Berî pêncî salan, Tengava Berazan
Şoreşa Kubayê, ku di 1ê çileya 1959ê de bi ser ketibû, pir bi lez bûye armanceke sereke ji bo Waşîngtonê. Di pirtûka xwe ya bi nav û deng de, Haynes Johnson weha dibêje: "17ê adara 1960ê, serokkomar Eisenhower destûr da Central Intelligence Agency (CIA) ku pênaberên kubayî bi rêk bixe, entrenman û teçhîz bike da ku hêzeke gerîla ya dij-kastroîst pêk bîne". (1) Tim Weinerê xelatgirê Xelata Pulitzer şirove dike ku ji bo vê yekê, CIAyê bang li heman kesan kir ku sala 1954ê "berîya şeş salan hikûmeta [Jacobo Arbenz li] Guatemalayê ji desthilatdarîyê xistibû)". (2)
3yê çileya1961ê, Eisenhower têkilîyên li gel Havanayê qut dike. 20ê vê mehê, John Fitzgerald Kennedy cihê wî yê li Qesra Spî digire. Yek ji fermanên wî yên herî pêşî ew e ku amadekarîyên dagîrkerîyê bên bi lez xistin -tevî ku li hemberî raya giştî bi dubareyî dibêje dê tu êriş li ser girava Deryaya Karayîbê pêk neyê. Lê proje êdî ne bi dizî ye. Johnson diyar dike: "Dê dagîrkerî pêk bihata û li Kubayê haya her kesî jê hebû. Ji Fidel Castro bigire heta guajiro [gundî] yê herî xizan ê li nav zevîyan". Moskva û Pekîn bi israr ji Waşingtonê dixwazin ku vê kiryarê pêk neyîne, ew dewam dike û "hem li Londonê hem jî li Parisê, hem li Bonnê hem jî li Romayê, tansîyoneke nedîtî peyda dibe û bê navber radibe. Dinya hemû kakûnîyandike, awir zîvirîne ser Kubayê".
Roja 15ê nîsanê CIA heşt balafirên B-26 -ku nîşanên hêzên hewayî yên kubayî li ser boyax kiribûn- dişîne da ku warên parka teyareyên Hêzên Hewayî yên şoreşgerî bombebaran bike. Nîvê sî û şeş balafiran îmha dibe. Pirtûkeke ku hevnivîskarê wê Fidel Castro ye -yek ji pirtûkên hindik ku versîyona kubayî ya bûyeran piştrast dike- talîmatên ku serfermandar dotira rojê dabû xelkê giravê, weha vedibêje: "Divê her kubayî cihê xwe di yekîneyên leşkerî û navendên xebatê de bigire, bêyî ku hilberîn û kampanyaya xwendewarîyê bên rawestandin". (3) Heman rojê, di binaxkirina qurbanên bombebaranan de, Castro dibêje: "Ya ku nikarin efû bikin ev e (...) ku me şoreşeke sosyalîst li ber çavên DYAyê pêk aniye!". Ew ji bo cara yekem, bi awayekî fermî, şoreşa Kubayê bi projeya sosyalîst ve girê dide.
Endamên lîwaya 2506ê a ji 1511 leşkerên li Guatemalayê temrîn û perwerdekirî û ji Nîkaraguayê derketî pêk hatî, 16ê nîsanê, saet di 23 û 45 deqîqan de, li Playa Giron pê li erdên Kubayê dikin. 70 saet di ser re derbas nebûn ku lîwa têk çûbû: 1197 endamên lîwayê esîr bûn û 114 jî hatibûn kuştin. Tu hewldana raperîna navxweyî nebû. Weiner weha rave dike: "CIAyê anketeke ku wê xwestibû pêk were û ya xuya dikir ku piranîya xelkê piştgirîya Castroyî dike, pişt guhê xwe xist". Howard Jonesê lêkolîner dibêje ku CIAyê pê zanî ku "bê raperîneke girseyî, dê qet nebe pênc hezar kes ji hêza dagirker re lazim bibûyana da ku beşeke ji welatî dagîr bikin". (4)
24ê nîsana 1961ê, serok Kennedy tevahîya berpirsyarîya DYAyê di dagîrkerîya têkçûyî de qebûl dike. Fidel Castroyê serkeftî weha îlan dike: "Emperyalîzma yankee li Amerîkaya Latîn, derba xwe ya mezin û pêşî xwariye!". William Colbyê kevneserokê CIAyê dide zanîn ku, bi pey vê "rûreşîyê", Kennedy "ji ber hêrsa xwe bi meyl bû ku ''xwelîyên CIAyê li çar alîyên cîhanê belav bike''". (5) Li gel birêkirina 53 mîlyon dolarên xurek û dermanan ji Waşîngtonê bo Kubayê, 22ê kanûna 1962ê, girtî azad dibin. 29ê mehê, di ber merasîmeke li Miamiyê re, ew ala Lîwayê pêşkêşî Kennedy dikin. Serok bi awayekî merasîmane dibêje "Ez we misoger dikim ku ew al dê li Havanayeke azad li we bê vegerandin".
Piştî panzdeh salan, Komeleya Kevnelîwayîyan ji Muzeya Kennedy xwest ku ew al ji ber soza bicihnehatî li wan bê vegerandin. Al bi rêya postê ji wan re hat şandin.
- Haynes Johnson, La Baie des Cochons. L’invasion manquée de Cuba [Tengava Berazan]. Dagirkirina Têkçûyî ya Kubayê], Robert Laffont, Parîs, 1965, 390 rûpel
- Tim Weiner, Des cendres en héritage - L'histoire de la CIA [Mîraseke bi xwelîyan - Dîroka CIAyê], Ed. de Fallois, Parîs, 2009, 456 rûpel
- Fidel Castro û José Ramón Fernández, Playa Girón, Pathfinder, New York, çapa 4emîn, 2007, 314 rûpel
- Howard Jones. The Bay of Pigs [Tengava Berazan]. Oxford University Press, New York, 2010, 238 rûpel
- William Colby, Trente ans de CIA [Sî salên CIAyê], Presses de la Renaissance, Paris, 1978, 390 rûpel
Wergera ji fransî: Simko Destan

