Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Berdewamî yan jî veguherîna siyaseta derve ya tirkan?

Fehmî Balayî: 4 Kevok, Boyaxa rûnî li ser tuwalê, 100 x 80 cm

Siyaseta derve ya hikûmeta AKPê li hundir û li derveyê welêt bi awayekî bi îxtîlaf tê gotûbêj kirin. Li navenda vê nîqaşê ev pirs heye: Ka gelo rêkenûdana ber xwe ya esasî yan jî berdewamîya vê siyasetê dîyar dikin? Gotara li ber destê we elaqedarî vê gotûbêjê ye û giranîya xwe dide ser konsepta Wezîrê Karê Derve yê tirk Ahmet Davutoglu ya bi navê "kurahîya stratejîk" ku pê stratejîya xwe ya siyaseta derve derdibire: Berê xwe ji siyaseteke têra xwe pasîf, yekalî vediguhere û dide yeke dînamîk û piralî.

Pirsa sereke ev e, gelo maneya konsepta Davutoglu nûbûneke esasî ye, bi maneya jêgerîna bingehên rêûresmî, yan jî maneya vê konseptê hê bêhtir berdewamîyek e di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de.

Piştî alozîya Rojhilat-Rojava çalakgerîya siyaseta derve

Piştî ku dawî li alozîya Rojhilat-Rojava hat, siyaseta derve ya Tirkiyeyê kete bin zexteke xwe guncînê, lewra derdora herêmî û navneteweyî xwe diguhert. Encameke vê yekê firehbûna çapa siyaseta derve ya Tirkiyeyê bû: Hatina cem hev ya rewşên nû yên xwedî maneya siyaseta derve û siyaseta ewlekarîyê, bûn sedema ji nû ve birêkûpêkkirina têkilîyên li herêma Derya Reş, Qafqasan, Asya Navîn, Rojhilata Navîn û li Balkanan. Çalakgerîyeke nû ya siyaseta derve bi serdema Turgut Ozal (1983-1993) dest pê kiribû. Hingê, siyaseta derve ya Tirkiyeyê ya adetî pasîf û yekalî, ber bi xeta siyaseteke derve ya çalak û piralî ve hate veguherandin. Di destpêkê de aborî û hevkarîya aborî serê vê siyasetê dikişand û armanca wê ew bû di derdora herêmî ya tirk de hevkarîyên aborî yên dualî û piralî pêk bîne. Bêguman, pêşekîya siyasetên peymanên hevgirtinê û hevkarîyên stratejîk ên bi rojava re dihat parastin. Siyaseta derve ya nû ku armanca wê roleke pêşeng a Tirkiyeyê di siyaseta herêmî û navneteweyî de bû, ji hingê ve weke oryantasyona alternatîf a siyaseta derve ma û hukûmetên piştî Ozal jî bi hin qutbûnên şidet û hêza wan guhertî, ev siyaset dewam kirin.

Erê, doktrîna siyaseta derve û siyaseta ewlekarîyê ya kemalîst weke bingehê îdeolojîk heta îro hê dîyarker e: Li navenda vê têgihiştinê ferz û fermana misogerkirina bingehên erd û civakî yên komara tirk yên piştî 1923yê heye. Tevahîya hewldanên siyaseta ewlekarîyê di bin vê ferz û fermanê re ne û ji bo parastina destkevtîyên komarê hatine bi cih kirin. Belê, herî dereng ji dawîya alozîya Rojhilat-Rojava ve di eskerî, dadgerî û burokrasîyê de du pêkhênerên nû yên îdeolojîk weke hêzên dijber ên elîtên rêûresmî yên neteweperest-kemalîst, qebqebûyê dikin û nav li xwe didin: Meylên pan-tirkîzm û "neo-osmanî" (girêdana bi "mîrata" cografî, dîrokî û dînî ya osmanîyan ve) ji berê bi hêztir xwe didin der –û armanca wê ew e, qada bandora siyaseta derve û ya ewlekarîyê ya Tirkiyeyê li Qafqasan, Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn fireh bike û Tirkiyeyê bike hêzeke pêşeng a hegemonyal. Meylên "neo-osmanî" hê di serdema Ozal de jî tesîr li siyaseta derve dikir. Dema ku alîyê dîrokî, ango nasnameya misilman û rabihurîya osmanî ji bo siyaseta derve ya îro derdixe pêş, hukûmeta AKPê jî pêkhênerên "neo-osmanî" ji bo xwe bi kar tîne. Ew hewl dide bandora tirkan li herêmên berê osmanî bûn, fireh bike û Tirkiyeyê bike hêzeke herêmî ya pêşeng.

