Berdêla lihevkirina Fransa-Ruwanda
Di dema serdana xwe ya Kîgalî de 25’ê sibata 2010’an, serokkomarê Fransayê Nicolas Sarkozy aşkere kir: “Em dixwazin ku berpirsiyarên qirkirinê werin dîtin û cezakirin. Di vê mijarê de, bi vir de wê de nîne.” Ji 1994’an û vir ve, cara yekem bû ku serokkomarekî Fransayê diçû Ruwandayê. Gelo ev daxuyanî dê li Fransayê dawiyê li destnedana sûcdaran bîne? Serokê Yekîtiya aliyê sivîl ji bo Ruwandayê (CPCR) Alain Gauthier bi xemgînî got: “Di nava 15 salan de dozgeriyê dozek bi tenê jî venekir. Eger em nebûna, dosyayek bi tenê jî dê li ser maseya dozger nebûya.” Ji bo wî qet guman tê de nîne: ev nebûna daxwaza siyasî ye ku destûrê dide sûcdarên ruwandayî ku li Fransayê bijîn, bi ser de jî tu doz li wan nayê vekirin. Ew balê dikişîne ser ku “Siyasetê rê li ber vekirina dozan digirt, çi bereya çepgir û çi jî bereya rastgir ên ku di dema qirkirinê de bi hev re desthilatdar bûn, berjewendiyên herduyan jî tê de hebûn ku tu encam ji vî karî derneketaya.” Bi ser de jî, lihevhatina spektakuler a Fransa û Ruwandayê tevahiya astengiyan ji holê ranake.
Herdu welatan sala 2006’an têkiliyên xwe qut kiribûn. Ji ber ku dozgerê fransî Jean-Louis Bruguière biryara girtinê ji bo kesên nêzî serokdewletê Ruwandayê Paul Kagamé dabû, hukumeta Kîgaliyê gellekî aciz bûbû û dilê xwe girtibû. Dadgerê bilind ê fransî guman ji van kesan dibir ku di nava êrîşa li dijî balafira serokdewletê Ruwandayê Juvénal Habyarimana ya 6’ê nîsana 1994’an de cih girtibin. Ji xwe, ev êrîş weke bûyera ku qirkirin daye destpêkirin tê nirxandin… Piştî sê salên pevçûn û lihevnekirinê, nêzîkbûna herdu aliyan weke ku bi lez çêbûbe xuya dike û herkes derbarê wê de ne hemfikir e (1). Ev nêzîkbûn para bêhtir encama hewldanên wezîrê karê derve yê Fransayê Bernard Kouchner e. Kouchner serokdewletê ruwandayî Kagamé di dema xebateke mirovparêz ya rojên qirkirinê de, weke serokê serhildêran nas kiribû. Li herêmeke ku di warê stratejîk de girîng e, ku tu tişt bêyî Ruwandaya “piçûk” lê nabe ku pêk were, ku bandora diyarker li Komara Demokratîk a Kongoya cîran dike û dewlemendiya kanan lê heye, Fransa divê ji nû ve baweriyê bide. Wekî din, weke Sarkozy, Kagamé jî bê şert û şurût hevgirê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Danûstandina
berjewendiya dualî
Di dema serdana serokkomarê Fransayê ya Kîgaliyê de hempîşeyê wî yê ruwandayî, ku ji dema ku bûye desthilatdar û bi vir ve peyvên têra xwe tûnd bi kar dianîn, da ku Fransa lêborînê bixwaze, vê carê bi awayekî nermtir peyivî: “Ji fahmkirin û lêgerîna tiştê qewimî û bi wê de, êdî wext e ku em têkiliyeke nû deynin, hevpariyeke li ser hîmê hevfahmkirinê çêkin û bi awayekî rast, rastiyê bigirin dest. Em red dikin ku bibin dîlên rabihuriyê. Şaşî hatine qebûlkirin, me nîqaşa wan kir. Û bi demê re, her ku diçe bêhtir em vê rastiyê digirin dest. Ya girîng ew e ku em berê xwe bidin siberojê.” Sarkozy jî li aliyê xwe ji bo cara yekem li “şaşiyên siyasî” yên ku Fransayê li Ruwandayê kirine mikur hat; lê belê bêyî ku bi tefsîlat behsa wan bike.
