Baskîyek û kurdek
Di berhema xwe ya 'Zilamê devliken' de Victor Hugo dibêje 'kesekî baskî, ne îspanyol, ne jî fransiz e, baskî ye'. Bisporê Rojhilatê Navîn rojnameger Manuel Martorell, ku li Îspanyayê dema qala pirsgirêka kurd bê kirin, kesê pêşîn e ku tê bîra mirovan, dibêje 'Kurdek, ne ereb, ne fars, ne jî tirk e, kurd kurd e.'
Teşbîheke weha helbet çarenivîsa gelên bask û kurd nake yek. Nemaze, heger em ferqa sed û pêncî salî ya navbera gotinên Hugo û Martorell bifikirin. Lê belê ev neqilkirin hin serpêhatîyên hevpar ên van her du gelan nîşan dide ku her du jî li ser axên xwe hewlê didin ku wekî xwe bijîn. Serpêhatiyeke sedsalî ya tenêbûn û înkarê.
Herçend derbarê koka baskîyan de teorîyeke hevbeş nîne jî bêguman ew ji gelên herî qedîm ên nîvgirava Îberîkê ne. Hîna nayê zanîn ka zimanê baskan euskera endamê kîjan malbata zimanan e. Tiştên ku tên zanîn ev in: Yek ji kevintirîn zimanan e û li Ewropayê tenha zimanê berîya Hînd û Ewropî ye, ku zindî maye. Zimanên din ên prehîstorîk, ku digel vî zimanî jîyane, ji alîyê zimanên Hînd-Ewropî ve hatine helandin. Zimanzan zîndîmayîna vî zimanî wekî mûcîzeyekê bi nav dikin.
Ev gel bi sedan salan di tora du dewletên 'bisporên' kolonîzekirinê yên Îspanyol û Fransiz de maye, lê belê ji ber hêza xwe ya berxwedanê zimanê wan hîna jî dijî û ev yek hêja ye ku wekî mûcîze were bi nav kirin.
Zimanê baskî, nemaze ji salên dawî yên sedsala 19em û pê ve li hember zextan bû sîmgeya herî girîng a siyasî. Di derbarê têkilîya navbera vî gelî û zimanê wan de Victor Hugo weha dibêje: 'Zimanê baskî wekî welatekî, hema bibêjin wekî olekê ye.' Di zimanê Euskal Heria de wateya navê wan 'Gelê zimanê bask' e. Navekî weha bedew ê welatekî, xelateke spehî ya zimanê baskî ye ji bo cîhana me.
Baskîyan li ser xaka xwe bi qanûnên dîrokî/kelepûrî ya bi navê 'fuero' xwe bi rê ve birin. 'Fuero'yên wan 'îmtîyazek' nîne, ku ji alîyê qralekî ve hatine dayîn, lê belê di wesfa 'maf' de ne. Ji ber ku ev qanûn digihîjin serdema berî qralan.
Desthilatdarîya navborî wekî 'mîrîtîyên' herêmî ne. Ev qanûn, digihîjin dîroka kevin û mimkûn e ku biryarên meclîsên gel bin û bi sedan salan bi rêya erf û adetan derbasî nifşên nû bûne. Ev rêgezên derbarê jîyana siyasî, îdarî, aborî û edlî de ji sedsala 13em û pê ve hatine nivîsandin.
Qralîyeta Pamplon, ku di sala 765ê de hatiye damezirandin, wekî yekem qralîyeta baskî tê zanîn. Ev qralîyet di dawîya sedsala 5em de dibe Pamplona û Najera û paşê jî dibe Qralîyeta Navara, ku heta destpêka sedsala 16em berdewam kir.
Di serdema Qralê Sanchoyê Mezin ê VII. (1194-1234) de, cara pêşîn heft herêmên dîrokî yên Baskî bi hev re ne. Yekîtîyên qralên katolîk di 1512ê de Qralîyeta Navarayê dagîr dike û wê tev li Qralîyeta Castîllayê dikin.
'Malîyeta' Şoreşa Fransiz ji bo baskîyên vî parçeyî dawîlêanîna qanûnên wan ên herêmî an ku dawîlêhatina desthilatdarîya wan dibe. Di vê serdemê de, bayê lîberalîzmê, ku li seranserî Ewropayê dihat, digihîje Îspanyayê jî. Di encama vê guherînê de, ku di sedsala 19em de bû sedema du şeran, di 1876ê de baskî di şerê Carlist ê II. de têk diçin û 'fuero' yên wan tên belav kirin.
Ji niha û pê ve ez dê serpêhatîya axên Başûrê Welatê Baskan vebêjim. Dema ku em dibêjin 'Neteweperestîya baskî' mebesta min ne neteweperestîyeke wekî Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) e lê 'welatparêzî' ye.
Di naverasta sedsala 19em de sanayî pir bi lez bi pêş ket û vê yekê jî ji herêmên din ên Îspanyayê rê li koçên komî yên bo Welatê Baskan vekir. Bi bandora koçkirinan jî zimanê baskî dike, wenda bibe. Welatparêzîya baskî jî wekî nerazîbûna li dij vê yekê bi mebesta azadîyê derdikeve holê.
Sabino Arana, ku zimanê baskî paşê hîn dibe û wekî bavê neteweperwerîya baskî tê nasîn, di 1895ê de Partîya Neteweperest a Bask (PNV) ava dike. Ji ber xebatên xwe yên siyasî du caran dikeve girtîgehê û di 1903ê de di 38 salîya xwe de dimire. Arana herweha ew kes e ku ala baskî dîzayn kiriye û ji bo 7 herêmên dîrokî yên baskî jî navê Euzkadî datîne.
Di navbera 1923-30ê de di serdema dîktatorîya Primo de Rivera de li welatparêzên baskî pir tade tê kirin.