"Kûrahîya Stratejîk": Konsept, Armanc û Prensîp

Konsepta "kûrahîya stratejîk" serkêşiya siyaseta derve ya hukûmeta AKPê dike. Wezîrê Karê Derve Davutoglu dema ku li zanîngehê profesor bû ev konsept bi pêş xistibû û di pirtûka xwe ya bi navê "‘Kûrahîya stratejîk’: Cihê Tirkiyeyê yê navneteweyî" (1) de ew dida nasîn. Di vê de Davutoglu konsepteke jeo-stratejîk disêwirîne ku ji bo oryantasyoneke proaktîf û piralî ya siyaseta derve ya tirk, bingeh pêktîne. Elaqedarî Tirkiyeyê "kûrahîya stratejîk" maneyên cografî, dîrokî û çandî îfade dike. Nexasim jî du pêkhêner girîng in: Ya pêşî ew e, di navbera cografya, dîrok, nasname û siyaseta reel de girêdaneke ji nêz ve wê were çêkirin. Davutoglu siyaseta xwe ya derve li ser hîmê têgihiştineke nû ya cografî bi pêş dixe ku bi rabihurîya dîroka osmanî re pêwendîdar e. Li gor Davutoglu divê Tirkiye li "nasnameya xwe ya dîrokî û cografî" vegere, kok û rîşên xwe yên dîrokî û çandî li herêmên cîran qebûl bike û "pêwendîyeke hevaheng bi aktorên global û herêmî re" armanca wê be. Di warê cografî de Tirkiye li herêma Afro-Ewro-Asyayî weke welatê navendî tê dîtin. Ev rewşa bêmînak û bêhemta ya Tirkiyeyê dike ku Tirkiye bibe xwedîya pir nasnameyên herêmî yên weke welatê ewropî, rojhilata navînî, asyayî û ev yek jî rê li ber vedike ku Tirkiye di heman demê de li gelek herêman çalak be. Davutoglu di encama gihiştiyê de dibêje, nabe ku nasnameya Tirkiyeyê weke yeke bi tenê werê kêm kirin. Ji bo vê jî konsepta wî tewazûnekê navbera têkilîyên bi rojava û herêmên cîran re pêş dibîne. Ango, Tirkiye yekalî divê xwe bi peymanên hevgirtinê yên bi DYA û YEyê re sînordar neke, berevajî, divê armanca wê têkilîyên bi tevahîya dewletên herêmê re be. Di rastîyê de têkilîyên bi herêmên cîran re girêdanên rêûresmî yên bi Rojava re temam dikin û wan naxin ber lêpirsînê.

Ya duyem, di navbera veguherîna siyaseta hundir û siyaseta derve de pêwendîyeke ji nêz ve tê afirandin. Siyaseta hundir dibe şertê bivênevê yê danûstendineke siyaseta derve ya serketî: Heke veguherîna siyaseta hundir nebe, siyaseta serketî ya derve nabe –û çiqas îstîqrara siyaseta hundir hebe, hingê ewqasî derfet û şans hene ku bi xeteke siyaseta derve ya jixwerazî bikevin nav înteraksîyonên dualî yan jî piralî. Li gor vê, Davutoglu di vê konseptê de xalekê derdixe pêş, ew jî weha ye; ferz e ku di navbera demokrasî û ewlekarîyê de nisbeteke hevaheng hebe da ku siyaseta derve ji bandora girêdana bi têgihanên tehlûkeyê yên siyaseta hundir rizgar bike. Li gor wî, gelek demokrasî wê gelek ewlekarîyê bîne pê û qada siyaseta hundir jî her diçe bêhtir ji serdestiya her dewam dike ya ewlekarîyê rizgar bike. Bi ya wî, ev rewş dikare bi tevahî bandoreke erênî li siyaseta derve bike û jêhatîbûna manevrakirinê ya siyaseta derve jî pir zêde bike.