Danûstandina fikiran a li ser tiştên ku divê werin kirin, zelal xuya dike: Li aliyekî, mirov dê xwe ji îddîayên der barê berpirsiyariya Fransayê ya dema qirkirinê re kerr bikin; li aliyê din, dosyayên Ruwandayiyên li Fransayê dê werin pêşdebirin û lêpirsînên dozger Bruguière dê werin bêtesîrkirin. Hê di çiriya paşîna sala 2008’an de girtina “di encama hevdîtinan de” ya Rose Kabuye, mudîra protokolê ya serokdewlet Kagamé ku hedefa yek ji biryarên girtinê yên dozger Bruguière bû, destûr da Kîgaliyê ku bigihêje hin parçeyên dosyayê. Ji hingê ve gellek şahidên girîng xwe paş ve kişandin û derket holê ku wergerê dozger Bruguière jî kevnesîxurekî Ruwandayê bû. Ev werger bûrayê Félicien Kabuga ye, yek ji fîrariyên Dadgeha Navneteweyî ya ji bo Ruwandayê (ICTR) ye ku herî zêde lê tê gerîn. Dozgerê ku kete şûna Bruguière, Marc Trevidic, wisa xuya ye ku dosya bi awayekî weha nirxand ku ji bo rejîma qirkirinê kêm sûdewar be.
Dema ku Sarkozy bi baldarî bi bîr xist ku ew “girêdayî serxwebûn û adaletê” ye, nîşanên oportunîzmeke dadgeriyê jî zêde bûn. Çend rojan piştî serdana Sarkozy ya Ruwandayê, jinebiya serokdewletê berê Habyarimana, Agathe Kanziga, hat girtin. Ev, yek ji van nîşanan e. Zehmet e ku mirov têkîliya wan bi hev re daneyne: Ya rastî, di encama giliyê CPCR û redkirina serlêdana wê (ya derengmayî) ya mafê penaberiyê de, ji destpêka 2008’an û vir ve lêpirsîneke dadgeriyê vekirî bû. Lê belê Agathe Kanziga li herêma Parîsê bêyî ku xwe veşartaya dijiya (2). Sala 1994’an, artêşa Fransayê di çarçoveya operasyona Amarllis de ew ji Ruwandayê derxistibû (3).
Mirov herweha dikare van zewacên dîplomatîk weke berpirsiyarên danezana (destpêka çileya paşîn) Dadgeha Bilind a Parîsê (TGI), û beşekî “qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê” jî bihesibîne. Dema ku mirov hejmara giliyên ji êş û azara bi qirkirina 1994’an ve girêdayî li ber çavan bigire, sûda vê biryarê bêguman li nêzîkbûna Fransa û Ruwandayê dike. Li wezareta karê derve ya Fransayê behsa “rasyonalîzekirineke” banal a îdarî tê kirin: “Mala xwedê ava ku her roj qirkirin naqewimin û weha xuya ye ku beriya herkesî ev beşê dadgehê wê Ruwandayiyan alaqedar bike.” Di vê navberê de Alain Gauthier gumanê jê dike: “Em li hêviya diyardeyan in.” CPCR nêzî panzdeh dosyayan dane hundir û cara pêşî jî sala 1995’an gilî kiriye… Dema mirov rewşa li Fransayê bi ya li Belçîkayê re dide ber hev, cudahiya wan pirr darî av e. Hêza din a koloniyal a berê çar dozên cezayên giran ên girêdayî qirkirinê bi encam kirin. Vî karê tevahiya rojê ya beşê lêpirsînê yê taybet, desdûr da ku dosya bi awayekî serketî bigihîjin encamê. Ev yek nîşan dide ku hebûna struktureke bi heman rengî li Fransayê jî dê bi kêr were.