Di bihara 1931ê de, ragihandina Komara Îspanyayê ya Duyem di warê bidestxistina statuyekê de hêvî da neteweperwerên baskî. Partîya Neteweperest a Bask (PNV) ji bo çar herêmên baskî doza statuyê dike, lê ji ber lidijderketina hikûmeta Madrîdê herêma Navara ji nav tê derxistin.
Di hilbijartinên giştî yên sibata 1936ê de, koalîsyona komarperwer, sosyalîst û komunîstan Frente Popular (FP- Enîya Gel) bi ser dikeve. Piştî 5 mehan artêşa îspanî li dij hikûmeta komarperwer a Madrîdê ji qişleyên xwe derdikevin û dadikevin kolanan. Hikûmeta Baskî, radigihîne ku ew li dij darbeyê, piştgirîya komarperweran dike. Li Bizkaia û Gipuzkoayê, ku neteweperestên baskî lê hêzdar in, li dij alîgirên Franco 'yekîneyên parastinê' tên ava kirin. Li Navarayê jî alîgirên Franco hêzdar in.
Statuya Baskan di 1ê cotmeha 1936ê de dikeve merîyetê. Ev statu, ku di nav şer de teşe girtibû, mirov dikare wekî 'otonomîyeke di kuvezê de' bi nav bike. Jixwe di 7 mehîya xwe de jî dimire. Ji bo baskan berdêla şerê navxweyî ya Îspanyayê 50 hezar mirî, 10 hezar girtî û bi dehan hezar sirgûnî. Herweha Guernika ye, ku bi tabloya navdar a Picasso ev der vediguhere 'sembola karesatên şer'.
Ji ber ku ên serkeftî dîrokê dinivîsin, tê bawer kirin ku Guernika jî ji ber ku hatibû bombebaran kirin, navdar bû. Lê belê ev navçeya bask a dergûşa demokrasîyê, ji ber ku dilê baskîyan bû hatibû bombebaran kirin: di 26ê nîsana 1937ê de firokeyên Legion Condor ên alman bajêr bombebaran dikin û kevir li ser kevir nahêlin. Roja din, çapemenîya cîhanê bi serenavê 'di dîrokê de cara pêşîn bajarek ji asîmanan hat bombebaran kirin' derdikevin.
Sê nirxên dîrokî yên gelê bask li vê derê ne: 'Dara Guernika', 'Avahîya Meclîsê' û 'Pirtûk'. Baskî ji serdema naverast û vir ve meclîsên xwe di bin vê darê de kom kirine. 'Pirtûk' jî serhevdeya qanûnên vê meclîsê ye ku ji 1452ê pê ve hatine nivîsandin. Avahîya Meclîsê, di 1876ê de li kêleka vê darê tê ava kirin.
Şerê navxweyî yê Îspanyayê di 1ê nîsana 1939ê de bi sekeftina Francisco Franco bi dawî dibe. Franco, ku leqeba wî ya di artêşê de 'Franquito' bû (Francoyê Piçûçik) xwe him wekî 'Generalisimo' (generalê generalan) û him jî wekî 'Caudillo' (Rêberê Pîroz) ragihandibû. Ew herweha di dîrokê de îmze diavêje tiştekî nedîtî û cara pêşîn welêt ji komarê vedigerîne qralîyetê. Lê belê ev qralîyet qralîyeteke bê qral e.
Mînaka herî berbiçav a pêkanînên frankîzma çil salî yên li xakên bask Gernîka ye. Ên ku bajar bombebaran kiribûn, dê li çavê gelekî binihêrîya û ji bo wan û tevahîya cîhanê bigotaya ku baskîyan bixwe welatê xwe bombe kiriye. Gernîkayîyên ku ji êrişê filitîbûn, dema qala vê komkujîyê dikir, wan bi tenê dikaribû navê 'Şewata Guernika' lê bikin.
Di projeya 'Neteweya yek û yekgirtî ya îspanyol' a Franco de 'baskîyê herî baş ew e ku ji îspanyolan bêhtir piştgirê îspanyolan e'. Heger wî ji 'çepgiran' carekê hez nedikir, ji wan kesan ku digot 'ez ne îspanyol im, baskî me' du caran hez nedikir.
Zimanê wan, sembolên wan û her tiştê din, ku têkilîya wî bi baskbûnê re hebe, tên qedexe kirin. Lê belê ev tişt nayên wê wateyê ku hemû baskî di bin tade û zulma Franco de mane. Di dema Franco de gelek asayî ye mirov di nav wezîr, şaredar û balyozan de rastî paşnavên baskî were. Gelek karsazên 'baskîyên baş' wê di dema dîktatorîyê de bêhtir dewlemend bibûna.
Ev tişt Kurdistanê tîne bîra me? Ne tenê Guernikayek, gelek Guernika bi serê kurdan de hatin. Salek piştî wê Dersîm jî wekî Guernika ji asîmanan hat bombebaran kirin, piştî pêncî salan jî Helepçe...
Guernika komkujî ye, Dêrsîm nijadkujî ye. Cîhan li alîyekî, haya cîranên Dêrsimê jî jê nebû. Ên ku jê filitîbûn nikaribûn bêjin Şewata Dêrsimê jî. Di her malekê de fotografê Serokê Pîroz, dev ne bi tûncê, lê bi betonê seyandî, li bajarekî nû yê bi navê Tunceli diviyabû dest bi jîyaneke nû bikin.
Serokê Pîroz Franco, ewqas derew kirin, lê belê tucaran negot demokrat im. Resmê xwe li her daîreya dewletê da daliqandin, kuçe bi wêneyên wî hatin xemilandin, lê belê mal û çîyayên baskî li derveyî vê yekê girt.