Di konsepta "kûrahîya stratejîk" de pênc prensîp hene:

Ya pêşî prensîpa helwesteke siyaseta derve ya berfirehtir e, ku li ser bingeha nasnameyên pirhejmar ên herêmî pirsgirêkên piralî yên siyaseta derve yên Tirkiyeyê li ber çavan bigire, tu herêman paşguh neke û li ser yek pêşekîya bi tenê bist nebe. Divê weke pêvajoyeke ji perspektîfa demdirêjtir li siyaseta derve were nêrîn, ku çalakgerîya li tevahîya herêman a li ser hîmê hîyerarşîya pêşekîyan û ne ya pêşekîyeke bi tenê wê bi rê ve dibe. Li gor Davutoglu ev pêdivîyeke destjênabe ye da ku mirov karibe bi awayekî aktîv bersivê bide bûyerên diqewimin. Mohra berdewamîya di hevkarîya bi rojava re û kûrkirina têkilîyên bi herêmên cîran û yên ji wan û wê de re li ser nêzîkatîya siyaseta derve ya entegrekirî ya Davutoglu heye.

Ya duyem, xetên siyaseta derve ya proaktîf û piralî prensîpa duyemîn in; divê bi dîplomasiyeke rîtmîk yan jî proaktîf mirov destekê bide van xetan. Prensîpa herî jor a vê nêzîkatîyê tişta jê re "prensîpa sifir pirsgirêkê" (zero problem policy) tê gotin û "xeta entegrasyona herî zêde" (maximum integration policy) ne - weke ku Davutoglu bi xwe nav lê dike.

Ya sêyem, jêhatîbûna daîmî bi înîsîyatîfên siyasî amadebûn e, da ku bandorê li bûyer û qewmînên li derdora herêmî bike (weke mînak çareskirina alozî û pirsgirêkan, birêvebirina krîzan).

Ya çarem, siyaseta ekuwîdîstansê [dûrahîya wekhev] ya ku tevahîya aktorên pêwendîdar li ber çavan digire, ekuwdîstansekê beramberî tevahîya aktoran diparêze û xwe ji alîgirîyê bi rêya dîplomasîyeke nerm û pirdîqet a Tirkiyeyê dûr digire.

Ya pêncem, têgihaneke siyaseta derve ye ku civaka sîvîl û aborîyê weke beşek ji siyaseta derve têdigihe, desteka wan seferber dike û wan di pêvajoya dîyarkirina siyaseta derve de bi cih dike.

"Kûrahîya stratejîk" a siyaseta herêmî

Di pratîkê de bikaranîna "kûrahîya stratejîk" bi awayekî berbiçav li herêmên yekser cîranê Tirkiyeyê ne, pêk tê. Mirov divê berîya her tiştî van hêmanan weke hêmanên ajoker ên çalakgerîya siyaseta derve li Rojhilata Navîn bi nav bike: Şerê Iraqê (vî şerî rewşên siyasî yên herêmî guherandin û bandor li Tirkiyeyê jî kir) û kêşeya kurd (li gor pîvanên kemalîst ên komarê ji yekparebûna erdên Tirkiyeyê û ewlekarîya herêmî re weke tehlûke tê dîtin û di formulasyona siyaseta ewlekarîyê ya herêmî ya Tirkiyeyê de jî hêmana sereke ye). Hukûmeta AKPê di vê çarçoveyê de "prensîpeke sifir pirsgirêkê" û herweha "xeta entegrasyona herî zêde" (bi razandina li hevkarîyan, weke mînak bi peyman û lihevkirinên dualî û piralî, afirandina bihevgirêdayîbûnan) bi welatên cîran re dimeşîne. Ev welat demeke dirêj weke niyet "dijmin" dihatin dîtin –welatên weke Sûrîye, Iraq û Hukûmeta Herêmî ya Kurdistanê. Bi Sûrîyeyê re sala 1999ê piştî girtina serokê PKKê Abdullah Ocalan siyaseteke nêzîkbûnê hate dest pê kirin. Hukûmeta AKPê ev têkilî berfirehtir kirin: Di van salên dawîyê de rêzek peymanên derbarê hevkarîya eskerî-stratejîk û aborî de hatin mohr kirin.

