Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Prof. Dr. İlhan Kızılhan

Hewldana çareserîya dîrokê ji bo lihevhatin û demokratîzekirinê

Zoro Mettini: 2mîn ez, boyaxa rûnî li ser tuwalê, 90 x 90 cm

Şideta bi motîvasyona siyasî, bi gelek formên cuda, li her deverên cîhanê derdikeve holê. Îşkence, kujerî û şerên ku ji alîyê dewletê organîzekirî, her diçe hîn zêdetir dijberî beşên gelê sîvîl pêk tên, jîyana gelek mirovan bi dawî tê. Kesên ji taqîbatên bi vî awayî ku hîn li jîyanê mane û nifşên piştî wan, hîn piştre, bi piranî piştî gelek salên din jî, di bin bandora fîzîkî û derûnî ya (psîkolojîk) şidetê de êşê dikşşînin. Rewşeke gelemperî ya tirsnak û çavtirsandî dikare di dewletên bi vî awayî de bibe gumanbarîya têkilîya nav mirovan.

 

Li Kurdistanê rêya sêyem

Dara Aram: Naram-Sin, boyaxa akrîl li ser tûwalê,  44 x 44 cm

Gengeşîya li ser rêya sêyem cara pêşî di roja me de nayê kirin. Ji alîyê dîrokî ve rêya sêyem bi destpêkirina dualîzmê, ji serdema Manîçêr (216 piştî zayînê) ve bû xwedîya girîngîyeke taybet, ji ber ku dualîzm rêyeke sêyem nabîne. Dabeşî di navbera baş û xirab, reş û spî, jêr û jor, çep û rast de tê kirin. Beşên din yên navber û derdorê nayên dîtin. Dîyanetên cîhanê yên mezin û îdeolojîyên siyasî yên piştî wê demê hewlê didin ku di bin vê nêrînê de pirsgirêkên civakî fêhm bikin û li gor wê jî, awayên jîyanê pêk bînin.

 

Nasname û Netewe

Ismet Polatli: Razber I, boyaxa rûnî li ser kartonê, 30 x 50 cm

Wisa dixuye ku di salên dawîyê de li serzemîna polîtîk li Kurdistan û dîasporayê derbarê Nasname û Netewe de veguherîneke paradîgmaya polîtîk dest pê kiriye.

 

Ziman û kontrola ramanê

Vulpes Vulpes Kurdistanica

Kî zimên kontrol bike, dikare bi wî jî li ser pêvajoyên raman û fikirînê tesîrê bike. Birêvebiriya îdeolojiyê bi birêvebiriya zimên ve dibe. Francis Bacon balê dikişîne ser bi hev re girêdana ziman û ramanê û wî bawer dikir ku ziman berî ramanê tê û ew bi têgehên ku pêk tîne, şiklê ramanê jî diyar dike.

Peyvên aparata desthilatdariyên totalîter û polîtîkaya wan ya li dijî mirovahiyê dibe sedema bandoreke totalîter û guherîna raman, helwêst û tevgerê.

 

Şîddeta li dijî kurdan û neteweperestiya tirk

Wêne 7

Li bajarên mezin ên tirkan, kurd rojane bi hewldanên qetilkirinê, êrîş, destdirêjî û dijûnan re rûbirû ne; ev jiyaneke rojane ya pêşhukim û dîtina dijminane ye. Ji bo welatiyên kurd, jiyana rojane veguheriye ya lidervehiştin û êrîşên bi ser kurdan de. Êrîşkar ji aliyê kesên xwediyê heman zêhniyet û fikrî ve tên parastin û ji aliyê pirraniyeke bêdeng ve bi awayekjî neyekser ji bo êrîşên bi vî rengî tên teşwîqkirin û kirinên wan tên rewa kirin.

 

Bandora şer û şîddetê li ser civaka kurd

Ahmet Gümüştekin (Derîye bihûştê)

Dema di pirsgirêkên şîddetê de, weke şêweyê herî dijwar jî di şer de, mirov werin kuştin yan birîndar bibin (wateya vê jî ew e ku hin mirov hin mirovên din dikujin yan jî birîndar dikin), hingî ev rewş bi serê xwe xisleta civakekê yan jî civatekê gelekî diguhere. Ew xislet û karakterên civakan heta bi ferdan bi xwe diguhere, lewra wateyeke taybet a jidestdana jiyana mirovan û pêkanîna şîddetê, ji bo endamên civakan heye. Di encama şerekî bi vî rengî de mirina mêr, jin û zarokan ji bo tevahiya civakê serboriyeke gelekî girîng û bitesîr e. Ev serborî hevîrê jiyana wan disitire.

 
Syndicate content