Ber bi salê 1960ê ve Îspanyaya Franco di warê aborîyê de baştirîn dema xwe jîya. Di heman salan de, nifşekî baskîyan, ku di dema dîktatorîyê de mezin bûne, dengê xwe bilind dike. Zimanê baskî di vê demê de jî sembola herî girîng a vê berxwedana siyasî ye. İkasto, ku di zimanê baskî de tê wateya dibistana zimanê baskî, li malan tê ava kirin. Pêşî zimanê baskî tê hîn kirin, dûre jî perwerdehîya bi zimanê baskî. Di salên 1960ê de İkasto ji malan derbasî avahîyan dibe. Di salên 1970yê de ji îllegalbûnê derkdikeve û hêzên hikûmetê têkilî pê nake. Êdî 100 İkosta 25 hezar baskîyan perwerde dike, ên ku vî karî encam didin zarokên neteweperestên baskî ne.
Muxalefeta ku di heman salan de peyda dibe û dibe şevereşka Franco jî 'Welatê Bask û Azadî' an ku 'ETA' ye. Mebesta vê rêxistinê, ku di 1959ê de tê damezirandin, ji bo dewleta îspanî 'azadî' ji bo welatê xwe jî 'serxwebûn' e.
ETA di sala 1968ê de şefekî polîsan Meliton Manzanas, ku bi îşkencekarîya xwe navdar bû, li bajarê Gipuzkaoyê dikuje û bi vî awayî dest bi têkoşîna çekdarî dike. Rejîm jî li vî bajarî rewşa awarte ragidihîne û zexta xwe zêde dike. Ber bi dawîya salên 1970yê de 6 endamên ETAyê bi tawabarîya kuştina vî şefê polîsan tên îdam kirin. Ev rewş ne tenê li Welatê Baskan, lê belê li seranserî welêt cara pêşîn rê li xwepêşandanên dij-Franco vedike.
Di dawîya sala 1973yê de li naverasta Madrîdê makîneya serokwezîr Luis Carrero Blanco tê teqandin. Carrero di 1951ê û vir ve destê rast ê Franco ye. Dîrokzan vê bûyerê wekî 'destpêka dawîlêhatina Frankîzmê' bi nav dikin. Piştî wê bûyerê, heta Franco bêhna xwe ya dawîyê dide, xwepêşandanên li kuçeyan, grev û destgîr kirin berdewam dikin. Li wan, protestoyên dîplomatîk ên li dij rejîmê jî zêde dibin.
Di 20 sermaweza 1975ê de dema Francisco Franco mir, zengilên ku dihatin lê dan ne tenê ji bo wî herweha ji bo 'berhema' wî jî bû. Muxalefetê, herçend di salên dawîyê de xelek li Franco teng kiribin jî, rejîm dê nikaribûya berdewam bike, ji ber ku mîada xwe tije kiribû. Li Ewropaya Rojava êdî jê re cih nemabû.
Juan Carlosê I. li ser wasîyeta Franco û bi biryara parlamentoya wî wekî qral tê ragihandin. Ew jî Carlos Arias Navarro wekî serokwezîr tayîn dike da ku dest bi reformên siyasî bike. Piştî ku rûtişên wî nikare dengê muxalefetê bibire, di tîrmeha 1976ê de di şûna wî Adolfo Suarez tê tayîn kirin. Suarez, yek ji burokratên Franco ye lê belê alîgirê reforman e. Karê wî yê pêşîn ew e ku 'Qanûna reforma siyasî' derdixe ku tê de efûyeke giştî, qanûnîkirina partîyên siyasî (serxwebûnxwaz jî tê de), hilbijartinên serbest û komîsyona destûrê hene.
Di hilbijartinên giştî yên hezîrana 1977ê de Yekîtîya Navendî ya Demokratîk (UCD), ku piranî ji alîgirên Franco pêk tê, bi ser dikeve. Adolfo Suarez vê carê bi hilbijartinan dibe serokwezîr. Li welatê baskî partîya PNV dibe partîya yekem.
Komîsyoneke Destûrê tê ava kirin.Partîya Neteweperest a Baskî (PNV) û Partîya Mebest û Yekîtî ya Katalanî (CIU), ku li herêmên xwe partîyên yekem derketibûn, da ku di komîsyonê de cih bigirin komên xwe yên parlamentoyê pêk tînin.
Destûra îspanyol, ku di 6ê berfanbara 1978ê de diçe referandûmê, di esasê de berhema Partîya Sosyalîst a Karkeran a Îspanyol (PSOE) û ya Yekîtîya Navendî ya Demokratîk (UCD) ye. Destûr li seranserî welêt dora 88 dersedê dengên erê distîne, lê belê ev rêje li welatê baskan nagihîje 50 dersedî jî. PNV neçû ser sindoqan û partîya Heri Batasuna (HB, Yekîtîya Gel), ku partîya sereke ya welatparêzên çepgir ên baskî ye û wekî baskê siyasî ya ETAyê tê nasîn, dengê na bi kar anî. Sedemên her duyan jî eynî ne; mafê self-determînasyonê nas nake û axên welatê baskan kiriye du herêmên xweser.
Herçend li Îspanyayê bi tenê bask, katalan û galîçyayîyan doza xweserîyê dikir jî, destûrê bi modeleke herêmî ya îdarî bersiva van daxwazan da û welat kir 17 herêmên xweser.
Madeyên têkildar a destûra îspanyol weha dibêje:
Madeya 2. Destûr, yekîtîya neteweya îspanyol, ku nabe were belav kirin, û welatê hevpar ê hemû îspanyolan, ku nabe were perçe kirin, ji xwe re esas digire.
Madeya 3.1. 'Castellano' (zimanê îspanyolî) zimanê fermî yê dewletê ye. Hemû îspanyol divê wê hîn bibin xwedî wî mafî ne ku wî zimanî bi kar bînin.
Madeya 3.2. Li cem civakên xweser jî li gor statuyên wan, zimanên din ên îspanyol ên wê herêmê jî zimanên fermî ne.
Mebesta 'zimanên din ên îspanyol' baskî, katalanî û galîçyanî ye.
