Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Bajarên ku bi taya civakî girtin

Bajaren civaki

Krîzê derbeke xirab li Rûsyayê xist: Paşveçûna hilberîna pîşesazî û berhemên li nava welêt hilberandî; kêmbûna mûçeyan û zêdebûna bêkariyê. Belê krîz bi awayekî gelekî guhertî li gelek kategoriyên bajar û herêman dixe.

Vladîvostok bajarekî ‘êşkence’ lêkirî ye. Serê pêşî ji ber cihê xwe yê cografî ‘êşkence’ lêkirî ye. Mirov bajêr weha bîne ber çavên xwe; tevî derdora xwe herêmeke serjimara wê şeşsed hezar e, li keviya nîvgiraveke 30 kîlometroyan dirêj e, û bi tenê du rê diçinê. Riyeke bi fitlonek, ji du xetan û tijî kortal – ev kortal jî ne kortalê piçûk in, dişibin çalan – riya din çar xetên wê hene lê asêmana maşînan di vê riyê de êdî bûye gotina pêşiyan – ji Moskovê jî xirabtir e, ev jî têra xwe rewşê vedibêje.

Hemin, efsaneyek jî heye: ev hemû tên jibîrkirin di çarçoveya vê pêkhatina neqişandî de ya ku ev herêmên benderan ên bi benderan bi awayekî tekûz hatine parçekirin, nîşan didin. “Qiloçê Zêrîn”a vir – ev navê bajêr ê bi rûsî ye – di navbera benderên eskerî, yên bazirganî de dabeş bûye, berê wê li Rojhilatê tengavê dinêre û tûreşkên hûrik yên li derdora wê navên wê yên efsanewî ne: Dîomede, Ulysse, Ajax, Patrocle... Bajar harîqulade ye, lê belê gelekî bi ser mirov de tê. Li bajêr peravên deryayê hemû ji aliyê avahî û dezgehên benderan ve hatine dagirkirin û ketina qadên wan jî qedexe ye. Di encamê de di nava bajêr de bi tenê peraveke 300 metroyan dirêj û çend cihên li gelemperiyê vekirî hene di nava herêmeke pîşêsaziyê ya napolîten de.

Bi ser de jî ji aliyê şaristaniya maşînên ajotinê ve êşkence lê tê kirin. Tê gotin, ji mirovan bêhtir maşîn li bajêr hene û dema mirov lê dimîne mêyl dike ji vê yekê bawer bike. Kaoseke bi vî rengî kêm caran hatiye dîtin û ji ber ku ji sedî 99.9’ê maşînan, dîreksiyonê wan li aliyê rastê ye, zêde girîng nayê dîtin ku maşîn li aliyê rastê diçin. Weke bajarên Rûsyayê hemûyan, kesên ku bajar hunandin (urbanîstan) pêş nedîtin ku wê girse bi giştî bibin ‘xwedî maşîn’ û wan bi rastî jî hewl neda ku xwe li gorî vê sererast bikin. Ji ber çavtêrnebûn û hesûdiya mirovan jî êşkence li bajêr dibe. Li Rûsyayê, bajar û herêma deryavaniyê ( bi rûsî Primorskii Kraï) weke deverên herî zêde mafya û karên nelirê lê heyî navdar in. Li cihê cih mirov çavdêriyê dike ku rayedarên payebilind ên bajêr van salên dawiyê bêhtir bi parvekirina her tişta ku dikare bibe berjewendiyê milkekî spekulatîf, mijûl bûn û ne bi çêkirina peyarê, lûleyên avê yan jî kanalîsazyonê û hwd.

Encam mirovan matmayî dihêlin: dilê mirovan bi rewşa avahiyan, binesazî, ting û sergo dişewite – dema ku mirov nû çav pê dikeve, mirov bi zehmetî tîne ber çavên xwe ku mumkin e li ser riyên hesinî û girêdanên li ser van riyan, yên evqasî xwaromaro, mirov tramwayan biajo. Taxeke sihê ya ji sedsala 19. û destpêka sedsala 20. ya li navenda bajêr, hêjabû were restorekirin. Divê mirov pirtûka piçûk a ku têde Joseph Kessel behs dike çawa sala 1919’an weke sûbayê pîlot yê bê-balefir di Vladîvostokê re derbas dibe: dîmenekî ji jor ve mirovan heyranî xwe dihêle, di dinayayekê de ku ji hev dikeve ... Ji taxa kevin a Çîniyan ku di pirtûkên destpêka sedsala bihurî de em rastî wêneyên wê yên gelekî xweşik tên, ji komek xaniyên ji tuxleyan yên yek yan jî du qatî pêve tiştek nemaye îro. Ew jî îro ketina şûna gunehkaran, lewra hin kes dixwazin taxê hilweşînin (cihê wê gelekî baş e, li navenda bajêr e).