Bi Iraqê re di çirîya pêşî ya 2009ê de gelek peyman û lihevkirin hatin mohr kirin, ku hevkarîyeke xurt a siyaseta ewlekarî û aborîyê pêş dibînin. Beramberî Hukûmeta Herêmî ya Kurd jî hukûmeta AKPyê siyaseteke pêşîlêvekirinê dimeşîne ku bi vî reng û firehîyê nû ye. Armanca hevkarîya ji nêz ve ya aborî û siyaseta ewlekarîyê ew e, ku li dewleta federe ya Kurdistanê û Iraqê bibe xwedî bandor, desteka Hukûmeta Herêmî ya Kurd û Iraqê di şerê li dijî PKKê de misoger bike û pêşîyê li avabûna dewleteke kurd bigire.

Encam: Guherîn ya berdewamî di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de?

Ji analîzê encamên ku derdikevin ev in:

Ya pêşî: bi siyaseta "kûrahîya stratejîk" di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de guherîneke esasî bi maneya berêxweguhertina ji girêdanên xwe yên bi rojava ve yên ku rêûresmê wê ne, pêk nehatiye. Lê belê di pêşekîyên siyaseta derve de xalên li pêş guherîn, nexasim jî di derdora herêmî de derxistina pêş a siyaseta derve a Tirkiyeyê. Erka li pêş a siyaseta derve a tirk êdî ew e ku cihê Tirkiyeyê weke aktora herêmî zexm û xurt bike. Belê, divê ev jî weke temamkera têkilîyên bi rojava re were dîtin. Heta niha tu nîşanên zelal nînin ku bibêjin derxistina pêş a siyaseta derve ya herêmî (nexasim Rojhilata Navîn) zirarê li oryantasyona ber bi rojava ve dike. AKP hê bêhtir hewl dide rola Tirkiyeyê weke pira di navbera rojhilat û rojava de xurt bike, û bi vî rengî xwe weke hêmana hêzê ya herêmî bi sazî bike.

Di heman demê de divê were tesbît kirin ku pêvajoya endametîya YEyê ya ku di salên dawîyê de li ser ajandaya siyaseta hundir û derve de erkeke li pêş bû, niha di hîyerarşîya siyaseta derve de bi giştî ber bi paş ve çûye. Maneya vê ew e ku întegrasyona bi YEyê re êdî ne cihê herî li pêş e, dîsa jî weke yek ji armancan tê parastin. "Kûrahîya stratejîk" endametîyeke tam a YEyê li der xwe nahêle, dîsa jî ew ji bo li derdora herêmî pêkanîneke biserketî ya siyasetê ne xwedîya roleke bingehîn e. Têkilîyên bi YEyê re ne parçeyê herî li pêş, belê yek ji parçeyên herî li pêş ên "kûrahîya stratejîk" e. Ji ber wê jî, mirov nikare bibêje qutbûnek heye, bi maneya rûbadaneke ji binî ve ya Tirkiyê ji rêûresmên wê yên siyasî sebaret bi têkilîyên wê yên bi YEyê re. Dîsa jî weha xuya ye ku mirov nikare bi tevahî li derveyî îhtîmalan bigire ku xirabûna siyaseta derve û ya hundir wê di nav hîyerarşîya pêşekîyên siyaseta derve de bandora neyînî bikin û dibe ku pêvajoyeke silbûna siyasî ya dualî di navbera Bruksel û Enqerê de dest pê bike.

Stratejîya siyaseta derve ya Davutoglu û li derdora herêmî derxistina pêş a siyaseta derve ya tirkîyeyê, maneya wan ne ew e ku li Rojhilata Navîn împeryalîzmeke tirk tê ava kirin, lê belê avakirina roleke pêşeng di siyaseta heremî û navneteweyî de. Ew di heman demê de hêmanên neo-osmanî jî bi kar tîne, bêyî ku bi awayekî eşkere girêdana bi rojava ve ya adet e, bixe ber lêpirsînê. Derxistina pêş a rabihurîya osmanî û nasnameya misilman bi kêr tên ku esasên kemalîst-îdeolojîk ên siyaseta derve ya heta roja me ya îro û zêde behskirina nasnameya rojavayî ya Tirkiyeyê werin teraz kirin. Herdu hêman jî –rabihurîya osmanî û nasnameya misilman– tên bi kar anîn ji bo firehkirina jeopolîtîkê û hizirîna li ser menzîla cografî ya çalakîya siyaseta derve.