Tiştê ku dê Vebûna îspanyol bikiraya, reformeke berfireh bû. Di şert û mercên wan rojan de ji alîyê gelek kesan ve dê bihataya pejirandin û formûleke weha bû ku di encamê de serkevtî yan jî şkestîyê wê nebû. Wekî mînak ji francoyîyan dê hesab nehatana pirsîn. Dijberên vê formûlê gelek bûn, lê belê di nav wan de ku ev formûl bi giştî red dikir di serî de ETA dihat.
Rêxistin, di 1974ê de wekî ETA-M (leşkerî) û ETA-PM (siyasî, leşkerî) bûbû du beş. Heta ku Franco mir, piranîya wan polîs û cenderme bi giştî 44 kes hatibûn kuştin, lê belê di dema derbasbûna piştî Franco de her du rêxistin çalakîyên xwe yên çekdarî zêde dikin. Navbera 1978-80ê de dibin sedema mirina 228 kesan. Di vê serdemê de 'derdorên bêkontrol ên dewletê' li ser kar in. Ew jî bi dehan kesan dikujin.
Di vê demê de hikûmeta îspanyol digel her du ETAyan çendîn caran hevdîtinan pêk tîne. Di 1977ê de efûyek tê derxistin, lê belê ev efû li jêr bendewarîyan dimîne, nemaze yên ETA-M. Endamên ETAyê bi şertê derketina derveyî welat û tu caran venegerîna welêt hatibûn serbest berdan.
Di 23ê sibata 1981ê de komeke cendermeyan diavêjin ser parlamentoya îspanî. Ev hewldana darbeyê, ku bi çend saetan diajo, di encamê de bi ser nakeve. Di hilbijartinên giştî yên 28ê cotmeha 1982ê de Partîya Sosyalîst a Karkeran a Îspanî bi 48 dersedê rayan dibe hikûmet. Li cem gelek dîrokzanan ev yek xala dawî ya derbasbûna ji dîktatorîyê bo demokrasîyê ye. Di heman salê de ETA-M fesîhkirina xwe radigihîne.
Hin kes vê pêvajoyê bi endametîya Yekîtîya Ewropî ya sala 1986ê bi dawî tînin. Ji ber ku du sal berîya wê rêxistina wekî kontrgêrîlla GAL li îspanyayê hespên xwe xweş bezandibûn.
'Koma Xweser a Baskî', ku di 25ê cotmeha 1979ê de li Gipuzkoa, Bizkaia û Alavayê di referandûmekê de hatibû deng kirin; statuyek bû, ku ji alîyê Partîya Sosyalîst a Karkeran (PSOE), Yekîtîya Navendî ya Demokratîk (UCD) û Partîya Neteweperest a Bask (PNV) ve hatibû amade kirin. Li gor vê yekê Euskadi an ku Welatê Baskan wekî xweser e. Herçend PNV li dij wê yekê derdikeve jî li Navarayê xweserîyeke din tê ava kirin. Lê belê li destûra îspanî madeyek tê zêde kirin ku dibêje 'Li ser daxwazê, Navara dikare di encama referandûmekê de tev li Welatê Baskan bibe.'
Hevdem, xweserîyên ku statuyên wan di referandûmê de tên deng kirin, bi tenê Welatê Baskan, Galîçya, Katalonya û Endulusya ne. Destûrmendîyên 13 herêmên xweser, ku Endulusya jî tê de ye, wekî hev in. (1)
Di nav 17 herêmên xweser de, a ku xwedî destûrmendîya herî berfireh e, Welatê Baskîyan e. Li dû wî Katalunya, Navara û Galîçya tên. Li van xweserîyan him du zimanên fermî û him jî pergala perwerdehîyê hene. Lê belê modela perwerdehîya du zimanî li hemû xweserîyan ne wek hev e, her yek li gor mercên wan hatiye dîyar kirin.
Li Welatê Baskîyan, pergaleke bi sê modelî tê sepandin. Modela A: Perwerdehî bi zimanê îspanî tê dayîn û zimanê baskî wekî dersekê tê xwendin. Modela D: berevajî modela A ye an ku perwerdehî bi zimanê baskî tê dayîn û îspanî wekî dersekê ye. Modela B: Nîvê dersan bi baskî nîvê din jî bi îspanî ne. Malbat modelan bi xwe hildibijêrin û hikûmeta baskî jî şertên mercên modelê garantî dike. (2)
Welatê Baskîyan xweserîyek e ku xwedî darayîya xwe ye. Ev tê vê wateyê: Bac, ji alîyê her sê hikûmetên herêmî ve tên berhev kirin. Komîsyonek, ku ji van hikûmetên herêmî û birêvebirîya Welatê Baskîyan an ku ji hikûmeta Baskî pêk tê, %1ê budçeyê da ku di warê artêş, karûbarên derveyî welêt û lêçûnên malbata qralîyetê were bi kar anîn, dişîne Madrîdê. Derbarê budçeyê de Komîsyon bi xwe biryarê dide ka ew dê çawa were par ve kirin. Navara jî xwedî mafê darayîyê ye. 15 hêrêmên din ên xweser xwedî vê destûrmendîyê nînin.
Ji serokê hikûmeta baskî re 'Lehendakari' tê gotin û li jêra wî 10 'concejero' an ku wezîrên xweserîyê hene. Tiştê ku vê xweserîyê ji yên din cuda dike ew e ku xwedî polîsê xwe ye: Etrzainza (Polîsê baskî). Li seranserî welêt di warê gumruk û sînoran de cendermeyên îspanî û ji ewlekarîya navxweyî jî polîsê îspanî berpirsyar e. Li Welatê Baskîyan di warê meseleyên 'têkildarî ewlekarîya dewletê' de ev destûrmendî di navbera polîsê îspanî û baskî bi awayekî koordîne tê bi kar anîn. Li Welatê Baskîyan ji ewlekarîya navxweyî bi tenê polîsê baskî berpirsyar e. Navara û Katalunya jî xwedî yekîneyên polîsan in, lê belê destûrmendîya wan gelek sînordar e, wekî polîsên trafîkê.