Daxwazên milk û siyaseta koçberiyê li rasta hev tên. Ji dema ku Kessel behsê dike û vir ve, di 1938’an de Çînî kirin der (piştî şerê gola Xanka) û Koreyî di 1939’an de hatin tehcîrkirin (beriya “şerê mezin ê niştimanperweriyê”); bi saya nîqaşên li ser tehlûkeya nijada zer (Çînî, Koreyî û hwd) yên ku çapemeniyê bi awayekî fereh cih didayê û rayedarên herêmî jî ji bo hilbijartinan ji xwe re weke delîl bi kar dianîn, îro di 2009’an de hejmara asyewiyan li bajêr ji destpêka sedsala 20. kêmtir e, Herweha ji hejmara asyewiyên îro li Moskovê jî kêmtir e. Divê mirov bêje ku bajarê heta 1992’an li biyaniyan qedexe, baş hatibû parastin. Hin kes xwe jê venadin û bi nostaljiyê behsa van demên pîroz dikin yên ku têde bajar girtî, paqij û têr kulîlk bû... Ew ji bîr dikin destnîşan bikin ku wê demê bajarên bi vî rengî ji pîvanên taybet ên tedarîkkirina pêdiviyan sûd werdigirtin ku ev dever dikirin deverên têra xwe xwedî îmtiyaz.

Bi hewes û daxwazên siyasî jî êşkence li bajêr tê kirin. Di 2012’an de, Vladîvostok wê mêvandariya civîna bilind a Hevkariya aborî a Asya-Pasîfîkê (APEC) bike. Ev bûyereke girîng e, lewra Rûsyaya serdema Sovyetan demeke dirêj nedihewandin nav vê forûmê. Kremlîn dixwaze vê civînê veguherîne gaveke mezin a stratejiya xwe ya nû ya Asyayê. Waliyê niha Sergey Darkîn dixwaze vê mijarê ji bo ku pêngavekê bavêje bi kar bîne û pêşniyara avahîsaziyeke gelekî mezin a binesaziyê kir, li gorî rêveberên herêmî, ji bo ku bajarê xwe bikin Vancouver a herêmî ev proje tên pêşniyarkirin.

Encam: salên projeyên xapînok ku yek ji ya din buhatir. Hotelên şeş stêrkî, lidarxistina kongreyên luks û beriya her tiştî tunelek û du pirên nehitî: yek li ser nîvgiravê ya din jî girava mezin Rûskî, ya ku li başûrtir e, li aliyê din ê Tengavê, bi parzemînê ve dike. Pirgirêk ew e ku ev girav hema bêjin ne şên e: çend avahiyên eskerî yên ku gihane xirakirinê, çend xaniyên darî yên Rûsî (Daça) û peravên tên hezkirin ên herêmê, lewra li ser derya japon in; cihê ku jê herikên okyanûsê benderê qirêj dikin. Dîsa jî ev der erdekî bi tevahî li gorî dilê spekulatoran e...

Çapemeniya rûs xwe bi çar lepan avêtiye ser vê pira ber bi valahiyê (nîkûda) ve. Ji bo ku vê pitika têra xwe buha xilas bikin, rêveberên bajêr pêşniyar dikin ku avahiyên ji bo vê projeyê bidin zanîngeha paşerojê ya federal a li herî rojhilatê Rûsyayê. Ev fikir dibe sedem ku zanîngeh fikaran bikin: ji bo ku mirov di ser du piran re biçe giravê çiqas dem divê? Lewma ji ber vê bernameya ku dike alîkariyên maddî yên dewletê biherikin bajêr, ji bo vekirina riyên ji ber çûnûhatina zêde asê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan, ti tişt li bajêr nehatiye kirin. Û êdî xwendekar û dersdarên li navend û bakurê bajarê mezin dimînin, ma kî wê ji wan bixwaze ku biçin li kampûsa li ser giravê, ya dûrî her tiştî, dersan bixwînin yan jî bidin?