Lê belê dozgera fransî Fabienne Pous a ku bi van mijaran re mijûl dibe, bi baldarî û bi tevdîr nêzîk dibe: “[Beşê taybet] dê xwediyê çi derfetan be? Ew ê çawa hatibe birêxistinkirin? Em bi tu tiştî nizanin, û em hêvî dikin ku ev ne spekulasyonek be ku hêviyan zêde dike (4).” Nebûna derfetan xwe bi awayekî beloq ji nuha ve dide hiskirin: “Fakseke şexsî nîne, asîstanekî/e pispor nîne, dijîtalkirina belgeyan sînorkirî ye…” Dîsa jî hindikî beriya aşkerekirina lihevhatina dîplomatîk, dozger Pous karibû tevî hevkara xwe Michèle Ganascia di dawiyê de biçe Ruwandayê. Ji qirkirinê û vir ve cara pêşî bû ku tiştekî bi vî rengî diqewimî, digel ku dozger Bruguière bi xwe qet ji cihê xwe tev neliviyabû. Çavkaniyên girîng dê pêwîst bin da ku mirov Ruwandayê fahm bike, weke guhdarkirina bi dehan şahidan… Di dema dirêj de mirov çawa lê bifikire ku dozên bawerî bi wan were, mimkun in? Pisporê herêma Golên Mezin (Grands Lacs) û herweha li ICTR’ê jî pispor, André Guichaoua (5), weha fikarên xwe tîne zimên: “Piştî ku me zehmetiya dadgeriyê ku ji bo bigihîje radeyeke herî jêr a kêrhatîbûnê dît – ez li Belçîkayê difikirim –, gelo bi fransiyên ku derfetên xweseriyê (dadgeriyê) di destê wan de nîne, encam dê bibe çi? Ew ê xwe bidin xapandin!” Dema ku wî ev xema xwe dianî zimên, bal dikişand ser şahidiyên derew ku mohra qirêj li dozên bi heman rengî yên li Kanada û Swîsreyê xistibûn. Ji xwe, em qet behsa wê nakin û nabêjin ku ji reformên bê naverok çêtir, reformên ku xwe bi xwe betal dikin hene: li aliyekî tê eşkerekirin ku dozgerên taybet dê werin destnîşankirin, di heman demê de, li aliyê din, amadekarî tê kirin ku wezîfeya dozgerê lêpirsînê were betalkirin…
Derbarê sûcên li Ruwandayê pêkhatî de, qanûnek destûrê dide Fransayê ku “prensîpeke dadgeriya gerdûnî” bi cîh bîne (6). Dîsa jî Kouchner û Michèle Alliot-Marie bi taybetî destnîşan dikin ku armanca beşê “qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê” ne ew e ku pêvajoyeke bi vî rengî saz bike (7). Ji bo serokê Federasyona Navneteweyî ya Lîga Mafê Mirovan (FIDH) parlemanterê fransî Patrick Baudouin, ev bûyer û rewşên dijber in û “fikra ku Parîs ji pêkanîna adaletê bêhtir, dixwaze têkiliyên xwe bi Kîgalî re baş bike” piştrast dikin. Ji bilî peymana navneteweyî ya li dijî îşkenceyê ya sala 1984’an (8), ji bo ku peymanên navneteweyî yên ku wê mohr kirine û destûrê didin prensîpa dadgeriya gerdûnî, karibin li ser erdên wê pêk werin, Fransayê tu carî qanûnên xwe neguhertin. Bi tênê du doz li gorî vê prosedurê pêk hatin (ya sûbayekî morîtanî di 2005’an de û ya memûrekî tûnisî di 2009’an de), wan jî xwe disipart vê peymana navneteweyî.