Ne tenê li Welatê Baskan herweha li Galîçya, Navara û Katalunya jî du cure partîyên siyasî hene. Partîyên sereke, ku li seranserî dewletê bi rêxistî ne, ev in: Partîya Sosyalîst a Karkeran a Îspanî (PSOE), Partîya Gelperwer (PP) û Çepgirên Yekgirtî (IU). Herweha hin partîyên neteweperest/welatparêz jî hene ku bi tenê li herêman rêxistî ne. Li Welatê Baskan partîyên sereke jî ev in: Partîya Neteweperest a Baskî (PNV) û Bildu (Yekgirtin)
PNV, nûnerîya rastgirên navendî/lîberal a baskan dike. (Mirov dikare bêje wekî KDP ya Barzanî) Bildu navê îroyîn ê wê partîyê ye ku zêdeyî 20 salan wekî Heri Batasuna (HB, Yekîtîya Gel) dihat zanîn. Lê belê Bildu blokek e ku îro nûnertîya derdorên berfirehtir dike. Partîya HB, ku nûnertîya 'Çepgirên Welatparêz ên Baskî dike, ji destpêka salên 2000ê û pê ve navê xwe çendîn caran guherand ku bi navê Batasuna (Yekîtî) dest pê kir. Piştî her qedexekirinekê bi navekî din dihat damezirandin. Jê re destûr nayê dayîn ku di hilbijartinên pênc salên çûyî de beşdar bibe. Bildu jî di sala 2011ê de hat damezirandin.
PNV ew partî ye ku di dumahîya xweserîyê de dengê herî bilind stendîye: Navbera % 30-40. Vê partîyê heta sala 2009ê yan bi tena serê xwe yan jî bi koalîsyonan hikûmeta baskî bi rê ve bir. Di van hilbijartinan de herçend wan % 39 deng bi dest xist jî cara pêşûn nebû hikûmet. PSOE ya ku % 31 bi dest xistibû digel piştgirîya PP, ku % 14 stendibû, hikûmet ava kir. Ev yek li Welatê Baskan îqtîdarbûna pêşîn a partîyên alîgirên îspanyol in.
Li gor PNV, ku neteweperesta bask e, û li gor hin partîyên baskperwer xweserî bi qismî bûye dermanê pirsgirêka baskî. Lê belê hîna jî pirsgirêkeke siyasî ya baskî berdewam dike. Dîsa li gor van derdoran divîyabû ku ETAyê herî dereng di 1980-1981ê de çek berdana. Piştî wê demê tenê tişt ku ETAyê kir zirardayîna doza baskî bû. Li gor ETAyê û baskê wê yê siyasî, xweserîyê ne tenê pirsgirêka baskî çareser nekiriye herweha li pêş çareserîyeke nîhayî jî bûye asteng.
Li gor îqtîdara dewletê an jî hikûmeta Madrîdê ev yek di destê PSOEyê de ye ku ji 1982ê heta 1996ê pir bi lez ji çepgirîya sosyalîst ber bi çepgirîya lîberal de çû. Paşê jî navbera 1996-2004ê de ev yek di destê PP de ye, ku nûnertîya rastgirîya navendî ya îspanyol dike. Di du serdemên dawîyê de desthilat di destê PSOEyê de ye. Li gor van her du partîyan xweserîyê pirsgirêka baskî çareser kiriye. Heger, hîna jî pirsgirêkek hebe navê wê bi tenê dikare 'neteweperestîya baskî' be. Herweha, pirsgirêka terora ETAyê heye. Pirsgirêkeke siyasî nîne. Helwêsteke weha 'îspanyolparêz' herweha di heman demê de siyaseta fermî ya dewleta îspanî ye jî.
Jixwe, ji dawîya 1983ê heta destpêka sala 1986ê, kontrgerîlayê îspanî GAL (Komên Rizgarîyê yên Dijterorîstan), ku ji kuştina 28 kesên piranîya wan sîvîl berpirsîyar e, berhemeke PSOEyê ye. Ev rêxistin, bi agahdarîya serokwezîr Felipe Gonzalez, ji alîyê wezîrê navxweyî, Mudîrê Ewlekarîya Dewletê, rêveberên vê partîyê yên li Welatê Baskan û gelek karbidestên payebilind ve hat bi rê ve birin. Piştî beşdarbûna Îspanyayê di Yekîtîya Ewropî de sala 1986ê de dawî li çalakîyên GALê tên anîn û heman koma ku GAL bi rê ve biribû piştî çend mehan dest bi hevdîtinên digel ETAyê dikin: Hevdîtinên Cezayîrê. Hevdîtinên herî dirêj û girîng ên navbera rêxistin û hikûmetê heta naverasta 1989ê berdewam dikin.
Serdema GAL jî tê de, di domahîya salên 80yê de rêxistin dora 35-40 kesan dikuje. Di 1987ê de li pêşîya avahîyeke asûkîyê de di encama teqîna mekîneyeke bombebarkirî de 19 kes tên kuştin û dora 50 kesan tên birîndar kirin. Rêxistin piştî bicihkirina bombeyê xeberê dide polîsan. Çend saet dûre jî teqîn pêk tê. Herçend ETA paşê lêborîna xwe bixwaze jî berpirsîyarîya bûyerê dixe stûyê hikûmetê.
Piştî vê bûyerê, îqtîdar bang li civak, partîyên siyasî û hemû derdoran dike ku di siyaseta bi tenê hiştina terorîstan û alîgirên wan de li cem hikûmetê cih bigirin. 'Bloka Demokratîk', ku bi beşdarbûna van hemû partîyan pêk dihat, 'Pakta Ajuria Enea' îmze dikin, ji bilî çend partîyên piçûk. Ne tenê ETA herweha her kesê ku wê şermezar neke, dê bihata tecrîd kirin. Xebatên vê paktê digihîje wê merheleyê ku her kesê ku silavekê bide 'welatparêzên çepgir' tên şermezar kirin. Ji alîyekî ev tişt pêk tên, ji alîyê din de jî hikûmet hevdîtinên xwe yên digel rêxistinê berdewam dike. 7 salan piştî bûyera Barcelonayê, Dadgeha Neteweyî biryarê dide ku, herçend ew hatibûn agahdar kirin jî polîs xemsarî kiriye û avahîya asûkîyê vala nekiriye. Lê belê cezayê ku tê birîn bi tenê dûrxistina ji kar e.
