêfa siyasetvanê qebe an jî hunermendekî serxweş. Ev rezîlîya bihevrebûnê rengekî fermî dide meyleke ku ev ji du deh salan û vir ve xwe dide hîs kirin: Veguhestina deshilata siyasî ya reel ber bi deverên ku ti giranîya demokrasîyê lê tune. Heta roja ku hêrs û nerazîbûn difûre. Em niha gihîştine qonaxeke wisa.
Daxwazkirina "nemumkin" di wê demê de ku lîberal di ber xwe de bi dilxirabî dikenin û ya ku mirov hew karibe hilgire pêk tînin.
Lê belê hêrs û nerazîbûn bêyî serwextîya ji çerxên ku wan difûrînin, nagihin ti encamê. Halbû ku çareserî –berê xwe bizîvirînin ji siyasetên diravkarî û dij-eflasyonîst ên ku "buhranê" kûrtir û xirabtir dikin, beşeke deynan ji holê rakin, dest deynin ser bankayan, pereyan hefsar bikin, dev ji globalbûnê berdin, bi sedan milyar ewroyên ku dewletê ji ber daxistina bacên neadil winda kirine, paş de bistînin (di deh salên dawîyê de 70 mîllyar bi tenê li Fransayê) – tên zanîn ka çi ne. Û mirovên ku hostetîya wan a di warê aborîyê de qet jî ne kêmî ya Trichet e, lê xizmeta berjewendîyên ew xizmeta wan dike nakin, ji her alîyî ve çareserî bi kitekit îzah kirine. (14)
Îca, ya li vir ne guftûgoyeke "teknîk" û diravî ye, lê belê pevçûneke siyasî û civakî ye. Bêguman, lîberal wê di ber xwe de bigirnijin û kenê xwe bi wan bikin gava ku kesên pêşverû dikevin pey tiştên ne mumkun. Lê belê, wekî din, ew dikarin ji bilî têkbirin û çareserkirina rewşa kambax çi bikin? Bi her halî niha êdî wext e ku em şîreta navdar a ku Jean-Paul Sartre ji Paul Nizan re digot, bînin bîra xwe: "Bi xwestina hîvê bila rûyê we sor nebe: Ew e ya ji me re pêwist". (15)
- "IBEC in Brussels on concerns about reform of wage rules (IBEC li Brukselê der bare mijarên li ser reformên qaîdeyên mûçe de)", IBEC, 15 hezîran 2011
- Ibid.
- Charlemagne, "It’s all Greek to them" (Çarlê Mezin, "Ji bo wan hemû yewnan in"), The Economist, London, 11 hezîran 2011
- "A grim inheritance (Mîrateyeke xeddar)", The Economist, London, 11 hezîran 2011
- Paul Krugman, "Rule by rentiers (hukmê rantxwuran)", The New York Times, 10 hezîran 2011
- International Herald Tribune, Neuilly-sur-Seine, 15 hezîran 2011
- Binêrin: "The Great Repression (Represyona mezin)", The Economist, London, 18 hezîran 2011, dîroka vê çerxê hûr û kûr vedibêje
- Ibid.
- Binêrin: Pierre Rimbert, "Nous avons eu le pouvoir, maintenant il nous faut l’argent" ("Em bûn xwedî desthilatî, niha jî me pêdivî bi pereyan heye"), Le Monde diplomatique, nîsan 2009
- Le Figaro, 16 hezîran 2011
- Li ber bigire: "Qezenca hertim neheq hertim bi kêrî (Goldman Sachs) tê", Le Monde diplomatique, adar 2010
- Bixwînin: Maurice Lemoine, "Bajarên taybet ên li nava dahl û devîyan", Le Monde diplomatique, hezîran 2011
- Li ser her yek ji van mijaran, Le Monde diplomatique ev du sal in, gelek pêşniyar weşandin. Hûn ê herwiha vê nivîsê bixwînin: "Manîfestoya aborîzanên ecêbmayî", http://atterres.org/?q=node/1
- Pêşgotina Jean-Paul Sartre ji bo Aden Arabie, Maspero, Paris, 1971
Wergera ji fransî: Baran Nebar


