Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Renaud Lambert

Aborîzanên bi pereyan tên girtin dibin armanca êrişan

Edîtorîya rojname û kovaran, bernameyên danê sibê ên radyoyan, platformên televizyonê: Di nîvê kampanyaya hilbijartinên serokdewletîyê de, komek aborîzan qada çapemenîyê dadigirin û tiştên ku mumkin in sînordar dikin. Weke profesorên zanîngehan tên danasîn û ew hişkî û teqezîya teknîkî di nav devjenîya îdeolojîk de bi gewde dikin. Lê belê heke van "bisporan” karûbarên xwe yên din jî bi raya giştî bidana zanîn, gelo tesbît û analîzên wan wê dîsa ewqasî bawerî bidana mirovan?

 

Kubayî bi vî awayî dijîn

Xelkê Kubayê dizanî ku Fidel Castro serokatîya welêt daye destê birayê xwe Raúl. Birayê piçûk bi vî rengî dikeve kongreya 6ê ya partiyê ku divê, di rewşa ferzkirina "pragmatîzma" xwe ya aborî de dawîya nîsanê pêk were.

 

Çar canên modela Îrlandî

Banqeya Natixisê henekê xwe pê dikir û digot "li Îrlandayê dîsa baran dibare". Dublînê bala xwe dayê ku bernameya wê tedbîran -ya ku diviya razîner qane bikirana- têkçûyina wê xurttir dike û dibe sedema ku bazar xeman jê bixwe. Şagirta keltîk ya baş bi vî awayî hindik maye ku weke Yûnanistanê topê biavêje û nikaribe deynê xwe bide. Modela îrlandî careke din jî parçe dibe, lê vê carê belkî nikaribe weke carên din bi mûcîzeyan jê bifilite.

 
Syndicate content