Bûyerên wekî: GAL û koma ku GAL ava kiribû paşê digel ETAyê hevdîtin pêk anî, polês pêşî li bûyera Barcelonayê negirt, ku rê li tecrîdkirina welatparêzên çepgir vekir, û ev bûyer hemû li dû hev hatin, siyasetên li Kurdistanê tîne bîra mirov. Heta rojên îroyîn jî.
Di salên li dû wê de, hejmara mirinan serê salê dora 10-15 ye. Ji alîyê din jî, piştî ku GAL tê teşhîr kirin, destgîrkirinên pêşîn ên li dij wê di 1995ê de pêk tên. Ev yek tê wateya dawîlêhatina hikûmeta Felipe Gonzalez. Û di 1995ê de ETA şexsîyetên siyasî jî ji xwe re dike hedef. ETA dest bi kuştina endamên partîya rastgir a Partîya Gelperwer (PP), ku bi çavekî misoger lê dihat nihêrtin, ku di hilbijartinên sala pêşî de dê bi ser keve. Xerabtirîn bûyer di 10ê tîrmeha 1997ê de bi revandina Miguel Angel Blanco yê 21 salî dest pê dike, ku li Welatê Baskan li navçeya Ermuayê endamê meclîsa şaredarîyê ye. ETA daxwaz dike ku girtîyên baskî, ku li girtîgehên seranserî welêt hatine belav kirin, di nav 48 saetan de bişînin Welatê Baskan. Bi hezaran kes derdikevin kolanan û bang li ETAyê dikin ku Blanco were serbest berdan. Piştî ku muhleta dayî tije dibe, Blanco li daristanê tê dîtin, ku guleyek bera serê wî hatiye dayîn. Berî ku bigihîje nexweşxaneyê bi rê de dimre.
Ev roj, ew roj e ku çepgirên welatparêz ên baskîyan ji xwe fedî kir. Êdî, ew kesên ku piştî her kuştina ji alîyê ETAyê derdikevin kolanan ne tenê Yekgirtina Gel (HB) lê belê herweha PNV û baskperwerên din tewanbar dikin. Ku ev derdor jî bi salan bû ku di van xwepêşandanan de beşdar dibûn.
Piştî salekê, HB, PNV û derdorên din, ku wekî baskperwer tên zanîn, digel ETAyê peymanekê datînin. ETA agirbesteke nesînorkirî radigihîne. Ev derdor, herweha zorê didin Madrîdê ku digel Rêxistinê derbarê bêçekkirin û rewşa milîtan û girtîyan de hevdîtinan pêk bînin. Ji bo çareserîya siyasî, ji bo naskirina mafê self-determînasyonê hemû partî bi hev re têkoşînê dikin. Di vê rêyê de hin gav tên avêtin û hikûmeta Madrîdê digel ETAyê çend hevdîtinan pêk tîne. Rêxistin, PNV, ku li Welatê Baskan hikûmet e, bi pasîfbûnê tewanbar dike û di destpêka sala 2000ê de agirbestê betal dike.
Paşê ji bo ETAyê û baskê wê yê siyasî serdemeke dijwartir dest pê kir. Piştî ku rêxistinê agirbesta xwe ya vê carê jî betal kir, yekser rêya dawîlêhatinê vekir. Di hilbijartinên dema agirbestê de baskê siyasî ya ETAyê HB dengên xwe du qat zêde kirin û gihand % 16an. Di hilbijartinên din de, ku ji ber ku HB hatibû qedexe kirin û di şûna wê de Batasuna tê de beşdar bûbû, rêjeya dengan ket % 8an. Ev yek li ETAyê wekî cezayek e, ku derfeta xwe ya dawî jî ji dest dabû. Dewletê her partîya nû ya siyasî girt. Êdî, girseyên mezin jî nayên dîtin, ku van qedexekirinan protesto bikin.
Dema ku rewş weha ye, serokê PSOEyê Luis Rodriguz Zapatero, ku di hilbijartinên sala 2004ê de bi ser ket, pêşengîya pêşveçûnekê, dike ku jê nedihat guman kirin. Bi pêşnîyaza wî, di hezîrana 2005ê de Parlamentoya li Madrîdê biryareke dîrokî dide û ji hikûmetê dixwaze ku digel ETAyê hevdîtinê pêk bîne. Ji bilî partîya sereke ya muxalefetê Partîya Gelperwer (PP) hemû partîyan dengê erê bi kar anî. Di adara 2006ê de ETAyê agirbesteke nesînorkirî ragihand. Rayedarên PSOEyê yên li Welatê Baskan, di encama hevdîtinên digel PNV û serokê Batasuna ya qedexekirî yên li Loyolayê (navçeyek li Welatê Baskan) peymaneke lihev-kirinê amade dikin. Di fînala van hevdîtinan de nûnerekî Vatîkanê jî wekî garantor beşdar dibe, ku nushayeke peymanê digel xwe bibe Vatîkanê. Batasunayê, merheleya dawî ya peymanê nîşanî hin kesan (an ku ETAyê) dide. Roja îmzekirinê, Otegi doza lêzêdekirina madeyeke din dike, ku li gor wê madeyê divê Navara û Welatê Baskan bibin yek. Ev, wekî daxwazkirina tiştekî nemumkin e. Jixwe, ê ku vê yekê daxwaz dike ETA bixwe ye. Hevdîtin bi dawî dibin.
Bombeya ku ETAyê li balafirgeha Madrîdê bi cih kiribû, da ku zorê bide hikûmetê ku dest bi hevdîtinan bike, bû egera mirina du koçberan. Tê îdîa kirin ku piştî vê bûyerê carek yan du carên din digel rêxistinê hevdîtin pêk anîne. Lê belê, ev serdem piştî hevdîtinên Loyolayê tê girtin.
Di serdema piştî wê de, nemaze di du salên dawîyê de, tiştê ku çepa welatparêz bike ew bû ku hewlê bide ku ETAyê îqna bike da ku çekên xwe deyne. Ew di heman demê de li dû piştgirîya navneteweyî jî digerin. Ev piştgirî, piştî çekberdanê, ji bo aqûbeta mîlîtanên ETAyê û nemaze ji bo girtîyên ji ber 'endametî, alîkarî û vehewandinê' girîng e. Herweha, ji bo Konferansa Navneteweyî ya Aştîyê ya li Donostiyê (bi îspanyolî San Sabastian) bû, ku di paşperdeya wê de Tony Blair hebû. Dûre jî, ETAyê ragihand ku wê dev ji têkoşîna çekdarî berdaye.
Di vê navberê de, di hilbijartinên herêmî yên gulana çûyî de, Bilduyê (Yekgirtin), bi piştigirîyeke zêdetirî çepa welatparêz a baskî % 25ê dengan stend. Ev yek jî xwedî çend wateyên girîng e: Ev, bilindtirîn rêje ye ku vê derdorê di dîroka xwe de bi dest xist. Herweha, kesên deng dabûn, ji alîyekî ve xwestibû ku ETA dev ji çekan berde û ji alîyê din de jî wan rê nîşan dabû ku pêşî ew dê hewlê bidin ku pirsgirêka çekdarî bi rêbazên pasîfîst were çareser kirin û paşê jî ji bo çareserîyeke siyasî dê bi hev re xebatê bikin.
Helwêsta hikûmeta Madrîdê, ku di encama hilbijartinên vê mehê (an ku sermawez) de aşkere bibe, dê di pêvajoya çekberdana ETAyê de dîyarker be. Bi çavekî misoger tê guman kirin ku PSOE dê têk biçe û di şûna wê de PPya rastgir bi ser keve. Kîjan were bila were, wan her du jî sînyal da ku ew vê pêvajoyê asê nakin. Jixwe, tu kes jê şik û guman nake ku li Welatê Baskan, ku heger lê çek neyê bi kar anîn, çareserîya siyasî dê hêsantir bikemile. Heta îro hikûmeta Madrîdê, her gava baskperweran bi gotina 'heta ku şidet hebe tu tişt nikare were nîqaş kirin' paşguh dikirin. Lê belê êdî ev hincet nikare were bi kar anîn.
Bersiva vê pirsyarê him gelek hêsan, him jî dijwar û tevlihev e. Da ku em di vê tevlihevîyê de nefetisin, ez dê hewlê bidim ku vê berhevdayînê ji sedsala dawîyê bikim. Kurdistan li Rojhilatê Navîn, ku çavê wê li demokrasîyê neketiye, bûye çar perçe. Li Gerdûnê ne tenê ewên ku dest danîne ser welatê wan, lê belê hemû dinya li hember dengê gelê kurd ê netewebûyînê xwe ker kirine. Daxwazên wan ên herî bingehîn jî bi komkujîyan hatine bersiv dan, serbilindîya bingehîn jî lê zêde hatiye dîtin. Gelê kurd ji alîyê wan çar dewletan ve tûşî reftareke weha bûye, ku zulm û zordestîya çîrokên serdema naverast li hember wan sivik dimînin. Ev çar dewlet, ku ji hev du hez nakin, li dij kurdan bi hev re dixebitin û şewqeke mezin kurdan naxin şûna mirovan û ên ku doza mafê xwe dikin jî bi xwînsarî qetl dikin.
Gelê baskî jî di sê çaryekên pêşîn ên sedala 20em de tûşî gelek zordestîyan dibe. Zulma ku wan dît jî versîyona 'Ewropaya Rojava' bû. Lê ew jî têkoşîyan ku wekî neteweyekê bijîn.
Txemo Montero yê baskî, ku di dawîya sala 1980yê de endamê Parlamentoya Ewropayê bû, di xebatên xwe yên li Brukselê de kurd nas kiribûn. Berîya deh salan, di hevpeyvîneke me de dîyar kiribû ku dema ku kurd dibêjin ku 'me baş têkoşîn neda' neheqîyê li xwe dikin û weha dirêjahî pê dabû: 'Têkoşîna ku baskîyan li dij Franco meşand, li hember wê têkoşînê, ku kurdan di sedsala 20em de meşand, ne tu tişt e.'
Kurdistan welatekî mezin e, Euskal Heria jî welatekî gelek piçûk e. Gelheya kurdan ji ya baskîyan 10 caran zêdetir e. Çawa ku mezinbûn li Rojhilatê Navîn bûbû 'belaya' serê kurdan, piçûkbûn jî li Ewropayê bû 'bêbextîya' baskîyan. Ji ber ku, Euskal Heriayeke mezin dê bi awayekî hêsantir azadîya xwe bi dest xistibaya. Perçebûna navbera du welatan jî têkoşîna wan gelek zehmettir kir. Herî baş baskîyek dikare bizane û fêm bike ka PEJAKê li hember Îranê çima agirbestek îlan kir. Kurdek jî dikare fêm bike ka ETA çima li Fransayê têkoşîneke çekdar nameşîne.
Mafên ku li Herêma Xweser a Welatê Baskan hatine nas kirin, zêdetir e ji wan mafan, ku Federasyona Başûrê Kurdistanê di van çend salên dawîyê de bi dest xistine. Jixwe, garantîya statuya vî parçeyê Kurdistanê jî ne dîyar e.