Ji niha ve em pêşdîtinên reşbînan dibihîzin: xwendekar wê zanîngeha xwe biguherin û xwe li zanîngehên li nava bajêr dimînin (hemin, ev hevrik in) qeyd bikin – yên ku ji niha ve simbêlên xwe şor dikin. Divê haya serokê Rûsyayê Dimîtrî Medvedev ji pirsgirêkê hebe. Di hevpeyvîneke beriya demeke kurt de ew ji bo Vladîvostokê weha peyivî: “Ev bajarekî gelekî xweş î tekûz e, gelekî xweşik e, lê hat qetilkirin; lê kanalîzasyoneke normal jî nîne; her tişt kevin e û li ber rûxînê ye...” Li gorî wî dîsa jî civîna bilind ji bo bajêr şensek e, ji bo destpêkirina karên cidî ‘bahaneyeke’ baş e . Pirsa rastî ev e, gelo ev ji bo bajêr şensek e yan ji bo rêveberên wê?

Hinan behsa guhertina walî jî kir, lê Vladîmîr Pûtîn di Îlona bihurî de hate bajêr û destek da walî. Waliyê beriya niha Borîs Yeltsîn, kesayetiya sembol a salan, ku weke serekê mezin ê li ber çavê raya giştî yê mafyaya masîgiriyê dihat terîfkirin, ji aliyê Vladîmîr Pûtîn ve ji wezîfeyê hatibû girtin, ji bo ku di cih de ji aliyê wî ve weke wezîrê ... ‘masîgiriyê’ were destnîşankirin. Em behsa waliyê niha bikin; li gorî şertên ku Medvedev ferzkirin, divê rêveberên herêmî hemû, hatinên maddî yên xwe û hevjînên xwe biweşînên. Rojnameya moskovayî Novaiya Gazeta kite bi kite her tişta ku waliyê niha hewl da di bin nav û hesabên bankeyan ên cur bi cur ên li derveyî welêt de veşêre , weşand. Şerê siyasî gelek caran li “kompromatan”, ango gotegot û gunehbariyên ne mumkin e werin piştrastkirin, dişkin.

Di heman demê de hikûmetê beriya demeke kurt gelek tedbîrên parastinê qebûl kirin da ku bi hewara gelek sektorên aboriya Rûsyayê yên di krîzê de biçe. Lê bandora van tedbîran ji bo vê herêma bi awayekî giştî berê xwe dayî îxracatê, berepaş bû û li dijî hilberînê bû. Tedbîrên li dijî firotina derve ya hesinê kevn û qurmên daran, kontrola şidandî ya li ser ketina masiyan a benderê: van hemûyan aktîvîteyeke aborî ya ku ji ber dûrbûna ji navendên sereke yên welêt jixwe êdî nazikbûyî lawaztir kir û di nava xelkê de fikra ku ‘Moskov serê xwe ji aliyê herî rojhilat ê Rûsyayê naêşîne’ bihêztir bibe. Bi ser de jî, xelkê bajêr, weke ku li vir tê gotin, “bi piyên xwe” ango bêyî ku bifikirin tevdigerin: koçberiya ber bi herêmên din yên welêt ve gihişte asta rekorê û serjimara bajarê Vladîvostokê bi xwe jî timî kêm dibe.

Di nava vê çarçoveya ji niha ve aloz de di Kanûna 2008’an de hikûmetê biryara zêdekirina bacên li ser ‘ji derve kirîna’ maşînên hatî bikaranîn (destê diduyan) da, 11ê Çile jî ev biryar kete meriyetê. Vê dilopê kir ku sewîl bi ser ve biçe, û bû sedema xwepêşandanên protestoyî yên ku di rabihuriya nêzîk de nehatibûn dîtin. Komeleyeke nefermî ya bi navê TIGR (“Koma hevalan a welatiyên çalak ên Rûsyayê”) û partiya komûnîst a Rûsyayê serkêşiya vê tevgerê kir, belê ev tevger ji wan bi gelekî bihurî. Di 14ê Kanûnê de bêhtirî deh hezar xwepêşandarî navenda bajêr bi tevahî dagir kir û hinên din jî bi awayekî neserketî hewl da ku balefirgehê dagir bikin. Ji sînorên wan derbas kir, ji destê milîs û OMON’ê – polêsên taybet ên komara Rûsyayê – ti tişt nehat, bi tenê karîbûn girîngiya xwepêşandanê û hejmara endamên meclîsa herêmî yên tevlî vê tevgerê bûyîn kêm bikin. 15 û 17’ê Kanûnê, nîşanên grîngiya rewşa aloz xwe dan der; meclîsa herêmî û Dûmaya (meclîsa giştî ya) bajêr bi awayekî fermî ji serokdewlet Medvedev û serokwezîr Vladîmîr Pûtîn xwestin ku vê biryara xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin .

Berferehiya vê tevgera nerazîbûnê, mirov dikare bi grîngiya kirrînên herêmê yên ji derve ve ji bo aboriyê, rave bike. Li gorî maşînên li welêt hatîn hilberîn yên ku bi kalîteya xwe ya nivî navdar in, ajovanên maşînan li Rûsyayê bi gelekî zêde maşînên ji derve hatî kirrîn tercîh dikin. Elîtên, bi xwe jî ji BMW, Mercedes yan jî Porsche Cayenne pêve naajon, jî qet berê xwe nadin maşînên xwe yên netewî. Li herêma li herî rojhilatê Rûsyayê, li tevahiya Sibîryaya Rojhilat yek kargeha bi tenê ya hilberîna maşînan nîne. Li vandeveran pirsgirêk du caran zehmettir dibe, lewra divê maşîn ji aliyê ewrûpî yê Rûsyayê werin anîn. Ev yek jî buhayê maşînan zêde dike. Lewma jî, ji sedî 90’ê maşînên li vir tên bikaranîn yên japonî yan jî koreyî ne (ango dîreksiypnê wan li aliyê rastê ye), û para bêhtir jî maşînên berê hatine bikaranîn in. Ji bo tedarîkkirina maşînan ji tevahiya aliyê Asya yê Rûsyayê re sektoreke rastî ya aborî pêk hatiye.

Ji deryavan, karkerên benderan û bazirganan yên ku ji Asyayê malên xwe dikirin û wê de, û ji vê bazara mezin a salê bi deh hezaran maşînî û wê de, ev pîşesaziyeke rastî ye. Hin jê ji bo ku xwe ji rêzikên her diçe bêhtir zorê li wan dikin, xilas bikin, kaportaya jeepên japonî ji hev dixin û parçe dikin ji bo ku ‘weke parçe’ wan ji derve bikirin û li Rûsyayê bi hev ve bikin, dema vê dikin jî her şêwaz lihevanînê jî pêşkêşî kesê ku wê di dawiyê de maşînê bikarbîne, dikin. Li herêma “deryavaniyê” behsa nêzî sed hezar karî tê kirin. Taybetmendiya vê sektorê jî ew e ku pirraniya wan ji fîrmeyên piçûk û mazinahiya navî yên serbixwe pêk tê. Ji ber ku ji rayedarên federal û herêmî nayê kontrol bikin, hewldana ji bo ku vê sektora têra xwe otonom bînin ser rê, bi ser nakeve. Jixwe ev kes jî hîç xerîbê vî şerî nînin.

Moskovê zû bersiv da vê lehiya civakî. Li gorî adetê erza rayedarên herêmî hat şikandin. Rêveberên herêmî diviya vegerin ser reaksiyona xwe ya pêşî û dest pê kirin rave bikin ka çiqasî biryara hikûmetê aqilane ye û bi vî awayî nerazîbûna welatiyên xwe du caran li berê zêde kirin. Duyemîn xwepêşandana TIGR’yê ji bo 21’ê Kanûnê hatibû plankirin, vê carê OMON’ê bi şîddetê xwepêşandêr ji hev belav kirin. Kanalên televizyonê yên netewî xwe li vê serhildanka herêmî kerr kir û xwe bi pesindayîna çend tawîzên Kremlînê pêşniyar kirî razî kirin: Alîkariyeke ji bo veguhestina maşînan – yên ji cihê li Rûsyayê lê tên hilberîn ber bi herêmên herî li rojhilat - da ku buha bibin weke hev û ji bo xwendekar û teqewîtan erzankirina buhayê bilêta balefiran ji bo çûna aliyê ewrûpî yê welêt. Vê yekê pêşî li xwepêşandanin din negirt. Destpêka Çile dema ku biryara behskirî kete meriyetê dîsa xwepêşandan hebûn, lê belê sermayê û OMON’ê alîkariya berpirsiyaran kir da ku pêşiyê li belavbûna avêtina keviran bigirin.

Dîsa jî li cihê cih ti tiştî çareserbûyî nîne. Gelek pisporên rûs, tedbîrên parastinê yên hikûmetê ji bo ji îflasê xilaskirina hilberînerên maşînan yên rûs girtî, rexne dikin: tevî alîkariyên madî yên gelekî mezin jî, van tedbîran heta niha ti encam nedaye. Ji ti kesî nehat, xeleka barê wê giran a bertîlxwurî, xemsarî û aboriya tê birêvebirin, bişkîne. Ev jî rave dike çima ev fîrme, tevî ku yên berhemên wê bi kar bînin naxwazin jî, wê hilberîna maşînan dewam bikin.