Ya duyem: Stratejya siyaseta derve ya Davutoglu dewama çalakgerîya siyaseta derve ya Tirkiyeyê ya piştî dawîlêhatina alozîya Rojhilat-Rojava ye. Stratejîya Davutoglu bi pêşketina qonax bi qonax ya siyaseteke derve ya proaktîf û pir alî ya serdema Turgut Ozal ve girêdayî ye, lê belê ji hingê ve her xwe bi pêş dixe. Weke siyaseta derve ya Ozal, konsepta "kûrahîya stratejîk jî" hewl dide Tirkiyeyê di siyaseta herêmî û navneteweyî de bike aktoreke girîng a stratejîk û destjênabe û wê weke navenda aborî û enerjîyê bi sazî bike.

"Kûrahîya stratejîk" –weke siyaseta derve ya Ozal– di xeta lîberal a siyaseta reel de asê ye. Weke soft power Tirkiye divê bi navgînên siyasî, aborî, dîplomatîk û çandî li herêmên berê osmanî bibe xwedî bandor. Ji bo Tirkiyeyê ev herêm xwedî girîngîyeke stratejîk û neteweyî ne, û Tirkiye bi xwe navenda wan e.

Ji niha ve mirov dikare tesbît bike ku serdema siyaseta derve ya Davutoglu wê daxilbûna Tirkiyê ya nav siyasetên herêmî kûr bike. Pêkanîneke serketî ya stratejîya wî bi xwe wê berîya her tiştî girêdayî sê hêmanan be:

Ya pêşî, hewldanên çêkirina tewazûnekê di navbera siyaseta hundir û derve de û bi wî rengî bi rê ve birina siyaseta derve ya Tirkiyeyê ku bandorên mijarên pir nazik û hesas yên mîna Qibris, bakûrê Îraqê ya kurd, Ermenîstan û Filistînê li ser siyaseta hundir sînordar bin. Di vê çarçoveyê de veguherîna siyaseta hundir şertê bivênevê yê bi serketî pêkanîna hedefên siyaseta derve yên Davutoglu ne.

Ya duyem, ew jêhatîbûn e ku karibe bi birêveberîya eskerî ya tirk re li hev bike ku ew jî otorîteyeke dîyarker e di siyaseta derve û hundir de. Lewra birêveberîya eskerî wê timî hingê bikeve nav tevgerê yan jî dest têwerdanê, dema ku li gor dixwegihiştina xwe û fonksîyona xwe ew vê yekê hewce bibîne.

Ya sêyem, ew jêhatîbûn e, ku karibe berjewendîyên herêmî û navneteweyî yên ku di navbera Tirkiye, DYA û YEyê de nêzîkî hev dibin, wisa bi kar bîne ku ji bo hemû alîyan rewşeke win-win [herkes feyde dike] pêk were.

Di dawîyê de jî bi awayekî esasî ev pirs xwe dide der: Ka gelo stratejîyeke siyaseta derve ya weke ya wezîr Davutoglu, ya hewl dide çalakgerîya siyaseta derve li gelek herêman û herweha nisbeteke bitewazûn bi tevahîya aktorên global û herêmî re pêk bîne, çawa dikare di nav şert û mercên siyaseta reel de pêk were û heke pêk hat, heta kîjan radeyê. Lewma ji niha ve di pêkanîna vê stratejîyê de pirsgirêk derdikevin holê; weke mînak yên bi Îsraîlê re.

Çavkanî: 

Dr. Gülistan Gürbey:
PD Dr. Zanîngeha FU Berlin

  1. Li ber bigire, Ahmet Davutoglu: Stratejik Derinlik. Türkiye’nin Uluslararası Konumu. (Kurahiya Stratejîk. Rewşa Tirkiyê ya di qada navnetewî de. Istanbul, çile 2007 (çapa 21)

Wergera ji almanî: Luqman Guldivê