Bêdadî
Van rojan, lîberal pirr bi hejaran eleqedar dibin. Weke mînak, li Brîtanyayê, serokwezîrê mihafezekar David Cameron’ê ku ji pêşiyê xwe, Tony Blair’ê serokê berê ye Partiya Karkeran, îlhamê digire, dixwaze bi girseyî xercên qeydiyên Zanîngehê zêde bike (1). Ev pirs tedbîreke civatî ye. Objektîf e, gelo? Xwendina bilind ku pirraniya "mişteri"yên wê ji tebeqeyên halxweş tên divê nekeve situyê hemî kesên ku bacê didin. Dewlet dixwaze teserrûfekê bike; bûrsa hejaran heye. Berî nuha bi sê salan, li Fransayê, sernivîskar Jacques Julliard berî herkesî pêşbînî kiribû ku "belaşî, piştgiriyek e ji dewlemendên ku zarokên xwe dişînin zanîngehê re. (2)" Xercê qeydiyan ên buha reformeke li ser bingeha wekheviyê ye.
Mezinbûna jêkêmiyên butçeyê dibe sedemê berfirehkirina vê mentiqê ji bo hemî alîkariyên civatî û qerekterê wan yê gerdûnî dixe ber lêpirsînê. Ger em ji alîkariyên malbatî dest pê bikin: "Ji derenceyeke[hatiniyê] wê de, mirov dibîne ku bi tenê dest davêjin ‘alîkariyê’. Pereyê Dewletê li vira belasebeb tê xerc kirin", wezîrê kevn ê rast Luc Ferry ev yek dubare kir, gava ku serokwezîrê kevn ê sosyalîst Laurent Fabius heman tişt gotibû qiyamet rabûbû (3). Piştî vê sîgorta noşdariyê tê: Alain Minc, şêwirmendê Nicolas Sarkozy û herweha jî nêzîkî Martine Aubry xanimê [seroka partiya sosyalîst], weke ku xeyidî be, qesda bavê xwe dike, "ku 15 rojan li servîsa reanîmasyonê razaye" û weha didomîne "birêvebiriya herêmî ya fransî 100 000 euros ji bo mirovekî 102 salî xerc kir [...] Divê em ji xwe bipirsin daku zanibin, bi beşdarkirina mîrat û mîratxwirên nexweşan, bê çawa mirov dikare mesrefên noşdariyê yên kesên pirr pîr bi şûn de vegerîne. Ev pêşniyarî dê bi bernameyeke sosyalîst bê kirin (4)." Di encamê de, em karin bên ser mehaneya xanenişîniyê: Heftenameya lîberal The Economist li ber ket gava ku Osborne, wezîrê darayî yê birîtanî, êrîşa xwe sîstematîze kir: "li dijî prensîbê gerdûnîbûnê bûn di xwezaya sîstema civatî de heye. Diviya bû, weke mînak, mirov ji xwe re awantajên buha yên xanenişînan, ji hatiniya wan cihê, ji xwe re bikiraya armanc. (5)"
Bi vî awayî, lîberal xwiya dikin ku bala wan li ser "edalet"a piştî kêmkirina pêlik bi pêlik a bacê ji nû ve parvekirinê ye. Qonaxa wan a bê jî ji niha ve diyar e; Dewletên Yekbûyî berî tecrûba vê yekê kirine: di nav sîstemên siyasî yên çînên navendî û yên mestir de, birrîna xizmetên giştî û alîkariyên civatî gava ku tebeqeyên xwedî îmtiyaz dev ji îstifadekirina wê berdin dibe lîstika zarokan. Ew bawer dikin ku awantajên wê çandeke pê ve girêdayîbûnê û bêretiyê xwedî dike; hejmara kesên ku mafê wan heye kêm dibe; kontroleke bi kîtekît li ser wan tê ferz kirin. Girêdana alîkariyên civakî ya mercê hatiniyê ve, tê wateya programkirina wendabûna wan ya bi awayekî giştî.
- Cameron dixwaze xerca qeydiya zanîngehan ji 3 290 sterlînî derxe heta 9 000 sterlînî ku dike (10.600 euroyî) ku ji xwe Blair hîn berî wî, di sala 2004’an de, salê ji 1 125 sterlînî derxistibû 3.000 sterlînî
- LCI, 7’ê tirmeha 2007’an
- Bi dorê, Le Figaro’ya di 18’ê çiriya paşîna 2010’an û Ewropa 1, 4’ê çiriya paşîna 2010
- "Parlons Net / Li ser înternetê", France Info, 7’ê gulanê, 2010
- 5 The Economist, Londres, 23 çiriya pêşîn, 2010
Wergera ji fransî: Yaqûb Karademir