13’ê tîrmeha bihurî parlamentoyê projeyeke qanûnê qebûl kir ku qanûnên fransî bi statuya Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî (ICC) re li hev bikin. Ev dadgeh li ser dewletan ferz dike ku sûcên şerrî, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirin li ku derê hatibin kirin bila hatibin kirin û kê kiribin bila kiribin, ceza bike. Ev qebûlkirina qanûnê, dudiliyên Fransayê yên beramberî dadgeriya navneteweyî piştrast dike. Di encamê de ev qanûn dê bibe sedem ku di pratîkê de şopandina dozan ne mimkun be: divê “mala kesê sûcdar a ku ew para bêhtir lê dimîne” li Fransayê be û dozger dê di şopandina dozê de desthilatdar be. Kollektîfên mexdûran ên mîna CPCR’yê dê bi vî rengî ji navê werin derxistin. Wekî din, ji xwe me dît bê ka dozger di mijara Ruwandayê de çiqasî şermokî ne… Parlamenter Baudouin vê rewşê bi kurtî weha rave dike: “Yan em aliyê prensîpa dadgeriya gerdûnî digirin û ji bo herkesî pêk tînin, ji Ruwandayê heta bi Kosovayê. Yan jî em alîgirê siyaseta real û qanûna yê herî bi hêz in.”
Jihevsarbûna dewletan
Dadgerî di mijara qirkirina 1994’an de ji xwe têra xwe dereng maye. Parlamenterê sosyalîst Paul Quilès’ê (9) ku sala 1998’an wezîfeya lêpirsîna meclîsê ya li ser rola Fransayê ya li Ruwandayê bi rê ve bir, bi gotinên ku rewşê sivik nîşan didin vê yekê weha îfade dike: “Me ev dosya piçekî awiqandin”. Li gorî Gauthier “dozger gellek caran hatin guherandin û her carê diviyabû doz ji serî ve bihataya destpêkirin.” Bûyerek bi kurtî bêkêrî û kîndariya rayedaran radixe ber çavan “bûyera Wenceslas Munyeshyaka” ye ku ji 2001’ê ve li Gisorsê keşeyê hevkar û yê Şopgirên Fransayê (Scouts de France) ye. Ev keşeyê berê yê cemaeta Sainte-Famille a Kîgaliyê, ji 1995’an û vir ve mijara yek ji giliyan e. Lê diviyabû sala 2007’an ICTR’yê biryareke girtinê bidaya, da ku Fransayê ew bikira kontrola dadgeriyê. Bi hêviya ku bikare û herweha derfetên wê jî hene ku wan dadgeh bike, ICTR’yê dosyaya Munyeshyaka tevî ya waliyê berê yê Gikongoroyê, da Fransayê. Nêzî beriya deh salan, di 1998’an de dadgeha bilind a Fransayê jî gihiştibû heman encaman, lê tiştek jê derneket… Di encama serîlêdana yekî ji gilîkaran de, sala 2004’an Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji ber dirêj kişandina dozan ceza li Fransayê birî. Di 2010’an de beriya Pous û Ganascia, dosya di ber destên sê dozgeran re derbas bûbûn…
Doza der heqê Augustin Ngirabatware de, ku kevnewezîrê plansaziyê yê hukumeta cîgir a Ruwandayê a 1994’an e, herweha mînakeke baş e. Augustin Ngirabatware li Gabonê bi cih û war bû û ji Saziya mafên destnedanê û lipêşgirtinan a Quai d’Orsayê sala 1998’an belgeyeke taybet stand ku mafê bicihûwarbûna li Fransayê didiyê. ICTR’yê li dijî wî tebaxa 1999’an biryareke girtinê da. Lê roja ku diviya bihataya girtin Augustin Ngirabatware ji mala xwe derket û çû Librevilleê… Piştî ku ICTR’yê serî li wan da, rayedarên gabonî kirin ku ew ji holê wenda bibe. Ew 2007’an li Frankfûrtê hat girtin û ji wira şandin ICTR’ya li Arushayê (Tanzanya). Li vê dadgehê doza wî dewam dike. Li gorî Guichaoua, li Ewropayê wî sûcdarî ev piştgirî stand, lewra tirs hebû ku têkiliyên wî bi kesayetên biyanî re aşkere bibûna, “Ne têkiliyên girêdayî kar, lê belê girêdanên bi awayekî eşkere siyasî û ji bo hinan jî yên bazirganiyê (10)”. Wî herweha da zanîn ku dosyayên mîna ya serkêşe Wenceslas – li gorî wî dosyayeke qels e – bi kêrî veşartin û piştperdekirina dosyayên herî têrûtijî tên.
