Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Vahap Coşkun

Pirsa kurdî û raperîna sîvîl

Ayub Raoof Mahmood: Bênav 2, li ser tuwalê teknîka tevlihev, 25 x 25 cm

"Bikarneanîna şidetê hîma bingehîn a bawerîya min e. Ew herweha hîma dawîn a îtîqada min e jî."
Mahatma Gandhi

Dema ku em behsa meseleya kurdî dikin, em behsa arîşeyeke weha tevlihev dikin, ku xwedî dîrokeke dirêj e û gelek alîyên wê yên civakî, aborî û çandî hene. Mesele, xwedî paşxaneyeke dîrokî û struktureke weha ye ku bandorê li ser gelek enîyên jîyanê dike. Ji ber vê yekê çaresernekirina meseleya kurdî dibe sedema encamên gelek giran. Ev encam dikarin, li jêr sê serenavan werin kom kirin:

Encama yekem, rûxandina manewî ye

 

Di siyaseta kurdî de BDP

Mehmet Latif Saglam: Yek+Yek=Hevrebûn, Seramîk, 30 x 18 x 9 cm

Kelepûra siyasî, ku niha Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) nûnertîya wê dike, ji salên 1990ê û vir ve, di warê temsîlkirina lêgerînên ji bo maf û azadîyên rewa yên kurdan a di qada siyasî de, bi roleke girîng rabû. Di hawîrdoreke weha de, ku tê de partîyên navendî yên çepgir û rastgir ên li Tirkîyeyê li hember daxwazên kurdan dijber bûn -an jî qet nebe bîyanî diman-, BDP û partîyên selefên wê, bi awayekî biryardar û azwer daxwazên kurdan anîn qada siyasî.

 
Syndicate content