Di warê berhevdayîna ETA û PKKyê de, her du jî zarokên wan kesan in, ku hebûna wan tê înkar kirin. Her du jî wekî bersiva zextên dîktatorîyê derketine. Lê belê ez jî, wekî gelek baskperweran, di wê bawerîyê de me ku piştî naskirina statuya xweserîyê, ETAyeke çekdar xizmeta bidestxistina çêtir nake, berevajîya wê zirarê dide doza baskan. Lê belê, ev yek nabe sedem ku, serdema 30 salî ya xweserîyê jî tê de, siyaseta dewleta îspanî ya li hember pirsgirêka baskî û herweha ETAyê, ku perçeyek e vê pirsgirêkê ye, biheq bibînim.
Hejmara mîlîtanên ETAyê tu caran negihişt 200an. Hejmara gerîlayên PKKyê jî tu caran daneketîye binîya 6-7 hezaran. Piştgirîya xelkê baskî ji bo ETAyê di demên wan ên herî baş de jî bi ser % 15yî neket. Bi tenê dengên Batasuna û BDPyê didim ber hev. Dengên BDP û selefên wê tu caran neketin binîya % 50î. Berhevdayîna derfetên wan ên hilbijartinê jî dihêlin ji bo bextê xwendekaran. Rastîya ku partîya herî hêzdar a Welatê Baskan her tim bi rêjeya % 30-40 Partîya Neteweperest a Bask (PNV) e û ev yek ne detayek e.
Di vê gotarê de me qala hevdîtinên ETA û Madrîdê vegotin. Agahîyên me yên derbarê hevdîtina PKK û Enqereyê bi tenê 'kirtikek' e. Berhevdayîna tiştên ku tê zanîn jî ji xwendekaran re dihêlim.
Helwêstên hevserokên 'îttîfaqa şaristanîyan' Erdoğan û Zapatero yên li hember van pirsgirêkan pir bi aşkere dîyar dikin ku ka gelê kurd û bask bi çi re rû bi rû ne. Zapatero, di axaftina xwe ya di parlamentoyê de, ku li dij encama wê destûra muzakereya digel ETAyê derketibû, dîyar kiribû ku ' da ku dawî li vê şidetê were, ev hevdîtin hêja ne, herçend ew bi ser nekevin jî.' Wî qala şidetekê dikir, ku di salê de dibû sedema mirina 2-3 kesan.
Lê belê Erdoğan, li dij PKKyê aqûbeta Gerîlayên Tamîlê, ji bo Kurdistanê jî 'Modela Srî Lankayê' pêşnîyar dikir, herçend bi ser nekeve jî. Mafên ku muxattabê wî dixwaze, çareserîyek e ku dişibe 'Modela Îspanyol', ku 30 sal berê di dema serokwezîrîya Adolfo Suarez ê frankoyîyekî reformîst de hatibû danîn. Anku xweserî ne tenê ji bo kurdan, ji herkesî re. Gelo dîsa 'şert û mercên Tirkîyeyê gelek taybet in?' Tenê hevoka îngîlîzî ku Franco dizanî û bi salan dubare kir: 'Spain is different' [(Rewşa) Îspanyayê cuda ye.]
Pêşnîyareke dilnizm: Heger Erdoğan 'vebûnekê' bide dest pê kirin, divê digel qralê îspanyol Juan Carlo bipeyive, da ku hîn bibe ka şert û mercên Îspanyaya 'serdema derbasbûnê' (an ku serdema vebûnê) çawa 'gul û gulistan' bûye. Nikare ji hevpayeyê xwe Suarez bipirse ji ber camêr berîya deh salan mir. Paşê jî bila digel Zapatero bipeyive. Ez, bixwe bawer nakim ku ji bo wê çareserîyê ku îspanyol pêşnîyaz bikin, kurd dê bêjin na.
Erdê dîrokî yê baskî an ku Euskal Heria, 20.664 km2 ye. Ji heft herêman pêk tê û di navbera du welatan de hatiye par ve kirin. Bakurê Welatê Baskan, % 14ê welêt pêk tîne û navê Iparalde lê tê kirin. Ev herêm bi tenê % 0.5ê Komara Fransayê ye. Başûrê Welatê Baskîyan, ku ji çar herêman pêk tê, % 3.5ê Qralîyeta Îspanyayê pêk tîne.
Gelheya giştî ya Euskal Heria dora 3 mîlyonan e. Li gor 2009ê, gelheya Bakurê Welatê Baskiyan 288.922, a Başûrê Welatê Baskîyan jî li Xweserîya Nafaroayê (Navara) 630.578, a Euskadî (Welatê Baskan) 2.155.546 e. Euskadi, ji herêmên û/ yan bajarên Gipuzkoa (Guipuzcoa), Bizkaia (Vizcaya) û Araba (Avala) pêk tê. Navên di parantêzê de navên îspanî ne. Îsal, parlamentoya îspanî erê kir ku herdu navên bi zimanê baskî bêne bikaranîn.
Zekine Türkeri: Rojnamevan, nivîskara pirtûka ’’Bask Meselesi’’
- Li wê xweserîyê ku wekî Welatê Baskan tê zanîn, sê herêm û/ yan parêzgeh hene (Bizkaia, Gipuzkoa û Alava) ku her yek xwedî parlamentoyên piçûk in (Juntas Generales). Herweha hikûmeteke wan jî heye. Ev dezgeh di pêvajoya dîrokî ya baskîyan de dezgehên dîrokî ne. Vebûna îspayol ev dezgeh careke din kirin legal
- Di navbera 1983-84ê de di asta berîya zanîngehê de hejmara xwendekaran 78 dersed bû, lê ev rêje di 2010- 2011ê de daket 19 dersedî. Rêjeya Modela D jî ji 7 dersedî derket 59 dersedî. Model B, ya du zimanî jî dora 22 dersedî ye. Niha rêjeya du zimanîyan (baskî û îspanyolî) dora 40 dersedî ye. 17 dersed jî 'du zimanîyên pasîf' in anku ev kes bi baskî têdigihîjin, lê belê nikarin bi rehwanî bipeyivin
Wergera ji tirkî: Celîl Kaya