Gelo doz dê di dawiyê de li Fransayê pêk werin? Serokê berê yê saziya îstîxbaratê, Pascal Simbikangwa ku di 2008’an de li Mayotte’ê (ji ber sextekariya belgeyan û firotina wan) hat girtin, dadgeheke normal dê doza wî bişopîne. Fransayê wekî din soz da ICTR’yê ku ew ê Munyeshyaka û waliyê Gokongoro, Laurent Bucyibaruta, derxe pêşberî dadgehê. Ev dosya hatine cemidandin, lewra dadger û dozgerê fransî zehmetiyê dikişînin ku agahdariyên ku ICTR’yê dane wan bi kar bînin, lewma pîvan û prosedurên wan cuda ne. Lê belê, pirsgirêka rastî ew e ku rola Fransayê ya li Ruwandayê ya 1994’an hê jî cîhê nîqaşan e. Gauthier weke mînak destnîşan dike ku Bucyibaruta “waliyê Gikongoro bû, cihê ku leşkerên operasyona leşkerî û insanî Turquoise’ê lê bi cîh bûbûn. Nabe ku doza wî behsa rola van leşkeran neke.” Bi vî awayî, dibe ku doz bigihîje vê encamê: bi awayekî nerasterast analîzkirina siyaseta Fransayê ya wê demê (11).
Benoît Francès: Rojnamevan
- Ewropayê bide alî. Di mijara Weke mînak li Association France-Turquoise (www.france-turquoise.fr)
- Buroya parastina penaber û bêwelatan a Fransayê (Ofpra) weke sedem got, “nîşanên ciddî“ hene ku dikin ku mirov bifikire ku wê di nava sûcên li dijî mirovahi- yê de cîh girtiye
- Weke gellek payebilind û rayedarên rejîma radîkal a Hutuyan. Binhere: Rapora erkê ya agahdarkirinê ku parlemanter Paul Quilès serokatiya wê kiriye, hejmar 1271, 15’ê çileya pêşîna 1998’an
- AFP, 18’ê çileya paşîna 2010’an
- Rwanda, de la guerre au génocide (Ruwanda, ji şerr ber bi qirkirinê ve), La Découverte, Paris, 15’berfanbar1998’an
- Qanûna 22’ê gulana 1996’an a ku qanûnên fransî li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya hejmara 955 saz kirin. Bi vê biryarê, ICTR hatibû damezirandin
- Le Monde, 6’ê çileya paşîna 2010’an
- Di nava xala 682-2 ya qanûna cezayê de hat bicîhkirin. Xala 689’an a heman qanûnê jî di qadên cuda û diyarkirî de cîh dide prensî- beke dadgeriya gerdûnî: terorîzm, bazir- ganiya maddeyên nukleer, korsanî, firotina sîlehan, sabotaj. 26’ê çileya paşîna bihurî, Dadgeha Temyîzê ya Parîsê li ser vî hîmî lêpirsîna bûyerên îşkencê, xespa azadiyê û wendakirina mirovan ku li Kamboçyayê di navbera 1975 û 1979’an de pêk hatine, ji nû ve da destpêkirin. Gilî û gazindên ji mijara biryarê sala 1999’an hatibûn kirin
- Le Débat (guftûgo), France 24, 25’ê sibata 2010’an
- André Guichaoua, Rwanda, de la guerre au génocide (Ruwanda, ji şerr ber bi qirkirinê ve), La Découverte, Parîs, 2010
- Bixwîne: André-Michel Essoungou, “Aux racines du contentieux franco-rwandais (Kokên lihevnekirina Fransa û Ruwandayê), Le Monde diplomatique, çileya paşîna 2009’an
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê



