Berlusconîzm, dewam yan dawî?
Hejmarên navdar ên ji alîyê dezgehên sondajê ve li hukûmeta îtalî hatine mal kirin, yan ji alîyê komîserê berê yê ewropî Mario Montî ve tê bi rê ve birin, dihêlin ku di çarçoveya plana kemerşidandinê de tedbîrên zêde dijwar li ser welêt bên ferz kirin. Silvio Berlusconî neçar ma dev ji wezîfê berde; lê belê dîsa jî wî dê mohreke kûr li civakê xistibe.
Piştî hema hema bê navber bêtirî heşt salên li desthilatdarîyê, Silvio Berlusconi neçar ma dev ji serokatîya Konseya Îtalî berde. Lê belê ew karîyera xwe ya siyasî weke parlemanter dewam dike û hê jî serokê yek ji du partîyên mezin ên welêt Popolo della Libertà ye; ev partî berîya hijdeh salan bi navê Forza Italia hatibû damezrandin. (1) 16ê çirîya paşîn piştî îstîfaya xwe wî weha da zanîn "ez vedigerim bibim muteşebisek, belê yê partîyeke siyasî. Divê em hertiştî ji nû ve bi rêk bixin." Di sîstema parlemanter a ji du odeyan pêkhatî de mirov nikare ji wî bibihure, lewma hevgirê Liga Bakur a derbasî muxalefetê bûyî, di Meclîsê de xwedî piranîyeke nisbî ye û di blokaja Senatoyê de jî xwedî piranîyeke mutleq e. Bi vî rengî heta ku hilbijartinên nû pêk bên, (herî dereng di bihara 2013ê de) ew şûrekî Demoklesê di ser serê "hukûmeta teknîk" a Mario Monti de digire.
Heke hukûmeta Monti ya ku hatiye wezîfedar kirin ku li ser îtalîyan "fedakarîyê" ferz bike, nexasim xistina ber lêpirsînê ya qanûna kar û ya rejîma teqawidbûnê, zêdekirina bacan, bilezkirina taybetkirinan û lîberalkirina sektorên cihê yên pîşeyan, xelk pir jê zivêr bibe, hingê "Suwar" vegera nav karê siyasetê bi tevahî li derveyî îhtîmalan nahêle.
Nakokî ew e ku Berlusconi –mîlyarder, li nîvgiravê, duyemîn mirovê herî dewlemend– ne piştî şkestineke di hilbijartinan de, lê belê di bin zexta bazarên malî û rêxistinên ewropî û navneteweyî de hat bi dûr xistin. Yê ku li Îtalyayê tevahîya hêzan –çapemenî, siyasî û aborî – di destê xwe de civandî, li hemberî hêza tekno-malî bêparastin û rût û tazî ma: Kêlîya ku deynê dewletê –çaremîn e li dinyayê – gihişte 1 900 mîlyar euroyan, zexta spekulatîf a bazaran kir ku rêjeyên faîzê yên deynên dewletê û spreadsên (2) navdar bigihêjin asta ku êdî neyên ragirtin. Rewabûneke din a di ser neteweyan re ku weke çarenûsê tê nirxandin, rewabûna demokratîk –ji aliyê ya ku fîlozof Michele Prospero weke "henekeke siyasetê" bi nav dike (3) bi gewde bû– da alî.
Berhema mezin a asayîkirinê
Hemin, piştî nazikkirina piranîya wî ya di encama qutbûna ji Gianfranco Fini a havîna 2010ê de ya ku bi şkestina di hilbijartinên herêmî û referandûmên bihara derbasbûyî de xirabtir bû, rêjeya popularîteya Berlusconi heta ji % 22yê ketibû. Jixwe em behsa dozên li dijî wî yên pirbare dibin; polemîkên wî yên bi heyetên dadgehan re, reva karsazên îtalî û nexasim pêşandana dînîtîyên wî yên cinsî (ê ku êdî bi navê "bunga-bunga" navdar) yên ku dengdarên katolîk û jin jê bi dûr xistin.
Li hemberî vê Berlusconî ji çil salan û vir ve têra xwe mohra xwe li mêjîyan xist da ku "berlusconîzm" ji dayik bibe. Di dema "salên weke risasê giran [ji 1960ê hete 1980yê pêvajoya ku li Ewropayê bikaranîna çekan ji alîyê partîyên siyasî ve pêk hat; nota wergêr]" ên dramatîk de wî yekemîn kanala mezin a televizyonê ya taybet da dest pê kirin, heng û kêf di xeyala îtalîyan de bi pêş xist. Paşê wî şirketeke mezin a çapemenîyê damezirand, şampîyonîyeke nete-weyî, Fininvest, ya ku sê kanalên televizyonê yên neteweyî, şirketeke sînemayê, kluba futbolê Mîlan AC û weşanxaneyeke mezin a pirtûk, kovar û rojnameyan di bin banê xwe de dihewîne. Bi ketina siyasetê re wî dikarî xwe bi xwe weke "PDGyê [serok-birêveberê giştî]yê Îtalyayê" yan jî "serok-muteşebis" pîroz bike. Weke piştî-xirîstîyan demokrat û piştî-komunîst, kete şûna îdeolojîya herdu partîyên mezin ên ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn jîyana siyasî û întellektuel a îtalî bi gewde dikirin, berlusconîzm weke îdeolojîyeke nû bi ser ket.