Di rojên destpêkê yên Gulanê de rojên xweş di dawiyê de dîsa hatin. Lê belê di navbera xwepêşandanên 1’ê Gulanê û pîrozkirina serketina 9’ê Gulanê de yên ku tên kontrolkirin, ti xêr di rewş û hewayê de nebû. Êdî karê benderê kêm bû: kêmbûna kar gelekî xwe li ser baca li ser bazirganî û veguhestina bi keştiyan, da hiskirin. Niha her kesî serê xwe tewandiye û li bendê ne krîza aborî bi dawî bibe û bi rezervên xwe niha debara xwe dikin. Hin hene ku hêvî dikin piştî vê dema zehmet hikûmet vê biryara xwe betal bike yan jî nerm bike û bi vî awayî bazar û kar dîsa baş bibe. Lê pirraniya mirovan reşbîn in û ji niha ve ya herî xirab pêş dibînin: Ev dem wê aboriyeke nazikbûyî, lawaztir bike ku organîzekirina civîna bilind a APEC’ê jî nikaribe wê xilas bike. Li gorî wan em ê pêleke nû ya çûna rûsên ji herêmê ber bi aliyê ewrûpî ve bibînin û yên ku wê pêşî biçin jî yên herî ciwan û dînamîk in.

Di heman demê de krîzê çiveke siyasîtir da xwe. Ji Çileyê 2009’an û vir ve, komîsyoneke Dûmaya (Meclîsa) federal raporek nivîsî û di vê raporê de amadekar û organîzatorên xwepêşandanan bi sîxurtiya hêzên biyanî hatin gunehbarkirin: “Mirov dikare xwepêşandanên girseyî li dijî zêdebûna mişa bacgehê weke çalakiyeke organîzekirî ya bêîstîqrarkirina rewşa civakî li gelek herêmên Rûsyayê binirxîne (...), ev çalakiyên ku li gorî yek senaryoyê tên birêvebirin, xwepêşandanên şoreşa porteqalî tînin bîra mirovan.” Û digihêje wê encamê ku ev çalakî ji aliyê “teknologên biyanî” ve hatine manîpule kirin, û “armanca wan a sereke ew e ku hewl bidin herêma herî li rojhilat a Rûsyayê jê veqetînin .”

Tevî ku rast e ku hin alên porteqalî ji aliyê hin xwepêşandaran ve hatin hejandin jî, bi berferehî hat nîşandan ku ev gefxwarina qaşo ya veqetînê ya rûsên herêma herî li rojhilat, bi tenê reşeyeke ji aliyê beşeke elîta herêmî ve dihat hejandin bû, ji bo welatiyan li aliyê xwe mobîlîze bikin û ji bo bikin ku waliyê berê bireve. Lê belê li Moskovê bêguman nayê tercîh kirin ku bi rastî rewşa fikrê herêmî weke ku ji aliyê raporeke Vîktor Larîn ve hatî eşkerekirin, were gotûbêjkirin. Larîn rêveberê Înstîtûya Dîroka Vladîvostokê ye. Encama bersiva xelkê herêmê di dema anketekê bi awayekî têra xwe zelal de dayî pirsa “tehlûkeyen sereke yên li dijî berjewendiyên Rûsya û herêmên wê yên herî li rojhilat çi ne” ev e: ji bo ji sedî 47’ê wan tehlûkeya pêşî “siyaseta xirab a Moskovê” ye. Bi tenê ji sedî 37’ê wan behsa “hêza eskerî ya Çînê” û ji sedî 36’an behsa “hegamonîperestiya Amerîkiyan” kir .

Çavkanî: 
  1. Joseph Kessel, Les temps sauvages (demên hov), Gallimard, Folio, Parîs, 1978.
  2. Bajarê benderê yê ku elementên xwezayî cih ji bajarbûnê (urbanîzasyon) re dihêlin. Vancouver van salên dawiyê têra xwe pêş ket. Ew sêyemîn bajarê mezin e ku biqasî Kanadayê girîng e.
  3. Kommersant, Moskov, 5’ê Hezîrana 2009’an.
  4. “Les gouverneurs se sont privés de tout (Walî ji her tiştî cudagirtî ne)”, Novaïa Gazeta, 1’ê Tîrmeha 2009’an.
  5. Interfax û Kasparov.ru, 18’ê Kanûna 2008’an.
  6. « Et c’est parti (Û destpê kir)», Nezavisimaïa Gazeta, 16’ê Çileyê 2009’an.
  7. Andreï Kalatchinski, «L’Orient rougeoie (Rojhilata soringî)», Ogoniek, 18’ê Gulana 2009’an.