Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Slavov Zizek

Rewşa awarteya daîmî

Serhad Bapîr - Bê nav

Li dijî siyaseta hişk a aborî, îsal li Ewropayê – li Yûnanistan û Fransayê, lê belê di asteke jêrtir de li Îrlanda, Îtalya û Îspanyayê jî – tevgerên protestoyî xwe dan der û du fîksiyon derxistin holê. Ya pêşî ji aliyê desthilatdariya siyasî û çapemeniyê ve tê bigewdekirin û xwe dispêre şuştina qeyranê ya ji siyasetê: tedbîrên hikumetan ên kêmkirina lêçûnên dewletê yên butçeyê weke ku ne tercîhên siyasî bin, lê belê bersiveke teknîkî bin ku didin xweferzkirinên malî. Dersa exlaqî ku mirov ji vê bigire ev e: heke em dixwazin ku aborî bi îstiqrar be, hingê divê em kemberê li xwe bişidînin.

 
Syndicate content