Hostekarê mezin ê merasîmên televîzyonê, Berlusconî bi hestan bi rê ve bir. Bi pevkelandina jîyana li raya giştî vekirî û ya taybet, wî hebûna rojane ya şefî bi dîroka îtalî re kire yek: Sala 2001ê ew ji tevahîya malên îtalî re foto-romaneke rengîn ya ji bîstûheşt rûpelan dişîne, navê wê Una storia italiana (dîrokeke îtalî), vê romanê behsa jîyana wî dikir. Dengdar-temaşevanên televîzyonê yên ku bi wî re ketî nav aşê têkilîyeke neynikî û harîqulade, hatin vexwendin ku wî weke lehengekî telenovelayekê yan jî sitcomekê bişopînin. Di nav hêmanekî panoptîk ê berepaş de, gel bi vî rengî hatibû vexwendin misêwa lîderê xwe kontrol bike; her yek ji wan dikete ber referandûmeke rojane û xeyalî: "Ji bo yan jî li dijî Berlusconi", O me o loro (yan ez yan ew). Bi vê berdêlê "Suwarî" rekorên temendirêjîya erka birêveberîyê ya piştî şerê cîhanê yê duyemîn şikandin, bêtirî sêhezar û sêsed rojan desthilatdar ma.
Lê belê berlusconîzmê di warê çandî heta warê antropolojîk de serketinên xwe yên herî birîqende û mezin bi dest xistin, şîfreyên çandî yên "neo-televîzyonê" (4), şîarên marketingê û xeyal-û-leylanên serfkarîyê niqutandin nav xeyala kolektîf a îtalîyan. Çawa ku stranbêj Giorgio Gaber kurt û kurmancî derdibire "ez ji Berlusconî bixwe natirsim, ez ji Berlusconîyê di nava xwe de ditirsim". Ya rastî, berlusconîzmê alîyekî berêxwedanê yê siyasî-întellektuel a civakê, hegemonyayeke heng û kêfê, ya xweşbînî û hezkarîyeke serfkar saz kir. Pier Paolo Pasolini hatina vê "berhema mezin a normalbûnê" pêş dîtibû, ya ku "modelên çîna nû ya pîşesazîyê dixwaze ferz bike, ev çîna ku êdî qîma xwe bi ‘mirovekî serf dike’ nayîne, bi ser de jî xwe lê datîne ku ji bilî serfkarîyê nabe îdeolojîyên din werin qebûl kirin". (5)
Tu kesê din weke Berlusconî ev "çand" di konjuktura salên 1990-2000ê de bi gewde nekir. Weke bersiva krîza siyasî, ew xwe pêşkêş dike û xeyala gelî di "ta û bayê serfkarîyê" de asê dike; ev "ta û bayê ser tewandinê" ye yê ku Pasolini terîf dike. Yên ku serî li berê tewandine, îtalî –partîyên çepgir û sendîka jî di nav de– halê hazir neçar in qebûl bikin ku teknokrat û bankevan yekser hefsarê desthilatdarîyê bigrin dest xwe. Show bi dawî hat.
Pierre Musso:
Li Zanîngeha Rennesê profesor e û nivîskarê pirtûka: Sarkoberlusconisme: la crise finale? (Sarkoberlusconîzm: krîza dawîyê) e, Editions de l’Aube, La Tour d’Aigues, 2011
- Berlusconi sê caran bû serokê kabîneya îtalî: ji gulana 1994 ta çileya 1995ê, ji hezîran 2001an ta gulana 2006ê û dawî jî ji gulana 2008ê ta mijdara 2011ê
- Cudayîya rêjeya faîzê ya li ser deynên di navbera du dewletan de. Spreada di navbera Îtalya û Almanyayê de di erefeya îstîfaya hukûmeta Berlusconi de ji % 5ê dibihurîbû, maneya wê ew e ku muteşebis li gorî almanan bi îtalîyan deynên xwe ji % 5ê bêtir didin dayîn
- Sernavê berhemeke Michele Prospero, Il comico della politica. Nichilismo e aziendalismo nella comunicazione di Silvio Berlusconi, Ediesse, Roma, 2010
- Di gotareke kovara heftana L’Espresso ya sala 1983yê de, Umberto Eco "paleo-televizyona" peyamek dida (televizyo- na dewletê ya salên 1960î) ji "neo-televizyona" li gorî mînaka kanalên Berlusconi têkilîyeke semîmî û ji dil bi temaşevanên xwe re datîne, ji hev cihê dike
- Pier Paolo Pasolini, Ecrits corsaires (Nivîsên korsanî), kolleksîyon "Champs arts (qadên huneran)", Flammarion, Parîs, 1976
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


